Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 5’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li çoltera Qilabana Şirnexê li Girê Şivan û Girê Serbend faliyetên kemînê zêde kiriye û li Kato Jîrka jî faliyetên firînên balfirên keşfê pêk anîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3-4-5'ê Îlonê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li qadên Qendîl, Xakurkê, Gare, Metîna, Heftanîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê, firiyane û keşif kirine.
- Ayrıntılar
Dewleta tirk bê navber li ser kurdan siyaseta qirkirina çandî dimeşîne. Wek ku Îsmaîl Beşîkçî Xoce jî gelek caran îfade kiriye, dewleta tirk kurdan wek bindest jî nahesibîne. Kurdan ji bindestan û koleyan hîn jêrtir dibîne û wisa jî nêzîk dibe. Ev jî tê wateya ku kurdan mirov nabîne.
Dewleta tirk heke îro kurdan wek kolekî nabîne bêgûman sedemên xwe hene. Yek ji van sedeman bê nîqaş plansaziya ku bi salan ser kurdan de meşandine. Ango plansaziya jêra Plansaziya Islahata Şark têgotin e. Heke em bi gotinên me bînin ser ziman; terbiye kiina rojhilat e. Ango Kurdistan’ê ye.
Dewleta tirk hîna di salên 1920’de plansaziyên komkujiya kurdan dike. Plansaziya Islahata Şark, 24’ê Îlona 1925’de tê Meclîsa Turkiye a Mezin û dibe biryarek fermî.
Herkes dizane ku perçiqandina berxwedan ango serîrakirina Şêx Said’ê kal 1925 meha gûlane de ye. Dema serhildan tê perçiqandin Şêx Said û 46 hevalên wî 29’ê meha hezîrana 1925 tên darvekirin.
Çîrok dirêje, emê hewlbidin parçe parçe tevayî pêşveçûyînên ku qewimîn dema pêş de bidin.
Xûlase, bi darvekirina rû spiyên kurdan ve pêvajoke nû destpêdike. Ev pêvajoya nû bi yek gotinek were ser zimên: komkujiya fîzîkî û pêra jî komkujiya çandi ye.
Komkujiya fîzîkî û komkujiya çandî navê xwe: Plansaziya Islahata Şark e. Ev Plansazi 27 xalên xwe hene. Naveroka hemû xalan yek e; kurdan tune bikin.
Vala vala wezîrê dada Turkiyê, yê 1930’an Mahmut Esat Bozkurt wiha nabêje:
“Em wek Turkiye, li hemû cihê cihanê, azad dijîn. Endamê we, cihek wek li wir heyî ji bo ku karibe ramanên xwe bi ji dilî bîne ser ziman tudere wek li wer heyî nikaribû bibîne. Ji bona vê ezê hêstên xwe venaşêrim.
Tenê Turk li vî welatî, hem xwediye hem ji bege. Ev yên ku ne ji xwîna zelal ê turkan tên, li vi welatî tenê mafekî van heye: mafê xizmetkar bûyîna tirkan û mafê kole bûne.
Dost û dijmin û çiya jî pêwiste vê heqiqatê wilo bizane.”
Ev gotinên tevda faşizan bingeha plansaziya ku li 24 îlona 1925’de hatiye biryar kirine. Yek ji bêgûman kirinên ku di navbera 1925 û 1930 hatina meşandine. Dehan erîşen ku –bin navê serhildana kurdan-birin ser kurdan de sed hezaran mirovên kurd hatibûn qetilkirin. Koçkirin. Mişextkirin.
Bi zimanek din, hatin “T” kirin. Ango Te’dib, Tenkil, Taqtil, Tehcir, Temsil, Temdin, Tasfiye kirin…
Em pir dûr neçin. Serokomarê dewleta tirk pir zû de armanca van çiye tîne ser ziman. Di pirtûka bi navê Gûlên min yên Çiyayi de wiha tê gotin:
Atatırk ji bona keça ciwan a misyoner pêçiya xwe dirêj dike û jêr e: Here, biçe gundên çiyayî- civakek bi jin û rêya dayîkan tê fetih kirin. Keçên ku tu li vêderê bigire amade bike. Piştra carek din wan rêke cihên xwe, ango yên van. Tiştên ku te fêrî wan kiriye ê xwera bibin û cihê ku ew biçin jî ê wan fêrbikin.”
