AKP ji qirkirina çandî derbasî qirkirina fîzîkî bûye . Îlana YPS, gelekî girîng e. Ji dil bawer dikim. Berxwedana xwerêveberî û xweparastinê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve.
Ji 24'ê Tîrmehê û pê ve, bi biryara şerê taybet a di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de hat wergirtin re qirkirina fîzîkî destpê kiriye.
Dema qirkirin ji aliyê fîzîkî ve destpê kir, saziyên qirkirina çandî herêm terikandin. Di destpêkê de qadên qirkirina spî dibistan, veguherîn biryargehên artêşê û komkujî û tehcîrê destpê kir. Du rêbazên bingehîn ên qirkirinê hene; komkujî û koçberkirin. Her du jî niha li hemû navçeyên Kurdistanê bi rêxistinî û zanebûn, li taxên welatparêz tên meşandin. Ev yek qirkirin e.
Xwerêveberî Wê Bı Ser Bıkeve, Wê Gelekî Mezın Bı Ser Bıkeve
Vîna xweparastinê, vîna xwerêveberiyê ya li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û tevahiya gelê Kurdistanê gelekî hêja ye û mafekî bingehîn ê pîroz e.
Îlana YPS'ê yanî îlana xweparastinê girîng e, li gorî min hinekî dereng jî maye. Ez hemû şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Ew bi rastî jî şehîdên mirovahiya azad, Kurdistana azad in. Şehîdên Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk in. Gel êdî biryara vê dide; lîstikên 'em ê bi siyasetê çareser bikin' ên AKP'ê red dike. Êdî dibêje 'ji van lîstikan têr im'. Êdî hêviya xwe ji wir nîne, têkiliya xwe bi wan re dibire. Dibêje 'eger azadî were, wê bi berxwedan û têkoşînê were'. Wê çalakiya xwe mezin bike û bi ser bikeve. Ji dil bawer dikim. Berxwedana xwerêveberiyê û xweparastinê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve, wê gelekî mezin bi ser bikeve. Di nava van şeş mehan de piraniya plan û hîleyên AKP'ê ji hev hat xistin, AKP ket nava tengaviyeke mezin. Mîna serketinên YPG/YPJ, YBŞ, HPG'ê wê serketinên mezin di vir de bi dest bikevin. Wê berxwedana azadiyê ya keç û xortên Kurd bi ser bikeve; pêwîste di vir de ti şik û guman nebe. Dibe ku berdêla wê giran be, demekê dewam bike, zehmetî rû bidin; divê em van bidin ber çavê xwe, ji ber ku azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Divê mirov bi dayîna berdêlan bi dest bixin, ku qîmetê xwe, wateya xwe zêde be. Pêwîste gelê Kurd, welatparêzên Kurd vê bibînin. Êşên me gelekî zêde ne, lê serketinên me wê jê zêdetir bin.
Dıvê Pdk Aşkere Bıke; Bı Akp'ê Re Çı Dıde Û Dıstîne?
Me berê gotibûn ku em ne li dijî têkiliyên di warê aborî û bazirganiyê de ne. Lê belê eger têkilî ji vê û wêdetir biçe, ew nabe. Eger ev têkilî ji têkiliyên aboriyê derbas bibe û bigihêje asta têkiliyên leşkerî û veguhere tifaqek li dijî rêxistineke din a Kurd, ev gelekî xetere ye. Ez nabêjim rewş bi vî rengî ye, lê tehlûke ye. Weke PKK em baldar in. Divê PDK û rêxistinên din jî baldar bin. Hikûmeta AKP'ê dixwaze di navbera rêxistinên Kurdan de şer derxîne. Dema ji PDK'ê re dibêje 'merheba' belasebep nabêje. Hewl dide li hemberî PKK, li hemberî YNK'ê bide şerkirin.
