ji çapemenî û raya giştî re!
Balafirên şer ên Tirk mintiqaya Geliyê Pîsaxa ya li herême me yên parastina yên medyayê ya girêdayî herema Heftanînê û qada Gundê Qumrê ya girêdayî herema Metînayê bomberdûman kirin.
- Ayrıntılar
Berxwedana Xweserıya Demokratîk Lêgerîna Dawî Ya Jıyana Bı Hev Re Ye
Ne parçebûn e, formulasyona jiyana bi hev re ye. Ne yekîtiya mecbûrî, bi perspektîfa neteweya demokratîk re afirandina yekîtiya ji dil e. Ji xwe sîstema demokratîk ji bo tevahiya Tirkiyeyê tê xwestin. Eger ev bê redkirin, hingî wê ev yek were wê wateyê ku yekîtî bi temamî hatiye redkirin. Lewma berxwedana Xweseriya Demokratîk, helwest û lêgerîna dawî ya gelê Kurd a jiyana bi hev re ya li Tirkiyeyê ye. Girîng e ev yek bi vî rengî bê nirxandin. Eger tu alîgirê yekîtiyê ye, tu yê hingî Xweseriyê biparêze. Lê belê eger tu rabe bêjî 'Em Xweseriya Demokratîk nas nakin; hûn ê ziman, çand û her tiştê xwe biterikînin; hûn mehkûmî jiyana di bin desthilatdariya min de ne; hûn ê teslîm bibin' ev yek êdî nepêkane. Divê hûn bi vê zanibin. Rastiya îro ya Rojhilata Navîn, pêşketina PKK'ê li Kurdistanê rê li ber vekiriye, zanebûn û vînbûyîna gelê Kurd, nîşan didin ku ev ferz û zextên we beyhûde ne. Ev êdî nepêkan e. Rastiya gelekî heye, ku îro li ber xwe dide; bi şev û roj li kolanan e. Hûn vî gelî hemûyan bikujin jî hûn ê nikaribin biceqînin.
Berxwedana îro li Kurdistanê li dora Xweseriya Demokratîk tê meşandin, berxwedana tevahiya civaka Tirkiyeyê ya li dijî faşîzm, yekparêzî û otorîteriyê ye. Berxwedana hemû komên bindest, çandên bindest û çînên bindest e. Berxwedana îro ya li Cizîr û Sûrê, sekneke şoreşger-demokratîk a li hemberî zexta yekparêzî ya AKP'ê ye. Ne tenê berxwedana gelê Kurd e, berxwedana hemû derdorên zerarê ji sîstemê dibîne ye. Berxwedana gelê me yê Elewî ye, berxwedana karker, kedkar û çandan e.
Gelê Kurd Ne Xwedî Sebra Hz. Eyup E
Bi kurtasî bi gotina 'PKK'yî daketine nava bajêr, ez li dij şer dikim' re hewl didin ji xwe re hincetekê ava bikin. Dixwazin derdorên cuda yên li Tirkiyeyê bi vî rengî bixapînin. Manîpulasyoneke cidî heye. Ya heyî; berxwedan û helwesta gel e ku bi vîna xwe nîşan dide. Dewleta Tirk êrîşî vê dike. Gelê Kurd xwedî sebra Hz. Eyup nîne. Derfetên gelê Kurd hene ku berê xwe bidin alternatîfên cuda.
Eger Xweserıya Demokratîk Red Bıkın, Em Ê Lı Ser Cıhêbûnê Jî Bıfıkırın
Eger Xweseriya Demokratîk bi temamî red bikin û mirovên vê dixwazin hewl bidin wan tine bikin, hingî em ê jî li cihêbûnê bifikirin. Baş e Erdogan, rêveberiya AKP'ê federasyona li Başûrê Kurdistanê nas dike? Nas dike. Bi qasî ku em dizanin li dijî serxwebûnê jî derneket. Divê ji bîr neke, çi mafê gelê Kurd ê 6 mîlyonên li wir hebe, 20 mîlyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê jî xwedî heman mafî ne. Lewma êdî nikarin ji heqîqeta gelê me birevin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, xweseriya Kurdan neyê naskirin, nepêkane ku yekîtiya li Tirkiyeyê pêk were û şer bi dawî bibe. Ev yek rastiyeke. Divê her kes bi vê zanibe. Dibêjin çareserî. Çareserî çi ye? Çareserî beriya her tiştî azadiya Rêbe Apo û naskirina mafê xweseriyê yê gelê Kurd e. Em ancax çareseriyeke bi vî rengî dikarin qebûl bikin. Çareseriyeke din em ê ti carî qebûl nekin.
