HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Têkoşîn û berxwedaniya ku şoreşgerên azadiyê didan meşandin, li ser ciwanên heremê jî bandureke mezin ava dikir û bala her kesî dikşand.

Gerîlayên ku berê xwe didan çiya, weke ku li dayîka xwe vedigerin, wisa hemêz dikin û parastina wê dikin. Ev hezkirin û girêdana bi çiya re li ser ciwanên Ereb jî bandoreke mezin ava dike. Di heman demê de jiyan û hevaltiya gerîla îlham dide hemû civakan. Bi taybetî di nava jiyana wê de jiyan kirin hestê wê hîn cudatir e.    

Gerîlayên dilwêrek ji bo azadîya gelan bi her awayî xwe feda dikirin, ji bo azadiya gelê xwe canê xwe didan ber topan. Li ku derê şer û pevçûn girane hêzên gerîla bê hesab xwe digihandin wê derê. Li Kobanê jî dema ku bajar di nava destê DAİŞ’ ê de wê tune biba, hêzên gerîla xwe gihandin wir û serkeftinên mezin qezenc kirin. Ne tenê Kobanê her wiha Şengal, Mexmûr, Musil û li Rojava li ku derê êrîş pêşdiket ewladê vî gelî bê teredûd xwe gîhandin wan cihan û gel rizgar kirin. Ev nêzîkatî hîşt ku têkîlîyên Kurd û Ereban xurtir bibe û xaka xwe bi hevre rizgar bikin. Gelê Erab jî ji vê sekna bi rûmet ku gerîlayên azadiyê dane raber kirin pir bandor bûn, ev bandorî teyisandina xwe li ser ciwanên Ereb jî kir û hîşt ku ew jî li azadiya xwe bigerin. Bi vî awayî ciwanên Ereb lêgerînên xwe yê ji bo jiyaneke azad pêşxistin û berê xwe dan vê jiyana azad. Canpolat Muslim ku ji xelkê Musilê ye dema ku van nêzîkatiyan dibîne pir bandor dibe û berê xwe dide jiyana gerîla.     

Ruxmê ku dagirkerî sînor û diwaran di navbera gelê Kurd û Ereb de datîne jî lê ji ber ku gel bi çanda xwe û dîroka xwe ve girêdayî bûn ev sînor li ser wan bandor nekir. Têkiliyên wan ser esasê biratî û bi hevre jiyan kirinê pêk tê. Di roja me ya îro de jî em dibînin ciwanên Kurd û Ereb xwe li ser fikir û felsefeya Rêber APO yê ku xwe dispêrê azadî û bi hevre jîyan kirina hemû gelan ve xwe digrin. Yekîtiya wan jî li ser esasê parastina hemû nirxan û bi taybet parastina jin û zarokan ji wan êrîşê hovane yê DAİŞ’ ê bi pîşket. Felsefeya Rêber APO di nava xwe de yekîtiya gelan û parastina wan a ji hemû êrîşan dihewîne. Dema ku ciwanên Ereb jî ev felsefe naskirin û fam kirin ji hêza Rêber APO bawer kirin û berê xwe dan nava refên azadiyê.      

Ciwanê Ereb Sulêyman Muhamed ango bi navê xwe yê tevgerê Canpolat Muslum, li bajarê Mûsûlê tê dinê û di nav malbeteke welatparê ku bi çanda xwe ve girêdayî mezin dibe. Ji ber ku di bajarê Mûsûlê de gelên cuda jî jiyan dikin, bi riya malbatê Canpolat gelê Kurd jî nas dike û fêrî çanda wan jî dibe. Ji ber ku ev naskirin di zarokatiyê de pêş dikeve, Canpolat êşa gelê Kurd û êrîşên ku li ser wan jî tê ferz kirin dibîne, bi vê rewşê pir bandor dibe. Lê dema ku hêza gelê Kurd ya şerker jî dibîne di wî de baweriyeke mezin avadibe û dihêle ku xwe nêzî çanda Kurdan bike. Bi vê wesîlê têkliyên Canpolat bi ciwanên Kurd re jî pêş dikeve û dixwaze bi wan re jî têkîliyeke xurt pêş bixîne. Dema ku êrîş li ser gelê Canpolat pêş dikeve wê demê ciwanên Kurd jî li hember vê êrîşê bi fedaîyane şer dikin û gelek ji wan jî digîhêjin şehadetê. Canpolat bi vê fedaîtîyê pir bandor dibe û ji bo ku bi vê yekîtiyê re bibe yek ew jî daxwaz dike ku tevlî nava refên azadiyê bibe. Li ser vî esasî Canpolat di sala 2017’ an de biryar dide û tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibe.       

