Fethullah Gulen roportaj da BBC’î yê. Pirsgirêka Kurd jê hat pirsîn. Dibêje ji bo parastina rûmeta dewletê dikarin hevdîtinan pêk bînin. Li şûna bê pirsgirêka Kurd çawa çareser bibe, pêşniyarên ku bê çawa ji holê bê rakirin rêz dike.
Tiştê ku Fethullah Gulen ji parastina rûmeta dewletê fêm dike bi awayekî vekirî xuya dike ku pêşîg li xwerêveberina Kurdan û perwerdehiya zimanê zikmakî bigire. Yanî bi parastina dewleta neteweyî di çarçoveya mafên takekesî de pêkanînên li ser ziman û çandê tên meşandin bên nermkirin. Nemaze divê mafên civakî nebe mijara gotinê. Ji ber vê yekê divê Kurd wekî civak muxatap neyê girtin. Hevdîtinên li Îmraliyê jî ne ji bo çareseriyê li hemberî Kurdan wekî tevgerîna derûnî bê bikaranîn. Yanî ev hevdîtin ji bo tasfiyekirina rêxistinê dikarin bê bikaranîn. Wisa dibêje. Dixwaze ji bo hevdîtinên Îmraliyê bingeheke qanûnê neyê çêkirin û nêrîneke ku di navbera herdu aliyan de hevdîtin pêk tên dernekeve holê. Ev jî bi awayekî vekirî tê wateya li dijî hevdîtin û çareseriyê derdikeve.
Fethullah Gulen wekî şefekî navenda şerê derûnî diaxive. Di axaftina wî de tiştên ku dixwaze bê kirin rêbazên şerê taybet a qirkirina çandî ye. Wekî ku berê jî gotibû polîsan bi hêz bikin, girîngiyê bidin perwendeyê û diyanetê çalaktir bikin. Yanî polîtikaya ku Kurd dest ji daxwaz û têkoşîna xwe berdin bê meşandin. Di rastiyê de rêbazên polîtîkaya qirkirinê yên k udi Plana Islahat Şarkê de hatibûn pêşniyarkirin bi rêz dike. Jixwe pêşniyarên wan jî wekî peşniyarên hemû aliyên ku xwestine li ser Kurdistanê pergala qirkirina çandî û desthilatdariyê bimeşînin wekhev in. Dibêjin leşker û polîs li herêmê bi hêz bibin û derfetê nedin ku Kurd serê xwe rakin. Divê dadgeh nehêle kesên îtirazî vê pergalê çavên xwe vekin. Ji bo hişmendiya Tirkîtiyê pêş bikeve dibistan bên zêdekirin û lez bidin qirkirina çandî û pişaftinê. Diyanet bi oldaran dil û mejiyê Kurdan dagir bikin û Kurd bên asta ku ew dixwazin. Bi van tedbîran divê Kurd ji têkoşîna azadiyê bên dûrxistin. Wextê ku ev yek pêk were wê demê dikarin polîtîkayên qirkirina çandî û desthilatdariyê bi hêsanî li ser Kurdan bimeşînin.
Fethullah Gulen dibêje ‘pêşniya ewilî ya televizyonê ya min e’. Berê jî Îlker Başbug digot ev pêşniyar ji hêla wî hatiye kirin. Her du jî rast dibêjin. Jixwe ev tedbîrê şerê taybet biryarên di Lijneya Ewlehiya Millî hatine girtine. Wekî biryara dewletê televizyon hat vekirin. Ji bo rewakirina şerê ku dimeşînin li hemberî Kurdên ku hişyar dibin gavên bi vî rengî avêtin. Jixwe Îlker Başbug jî dibêje ‘Gavên ku bên avêtin divê li pêşiya yek milletbûna me nebe asteng’. Fethullah Gulen jî dibêje gavên ku li pêşiya qirkirina çandî nebin asteng bên avêtin. Vê yekê jî wekî ku minetek daye Kurdan tîne ziman. Hemû Kurdên ku hinek hişmendiya wan a polîtîk heye dizanin ku fethullahî li Kurdistanê wekî hêza şerê taybet dixebitin. Jixwe dibêjin şerê li dijî PKK’ê herî zêde em dimeşînin. Yanî dibêjin şerê derûnî ya li hemberî Kurdan tê meşandin herî baş em dimeşînin û yên Kurdan bi dewletê ve girê didin em in.
Nêrînên Fethullah Gulan ên der barê Kurdan de wekî yê AKP’ê ye. Her du jî ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, domandina qirkirina çandî ji xwe re kirine armanc. Projeya AKP’ê ya yek millet temamkirina gotinên Fethullah in. Her du jî dibêjin ‘Polîs-leşker bi hêz bibin, daraz nehêle kes çavê xwe veke, baweriya Kurdan bê îstîsmarkirin û bi perwendehiyê jî Tirkîtî bê domandin’. Yên ku vê yekê dibêjin tu polîtîkaya wan a çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ye. Di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de gav navêjin. Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de ji bilî rê û rêbazên cuda tu cudatiya AKP, CHP, MHP û fethullahiyan ji hev tune ne. Hin ji wan polîtîkaya qirkirinê bi awayekî aşkera tînin ziman, hin ji wan jî vê yekê bi awayekî veşartî dimeşînin. Gelo yên veşartî dimeşînin an jî vekirî dimeşînin xetere ne, kesên ku hin hişmendiya polîtîk bi wan re heye vê yekê dizanin.
