ji çapemenî û raya giştî re!
Di operasyona 65 rojan a Çarçela de, çekên ji teknîka giran hat bikaranîn û artêşê detayên berfireh ên vê operasyonê veşart bi vî rengî ser têkçûna xwe nixumand.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
İro saet di navbera 10.00 - 10.30 de hêzên gerîlayên me li hemberî çeperên leşkeran ên di navbera girên Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Balafirên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek qad bomberdûman kiri
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Îro saet 10.30-11.00’an li hember leşkerên li girê Şehîd Bager ên li sînorê herêma Oremarê kom bûne çalakî hat lidarxistin
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di Roja 18'ê Mijdarê de saet di navbera 08:00-08:30 de qereqola Bilican a li herêma Avaşînê
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Bi lêdanên bandor kuleya qereqolê hat derbkirin; hejmara zelal a mirî û birîndaran nehat bidestxistin.
- Ayrıntılar
Ji fermandarên HPG'ê Reşît Serdar, di salvegera sêyemîn a şehadeta xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Reşît Serdar li pêngava bi 24'ê Tîrmehê re li Zagrosan destpê kir hatiye kirin û vê yekê re ruhê berxwedêr ê Reşît Serdar gihaştiye asta herî bilind.
ARTÊŞA TIRK LI OREMARÊ TÊK ÇÛ
Fermandar Reşît Serdar tevahiya jiyana xwe ya gerîla li qadên herî zehmet yên mîna Botan, Zagros û Amanosê ku şerê giran lê qewimî derbas kiriye .Hevalê Reşît bi kesayetiya xwe ya dilnizm re, li hemû herêmên lê ma ji bo hevrêyên wî bû çavkaniya cesaret û moralê. Di şer de çalakiyên mezin plan kiriye, pêşengî jê re kiriye, yekser koordîne kiriye û derbên gelekî giran li dijmin xistiye. Bi rêbaza encamgiriyê re bûye xwediyê pratîkeke serketî. Pêşengê Şerê Gel ê Şoreşger ê salên 2011-12'an ku li Çelê û Şemzînanê hat meşandin Fermandar Reşît e. Me jî di 10'ê Tebaxê de navê "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Reşît Serdar" li pêngava li tevahiya Zagrosan dan destpêkirin, kir û derbên gelekî giran li artêşa Tirk xistin. Bi taybetî berxwedanên Şemzînan, Çarçela û Avaşînê, nîşaneya rêbaza şerê encamgir û berxwedana demê, yanî nîşaneya temsîliyeta ruhê berxwedanê yê Reşît Serdar e. Pêngava Şehîd Reşît Serdar, dijmin tevizand û careke din nîşanî her kesî da ku gerîla li çiyayên Kurdistanê têk naçe. Operasyona du mehan a li Geliyê Doskî, Çarçela û Oremarê têk çû. Ev têkçûna operasyona artêşa Tirk, serketina ruhê berxwedanê yê Şehîd Reşît Serdar e. Dewleta Tirk îdîa kir ku operasyona Çarçela 40 rojan dewam kiriye, li vir zêdeyî 100 gerîla îmha kirine û tevahiya Çarçela xistiye bin kontrola xwe. Ev derew li tevahiya raya giştî belav kir û hewl da nîşan bide ku serketineke girîng bi dest xistiye. Ev operasyon ku mezintirîn operasyona dîroka Tirkiykeyê ye, bi bikaranîna teknîkeke zêde re di 6'ê Îlonê de destpê kir. Operasyona ku li Çarçela rê li ber şerekî giran vekir, di 6'ê Îlonê de bi hewldana artêşa Tirk a ketina herêma Geliyê Doskî destpê kir. Operasyonê 65 rojan dewam kir û artêşa Tirk li vê derê bi ser neket. Artêşa Tirk operasyona xwe ya di vê demê de da destpêkirin, ji raya giştî veşart. Di destpêkê de darbeyeke giran li konvoya artêşa Tirk hat xistin û li vir serhengek û gelek leşker hatin kuştin. Piştî vê darbeyê artêşa Tirk xwe ji nû ve komî ser hev kir û xwest êrîşî hin girên Çarçela bike. Di vê hewldanê de jî dîsa serhengek, hêzên wan ên şer koordîne dikirin û gelek leşker hatin kuştin. Piştî xwarina vê darbeya duyemîn neçar man xwe bi qedemeyekê vekişînin. Li sê giran wêne kişandin û mîna ku hemû herêm di bin kontrola wan de ne, hewl dan xwe serketî nîşan bidin. Ev operasyona wan binketî ye. Jİ ber ku zêdeyî 20 hezar leşker anîn, bi teknîka herî pêşketî êrîş kir û di encamê de jî bi tenê xwe gihand sê giran. Û serdestiya tevahiya herêmê di destê gerîla de ye.
ARTÊŞA TIRK WINDAHIYÊN XWE VEDIŞÊRE
Bi Pêngava Şehîd Reşît Serdar a me berê li herêmê dan destpêkirin re, bi taybetî li Çarçela, Geliyê Doskî, Şemzînan, Colemêrg û Çelê bi çalakiyên bi bandor ên gerîlayên me re derbên xurt li artêşa Tirk hatin xistin. Artêşa Tirk dxiwest hemû çeperên gerîla yên li vê derê têk bibe û derbên giran li gerîlayan bixe. Li hemberî vê operasyonê, gerîlayên me bi ruhê şoreşgerî yê Şehîd Reşît Serdar bersiv dan. Ji hikûmeta AKP'ê hebû ku bi 20 hezar leşkeran û teknîka herî pêşketî re ew ê encamê ji vê operasyonê werbigire. Lê belê gerîlayên me, li hemberî van hemû êrîşan, bi kleş û bombeyan berxwedaneke mezin nîşan da û bi ruhê berxwedanê yê Şehîd Reşît Serdar re nehişt artêşa Tirk bigihêje armancên xwe. Berxwedana li xeta Çarçela û Oremarê heta 8'ê Mijdarê bi heybetî dewam kir. Dewleta Tirk hejmara leşkerên xwe yên di vê operasyonê de hatin kuştin kêm nîşan da û windahiyên me zêde nîşan da. Berevajî îdîayên wan, di nava operasyona du mehan de windahiyeke me ya 150 gerîla nîne. Li Çarçela û Geliyê Doskî 25 heval, li herêmên Avaşîn û Oremarê 18 hevalên me şehîd ketin. Bi giştî di operasyona du mehan de 43 hevalên me şehîd ketin. Lê belê dijmin windahiyên xwe bi lêdana birûskê, bi qezaya trafîkê ya di nava operasyonê de nîşan da û bi vî rengî ev windahiyên xwe nexist nava bîlançoyên operasyonê. Halbûkî hemû leşkerên mirine, di şer de hatine kuştin.
ARTÊŞA TIRK AMADEKARIYA OPERASYONÊ DIKE
Dewleta Tirk amadekariyan dike ku di vê pêvajoya zivistanê de hem li bajar û navçeyên Kurdistanê hem jî li çiyê li dijî hêzên me yên gerîla operasyonê bike û wê operasyonê bike. Li hemberî van operasyonan, di nava şert û mercên zivistanê de jî wê li dijî êrîşan bersiveke bêhtir bi heybet were dayîn. Di şexsê Şehîd Reşît de ez hemû şehîdên şoreşê bi taybetî hevalên me yên di Pêngava Şehîd Reşît a sala 2015'an de bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin, bibîr tînim.
Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di sibeha 14’ê Mijdarê de di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê ya di pêşengiya hêzên me yên YBŞ’ê de li gundên derdora Geliyê Şilo
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
3 gerîlayên me di şeva 11-12’ê Mijdarê de li mezreyeke vala ya li Taxa Tendurek (Gergîlî) a Erdîşê di encama bomberdûmana ku teknîkeke zêde jî hat bikaranîn de şehîd ketin, cenazeyê her sê gerîlayên me ku şewitîne ketine rewşeke ku nayên naskirin.
- Ayrıntılar
Darbeay faşîst a sivîl a 1'ê Mijdarê dewama darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ye. Bi vê yekê re tê xwestin, ku dîktatoriya faşîst a ji aliyê darbeyê ve hatiye afirandin were restorekirin. Dixwazin nehêlin ku dîktatorî bê hilweşandin û li şûna wê Komara Demokratîk bê avakirin. 7'ê Hezîranê pêşî li rêya Komara Demokratîk vekiribû. Bi darbeya 1'ê Mijdarê re xwestin pêşî li vê bigirin.
