HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Girêka sê aliyên welatê min

Li ser sê deryayan bilind dibe

Ronahiya wê, sûra wê

Serê ku sê pelçiq tê de kom dibin

Kirasê ku sê zarok pê ve digirin

Çiyayê qedîm ê efsaneyan û ayetan

Lawıke xeribin ku ji bo wê canê xwe dan

Perestgeha kerametê

Tilsima lêgeriyayî ya jiyana ku pîroziya xwe winda kiriye

Dema agirê şerê welatekî pê diket

Rûyên ber bi te ve zivirîn

Yên herî bilind ên welatê min ber bi te ve meşiyan

Keç û kurên herî xweşik ên welatê min

Çek li xwe kirine

Da ku dijmin hilweşînin

Pişta xwe dane koletiyê

Gava tu bûyî perestgeha azadiyê

Bi diya çav bi rondik ve xatir xwestine

Gava tu jiyanê dizayînî

Tu heval neecibandine, dema ya rastîn li ba te bû

Di wê gavê de ku min ling avêt ser te

Min zanî ku her nefesa te diguherîne û dide

Hem evîn dibe hem jî bawerî

Min bi rûyê te dît

Heval tiştekî din e

Rê tiştekî din e

Jiyan jî tiştekî din e

Dema min destên ku te di nav destan de digirtin, di nav destên xwe de girtin

Hevalê têkoşînê jî bi tevahî cuda ye

Û Cudî, ew

Piştî hev ji te hez kirin

Ez jî hem ji te

Hem jî ji yên ku ji te hez kirin hez kirim…

Ji helbesta Mehmet heval, Apociyekî ku xwe bi fikir û felsefeya Rêbertiyê re yek kir û xwe avêt nav jiyanê, her dem bi rawesta fedayî û ruhê xwe ji hevalên xwe re mînak bû, 16 salan têkoşîneke bêeman meşand; helbesta ku li qada Cudî, cihê ku pratîka xwe ya yekem kir û li dijmin derbên giran xist, nivîsand û girêdana xwe û evîna xwe ya ji dil ji bo Cudî tê de nîşan da…