HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Roj hene ku ti carî nayên ji bîr kirin, roj hene ku her tim di dil û mejiyê mirovan de zindî ne. Roj jî hene mirov her dixwaze wan kêliyan jiyan bike.

Hemû rêheval û dostên wî jî wisa nêzî  Amedê dilwerek dibin. Ne tê ji bîrkirin, ne jî di dile rêhevalên xwe de wenda dibe. Ew li pey xwe şopên ku nayên wenda kirin dihêle.

“Ewladekî Warê Ku Tovên Şoreşê Lê Bilind Dibe”

 Amed, li warê ku tovên şoreşê lê bilind dibe çavên xwe li jiyanê vedike, ew war warekî wisaye ku bi sedan cangoriyên azadiyê di pêxîla xwe de mezin kiriye û di oxira azadîyê de feda kiriye. Ew war bajarê qedîm yê Rojavayê Kurdîstan’ ê Hesekê’ ye. Amed li bajarê qedîm ji dayik dibe, ew di hembêza dayikek welathez de mezin dibe û wate li jiyana xwe bar dike. Bi vê hêzê gavên xwe diavêje jiyanê.

Ew di nava malbat û hawîrdorek welatparêz de zarokatîya xwe jiyan dike û digihêje salên xortaniyê. Her çiwqasî di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiyê naskiribe jî, lê her gava ku tevlî merasîmê şervanekî azadiyê dibe li hemberî neyarên xwe hîn zêdetir bi hêrs û kîn tijî dibe. Di malbata wî de ji ber ku tevlîbûna nava refên tev gera azadîyû jî hene ev bandorî û hestên şoreşê geştir û mezintir dibe.Bi ruhê xwe yê ciwan dibe şitlek ji tovên şoreşa welatê xwe.  lewra her ku şitla wî bilind dibe, hîn baştir rastiya her kesî nas dike.  Lê ya jêre dibe bingehê meşa azadiyê ku gavên xwe li gorî wê biavêje, fikir û ramanê Rêber APO ye.

Ji ber ku lehengên mezin ji bajarê wî derketîne, bi çîrokên lehengtiya milîtanên Apoyî re mezin dibe. Bi heyranbûneke mezin nêzî milîtanên tevgera azadiyê dibe. Ji bo ew jî bikarîbe bibe yek ji parêzvanên xaka welatê xwe bi hezkirin, bi meraq û bi lezek pir cuda dixwaze zû mezin bibe. muhmed 7 salan dibistan dixwîne, lê her tim lêgerînên wî ji bo tevlîbûna nava refên azadiyê, her tim pêşiya her tiştî ye. Lewra çawa temenê wî digihêje ku bikare tevlî bibe, bi hezkirin û bi dildraiyekî mezin ber bi jiyana azad ve dibeze.

 “Navê Du Kelehên Berxwedanê Li Xwe Dike”

Sala 2016’an ji bona gele Kurd û tevgera azadiyê mîna saleke berxwedaniyê tê nasîn, ango sala fedaiyan tê bi nav kirin. Lewra ciwanên ku wê salê de tevlîbûne, bi ruhê xwe yên fedaî her tim bûne sembola berxwedan û têkoşînê. Muhmed jî bi vî ruhî her dixwaze beşdarî nava refên azadîyê bibe û sekna fedaîtîyê di xwe de avabike. Bi vî ruhî di sala 2016’an de tevlî nava refên azadiyê dibe. Ew perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlabûnê li qada Garê dibine. Bi mereq û dildariyekî mezin xwe tevlî perwerdê dike. Muhmed her gava ku rastiya Rêber APO nas dike, hîn zêdetir bi fikir û ramanê wî ve tê girêdan û xwe fedayê vê dozê dike. Bi sonda ku heta dawiyê li ser şopa fikir û ramanê azad wê jiyan bike soza xwe dide û bi awayekî serkeftî perwerdeya bingehîn bi dawî dike. Muhmed bi serbilindiyekê bawernameya xwe ya jiyana azad digire, bi navê Amed Zap, dest bi meşa xwe ya şoreşgerî dike.

 Gerîla Amed piştî bi awayekî serkeftî perwerda xwe bi dawî dike li heman qadê tê vesazkirin. Ew di her gavê de gelek danehevan qezenc dike. Li vê qadê fêrî rê û rûbazên jiyana gerîla dibe, her kêliya jiyana li lutkeyên çiyayên azad mîna perwerdê digire dest. Di aliye jiyana gerîla de bi van nêzîkbûnên xwe ve tu zehmetiyan jiyan nake, bi taybet mîna gerîlayekî ciwan pêwîste bi çi mîsyonê tevlî bibe pir baş fam dike. Bi hewldana xwedî derketina li Rêbertî û xeta şehîdan misyon li xwe bar dike û beşdarbûneke bê dudilî raber dike. Ew bi sekn û morale xwe her tim bûye cihê kêfxweşiyê ji rê hevalên xwe re.

 “Berê Wî Her Tim Li Qadên Cengê Ye”

Gerîla Amed bi temenê xwe yê ciwan di gelek kar û xebatan de cih digire û ji hemû rêhevalên xwe re dibe alîkarekî mezin. Berê wî her tim li qadên cengê ye, lewra her pêşniyar dike ku ji bo derbasî qadên piratîkê bibe. Li ser esasê pêşniyarê xwe derbasî qada Heftenîn’ ê dibe. Amed bi pêşengiya xwe, bi dilnizmiya xwe û bi fedekariya xwe her tim ji rêhevalên xwe re dibe pêşeng û dibe cihê mînak girtinê.

 Gerîla Amed bi şerkeriya xwe, bi pêşengtiya xwe û bi rêhevaltiya xwe, her tim dibe ruyê rasteqîn yê rêhevaltiya Apoyî. Ji ber vê jî di sekna xwe de tawîzan nade û her tim li ser şêwazê jiyana azad û li hemberî dijmin bi pisporîyeke mezin şerkirinê lêhûrbûn ava dike. Van taymetmendîyan tene di xwe de sînordar nagre di heman deme de bi rêhevalên xwe re jî parve dike. Her hevalekî wî dixwaze li kêleka gerîla Amed di nava cenga azadîyê de cihê xwe bigire û derbên giran li dijmin û neyarên xwe bide.

Gerîla Amed, bi xweşikbûna dil û ruyê xwe dîbe sembola azadîyê û heta henaseya xwe ya dawî têdikoşe. Gerîla Amed di dîroka 12 Sibata 2025’an de li qada Heftenînê di encama êrîşên hovane yên dewleta tirk yên li ser qadê de bi rêhevalê xwe Şiyar Qermox re tevlî karwanên nemir ên Kurdistanê dibe.

Ka bînêrîn di şêrgeha welat de çi şêr mezin bûn û bi ser neyaran de wekî bahozekê herikîn. Mîrasa wan hebûna sîberojên azad e. Xwedî li wan derketin jî erkê rûmeta mirovbûnê ye.