Em bala xwe bidin, tiştên ku ev keçên kurdan pişt tevayî komkujiyên ku jîyan bûyîn li dibistanên turkan, ango metingeran ferbûyîn bibin çinin? Begûman çand û serdestiya metingerane. Zimanê tirkiye, çanda tirkiye, mezin buyîna tirkan e. Û bêguman biçûk xistina kurdane. Biçûk kirina zimane kurdane.
Ziman: “Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê.”
Lê nimûne ku me ser gotinên Atatırk ji bo mamostayek misyoner dît, bi yek gotineke: helandin û bişavtin kirina kurdane.
Bişavtin ango asimilasyon çiye:
“Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke.”
Baş e, dewleta tirk tenê bi ziman qedexe kirin û bişavtin têr bûye? Bêgûman na.
Dewleta tirk armancek xwe yê bingehin jî komkujî û qirkirina çandi ye. Komkuji û qirkirina çandî:
“Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin.”
Em bipirsin, di îro de em dîroka xwe binêrin, çi qewimiye? Çi serê kurdan, zimanê wan, çanda wan hatiye?
Ê berdewam bike…
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1.Di roja 29 ê Tebaxê danê beyanî de ji aliyê yekinêyên artêşa dagirker a Tirk ve li navçeya Şirnex Qilabanê li derdora girikên Radar û Sineht xebatek berfireh ya kemîn danînê pêktîne
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbera dîrokên 23 - 28' ê Tebaxê de ji aliyê yekineyên veşartî yên artêşa dagirker a Tirk ve li herêmên Kozmê û Sêmalê yên girêdayî Mûşê kemîn hatiye danîn.
- Ayrıntılar
Dewleta tirk hemberê Kurdan bi tîpên xwe yên T tê naskirin.
Çine ev T ?
Te’dîb; ango anîna xetê, edeb dayîn.
Tenkîl; ceza kirin.
Taqtîl; qetilkirin.
Tehcîr; dayîna koç kirin.
Temsîl; bişavtin.
Temdîn; medenî kirin ango Tirk kirin.
Tasfîye; bê bandor kirin, ji holê rakirin.
Dewleta tirk di salên 1924 vir ve li hemberî Kurdan bi herfên T kar dike. Em dizanin ku dewleta tirk bi hevpeymana Lozan’ê re ketibû pêvajoyeke nû. Navê vê pêvajoyê islahat û fûtuhatê, ev jî destpekirina qirkina Kurdan e. Lozan 24’ê tîrmêha 1923’an hatibû mohrkirin. Bi pê re jî stratejiya biratiya navbera Kurdan hat binpêkirin û pêvajoyeke nû wek me got destpêkir. Ev pêvajoya nû serî lêdana tîpên T’nin.
Em dizanin ku dewleta Tirk bi şêweyekî veşartî 24’ê Îlon’a 1925’an bi biryara “Şark Islahat Planı” girtibû. Em bala xwe bidin vê dîrokê. Ev dîrok pişt binpêkirina rabûna Şêx Seid’e. Ango berxwedaniya di dîrokê de wek berxwedaniya Şêx Said tê naskirin.
Dewleta tirk bi hevpeymana Lozan re dest bi înkar kirina Kurdan kiriye, ango bîryar daye ku di nava sinorên ku wek Mîsakî Mîlli tên naskirin yek netewekî avabike. Bi zimanekî din, biryar dane ku Kurdan qetilbikin, koçbikin, mişext bikin, rabikin, înkar bikin, îmha bikin, çand û zimanê van qedexe bikin hwd.