AKP'ê bi avakirina hikûmetê re gavek avêtiye û Tayyîp Erdogan jî ji vê rewşê re gotiye 'dema encamgirtinê' û destnîşan kir ku di dema pêş de wê di asta fînalê de li hemberî faşîzma AKP'ê têkoşîneke dawîn bê meşandin. Kalkan ragihand ku di têkoşîna mezin a navbera faşîzm û demokrasiyê, mêtîngerî û azadiya Kurd de, serdema dawî biqewime . Bi rastî jî di asta fînalê de têkoşîneke mezin tê meşandin. Zivistana îsal wê bibe serdema vê têkoşîna mezin. AKP, wê di çarçoveya wezîfe û siyaseta qirkirina çandî ya faşîst de, ji bo weke gel, weke tevger me tine bike, ji her alî ve êrîş bike.Em bi awayekî giştî li ber xwe bidin. Mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, bajarok bi bajarok, çiya bi çiya, gelî bi gelî em ê li ber xwe bidin. Ciwan wê li ber xwe bidin, jin wê li ber xwe bidin, ji 7 heta 70 salî wê gel li ber xwe bide. Em ê li bendan qezenc bikin, li xendekan, li kolanan, li geliyan, li çiyê em ê li ber xwe bidin. Gel wê li ber xwe bide, gerîla wê li ber xwe bide, mirovên me yên li derveyî welat wê li ber xwe bidin, yên li zîndana wê li ber xwe bidin.
EM BI SEKNA RÊBERTÎ LI BER XWE DIDIN
Dûran Kalkan diyar kir ku ev berxwedan ji aliyê 'Sekna Rêbertiyê' ve tê birêvebirin û destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rewşa berxwedaneke mezin de ye. Rêbertî li ber xwe dide. Li hemberî van hemûyan helwestek nîşan da, got ku azadî bi têkoşînê re bi dest dikeve û ket rewşa têkoşînê. Ev berxwedan pîroz e, esas e û ev berxwedan wê bide qezenckirin. Rêyeke din a qezenckirinê nîne. Bang li hemû mirovên me yên welatparêz dikim; ji bilî berxwedanê kî soza tiştekî didin dide, li wan guhdarî nekin. Li hemberî yên ku hewl didin we teslîm bigirin û pasîfîze bikin, hişyar bin.
TIRKIYEYÊ KURDISTAN BI TENÊ HIŞT
Divê li Kurdistanê yekîtiya li kolanan, taxan, bajarokan û gundan pêk were û da zanîn ku girîng e bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk re bi hev re tevbigerin. Kurdistan di berxwedanê de bi tenê hatiye hiştin.Dema li derekê êrîşa faşîst rû da, divê hemû bajarok, hemû bajar rabin ser piyan û destekê bidin wan. Pêwîste hêzên demokratîk şoreşger ên li metropolên Tirkiyeyê jî destekê bidin; li Edene, Mersîn, Dîlok, Çûkûrova, Stenbolê ev destek were mezinkirin. Kurdistan bi tenê tê hiştin, berxwedana Kurd bi tenê tê hiştin. Halbûkî di roja îro de Cizîr, Gever, Farqîn, Nisêbîn, Gimgim, Kobanê ya zivistana par in. Ev bajarok, cihên ku dilê Kurdê azad û mirovahiya demokratîk lê dide, ye.
AKP LI HER DERÊ TÊK ÇÛ, BERÊ XWE DA BAKUR
Rêveberiya AKP'ê biryar daye, ku eger pêwistiyê pê bibîne dikare 15 caran bajarokên Kurdan dorpêç bikin, ev agahî gihaştiye ber destê wan .Dijmin bi biryar e, lê belê em jî di berxwedanê de bi biryar in. Ez careke din bibîr tînim: Faşîzm dijminatiya li mirovahiyê ye. Faşîzm êrîş dike, mirovahî jî li ber xwe dide. Rêveberiya AKP'ê dijminê Kurdan e, dijberê Kurdan e. Dixwaze Kurdan tine bike, tesfiye bike. Ji bo komploya navneteweyî bi ser bixîne AKP careke din kirin desthilatdar, ev wezîfe dan AKP'ê. AKP li Kobanê têk çû, li Şengalê têk çû, niha li Sûriyeyê têk diçe. Dema ku li parçeyên din ên Kurdistanê di êrîşên xwe yên bi destê DAIŞ'ê kirî de têk çû, niha bi hemû hêza xwe êrîşî Bakurê Kurdistanê dike. Gelê Bakurê Kurdistanê yê şoreşa vejîna neteweyî dimeşîne, berî AKP'ê ders da çend hikûmetên beriya wê û ew avêt ser sergoyê dîrokê. Bi heman lehengiyê wê AKP'ê jî di nava sergoyê dîrokê de winda bike. Biryardariya me ev e, em xwedî wê hêzê ne ku vê bikin.