Fethullah Gulen wextê ku pirsgirêka Kurd dibe mijara gotinê tiştên ku endamên şerê derûnî dibêjin dubare dike. Gel û piraniya Kurdan çareseriyê dixwezin lê rêveberiya rêxistinê çareseriyê naxwazin! Yanî aliyê bê çareseriyê dimeşîne ne dewlet e û ne hişmendiya wê ye, wekî ku rêxistin e! Di vir de Fethullah hey diaxive û di encamê de rastiya xwe radixe ber çavan.
Ev rêxistin zêdetirî 40 sal in di nav şert û mercên gelekî dijwar de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd têdikoşe. Şert û mercên çareseriyê ev rêxistin ava kir. Çareserî ev rêxistin xist rojevê; ji bo çareseriyê ev rêxistin gelek fedakarî jî kir. Lê belê ji ber ku hişmendiya dewletê ya di israrkirina qirkiran çandî de neguheriye pirsgirêk çareser nabe.
Bê fethullahî çareseriyê dixwazin an jî naxwazin herî baş gelê Kurd dizane. Ji ber ku di çarçoveya polîtîkayên hikûmeta AKP’ê de bê polîs û daraz çi bi serî gel de anîn baş tê zanîn. Dîsa baş tê zanîn bê fethullahî li Kurdistanê çawa wekî endamên şerê taybet dixebitin. Şef û îstîsmarê olî yê vê rêxistina şerê derûnî Fethullah Gulen e.
Cemil BAYIK
- Ayrıntılar
Serok APO zû ve ji bona siyaseta teng a malbatî penaseyek pêşxisti bû. Bi zimanê tirkî ji bona netewperestiya ser esasî malbate bi “İlkel Milliyetçilik” nav lekirî bû. Dema em bi zimane xwe hewil bidin vê gotine kar bînin, em karin je re bêjin, kevne perestî ango malbat perestî.
Netewperestiya teng ango bidayî, cewhere xwe de netewperestiyek pir tenge, berjewendiyên malbatên xwe û disan berjewendiyên aşîra xwe ango herema xwe dana pêş. Di ve wateyê de em karin bejin ku ne netewperestiyek mikro ye jî.
Bê guman em netewperestiya teng a malbatî bi naveroka xwe ya pir kirêt dema tînin ser ziman ne ku em netewperestî ye baş dibînin. Em serî de dijî tevahî netewperestiyan disekinin û eme herdem li dijjî bisekinin.
Berku her avahî netewperesti saziyek û hebunek nexweş ifade dike. Heta em kanin bêjin ku hemû şêweyên netewperestiye vebir dij mirov û mirovayî re wek penceşêreke. Û ev penceşêra jî misoger nexweşiyek pergala kapitalist moderniteye. Û em herdem dijî ve nexweşiye bûn.
Em carek din werin ser malbat perestî ye. Di Kurdistanê de serkêşiya malbat perestî malbata Barzanî dikin.
Barzanî di derketina xwe wirde dewsa berjewendiyên gelê Kurdistan bifikrin-bihizrin herdem tenê û tenê berjewendiyên xwe fikrîne. Em hîç dûr neçin, em îro li Kurdistanê de mulkên malbata Barzaniyan mêzebikin bê ku em şîrove bikin rewşa em tînin ser ziman herkes e bibîni. Tene li Hewler çi qas mulkên ye heyîn yê malbata Barzaniya em bizanin bese. Berku nîvî Hewler yê wane.
Dîsanî KDP ango PDK dema ket deste Barzaniyan şûnve em bala xwe bidin, di serî de li Kurdistana Başûr de pêra jî li seransere Kurdistan de PDK wek duvarek sekniye û hember tevgerên kurd tekoşiyane.
Numune, PDK beramberî şoreşgerên Rojhilatê Kurdistan rolek pir xirab leyîstiye. Îro jî li Rojhilatê Kurdistan gele me ye wêderê baş dizanî ka PDK çi kiriye û çi nekiriye. Numune Suleyman Muini, Mele Avare û İsmaîl Şehzade çawa ku milên PDK ve hatin qetilkirin li Rojhilat de herkes dizane. Dîsan çawa ku PDK peywendiye bi İran re danî şunwe çawa nezî şoreşgerên Rojhilat bû û çawa ew şoreşgerana teslîmî İran kir jî herkes dizane. Di encam de ev şoreşger kure gelê meyê Rojhilat bûn. Evladên wan bûn. Bêguman İran çi ji van evladan kir jî iro hemû gelê me yê Rojhilat li me baştîrîn dizane.
Dîsan li Kurdistana bakur li herema Elkîk de li ware Taştamerge çawa Ali Asker û hewreyên wî bi desten û tahrîken PDK hatin qetil kirin jî herkes dizane. Em hiç bahse Dr. Şivan nekin. Bahse Sait Elçi nekin. Demek nêzde ev buyera xuyaye yê werê ser ekrana. Ve dema emê baştirîn bizanin ka PDK çawa ev ciwanên kurd û şoreşkerên mezin qetil kirine.