Dewleta tirk ji bo ku karibe van nezîkatiyên dij-mirovatiyê pêk bîne, pêwîst bû ku Kurdan ewel bi rê û rêbazên rakirina fîzîka Kurdan rê destêbike. Ango heya astekî rakirina fizîkî temam bike. Bi pêra dest bi tasfiyekirineke nû bike.
Ev jî bi tîpa ku me wek T navlêkir kirine. Ango: Te’dîb, Tenkîl, Taqtîl, Tehcîr, Temsîl, Temdîn, Tasfîye.
Encamên van T’yan ji bona Kurdan pir xeterbûne. Ji bona Kurdan gelek caran pir giran bûne. Dîsa pir caran mirin û kuştin bûne.
Yek jî bê gûman bişavtin û komkujî ango qirkirin bûye.
Rêber Apo bişavtinê re:
“Asîmîlasyon ew çalakî û têkiliya yekalî ye ku di civakên şaristaniyê de yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê li ser komên civakî yên kirine statuya koletiyê pêk tînin, ji bo ku van koman bikin dûvik û movikên xwe, bikartînin. Armanca asîmîlasyonê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke” dibêje.
Lê dema ku ev bişavtina têrê nake îcar jî dest bi komkûjiyê dikin, ango qirkirinê dikin.
Ji bona qirkirina Kurdan jî Rêber Apo:
“Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin. Li gorî rewşê ji herdu rêbazan yek tê tercîhkirin. Rêbaza qirkirinê bi awayekî fizîkî bi giştî bi çanda elîta serdest ango li gorî çanda dewleta netewe bi komên çandî yên di rewşa serdest de têne kirin. Mînaka tîpîk a ji bo vê yekê jenosîdên ji bo çanda Cihû û gelê wê ye. Tevahiya dîrokê Cihû hem di qada maddî de û hem jî di qada çanda manewî de beşên herî bi hêz pêkanîn û ji ber vê, li hewldanên tinekirin û derbên fizîkî yên çandên serdest ên dijber rast hatin, timûtim qirkirinên weke pogrom têne binavkirin bi serê wan de hatin. Rêbaza duyemîn a qirkirinê ceribandinên qirkirinê yên çandî ne, û zêdetir çanda dewleta netewe û elîtên serdest li ser gel, civakên etnîk û komên baweriyê yên qels û pêşneketine tê ferzkirin. Bi qirkirina çandî ya weke mekanîzmaya bingehîn tê xebitandin armanc ew e, di nava çand û zimanê dewleta netewe û elîta serdest de bi tevahî tesfiyekirina van gelan û koman e. Di serî de saziyên perwerdeyê di nava her cure saziyên civakî de ev gel û kom têne hêran û bi vî awayî hewl didin wan tine bikin. Qirkirina çandî li gorî ya fizîkî bêhtir bi êş û jan e, cureyekî qirkirinê ye, dirêj dajo. Encamên rê li ber vedike ji ya fizîkî bi zêdetir felaket in; ji bo gel an jî civakekê felaketa herî mezin e ku di jiyanê de lê rast bê yan jî bi serî de bê. Gel an jî civak neçar têne hiştin hebûn, nasname, hemû hêmanên çanda maddî û manewî yên xwezaya wan pêk tînin biterikînin û ev bi çarmîxkirina demeke dirêj re wekhev e” dibêje.
Em carek din bala xwe bidin dewleta tirk, çi rêbazê bişavtinê terk kiriye, çi jî dev ji qirkirinan berdaye. Bi kurtasî carek din bi zimanek din; dewleta tirk tîpên T ango: Te’dîb, Tenkîl, Taqtîl, Tehcîr, Temsîl, Temdîn, Tasfîye, terk nekiriye.
Em hîç dûr neçin, hem li bakûrê Kurdistan hem jî li Rojava’yê Kurdistan politikayên dewleta tirk pir zêde dişibin siyaseta tîpa T.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di Newroza 2013’an de Serokatiya me ji bo pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane çareser bibe û ji bo Tirkiyê demokratîk bibe pêvajoyek dîrokî da destpêkirin. Bi vê pêvajoyê re têkoşîna me kete qonaxekî nû.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di rasteka bangawaziya dîrokî ya ji aliyê Rêberî û tevgeram me ve ji bo meşa çareseriya demoqratîk hatî pêşxistin, bi fedekariyên mezin berdewam dike. Di vê çarçoveyê de ji Dersim û herêmê cuda 2 komên me yên din gihiştin Herêmên Parastinê yên Medya.
