Dema komên aştiyê bi bangawaziya Rêber Apo ji deriyên Xabûr derbasbû di hemû kesî de hêviyek ava bû ku hukumeta AKP ji bo çareseriyê hin gavan biavêje. Lê dema ku gele me bi rengeki serhildanê ew pêşwazî kirin û hinek bertekên derdorên nijadperest bilind bû, Erdogan gote dibe ku her tişt ji serî de destpê bike. Çawa ku dema hate Amede gote pirsgiraka kurd berî hemû kesî ya min e. Piştrê dema çu Moskowê jî gote hûn nefikirin pirsgirêka kurd nîne. Kesayeteke ew qas durû û karibe wusa bi hostatî paş de gavan bi avêje û li hevbîne kême.
Ya kambax ewe ku Erdoganê ku xwe weke misilman nîşan dide, lê nizane ku di misilmaniyê de durûtî taybetmendî ya minafiqan e. Ji xwe gelê me ev nav ji zûde li Erdoganê li Kurdistanê cûda, li Amerîka cûda diaxive kiriye. Ew qas bê rûye kî dema tê pirsgirêka Filîstînê dibe hewar hewara wî lê dema tê pirsgirêka kurd hemû tişt berovaji dizîvir e. Na na berovajî nazîvîre xwe wusa nîşan dide ku mirov bi kurahî li mijarê nenêre mirov bêje qey kurdperwere, ya ku Erdogan dike weke nepoxê ye. Mezin xuyadike lê hundir valaye. Cardin di tiştekî pir biçûk de ji teqînê wekiriye.
Meha Pûşperê de rojev pir germ bû. Lê di meha Tîrmehê de rojev germahiya xwe parast. Hemû derdoran erênî an jî neyînî pirsgirêka kurd nîqaş dikir. Lê beramberî vê yekê êrîşên hukumet a AKP û dewletê bê navber berdewam dikir. Li her deveran operasyon zêde kirin, êrîşên li ser gel zêdetir bû û şerê psîkolojîk derkete asta herî jor. Rêber Apo jÎ di vê demê de ji bo çareseriyê hewldanê xwe weke hercar didomand. Weke hercar bersiva AKP û dewletê bê şert û qeyd teslimîyet an jî tunekirin bû.
Tê zanîn gelê kurd berxwedêr e. Çiqas êrîşên neyaran dijwar bibe wê asta berxwedêriya vî gelî zêdetir bibe. Herweha ev gela ji berê zêdetir hişyar bûye, zanetir bûye, êdî xwe nasdike. Li gel vê dijminê xwe ji naskiriye. Li himber hewldanên çespandin û hilandinê serê xwe natewîn e. Cardin di her şert û mercî de xwe dî li tevger a xwe derdikeve. Êdî ev gel û tevgera azadiyê bûye heman tişt. Bi hew re hene, bi hewre xurt dibin.
Di dema çaremin a Tevgera Azadiyê û gelê kurd de ku armanc ewe ku çareseriya xwe bi xwe pêş bixe û xweseriya demokratîk ava bike de nepejirandin û hovitîya dewleta tirk carekedin xwe nÎşan da. Hovîtiya li ser cenaze yên gerîla yê gelê kurd de kirin bê tehemmuliya wan carekedin nÎşan da. Di tu qanûnên şer ê cîhanê de hovitiyeke bi vî rengî nayê pejirandin û sûcê herî mezine. Lê balkêş e hemû cîhanê çavê xwe ji vê hovîtiya dewleta tirk girtine. Ev îspat dike ku hemû di vê hovîtiyê de hevkarên devleta tirk in. Ji xwe vala vala Erdogan û kurtêlxurên li derdora wî li welatên cîhanê nagerin. Hemû ji bo tevgera azadiyê tasfiye bikin tawîzan didin dewletên cîhanê. Dewletên cîhanê jî ji ber tirkiyê hîn bêhtir ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û bi xwe girê bidin çavên xwe ji vê hovîtiyê digrin û dibin hevkarê vî sûcê dijmirovahiyê.