Eger Hîn Bêhtır Artêşê Bı Ser Gelê Me De Bıbın, Em Ê Bıryarên Nû Werbıgırın
Eger hîn bêhtir artêşê bi pêş de bibin û komkujiyan bikin, ev yek tê wateya, sorkirina agir; hingî em ê jî biryarên nû werbigirin. Ev şer wê bêhtir belav bibe, kûrtir bibe û di encamê de dewleta Tirk wê winda bike. Ti şensê dewleta Tirk nîne li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi ser bikeve. Ji ber ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd xwedî siyaseteke rast û xurt e. Di doza xwe de mafdar e. Bi salan bi destekeke mezin a derve xwestin tesfiye bikin, lê ji wan nehatin. Lewma di vê dema ku tevgera me gelekî xurt e de, nikarin tesfiye bikin.
Artêş Jı Xwe Fedî Nake, Bı Tank Û Topan Êrîşî Gelê Sıvîl Dıke
Mêtîngerên Tirk îro li bajaran li dijî gel şer dikin. Hînê li hêza me ya esasî rast nehatine. Artêş qet fedî nake, bi ewqas tank û hêzên taybet diçe êrîşî mirovên sivîl dike. Eger piçekî li ber xwe biketina, wê ev nekira. Ka polîsên we yên tevgera taybet hebûn, ka tîmên we yên Esedûllah hebûn, kanî ew, ku we artêş xistine dewrê! Ka çeteyên we yên Qesrê? Ka ew çeteyên we yên komkujiyan dikin, mirovan li pişt maşînan girê didin û bi erdê re kaş dikin, ka ew çeteyên we yên ku Tahîr Elçî şehîd xistin, ku we niha artêş xistine dewrê.
Lı Hemberî Bexwedana Gel Tı Kes Nıkare Bısekıne
Li hemberî vîn û berxwedana gel, ti hêz nikare bi ser bikeve. Hêza herî mezin hêza gel e. Divê em bi vê zanibin. Lewma divê gelê me û ciwanên pêşeng hîn bêhtir ji xwe bawer in. Bi ruhê berxwedan û serketina Kobanê re divê em berxwedana xwe bidomînin û serketinê esas bigirin. Şert û mercên serketinê jî ji her demê bêhtir îro hene.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Li Gel Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Ye
- Ayrıntılar
Şerê Lı Rojhılata Navîn Lı Dıjî Kurdan Tê Meşandın
Li Rojhilata Navîn ev sê, çar sal in şerek dimeşe. Bi taybetî şerê li Sûriyeyê, wêneyekî şerê me yê çil salan ê li hemberî Komara Tirkikyeyê ye. Ji ber ku hêzên ku em li Sûriyeyê li dij şer dikin, hêzên ku bi banga cîhada navneteweyî û bi desteka Tirkiyeyê li herêmê kom bûne, ye. Tirkiye siyaseteke bi vî rengî li hemberî pirsgirêka Kurd dimeşîne: eger ev siyaset bi rê ve biçe û encam bi dest bikeve, ji xwe pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd namîne. Bi serketina vê yekê re wê pirsgirêka Kurd bi qede. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Rojhilata Navîn di heman demê de polîtîkaya wê ya Kurd nîşan dide. Di vê mijarê de ti pirsgirêkeke Kurd a Barzanî jî nîne. Derdê wî hegemonya û pirsgirêka berjewendiyan e.
.Lı Rojava Ne Lı Dıjî Daış'ê, Lı Dıjî Tırkıyeyê Şer Hat Meşandın
Şerê tê meşandin çi ye? Şerê tê meşandin, şerekî bi giranî li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan tê meşandin e. Dema mirov DAIŞ'ê binirxînin; gelo DAIŞ'ê bi giranî li hemberî rejîmê şer kir, an jî li hemberî kantonan? Li dijî kantonan şer kir. Çima li dijî kantonan şer kir? Halbûkî eger bi tenê weke hêzeke Ereb bima, berê xwe bida rejîmê û rejîm têk bibira, di çarçoveya lihevkirineke bi Kurdan re dikarî bû pirsgirêk çareser bikira. Lê belê DAIŞ'ê polîtîkayeke bi vî rengî nemeşand. Rejîm danî aliyekî û bi giranî êrîşî Kurdan kir. Ev yek şerê Tirkiyeyê yê li hemberî Kurdan e. Lewma encamên li Sûriyeyê li Bakurê jî diyarker in.
Eger AKP hilbijartinê qezenc bike, wê rewş çiqasî xetere be. Eger winda bike, wê darbeyê bike. Piştî 7'ê Hezîranê darbe kir.
Sedema hebûna AKP'ê, meşandina polîtîkayeke li dijî Kurdan e. Têkiliya xwe ya bi koalîsyona navneteweyî, bi Tirkmenan, DAIŞ'ê, El Nûsra û her kesî re, ji bo ji holê rakirina statuya Kurdan e. Ji bo pêşî li pêşdeçûna Kurdan bigire ye. Girtina Cerablûs û rojavayê Firatê, ji ber vê yekê ye. Li gorî hesabên wê, eger li Sûriyeyê encam bê girtin, kantonên li Sûriyeyê werin hilweşandin, hingî wê li Bakurê Kurdistanê ti pirsgirêka Kurd nemîne. Ji xwe hêza bingehîn a bakur wê li wê derê bê têk birin. Hêzeke têkçûyî wê li Bakur nikaribe xwe nîşan bide. Bi vî rengî rewşê dinirxîne.
Plana Tirkiyeyê ya li Iraqê, ji polîtîkaya xwe ya Sûriyêyê wêdetir e. Eger bi tifaqa PDK'ê re karibe xwe xurt bike, wê li hemberî hebûna me ya li Başûr operasyonekê pêk bîne. Pêwîste ev yek weke hewldaneke leşkerî ya li hemberî hebûna me ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr, Kerkûk û Şengalê were nirxandin."
Jı Ber Îflasa Polîtîkaya Lı Sûrıyeyê, Erdogan Mase Qelıband
Pêvajoya şer a bi qelibandina maseyê re li Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve hat destpêkirin, tê wê wateyê ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li hemberî tevgera azadiyê dimeşand, têk çûye.
Li vê derê îlanên xwerêveberiyê di rojevê de ne û li ser bingeha ragihandina xweseriyê, şer cara yekemîn ketiye nava bajaran. Ev rewşeke nû ye. Encameke bêçaretî û şaşîtiya siyaseta Tirkiyeyê ye. Em çil sal in têkoşîneke siyasî û leşkerî dimeşînin. Heta niha me şerê gerîla meşand. Di herikîna dîrokê de yekemcar me li bajaran xweserî îlan kir û li bajaran Têkoşîna Azadiyê ya Kurd derxistin asteke nû. Dema ev yek paralelî Rojava bê nrixandin, wê bê dîtin ku Tirkiye gelekî jêhatî nîne. Di rewşeke ku dixwest pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê bifetisîne de, bi nêzîkatiyên xwe yên çewt, şerê li Sûriyeyê xist nava welatê xwe û ket rewşeke ku nikare ji nav derkeve.