- Ayrıntılar
Wê demê pêwîste dê helwestên exlaqî çibin, divê nêzîkbûn çawa werin pêşxistin, ji ber ku çareseriya şoreşgerî heye, girêdaniya vê yekê bi azadiyê ve çi ye? hezkirin û rêzdarî di nava kîjan pîvanan de ye? Girêdaniya vê yekê bi azadiyê re çiqas e? Pêwîste mirov bersiva van pirsan tevî bide. Jixwe li gel me azadî tenê bi şer tê bi destxistin. Ji ber ku em ne azadiyê koletiyê dijîn. Li gor ku di bin koletiyê de azadî nayê hizirandin, têkîliyeke azad jî nayê hizirandin. Ev jî rastiyeke û dualî ye. hunê aliyekî vê yekê jî wiha bibînin, her çiqas em xwe azad hîs dikin û bi viyaneke azad têkîliyan datînin jî, ev xwe xelitandin e. Ev tenê di qadekê de ne, di hemû qadên jiyanê de wisa ye. Hun azad nînin, ji netewbûnê derketine, ji taybetmendiyên her civakê yên bingehîn dûr in. Bi vê rewşa xwe ve hun dikarin çawa bibêjin ku em azad in? Ew qaşo demokratên ku li ser bingehê dijmin, hatine xelaskirin dibêjin em azad in. Li ser bingehê tunekirin û bişaftina dijmin dibin demokrat û xwe azad dibînin. Ev nêzîkbûneke xeter e, tu pêwendiya xwe bi azadiyê re nîne, demagojîk e. bi qasî ku bi welat û bi rastiya civakî ve pêwendiya xwe nîne, li gel dijmin têkîliyeke xwe ya li ser bingehê xayiniyê heye. Tu pêwendiyên xayinan jî bi azadiyê re nîne. Ji ber wê jî têkîliyên jin û zilam bi azadiyê ve girêdayî ye. Azadî, bi derbaskirina koletiyê ve gengaz e, ev yek jî bi şer ve gengaz e. Ji ber vê sedemê ger em dixwazin di têkîliyên jin û zilam de bigihên azadiyê hun neçarin jiyanê azad bikin.
Ev yek gelekî zelal e. Ger hun vê pirsgirêkê weke hevxapandinê û xelitandinê nabînin, ger hun dîtineke bi rengê hevpariya azad û şervantiya azad nêzîk dibin, we pê bawerî aniye, wê demê hunê vê bibêjin, hîna gelek karên ku em bi cih bînin hene. Tekoşîneke azadiyê ya ku em bi ser bixin heye. Gihiştina jinê ya zilam, gihiştina zilam a ji jinê re, di vê çerçoveyê de wateyê diderbirîne. Ger ne wiha be, dê bibe jirêderxistin, dê bibe lêyîstok, dê bibe durûtî. Gotina we ya “me hev dît em li hev hatin” û hev xistina we nayê efûkirin. Jixwe hindek hev digrin û direvin. Di vir de têkîliya şer û azadiyê ber bi xiyanetê ve tê birin. Çi pêwendiya we bi avakirina têkîliya azad ve heye? ma we kîjan arîşeyê azadiyê çareser kir ku hun vê asayî bibînin? Bêyî ku hewldanên şerê azadiyê ku gelekî pîroz e were jiyîn, bi rastiya me ve bi taybet di nava partiyê de têkîliyên di navbera zayendan de yên bi wate, bi têkîliyên erzan ve nayên pêşxistin. Pêwîste mirov ji vê yekê bawer neke. Ev tenê rêgezek nîne, di heman demê de raveya rastiyê ye. ji ber ku li gorî me, li ser têkîliyên jin û zilam pêwîste azadî serdest be. Ev rêgeza giştî em şerê azadiyê bidin jî nedin jî derbasdar e.
Lê belê ji bo me tenê rêgez têr nake, yek jî rastiya îro heye. Ew jî koletî ye. Hunê vê koletiyê bibînin, hun nikarin koletiyê ji neditî ve werin. Bi tenê xwe spartina rêgez, û bi wî rengî têkîlî pêşxistin jî têr nake. Jixwe xala herî zêde ya ku heval xwe tê de şaş dikin ev der e. qaşo li gor rêgeza azadiyê dikarin têkîliyê avabikin, dibêjin “ez azad im” û xwe dispêrin rêgeza azadiyê têkîliyê bi pêş dixînin. Ew şêwazê kesê ku di nava xefletê de ye. Gelo ma rêgeza azadiyê di şênber de tê jiyîn an na? Bi serkeftiye yan na? Gelek kes vî tiştî nahesibînin. Di bingehê têkîliyê çelexwarî de ev yek heye. wisa bawer dikin ku bêyî ku şerê azadiyê bimeşînin, dê têkîliya azad, evîn, zewac û dostaniyê bijîn. Ev xwe şaşkirin e, him jî xwe şaşkirineke gelekî cidî ye. Xwe şaşkirineke ku gelekî hêsan dikevine navê ye. Ev jî ji hemû aliyan ve rewşeke derveyî rastiyê ye. Ji ber ku derveyî rastiyê ye, têkîliyeke bitenduristî jî nîne. Qaşo girêdaniya dil, girêdaniya hest ew qasî bi hêze ku tu şer nikare wê hilweşîne. Em li kesê ku di nava têkîliyeke wisa de ne temaşe bikin, di nava du rojan de ava wê têkîliyê derdixin. Tê wê wateyê ku hun derewkar in, hun nikarin rast binirxînin. Piştre jî her yek ji we dibin belayek.
Me ev tişt got, çawa ku malbat li pêşiya azadiyê asteng e, ger ew neyê derbaskirin em nikarin bigihên azadiyê di nava partiyê de jî, ew pergala têkîliyan a ku dualiye jî, neyê derbaskirin em nikarin di şerê azadiyê de pêş bikevin. Ger em malbatê û malbatgeriyê derbas bikin, emê bikaribin di azadiya civakî û netewbûnê de pêşketinan ava bikin. Di têkîliyên dualî de jî, ew seranseriya heye, tengbûn û sextetiya ku heye em çiqasî derbas bikin, hem dê şoreşê bi pêş bikeve û şerê azadiyê bihêz bibe, hem jî ji ber şerê azadiyê dê wateya têkîliyên di navbera zayendan de xwerû bibe, asayî bibe, dê her cure sergirtinan, derewan, dûrûtiyan û ji xapandinan were rizgarkirin. Pêwîste ev hêman baş were tê gihiştin û baş were pêkanînin. Erkeke me ya erênî jî, di vê benda çaremîn de veşartiye. Rêgeza azadiyê baş e, lê belê her tişt bi wê nayê çareserkirin. Ew bingeh e, ango di navbera zayendan de ferzkirin nîne. Hizirandina bi ferzkirinê, yan jî bi pereyan ferzkirina têkîliyan li dij rêgeza me ya azadiyee ya giştî ye. bêyî ku rewşa koletî ya ku heye were derbaskirin, bêyî ku asta milîtanekî serkeftî were bidestxistin, bêyî ku ew bi xwe bandora şer a azadkirinê pêk neyne û wê nejî, mirovek nikare vê rêgeza azadiyê bi rê ve bibe. Ger hem di rêgez de hem jî di şênber de rewş ev be, pêwîste ya kevin ferz neke. Dawiya ew kesên ku dibêjin, “ezê tiştê dizanim bikim, azwerî gelekî bihêz in, hest, rêgez û rêpîvanan nas nakim” diyar e. Li gel me gelek kes vî tiştî dikin, ew jî yan dê biçin xiyanetê yan jî bibin xirabkarên ku nayên zevtkirin. Ma bi vî rengî nabe? Li gelek cihan ên ku xwe ferz dikin hene. Ev kes ji rêgez, azadî û ji bingehê dîrokî yên têkîliyên azad bêagahî ne. Ji rewşa şênberiyê jî bêagahî ne. Çi ye, qaşo gelekî hev diecibînin û dê hev bigrin û birevînin. Ev têkîliyekê dizî ya herî hov û ketîbûnê ye. Ji ber vê sedemê yê ku ji refên me direvin jî hene. Hindek kes bûne navgînên provakasyonan jî. Heta li partiyê rexneyên neheq jî dikin. Ev dijminê azadiyê ne, mirov dikare tîpên wiha weke kujerên têkîliyên pîroz binirxîne. Wan gelekî partî jî xirabkirin, ji hêz xistin, pêşkêş kişandin, ji bo azwerî û hestyariyê nirxên herî bingehîn ber bi xiyanetê ve birin. Xebitîn ku gelek eniyan birûxînin. Ev di nava partiyê de bûn û endamê partiyê yên demekê bûn. Lê belê ji ber ku bala xwe li rêgezên azadiyê û şênberbûna wê nekişandin ketin vê rewşê. Di serî de ne sîxur bûn, li ser bingehê hestan û azweriyên ku nikaribin xwe li ber bigrin nêzîk bûn. Encam jî rewşeke ku ji xiyanetê hîn xetertir bû. Ji vî aliyii ve gelek mînakên vî tiştî hatine jiyîn. Wê demê pêwîste em vê birînê baş fêm bikin.
Em baş têbigihên ku ger kole bi hêsanî nikarin malbatan avabikin, ji bo me jî ku em koletiyeke bi caran dijîn, têkîliyeke azad ewqas bi hêsanî nayê avakirin. Ev pêwîste baş were zanîn, hun di dibistan û saziyên çandî yên Tirkiyê de fêrî “dê çawa evîndarbûn çêbibe?” bûne. Dibe ku we romanên klasîk ên cîhanî de jî xwendibe, gelek ceribandin li pêşiya çavên we ne. Ger ev tiştên ku di PKK de tê pêkanîn azadî be, ger her cure rabûnên ji nû ve di şoreşa Kurdistanê de be, wê demê hunê girêdayî vê rêgezê bin û baş bizanibin û wê pêk bînin. Ger bi wî rengî be ew têkîliyên di romanên cîhanî de çine? Ew têkîliyên ku bi zaravayên kemalîst tê pêşxistin çi ye? Ew têkîliyên ku di çarçoveya kapîtalîzma di Tirkiyê de di bin zextên saziyên çandî ku bûrjuvaziya Tirkiyê bi rê ve dibe (di bin zextên îdeolojîk, em bibêjin rêpîvanên feodalî) çi ne û ev tişt xwe di nava me de çawa didin nîşandan? Di bin bandora van de mayin, bi wan re tevgerîn û çûyîna hindek çareseriyên sexte bi qasî ku li dijî xwezaya şerê me ye di heman demê de jî zehmet e. pratîk vî tiştî didin diyarkirin.
- Ayrıntılar
Berî ku em biçin şahiya 15 ê Tebaxê me bi riya çapemeniyê heyecan û coşbûna pîrozbahiyên 15 ê Tebaxê temaşekir, bi taybet piştî ku me bihîst wê şahiya 15 ê Tebaxê bi hejmarekî mezin ê hevalan were pîrozkirin, heyecaneke bi xîzên zirav dilê me dorpêçkir, û pirsa gelo wê pîrozbahiya 15 ê Tebaxê çawa derbas bibe, wê şevê bû mêvanê min. Kazîwa rewnaq û dev li ken, bi giyanekî aram em ji xew rakirin û bi lez ez û çend hevalan me berê xwe da şahiyê. Hîna em negihîştibûn ciyê şahiyê, em gihîştin çend gurûpên hevalan. Hemû heval demjimêr sisiyê şev ketibûn rê û berê xwe didan ciyê şahiyê. Piştî ku me roja vejînê 15 ê Tebaxê li wan pîrozkir, em jî ketin nava rêza hevalan û em heyanî ciyê merasîma leşkerî û şahiyê bi hev re meşiyan.
