Ji çapemenî û raya giştî re!
Dewlêta TC êrîşen xwe yên faşist li hembêr gellême û qadên gerîllayên me berdewam dike. Di êvara 12’ye Sibatêde li hêmber qaden gerillayên me êrişek bi berfireh pek ani û gor ve yeke
Ji Bû Gellême Yê Walatparêz û Raya Giştî Re!
Komplo Vala Hat Derxıstın
Eger mirov li dîroka gele Kurd binêre, li hemberî her gaveke ji bo pêşerojek azad û bi hev re bûnê, hêzên serwer bi komployên cur bi cur hewl dane vê bipelçiqînin û tine bikin û vê jî di astek mezin de serxistine
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 8'ê Sibatê de saet di 22:00 de yekîneyeke me ya gerîla bi roketan li hemberî balafirgeha leşkerî ya Êlihê çalakiyek pêk anîn. Çar roket li balafirgehê ketin û di encamê liv û tevgera li balafirgehê sekinî
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Êrîşên bombardûmankirina artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîlayên me yên hewayî û bejahiyê didomin, îro ji saetên sibehê ve li hember herêma Besta operasyonek hat destpêkirin.
- Ayrıntılar
Ji Îbrahim heyani roja me ya îro serhildanên li hemberî desthilatdaran qet nesekinîn û heval Arteş jî yek ji wan serhildêran bû ku ti cari xwe radestî koletiyê nebû. Volkana di nav dile xwe de ti caran nehişt ku bicemide.
Taybetmendiyek heval Artêş ew bû ku pir bi plansazî tevdigeriya. Ti carî ji xwe re binkeftin an jî têkçûyînê ji xwe re qebûl nedikir.
Ew ji bajarê serhildan û serhildêran Rihayê bû ku ti carî li wê dere berxwedanî kêm nebû û rêheval Artêş jî herdem ji bo serkeftinê têkoşiya.
Bi fikir gav avêtin, ji dil bûn taybetmendiyên cewherî yên bajarê pêxembera ye.
Ev taybetmendî, taybetmendiyên herî ber bi çav yên di heval Artêş da bûn. Şêrê nefsî ji bona xwe pir girîng didît û hemû şeran li ser van esasan bi nav dikir.
Rêheval Artêş bi hin nêrînên xwe ve carinan hemû hevalan di şoqê de dihişt. Cara yekem dema heval Artêş got; “Yekane xwesteka min ew e ku ez bibim zarokê xwedavenda Riha’yê.” Me pir wate neda lê wî pir bi wate got û xwedî li soz, armanc û xeyalên xwe derket.
Rêheval Artêş pir bi wate dijiya. Bi evîn beşdarî jiyanê dibû û coş û morale xwe belavî li ser rûyê hemû hevalan dikir.
Dibe ku yekemîn kesê ku ji zimanê Serokatî wate da evînê yek jî heval Artêş be.
Heval Artêş tiştan pir zû fahm dikir û pir zû jî pêk dianî.
Di nava jiyanê de pir zû dikaribû xwe rast tevlî bike, heval Artêş jî ji wan kesayetan bû ku rêgezê guhertin û veguhertinê bi awayekî heri rast di xwede saz dikir. Wêrekiya rêheval Artêş taybetmendiya wî ya herî li pêş bû. Di operasyona Zapê de yek ji wan hevalên ku xwedî berxwedaniyên herî mezin bû. Bi doçkaya di deste xwe de derbeyên mezin li dijmin da. Heval Artêş bi vê bîr, bawerî û evînê gihaşt armanc û xeyalên xwe.
Rêheval Artêş di operasyona Zapê de li Şikefta Birîndaran bi berxwedaniyeke zêrîn tevlî karwana şehîdan bû.
Zilan Agir (Soran)
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya gişti re!
Gerîlayên me HPG/YJA Starê li navçeya Amed Hênê, li dijî tîmên tevgera taybet çalakiyeke bersivdayînê lidar xistin. Di encama ve çalakiyê de, 3 endamên tîmên tevgera taybet hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Êrîşa Bı Balafırên Şer
Di 5'ê Sibatê de saet di navbera 12:30-13:00 de balafirên şer ên TC, qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê,
- Ayrıntılar
Kî dikare li dîmena destê mirovekî şoreşger û azad hatiye kelepçekirin, binêre? Mirovên ku dilê wan qerisîne, dibe ku lê binêrin û mîna serkeftinekê ji bo xwe
binirxînin. Lê belê mirovên xwedî wijdan bi hêsanî nikarin li vî dîmenî binêrin. Ji bo vê rojê bînin bîra we despêkê em dikarin ji vê pirsê destpê bikin?