Li ser fikir û felsefeya Rêber APO ku di nava xwe de pêkve jiyana hemû gelan dihewîne de, ew derbasî qadên têkoşînê dibe. Ji bo ku di kesayeta xwe de milîtantiya APOYÎ ava bike û bikarîbe di vê şoreşê de bi rengekî çalak tevbigere, berê xwe dide çiyayên azad. Destpêkê derbasî Garê dibe, li wir perwerdeya xwe ya bîngehîn dibîne. Di nava perwerda ku dibîne de rastiya Rêber APO hîn baştir nasdike, hedef û armanca vê tevgerê baş têdigihêje. Li ser van esasan girêdanbûna wî bi jiyan û vê têkoşîne xurttir dibe. Bi vê perwerdê re Canpolat êdî xwe amade dibîne ku derbasî qadên pratîkê bibe. Lin ser projeya yekîtiya gelan pir difikire û ji bo ku erka xwe ya şoreşgerî pêk bîne weke gerîla di van çiyayan de ked dide.

Vesazîya wî piştî vê perwerdê li çiyayên Zagrosê çêdibe, Zagrosa ku ji bo hemû mirovahiyê weke dergûşa zayenda ne ji bo Canpolat jî dibe wargeha ji dayikbûnê. Di dîroka Tevgêra Azadîyê de jî çiyayên Zagrosê cihekî  kevnar û weke parêzgeha gerîla hatiye dîtin. Ji ber gerîla Canpolat bi fikir û felsefa Rêber APO ve pir tê girêdan weke ciwanekî Erab di demeke pir kin de fêrî şert û mercên zehmet dibe. Li cihekî weke Avaşîn tevlî kar û xebatan dîbe û bi fedakariyeke mezin hemû astengiyên li pêşiya xwe radike.

Gerîla Canpolat di pratîka Avaşîn’ ê de fêrî jiyana gerîla dibe, pir ked dide û tevlî hemû kar û xebatan dibe. Her wiha ji bo ku di nava çalakiyan de cîh bigre di nava hazirtiyan de rolekî çalak dileyîze. Ji ber zîrekbûna wî û hêrsa wî li ser dijmin pir tunde û israra xwe tevlî çalakiyên ku di qadê de pêşdikevin dibe. Çalakiyên bi bandor dike û derbên giran li dagirkeran dixe. Bi rêhevalên xwe re dijmin li vê qadê felç dike. Ji ber berxwedaniya gerîlayên ku li qada Avaşînê pêş dikeve, dijimin neçar dimîne ku êdî ne bi bejahî her bi teknîka xwe li ser van gerîlayan ve tê. Lê ruxmê ku dagirker pir rêbazan diceribînin jî gerîlayên dil wêrek û leheng bi berxwedaniya xwe wekî qehremanan pir caran van êrîşan pûç dikin.

Gerîla Canpolat kedeke pir mezin dide, ji bo her kêliyeke ji jiyana gerîla û piratîka wê him giringî didê him jî ji xwe re weke danehev digre dest û kesayeta xwe li ser van hîman ava dike. Xwe di fikir û ramanên Rêber APO de perwerde dike, bi riya sohbet û nîqaşên ku di navbera rêhevalên xwe de pêş dixe Canpolat rêhevaltiya rast baş fam dike. Di esas de yê ku dihêle jiyana çiya xweş bibe jî ew hevaltiya ku tê jiyan kirine. Piştî van danehevan di operasyona ku dijmin di sala 2021’ an de li Avaşîn’ ê pêş dixe de gerîla Canpolat di nava hemleya Bazên Zagrosê de bi tarzekî çalak tevlî cîh digre û biser dijmin diçe. Bi berxwedanî û destanên ku gerîla pêş dixînin de ew jî soz dide hevalên xwe yên şehîd ku tola wan hilîne. Ji ber wê jî Canpolat bi hemû hêza xwe û bi bîr û baweriya ku ji Rêber APO girtiye vê carê bi kîneke hîn mezin di hemleya Bazên Zagrosê de tevî hevalê xwe destaneke egîdiyê dinivisînin. Ji bo ku yekîtiya gelan ava bike û projeya Rêber APO ya çivaka demokratîk re bibe pêşengekî rast xwe bi her awayî feda dike.

Li qadê şer her ku diçû dijwar dibû lê Gerîla Canpolat û hemû rêhevalên wî di sengeran de heta henaseyên xwe yê dawiyê jî têdikoşiyan û yek carî tawîz ji dijmin re nedidan. Piştî van destanên bi rûmet û danehevên ku Gerîla Canpolat qezenc kir de dijmin derbên mezin xwar. Di dîroka 11’ ê Gulana 2021’ an de dema ku Canpolat li ser erka xwe ye di encama êrîşeke dijmin de tevlî nava karwanên nemir ên Kurdistanê dibe.

Gerîla Canpolat bi şehadeta xwe ve da diyar kirin ku her çiwqas dijmin dixwaze gelê Kurd û Ereb ji hev qut bike jî ew weke ewladê vê netewê da diyar kirin ku ji fikir û felsefesa Rêber APO hemû gel dikarin sûd bigrin û bi hevre li ser erdnîgarîyeke azad bi hîmê Neteweya Demoqratîk jiyan bikin.