Li meclîsa tirk Sebahat Tuncel axaftinek kir.
Her çiqas got li Kurdistanê şer heye an na, nîjadperestên tirk ên bi rengê kesk, wekîlên AKP’ê kefiyan.
Yê ku di serî de kefiya û har bû, ew zatê ku serokê meclîs dibêjin ya.
Te dî navê wî Mehmet Alî Şahîn e
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di encama hewldana Serokatiya me û biryara tevgera me de, em wekî Hêzên Parastina Gel ji 13’ê Avrêla 2009’an pê ve di asûna bêçalakîbûnê de ne.HPG di bingeha biryara bêçalakîbûnê de ku Serokatiya me bi fedekariyeke mezin hewl da pêvajoya çareseriyê bi pêş bixe, di tevahiya salê de bi pejinkarî û biryarîbûneke mezin vê biryarê pêk aniye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27'ê avrêlê de ji hêla Artêşa TC'ê ve li hember qadên Garêya Biçûk û Şîva Hespa ku girêdayî Çelêya Colemêrgê ne operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ku di 28'ê avrêlê de bi paş ve vekişiya ye, piştre dijmin bi armanca keşf û kemînavêtinan li qadan yekîneyên veşartî hiştine.
- Ayrıntılar
Xaka Mezopotamya warê xwedanwenda ye. Ciyê derguşa mirovantî û şaristaniyê ye. Ciyê cara yekem ku jiyana bi wate li derdora dayîka pîroz hatiye kirine. Jin navenda vê şaristaniyê bû. Ji ber kedkdarî, xulikdarî, afirandin, bedewtî, parvekirin, lawir xwedîkirin, zarokanîn û mezinkirin bi vê axê û xwezayê re yekbûn, edalet, wekhevî, azadî û berhem komkirin ji aliyê dayîka pîroz ve çêbûn û ev cewherê jinê bi xwe ye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 27'ê avrêlê de saet di navbera 21:00'an de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên Artêşa TC'ê de ku hewl dane ji qada Şikêrê Xapûşka Şemzînanê derbasî Qadên Parastina Medya bibin de pevçûn hatiye jiyandin. Di encma pevçûnê de ji hêla gerîlayên me ve 6 leşkerên Artêşa TC'ê hatin kuştin û leşkerên dijmin ji xeta sînor hatine pijiqandin.
28 Avrêl 2010
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26’ê avrêlê de bi şev saet di navbera 21:00-23:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Gewriyê Ertîşê ku girêdayî Zagrosê ye êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 22’yê avrêlê danê êvarî du hevalê me yî ku diçine peywirekê, piştî ku polêsê ku li kolana Înonî ferq dikin û gule berdidin wan, di navbera herdu gerîlayên me û polêsên dewleta tirk de pevçûn tê jiyandin û di vê pevçûnê de polêsek tê kuştin û polêsek jî birîndar dibe. Piştî pevçûnê hevalê me hewl didin xwe bi paş ve vekêşin, lê di navbera wan û tîmên taybet de careke din pevçûn tê jiyandin û li vir jî polêsek birîndar dibe. Di vê pevçûnê de hevalê me yê bi navê Zana (Mesut Sakîn) û Andok (Sacît Bayram) bi lehengî heta dawîn şer kirine û gihîştine şehadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
D i 24 û 25’ê avrêlê de bi roj saet di navbera 12:00-13:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Dola Bira û Mambenê ku girêdayî Zagrosê ne, ji hêla Artêşa TC’ê ve êrîşeke obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
26 Avrêl 2010
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –IV-
Wekî tê zanîn, rabirdûya mirovantiyê ta diçe heta 7 milyon sal berê. Berî 3 milyon sal berê, rêwîtiya mirovantiyê li rojhilatê Efrîqa li Xeta Rîfê destpê dike. Digel ku gelek cure giyanewerên ku dişibin mirovan hene, tenê 3 milyon sal berê tenê cureyek difilite û xwe digihîne roja me ya îroyîn. Îro jî ev cure ku wekî “mirov” tê binav kirin û ev cure bi mejiyê xwe ji hemû zindiyên cuda dibe.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23’yê avrêlê de saet di navbera 09.00-10.00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şîwan, Serbend, Partîzan û Girê Kasrokê û qadên Bezenîkê û Ava Gûzê ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar