Em rêhevala Zîlan di salvegera çalekiya wê de bi rêz bi bîrtînin û carek din minetdariya xwe diyar dikin. Bê gûman em ne weke çalekiya întîharê, wek çalekiya berxwedaniya gelek mezin dinirxînin. Her ku di rastiya mirovahiyê de û di rastiya hemû gelan de weke vê mînak jî hebin bi vê re girêdayî, kesayeta Zeyneb Kinaci di rastiya gelê me de, di rastiya PKK’ê de weke ku gelek tên xuyakirin îfada semboleke gelek mezin e. Di nameye xwe ya ku ji me re nivîsandibû de wesiyeta xwe diyarkiriye. Bi vê wesilê tiştê ku li ser min tên ferzkirin ez di xebitandina pêkanîna wê de me. Gotiye :“pêwîstiyên wesiyeta me herî zêde hûn dikarin fêm bikin û pêwîstiyên wê bi cih bînin”. Ji xwe ev yek em hem bi bandor kiriye hem jî pêwîstiya xwedî derketina berpirsiyartiya me derxistiye holê. Bi gelek fikrandinê û ger mûmkûn be ji bo veguhartina jiyanê em bi awayekî awerte nêzîk bûn. Bê gûman hin pêşketin hene. Ev pêşketin hîn zêdetir di derbarê fêmkirina vê kesayetê de ye. Di heman demê de bîzat ew xistina jiyanê û piratîk kirinê deye.
Gerek di nav partiyê de gerek jî di rastiya gelê me de ya rastî ev şerê ku em bikar tînin, di hindir wê de taybetmendiye ke wê bi vî awahî karaterîze kirin û ji bo vê şoreşê, ji bo vî gelî ji bo ku em bikin taybetmendiyeke jiyanî me gelek ked xerc kir. Berî her tiştî pêwîste were zanîn ku, çalekiya Zîlan li hember êrîşên dijmin ku sînor nasnake û ew polîtîqayên bi ti rêgezan ve nayên girêdan bersiveke. Di cîhanê de yên ku herî zêde hatiye înkarkirin, di derbarê wande bi pêşbîniya“xelas bûne, mirine”xwe gihandine encamekê, kêm eleqe dîtine, dema ku eleqe jî dîtine ne xwestine wek gelekî ku di xwazin jiyan bikin bên nirxandin, her çiqas ji bo wê me gelek berxwedaniyên mezin derxistibin holê jî, raya giştî ya navnetewî ku ji vê yekê bawer ne dikir û heta gelê Kurdîstan’ê ev kirinên li hemberî xwe wek çarenûsa mirinê pejirandin. Li pêşberî me fêmkirine ke wisa mijara gotinê bû. Di sala 95’an de dijmin bi pêşxistinê operasyonên gelek berfireh şerê topyekûn û bi bihaya çi dibe bila bibe ev sal di aliyê xwe de wek sala qedandina me bi dest girtin. Bi navê azadiyê çi hebû xwestin di vê salê de bin erd bikin û bi hatineke ewqas bi tehlûke bi hemû hêza xwe bi ser me de hatin. Bi ser tevgera me de, jiyana me de, nirxê me de hatin. Ev di heman demê de di hat wateye bi navê namûs, şeref, rûmet, hêviyê jiyanê çi hebû xelas kirina wan bû. Di van rojên ku derveyî van nirxan bêşerefî, bênamûsî, bêrûmetî tiştek namîne de û tiştek nayê hêvîkirinde, bi gurkirina şovenîzmê heta dawî, gelê Tirk ku heta dawiyê xwe bi hewayêre dayê berdan de, di bin vanê yekitiya neteweyî de talebên gel herî kêm jî ku nayên berbiçav kirinde qehra ku heyiye gelek mezin dibe.