Rêveberiya PDK'ê bi qasî min Roboskî nas dike. Li navçeyên Kurdan her roj Roboskiyên nû diqewimin. Rewşeke bi vî rengî heye. Kurd ewçenc hewcedar nîne. AKP ji bo Kurdan hêzeke rizgarker nîne. Di rewşa heyî de ew ne hewcedarê vê dewletê ne. Atmosfereke neyînî diafirînin. Mîna ku Kurd hewcedar in... Mîna ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê gelekî hewcedar e. Em li benda daxuyaniyê ne, çi tê axaftin? Raya giştî ya Kurd dizane bizanibe, ku rêveberiya PDK çi bi AKP'ê re diaxive, li ser çi biryaran didin? Ji xwe weke Kurd, li ser navê Kurdan diçe diaxive. Lewma pêwîstî bi xebateke dîplomatîk a hevpar heye. Amerîkiyan jî gotin; 'Kurd bibin yek, ti kes nikarê li hemberî wan bisekine'. Li şûna ku bi PKK, YNK û Goran re tifaqê bike, ne rast e ku bi AKP-TC re tifaq were kirin. Em tevgereke ku li Bakur jî têdikoşin. Pêkhatine ewçend hevdîtinan li dû hev, ji bo me cihê fikaran e. Hikûmeta li hemberî me dixwaze me tine bike. Em dizanin ku dixwaze PDK'ê jî li hemberî me bide şerkirin. Nepêkane ku PDK vê nabîne. Lewma divê baldar bin.
Şoreşa Rojava Vedıguhere Şoreşa Sûrıyeya Demokratîk
Felsefe, pîvan û rêbaza şoreşa Rojava, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin, têra afirandina yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk dike . Şoreşa azadiyê ya Rojava îro vediguhere şoreşa Sûryeya demokratîk. Vediguhere sîstema felsefeya Sûriyeya demokratîk. Di vî warî de ji bo yekîtiyê gavên girîng hatine avêtin.
Kongreya Sûriyeya Demokratîk a li ser vê bingehê ava bûye, hêvî daye hemû gelan, civaka Ereb û tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bi heman rengî hêviyek afirand. Di meha Mijdarê de derdora Holê azad kirin, niha derdora Teşrînê azad dikin. Piştî YPG/YPJ'ê bû hêzeke ku li hemberî DAIŞ'ê serketinên mezin bi dest dixe. Bêguman di nav de YPG/YPJ jî hene. Li Sûriyeyê ji bilî wan ti hêz, rêxistinek nîne ku li hemberî DAIŞ'ê bi ser ketiye. Li cihekî din jî nîne. Ev yek bû hêviyek mezin.
Endamê Komîteya Rêveber A Pkk'ê Dûran Kalkan Li Gel Televîzyona Med Nûçe
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayênme HPG/YJA-STAR'ê, li ser rêyên Amed-Çewlik û Amed-Pasûrê, kontrola nasnameyan kirin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Avahıya Qeymeqamtıya Erxenî Hat Hedefgırtın
Di 26’ê Kanûnê de saet 17.30’an yekîneyek gerîlayên me li dijî polîsên ewlehiya avahiya Qeymeqamtiyê ya li navenda navçeya Erxeniyê ya Amed'ê pêktanîn
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Li gundê Mêranê yê navçeya Mêrdîn Kerboranê, di navbera komeke gerîlayên me ya duh bi wezîfeya xwe radibû û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de 3 gerîlayên me û sivîlekî li herêmê şehîd ketîn
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24’ê Kanûnê de saet 16.30’an li dijî leşkerên li ser girê ewlehiya Bendava Ilisû ya girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê pêktanîn
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 23'ê Kanûnê de saet di 10:00 de hêzên gerîla yên me li hemberî tabûra Findikê ya ser bi navçeya Şirnex Basanê, çalakiyek li dar xistin
- Ayrıntılar
ji Çapemenî û raya giştî re!