DIXWAZIN BI XWE LÊBIDIN BI XWE BILÎZIN
Gotinên AKP’ê yên em ê PKK’ê, Qendîl, Îmrali muxatab negirin .Wê bi cerdevan, axa, kesên qaşo Kurd in re wê vê pirsgirêkê çareser bike, wê muxatabekî nû biafirînin. Te dît dibêjin, bi xwe lêdide bi xwe dilîze. Ew jixwe teslîmî AKP’ê bûne, jixwe ti pirsgirêkeke wan tine. Tenê pirsgirêkeke wan heye. Wê AKP çiqasî bide wan, tenê derdê wan ev e. Ji lewra ev muxatabî ji aliyê me cidî nayê girtin.
Ji hundir hin agahiyên der barê her AKP’e bi Ocalan re hevdîtinan dike nêrîna xurtbûyina Qendîlê zêdetir dipejirîne gihiştiye ber destên wan .Qaşo wê neçin Îmraliyê, Qendîlê. Dixwazin biçin an jî neçin, bi xwe zanin. Bila gel di vê mijarê de ti fikaran nejî. Di pêşengiya Partiyê de hem wek gel hem jî wek gerîla em li ber xwe bidin, wê mecbûr wê werin, heta wê bi revê biçin her derê. Pêşeroja nêz jî wê vê piştrast bike. Lê wê kî biçe ez wê nizanim. Wê taqeta Tayyîp Erdogan, Ahmet Davûtoglû ya çûyinê bimîne? Dibe kesên bikevin dewsa wan biçin, ji ber ku mijar diçe heta vê nuqteyê.
HDP’E XERCA KOMARA DEMOKRATÎK E
HDP’e haveynê komara demokratîk e. .HDP xerca komara demokratîk e, ji nû ve demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Haveynê wê ye, hêza pêkanînê ye. Dikarin bigirin, di bin navekî din dibe dîsa vebe, lê hêza ku Tirkiyeya demokratîk , komara demokratîk biafirîne derketiye holê. Ev jî hêzeke nû ya ji yekîtiya hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û hêzên azadiyê yên Kurdan pêk tê. Li hember faşîzma 45 salan, wê şerê demokrasî di mehên pêş de serketinê bi dest bixe. Di 7’ê Hezîranê de pêngavek mezin avêt, hêza xwe derxist holê. Pêvajoya pêşiya me, wê bibe pêvajoya serketinê. Dest ji mijara muxatabiyetê berde, ev hêz wê bibe afîrenerê Tirkiyeya demokratîk.
ERDOGAN MUXTACÎ DAIŞ’Ê YE
Ji bo Tirkiye nekeve vê rewşê, teslîmî hêzên derve, hêzên faşîst nebin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldanên pir mezin raber kiriye. Rêber Apo got, eger Tirkiye bibe welatê azadiyan, wê demê dikare li ser piyan bimîne, rêya vê jî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyin e. Eger ev pêk bihata, niha pêwîst nedikir Tayyîp Erdogan li ber Ewropa, Amerîka geriyaba. Wê Tirkiye biba hêzek rê nîşanî mirovatiyê dikir. Bê Rêber Apo çiqasî di cih de gotiye derket holê. Polîtîkaya Erdogan dişopîne wan muxtacî faşîzma DAIŞ’ê kir. Rewşenbîrên Tirkiyeyê, siyasetmedarên wê, kesên ji Tirkiyeyê hez dikin, bila baş bibînên bê ka kîjan hêz dikare Tirkiyeyê azad û demokratîk bike. Rêya gihiştina aştiyê, avakirina Tirkiyeya demokratîk, bi xistina xeta Rêber Apo meriyetê pêk tê. Ji ber vê jî pêwîst e Rêber Apo azad bijî û bixebite.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan
- Ayrıntılar