Tevî vana hemûyan gelê kurd û tevgera azadiyê ala berxedanê bilindtir dikin. Asta çalakiyan zêdetir dibe. Tola şehadetên li Şemzînan û Perwari yê bi çalakiyên devleta tirk bêzar dike hildigrin. Hukumet a AKP û devlet ji bo leşkeriyê hemû teknîk û teknolojî ya cihanê ji bo tevgera azadiyê lawaz bike bi kar tîne, ji hemû bêrêtiya re çaven xwe digre lê cardin nikare bi ser bikeve. Nizane ku tu carî hêza teknîkê nikare bi vîn û baweriya mirov. Jiber ku yê ew teknî k ava kiriye cardin mirov e. Di dîroka vê tevgerê û gelî bi sedan minakê ku hêza vîna mirov nîşan dide heye. Di girtîgeha Amedê de Mazlum, Kemal û Xeyrî yan li Dersimê Zîlanan li Xakurkê Berîtanan û bi sedan mînakê dim…
Hemû tişt bizîvire serî jî şer dijwartir jî bibe ya teqez ewe ku êdî ev doza bin nakeve. Bîr û baweriya Rêber Apo bûyê ya gel.
Çalakiyên çend rojan ya li Perwar, Çelê û deverêdin nÎşan dide ku teknîk û teknoloji ya cihanê têra bîr û baweriya gerîlayê tevgera azadiyê tune bike nake. Weke mehên havînê rojeva Kurdistan û Tirkiyê jÎ germ e. Diyar e ku nêzîkatiya hukumeta AKP û dewletê neyê guhertin wê germtir jî bibe.
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 20’ê Tîrmeh (îroj) saet di derdora 02.00’ande li dijî qereqola Bilîcanê ya cîguhêz(seyyar) ku li mintiqa Uzundere di navbera gundê Bilîcan û Talisê ku girêdayî navçeya Colemerg Çelê ye ji hêla gerîla yê me çalakiyeke êrîşê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de ji 30’an zêdetir leşkerên dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin. Qereqola seyyar jî bi giştî ketiye bin kontrola gerîla yê me. Weke obus gule û hrw. çekên giran ji hêla gerîlayê me hatine imhakirin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 18’ê Tîrmehê saet 22.45’ande li ser riya Wanê ya li navçeya Colemerg Geverê ye li dijî noqteya polîsa ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelal kirin.
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 17’ê Tîrmehê saet derdora 06.00’ande di navbera Bêdevê û Bêzele ku girêdayî navçeya Colemerg Şemzînanê ye li dijî helîkoptereke skorsky ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de agir bi helîkopter ketiye û helikopter neçar maye ji herêmê dûr bikeve. Piştî çalakiyê li dijî herêmê bi helikopterên kobra û bi havan û obusan ji hêla artêşa TC êrîş hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 16’e Tîrmehê ji saet 22.00 heta 17 Tîrmehê(îroj) saet 04.00’an Gunden Satê û Biyê ku girêdayî navçeya Colemerg Geverê ye û li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Çarçela ku girêdayî Zagrosê ye ji hêla artêşa TC erişeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 15’ê Tîrmehê de (îroj) saet derdora 05.00’ande li Colemerg li dijî Geliyê Seyyida, herêmen Îdê û Kixê ku girêdayî Girê Berana ye ji hêla artêşa TC bi piştgiriya firokeyên kobra operasyonek hatiye destpê kirin. Operasyon hîn jî berdewame.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 15’ê Tîrmehê de saet di navbera 19.00-20.00’ande li dijî Gundê Talanê û herêma Matê ku girêdayî navçeya Colemerg Şemzînanê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê tîrmehê de saet li derdora 18.30’an de li Sêrt Perwariyê, di navbera qereqola Xerxol û girê ku ewlekariya wê digire maşîneke leşkerî ji hêla gerîlayên me yên YJA-STAR’ê ve hedef hatiye girtin. Di dema çalakiya gerîlayên me de leşkerên ku ewlekariya qereqolê digirin bersiv dane gerîlayên me û li ser vê gerîlayên me kozikê dijmin hedef girtine. Di vê çalakiyê de mirî û birîndarên dijmin çêbûne, bes ji hêla me ve nehatiye zelalkirinê.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Di 13’ê Tirmehê de ji saet 23.00’an heta 14’ê Tîrmehê saet 01.00’an li Heremên Parastina Medya li dijî Girê Lawikê Xerîb, Girê Sîser û Alaniş ku girêdayî Heftenînê ne ji hêla artêşa tirk êrişeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê tîrmehê de danê sibehî li Şirnex qada Cudî li girê Çolya, Artêşa TC’ê operasyonek li dar xistiye û danê êvarî bi paş ve vekişiyaye. Di heman rojê de dema ku dijmin xwe ji qadê vekişandiye, girên Şiva Sorê û Milê Siwara ku ji sala 2007’an pê ve digirte berdaye.
- Ayrıntılar