Li başure Kurdistane tiştên ku bi destên PDK hatin kirin bê hesabin. Dîsan çawa hember bizavên dîtir tevgeriyane jî herkes dizane. Tene mirov biçe jî gel bi pirse ka PDK çi kiriye bes e ku hemû tişt werin nasîn.
Niha jî ev kewn peresti ango malbat perestî herî zede em di mijara hember Rojava de dibînin. PDK ango Barzanî xuyaye bi Serok vezire tirk ve ser Rojava peymanek mohr kirine. Ev peymana vebirr dijî berjewendiyên Rojava û gele kurde. Serok vezire tirk digot “Rojava ji bo me xate sore.” Û em jî dizanin ku Barzanî bi Serok vezire tirk ve peymanek mohr kiriye. We deme ji bo me nabe ku em nizanibin ka PDK ango Barzanî çi mohr kiriye.
Numune Yekitiya kurdên Rojava ango henek partiyen ku li wedere hene nakevin nava yekîtiya kurdan. Kî nahele ev yekiti çebê? Bêguman PDK. Berku PDK bi israr dixwaze berjewendiyên dewleta tirk bimeşine. Derweyî berjewendiyên Turkiye Barzanî tu nezik buyînen din raber nakin.
Ambargo bi şêweyek devam dike. Dile xwe de li Hewler peyman hatin mohr kirin. Le muxabin him tiştek xuya nake, him jî gelek partiyen ku milê PDK ve tên piştpal kirin nakevin karên netewî him jî ji bona ku kurd bi vîna xwe tevle Cenev bibin PDK astengiya çedike. Dîsa alikariya xwe ji bona rêxistinin çete berdevam dike.
Ev bi çi şêweyî têt meşandin di gelek belgeyen ku di ragihandine de hatin weşandin diyare. Çawa El Parti û Parti Azadî were piştkirî kirin hemûyan em van belgêyan de dixwînin.
Belgeyek dîtir jî derbare ev kese ku here zede dijmintî kurda dike ango derbare Fetullah Gulen’e. Em hîç bir nekin ev kesa ji bo ku agir ser kurdan de were barandin çi qas dua kiribûn. Ango nifir kiribûn. Ev kesa gelo îro li Kurdistana başur çi qas bi bandore. Dîsa çi qas mektebên vî kesî li Kurdistan’a başur de henin. Dîsa gelo çi qas ciwanên kurd milên ve cemaate da tên tevger kirin û dijî kurdên Rojava didin xebatandin û didin şerkirin?
Ew na hemû pirsin. Û muhatabe van pirsan heşmendiya PDK ango Barzaniyan e. Berku yên ku herî zêde dijî kurdên Rojava tekoşîn ango dijmantîdikin PDK’ye. Barzanin e.
Dîsa yên ku herî zede piştgirî didin Fetulahî dîsan evin. Em bînin bîra xwe Fetullah di civîna kul i Amerika hatibu kirin, ser Barzanî çi gotin kiri bûn? Pir wekiri û eşkere anî bu ser ziman ku ev û Barzanî hevra dijî Rojava kar diken. Ji bona we pewîste sinore Sêmalka baş bigire.
Em kanin pirr direjtir jî ser PDK biaxivin. Şîrove bikin. Le em bawerin tiştek em dixwazin bînin ser ziman fem dibe. PDK û Barzanî serî de heta binî vebirr tenê û tenê malbata xwe difikrin. Berjewendiyen malbata xwe difikrin. Ji bona berjewendiyen teng Barzanî karin her tiştî rastî her tiştî bikin û bifroşin. Berku kewn perestî û malbat perestî heşmendiyek pirr teng û xwe parêze.
Dema Serok Apo berî salan qala malbat perestî dikir rastî jî ew nezik buyînen li netew buyîne dur rexne dikir. Ew nezik buyînen ku tenê xwe difikrin rexne diker. Û çi qas rexneyên Serok Apo cîh dene îro em hena baştîrîn dibînin. Hêna bêtir dema PDK dijî şoreşa Rojava tekoşîn û dijbertî dike em dibînin. Ber ku menfaatên malbatî her dem dihelin ku mirov bibe noker. Bibe hevpar. Bibe cahş. Bibe koricî. Bibe yeni çeri. Bibe mangurt.
Eger îro PDK ango Barzanî dijî berjewendiyen gelê kurd cem dewleta tirk disekne wateyek xwe heye. Ne wateyek bi nirxe le wateyek hevparî û kurmê darêye.
Em bala xwe bidin ragihandina PDK bi navê Rudaw. Rudaw her roj him jî her roj agahiyên ne rast, derew, sahte û dijmantî dijî soreşa Rojava belav dike. Çi qas ne rastî henin bi nûçeyên wek bûyîne digiri dest û reşkirineke bê ahlaqî dimeşîne.
Ew televîzyona bi nave Rudaw bi pereyên ke hatiye avakirin herkes dizani. Berku ser ve televîzyone çapemenî de belgeyên ka dewleta tirk ango saloxgerîya tirk MİİT çawa Rudaw avakiriye vekirî nivîs derketin. Dîsan Rudaw e kîjan nûçeyan û çawa bike jî jera wek talimat ango emir daye jî di çapemenî de me xwendiye.
