HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hevalê Rojhat li navçeya Gimgimê ji dayik bûye. Heyanî diçe leşkeriyê jî li gund dijî. Hevalekî elewî û zimanê wî kirmanckî bû. Li gund tevî malbatê bi cotkarî û ajalkariyê re mijûl dibe.

Dema leşkeriyê xilas dike, dikeve li nav hewildanên çûyîna ewropayê. Piştî gelek zehmetiyan ew û yên pê re xwe digihînin ewropayê. Lê li vê derê ne çand û ne jî zimanê ewropiyan dizanin. Piştî demekê perê wan xilas dibe û li derve dimînin. Ji ber ku birçî dimînin, diçine dêrê. Li dêrê cihê ku xwarin belav dikin heye. Çend rojan wisa derbas dikin. Ji xizmekî xwe re xeber dişînin ku were wan bigre. Ji ber ku xizmê wi ji wan re pere dereng dişîne, wek pênaberan gelek bela tê serê wan. Dema xizmê wî jê re pere dişîne û rê û rêbazên mayîna wan deran hîn dibin, diçin wargeha pênaberiyê û piştî demekê mafê pênaberiyê digrin.

  Rêheval Rojhat; piştî ku jiyana wir dinase û dibe xwedî derdorek, xwe nêzîkî saziyên kurdî dike. Di van saziyên kurdî de xwe, rastiya gelê kurd û ya dijmin bêhtir dinase. Di nav xebatan de partiyê nas dike û di demeke kurt de erkan hildigre. Lê belê, dilê hevalê Rojhat êdî bi agirê şoreşê yê li lûtkeya çiyayên Kurdistanê geş dibe, dişewite. Ango dixwaze biçe welêt û tevlî refên gerîla bibe. Gelek caran di vê derbarê de pêşniyaran dike. Ji ber ku hevalekî durust û di karê xweda jêhatî ye, ev peşniyara wî ji aliyê hevalan ve nayê pejirandin. Dema di nava xebatan de ye, li Elmanya tê girtin û du salan di zindanê de dimîne. Lê hevalê Rojhat zindanê vediguherîne cihê perwerdehiyê û di warê bîrdoziyê de xwe gelekî bi pêş dixe.

  Bi derketina ji zindanê ve dibêje; “êdî ti hincet nikare min li vê biyaniyê bigire, dê herim welat li nav gerîlayan.” Ji bo tevlî gerîla bibe, derbasî tirkyê dibe. Qederekê li tirkiyê dimîne û piştî bi hevalan re têkîlî çêdike, ew û hevalekî pê re di sala 2005’an de tevlî refên azadiyê dibinb. Piştî li herêma Xakûrkê perwerda şervanê nû dibîne, êdî tevlî jiyana gerîla dibe. Ji ber jiyan û pratîka xwe di nav hevalan de zû tê qebûlkirin û hezdkirin. Piştî sê salên têr û tije yên li başûrê welêt, ji bo biçe bakur pêşniyar dike. Heval despêkê pêşniyara heval Rojhat napejirînin. Sedem jî ew bû ku, rêheval Rojhat him di jiyan û him jî di xebatan de gelekî serkeftî ye, ji ber vê jî heval naxwazin ji gel wan biçe. Lê piştî demekê pêiyara wî dipejirînin û hevalê Rojhat dibe rêwiyê Serhedê.

  Di havîna2007’an de hevalê Rojhat û koma pê re derbasî eyaletê dibin. Dûvre vezasiya wî, Ş.Şoreş û Ş. Cesûr li qada Çemçê çêdibe. Bi vî awayî me pratika 2007’an bi hev re derbas kir. Ji ber xuliqkarî, durustî, wêrekî û kedkariya xwe, rêheval Rojhat di demeke kin de xwe bi heval û xebatan re kire yek. Piştî zivistaneke zor û zehmet bihar xwe dida diyarkirin. Komên gerîla jî bi hatiina biharê û bi geşbûna xwezayê re komî gel hev dibin. Wekî hemû qadên çiya li Serhedê jî heval li hev diciviyan. Heval Rojhat dilê wî her tim ji bo kar û xebatan diavêt. Bi çûndina ser kar, her tim kar ji xwe ditirsand.

