Evin Arslan li Colemêrgê di malbateke welatparêz û bi kokên xwe ve girêdayî de çavên xwe li dinyayê vedike.
Ji ber ku Evin di hawîrdorekê de mezin dibe ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd û beşdarbûnên gerîlayê hebûn, ew hîn di temenê biçûk de bi guhdarkirina destanên şehîdên qehreman û gerîlayên ku li dijî zilmê serî hildan û bi rûmeta xwe berxwedan mezin dibe. Evin, ku bi van destanan û bi nasîna şehîdên qehreman mezin dibe, di temenekî ciwan de xwedî hişmendiyeke kûr a Kurdî dibe.
Her çiqas Evin biçûye dibistanên koloniyal ên dewletê jî, qet ji nirxên ku rast dizane dest bernade. Bi hişmendî û berpirsiyariya ku nasnameya Kurdî daye wê, her dem xwe li hemberî yên derdora xwe berpirs dibîne. Evin, ku her dem bi awayekî lêpirsîner nêzî qaîdeyên ku civaka di bin bandora sîstemê de mayî û dewletê afirandine dibe, dikeve lêgerîna dîtina rêyên çareseriyê. Di encama van lêgerînan de Evin PKK'ê ji nêz ve nas dike û ji êrîş û polîtîkayên ku dijmin li ser gelê Kurd pêş xistiye haydar dibe. Bi hişmendiya ku divê li dijî van êrîşan têbikoşe, xwe li ser rastiya têkoşînê kûr dike. Evin, ku her dem li cihê ku lê ye van êrîş û polîtîkayan tîne ziman, sala 2013'an bi tevlîbûna nava refên PKK'ê nîşan dide ku rê, rêbaz û navnîşana vê yekê li ku ye.
Dema Evin tevlî refên Azadiya Kurdistanê dibe, çek û navê metîya xwe ya ku sala 2011'an li Geliye Teyarê şehîd ketibû hildigire. Ji bo vê yekê, bi navê Nûda Sümbül, wekî peyrewê xewn û hesretên nîvco mayî, ala tolhildanê ya ku ji şehîdan girtiye heta bêhna xwe ya dawî di destê xwe de digire. Piştî tevlîbûna Tevgera Azadiyê, Nûda ku hewl dide felsefeya Rêber Apo ji nêz ve fêm bike û pêk bîne, bi rawesta xwe ya di jiyanê de xebata bûna milîtaneke mînak nîşan dide. Di têkiliyên hevaltî yên ku ji nirxên herî bingehîn ên gerîlayê ne de bi evîn û girêdaneke mezin bandorê li hevalên li kêleka xwe jî dike. Nûda, ku gotina Rêber Apo ya yekîtiya fikir, gotin û çalakiyê di xebatên xwe de bingeh digire, di jiyanê de rawesta milîtan a mînak nîşan dide. Ji bo vê yekê, li qadên Zagros û Zapê yên ku lê maye jî li dijî hemû astengiyên li pêşiya xwe têdikoşe, di jiyanê de diçe ser van astengiyan û encamên girîng bi dest dixe.
Rêwîtiya Botanê
Gerîla Nûda xewna têkoşînê li Botanê, ku xewna her gerîlayê azadiyê ye, li dijî hêzên qirkirinê dibîne. Armanca Nûda ya çûna qada Botanê ew e ku îdeolojiya Rêber Apo ya li ser bingehê azadiya jinê bike jiyanî. Ji bo vê yekê derbasî qada Botanê ya ku xewna wê dibîne dibe. Gerîla Nûda li her qada Botanê ku lê dimîne, ji bo erkên milîtaniyê yên li ser milê wê û ji bo armanca welatê azad û Rêbertiya azad a ku xewna şehîdan e, rawesteke biryardar nîşan dide. Ji bo vê yekê li dijî astengiyên ku di jiyanê de li pêşiya wê derdikevin têkoşîneke xurt dimeşîne û bi vê rawestê ji hevalên xwe re mînak dibe. Nûda bi saya girêdana qetnenebûyî ya ku bi gelê Botanê û erdê Botanê re ava dike, bi kûrahiya zêdetir nêzî nirxên têkoşînê dibe. Afirînerî û keda ku wê di rêya bûna Gerîlayê Modernîteya Demokratîk de nîşan daye, ji hevalên wê re dibe çavkaniya îlhama.
Li Herekolê Navê Jiyana Azad
Gerîla Nûda, ku Rêbertiya azad û welatê azad wekî yekbûn dibîne, çawa ku di jiyanê de rawesta milîtan a pêşeng nîşan daye, di çarçoveya Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo de jî ji aliyê leşkerî ve di şêwaz û taktîka şerê serdema nû de xwe kûr dike. Gerîla Nûda, keçek Kurdistanê ya ku dilê wê ji bo azadiyê lêdida, di 18'ê Îlona 2021'an de li qada Navser a girêdayî Herekolê di êrîşên dewleta T.C. de bi hevalên Kemal û Garzan re digihîje şahadetê.
Gerîla Nûda, ji bo ku li hemberî êrîşên ku dijmin bi bikaranîna hemû derfetên di destê xwe de li dijî gelê Kurd û şervanên azadiyê pêş dixe bersiveke şoreşgerî bide, dibe peyrewê soza ku daye şehîdan. Nûda bi vê rawest û biryardariyê û bi hevaltiya mînak a ku li Herekolê nîşan daye, navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşîna azadiyê de dinivîse û tevlî karwanê şehîdan dibe.