Eger îro PDK bi hemû şewêyên kirej hember Rojava ditekoşe bingeha xwe di ve birdoziya malbat perestî, kewn perestî û netewperestiya pir teng û kirêt de digire.
Ji bona ve pewîste her kurdek û demokratek, dîsan mirovên me yên baweriyên û gelên din yê ve herêmê dijî ve kewn perestî biseknin. Û dîsan her kurdek pewîste birdozîya malbat perestî û van kesan ku malbat perestî dikin baş nas bike.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
ji gel me û raya giştî re!
tekoşîna me bi berxwedanî û tekoşînên bê hempa ve pirî seknên destanwarî ne. Tekoşîna PKK'ê û serhildanên gel de dîroka tevahî Kurdistanê û gelê me bi pêşketina tekoşîna şoreşgerî ya mezin salên ku van afirandin buye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di dîroka 21’ê Çile de balefirên keşfê yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên me yên Parastina Medya gera zêde a keşifan pêk anîne. Gera keşifan di navbera saet 5.00-23.00’an de li ser herêma Metîna, di navbera saet 15.00-19.00’an de li ser herêma Xakûrkê, di navbera saet 20.00-22.00’an de jî li ser herêma Garê keşifên zêde pêk anîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di dîroka 19’ê Çile de balefirên keşfê yên artêşa Tirk li ser Herêmên Parastina yên Medya di navbera saet 07.30-21.00’an li ser herêma Avaşîn keşif pêk anîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di dîroka 18’ê Çile de balafirên keşfê yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên me yên Parastina Medya weke herêma Metîna di navbera saet 07.30-11.30, herêma Gare di navbera saet 11.30-21.00, herêma Zapê navbera saet 16.30-18.00’an de bê navber keşif pêk anîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di dîroka 15’ê Çile di saet 12:30’an de artêşa dagirker a Tirk li navçeya Şemizdînan a ser bi Colemêrgê bi kobreyan li ser Ava Hacibeg û derû dora Geniş Tepe êrîş pêkanîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2'ê Çileyê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk, saet di navbera 08:00-09:00 de li herêma Heftanînê, êvarê saet di navbera 23:00-00:00 de dîsa li heman herêmê, saet di navbera 12:00-13:00 de li herêma Zapê, saet di navbera 14:00-16:00 de li herêma me ya Gare geriyan û keşif kirin.
- Ayrıntılar
Nav û Paşnav: Mehmet Şîrîn Cebe
Navê Kod: Akîf Doxan
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Mardîn
Cih û Dîroka Şahadetê: 13 Çile 2013 Niseybîn Mêrdîn
Belê, me doh li nûçe guhdarkir ku Heval Akîf di 13’ê Çile ya 2013’an de, li navçeya Nisêbînê di encama şerekî giran de, li hember artêşa Tirk, saetekî bi berxwedaniyeke mînak, şehid ketiye û ew jî derbasî nav sitêrkên asîmanan bûye. Heval Akîf di fermandariya eyaleta Mêrdînê de cih digirt û ji ber ku eyalet baş nasdikir, xwediyê xebatekî pir sekeftî bû. Ev sala derbasbûyî, heman demê fermandariya herêma Bagokê jî bû. Bi qasî ku min Heval Akîf naskir, çend rastiyên heval ez di xwazim binivîsim. Ew jî wek gelek têkoşerên azadiya Kurd û Kurdistanê, ku bi fedakariyek mezin heya îro ku bi qehremantî çû şehadetê, deynek li ser milê me hişt. Bêguman bi çend xetik nîvîs nivîsandin, em nikarin deynê wan ê li ser milê xwe bidin. Biqasî ku nivîsandin, dem kurt tol ji dijmin rakirin, pewist e, xebatê hevala ku heya cihekî anîn û birina serkeftinê, armanca wan pêkanîn, erkê me hevalên wan e. Dibe ku erkên herkesî ku dibêje ez mirov im ku li hember van kesên ku xwe ji bo azadiya mirovatiyê, fedadikin, birêzbin û wan bidin jiyankirin. Lê herî zêde hevalên ku bi wan re şoreşgeriyê dikin, ew berpirsyar in ku wan rast jiyankin û bidin jiyankirin. Ji ber ku herî baş jiyan û rastiya mirovekî anîna ziman, ancaq hevalên ku bi wan re di zorî, zehmetiye de jiyankiri be, dikare rast û baş bîne ziman. Bêguman berpirsyariya mirovekî li hember mirovatiyê jî, vê ferz dike ku mirov mêrxasî û paqijiya van têkoşeran jiyanke û bide jiyankirin.