  Ş. Rojhat, Ş. Cesûr û Ş. Şoreş hatibûn çemçê. Roja hatina çemçê, baraneke pir zêde bariya. Piştî baranê teyrok destpê kir û êdî ew av bû lehî. Hevalê Rojhat, Cesûr û Şoreş dê biçûna li gel hevalên qadê. Hevalên wadê jî di doleke kûr de, di bin kevirekî mezin de bi cih bûbûn. Ew baran û teyroka barî ji dol û dolikên jor gihan hev û lehî rabû. Kevirê ku heval di bin de bi cih bûbûn lehiyê da ber xwe û gindirand. Heval li derve mabûn. Qûryeyê ku hevalê Rojhat û hevalên dî dianî jî ti tariya şevê de dixwest cihê hevalan bibîne. Lê ji ber ku lehî ew kevirê mezin bi xwe re biribû, hevalê qûrye cih peyda nedikir. Piştî çend saetên lêgerînê Ş. Şoreş dengê hevalan dibihîze û li wan guhdar dikin. Pişt re fêm dikin ku ew hevalên qadê ne û diçin li gel wan. Her çiqas di dozdehê şevê de me hev dîtibe jî, di encamê de em gihabûn li gel hev. Siharê em şiyar bûn û me rûyê hev dît. Ş. Rojhat hingî henekvan bû, dibê qey bi salan e em hev dinasin li hev germ bûn. Piştî taştê û axaftinên hevnasînê hevalên li qadê gotin em ê biçin erkekê. Ş. Rojhat di wê kêliyê de got; ez ê jî bi we re werim. Hevalan bi zorekê wî qanih kirin ku ew hîna nû ji rê hatiye û bila bimîne. Hevalê Rojhat nû hatibû qadê, lê belê hemû tiştî dipirsî. Pirsên mîna; gel çawa ye, erazî çawa ye, xebat çi ne û çawa tên kirin û hwd. . Ş. Rojhat her dem di nav lêgerînan de bû. Ji liv û tevgera wî ya jiyanê xwesteka wî ya xebat meşandin û xwe pêşxistinê diyar dibû. Ev coi û ceribînên wî yên jiyanê di nav jiyana me de jî roj bi roj xwe dida hîskirin. Ji bilî van taybetmendiyan, di jiyanê de kêmasî û şaşîtiyan qebûl nedikir û li hemberî rewşên wisa her dem xwedî helwest bû. Ji vê jiyana bi rûmet ti carî tawîzan nedida û rê li ber sistbûnê venedikir. Kesayeta xwe her demê di nav guherîn û veguherînê re derbas dikir. Bi rastî jî di hemû aliyan de fedayî bû. Fedakariya wî di asta herî jor de bû. Bi ruhekî mezin karê xwe dikir. Kesayetekî têkoşer bû. Di hevaltiya nav ma û nêzîkatiyên li hemberî gel de xwezayî û dilnizm bû. Bi gel re zêde girêdayî bû. Dizanibû ji bo çî û kê şer dikir. Gel jî, ji şêwe û milîtaniya wî gelekî razî bû û pê bawer dikir. Ez çend caran bûm govanê nîqaşa hevalê Rojhat a bi gel re. Kengê heval Rojhat biçûna gel xelkê me yê sivîl; zar, jin, keç, kal û pîr hemû li derdora wî kom dibûn û bi kêfxweşî pê re nîqaş dikirin. Bi henekî be jî gelek caran di hin mijaran de gel rexne dikir, helbet ji ber ku bi zarşêrînî rexneyên xwe dianî ziman dilê ti kesî ji hevalê Rojhat nedima.

  Êdî payîza 2008’an rûyê xwe yê sar û seqemî nîşanî me dida. Dem kêm bû û diviyabû em dest bi amadekariyên kampa zivistanê bikin. Heval Rojhat û du hevalên dî çûn cihê qampa nû diyar bikin. Hevalên mayî jî dê erzaq û barên ku li qampa ku em diterikînin hilgirin û bînin cihê nû. Çûyîn û hatina di navbera herdû qampan de nêzî pênc saet bû. Êdî berf jî dibariya û diviyabû hemû heval jî barê xwe giran bikin ku karê barkirinê zû biqede. Piştî du rojan me qampê kişand cihê nû. Roja duyemîn bû ku em li cihê qampa nû bûn, nobedar siharê me şiyar kir û got; “li derdorê dijmin xuya nake lê di cîhazê de dengê dijmin tê.” Piştî nîv saetê din noberdar dîsa hat û got dijmin hemû girên derdorê girtiye û ber bi me ve xwe berdidin. Bi vê agahiyê re hemû heval çekên xwe girtin û dido-sisê belav bûn. Li jora qampê Hevalê Rojhat û Cesûr kemînê avêtibûn pêş dijmin. Di newala li jêr me de jî çar heval gihan hev û kemînê avêtin pêş dijmin.

