ji çapemenî û raya giştî re!
Li hemberî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê êrîşên artêşa Tirk ên bi obus, hawan û tankan dewam dikin. Her wiha tevgera balafirên şer û kefşê jî didome.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 15'ê Kanûnê de saet di 15:00 de, li herêma di navbera gundên Keya û Karavan ên Amed û Farqînê de, hêzên gerîlayên me
- Ayrıntılar
Jİ BO BIRANINA HEVAL SARYA
Sal 2003 bû. Ez li qada Xakurkê, di taburekê de bûm. Dora çûndina tepe hatibû yekîneyên hevalên jin, ji bo wê jî em ê bi tîmekê çûbûna tepe. Di plansaziya taburê de pir kar dihate meşandin. Lê, dixwazim rojek ji rojên çûndina me ya tepe bibîrbînim. Di hundirê sê rojan de bûyerên ku li tepe qewimiye dixwazim bi were parve bikim.
Tabur hêjmara xwe pir bû. Ji ber vê çendê dora tepe di wextekî pir dereng de dihate me. Tabura me ji dû yekîneyan pêkdihat, yekîneyek hevalên jin û yekîneyeke hevalên xort. Ji bo vê jî, hem hevalên xort diçûn wî tepî û hem jî hevalên jin.
Demsal berbi payîzê diçû. Pelçimên daran xwe li ba dikirin û bi zerbûnê re yeko yeko diweşiyan li ser şîverê yên di himêza daristanan de. Demsaleke pir reng bû. Dar, pelçim û kulîlkên wê rengo reng bûn. Ne di destê mirovan debû ku mirov evîndarê wê werzê (mevsim) nebana. Yek jê di wê werzê de ku li cihekê pel di weşiyan, lê hinek ciha jî bi mîsogerî şilî hebû. Bi taybet jî di cihên bilind de lepên berfê, yan jî gijlokên hûr yên baranê lê dikir. Ev jî rengeke cuda ye di vê werzê de. Di nava bedewiyekê bi vî rengî em ê biçûna tepe.
Li ser hîmê çûndina me ya tepe, me hemû amedekariyên xwe kir. Ji bo komekî hevalan çi pêwîst bû, me amede kir. Em ê sê rojan li tepe bimana û pişt re daketana.
Em ber bi tepe birê ketin. Hemû hevalên tîmê yên ku bi hatana tepe, pir keyfxweş bibûn. Coşekî gelek mezin di dilê wan de hildiavêt. Ji ber roj bi çi rengî hildihat û bi çi rengî diçû ava pir xweş dihat dîtin. Lê çi dîmenekî qeşeng bû. Ew dîmenê ku derdiket holê jî, hêjayî dîtinê bû. Bi wî dîmenî, mirov wer xwe hîs dikir ku şahidiyê ji bedewiya xwezayê re dike. Xweza xwedî dîmenekê pir bedew bû.
Hinek hevalên pênûsa xwe bi hêz û ji xwezayê sirûşt digirtin, di nava tîma me de hebûn. Bi hemû bedewiya dilê xwe dixwestin ku vê bedewiyê xêz bikin di rûpelên dîrokê de. Hestên wan gelek kûr û bihêz bûn. Bê guman, ev cihên bilind jî sirûştekî mezin ji hibra pênûsê re dida. Ev jî hestên pênûsê bihêztir dikir.
Em şeş heval bûn. Yek ji wan jî hevala Sarya bû. Hevala Sarya ji cihên bilind pir hesdikir. Yek ji hevalên ku pênûsa xwe bi hêz, hevala Sarya bû. Bê navber li ser derketin û avabûna rojê dinivîsî. Rojaneyên xwe her roj digirt. Ji bo ku rengên bedew li rojaneyên xwe zêde bike, di nava xêz kirina jiyana rêheval û gerîllatiya xwe de, di hem wext de cih ji gelek bedewiyên xwezayê re jî dida. Lê hal ew e ku dema digihişt cihên bilind jî, ev sirûşt hîn mezintir û bi watetir dibû. Ji ber vê çendê, di rêde lezeke wê ya mezin hebû ku xwe bigihîne lûtkeyên bilind.