Lı Tırkıyeyê Rewş Û Zîhnıyeta Dewletê Neguherıye
Li Tirkiyeyê siyaseteke dewletê ya kevneşop heye. Ev siyaseta dewletê bi temamî ji holê ranebûye. Guherîn nîne. Li Tirkiyeyê gelekî tê nîqaşkirin, qala guhertinê tê kirin. Ev tiştên rast nîne. Li Tirkiyeyê rewş û zîhniyeta dewletê neguheriye. Hin kevir ji şûna xwe leqiya ye. Lê belê zîhniyet li şûan xwe ye. Dibe ku hin kes hatibin guhertin. Lê belê yên ketina şûna wan, ji wan bêhtir statukoparêzin. Di polîtîkaya dewletê de ti guhertin nîne. Ji nava wan ê herî bi aqil Davûtoglû ye, lê cihê ku wî xwe gihandiye Osmanîtî ye. Hewl dide Tayyîp Erdogan û AKP'ê demokrat, azadîparêz nîşan bidin, lê referansa wî jî Osmanî ye. Yanî nêzîkatiyeke ewçend paşverû heye û asta wan a destwerdana li pêşketinên rojane, bi hegemonya û mezhebî re bi sînor e. Bi rêxistinbûyîneke bi vî rengî re, nepêkane ku aramî serdest bibe. Cîhan diguhere, herêm diguhere, her tişt diguhere. Vê pêvajoya guhertinê xwe li ser Tirkiyeyê jî ferz kiriye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Em soza xwe dubare dikin ku em ê vê meşa bi heybet a wan radestî me kirine bi ser bixînin û hevrêyên xwe yên şehîd, bi rêzdarî bibîr tînin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk, li hember Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bi obus û hewanan êrîş pêk anî û tevgera hewayî jî didomîne.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Balafirên şer ên Tirk, yên ser bi Heremên me yên Parastina yên Medyayê Zap û Xinêrê bombe kirin.
- Ayrıntılar
Ji 14'ê Kanûnê û pê ve pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û ya diqewime, şerekî navxweyî ye.
Dewlet dixwaze gelê Kurd bê vîn bike û em ê li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin.
Xendekên li Kurdistanê hatine vekirin ji bo parastinê ne û divê her kes ji vê rewşê mesajê derxîne.
Gerîla hînê daneketine bajaran û berxwedan bi pêşengiya ciwanên Kurd dewam dike û em jî heta dawiyê destekê bidin ciwanên Kurd.
Hûn bi agir dilîzin. Eger hûn bi vî rengî dewam bikin, gerîla wê bêhtir bi fedaî tevlî bibe. Û wê êdî girêdana di navbera gelê Kurd û Komara Tirkiyeyê de bi temamî qut bibe. Eger hûn bi tank û topan gelê me bieciqînin, em ê êdî nikaribin bi hev re bijîn. Rayedarên AKP'ê êdî vê dibêjin: 'Em ê bieciqînin, dûre em ê wan bikişînin dora maseyê'. Bila li qusûrê nenihêrin. Eger hûn dayikên me, extiyarên me, zarokên me şehîd bixin, ti kes bi we re li dora maseyê rûnanê. Maseya çi? Em ne mûhtacî wan in. Rewş mîna berê nîne. Pêwîste vê bi vî rengî zanibin û li gorî vê yekê nêzîk bibin. Divê komkujiyan nekin. Artêşê di destpêkê de xwe vekişand. Serokê Fermandariya Giştî gotibû ku artêş danakeve bajaran. Baş e çima daket? Xuya ye darbe pêk hatiye. Li hemberî demokrasiyê, li hemberî gelê Kurd darbe kirin. Baş e ev gel wê çawa karibe bi we re bijî. Têkiliyên di navbera gelên Kurd û Tirk bi van êrîşan re qut dibin. Divê her kes bi vî rengî li pêşerojê binêre. Em her bi vî rengî neaxivin. Pêwîste her kes gava xwe bi pîvan biavêje. Gelê Kurd ti carî teslîmî zaliman nabe. Jiyana xwe di berxwedanê de dibîne. Pêwîste her kes vê yekê bi vî rengî bibîne û bizanibe.
Roj ev roj e. Divê her kes tevlî berxwedanê bibe.
Endamê Komîteya Rêveber A PKK'ê Mûrat Karayilan, Bersiv Da Pirsên Radyoya Dengê Kurdistanê
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di çalakiya sabotajê ya li Mêrdînê de 3 tîmên taybet bi giranî birîndar bûn.
- Ayrıntılar
Berxwedana ku ruhê 14’ê Tîrmehê afirand îro li her çar aliye welat belav bûye. Celatên li ser qaşo desthilatiyê dixwezin vê berxwedanê têkbibin. Di dîroka gelan de tu caran deshilatên ku deshilatiya xwe bi riya zor, şidet, tirs û hev meşandine bi serneketine û wê qet bi sernekivin. Gelan her tim li berxwedane û celatên ku xwe li ser xwîna mirovan têr dikin di rûpelên dîroka gelan de mahkumî miriniya bê dawî bûne.
Şervanên gelê Kurd di sala 1981 û 82’yan de bi qasî ku ji jiyanê hezdikirin li berxwedan û celatên weke Eset Oktay bi mirinê ceza kirin. Wan qehremanan xwe di oxira biratiya gelê Kurd û Tirk de feda kirin. Ruhê 14’ê Tîrmehê îro li Sur, ango li tevahî Amed, Nuseybîn, Cizîr, Gever û li her devera din xwe bi kok kiriye. Her kevirekî tê rakirin û li wan polîsan tê xistin, her tilîliyek wan dayikên temen dirêj dibê qehir li ser dilê desthilatdaran. Ji bo desthilatdaran mirina herî mezin ewe.
Gelek kes dibêjin Tirkiyê vedigerê salên 1990’î di rastiyê de ne pêwîste vegerê salên 90’î ji xwe her desthildarî dişibihin hev ji ber zihniyeta desthilatiyê heman zihniyete. Desthilatdar her tim û di her deme de kesên dişibe xwe diafirînê. Ger ne wisa bê desthilat nabe desthilat.
Li hemberî vê dijberiya desthiltdaran jî gelên berxwedêr ewladên bi rûmetê tacîdar in mezin dikin û xwedî li dîrok, rûmet, vîn û hebûna xwe derketine. Ruhê 14’ê Tîrmehê rûmet, vîn,dîrok û hebûna gelekî êdî berbi windahiyê ve diçû zindî kir. Li bajarê Amedê û her devera Kurdistanê dîsa desthilatên destê wan bi xwîn li ser kar in. Lê ew ji nedîtîva yên ku Kemal, Mazlum, Xeyrî û Sara'yan ji zûve destên celatan qut kiribûn û ew avêtibûn çopa dîrokê.
Her kes lal,ger,kor bibêjî, dayik, zarok, welat û çiyayên vê xakê ji bîrnakin a ku li kolanên vî welatî tên jiyankirin. Ev welatê ku ji aliyê gelek navdaran ve bi cenetê hatiye pênasekirin, îro dixwezin vegerînin dojehê. Her kes sîlekê lêbixê û bibhorê. Lê, Lêdana her sîlekê li vê xakê lêdana li mirovahiyêye. Em vê ji bîrnekin û nedin jibîrkirin ji ber sonda zarokên vî welatî xwarî eve “îxanet ji bîrnekirine”.
Îro li rojhilata naverastê di bin pêşengiya felsefa Rêberê gelê Kurd’de asoyên jiyana gelan xwe bi beden kiriye û her roja diçê di her kolan û koçande jîndar dibe.
Gelo ev jiyana ku ji bo her kesî bûye nefesa dayin û standinê xwedî çi nepeniye?
Jiyana ku tê jîndar-kirin bi elfebeya berxwedanê hatiye hunandin û bi bedel dayinê hatiye strandin. Êdî gelê Kurd qedera xwe ya jiyan-kirinê bi rengê xweseriya demokratik tayin kiriye. Êdî dixwezê azad û bi aramî li bajar, tax û kolanên xwe jiyan bikê. Xweserî xwenên desthilatdaran a li ser gelan têk-dibe. Êdî dem hatiye xewnên vê welatî bi rastî bibin. Eger ku îro gel li her qada jiyanê xwedî li berxwedana di oxira jiyana azad de tê dayin derdikevê, nîşaneyên pêkanîna van xewnan e.
Li berxwedayin heqîqeteke di nava çanda gelan de, mafeke di îsrara xwebûyinê de, sedemeke ji bo berdewamiya jiyana bi rûmet û şeref, dengeke ji bo bibe qêrîn û xwe bighînê hemû rêhevalbendên bi tere heval û dost. Xweserî jiyana azad û hebûna teye, ji bîrnekê. Erka gel xwedî li hebûna xwe derketinê…
Xweserî xwebûn,welatî,egîdî,serfirazî,edalet,rizgarî û îrada gelan tacîdar dike.
Şaristan Nurhak
- Ayrıntılar
Êdî ti mafê ti dewletî tine ye bi feraseta siyaseta navendî ve li her kolanê û taxê serwer bibe û ev rewa nîne. Tu nikarî her mal, kolan û taxê bi rê ve bibî, gel wê kolan, tax, navçe û bajarê xwe bi rê ve bibe û ti yê vê qebûl bikî.
Dem bi dem di çapemeniyê de nûçeyek wekî; 'Êdî dewlet Îmraliyê, HDP’ê û PKK’ê muxatab nagire, wê bi muxatabên nû re pêvajo dest pê bike' belav dikin. Ev ji binî ve derew, demagojî û sefsete ne. Eger ev dewlet nikaribe bi Îmrali, HDP û PKK’ê re pirsgirêkê çareser bike, nikare bi ti kesî re pirsgirêkê çareser bike.
Eger pirsgirêkeke mîna pirsgirêka kurd bi çareseriyên siyasî û civakî ve pêwendîdar be, Îmrali, HDP û Tevgera Azadiya Kurd ji bo çareseriyê helwest û nêzîkatiyên herî maqûl nîşan dane û didin. Xweseriya demokratîk çareseriya herî maqûl e. Li welatekî demokratîk tişta ku divê pêk were çareserî ye. Îmrali, HDP û PKK’ê helwesteke wiha nîşan dan û ji bo kesên dixwazin pirsgirêkê çareser bikin firsend û şans dan. Li gel vê çareserî pêk nehatibe sedema vê ew e ku dewleta tirk xwedî zîhniyet û polîtîkaya çareseriyê nîne. Ji ber vê nirxandinên wekî; wê muxatabên nû bên dîtin, bi van muxataban re pirsgirêk bê çareserkirin nirxandinên rast nînin. Dixwazin wisa ji civakê re wisa bidin nîşandin ku polîtîkayên wan ên çareseriyê hene û hewl didin bi vî rengî civakê bixapînin.
Eger dewleta heyî ji bo pirsgirêka kurd xwedî zîhniyet û polîtîkaya çareseriyê nebe, bi ti kesî re pêvajoyeke çareseriyê nade destpêkirin. Ji ber vê yekê divê ti kes xwe nexapîne û xeyalan neke. Ev hikûmet tenê ji bo xapandina civakê nûçeyên bi vî rengî dide çêkirin. Dibe ku hinek caran bi hinek kesan re werin cem hev; lê ev ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nînin. Ev hevdîtin ji bo dewamkirina bêçareseriyê û mijûlkirina civakê ne. Ji bo hinek kes û koman li hemberî PKK’ê bi kar bînin, bi wan re hevdîtinan dikin û nirxandinan bi wan didin kirin.
Bi kurtasî ji bo li hemberî PKK’ê bi kar bînin û civakê bixapînin bi wan re têkiliyan datînin. Ji ber vê Tevgera Azadiya Kurd nûçeyên bi vî rengî cidî nagire.
Ev kes û kom di mijara ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurd tên bikaranîn de dikarin cidî werin girtin. Ji bo di vê mijarê de civakê hişyar bikin dixe rojeva xwe.
Kes û komên ku AKP dibêje wê muxatab bên girtin herî zêde ew êrîşî berxwedana gel a xwerêvebirinê dikin. Ji bo wan kesan li hemberî berxwedana gel bi kar bînin bi wan re hevdîtinan dikin, ji bilî vê ti wateya van hevdîtinan nîne.
Ev kesên tê gotin ku wê muxatab bên girtin komên marjînal in, civak piştgiriyê nade wan, piraniya wan dewlet û federasyonê dixwazin. Herhal dewlet an jî AKP ji bo çareseriya pirsgirêkê bi wan re mijûl nabe. Tenê dixwazin dijberên PKK’ê bi kar bînin. Mijar evqas zelal e.