Di 22’ê Kanûnê de saet 05.00-06.00’an û 12.00-16.00’an qereqola Tepê Sor a li xeta sînorê herêma Metîna
- Ayrıntılar
Belkî jî rewşa jeoçand û stratejîk a Kurdistanê bûye sedem ku di dîrokê de bibe welatê herî zêde li ser têkoşîn were meşandin, teror -dijwariya ji bo mirovan bi tirsê rêve bibe- û şer were kirin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk, Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê hem ji hewayê hem jî bejahî ve bê navber bomberdûmanê dike.
- Ayrıntılar
Ne ji ber ku ew xurt in, ji ber ku ew ditirsin, ewçend bi xwînxwarî êrîş dikin.
Di serî de gelê li Bakurê Kurdistanê divê tevahiya gelê Kurdistanê xwedî li van navendên berxwedanê derkevin; wan bi tenê nehêlin . Divê gelê Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê bi tenê neyê hiştin. Îro gelê Botan, Amed, Mêrdîn û Geverê li ber xwe didin. Pêwîste hemû herêmên din li wan xwedî derkevin. Bi taybetî Kurdistaniyên li metropolan, di demeke ku dewleta Tirk bajarên Kurdan wêran dikin, bi tank û topan êrîş dike, li mala xwe rûnenê û her kes tiştekî bike. Divê her kes tevkariyê li vê pêvajoya dîrokî bike. Eger ev hemleya dewleta AKP'ê ya li hemberî gelê me bêencam bê hiştin, wê naskirina Xweseriya Demokratîk a ku mafê xwezayî yê gelê Kurd e, veguhere rastiyê. Lewma firsendeke dîrokî heye.
Em Xurt In, Em Ê Bı Ser Bıkevın
Ne ji ber ku ew xurt in, ji ber ku ew ditirsin, ewçend bi xwînxwarî êrîş dikin. Lê belê yê xurt em in, yê bi ser bikeve jî em in. Pêwîste em bi vê bawer bin. Ya girîng ew e ku her kes wezîfeya xwe ya welatparêziyê û demokratbûyînê bi cih bîne. Jin, ciwan, extiyar, kedkar, gundî her kes divê bi berpirsyarî rabin. Di vê pêngava ku bi taybetî ciwanên Kurd dane destpêkirin û jinên Kurd bi hemû taybetmendiyên xwe yên azadîparêziyê tevlî dibe de, gelekî girîng e ku tevahiya gelê me bi berxwedaneke mezin beşdar bibe. Hin rêxistinbûyînên siyasî yên cuda jî, ku min beriya niha anîbû ser ziman, dikarin beşdar bibin. Ev berxwedan li her kesî vekiriye; berxwedaneke neteweyî-demokratîk e. Girîng e her kes tevlî bibe. Parçeyên din ên Kurdistanê jî divê li herêma lê ne piştgiriyê bidin.
Bıla Cıwan Berê Xwe Bıdın Nava Refên Ydg-H
Bila her kes li cihê lê ne, berxwedana xwedîderketinê pêk bînin. Lê belê yên dikarin bikin bila werin, bila li bajarên berxwedanê tevlî berxwedanê bibin. Bila her kes bên Cizîra Botan, bên Sûrê û tevlî refên YDG-H bibin. Pêwîste navendên berxwedanê bibin navendên dilê gelê Kurd lê dide.
Bıla Tı Kes Ne Lı Benda Fermanê Be
Pêwîstî pê nîne ku kes bêje 'ferman heye yan jî nîne'. Ferman giştî ji xwe ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dayîn. Roj roja berxwedanê ye; roj roja xwedîderketina li xwe, li nasname û heysiyeta xwe ye. Roj roja bi fedekarî û berpirsyariyeke mezin meşa ber bi pêşeroja azad e.
Li Ewropa, Kanada, DYA, Rûsya û çar aliyên cîhanê, ku bi çalakiyên xwe yên demokratîk re bala raya giştî ya cîhanê bikişînin ser Kurdistanê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Bersiv Da Pirsên Denîz Kendal
- Ayrıntılar