Berê wê bi demekê, hevala Sarya li nexweşxanê perwerdeya tendirustiyê dibîne û pişt re hatina wê ya taburê çêdibe. Demekê ji jiyana taburê dûrketibû. Pir dixwest di jiyana xwe ya gerîllatiyê de li cihên bilind bigere û hemû bêrî kirina xwe ji wan ciha re bîne ziman.
Mejiyê wê di nava pirsan de, te di got qey asê maye. Bêyî navber ji bo her cihekê nas bike, leza firîna perperîka ku xwe diavêje ronahiyê dida nîşandan û bi qasî ji dilê wê dihat pirs dikir. Pirsên mîna, ‘‘ev tepe çiqasî bilind e, em ê di çend saetan de bigihinê, hilkişandina wê rihete an jî zor e??...’’ dikir. Tepê ku em diçûnê, ne tepeyekî pir bilind bû. Di saetek û nîv de mirov dikarîbû xwe bigihîne tepe.
Em bi hemû westandin û coşa xwe re gihiştin tepe. Piştî ku me henaseyekê kûr ji vê bedewiya xwezayê kişand, êdî saetên êvarî jî nêz dibû. Roj wê edî xatir ji cîhanê bixwestaya dor bidana tarîtiyê. Êdî kêliyên tarîtiyê zûde ketibûn li ser rûyê cîhanê. Lê weke her car stêrk bi biriqîna xwe diçirûsîn.
Wê rojê berf pir kêm bariya. Lê, di tepe de berf hebû. Berfa li serê tepe jî, bi bayekê hênik sir û seqemê bi xwe re diherikand. Ji ber wê jî, wê şevê em di mangeyên xwe de rûniştibûn. Lê ji ber sedemê berfa yekem ya zivistana 2003’an bû me didît, em pir keyfxweş bûn. Herî zêde jî hevala Sarya keyfxweş bibû. Ji ber hevala Sarya, wê vê rojê bi wêjeya dengê bedewiya xwezayê binivîsanda.
Hevala Sarya bi vê kelecana xwe rabû û li derdora tepe gerî. Di gera xwe ya li derdora tepe de hinek pincar dibîne û kom dike. Bi vê kelecanê hevala Sarya ket hundir û got; ‘‘roja me ya yekê ye em li tepe, em bi pincar xwarinê dest bi meşa xwe ya li tepe bikin ku ez vê rojê jî li gel barîna berfê di rojnivîsa xwe de binivîsim..’’
Ji derveyî xwezayê jî hevala Sarya gelekî pirs dikirin, ‘‘dema ku dijmin were em ê li kuderê bi cih bibin, kozikên ku em têde xwe biparêzin wê kîjana bin??..’’
Qada Xakurkê di sêguşeyekê deye. Milek yê wê dikeve Iraq ê, milek dikeve Îran ê û milê din jî dikeve Tirkiyê. Em jî di vê sêguşeyê de bicih bibûn. Ji aliyê kîjan hêzan de êrîşekê pêkbihata, me yê jî li gorî wê pozîsyona xwe ya pevçûnê bigirta.
Hevala Sarya jî digot, ‘‘ger amedekariyên me hebe, em ji niha de li sengerekê BKC û li yekê jî çeka Qernasê daynin..’’
Em hemû hevalên tîmê nûbûn. Ji bo fêrbûna bersiva van pirsan jî, fermandarê me çi bigotaya ew bû. Em ê ji wê fêrî bersiva van pirsan bibûna. Li ser gelek mijarên bi vî rengî hevpeyvîn û sohbetên me li gel hev çêdibûn. Lê li himberî bûyerên ku ji aliyê xwezayê de derbikevin, em ê bi çi rengî bergira xwe bigrin di hişê yek ji me de jî derbaz nedibû. Ji bo wê jî, dema mirov li himberî serweriya xwezayê tê, mirov bi bûyerên xwezayî re rû bi rû dimîne, bê çare dibe, yan jî çi bêjim, mirov matmayî dimîne. Bûyera ku li wî tepî jî derket, bûyerekê ku qet di bala mirovan de derbaz nedibû û heta ku mirov jê bawer nedikir jî. Ji ber me hîn ne dizanî em xwe li himberî bûyerên xwezayî biparêzin.