Belê, min Hevalê Akîf Mêrdîn, sala 1999’ê li herêma Gabar dît û naskir. Heval Akîf ji gundê girêdayî Midyadê, Hêştirekê bû, lê bi malbata xwe re koçî navçeya Nisêbînê kiribûn. Dema ku min ew dît, wê demê ji qada Serok APO dihat û wê biçûna eyalate Mêrdînê. Ew jî di nav koma ku bi Heval Huseyîn re ku ji Kongra PKK’ê ya 6 mîn de hatibûn eyaletê. Bihar bû, dawiya meha Adarê bû, her çi qas carna baran dibarî jî, lê şînkayî û kulîlkên behîva, çiyayê Gabarê xemilandi bû. Ev xweşikbûna Gabarê di serî de, Heval Akîf û tevayê hevalên ku nû hatibûn Gabarê, pir kêfxweş kiribûn û moral dabû hevalan. Wek tê zanîn Rêber APO di 15`ê Sibatê de hatibû girtin û tevayê gelê Kurd û gerilayên Kurdistanê bi rihekî fedayî têkoşînek li hember vê Komployê didan. Tevayên têkoşerên Rêber APO xwe pêşniyarî çeperê herî pêş dikirin ku çalakiyên fedaî jî têde, li dijî vê êrîşa hovane ya navnetewî bisekinin. Ev koma dawî hatibû jî, bi vê xwestek û germahiyê hatibûn. Heval Akîf jî yek ji wan hevalan bû ku bi girtina Serokatiyê hêrs bûbû û wek fedaiyê Rêber APO , dixwest ku xurt tevlî vê pêvajoya şer bibe. Li ser vî bingehê wî xwe pêşniyarî eyaleta Mêrdînê, çeperê herî pêş kiribû. Heval Akîf bihara 99’an piştî çend roj li Gabar, li cem me ma, piştre bi Heval Huseyîn re derbasî eyalata Mêrdînê bû. Heval Akîf demek dirêj û xebatekî serkeftî li vê eyaletê meşand. Ji ber ku gelê herêmê baş nasdikir û dihat hezkirin. Têkiliyên fireh bi gel re danîbû û xebatên xwe berfireh kiribû. Demek şunde, ew carek din derbasî qada Başurê Kurdistanê bû, piştî tevlîbûna perwerdê, ew ji bo xebatên civakî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimeşin hate vesazkirin. Demek dirêj ev xebat li herêma Kelareşê ya ku di navbera Urmiyê û Wanê de bû, bi bandorî meşand. Jixwe heval di rêveberiya wê herêmê ya herî jor de cih digirt û berpirsyariyek mezin jî li ser milê xwe bû. Biqasî ku min ji hevalên di wê xebatê de pê re dixebitîn bihîst, Heval Akîf ji metropolên Tirkiyê heya Kurdistanê, tevger kirinek xurt di nav gel de çêkir û gelek ciwan tevlî rêxistinê kirin. Ji vir cardin tê Başurê Kurdistanê û li vir perwerdeyek din dibîne. Piştî demek li Başur dimîne, ew bi pêşniyar û daxwaziyek mezin, dîsa dixwaze here eyaleta Mêrdînê. Heval Akîf carak din di sala 2010’ê de, ji ser Rojavayê Kurdistanê re berê xwe dide eyaleta Mêrdînê. Ji destpêka gihiştina eyaletê heya ku şehîd ket, di sêyemîn fermandariya eyaleta Mêrdînê de cihê xwe digirt. Bi giranî xebatê xwe li derdorê Nisêbîn, Midyad û çiyayê Bagokê dimeşand. Heval Akîf gelê van herêmê û erazî tev, pir baş nasdikir û bixwe bawer xebatê xwe li vir dimeşand. Heval Akîf hem ji xebatê parastina cewherî ya eyaletê berpisyar bû, hem jî ji xebatên giştî berpisyar bû. Ji bihara 2012 ve, heman demê fermandariya herêma Bagokê jî dikir. Ji dema ku em gihiştin qada Botanê û heya niha, ji ber ku ew girêdayî me bû, min xebatên wî ji nêz de şopand. Divê salê de herêma ku herî zêde çalakî lê çêbûn, dibin berpirsyariya Heval Akîf de ya Bagokê bû. Rexmê ku hejmarek kêm heval li herêma wî hebûn jî, lê dîsa li gor derfetên xwe, gelek çalakiyên baş kirin. Bi rê qutkirinê, bandor li ser herêmê çêkirin û pêşveçûnên rêxistinê bi gel re parkirin, mamosteyê perwerda Tirkî didin, girtin û qewitandina wan, herî zêde li gel Heval Akîf ev xebat serkeftî hat meşandin. Di vê demê de herî zêde li herêma Heval Akîf perwerda Tirkî hat seknandin û daxwaziya zarok û xortên Kurd a perwerda zimanê dayîkê dîtin, bi xebatên wî pêşket. Yanî xebatê Heval Akîf, yê li hember qirkirin û tunekirina çand û hebûna Kurd, xebatek serkeftî meşand û pêşya vê van polîtîqayên qirêj tim wek astengekî sekinî.
