Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê Tîrmehê li Colemerg li dijî herêma Siwara Benê ku bi ser Çelê ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de saet 07.30’ande li dijî hêzên operasyonê ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin.
BRAHÎMÊ ZER - RAMAZAN TOPTAŞ
Rêheval Îbrahîm; ew qasî ku çavên te kûr in, ji bona ku dîrok û serpêhatiyên ku te di 25 salan de jîn kir fêm bikim, daqul dibim û her carê ez di hundirê wan de, biriqandinên giravan hîs dikim. Bêhna giravan ji te difûriya. Ji ber ku tu her dem bi rojê re sadiq mayî û te tu carî hêviyên vî gelî û şehîdan li erdê nehîşte û tu bi jiyan û felsefeya xwe, bûyî rênîşanderê nifşên li pey xwe.
Şoreşgerî qedîm û hevalê rojê, rêheval Îbrahîm. Ji bona me, nasîna we, hesteke pîroz û ezmûneke ku emê tu carî ji bîr nekin bû. Te bênavber bi Roja giravan re rêhevaltiyeke tam kir û tu bûyî hogirek ji dil. Ev pratîka te her tiştî diselmîne. Bi nasîna te, min nirxên rêhevaltiyê û wateya têkoşîn û jiyanê fêm kir. Ew ezmûn û bîranînên we yên ku mîna zeryanan bûn û bixwe dîroka vê tevgerê bûn. Hezar xwezî me zêdetir sûdwerbigirta. Lê me ji ku bizanibûna, tu yê bi îxaneteke bêwext ji nav me koç bikî û bi rûyekî ken tevlî karwana pakrewanan bibî.
Li pey te girî digirîn rêheval Îbrahîm. Ji ber ku we li van çiyayan jîna ku nemabû seridande, we evînên baskokirî ji nû ve da jiyandin û we hêviyên pêşerojê yên berxwedaniyê bi me da tamijandin. Ma hindik e, ta ji 78’an heta roja şehadeta xwe, bi evîneke mezin û ku nedihejiya bi dozê re girêdan. Ma hindek e, di her qada şer pêşengîkirin û di her bihostek vê axa pîroz gerîlatî kirin.
Her ku tu tê hişê me, li ber çavên me, fermandarê pîroz û mezin Egîd, bi bişirînekê şûna te digire. Ji ber ku te bi têkoşîna xwe, fermandariya Egîd di nava rêxistinê de, da jiyandin. Ma ne tu bûyî, piştî pêngava guleya yekem a 15’ê Tebaxê, bi fermandar Egîd re li Botanê, ji bona ku berdewamiya û domdariya vê pêngavê bikî û veguhezînî xetê, çi ket ser milê te, te anî cî. Ma belasebe hevalan ji te re digotin hevalê Zehmetkêş. Te bi baweriyeke mezin, bi vîn û îradeyeke ku tu carî naheje, di dîroka şerê azadiyê de, bi serkeftinên xwe mohra xwe li dîrokê xist.
Hevalê Îbrahîm; bila bigirîn ew çiyayên qedîm piştî çûyîna te; bila bigirîn deşt, çiya, dol û zozanên Kurdistanê ku bûne şahidê mêrxasiya te û mirovperweriya te. Ma wisa hêsan e, pejinrandina vê yekê.
Li hemberî vê yekê dilê me li ber teqawitbûne ye...
Vê mehê meheke sor e, bi rengê xwînê ya ku ala mirovantiyê û sosyalîzmê rengê xwe jê girtiye. Ne pêjeroj dihêle ku em dûr bikevin û ne jî paşeroj dihêle em ji hev dûr bimînin. Vê mehê ji mehan kesk e,ji ber ku te bi tîrêjên xwe yên hêviyê, beyarên ku rengezer bûbûn hêşîn kir. Vê mehê meheke spî ye û em bi hêrsa di nava dilê xwe de hemû şembelîlk û berfên li quntarên Kurojahro dihelînin, ku ev çiya bûn şahidê vê berxwedanî û trajediyê.
Çokên min dilerizin û çiyayê govendê zêmaran dibarînin. Te dilê xwe di nava çiyayên azadiyê de kêlî bi kêlî û gav bi gav veşart.
Rêheval Îbrahîm, qet xeman nexwe, waye zarokên rojê û êgir, kefle bi kefle li pey vî dilî ne û ewê bîranînên te, bidin jiyandin.
Oxir be Fermandarê me!
Hevalê vî yê tekoşînê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya gişti re!
1. Di 28’ê Tîrmehê (îroj) li Şirnex li dijî herêmên Geliyoka, Tirbê Sêrtê û Zêvê ku girêdayî Gabarê ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye destpê kirin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 26’ê Tîrmehê saet derdora 08.00’ande li Amed li dijî konvoya leşkerî ya di navberan Pasur û Lîcê derbas dibû ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalaki yê maşîna Reo ya artêşa TC ku 12 leşker têde ji hêla gerîla yê me hatiye imhakirin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji hêla artêşa TC operasyonek tê lidarxistin. Operasyon di saetên êvarî de bê encam paşde vedikişe
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 25’ê Tîrmehê navçeya Qers Qaxizmanê li dijî Kevirê Ker, Geliyê Hecî û gundê Extê ku girêdayî Çemçê ne ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona di saetê serê sibê destpê kiribû hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 24’ê Tîrmehê saet di navbera 08.00-09.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Avaşîn û Dola Notê ku girêdayî Zagrosê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşêde agirê li herême destpê kiriye hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 22’ê Tîrmehê saet di 18.30’ande li dijî hêzên dijmin yên li Girê Konmirê ku girêdayî navçeya Colemerg Çele yê ji hêla gerîla yê me yên YJASTAR du çalakiyên suîkastê hatiye lidarxistin. Di encama herdu çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşande şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 20’ê Tîrmehê di navbera saet 23.00 û 21’ê Tîrmehê saet 02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî quntarên Xantûr û Şeşdara ku bi ser Heftenînê ye ji hêla artêşa TC êrîşêke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşa hatiye lidarxistin agirê li herêma Şeşdara destpê kiriye berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 21’ê Tîrmehê li Herêmên Parastina Medya li herêma Erbîş ya girêdayî navçeya Colemerg Çelê ye li dijî leşkerên dijmin yên derketiye operasyonê ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de heta êvarî cî cî pevçûn berdewam kiriye. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji hêla me nehatiye zelal kirin.
- Ayrıntılar
Wekî ku min di sernavê nivîsê de jî diyar kiriye, AKP êdî bûye sazkariyeke leşkerî. Ji ber ku rasterast li Kurdistanê bi hemû saziyên leşkerî re; di serî de bi JÎTEM, cahş, nokeran re têkildar in, heta pêşengiya wan dikin. Li ku devara Kurdistana Bakur cahşîtî, çetetî, karek qirêj, fihûş, tilyakêşî hebe ew AKP’iyên mûnafik di nav de ne û bi xwe dikin. Dema ku vê dikin jî li ser navê îslamê dikin.
Îro li Kurdistanê AKP bi kadroyên xwe pêşengiya şerê qirêj û taybet dikin û rasterast bi çarenûsa gelê kurd dilîzin û her diçe xeter dibin. Di serdema çaremîn a berxwedaniya tevgera azadiyê de, herî zêde hêza ku astengî derdixin, bi derewan dijberî dikin, pişavtin û asîmîlasyona li ser kurdan kûr dikin, bi ol û dîn dilîzin û saziyên dewletê li Kurdistanê rewa dikin ew in. Mixabin hinek derdorên ku li ser navê îslamê di nava vê qirêjiyê de ne jî haya wan ji wan nîn e.
Êdî AKP yeksan e, walîtî, qeymekqamî, artêş, polês, cahşîtî. Ev zihniyet rasterast zihniyeta dewletê ye. Ev dewlet jî, ev sed sal in her cure qirkirin, mêtandin, pişavtinê li ser gelê kurd meşandiye. AKP jî îro bi vê zihniyetê re hevkarî dike û ji bona berjewendiyên xwe, ji bona îktîdara xwe zexm û domdar bikin, her cure nirx û rûmeta gelê kurd binpê dikin.
Qadroyên AKP’ê hewl didin di nava civakê bêexlaqiyan bi pêş bixin. Mînakên herî dawîn ên li Berwarî û Sêrtê bo vê mînak in. Di van bûyeran de rasterast qadroyên faşîst û mûnafik ên AKP’yî cî girtine. Li ser vê digel ku ewqas ji hêla tevgera azadiyê ve hatine hişyarkirinê, hê jî ev sekna wan didome û wekî partiyeke paramîlîter tevdigerin.
Îro li Kurdistanê di girtina zarokan de, di lêdana dayîkan de, êşkencekirina cenazeyên hevalên me de, di pêşvebirina fihûş û tecawizan de, di zêdekirina operasyonanan de, di girtina siyasetmedarên kurd de şanenava AKP’ê heye. Yanî rasterast êrîş birine ser siyaseta demokratîk a kurd. Ev jî bixwe rewabûna AKP’ê ji holê radike. Yanî ji niha û şûn ve AKP û hemû qadroyên wan, ne endamên partiyeke siyasî ne. Ew cahş in, ew tecawizkar in, ew polês in, ew JÎTEM in, ew şewatkarên daristananên Kurdistanê ne, ew êşkencekarên cenazeyên kurdan in....
Ji ber vê yekê, divê her xebatkar an qadroyek AKP’ê asûna xwe ya dijminantiyê bizanibe. Her yek ji wan, neyar û dijminên gelê kurd in. Kî li ser navê wan bixebite, destê wan di xwîna kurdan de ye. Ji bona wê jî, cudahiyek di navbera polês, leşker an AKP’iyek de nemaye. Loma jî, ku ji wan yek bi yek hesap bê pirsîn, bila xwe li kerîtî û kerîtiyê daneynin. Wê ev gel hesabek mezin ji wan bipirse. Bi taybet, serokên bajaran, ên navçeyan, encûmen û xebatkarên AKP’ê yên li Kurdistanê ku vê peywira xwe bidomînin, ger ku bi lezgînî dev ji vê bêşerefî, bênamûsî û xwefirotiyê bernedin wê li hember dîrokê hesabek mezin bidin.
Gelê kurd niha şerê “Parastina hebûnê û pêşvebirina azadiya xwe” dide. Ew derdorên ku li ser navê AKP’ê dixebitin, divê bizanibin rasterast li hember hebûna gelê kurd in û di xwîna dirêjê de jî berpirsin. Loma jî, divê ev derdor rewşa AKP’ê bizanibin, kesên mîna Tayîb Erdogan baş bizanibin û ji bona van derdorên ku dijminên gelê kurd in, xebatek nekin û werin ser riya heqiyê. Nexwe, wê wekî cahş, noker, endamen JÎTEM’ê, fihûşkar û xiyanetkar bêne hesibandin.
Aram Masîs
- Ayrıntılar