Wê kînge mirovahî di hundirê aramiyekê de bijî? Gelê Kurd û gêrîla dibêjin gava ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, hingî wê mirovahî di hundirê aramiyekê de jiyan bike. Gelê Kurd mîna berê tarîtiyê tehemul nake û napejrîne. Ji ber vê yekê roja 15 ê Sibatê ti carî nayê jibîrkirin. Ew rojên ku mirovahî di dil û mejî de dane hejandin ne mumkine ku werin jibîrkirin.
Di vê rojê de bûyerê ku hatine jiyîn bi riwê xwe yê mekruh nehatine nivîsandin û nehatine mehkûmkirin. Di roja 15 ê Sibatê sala 1925 an de ew komploya ku li ser Şêx Seîd hate kirin, kesekî dengê xwe nekir û herkesî qurpand. Bêdengiya ku hate jiyîn Şêx Seîd ber bi sêdarê ve bir. Lê belê di vê demê de gava ku roja 15 ê Sibatê nêz dibe, dilê her kesî mîna volaqanê dikele û dixwaze di cihekî de biteqê. Kî xwe dixapîne û dibêje ev roj jî wê were jibîrkirin. Mirovên Kurd gava ku di vê rojê de rojî digrin, tînin bîra xwe ku di vê rojê de tarîtî ew dorpêç kirine û wê tarîtiyê lanet dikin. Dilê ku cemidîne û mejiyê ku hatine pûçkirin lanet dikin.
Helbet ev roja tarî netenê di roja 15 ê Sibatê de tê bîra me. Her ku ciwanekî Kurd di kolana de tê şehîdxistin, her ku zarokekî Kurd di wan zîndana de têne perçiqandin, her ku rondik ji çavên dayîka têne xwarê, her careke ku jinên Kurd êş dikşînin û her ku sîstema deshilatdar berdewam dike, roja 15 ê Sibatê tê bîra me, ji ber di vê rojê de gelê Kurd her tiştekî xwe wenda kiriye. Eger roja 15 ê Sibatê were jibîrkirin ev tê wateya ku em serê xwe li dijberî komplogeran ditewînin.
İro li ser gelên bindest komkujiyên ku di dîrokê de hatine meşandin tenê jiyîn. Lê belê komkujiya ku li ser gelê Kurd tê meşandin netenê fizîkî ye. Di heman demê de li ser gelê Kurd komkujiya çandî jî tê meşandin.
Êşên heyva sibatê mîna şêlava di dilê gêrîla de diherike. Bi wê şêlavê re kîn, kebir û intîqam mîna pêlên dijwar diherike. Tenê azadkirine Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan wê rê li pêşiya vê şêlavê bigre.
Roja 15 ê Sibatê hemû hevalên gêrîla li dahûrandinên Rêber APO temaşe dikin. Her gêrîlayek di vê rojê de kesayeta xwe lêpirsîn dike. Ji bo bikarbin vê rojê vala derbixînin xwe ji têkoşîneke xurt re amade dikin.
Her wiha divê ciwan û jinên Kurd jî erkên xwe li hemberî vê pêvajoyê bibînin. Ji ber ku ew ê pêşengtiya têkoşînê bikin. Her dayikeke Kurd pêwîste çanda Kurdîtiyê biparêze. Zarokên xwe fêrî ziman û çanda Kurdîtiyê bikin, ev jî erkekî ji dayikan tê xwestin e. Heger neyar qelsbûneke biçûk di têkoşîna me de bibîne wê bêrehm êrîş bike. Ciwanên Kurd bi giyanê xwe yê germ û şêt wê serkeftine bidest bixin û roja 15 ê Sibatê wê vala derxînin.
Fîraz Bagok
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Bi taybetî cih û warên sivîlan ên gerîlayên me lê nînin, hedef tên girtin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Balafirên şer ên Tirk gelek gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.
- Ayrıntılar