Belê, Heval Akîf zarokekî herêma Torê bû û bi fikrê Apocîtiyê, ew di nav malbatekê welatparêz de mezin bûbû. Malbat û derdorên wan, wek ku di nav têkoşîna serhildana, Mala Haco ya Elîkê Betê de cih girtin, li gel têkoşîna PKK’ê jî cihê xwe pir zû girtin. Ew zarokê nav van serhidanên ku li Bagok û derdorê wê jiyan bûne, ji dayîk bû û li vir mezin bû. Belê, ew şopdariyê kalkê xwe yên serhildêr bû û bi ronahiya PKK’ê re wî çavê xwe li cîhanê vekiribû. Serhildana gelêrî ya bi welatparêziya PKK, destpêkê li herêma wan destpêkirbû. Ew zarokê dîtina serhildan û berxwedana gelê Nisêbînê bû. Êrîşa hovane, qirkirina ku dewlata Tirk li ser gelê Nisêbînê meşandibû jî, wî bi çavê xwe dîtibû. Jixwe tiştê ku Heval Akîf xiste nava gerîlayên Kurdistanê ev dîroka bi êş û xweşî bû . Rastî jî me di tevayê xebat û têkoşîna wî de dît ku çiqas bi nirxê gel, şehidan, Serokatiyê û yê hevaltiyê ve girêdayi ye, ev yek baş dihat dîtin. Têkoşîna wî tim ji bo ku van nirxan mezinke û wan biparêze bû. Heval Akîf di hevaltiya xwe de jî, paqij û dilpak bû, tu heval jê aciz nedibû û bi fedekariya xwe ya mêrxasî, heval li derdorê xwe dicivandin. Jixwe ku ev nebana, li hember ewqas êrîşên artêşa Tirk a li ser wan, berovajiyê vê ew li Bagokê ewqas serkeftî nedibûn. Ji ber ku baweriyek xurt bi xetê û hevalan hebû, ev êrîş berteref kirin û bandora rêxistinê tim li herêmê parast. Çend car min pêre bi cîhaza mezin axift û min nêrînên wî li ser herêmê û giştî pirsî û girtin. Tim nirxandinên xwe pêgihiştî bû û biqasî ku nêrînên wî ji bo tevayê herêman ronahîbûn, ewqas jî li hember Serokatî û şehidan jî rexnedana xwe jî dida.
Berxwedaniya wî ya herî dawî jixwe nîşandide ku ew çiqas, mêrxas û fedaiyek gelê Kurdistanê ye. Tenê li gor me li radiyo guhdar kir, bi tena xwe, li hemberî dorpêçkirina, bi hezaran leşker, polis û xayînê dewlata Tirk, saetekî li berxwedaye. Berxwedana wî ya giranbiha, ewê bibe ronahiya azadiyê, ji bo mirovatiyê. Tu car ciwan û gelê Kurdistanê wê vê ji bîr neke û cihê wî wê vala nehêle. Bi salan, wî ji bo vî gelî azad bike, di nav ewqas zorî û astengiyan de, têkoşîneke lehengî meşand. Ew tu car ji bo xwe nefikirî ku bi xwe bijî, tim ji bo gelê xwe û mirovatiya azad û bingehê serxwebûnê, xebitî û têkoşîn kir. Heval Akîf çima bi xwe çûye Nisêbînê? Min hêj baş fam nekirye. Rastî jî hevalakî wek Heval Akîf di fermandariya eyaletê ya jor de, pêwîst bû neçûbana wir. Ev mijarek rexne û rexnedanê ye, ji ber ku ew nasbû û dijmin jî ew baş nasdikir, hevalak din rêkirin bêhtir rast bû. Hevalê wek wî pêgihiştî, ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, pêwîstbû ku xwe biparêsta. Lê dema ku ji bo karekî pîrozbe û pêwîst be, tev fermandarên HPG fedaî ne û pêwîst e ku di dema xwe de erkên xwe bînin cih. Jixwe em tev jî ji bo azadiya mirovatiyê derketine serê çiya û me hertişt daye berçavên xwe, tenê bila gelê me azad bibe. Xuya ye ku Heval Akîf jî, armanca wî çi xebat be, em heya niha nizanin, lê tiştê diyar ev e ku ew bi armanca têkoşîna azadiyê çûye wir. Di dawî de ez vê dibêjim ku ew berxwedanî û fedakariya Heval Akîf a bi salan, emê tu car ji bîr nekin û heya armanca wî em bînin cih, emê bênavber tekoşîna azadiyê bidin. Biqasî ku tola wî emê ji wan leşker û polisên Tirk ên hovane rakin, armanca wî ya serxwebunê jî wê erkê me yê yekem be. Ronahiya fedakarî û berxwedaniya şehîdên me, vê yekê ji bo me emirdike. Hevaltiya rast jî ev e ku di ronahiya şehidan de têkoşîn domandine. Careke din ez soza xwe ya girêdana nirxên şehîdan tînim ziman û têkoşîna min wê ji bo armanca wan anîna cih be.
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar
“Destpêkê li jina bidin, bikujin,“ berhemê hişmendiya kapîtalîzmê ku hovîtiyê rewa dike, ancaq bi kuştina jinên azad bidawî bibe.
Îro bi serê sibihê re bi nûçeya lezgîn ku di radyoya dengê Kurdistanê de hat dayîn, şehîdbûna hevala Sakîne, Fîdan û Leyla, ku bi şêweyekî hovane li Parîsê pêkhatiya, me guhdarkir! Em di serî de vê êrîşa qirêj a hovane lenet dikin.