  Ew roj hîna jî di bîra min de ye. Rojeke sar bû û berf dibariya. Cihê ku em lê disekinîn zozan û newaleke kûr bû. Li derdora me bi tenê çend kevirên mezin hebûn. Êdî dijmin nêzî kemînên hevalan dihat. Heyva mijdarê, saet derdora 10-11’an de pevçûn destpê kir. Bi pevçûnê re hevalan erzaq û barên ku nikaribûn hilgirin agir berdanê. Dijminê ku ji milê dolê de ber bi kemîna hevalan ve dihatin derbên giran xwarin û metelmayî mabûn. Leşkerên dijmin ewqasî tirsiyabûn ku, dixwestin ji ber fîşengên hevalan birevin lê bi şaşî ber bihevalan ve direviyan. Lê qanûna şer hebû û hevalan erkên xwe pêk dianî.

  Pevçûn heta tarî ket berdewam kir. Dijmin nihêrî ku nikare leşkerên xwe ji nav hevalan derxe, ji neçarî paşve kişiya. Pevçûn bêyî ku wendahiyên me çêbibin bi dawî bû. Lê dijmin dîsa jî li derdora me çar çemberan avêtibû. Lê ji ber ku dijmin di kemîna hevalan de derbên giran xwaribû, nikarîbû xwe zêde nêzî me bike. Di tariyê de me derfet dît û me çemberên dijmin qut kir. Wê şevê bi zelalî me dizanîbû ku hemû heval ji çemberên dijmin derbas bûbûn. Beriya pevçûn destpê bike heval giştî li ser cihê hevdîtinê biryar girtibûn û hemû heval jî cihê hevdîtinê dizanibûn. Lê hevalê Rojhat û Cesûr dibêjin qey hevalên di dolê de asê mane û li cihê pevçûnê dimînin. Digerin ku ji hevalan ti kes li cihê pevçûnê nemaye. Piştî vê bi kêfxweşî vedigerin cihê hevdîtinê.

   Roja din ango 20’ê mijdarê, sibehê zû hevalan radyo vekir. Nûçeya despêkê qala pevçunê dikir. Di pevçunê de gelek wendahiyên dijmin çêbibûn lê kêm didan. Nûçeyan qala wendahiyên me nedikir. Medyaya dijmin bi tene digot; “ji şeva tarî sûd wergirtin û reviyan.” Heval hemû kêfxweş bûbûn. Me hemûyan digot wê heval Rojhat û Heval Cesûr bigihêjin me.

  Li cihekî wisa derbe li dijmin xistin û bê windahî ji pevçûnê derketin, serkeftinek bû. Berf êdî digiha çokê û sermayeke rûyê mirovan jêdikir hebû. Ji ber ku hevalan nekarî xwe bigihînin cihê hevdîtinê, êdî bi texmînî di nav eraziyê de li me digeriyan. Heval ji ber ku birçî mabûn, diçin gundê Birûka. Sedem jî ji bo hindek erzaq bigrin û xwe bigihînin hevalan. Li gundê Birûka heval diçin mala Xalis. Rêheval Rojhat kêm be jî Xalis nas dikir. Roja 22’yê mijdarê bû. Xalis bi dizîka hevalan îxbar dike. Xiyanet dîsa hêvî dabû dijmin. Di 22’yê mijdara 2008’an, li Mêrgezerê gundê Birûka, xiyaneta ku bi hezar salan dest ji qirika me kurdan nekişandibû, dîsa  rûyê xwe yê tarî û gemarî nîşan dabû. Li deşta Agirî li pêş Çemçê û Mêrgezerê bi navê kurdayetî, welatparêzî û dostaniyê xiyaneteke din pêk hat. Dîsa kêfa gurên devbixwîn hatibû. Ew gurên devbixwîn devê xwe xistibûn xwîna du lehengên jiyana azad. Ew hêviya evîna Sîdar û rûmeta Çemçê bûn. Em soz didin ku dê tola bi sedan hevalên me yên bi vî rengî gihane şehadetê wê li erdê nemine.

Nav û paşnav: Muzaffer Özgüven

Nasnav: Rojhat

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Gimgim/Mûş-1974

Navê dayik: Xanim

Navê bav: Dursun

Cih û dîroka tevlîbûnê: Netherland/2001

Qadên lê mayî: Ewropa, Xakûrkê

Peywir: Berpirsiyarê qada ewropa

Cih û dîroka şehadetê: 21’ê Mijdarê girêdayî Agirî li gundê Birûka        

 

 

Rêheval Dem AGIRÎ