Ji bo ew bi xwe kêmekî azad jiyan bike, ji serî de hin xusûsên ku bal daye ser, şiyariya wê, kesayeta wê û fêmkirina wateya azadiyê, bi vê re girêdayî hemû aliyên niyetên dijmin nirxandina wê, cardin alikariya cîhana emperyalîst li pey dijmin ku çi sînora nasnake, ji bo wê xusûsên ku heta radeya dawiyê dihatin fêmkirin bû. Hatina xwe ya bi çi awahî, hatina xwe ya bi çi armancê, encama ku di xwest xwe bighîniyê heta dawî berbiçav kiribû. Di aliyê din de her çiqas demeke kin tevlî PKK jî bibû gelek baş fêm kiribû ku PKK di hat çi wateyê. Bi hêzbûneke gelek mezin ya li ser bingeha danasîna PKK’ê digre û jiyan dike. Bi vê yekê re girêdayî kesayeta me gelek baş di nirxîne. Em çi watê didin îfade kirin, bi asta çanda xwe ya ku xwe gîhandiyê gerek ji bo mirovahiyê û gerek jî di dîroka me de em dixwazin rêbertiyeke çawa bidin pêşxistin ev yek lêkolîn kiriye, heta di nav partiya me de, danasîna herî xweşik, ya herî rastî pêşxistiye.
Vê hevalê em ne dîtine û di têkoşînê de jî serpêhatiyê wê yên gelek kevn nînin. Li hember vê yekê em bi awayekî bi hêz nirxandina wê heta radeya dawiyê min bi wate dît. Ez dikarim nêzîkatiya hevala Şehîd Ronahî li ser vê mînakê zêde bikim. Ev rêhevalên me yên Şehîd, cardin ez dikarim bibêjim heval Bermal di heman kûrbûna weke wê debû. Ji xwe kûrbûna gelek şehîdên me van şehadetan pêk tînin. Lê belê di Zîlan de ev yek gelek bi zanebûne û heta dawiyê nêzî asta biryarbûna heta dawiyêye.
Niha dema em li ser vê çalekiyê difikirin, xwedî nêzîkatiyeke çawaye bi zanebûna vê têgihînê ew nirxandin bi xwere girîngiyekî radigre. Hindek hene gelek bi hestewarî ne, di nav êşande xwe di teqînin, di şewitînin. Lê belê hindek jî hene vê yekê bi zanebûneke gelek mezin bi kûrbûna fikir ya herî dawî pêk tînin. Ev ferq li gor min gelek baldare.
Heta radeya dawiyê xwedî fikrandineke zelale û xwe gihandiye vê rastiyê. Di vê xalê de ji bo hin rewşenbîran heyf û mixabiniyê tînim. Ev Kesayet ne jêgira (kopya) me ye. Şagirteke li zanîngehê mezûnbûye. Bi kesayeta xwe lêkolîn û lêhûrbûn kiriye, xwedî kesayetek rewşenbîriye. Hemû gel dema dest bi şoreşa dikin li pey wan dîrokek qedîm heye. Bingehe ke civakî, çandî û çînî heye. Înkara neteweyî ewqas tineye. Pirsgirêkên kesayetî bi qasî yên me tinene. Lê belê ji bo me, ji bo dîroka me ev yek hemû çep veguherîye. Derveyî vê yekê zayenda jin bi serê xwe ji xwe di asta ajantiya bi tehlûke tê jiyan kirin, ya rastî hatiye wî warî. Jin tam veguheriye kapanekê. Ketiye nav astekê ku her tiştê derdora xwe dadiqurtîne, hemû nirxên heyî yê derdora xwe çep dide veguhartin. Ketiye vî warî.
Li beramberî vê yekê terzê jiyana rêbertî gelek bi baldarî di nirxîne. Ya rastî ger hindek kesên di vê derheqê de têkildar hebin, di serî de têkoşervanê me ger hindekî behsa girêdana bi nirxan re dikin, ger dostê me û gelê me hindek dixwazin fêm bikin baldariya van rêzegotina bila fêm bikin û ger mûmkûn be di vê asta daguherînê de bersiva ku ji wan tê xwestin bila bidin. Hevala me Zîlan ev gelek baş fêm kiriyê. Ne tenê fêm kiriye gelek bi durustî, gelek bi fêhmî û bi wêrekî bersivdana rêbertî ji bo xwe erkekê dibîne. Bilindahiya herî zêde ku min dît jî eve. Bi vî şêweyî gotina herkes dikarê bibêje, lê belê bi qasî wê fêmkirin, bi baldarî xistina jiyanê, berbiçavkirin, hevaleke bi vî awayî dîtin ji bo min gelek zore. Di van lêhûrbûnê xwe yên dawî de mijara herî zêde ku ez li ser sekinîm mijara di navbera asta fêmkirinê û xistina jiyanê de çima ewqas cûdatî derdiket de bû. Çima di navbera herdûyan de ewqas dûrbûn, qutbûn û çewtî derdiket ez li ser vê yekê disekinîm. Mirov bi gotinên ku rast dibînin, bi wan hevokan diaxifin. Lê belê çima pratîkên wan ewqasî terse? Ez bawerim ev rastiyeke serdema me ye. Mirovahî derewa jiyan dike. Hela di rastiya gelê me de her tişt ji cîhana derew û xapandina îbarete. Her kes soz dide, herkes sond dixwe, herkes rojane bi rewşa ku têdene sedî sed hin gotinên bi nakok dibêje, lê belê yên ku van gotina derbasî jiyan û pratîkê dikin gelek kêmin.