Ev êrîşa hovane, tenê ne li ser sê siyasetmedarê gelê Kurd e, li ser tevayî gelê Kurd û mirovatiya azad e. Ev qirkirina ku li paytexta Fransa, Parîsê pêkhatî, tenê ne kiryarê dewletekê ye. Wek qomploya navnetewî ya li ser Serokê gelê Kurd, Rêber APO ku hat kirin, ew jî ewqas girîng û bi hêzên navnetewî hatiya meşandin. Baş agahiya me ji vê qirkirina hovane ku çêbûye, çawa pêk hatiye, heya niha nîne. Lê tiştê diyar eve ku di navenda Ewropa de, bi şêweyekî dizî û bi çekê pêşketî, pirofesyonalî bê ku kes bibihîse, pêkanîn. Karê rêxistiniyeke navnetewi ye. Qaşo Parîs navendeke Demokrasî û pêşketinê ye, lê her kesî dît ku qirkirina herî qirêj û hovane, li hember mirovên azad û azadîxwaz hat kirin. Mirov ji kîjan aliyî ve bigre dest, ev şerma ku mirovatî dixe bin erdê, li navenda kapîtalîzmê, navenda Parîsê cihê herî bi tevger pêk hatiye. Serdema em tê de ne, ya vê demê qirkirina bi vî awayî, pir manîdar e û bi serê xwe rastiya vê hovîtiyê derdixe ber çavan. Di rojeva gelê Kurd û cîhanê de, hevditinên ku bi Rêber APO re çêdibin û hêviya ku pirsgirêka Kurd bi şêweyeke dêmokratîk û aşîtiyane çareser bibe heye, ev êrîşa hovane pir balkêş e. Lê belê wek gelek car ku di dîroka PKK’ê de hat dîtin, demê ku pirsgirêka Kurd dikeve nîqaşê, ku bi aşîtyane bê çaraserkirin, ji aliyê Gladyoya derve û ya hindir, dewlata kûr a Tirk ve tê sabotekirin. Dibe ku di nîqaşên vê pêvajoyê de tiştekî erênî nebe jî, nediyar e, lê tê xuya kirin ku nîqaşên aşîtiyane jî ji bo gelê Kurd zêde tê dîtin, ji aliyê xwînmijên Kurd û Kurdistanê ve.
Mijarek din ew e ku çima ew heval hatin hedef girtin? Heval Sakîne qadroyê destpêka derketina PKK’ê bû û di kongra yekem a damezirandina PKK’ê de cih girtibû. Ji destpêka tevgera Apocî heya niha, ew li her cihî, parêzvanê fikra xeta tevgera Apocîtiyê bû û berpisyar bû. Ev temsîlî di kesayeta xwe de, li zîndanê, Ewropa, Rojhilata navîn û nav PKK’ê de jî, xeta azad û serbixwe, tim parast û bi pêşxist. Yanî bi tevayê hêza xwe parazvan û tekoşereke xeta fikra azadî û serxwebûna Kurdistanê bû. Ew tim têkoşervaneke azadiya jinan bû, parêzvan û pêşxistina nirxê rastiya dayîka Neolitîkê bû. Heval Sakîne di demên dawî de ev têkoşîna birûmet li navenda kapîtalîzmê, Ewropa dimeşand. Em berdin têkoşîna fikrê Apocîtiyê li Ewropa meşandin û belavkirin, xwe li hember helandinê parastin bi serê xwe, fedakariyek û wêrekbûneke mezin tê xwestin. Heval Sakîne bi salan li van qadên navenda kapîtalîzmê ya helandina mirovatiya azad, li hember têkoşîn da û cewherê xwe yên PKK’yîbûnê parast. Biqasî ku ji bo Kurdistan û tevayê gelan, azadî û wekhevî dixwest, têkoşîna wê dida, ewqasî jî ji bo yekîtiya jinên cîhanê û têkoşîna hevpar a azadiyê jî, ristek mezin dileyîst. Ew bi fikrê Rêber APO yê li ser jinê ku ji dema neolitîkê digire û heya îro ku çiqas jin di bin qirkirinê de ye, pir bawer bû û li gor vê perspektîfê xwedî têkoşîneke giranbihabû. Belkî ji bo vê, ew hat hedef girtin û li ser ew hişmendiya kapîtalîzmê ya ku gotiye ”Destpêkê, li jinê bixin” vê carê li ser sê siyasetmedarên jinên Kurd meşandin. Ji ber ku herî zêde hevala Sakîne li dijî vî hişmendiyê ku dibêjin, destpêkê li jinê bide derdiket û têkoşîna birûmet dida. Ji ber vê em dibêjin ku ev êrîşa hovane, ne ji rêzê ye û ne bi derfetê dewletekî tenê hatiye pêkanîn.
Belê, cihê Hevala Sakîne di nava tevgera PKK’ê de jî pir bi wate û bi mînak bû. Rastî jî bi danûstandinên rêxistinî û pir kûr, rêzgirtinek mezin li hember hatibû çêkirin. Cihê ku ew diçûyê, heval li hember diketin rêzgirtinekê bi hirmet û herkes li bendî axiftina ku ji devê wê derkeve û disekinîn. Ew bixwe pir dilnizm û xwedî jiyanek hevpar bû, lê sekna wê û axiftinên ku ji devê wê derdiketin, hemû nirxê pîroz yê mirovatiya azad bûn. Gelek cara ez jî rastî van dewlemendiyê ku bi Heval Sakîne re hebûn, hatim û min pir hêz ji nêrînên Hevala Sakîne girt. Di sala 1971’ê de di nava şoreşgerê Tirkiyê de cih girtibû û bi tercîha xwe azadîxwaziyê, xwedî têkoşîneke hêja bû. Ew jî wek Hevalê Cuma, Abbas, Karasu, Fuat, dema ku min didît! kêfxweşî û tenê ez li bendî axiftinek ku heval bike bi sebir disekinîm. Ji ber ku ew xezîneya kesayeta azad û fikrên serbixwe bûn, û tim perspektîfê azadî û serxwebûnê bûn. Van kesê temenê wan gihiştiye 60 û derbazkirye, lê ev jiyana xwe tev ji bo azadî û wekheviye mirovatiyê dane û xizmeta vê kirine. Ew Hevalên Rêber APO, yên ciwantiyê bûn û tu car lê îxanet nekirbûn, tim di çarçoveya perspektîfên Rêber APO de, xwedî xebatek mezin û fedakariyek giranbihabûn.
Belê, Hevala Sakîne jî nirxekî pîroz yê berhemê nirxê Rêber APO bû ku bi van nirxê hevaltiya rast hatibû xuliqandin. Heval Sakîne herî dawî ku min dît, serê bihara sala 2012’ê bû, du cara hat Ocaxa PKK’ê cem me, her du cara jî bi me re axifî û nêrînên xwe yên li ser pêvajo, dîrok û li ser Rêber APO bi dewlemendî bi me re parvekir. Rastî jî Heval Sakîne di çarçoveya parêznameyên Rêber APO de, pir kûr û fireh xwedî nêrîn bû û bi kurtayî bi me re parvekir, em jê bandorbûn. Bi giranî li ser rûyê qirêj yê kapîtalîzmê ku çawa li ser civak û kesayeta azad, bêbextî û hovîtiyek mezin dimeşîne, bi nêrînek zelal bi me re nirxand û di vî warî de fêmkirina xwe parvekir. Dîsa pergala kapitalîzmê ku bi pir reng û pir şêwazan, li ser jinê bi armanca qirkirina jina azad, dimeşine. Ji van parvekirinan û nirxandinên wê yê kûr ne pêkan e ku mirov hestiyar nebe. Bi taybet jî rûyên kapîtalîzmê yên ku nayên dîtin, bi çend qilifa xwe vedişêre û civakan bi dagirkeriya xwe ve dimeşîne, rûyê wê qirêj di derxistina holê de têgihiştîbû. Jixwe ev rastiyên ku wê dîtibûn û li dijî wan têkoşîn dida, wek Rêber APO, ew jî bû hedefa êrîşên gladyoya kapîtalîzmê.
Nêzîkbûneke Heval Sakîne ku em pir pê bandor dibûn jî, di wê temenê xwe yê mezin de jî pir zindî û zîrekbûna wê bû. Rastî jî ew ciwantiya destpêka PKK’ê, hêjî di kesayeta xwe de diparast û dida jiyankirin. Carna dibû mijara henekan, hevalan digotin , “ev heval tu car pîr nabe, tim ciwan e”. Ev rastiyeke Hevala Sakîne bû ku ew hestê ciwantî di dil û mejiyê xwe de jiyan dikir. Ew li kû ba, tim serê sibehê spora xwe dikir û fizîka xwe jî wek ciwanekî diparast. Axaftina ku tê gotin, “PKK bi ciwantî dest pêkir, wê bi ciwanî jî serbikeve”di kesayete xwe de jiyan dikir. Guman tune ye ku ev êrîşa hovane bi destê Tirkê sipî ku di tunekirina gelê Kurd de, tim qirkirin meşandine, hatiye kirin. Bêguman destê gladiyoya derve têde heye, lê dewlata Tirk wek piyon hatiye bikaranîn. Kê ev êrîşa hovane kiribe, ez sedcarî nalet û şermezar dikim. Lê ez baş dizanim ku bi nalet û şermezarkirinê, em nikarin erkê xwe yên hevaltiya şoreşgerî li hember van hevalan bicih bînin. Enceq em têkoşîna wan a azadî û serxwebûnê bi xurtî berdewam bikin û armanca wan bînin cih, mirov dikare layîqî wan be. Tol rakirina wan, ew e ku em dijminê azadiyê bişkênin û ala zaferê bilind kin, wê viha pêkan be. Soza me ya ji bo van hevalan jî ew e ku emê li du şopa wan têkoşîna azadî û serxwebûnê heya dawiyê bimeşînin. Ev nirxê pîroz parastin û bilind kirina wan, erkê me yê bingehîn e. Kesekî/ê ku van nirxan nebîne û neparêze, bila ew ji mirovatiya xwe guman bikin. Dewlemendiya mirovatiya azad, rastiya jiyana van şoreşgerên mezin e. Cardin em vê êrîşa hovane ya li ser van nirxên pîroz, ê gelê Kurd û mirovê azadîxwaz, nalet dikin û di têkoşîna li dijî vê hovîtiyê de serkeftinê dixwazin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar