Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 16'ê Tebaxê saet di 10:00 de li qada Çarçela ya herêma Zagrosê li dijî helîkopterên Skorsky ên artêşa TC a dagirker ên ji Girê Çarçelê vedigeriyan çalakî kirin. Derbên giran li helîkoptereke Skorsky hate xistin a ku ji herêmê rabû û li gorî agahiyên hatin bidestxistin, helîkoptera ku derba giran xwar nekarî zêde dûr bikeve û kete xwarê.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Artêşa TC a dagirker ev demek bû li navçeya Berwarî ya Sêrtê li qada Kato Hêşetê bi tîmên taybet kemîn datanî. Hêzên me ev yekîneya dijmin xistin bin kontrolê û liv û tevgera dijmin demekê şopandin. 12'ê Tebaxê saet di 22:00 de hêzên me li qadeke navbera Berwarî û Hêşetê, li dijî wesayita ku yekîneya dijmin tê de bû çalakiya sabotajê kirin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Em salvegera 36’an a Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxa 1984’an, Cejna Vejînê di serî de li mîmarê vê vejînê Rêber Apo, li gelê me, li dostên gelê me, li mirovahiya pêşverû û li hemû hevrêyan pîroz dikin. Em di şexsê Fermandar Egîd (Mahsûm Kormaz) de hemû şehîdên me yên leheng bi hurmet û minet bi bîr tînin ku di vê pêvajoya berxwedanê de bi fedakariyên mezin û berdêlan, kirin ku gelê me îro li herêmê bibe yek ji aktorê sereke, em sond dixun ku bîranînên şehîdên me, alaya vejînê ku me ji wan dewr girtiye, heta bi rizgariya gelê me hilgirin û wiha bidin jiyîn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 3’yê Tebaxê artêşa TC’ê a dagirker li devera Nênikan a Dersimê dest bi operasyonekê kiriye. Artêşa TC’ê ya di şeva heman rojê de bi balafirên şer dever bombe kirin, bi helîkopterên Skorsky jî leşker danî deverê. 4’ê Tebaxê di saetên nîvroyê de operasyona ku dom dikir, bê ku encamek bigire vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Me di daxuyaniya xwe ya di 12’ê Tebaxê de diyar kiribû ku di 11’ê Tebaxêd e rêhevalê me Agît Garzan ê ku di Fermandariya Eyaleta Xakurkê de cih digire û bi rayedarên hikumeta Iraqê hevdîtin dikir, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ku hêzên Iraqê kiribû hedef, şehîd bûye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di daxuayaniya xwe de ya 23'yê Hezîranê me ragihandibû 8'ê Hezîranê artêşa TC'ê ya dagirker li navçeya Aricakê ya Xarpêtê operasyonek day destpêkirin û 9'ê Hezîranê di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şerekî giran derketiye ;û hevrêyên me Devran û Firaz şehîd bûne.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 11’ê Tebaxê hêzên hikûmeta Iraqê û li gel hêzên me yên li herêmê li ser êrîşên dewleta TC’ê ya li herêmê û ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtinek pêk anîn. Piştî vê civînê hema bi şûnde artêşa TC’ê devera hevdîtinê bombe kir. Tevî ku ala fermî ya Iraqê li ser wesayîtê jî hebûn dewleta TC’ê ev wesayît bi zanebûn kir hedef.
- Ayrıntılar