Dibêje: “ewqas bi erzanî xwe rexne neke”. Bîzat di Hevokê wê de ev hene. “ez bawerdikim xwerexnekirina herî baş ya ku di pratîkek rastî re derbas dibe”. Ev çalekiya wê di heman demê de çalekiya xwerexnekirina herî mezine. Li hember kêmasiya van gotina derbeya herî mezine. Bi taybet, yê rêxistinkirî ger dibêjin em girêdayine û bi rastî jî ger rêza wan heye, ji şûna bikevin dûbarekirina ewqas gotinan, bi vê çalekiya mezin bi kesayetên xwe bila bibin bersiv, herî kêm di jiyana xwe de bila bibin bersiva vê yekê. Di virde kes nabêje herin çalekiya întîharê pêk bînin. Ji ber ku ev sembole, ya herî mezine. Ya pêwîste:ev taybetmendî di jiyan û şerê xwe de, her dem û wextê di hemû qada jiyan û şerê xwe de, li hemberî her pirsgirêkê bi awayekî serkeftî pêkanîne. Ji xwe em weke sembol û weke emr bi vî awahî dinirxînin. Em rêvebiriya rastî û ya xwedavendî bi vî awahî dinirxînin. Derveyî vê yekê kes nikare xwe ji dirûtiyê xelas bike. Mûtlaka rast fêmkirina vê yekê, encax pratîkê derkeve holê eve jî wek hişyariyekê ez bidim diyarkrin ê di cihdebe.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
1. Di 27’ê pûşperê de saet di 20.00’an de û di 28’ê pûşperê de saet di 02.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şeşdara, Hevrazên Xantûr, Bêtalma û Girên Partîzan, Geliyê Bêtalma Vadisi û qadên Bezenîkê, ji hêla Artêşa TC’ê ve bi hawan û obûsan hatiye lêdan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê pûşperê de li bejahiya Kelkîta Gûmûşxaneyê di navbera hêzên gerîlayên e û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye û di vê pevçûnê de hevalên me yên bi navê Amed(Hemîd Ulaş) û Rêzan(Salih Ozcan) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di demên dawîn de ji hêla Artêşa TC’ê ve, di serî de li dij cahşan li dij mirovên me yên sivîl, çalakiyên qetilkirinê yên plankirî tên bi pêş xistin.
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –VII-
Di nivîsên borî de, me bi kurtasî bahsa şaristaniya dewletparêz û çînî kir. Bi taybet tovê vê zihniyet û çandê di serdema El-Ubeyt de tê avêtin. Bi avabûna bajaran re -ku wekî bajarê yekem Uruk(B.Z 4000-3000) tê gotin- çîn dertên holê û ev jî bi xwe re dewletê saz dike. Hewl tê dayîn, zihniyeta milyon salan têk bibin.
Di serdema El-Ubeyt(B.M 5500) de hiyerarşiya klan-qebîleyê bi pêş dikeve. Ev rewşeke gelek girîng e û encamên wê hê jî bandor li mirovantiyê dikin. Du alî pêşbaziya hegemoniyê dest pê dike. Ev civakê ser û bin dike. Dayîk vê rewşê qebûl nake. Talan dest pê dikin û hemû nirxên ku dayîkê afirandiye têne desteserkirinê. Êdî serdema neolîtîk ne fena berê ye û ber bi belavbûnê ye. Lê ne diyar e wê çi bikeve şûnê. Yanî wê çawa xwe bîne ziman ne diyar e. Êdî rewşên aborî ne mîna berê ne. Zêdehiya malan bi xwe re aloziyan an kaosan derdixîne. Di hêlekê de potansiyelek dertê holê û hewl dide xwe bîne ziman, di hêleke din de jî mirovên ku ji neolîtîkê qut dibin re û hejmara talankirinan zêde dibe.
