Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Roja 26'ê Hezîrana 2017'an, li nêzî gundê Sesmala yê herêma Akdag a Amedê, bi desteka balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra û balafirên keşfê, artêşa Tirk dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê êrîşê de ku bi teknîkeke giran hate kirin, 11 hevrêyên me yên bi fermandariya fermandar Aşût (Şabahattîn Çolak) bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Hevrêyê me şehîd Aşût hevrêyekî dilnizm bû ku salên dûr û dirêj li Bakurê Kurdistanê wezîfe kir û li ber hemû zor û zehmetiyan rabû. Hevrêyê me Aşût, ku di nava her şert û mercî de bû sembola durustî, fedakarî, dilsozî û samimiyetê, berpirsyariyên ketin ser milê xwe bi cih anî û di nava têkoşîna me ya azadiyê de gelekî hewl da. Fermandar Aşût ku di nava ji jiyanê de her dilnizm û hevrê bû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkariyê li her cihî jiyana rêxistinî hûnand. Her tim hewl da ji derdora xwe re qala têkoşînê bike û bide fêhmkirin.
Hevrê Arjîn, di têkoşîna xwe ya demdirêj a nava refên azadiyê de, hevrêyên xwe yên jin hîn kir ku bi şer mirov azad dibin û bû yek ji pêşengên vê jiyanê.
Hevrê Aşût û Arjîn, bi koma xwe ya li dijî teknolojiya giran a artêşa TC a faşîst heta dawiyê şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Ev her 11 hevrêyên me ji rastiya Rêbertî şaş nebûn û timî ber bi serketinê ve meşiyan. Di şexsê hevrê Şehîd Aşût û Arjîn de em her 11 hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan bi cih bînin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
![]() |
Nasnav: Alaaddîn Tîrêj Nav paşnav: Serhat Bayram Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Aysel-Salih Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017/Amed |
Alaaddin – Serhat Bayram
![]() |
Nasnav: Arjîn Amed Nav paşnav: Şukran Turk Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Laîka-Cemal Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
Arjin – Şükran Türk
![]() ![]() ![]() |
Nasnav: Aşût Star Nav paşnav: Şahabettîn Çotak Cihê jidayikbûnê: Êlih Dayik-Bav: Kezban-Bakî Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
Aşut – Şahabettin Çotak
![]() |
Nasnav: Çiyager Peyman Nav paşnav: Mehmet Salîh Yaşar Cihê jidayikbûnê: Êlih Dayik-Bav: Rahîme-Mûstafa Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
Çiyager – Mehmet Salih Yaşar
![]() |
Nasnav: Erdal Tolhildan Nav paşnav: Ahmet Sîder Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Halîme-Tahîr Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
Erdal – Ahmet Sider
![]() |
Nasnav: Fedakar Amed Nav paşnav: Şaban Çîftçîoglû Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Fevziye Mûstafa Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
Fedakar – Şaban Çiftçioğlu
![]() |
Nasnav: Hakî Bîtlîs Nav paşnav: Mûstafa Yalçinkaya Cihê jidayikbûnê: Bedlîs Dayik-Bav: Mensûde-Medenî Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
Haki – Mustafa Yalçınkaya
![]() |
Nasnav: Jînda Adar Nav paşnav: Makbûle Gîzlemîş Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Perîhan-Seyîthan Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
Jinda – Makbule Gizlemiş
![]() |
Nasnav: Koçer Peyman Nav paşnav: Mehmet Nûrî Ozçelîk Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Kezban-Medenî Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
Koçer – Mehmet Nuri Özçelik
![]() |
Nasnav: Şoreşger Amed Nav paşnav: Genco Aslan Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Hanîfe-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
Şoreşger – Genco Aslan
![]() |
Nasnav: Xecê Şahrûd Nav paşnav: Esra Ozcan Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Sevîm-Mehmet Nesîm Dem û cihê şehadetê: 26'ê Hezîrana 2017 / Amed |
7'ê İlonê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê