Rêber Apo
Ku hûn qada siyasî ya kurdan teng bikin, operasyon jî berdewam bikin, ewqas jî biçin ser gel de, jixwe we du sed kesî girtin, wê kurd jî ji bona ku xwe biparêzin biçin Parastina Giştî. Wê demê jî, wê her der di nava xwînê de bimîne. Erdogan dibê, me li herêmê du milyar razemenî kiriye. Birêz serokwezîr, heta ku pirsgirêka siyasî çareser nebe ya aborî jî çareser nabe, ji wî pereyî re heyf e. Pêwîst e ku destpêkê pirsgirêka siyasî çareser bibe. Li Tirkiyê du rê hene: Ya wê çareseriyeke demokratîk bi peş bikeve ya jî wê rewşa şer a heyî bidome.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 7’ê avrêlê de bi roj saet di navbera 11:30-12:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Xerîbê ku girêdayî Heftanînê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
8 Avrêl 2010
Navende Çapemenî û Têkliyê Ye HPG e
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –III-
Dema ku em di dîrokê de li beridîna(evrim)cureyên zindiyan binêrin, her cure zindî bi qasî ku gerdûnî bûye, xwe gihandiye asta organîzasyonê û bi wî awayî xwe gihandiye asta cureyê bi navê MIROV.
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –II-
Her desthilat dema ku hewl dide pergala xwe serdest bike, berî vê bike bingeha wê ya zihnî ava dikin. Heta ku bingeha zihnî nîn be, tu hêz an sîstem ne mûmkûn e ku bi ser bikevin. Me di nivîsa din jî diyar kiribû, di dema klan û neolîtîkî de bi qasî 3 MILYON salan jin-dayîk pêşengiya civakê dike. Dema ku berî 5 hezar sal berê ZILAMÊ KONE Û BIHÊZ dertê dika dîrokê û çav berdide hemû nirxên mirovahiyê û berhemên jinê, destpêkê bingeha zihnî ava dike. Ev yek jî di pêşengiya RAHÎBÊN SÛMERÎ de pêk tê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’yê avrêlê de(îro) danê sibehî saet 05:00’an de Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Govendê ku girêdayî Zagrosê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar dixe û ev êrîş hê jî berdewam dikin.
- Ayrıntılar
BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –I-
Gelê kurd ku di dîrokê de wekî Hûrî, Gutî, Mîtanî, Naîrî, Ûratûyî, Hîtîtî û Medî hatine binavkirinê, yekane neteweke ku bi hejmara xwe ya zêde, hem li ser welatê xwe hem jî li her devera dinyayê gelekî ji her cure mafên mirovî û welatekî ne azad bêpar mayî ye. Zihniyetên dewletparêz hewl dane vê yekê wekî qeder bi gelê kurd bidine qebûlkirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di çarçoveya biryara yekalî ya bêçalakîbûnê ku ji hêla tevgera me ve di 13’ê Avrêla 2009’an de hatibû girtin, ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember hêzên gerîlayên me bênavber operasyon tên lidarxisitn. Ev operasyonên ku di tevahiya salê de berdewam kirine, bi ketina werza biharê re, her diçe zêdetir dibin.
- Ayrıntılar
Ji çapemeniyê û raya giştî re!
Di 31’ê adarê de bi roj saet di navbera 10:00-11:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Tengava PKK’ê û qada Bektorya ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
1 Avrêl 2010
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Sal 2007’an roja 7 ê meha Cotmehê em li qada Gabarê bûn û ji ber ku em tim di nava liv û lebatê de bûn her gav em weke nêçîrvanê ku li nêçîra xwe digere di nava hazirî û amedekariyan de bûn. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji were behsa vê çalakiyê bikim, ji ber ku çalakiya Gabarê cihekî xwe yê taybet di nava hemû hevalan de heye. Çalakî bi vî awayî hate kirin, ji xwe berî vê çalakiyê hevalan dixwestin leşkerê ku lûtke bi roj digirtin û bi şev diberdan bêxin kemînê, lê ev çalakî li gorî ku dihate xwestin nemeşiya û çalakî pêknehat. Ji ber vê yekê dema ku heval ji çalakiyê bi şûn ve zivirîn moralê hemû hevalan xirab bûbû Roja din biştî çalakiyê hevalê ku lûtkeyê jor digirtin û weke çavdêran, derdor dikirin bin hakimiyeta xwe, xeber dan ku dijmin di nava hereketê de ye. Wê çaxê me bi şiklê çar yekîneyan xwe parçe kir. Yekîneyek ku hevalê Adil fermandarê wê bû û yekîneyek havala Gulbehar berisyarê wê bû, yekîneyeke din jî ez li ser disekinîm û yek jê jî hevalê Bedran li ser disekinî.
- Ayrıntılar
Ew lêkolînên li ser misyonê cewanê Rojhilatê Kurdistanê hema hema bi tamamî rastiye rêjîma dewlta Îranê û dîroka hemû insanên Kurd dide diyar kirin.
- Ayrıntılar