HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Emîne Demîr bi navê tevgerî Rosîda Mêrdîn di malbetekî welathez de çavên xwe li dinê vedike. Li ser axa Mêrdîn’ a pîroz ku bi nirxên xwe yên dîrokî û çandî ve tê zanîn têşe digre û mezin dibe.

Li gel vê rastiyê pergala desthilatdar û qirker ku bi polîtîqayên xwe yên asmîlasyonê her xwestiye çanda dayîkê ku civak li ser piyan digire ji hevdû bixe û belav bike. Keça ciwan li hemberî van polîtîqayên dijmin ku li ser ciwanên Kurd û bi taybetî li ser jinên ciwan têne meşandin ferq dike û nakokiyan dijî. Lewra her mezin dibe, aso û têgihîştinên wê ya fêmkirina pergalê hîn zêdetir bi pêş dikeve. Li hemberî vê weke jineke ciwan, bê ku xwe bispêre wê civatê û ji jiyana wê re xwe birazîne, bi şêwazê xwe ya tevgerînê û terzê fikrandina xwe rastiya dijmin di şexsê xwe de bin pê dike.

Di pêvajoya zanîngehê de, bi taybetî dema ku tevgera azadiyê û xebatên ji bo azadiya jin têne kirin dinase, meraqa wê ya cih girtina di nav de pêş dikeve. Êdî piştî demekê û şûnde ew jî di nava xebatên legal de li bajarê Enqereyê cih digire û xebatan dide meşandin. Ev jî dibe wesîleya ku hîn baştirîn Rastiya Rêber APO nas bike û xebatên ji bo azadiya jin têne armanc kirin, di şexsê xwe de watedar dike. Her ku Rêber APO û şêwazê jiyan kirina wî nas dike, bi coş û kelecaneke ji dil xwe li birdoziya azadiya jin digire û aktîf xwe tevlî xebatan dike. Ev jî rê li ber girêdanên wê yên Kurdewarî û welatparêziyê wedike ku di astekî hîn jortir de bi pêş ve biçe. Gerîlaya ciwan bi çalakbûna xwe di nava xebatan de û cih girtina xwe di nava rojnemeya azadiya welat de, ji hêla dijmin ve biryara girtina wê ya 137 salan tê girtin. Di şexsê jina ciwan de, dijmin dixwaze îradeya jina azad û dengê wê yê azadiyê bitepisîne û bê bandor bike. Piştî wê ew di sala 2010’an de berê xwe dide çiyayên dergeha azadiyê û beşdarî nava refên gerîla dibe.

 “Bersiva Jiyana Azad Di Birdoziya Rêber Apo de Dibîne”

Di nava destanên dîrokî û lehengtiya ku bi tîpên zêrîn yê li ser axa pîroz hatiye neqişkirin, navê lehengeke dildara  azadiyê ku her xwe li bîra mirov dixe û nayê ji bîr kirin Rosîda Mêrdîn e. Ew jina dilwêrek ku bi keda xwe ya bi salan ku têkoşîna wê îro bi nirx bûye, dibe pîvaneke esasî ji bo hemû jinan. Wê di bin şertên jiyaneke dijwar de ku ti mafê jin lê nayê dîtin de, sekna jina serhildêr û çanda dayîkên mêrdînê ya ku serî ji dijmin re natewîne diparêze û ji xwe re dike  felsefeya jiyanê. Lewra ew hîna di temenê xwe yê  ciwan de, bêyî ku bikeve nava xefika civakeke bindest û kole de, xwe bi felsefeya azadiyê ve hunand û da ser şopa bi hezaran şehîdên şoreşa Kurdistanê. Ev jî bi têgihîştineke bîrdozî û felsefeya jiyaneke azad de ku ew jê bawer dikir pêk hat. Bi daxwaza xwe ya hatina gerîla û buyîna yek ji şervanên Rêber APO ji xwe re esas digre û wisa meşa xwe ya azadiyê dest pêdike. Ji Garê heta Qendîl’ ê û heta qada Zap’ ê bi salên têr û tijî bi têkoşînê ve dagirtiye li pêy xwe dîhêle. Di van qadan de, weke milîtaneke Apoyî ji hemû erkên dîrokî re bi dildariyeke pir xurt pêşengtiyeke mezin raber dike. Heman demê weke kedkareke çapemeniya azad, li ser şopa Gurbet, Şîlan Ezgî û Jiyan Amargî  de, li qadên çiya xebatên çapemeniyê dide meşandin. Li hemberî polîtîqeyên qirkirin, pişaftin û şerê taybet ku dijmin bi şêwazên herî kirêt li ser gel û ciwanên Kurd dide meşandin de, bi hişyarbûneke pir xurt  xebatên xwe bi rêxistin dike. Him ji alîyê dîtbarî, him jî di alîyê niviskî de, bi awayekî hunerî xebatan bi rêve dibe. Di milê hest û ramanên xwe yên azadiyê de ku çawa bi dîrokî bike kedeke mezin raber dike. Bi taybetî ew mîrasa Gurbet û bi sedan rêhevalên ragihandinê ku bi hest û ramanên Rêber APO ve nasnameya jina azad bi dîrokî kirine, meşa wan şopandinê ji xwe re dike armanceke herî bîngehîn. Bi taybetî vê yekê di meşandina xebatên çapemeniyê de armanc dike. Ew dibe lêgerînvaneke heqîqetê. Weke milîtaneke jin, her li pêy heqîqetê dibeze. Bi vî awayî di hemû kêliyên jiyanê de, wate li xwe û li têkoşîna xwe bardike. Ev xeta azadiyê kir kadraja kameraya xwe ya jiyanê û bi vî awayî kêliyên ku dibin zimanê rastiyê derdîxe holê. Her hewil dide bibe zimanê têkoşîn û berxwedaniya rêhvalên xwe yên di çeperan de. Di pêvajoya berxwedaniya Zapê de ew jî li rex rêhvalên xwe di wan çeperên berxwedanê de, li hemberî hemû êrîşên dijmin ên herî dijwar, bi îradeyeke ji pola şer û têkoşîn dide meşandin. Di wan kêliyên dîrokî de ku bi çend vegotinan nayê pênase kirin, bi sekn û şerkeriya xwe ve dikarîbû bibe îfadeya hemû xweşikbûnên azadiyê.

Gerîla Rosîda di Adara sala 2024’an de, bi du rêhevalê xwe Mazlûm Dogan û Berxwedan Qamişlo de heta henaseyên xwe yên dawîyê bi fedekariyên pir mezin jiyan dikin û tevlî karwanên nemir ên Kurdistanê dibin.

  “Bi Dildariya Xwe Ya Azadiyê Re Bû Bersiva Jiyanê”

Gerîla Rosîda di pêvajoya berxwedana li qada Zapê de, li hemberî hêzên dagirker yên tirkiyê beriya şehateda xwe di nava tunelên berxwedanê de, hest û nêrînên xwe yên ji dil bi vî awayî tîne ziman; ‘’Çiya cihekî xwe ya xweser heye. Dema ku mirov heskirina xwe ya çiya ne be, bi hevaltî nîn be, zehmete ku di van çiyayan de li ber xwe bide. Heman demê nikare demdirêjî di gerîlatiyê de bimîne. Ji bo wê hezkirina xweza, çiya û hevaltiyê, ji bo min pîvanekî esasî ya rêhevaltiyê ye. Bi taybet mirov jin be û di qadên çiya de têbikoşe, xwedawendên pîroz tîne bîra me. Yanî taybetmendiyên wê yên xwezayê, rêhevaltiya jin û girêdanên wê bi jiyanê re tîne bîra mirov. Ev her tim di jiyana min de bûne pîvanên esasî ku her tim xwe lê bigrim û têbikoşim. Ji ber vê têkoşîn û îradeya ku tu pê şer bikî bi van pîvana re dikare pêkan bibe.

Li gel van li hemberî sekn û berxwedana ku Rêber APO dide meşandin de, ez her tim di nava muhesebeyên şexsî de me. Li hemberî berxwedan û îradeya Rêber APO, em çiqas xwe ava dikin ji xwe dipirsim û lêpirsîna wê di şexsê xwe de didim pêş xistin. Milîtanên ku azadiya Rêber APO ya fizîkî dane ser milên xwe, barê ku jê tê xwestin jî hîn zêdetir e. Li gorî wê divê em vê yekê di meşa xwe ya têkoşînê de bi awayekî herî baş pêk bînin. Her gav avêtina me, di her çûyînekî me ya ser kar û xebatan de, divê em van mijaran baş lêpirsîn bikin. Ez bi xwe di nava tevgerê de her xwe bi şans dibînim. Min gelek rêhevalên xwe yên bi nirx nas kirin. Wan hevalan piranî hêz dan min. Ji ber divê şervan siya fermandarê xwe be. Em jî wisa ji hevrê û fermandarên xwe fêr bûn. Em hewildidin ku layîqî vê yekê bibin. Ji bo vê ked jê re lazime. Ev yek ji rêve çûyîna min ya di nava têkoşînê de jî pîvanekî esasî ye.’’