Li hember vê civaka ku ji hêla dayîkê ve tê birêvebirinê, piştî birêvebirina dayîka pîroz, çanda XWEDAWENDÎ di dema El-Ubeyt de derdikeve û ev berxwedaniyek li dijî vê çandê ye û ev di şexsê xwedawendên wekî Îştar, Nînhursag, Înanna, Tîamat, Star, Îsîs û Kîbele de berxwedaniya jinê ye. Lê di wê demê de, dema ku berwedaniya jinê bi pêş dikeve, hemû mêr dijîtî nakin. Yanî hemû civak vê zihniyeta El-Ubeyt napejrînin. Serkeftina Zilamê Bihêz û Kone bi zorê ye, yanî zorê bikar tîne. Dema ku hewl dide li hember zihniyeta milyon salan zihniyeteke nû saz bike, bertek dibîne. 3 hezar salan jin li ber xwe dide. Zilamê bi hêz, bi zilamê pîr re û di civakê de bi şamanê pîr û zane re tifaq çêdike. Li gorî zihniyeta xwe pîroziyan diafrînin û piştre jî vê yekê bi mîtolojiyan rewa dikin. Dema ku ev tê kirin, zêdehî û hilberînên heyî û hemû nirxên civakî, wekî sermaye di dest îtîfaqa ŞAMAN+ZILAMÊ BIHÊZ+ZILAMÊ PÎR de dicive. Li jorî civakê pêşketin heye, bes li jêr jî ev rewş bi xwe re belavbûnê çêdike.
Di vir de ya girîng avabûna bajaran e. Dibû ku bajarvanî encamên xwe yên baş jî çêbûna û yên nebaş jî çêbûna. Yanî bajarvanî bi tena serê xwe ne xerab bû. Jixwe destpêkê jin bajar ava dike. Lê ku di bajêr de cudahî dikeve navbera mirovan an hinek li jor, hinek li jêr dimînin, bajêr meyla xwe ber bi şaristanê ye ve digire. Ev guherînên di bajaran de, cudahiyên çînî derdixîne û ev temsîla xwe di Zîguratan de dibîne. Li vir Zîgurat Proto-Bajêr in. Bixwe SAZÛMANEK E.
Di vê sazûmaniyê de birêvebirin pêwîst e. Li gorî bajêran, di dema neolîtîkê de an civaka di pêşengiya jinê de, exlaq û polîtîka li pêş in. Di heman deman de li Mezopotamyaya Jorîn (Kurdistan) koloniyên Hûriyan ber bi Mezopotamya Jêrîn ve belav dibin. Li vir jî fena çemên Ferad û Dîcle avdaniyeke xwezayî nîn e. Pêwîstî bi destan avdanê heye û ji bona vê jî cihok divê bêne çêkirinê. Ji bona vê mirovên ku bixebitin pêwîst in û pêwîstiya organîzeya vê heye. Girseyek li hev civiyaye. Serjimara mirovan her diçe zêde dibe. Êdî bi cihokan avdanî dikin. Di van proto-bajaran de ku wekî Zîgurat têne binavkirinê, li herî jor Xweda hene, jêrî wan rêveber hene û li herî jêr jî xebatkar, zanaetkar û kole hene. Ji ber vê yekê jî pêwîstiya hilberîneke domdar heye. Ev pergal li hember sehayeke fireh a berheman, zêdehiya malan jî derdixîne. Li gorî zihniyeta wan, divê ev zêdehî li gorî berjewendiyê çînek an sinifekê bê pergalkirinê. Pêwîst e ev rewşa nû xwe bigihîne SAZÛMANIYEKÊ. Vaye ev sazûman, bi xwe zihniyet, çînan, serdestî û avabûna dewletê derdixîne.
Wisa rewş hêsan nîn bûye. Di şûna çandeke 3 milyon salî de, pergaleke nû çêbibe. Divê ev bê hilweşandin. Jixwe berê zihniyetek heye. Divê wisa zihniyetek bê avakirinê, ya kevn derbas bike û mirovan bide xebitandinê.