Piştî meşeke di navbera daristanan de, li ser ava ku ji dolan diherikî qevaztin, hejmareke zêde ya hevalan ketine rêzê de, li ber çavê min ketin. Alên PKK ê, HPG ê û YJA STAR hatibûn rakirin û xwe ji bo merasîma leşkerî amade dikirin. Nêzî sê sed hevalî kombibûn, çeka wan di destê wan de bû û di rêzê de sekinîbûn. Deng ji kesekî nedihat, ji wê bê dengiyê, dengê teqîna wan fîşekên 15 ê Tebaxê teqiyane dihat e mirov, dengê qêrîna berxwedaniya zîndana Amedê mirov dibihîst û wêneyê hemû hevalên şehîd ên ev Pêngav avêtine dihate ber çavê mirov, bi taybet qomîtanê mezin rêheval Agîd dihate bîra mirov. Bi hatina Fermandariya Navenda Parastina Gel merasîma leşkerî destpêkir. Ji bo wateya vê Pêngavê û şert û mercên tê de pêşketiye ji milê Fermandariya Navenda Parastina Gel ve axavtinek li pêşiya merasîma leşkerî hate kirin û di heman demê de civîn çêbû. Çima ev Pêngav hate avêtin, çawa ji berxwedaniya zîndana Amedê re bû bersiv, bandorekî bi çi awayî li ser gelê Kurd kir, di civînê de bi berferehî hate ziman. Bi berxwedaniyeke mezin pêşengtî ji gel û tevgerê re kirin, paşeroja gelê Kurd fikirîn û wiha berxwedayîna hevalên zîndana Amedê bi ziravî hate ziman. Bi wan peyvan re netenê berxwedayîna gelê Kurd ê bakurê Kurdistanê dihate bîra mirov, berxwedaniya hemleya 1 ê Hezîranê, şehîdên Hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî, û berxwedayîna gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dîmen bi dîmen dihate ber çavê mirov. Te ji çav û sîmeyên hemû hevalan hîsdikir ku herkes dixwaze berxwedaniya gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê bijî û hemû zor û zehmetiyên wan parvebike. Qomîtan Erdal (Engîn Sincar) ê ku riya heval Agîd şopandiye, ji bo pêşxistina hemleya 1 ê Hezîranê li hemberî tesfiyeciyan têkoşîn kiriye, hate bibîranîn. Bi bihîstina navê heval Erdal re, di dilê hemû hevalên ku pêre jiyankirine, ên ku ji bo wî tevlîbûne û yên ku hertim naskirina kesayeta wî ji bo wan bûye mereq, axîn û ahengeke zirav dengveda. Bi gotina “em Pêngava 15 ê Tebaxê li we pîrozdikin û serkeftin ji we re dixwazin”, hemû heval bi hev re rabûn ser lingan û silogana Bijî Serok APO, Bican Bixwîn Em Bi Te Re Ne OCALAN, Şehîd namir in bi dengekî heybet avêtin.
Şahiya ku hevalan hevpar amadekirine destpêkir. Awazên giyana Pêngava 15 ê Tebaxê zîndî dike, amadekiribûn. Şanoyeke ku hem berxwedaniya Amedê, Pêngava 15 ê Tebaxê, zordariya dijmin li ser gelê Kurd daye meşandin û niha jî didomîne, pêşkêşkirin û di dawiyê de Koma Tolhildan derkete ser dikê. Hevalan bi derketina komê re hem li çepikan dixistin, hem jî govend digirtin. Pêngava 15 ê Tebaxê bi giyanê ciwanî pêşket, şahiya me jî bi rengê coş û heyecana ciwanan derbas bû.
Silav û rêzên şoreşgerî
Medya SÎDAR
- Ayrıntılar