Hevala Sarya got; ‘‘ez ê herim tepe û tepe di venêrînekê de derbaz bikim.’’.
Li ser hîmê vê hevokê ji fermandara tîma me re pêşniyar dike ku her tepe. Piştî ku ev pêşniyar ji aliyê fermandara me de hate pejirandin got; ‘‘temam serê sibê yek jê hevala Sarya û hevaleke din bila bi hevre biçin hem derdor kifş bikin û hem jî weke dewriye bigerin di tepe de..’’
Min jî xwe pêşniyar kir ku ez bi hevala Sarya re herim. Ez û hevala Sarya di saetên di berbanga sibehê de me dûrbîna xwe girt ûem birêketin. Yekoyek senger me di venêrînê re derbaz kir û li her cihê tepe geriyan.
Lê ji ber sedemê cara yekemîn bû em dihatin wî tepî, me zêde tepe nas nedikir û em pê şareze nebibûn. Ez û hevala Sarya, her yek ji me em çûn sengerekê cuda. Min ji hevala Sarya re got; ‘‘dema ku te derdor di venêrînê de derbaz kir deng bike, em bi hevre dakevin…’’ Wê jî bersivand ‘‘temam heval.’’
Du şîverê diçû sengerê. Ez û hevala Sarya her yek ji me di aliyek cuda de çû sengerê. Tepe hemû zinar û latên asê bû û yek jî xwezaya xwe pir hişk bû. Hevalan jî di cihekê bi vî rengî de du şîverê vekiribûn. Ji ber sedemê lêkirina berf û baranê, hemû teht şil û şemitok bibûn. Ger mirov bi baldarî li ser neçûya, ew gengaz bû ku di latê de werbibûna. Tepe xwedî zehmetiyekî wiha bû.
Pêwîst dikir ku em bi hevre gihiştibana sengerê. Lê hevala Sarya di pêşiya min de gihiştibû. Min serê xwe rakir û min xwest li hevala Sarya bimeyzînim. Lê min çiqasî hewl da min hevala Sarya di sengerê de nedidît. Ji bo wê jî min gazî kir. Hevala Sarya piştî ku bersiv da min dizanîbû ku hevala Sarya bi têkûz gihiştiye sengerê û rûniştiye.
Min jêre got, ‘‘mane diviya bû tu li benda min bisekiniya û em bi hevre çûbana sengerê.’’ Hevala Sarya jî bersiva min da û got; ‘‘ji ber min dixwest ez derketina rojê bibînim, ez li benda te nesekinîm.’’
Cîhan ewr bû, lê roj car bi caran dikarîbû di nava ewran de serê xwe rabike. Ev jî ji bo hevala Sarya îlhamekê cuda dida. Min jî jêre got; ‘‘hevala Sarya îro roj xweş derneket, lê sibe dibe ku roj xweştir derbikeve’’. Wê jî got; ‘‘ez di wê baweriyê deme ku wê baran lê bike..’’
Hîn em bi vî rengî diaxivîn, hêdî hêdî ewrên reş kombûn û baranê lêkir. Hevala Sarya jî got, ‘‘em hinekê din li derdor binêrin û pişt re herin.’’ Min jî got; ‘‘temam, berê ku lêkirina baranê zêde bibe em herin..’’ Min jî got, ‘‘cihê ku tu lêyî hemû latên asê ne, dema ku tu daketî bi baldarî dakeve.’’ Wê jî heman hişyariyê li min kir. Di navbera me latekê asê hebû. Min jî jêre got, ‘‘tu hêdî hêdî dabikeve ez ê piştî te dabikevim…’’
Dema min hewlda ku ez li hevala Sarya meyze bikim ka bê daket an na, min dît ku dengekê weke dengê guleya Qernasê hat guhê min. Laşê min hemû tevizî û ez di cihê xwe de veciniqîm. Weke ku elektirîk min bigre, ez di cihê xwe de hejiyam. Min li himberî xwe meyze kir, min dît ku hevala Sarya qulipî aliyê din yê latê.
Dibêjin ya, rewşekî ku çavê min lê zîq bû. Ji ber min nedizanî çi bûyer qewimî? Min digot, gelo Qernas teqiya? Ji derveyî vî dengî ti dengên cuda nedihate bala min. Ji ber berê wî qet dengê bruskan tine bû. Lê hal ew bû ku, ew dengê bruskê bû. Ew bruska yekê bû. Lê ji vê bûyerê ez ecêbmayî mam, çawa dibe ku bruska yekê bedena hevala Sarya îsabet bike. Min nedixwest ku tiştekê bi vî rengî ne di hişê xwe de û ne jî di ber çavên xwe re derbaz bikim. Tesadufekê bi vî rengî mirovan diêşîne, ne gengaze ku di yek carê de pêkbê.
Ku ez hîn li ser hevala Sarya difikirîm, ew ji zûde li pêş çavê min ketibû erdê. Ez di cihê xwe hişk mabûm, li himberî vê bûyerê bêçarebûm û min nedizanî bi çi rengî tevbigerim. Min pir qîr kir, lê ji ber ku heval di hundir de bûn, dengê min nedibihîstin. Min jî biryar da ku ez guleyekê biteqînim ku heval bi rewşê agahdar bibin.
Bûyerekê cara yekê li pêşiya min çêdibû, ji ber wê jî dest û lingê min li nav hevketibûn, hatibûn girêdan. Ji bo ku em xwe biparêzin me geleke bergirên xwe girtibûn û lêhûrbûnên li ser gelek plansaziyan hebûn. Lê belê, em bi qewimîna bûyerên xwezayî yên bêyî vîna me pêktên, qet nefikirîbûn.
Min gule teqand, heval derketin. Pirs kirin ka bê çibûye? Hemû heval hatin û min ji wana re got; ‘‘hevala Sarya ketiye…’’ Wana jî digot, dibe ku li ser hişê xwe çûbe.
Min jî got, ‘‘lez bikin xwe bigihînin hevala Sarya!!..’’ Hevalên tîmê pirs dikin ka bê çi li hevala Sarya hatiye, lê zimanê min nagre ku ji wana re bibêjim. Dema ku heval diçin li ser hevala Sarya, dibînin ku di aliyê din yê latê de hevala Sarya li erdê ye. Fermandara me got, em herin heval rakin û bi wî rengî agahî bidin hevalên taburê.
Hevala Sarya ji serê xwe darbeyekî giran xwaribû. Canê wê perçe perçe bibû. Hevalan hevala Sarya ji cihê latê derxistin. Lê, ji ber darbeyekê giran xwaribû, bi ruxmê hemû mudexeleyan jî nekarîn rizgar bikin. Heya ku hevalên taburê gihiştin gel me, hevala Sarya çavê xwe li xeweke giran girtibû û êdî berê xwe dabû cîhana nemiran.
Belê ew kêlî, ew kêliya ku heyam lê sekinîn, demsala payîzê di bedewiya xwe de ruxî. Belê, êdî ew kêliyên hest û giyanê me berbi kareseta bablîsokan de dibir bû. Hîn ji zûde destpê kiribû kêliya ku çav di çerçoveya zîqbûnê de eliqî mabû û dîmenên bedew di xêz kirina lênûskê de. Wê kêliya ku hemû qeyd û bendên me lê bistîn, weke ku tufaneke sar bi ser canê min de were.
Lê ev jî heye, her veqetîn nîşaneya hevdîtineke dine. Bendewar be bi vê hevdîtinê rêheval Sarya. Ji ber hun naçin û nemirin. Di rayên dilê me de hun bicih bûne. Me di dilê xwe de cih ji were daye. Ji lewra soza min wê pêkanîna xeyalên we û meş li ser hîmê doza serkeftina gelê Kurd be.
Hemrîn EFRÎN
- Ayrıntılar
Ne tenê li Başîka, li nava Mûsilê bi xwe jî leşkerên Tirk hene. Tirkiye dibêje 'Em ji bo perwerdekirina pêşmergeyan çûn'. Rêveberiya PDK jî dibêje 'Ew Ereban perwerde dike'. Di rastiyê de ev hêz çi dike û kê perwerde dike? Ji sedî kes perwerde û rêxistinbûyînekê dike, lê li ser navê çi dike? Tirkiye rastiyan berevajî nîşan dide. Tirkiye pêşmergeyan perwerde nake, hewl dide hêzeke nû ya Sûnî-Ereb perwerde bike.