Li hember vê rewşê dayîk ku, temsîla bereketê û xwedî hemû afirandina ye, şaşiya vê zihniyetê zû ferq dike. Me got dayîk, dayîk wisa fena ku di fîgurên xwedawenda de fîntoz tê nîşandayîn, sembola xweşikî û bedewiyê nîn e. Qelew e. Tam jî dayîkên me yên kurd ku li niha li her devera Kurdistanê ne. Ku li ser deriyên şikeftên Qotê Berçem a Erganiya Amedê bê nihêrtin, dayîkeke qelew û li kêlek wê zarok heye. Bes xwedawendî piştî mêrê zilimkar ku dest datîne Me’yên jinê dertê holê. Xwedawend berxwedêr e, fîntoz e, herî bedew e û sembola berxwedaniyê ye.
Di vir de dema ku baviksalarî bi şêwe û şiklê Xweda xwe tanzîm dike, li dij vê jin jî bi Xwedawendî derbasî berxwedaniyê dibe. Ev herdu hêman di encama dijberiyan de çêdibe. Yanî Xweda bi xwe re Xwedawendiyê diafrîne an jî hevdu diafrînin. Jixwe li ciyek ku Xweda nîn be, pêwîstiya Xwedawendiyê jî nîn e.
Di vê demê de bi qasî 3 hezar salî pevçûna di navbera jina berxwedêr û baviksalariyê de didome. Di vir de ya girîng berxwedaniya xwedawendiyê ye. Nexwe li hember zilam berxwedaniya Xwedawend nîn be, wê zêde cudahiyek di navbera Xweda-Xwedawend de nemîne. Jixwe me berê jî got, di encama vê pevçûnê de di Babîlan de, di pevçûna Mardûk-Tîamat de jin bi tevahî winda dike û ev dibe 1’emîn şikestin.
Di parêznameyên Serokatî de ev mijar her tê hûnandin. Dema ku zilam dest datîne ser zêdehî-hilberînê, fenomena guherînê çêdibe û pê re jî zilam vê ji xwe re dike sermaye û kar û tekela xwe saz dike; vaye li dijî vê çanda Xwedawendiyê dertê holê. Wê demê Xweda-Xwedawendbûna mêr û jinê gerdûnî dibe. Lê mixabin di vê gerdûnîbûnê de jin winda dike.
Pevçûna bingehîn di navbera Civaka Dayîk û Civaka Baviktiyê de her didome. Duh jî ev şer hebû, îro jî ev şer û pevçûn didome. Berxwedaniya li hember zihniyata El-Ubeyt an li hember zihniyeta dewletparêz û çînî, îro jî li çiyayên Kurdistanê didome.
Wê bidome...
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25’ê pûşperê de saet di navbera 05.00-16.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember Girê Buhokê, Mila Bayê, Duavê, Geliyê Duavê, Deşta Birka, Gundê Koordîne û Girê Zendora Biçûk ku girêdayî Heftanînê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23’yê pûşperê de saet li derdora 21.30’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li dijî Qereqola Girê Sor ku girêdayî Şaxa Wanê ye çalakiyek hatiye lidarxistin û di çalakiyê de nîzamiya ku ewlekariyê digire û çeper hedef hatine girtin. Di encama çalakiyê de ji dijmin kuştî û mirî çêbûne, bes hejmar nehatiye zelalkirinê. Piştî çalakiyê Artêşa TC’ê bi zanebûn qada ku cahş lê dimînin daye ber hawan û obûsan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê pûşperê de saet di 20.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li hember qereqola Başnîqê ku girêdayî Farqîna Amedê ye çalakiyek li dar ketiye. Di dema vê çalakiyê de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şerek qewimiye û di encama vî şerî de 3 çeperên ku ewlekariya qereqolê digirin hatine tunekirinê û 7 leşkerên dijmin hatine kuştin.
- Ayrıntılar
Basına ve Kamuoyuna!
1. 21 Haziran günü saat 20.00 sularında Amed’in Silvan ilçesine bağlı Başnık Karakoluna yönelik olarak gerillalarımız tarafından bir eylem gerçekleştirilmiştir. Gerçekleştirilen eylem esnasında düşman askerleri ile gerillalarımız arasında yaklaşık bir saatlik bir çatışma yaşanmıştır.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê pûşperê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Simsorê ku girêdayî Yayladereya Çewlikê ye bi firokeyên şer qad hatiye bombebarînkirinê û operasyonek hatiye lidarxistin û di 22’yê pûşperê de operasyon bi paş ve vekişiyaye.
- Ayrıntılar