Ji ber vê yekê divê ti kes di mijara muxatabiyê de nûçeyan çênekin û der barê wan kesan de nirxandinan nekin. Ji ber ku nivîs, axaftin û nirxandinên vala ne. Nirxandinên der barê wê AKP hinekên din muxatab bigire, muxatabên nû bibîne, wê ji şerê psîkolojîk ku AKP û dewlet li hemberî kurdan dimeşînin re xizmetê bike.
Di esasê xwe de komên ku AKP dibêje wê muxatab bigirin, êdî ji bo dewletê bûne komên ku werin bikaranîn. Piraniya van kom û kesan ji bilî vê xwedî nirxandineke siyasî nînin. Ji ber ku dijberên PKK’ê ne tên bi van re eleqedar dibin. Demên borî hinek kes ji ber ku dijberên PKK’ê bûn televîzyon bi televîzyon digeriyan, niha tenê wê roleke wiha bidin van kesan.
Ev kes niha êrîşî xwerêveberiyên gel dikin. Wekî ku li hemberî êrîşan kolana xendekan tiştekî xirab e, di devê wan de bûye benîşt. Ev kes 40 sal in her tiştê PKK’ê rexne dikin û her tim bi devê dewletê diaxivin. Bila hemû kes bizanibin ku berxwedanên li Sûr, Cizîr, Silopî, Kerboran, Nisêbîn, Gever, navçe û bajarên din tên pêşxistin têkoşîna demokrasî û azadiya gelê kurd in. Pirsgirêk xendek nînin, xendek ji bo berxwedêrên jiyana azad û demokratîk mewziyên parastinê ne. Kesên li pişt xendek û barîkatan in, êrîşî kesekî nekirine. Tenê xwe diparêzin, ji bo gelê kurd xweseriyê dixwazin.
Pêngava gel a xwerêvebirinê kuştina polîs û leşkeran hedef nayê girtin û ev pêngava çareseriyê ye. Bêyî ku serî li şîdetê bidin pêngava pêşxistina çareseriyê ye. Dewleta tirk çawa ku êrîşî hemû modelên çareseriyê dike, bi heman rengî êrîşî vê modela çareseriyê jî dike. Hikûmeta AKP’ê leşker û polîsan dişîne ser gel.
Niha li cîhanê serdestî bi hakimiyeta ser her mal û her kolanê pêk nayê, serdestî bi demokrasiya xwecihî ango xwerêvebirinê pêk tê.
Eger li cihên xwedî nasnameyên cuda nînin feraseta rêvebirinê wiha be, li cihên etnîk û baweriyên cuda hene bi xwerêvebirinê û xweseriya demokratîk aştî û îstikrar pêkan e. Ji ber ku dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê hêj xwedî zîhniyeta siyasî û paradîgmaya sedsalên 19. û 20. in, erîşî qadên xwerêvebirinê yên gelê kurd dikin.
Êdî ti mafê ti dewletê tine ye bi feraseta siyaseta navendî ve li her kolanê û taxê serwer bibe û ev rewa nîne. Zîhniyeta ku divê Tirkiye biguherîne ev e. Tu nikare her mal, kolan û taxê bi rê ve bibe, gel wê kolan, tax, navçe û bajarê xwe bi rê ve bibe û ti yê vê qebûl bike.
Eger ev gel xwedî nasname, ziman û çandeke cuda nebe jî ev berxwedan rewa ye. Eger gelekî cuda hebe, dewleta tirk dagirker û mêtinger be, wê demê ev berxwedan sed caran rewa û mafdar e. Bila ti kes mijara xendekan berevajî neke. Ev berxwedan rewa ye, çêkirina xendekan jî rewa ne!
Kesên ku vê berxwedanê û amûrên parastina rewa ango xendekan meşrû nebînin, ev tê wê wateyê ku dagirkirina Kurdistanê û mêtingeriya komkujiya çandî ya dewleta tirk rewa dibînin.
Hevserokê Konseya Rêveber A KCK'ê Cemîl Bayik Li Gel Rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat
- Ayrıntılar