Daış'eke Nû Ava Dıkın
Wê DAIŞ'ê tine bikin. Ji ber ku pêşerojeke DAIŞ'ê nîne, li Iraqê bi taybetî jî li bakurê Bexdayê desthilatdariyeke sûnî ava bikin. Ev herêm niha di destê DAIŞ'ê de ye. Ji ber ku tê zanîn ti kes DAIŞ'ê qebûl nake û wê DAIŞ ji holê bê rakirin, Siûdî, Qatar û Tirkiye li şûna DAIŞ'ê rêxistineke nû amade dikin. Perwerde û rêxistinbûyîna vê dikin. Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî ev yek kiriye. Li Cerablûs, derdora Helebê rêxistinbûyînek mîna vê ava kiriye. Li hin cihan endamên DAIŞ'ê tevlî El Nûsra kirin. Berê jî beşek ji El Nûsra bûbû DAIŞ. Dixwazin vê yekê li Iraqê jî bikin. Yanî dixwaze hebûna Şîa ya li bakurê Bexdayê bi temamî tine bike, herêmê bike Sûnî û desthilatdariyeke nû ya Sûnî amade bikin.
Bıratıya Hezar Salî Vedıguhere Sefseteyê!
Berê rûyê AKP'ê bi maske bû û rastiya xwe vedişart. Bûyer û qewimînên çend salên dawî kir ku maskeya AKP'ê bikeve. Rûyê rast ê AKP'ê derket holê û êdî komkujiyan dike. Her wiha dibêje ew ê heta dawiyê jî bike. Dibêje, 'Eger hûn hezar carî serê xwe rakin, em ê hezar carî bieciqînin'. Kî wê hezar carî serî rake? Mebesta wan her hal ne tenê PKK an jî gerîlayên li serê çiyê ye. Mebesta wan civak temamî ye û dibêje 'em ê we bieciqînin'. Qirkirina çandî dike û radibe dibêje 'PKK dike'. Bi namerdî rabûn Mizgefta Kûrşûnlû şewitandin û dûre gotin 'PKK'ê şewitand'. Dor li taxan digire û bi tank û topan dişewitîne, hildiweşîne û paşê radibe dibêje 'PKK dibe zemîn'. Ya ku di salên 90'î de çeteya Çîller-Agar-Guneş li çiyê dikirin, niha çeteya AKP'ê li bajaran û taxan dike.
Li ser dîwarên Farqînê nivîsandin; 'eger tu Tirk be pê serbilind be, eger tu ne Tirk be serî bitewîne!' Armanca wan ev e û li ser vê bingehî hovîtiyê dikin. Li Bakurê Kurdistanê terora dewleta faşîst, terora AKP'ê dimeşînin. Ev êdî ji qirkirina çandî wêdetir vediguhere qirkirina fîzîkî Tehcîr û komkujiyê dikin.
Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê bi awayekî vekirî dibêje, 'eger hûn hezar carî serî rakin, em ê hezar carî bieciqînin' Ez jî dikarim vê bêjim: Tu hezar carî hewl bide bieciqîne, ev gel heta ku te bişîne cihê berî hezar salî tu jê hatî, wê li ber xwe bide! Pêwîste Tayyîp Erdogan jî, yên Tirkiyeyê bi rêve dibin jî baş bi vê zanibin. Vîna Kurdan a serxistina vê yekê heye.
Gotina 'biratiya hezar salî' êdî veguheriye sefseteyê. Biratiya çi? Ez ji her kesên li Tirkiyeyê dijîn dipirsim: Kanî biratiya Kurd-Tirkan! Mêrik radibe bi awayekî vekirî dibêje 'ez ê hezar carî we bitepisînim'. Li hemberî vê yekê deng ji kesî dernakeve.
PKK, dewam û encama berxwedana li dijî komkujiyên ji aliyê Osmanî û TC ve hatin kirin, e. Yên xwedî li wan derketin, bila xwedî li vê jî derkevin. Yên ji xwe re dibêje Kurd im û xwedî rûmeta Kurdîtiyê me, girîng e xwedî li berxwedanê derkevin û tevlî berxwedanê bibin. Kî kujeran biparêze, ti eleqeya wan bi Kurdîtiyê nîne û ew dijminê Kurdan e. Li hemberî van jî divê bi her awayî têkoşîn were meşandin. Rewş hatiye vê radeyê. Temaşe kirina li vê rewşê, hevkariya heman sûcî ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan Li Gel Med Nûçe Tv Ye
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 14'ê Kanûnê de saet di navbera 19:00-21:00 de qereqola Erîş a li sînorê herêma Zapê; girê Xerego
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya gişti re!
Di encama çalakiya li hember polîsên di wesayîta zirxî ya li navçeya Amed Bismilê ya 12’ê Kanûnê de 4 polîs hatin kuştin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 12’ê Kanûnê de hêzên gerîlayên me li Oremarê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Di ve çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
- Ayrıntılar
Di Bomberdûmana Artêşa Tirk A Li Hêmberî Heremên Me Yen Parastinê Yên Medyayê De 2 Sivîl Şehîd Ketin
ji çapemenî û raya giştî re!
Di encama êrîşên li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê yên êvara 11-12’ê Kanûnê û ber bi sibehê, herêmên me yên Zap, Metîna, Garê, Heftanîn, Avaşîn û Xakûrkê bi awayekî zêde hatin bomberdûmankirin
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 8’ê Kanûnê de di danê êvarî de li qada di navbera navçeyên Midyad, Mehsertê û Nisêbînê yên Mêrdînê de artêşa Tirk dest bi operasyonê kiribû
- Ayrıntılar
Di beyaniyeke meha avrêlê de bi dengê çûkan me çavên xwe li rojee nû vekir. Wê rêwîtiya me ber bi Çarçelayê ve destpê bikira. Piştî amadekariyan dema xatirxwestinê bû. Hevalek li dû me dirûşmeya “azadiya me rûmeta me ye” avêt. Ev yek bû sedema kenîna hevalan. Ji ber ku heta niha di hişmendiya me û di bin hişê me de hemû tiştên mijara namûsê bi jinê re têkildar bû. Di wê kêliyê de ez keniyabûm lê piştî ponijandineke kurt. Li xwe poşman bûm. Ji ber ku pêwîst e hemû nirxên giranbûha were parastin û bibe mijara namûsê. Li ser azadiyê gelek tişt hatiye gotin, ji bo namûsê gelek nirxandin hatiye kirin. Ji ber wê hewce nake li vir şîroveyên xwe zêde bikim.
Tê zanîn felsefe wek hezkirina zanebûnê tê şîrove kirin. Bi hezar salan gelek mijar hatine nîqaş kirin. Gelek gengeşî û nakokî peyda bûne. Yek ji van mijaran jî “kesên xwenda yan ên geriyayî zana ne?” pirî caran di vê mijarê de nîqaş xitimîne û bêencam mane. Lê li gor min her yek bi ya din dewlemend dibe û wate dibe. Kesekî xwenda zanebûna xwe jiyanî neke tenê di wî de bimîne him bûyerê yan jî mijarê fam nake, him jî weke bazirganekî dimîne. Kesên geryayî û ezmûnên xwe yên jiyanî xurt be lê zanebûna teorîk nebe, aliyê wate dayînê wê kêm bimîne. Aliyeke din ê vê mijarê jî vegotina wêjeyî ye. Weke mînak miroveke welatê me yê parçeyeke ji bihuştê ye gerya be lê hêza wî ya vegotin-zargotina wêjeyî xurt nebe, bi gotineke din gencîneya bêjeyan dewlemend nebe nikare li gorî giranbûhabûna wê vebêje. Dîsa bi heman rengî kesekî/ê xwenda an jî di aliyê wêjeyî de xurt be, xweşikbûnekê, wargehek nedîtibe nikare li gor bedewbûna wê hevokan saz bike , an jî li gor hêjabûna wê vebêje.
