HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Gelek ciwanên mêrxas ên ku xwe bi heqîqetê ve girê didin, xerabtir e ku bi biryardariyeke mezin ji rêya xwe bizivirin. Ji ber ku bi zanebûn ber bi azadiya xwe ve diçin.

Yên ku ber bi armancên xwe ve bimeşin dê bigihîjin lûtkeya serkeftinê. Wan mehkûmkirina kesî qebûl nekir. Her yek ji wan ji bajarên din ên Kurdistanê hatine û bi rihê hevaltiyeke xûrt hev hembêz kirine. Baweriya wan bi hev re li lûtkeya herî bilind a çiyayan e ji bo her çavekî bû ku li çiyê binêre û rastiyê bibîne. Bê dil, çav nikare rastiyên mezin bibîne. Li gorî hemû olan jiyana piştî lehiyê li çiyê dest pê kir. Ma rastiya gerdûnî bêyî çiya dikare were fêm kirin? Çiya welatê rastiya gerdûnî ye. Çiya yekane cihê ye ku tevî hemû demên tarî ronî dimîne. Agir dişewite, av paqij dibe, çiya ji nû ve çêdibe. Çiya ji dema ku Nûh ji keştiya xwe daketiye mala jiyana nû ye. Îro jî xwediyên vî welatî gerîlayên azadiyê jiyan dikin. Bi hemû hebûna xwe ve li van çiyayan xwedî derdikevin. Her yek ji wan ji bajerên cuda ya  Kurdistanê hatine û bûne rêheval û wan ji bo doza azadiya gel bi hemu şanê xwe feda kirine. Yek ji wan jî Milîtan Hakî ye, ku li ser şopê  Rêber APO ye, ku mîna navê xwe milîtan e.

‘’BER BI EVÎNA RAST VE MEŞÊ AZADIYÊ’’

Dozdarê Welat  Milîtan haqî çavên xwe li jiyana di malbateke welatparêz a li navçeya Bismil a Amedê de vekir. Amed bi asîmîlekirina nirxên welatparêziya kevnar ên gelê me û taybetmendiyên civaka siyasî yên exlaqî yên gelê kurd mezin bû. Van nirxên exlaqî û civakî c hest û ramana  yê milîtan diyar kirin û karakterê wî ava kirin.

Milîtan û malbatê Milîtan li hember dagirkeran welatparêziya xweyê şoreşgerî hertim diparastin û bi rihekê serhilder tekoşîn didan meşandin. Milîtan hin di zarokati xwede rastiya dagirkerên nazdikir. Ji ber ku dagirker di dîroka xwede hertîm zilma herê qirêş li ser kurdan pêk anitîye. Milîtan jî weke her kurdekê welatparêz parê xwe ji van êrîşê hovane girtiyê. Her ku Milîtan mezin dibu li hember rastiya civaka kurd ya bindes xwe berpisiyar didît. Kelîyên ku bi van rastiyanrê rû bi rû diman. Di hindirê xwede herzêkê mezin jiyan dikir. weke volakanekê ku tu carî ne temirê li hember dagirkeran hêrs jiyan dikir. Milîtan tucarî neheqiyê ku li ser kurdan dihat meşandin qebul ne dikir. li hember civaka kurdan xwedî berpisiyarekê giring bu. Dema kû milîtan di çû mektebê dagirkeran rastê zamanê bîyanî kû qet nizane tê. Lê ev ziman ji bo milîtan hatibu ferz kirin ku fêrbibe. Milîtan dixwest ku bi zamanê xweyê ya dayîkî kurdî baxive. Lê ev ziman hatibu qedeqe kirin, ne dixwest bibe kurdekê ku bê ziman û bê çand jiyan bike. asîmilasyon ku li ser gelê kurd dihat kirin, asîmilasyonekê polîtîk bu. Ji bo wî jî Milîtan ji bo kû dev çanda xweyê qadîm ku ji mirovahîre buye mînak bernade û dev ji dibistanê dagirkeran berdide. Riya herê rast ew bu ku milîtan xwedî li xwe çanda kevnar derket.

‘’DI NAV TEVGERÊ AZADIYÊ RASTÊ JIYAN RASTÊ’’

Di welatakê bindeste jiyan kirin û jiyanekê ku hatiye çêkirinde jiyana xwe domandin hestê mirovan ya azadiyê di kuje. Lê  ê ku li pêy azadiya xwe dikevin riya rast pêyda dikin û digehijin serkeftinê. Milîtan jî li pêy azadiya xwe keti bu. Evînek bê dawî jiyan dikir evînekê ku tucarî naqade tu ne nabe li pey keti bu. Bi lêgirina evîne haqiqetêre milîtan rastê tekoşîna tevgerê azadiyê dibe. Bi xwendina Rêber APO ve hêst û nerînê milîtan de zanbuyîn pêş dikeve. Dema ku Rêber APO were famkirin we mirov bikarbe wateya jiyan kirinê jî fambike. Jina ku Rêber afirandiye jiyanekê li ser esasê mirov xwe bike xwedî îradeyekê azad e. Milîtan jî li ser vî bîngehî xwedî  îradeya xweyî cewherî derdikeve . Ciwanên Kurd ê ku girêdayê doza azadiyêne di her kelîde li hember dagirkeran xwedî bersivê  şoreşgerîne. Milîtan jî li kolanê Amedê ji bo xwedî  Şehîdên doza azadiyê derkevê tekoşîna xweyê çalak li hember dagirkeran dide meşandin.  şerê ku kurdistanê tê meşandin û qatlîyam şahadetên tên jiyan kirin hêrsê tolhildanê di Milîtan de ava dike. Ji bo wî jî biryarê tevlîbuna xweyê di nav refên nav tevgerê azadiyê dide. Di sala 2017 milîtan berê xwe dide çiyayê kurdîstanê

‘’DI HER XABATÎDE PÊŞENGÎ JI RÊHEVALÊ XWE DIKE’’

meşê milîtan wê bibe meşekê bê dawî, wê milîtan li ser her zinarekî û lî ser her kevirekî bîranînek li pêy xwe bêle. Bi hevîyekê bê dawî û bi armancekê serkeftî ber bi qadên azad ve di nav hevalê xweyê bedew ve jiyanekê nu tê bide meşandin. Despêkê wê Milîtan perwerdeya xwe şervanê nu bibine. Perwerda despêkê ya di nav tevgerê azadiyêde, perwerdeya herê bingehîn ya ku şoreşgerêk xwe bikar be li hember zor û zahmetiyan tekoşînekê azwerî bide meşandin. Gerîlayê Ciwan Milîtan ji bo bibe Şoptarê Alî çîçek perwerda xwe baş gohdardike û xwe di milê leşkerî Birdozîde pêş dixe. Di perwerdê tişta herê zede kû balêyî dikşinê rastiya Rêber APO’ ye. Ser wî himî pêşerojekê azad ji xwere diyar dike sonda xweyê tevlî buna Rêber APO dide. Piştê ku perwerde xwe xilaz dike yekser derbasê qadên pratikê dibe. di qadên partîkîde bi hemû hêza xwe ve tevlî nav xebatan dibe. her çikas zehmetiya xwe jî hebe ji bo xwe tu carî nake astenk . Bi derbazbuna demêre gerîla milîtan fêrê jiyanê gerîla dibe. Di her xebatîde pêşengî ji rêhevalê xwere dike. di nav tevgerê azadiyêde hevaltî nirxê herê piroze. Ken, xemginî, xweşî, birçibuyîn di her kêlîde bihevre jiyan kirin girêdanbuyînekê bi nirx avadike. Milîtan jî ji bo xwedî wî nirxê ku ji alîyê rêhevalê wî Şehîd ve hatiye avakirin di parêzê û li ser himî ve bîranîna Şehîdên doza azadiyê bi wate dike . ji bo tolhildana Şehîdên ku ji bo jiyanekê azad şerkirine berê xwe dide cihê cengê Heftanîn. Heftanîn Cihê cengê ciyê berxwedaniyê û ciyê vîyan soran û bargiranan.  Naha jî şoptarê van kahramanê ku mohra xwe dîrokê xistine her cihê heftanîn berxwedaniyê destanî dihat meşan di wî berxwedanide gelek lehengên bedey li hember parastina xaka kurdistanê xwe kirin siper. Gelek ji wan navê xwe di nav berxwedaniyê de nivisand. Milîtan jî ji bo xwedî li wan berxwederan derkeve di qaden şerde dibe perazwanê doza rêhevalê xwe. Li kuderê pewîstî hebuya milîtan li wir bu. Ji bo gelekê bindest tekoşîn meşandin berpisiyarê girin pêwîsdike. Pewistî heye ku bi hemu şanê xwe ve li hember nexeqiyê kû tê kirin tekoşînekê bê hempa were kirin. Milîtan jî şoreşgerekê xwedî doza azadiyê li ser vî pîvanî li hember neyaran dibe bersiv. Xabatên ku li heftanîn dide meşandi ji boyî dibe tecribe. Edî dibe gerîlayekê jiyatî ku bikarbe li hember her tiştî xwe bi rê ve bibe û pêşengê azadiyê.

‘’BI ŞERÊ XWE Û BI ŞAHADETÊ DESTAN NIVISAND’’

 Milîtan ku bi xurtî li ser şêwaz û taktîkên serdema nû sekinî û ew bêkêmasî kir, ji bo ku beşdarî qada şer bibe, pêşniyarên domdar kir. Di encama israr û ferzkirina xwe de çû herêma Metînayê. Şervanên ku nîşaneya rê ne, ew evîndarê azadiyê bi kesayetiyek milîtan in ku bi bawerî û gavên bawer  ber bi çiyayên Metina ve diçe. Şerker Gerîla bi mêşê xwe ve  destanan dinivîse, di her gavê de sond dixwe. Ew ê li van axan weke pekrewanekî  şer bike. Milîtanê gerîla dê hewl bide ku bi zefera destpêkek nû re dîroka dîmenên şer çêbike da ku xewnên neqediyayî pêk bîne.

Milîtan ku bi dil û can ji şehîdan re dilsoz bû, ji bo tola xizmên xwe yên nêzîk Mahir û hevalên xwe yên milîtan û gelek şehîdên ku li kêleka wan gihiştine şehadetên, li Metînayê tevlî berxwedana dîrokî bû. Di salên 2023 û 2024an de, bi êrîşên dijmin ên li Metînayê re, bi îradeya APO î re şer kir û beşdarî gelek çalakiyan bû, rolek dîrokî lîst.  Milîtan ku xwe pêş xist, hezkirin û hurmeta hevalên xwe bi dest xist û xwedî zîrekiya pratîkî ya bilind bû, di berxwedanê de berpirsyariya xwe girt ser xwe. Di ragihandina berpirsiyariya ragihandinê de bi ser ket ku rastiya şer û berxwedana dîrokî ya hevalên xwe derbasî fermandariya xwe ya jorîn û yekîneyên me yên çapemeniyê bike. Tevî hemû astengiyên dijmin, gerîllaya azadiya Kurdistanê ji bo ku rastiyên berxwedana dîrokî ya li hemberî gelê me û hemû gel rabigire gelek xebitiye. Dema ku   milîtan li herêma Şehîd Sabrî ya herêma berxwedanê ya Bêşîl a li herêma Metînayê wezîfedar bû, di encama êrîşa dijmin a ku di 4ê Tebaxa 2024an de pêk hat, Şehîd bû. weke fedîkê APO’yî , sembola wêrekiyê, rêhevaltî û meşa qehremanî ji serî heta binî, Milîtan ku navê meşa wî ya qehreman bû, bi rastî dizanibû ku çawa bijî û îspat kir ku ew milîtan e ku di dîroka me ya têkoşîna bi xwe re navê xwe nivîsandiye.

Yên ku dîrokê dinivîsin cihê xwe ji dilê mirovahiyê re hiştine. Gerilayê azadiyê bi evînê xwe bi azadiyêre ji tevahî ciwanên Kurdre bune mînak Lehengên şehîd ên ku hêviya pêşerojê ne, evîna azadiyê wekî mîrasek ji bo pêşerojê hiştine.  , Milîtan jî bi xwe ber bi rastiyê ve bir. Hezkirina milîtan a ji bo azadiyê dê her tim ji ziman heta ziman belav bibe. Wekî efsaneyek ku nehatine pêşkêş kirin, mînaka leşkerî ji bo pêşerojê