Demek berê min çend nivîsên behsa herêmên Kurdistanê dike, xwendibû. Dema Gabar, Cudî û Herekol dihate vegotin sed heyf û mixabin li min dihat ku ez ji wan bedewbûna bêpar mame. Ji ber ku min ew der nedîtibûn ango li wan wergehan nejiyameû ji ber vê yekê jî di hişê min de zêde nedima. Lê ger mirov deverekê dîtibe û li wir jiyabe zû zû ji bîra mirov naçe. Beriya ez werim Çerçelayê gelek caran bi hevokên xemilandî behsa xweşikbûn û bedewbûna vê herêmê dihate kirin. Dîsa ligel bedewbûna wê behsa dijwarbûn û asêbûna vê erdnîgariyê dihate kirin. Niha jî ez li ser çiyayê herî bilind ê Çarçela ligel rêhevalan im.
Rawestgeheke rêwîtiya me Dola Bîra bû. Min ji hevalan pirsî bû ka gelo ji ber çi navê vê geliyê bûye Geliyê Bîra? Lê hevalên min ji wan pirs kir, wan jî baş nedizanîn. Lê tê payîn ku li vê herêmê bîrên kevn hebin. Ji ber em ji şiverêyê dernediketin min tenê bîrek dît, dîsa kaniyeke betonkirî hebû lê ji ber ku demek dirêj şêniyên vir nîn in him bîr him jî kanî çikiyabû. Piştî kêliyekê goristanek di nava şênatiyê de winda dibû û zeviyeke şilêran, bihûştê dianî bîra mirovan. Di wê qadê de ew qas şilêr çima bi taybet jî li nav û derdora goristanê şîn hatibû, bûyereke balkêş bû. Kulîlka şilêr weke tê zanîn bi taybet li Zagrosan şîn dibe û helaleyên stûxwar in. Ango berê kulîlkên wan li jêr e. Gelek caran jî dilopek av veşartiye di nava xwe de. Her ku kulîlkên şikêran dibînim çarenûsa wan jî dişibînim a Kurdistanê. Lewre vê xakê her êş, elem, talan , şer û wêranî dîtiye. Ji çavên dayîk û zarokan her rondik rijiyane. Ango pirî caran xemgînî jiyan kirine. Zarokên kurdan bi wê êş û azarê pijiyane, mezin bûne. Şikêr û zarokên Kurdan dişibin hevûdin. Herdu jî bi xweşikbûn û bedewbûna xwe hezkirine û girêdana jiyanê bi hêztir dike.
Piştî Dola Bîra me berê xwe da Neqeba (boxaza) Şikêr. Ji vir hemû bedewbûna Çarçela diyar dibû. Jixwe çar çelê ku nave xwe daye vê herêmê diyar dibe. Çend saet şunde em gihiştin ser Avaşîn. Avaşîn bi nav û deng e ku bi dehan stran, helbest û nivîs li ser hatiye nivisîn. Ji xwe çiqas were nivisîn jî mirov nikare bi qasî hêja ye vebêje. Ango beşek ji bihûştê ye. Me bi pirê çû derbaskir û ketin. Dola Çinarê derbas dibe her time ev gotin tê bîra min ;”ji dara Çinarê pirsîne; çima temenê te ew qas dirêj e. Bersiva Çinarê jî; ji ber ez bi axa xwe girêdayîme”. Ez dara Çinarê û gerîla dişibînim hev. Her du jî bi xaka xwe girêdayî ne. dibe ku ji aliyê fîzîkî ve temen dirêj nebe. Lê di aliyê manewî de bêmirin e. welhasil em wê şevê li wir man û dotira rojê ji Dola Çinara heta neqaba wê ku her der bi darên Çinarê hatibû xemilandin, ew rêya dirêj me derbas kir û em beriya nîvro gihiştin rawestgeheke din. Ne tenê rawestgeheke din ev der him destpêka qada Çarçela û bi dawîbûna qada Avaşîn bû. Dîsa li vir demsal jî digiherî. Her ku em bi pêş de diçûn demsal bi paş de dizivirî. Lewra me bihar jiyan dikir lê li vir demsal zivistan bû. Her der berf bû. Li vir bûyereke pir balkêş jî qewimî. Dema em nû gihiştin neqebê, asîman sayî bû. Demek kurt derbas nebû gijlok bariya, piştre baran û herî dawî jî berf. Ez matmayî mabûn. Di demek ewqas kurt de rewşa hewayê çawa ew qas diguhire. Dema me dest bi meşê kir jî tav derketibû. Me xwe ji neqebê berda jêrê û pêşiya me Gundê Satê ya parçeyeke ji bihûştê hebû. Di rê de min kulîlkeke biharê ku nave wê nedizanî kişand. Dema hevalê ligel min ê ev yek dît gotineke balkêş bikaranî û got; “ma li Çarçela bi hezar cure kulîlkên bi vî rengî heye , tê hê pir bibîne. “ ji ber vê yekê min nema wêneyê kulîlkan dikişand. Em gihiştin Gundê Satê, li vir baranê jî destpê kiribû. Jixwe dema min rewşa gund a wêranbûyî dît hasten xembar min diyar kirin û adeta barana dibarî li şûna çavên dibû rondik û diherikî. Ez û hevalê ligel min, li nav gund geriyan, wêneyê van deran kişand û di derbarê vî gundî de nîqaş kir. Gundek pir mezin bû, hemû jî bi keviran hatibû avakirin. Rûbarek ji kêleka gund diherikî û mirov digot, a giyan dide vî gundî ev rûbar e. bi sedan zeviyên biçûk , her cure darên fêkiyan , darên spîndar û çinaran mirov mest dikir, li aliyê din jî kîn û hêrsa li hember dagirkeran xurtir dikir ku li welatê me gelê me wêran kirine. Mirov xweşikbûn û bedewbûna vî welatê çi qas bêje jî wê kêm be û jixwe rûpel jî têrê nakin. Ji vir şûn ve êdî demsala zivistanê serdest bû, her der ji berfê spî bû. Xweza kefen li ber xwe kiribû an cilê bûkan li xwe kiribû? Pirseke bê bersiv… Ji vir û şûn ve êdî erazî jî nû ve weke ya li du me mabû. Rojên asê û bilind, rênade , bi xetereyan tije. Ev rêya asê û dijwar li pêşiya me bû jî. Ji keviyên berfê, rêyeke dirêj em gihiştin gel hevalan. Rê çi qas zehmet be, şert û merc çi qas dijwar dibe, girêdana mirov jî ew qas zêde dibe. Ji lewre li ku kedek zêde dabe ew qas jî bi wê xakê tê girêdan. Ev rastî herî zêde jî ji bo gerîla derbas dibe. Piştî çend rojên ligel hevalan rêwîtiyeke dijwartir li pêşiya me bû. Lê beriya wê mijareke girîng a min ji bîr kirî jî pêwîst e were vegotin. Ew jî sînorên ji aliyê dagirkeran hatiye avakirin e. Gelê me bi van sînoran ji hev qut kirine û di nava pergala dagirkeriyê de bi çanda deraw bihêre , bihelîne, bişafîne. Beriya em bigihêjin kevirên sînor ên ji betonê hatiye danîn, bê giyan , sar û ji rastiyan dûr, li ser rêya me bû. Ew remza dagirkeriyê bû, bi wan kevirên betonê welatê min hatibû parçekirin û dagirkirin. Jixwe Gundê Satê jî gundê bakur ê herî destpêkê bû. Ango tiştên piştî wê li qada bakur wê biqewimin. Vegotinên min wê li xaka bakur derbas bibin. Piştî heft salan cardin li ser xaka Bakur im. Ger ti pirsgirêk dernekeve wê gerîla vê sale axa Bakur biterikînin û ez ê jî yek ji wan gerîlayên ku herî dawî ji Bakur qut bibim. Min heft sal bi vê xeyalê jiyan kir , pêk hat lê wisa xuyaye wê bi salekî li sînor bimînim. Tişt nabe, ji bo ne xem e. Ma ne erka herî li pêş a gerîla parastina vî gelî û ji bo azadiya wan têkoşîn e. Ger pêvajoya Rêber Apo daye destpê
Kirin bi encam bibe wê ev gel jixwe azad bibe. Ji ber wê jî dil aram im.
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar