Mêrxasê hêja, heval Nûman jî çû nav stêrkên asîmanan.
Ey feleka xayîn, te ew bejin dirêjê leheng jî bir!
Erê cîhana bêbext, tu wê kengî ji vê hovîtiya xwe ya ku ji holê rakirina şoreşgerên azadîxwaz dev jê berdî?
Te hê jî piçek mirovatî û ehlaqê civakê ji xwe re negirtiye?
Tu kî û ji ber çi dikujî?
Ey cîhana ku te nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtî!
Ma dervî azadî û wekheviyê, tiştek din xwestibû?
Ey pergala bêwijdan!
Ma xwestina wekheviyê di welatekî azad de, pir zêde bû?
Ey qeşmer û sîxûrê Qapîtalîzmê!
Kanî te wekhevî û demokrasî jibo gelan dixwest?
Ey minafiq û qirêja mirovatiyê! Tu baş bizane ku ev kiryarê te yên zalimane û dervî mirovatiyê, ewê ji te re nemîne û wê tola wan ji we bê girtin. Bîranînên wan xweşmêr û lehengan, ewqas kûr û fireh in ku tû car nayên ji bîr kirin û windakirin. Her têkoşerek ji wan ji holê rakirin, bi xwe re bi sedan tekoşervanan di xuliqîne, ev dîyalektîka PKK’ê ye ku di Kurdistanê de daye çandin. Her dilopek xwîna wan, wê bi sedan kûlîlkên ku bêhna xweş bidin Kurdistanê bi xwe re bîne. Ev rastiya ku tim hatiye jiyankirin û tê jiyankirin e, pîvanê hevaltî û berpirsyariya mirovatiyê ev in ku PKK’ê bi me daye naskirin.
Belê, di demekî ku mirovatî dikeve saleke nû ya 2013’an, cardin em dengê qîrkirina ciwanên Kurd ku azadiya xwe dixwazin dibihîsin, îro agahiya ku me gelekî xemgîn kir, şehadeta 9 hevalan ku fermandarê leheng Heval Nûman jî di nav de, me navê wan di muhabera cîhazê de bihîst. Hevalê ku navê wan hatin dayin, Nûman, Rênas, Xebat, Demhat, Egîd, Firat, Omer, Şervan û Masîro, di roja 31’ê Kanuna 2012’an, li herêma Apê Musa, di şerekî artêşa Tirk de bi mêrxasî, tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Hevalê ku min baş nasdikir û demekî dirêj ku me bi hev re xebat meşandî Heval Nûman bû. Bihîstina şehadeta wî, ez pir hestiyar kirim û carekî din kûraniyên dîrok û hevaltiya rast anî berçavê min. Dewleta Tirk carekê din bi dirutî û hovîtiya xwe da nîşandan ku çiqas ji mirovatiyê dûr e. Qaşo ji bo pirsgirêka Kurd ku çareser bike, bi Rêber APO re hevdîtin çêdike û li aliyên din jî êrîşên hovane yên li ser gerilayên Kurdistanê jî nade rawestin. Heman demê jî her roj bi êrîşê hewayî li Başurê Kurdistanê bombebaran dikin. Ev dirûtiya desthilatdariya AKP’ê ya qirêj dide nîşandan. Tu car li ser rûyê cîhanê desthilatdariyek wek AKP dirû û bêrêgez nehatiye dîtin. Di dijminatiya wan a qel-lêşane de, mêranî tune ye. Hem çareserkirina pirsgirêka Kurd dixe rojevê, hem jî qirkirina siyasî û leşkerî li ser gelê Kurd dide meşandin, ev yek jî durûtiya wan hîn baştir dide nîşan.
Heval Nûman di sala 1992’an de li girêdayî Amed’ê, ji Bismilê tevlî nava refên gerilayên azadiya Kurdistanê dibe. Demek dirêj li qada Amedê xebatek bi nirx û serkeftî dide meşandin û erkê fermandariya yekîne, herêmî, eyalet û herî dawî jî di konseya leşkerî ya HPG’ê de cihê xwe girtiye. Bi xebatên xwe yên demdirêj, serkeftî û hevaltiya xwe ya paqij, di asta rêveberiya Konseya HPG de erk girtiye, di nav hevalan de pir dihat hezkirin û qebûlkirin. Zarokekî Amedê bû û bi perwerda PKK’ê ve xwe baş afirandibû û bi giranî xebatên gerilatiya xwe li eyaleta Amedê da meşandin. Di nava gelek zorî û zehmetiyê mezin re jî derbas bibû, lê dîsa jî bi serkeftî têkoşîna xwe ya azadiyê bênavber dida meşandin. Xwediyê gelek çalakî û wêrekiyên pir hêja bû, di tevahî xebatên xwe de jî ev dida diyarkirin. Heval Nûman piştî vekişandina gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê, di sala 1999’an de ew jî li Başurê Kurdistanê mabû û heya sala 2007’an li gelek herêmên Başur erkê rêveberiyê girt û xebatên xwe da meşandin. Naskirina min a bi Heval Nûman re ji sala 2006’an şunde ku me bi hev re xebat da dameşandin çêbû. Sala 2006 ew li qada Zagrosê di fermandariyê de cih digirt û ji wir jî hatibû tevlî Konferansa HPG’ê ya çaremîn bibû. Di vê konferansê de heval Nûman nirxandinên pir kûr û hêja kir. Jixwe hevalekî pir zana û xwedî ezbûnekî mezin bû, yanî xwendevaniya xwe û ezmûnên xwe yên piratîkî bi hev re dikir yek û bi tevahî hevalan re parve dikir, di esasê çanda famkirina PKK’ê de nêzî bûyeran dibû û çi tiştî, çi demê û bi kîjan şêwazî ku wê bibe dizanibû.
Sala 2007’an vesazkirina min û wî bi hev re li qada navîn a ku ji sê eyaletên binavê Erzirom, Xerzan û Amedê pêktê çêbû, Heval Nûman di fermandarîtiya eyaleta Amedê de erk girt. Piştî hevalên qadê berhevbûn, Heval Nûman berî ku ez herim cem hevalan berpisyarê tevahî hevalan bû û ew perwerde dikirin. Piştî ku em çûn jî amadekirina hevalan di her warî de, herî zêde Heval Nûman pêve mijul dibû. Hevalên ku ji her sê eyaletan hatibûn komkirin û amedekariyên xwe yên çûndinê dikirin, derdorî 60-70 hevalan bûn. Di amedekariya wan de Heval Nûman fedakariyek mezin dikir û xwe li hember tevahî hevalan berpirsyar didît. Di wê demê de derdorê mehekî em li biryargeha navendî ya HPG’ê, li Zapê bi hevre man, gelek nîqaşên me bi hev re çêbûn û me hev hîn baştir naskir. Di wê demê de jî dewleta Tirk ku Rêber APO jehrî dikir di rojevê de bû, wek tevahî hevalan, Heval Nûman jî pir pê êşiyabû û wî dixwest ku rojek berî rojekê derbasî Bakurê Kurdistanê, qada şer bibe. Pêşniyara wî bi bandor tevlîbûna pêngava têkoşîna azadiya gelê kurd û Rêber APO bû. Li gorî vê heval xwe amede kiribû û pir bi coşbû. Piştî ku me bi hev re li ser taktîkê dema pêş û pilansaziya xwe nîqaş bi pêşxist, em bi hev re wek komek heval, me xwe ji bo rêketinê amadekir. Fermandariya HPG ji bona Aqademiya Mahsum Korkmaz em xwestibûn û xwarin ji me re amede kiribûn. Piştî xwarinê hevalan ji me re torenek çêkirin, ez û heval Nûman jî çûn pêşberî hevalan ku çend axaftin bikin û xatirê xwe bixwazin. Piştî çend axiftinan me xatir ji hevalên ku toren çêkiribûn xwest û me berê xwe da qada navîn. Piştî ku em ji biryargeha navendî ya HPG derketin, em çûn Aqademiya Şehîd Bêrîtan, me ji wir jî ava Zapê qut kir û em gihiştin biryargeha Hêzên Taybet. Ji vir jî em derbasî herêma Metîna bûn û ji wir jî me xwe avêt herêma Heftanînê. Ew çend roj û şevê dirêj in ku em bi hev re meşiyan, berpirsyarî û fedekariya heval Nûman hêjayî fêmkirin û gotinê ye. Rastî jî di wan geliyê kûr û hevrazên bilind de, moralek mezin dida hevalan. Di aliyek de westandin hebû, ji aliyên din ve jî xweşikbûna biharê çiya û gelî xemilandibûn. Ev xweşikbûn û bêhna xweş a biharê bû. Rûkeniya heval Nûman bi wan re her zindî dibû. Ez dikarim bibêjim ku her gulek û kulîlkeke biharê ku em digihiştinê, heval Nûman pêre dikenî û bi wate wek ku xatir jê bixwaze, me derbas dikir. Carna me wêneyên xwe bi heval û kulîlkên ku me derbas dikirin re dikişandin, car jî bi meyzandin û guhdarkirinek a li ser lêhûrbûnek kûr bi me re çêdikir em ji wir derbas dibûn. Ev me gelek car di rûyê heval Nûman de baş dît, lewre lêhûrbûna kûr û eşqa dilê wî, xwe di rûyî wê de dinimand-nîşan dida.
Piştî çend rojan ku em li herêma Heftenîn bi hev re man, ji ber ku koma me hejmara xwe zêdebû me xwe xist du beş û ew berpirsyarê beşekê bû, ez jî berpirsyarê beşekê bûm. Koma Heval Nûman bi çend rojan li pêşiya me bi rê ket û berê xwe dan Botanê. Piştî meşekî dem dirêj, heval Nûman bi koma xwe re saxlem gihiştibû eyaleta Amedê. Heya ku me eyaleta Xerzan derbaskir û em gihiştin eyaleta Amedê, êdî bibû payîz. Dema ku em gihiştin herêma Şehid Remzî, piştî me Heval Nûman jî ji herêma Apê Musa hat gel me. Me civîna rêveberiya eyaletê çêkir û di çarçove perspektîfên rêxistinê de, me pilansaziyek da pêşya xwe. Em bi hev re ji bona keşf kirinê çûn derdorê Licê ku em çalakî li darxînîn. Çend caran em bi heval Nûman re çûn keşfa qereqola li ser girê neqaba Com ku em lêdin. Di encama vê keşfê de me xwest em çalakiyek bi bandor li ser vê qereqolê bikin. Di payîza 2007’an de, bi çend koman hevalan êrîşî ser qereqolê kirin. Heval Nûman jî li cem me bû û me çalakî temaşa dikir. Heval Nûman qordîna çalakiyê dikir. Bi tevahî hevalan re têkilî çêdikir û ew didan şerkirin. Ev piştî çend salan çalakiya yekem bû û me hevalên eyaletê jî baş nas nedikirin. Ji ber vê her çiqas çalakî hinek serkeftîbe û bê windahî heval zîvirîn cihê xwe jî, lê belê pilansaziya me tam bi ser neket. Encam ne xirab bû, lê ji ber ku me hevalan baş nas nedikirin ,vesazkirin li gor vê baş çênebû. Piştî vê çalakiyê, bihara sala 2008’an me cardin hevdu dît û civîna rêveberiya eyaletê çêkir. Di vê civînê de heval Nûman nirxandinên pir bi bandor kirin û biqasî ku kêmasi jî hebûn, derbaskirina wan û li ser pilansaziya pêşiya eyaletê jî gelek nêrînên di cih de dan. Piştî vê civînê, wek tê zanîn gelek çalakiyên serkeftî û xebatên eyaletê bi erênî bandor li ser pêvajoyê kir. Wek çalakiya li dijî Polîsên dewlata Tirk a li navenda bajarê Amedê ku di payîza 2008’an de bû û gelek Polîs hatin kuştin, tevger kirin heya dawî heval Nûman bi xwe li ser sekinî bû. Dîsa piştî vê êrîşek li ser qereqola Hêzanê ya girêdayî navçeya Licê ku hevalan qereqol tevahî xisitin destê xwe, gelek leşkerên Tirk kuştin û gelek cebilxaneyên wan jî li ser wan hat rakirin, ev çalakî jî heval Nûman qordîna wê ya nêz dikir. Bi qasî di van herdu çalakiyan de rolek mezin leyîst, di gelek çalakiyên din de jî heval tevger kirin û serkeftî dan meşandin de rola xwe girîng bû.
Heya sala 2009’an heval Nûman di fermandariya eyaleta Amedê de cih digirt, di havîna 2009’an de di asta yekemîn de bû fermandarê eyaleta Amedê û bi bandor xebatên xwe yên rêxistinî û yên piratîkî baş bi tevger dikir û pêşiya gelek şaşîtiyan digirt. Ji 2007’an heya 2010’an ez li wir bûm û ez ji wê qadê hatim Başurê Kurdistanê, me bi hev re rêvebertiya qada navîn kir. Her çiqas em ji hevdu cûda dixebitîn jî, lê me hev dişopand û her roj bi rêka cihaza mezin têkilî bi hev re çêdikirin. Hertim bi nêrînên xwe tenê ne eyaleta ku berpirsyarê wê bû, ji bo tevahî eyaletan nêrînên pir hêja dida xuyakirin û xwe berpisyar didît. Rastî jî nêrîn û tespîtê xwe li ser her tiştî di cih de bûn , rastdikir û çêdikir. Di bin erk û berpisyariya wî de, gelek şervan tevlî gerîla bûn û gelek cebilxane peydakir û li eyaleta Erziromê, Xerzan û qada Dêrsimê jî belav dikir. Yanî bi xebatên xwe yên serkeftî heya Dêrsimê jî alîkariya wî çêdibû. Ev jî dida nîşandan ku tenê xwe ji eyaleta xwe na, li hemberî tevahî welatê xwe berpirsyar dibîne û derfetê ku li cem hebûn bi herêman re parvedikir. Ji xwe ev nêzîkbûneke têkoşervanên PKK’ê ye ku hertiştê xwe bi hevalên xwe re parve dike. Heval Nûman di tevahî pîvanên xwe de PKK jiyan dikir û dida jiyan kirin. Piştî ku ez ji qada navîn hatim Başurê Kurdistanê jî, gelek caran ez bi heval Nûman re bi cîhaza mezin diaxifîm. Her cara ku ez pêre diaxifîm, me herduya jî moralekî mezin digirt. Herî dawî jî ez piştî ku hatim qada Botanê, di havîna 2012’an de ez dîsa pêre axifîm û min pirsa rewşa wî kir. Pir kêfxweş bû û bi coşa xwe ya berê bi me re axifî. Rastî jî her axiftinek ku min pêre dikir, xuya dibû ku ew li ser pêngava tevgera şoreşgerî ya azadiya Kurdistanê xwedî lêhûrbûnek kûrbû. Jixwe wek hat dîtin jî, bi navê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Armanc û Şehîd Harûn, gelek çalakiyên ku li ser pêvajoyê bandorekî erênî pêkanîn. Piratîka eyaleta heval Nûman a 2012 bi gelek aliyê xwe moral da me û hêza me ya serkeftinê xurtir kir. Gelek çalakî bi taktîkên dewlemend pêk anîn û artêşa Tirk xist nav tirs û xofê. Darbeyê ku li dijmin dan, ew şaşo maşo kirin û nedikaribûn pêşiya çalakiyên wan bigirin. Bi kurtasî tevlîbûna heval Nûman a pêvgava serdema stratejik a çaremîn, bi rihê mêrxasî bû û encamê wê jî, ji bo me ronahiya serkeftinê çêkir...
Tiştê ku ez dawî bibêjim ji bo jiyana vî hevalê mêrxas, em bi çend gotina nikarin rastiya wî ya mezin bînin ziman. Rastî jî ev kesayeta mezin hêjayî naskirin û fêmkirinê ye. Ji ber ku pêdiviyê mirovatiyê bi azadî û wekheviyê heye û heval Nûman jî, têkoşervanekî azadiya mirovatiyê bû. Jiyana xwe tev dabû vê têkoşînê û tu car xwe ji ti fedekariyan neda paş û tim li pêş cih digirt. Jiyana wî tev di nava şer de derbasbû û hertim li pêş cihê xwe digirt. Wî nevîtiya xwe ya Şêx Saîdê Kal baş pêkdianî û banga wan a têkoşîn meşandinê dianî cih. Ew dîrokzanekî baş bû û li gorî vê jî xwedî berpirsyarî bû. Di hevaltiya xwede dilnizm û dilpak bû. Nêzîkbûna xwe ya ji gel re, pir gelêrî û birêz bû, li hember nirxê gel pir hişyar û parêzvan bû. Gelê herêmê pir pêve girêdayî bû û tim daxwaziyê wî yê xebatkirin û welatparêziyê dianîn cih. Her ku gel durustî û paqijiya wî didîtin, bêhtir pêve dihatin girêdan. Jixwe heval Nûman di zarokatiya xwe de heya şehadeta xwe xwebatên xwe di nav wan de dabû meşandin, ew ne zarokê dayik û bavê xwe bû, yê tevahî gelê Kurd bû. Bi xebatê xwe ev dabû îspat kirin. Pêwîst e ku gelê Kurd jî, li nirxê ku vî qehremanî xuliqand, lê xwedî derkevin û rêka wî ya azadiyê bimeşînin. Em jî wek hevalên wî soz didin ku emê li pey şopa wî ya azadiyê bimeşin û armanca wî ya serkeftinê bi fedekariyeke mezin heya serkeftinê bidomînin. Soza me ya girêdana şehîdan ev e ku em armanca wan bi cih binîn. Li ser vî esasî, ez ji malbata heval Nûman û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim.
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar
Navê kod: Adil Amed
Nav û paşnav: Ramazan Aybî
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: 1972
Cih û dîroka tevlîbûnê: 1987 CUDÎ
Cih û dîroka şehadetê: 4 Kanûn 2007 Gabar
Ji temenê xwe yê 35, 21 salê wî bi gerîlatiyê ve derbas kiriye, bi yek peyvê ve dildarê gerîlatiyê, viyandarê çiyayên Kurdistanê bû rêheval Adil. Ji têkoşîna ku 14 salî bû tevlê bû, incax şehadeta ku piştî 21 salan hat ew veqetand. Ew di lûtkeya çiyayê Gabar de, di bedena xwe de dema azadiyê cemidand û bû nemir.
Rêheval Adil, li gundê Bîlîkan ê ku li qontarên çiyayê Cudî, ku li ser çemê Hêzil sazbûye û hemû taybetmendiyên civaka dayîksalarî pir zindî dihewîne ji dayîk bûye, Kurdekî rast ê çiyayî li vir mezin bûye ye. Wî gûrûr, serhildêrî û rûmeta ji heybeta çiya girtî kiribû kesayetî. Wî ji xwe re taybetmendiyên Kurdên çiya ku li pey azadiya xwe dikelin, nêzîknebûna navendên şaristaniyan û neketina kefûdestan kiribû giyan. Lewra rêheval Adil wekî Cûdî bû,Cûdiyî bû.
Piştî tofanê Cûdî ji bo mirovahiyê cihê tovgirtinê , hêlîna şaristaniyê. Jiyan li wir ji nû ve destpêkiriye û mirovahî li vir şîn bûye. Rêheval Adil, bi xwediyê hemû xwerû û cudabûnên ku çavên xwe bi Cûdî re vekirênê ve tevlî deryaya jiyanê bû. Di heybeta Cûdî de dilê xwe mezin kir.
Rastî, çend kes gihîştiye raza Cûdiyî bûyînê? Çend kes ewqas rast Cûdî jiyaye û hiskirî ye? Cûdiyî bûyîn…
Cûdiyî bûyîn bi zanîna hemû dîroka mirovahiyê yê ku hatiye veşartin ve wekhev bû. Cûdiyî bûyîn ji hemû razên dîrokê re şahîtbûyîn bi xwe bû. Cûdiyî bûyîn li sînorên şaristaniya baviksalarî çikyayî nemayîn, neketina bin bandara wê bû. Cûdiyî bûyîn berdevktiya nirxên mirovahiyê kirin, mîrasvanê civaka dayîksalarî bûyîn, bi nirxên demokratîk a çîna ku di taldeya (kuytu) çiyan de bejn daye ve teşe girtin bû. Cûdiyî bûyîn şervanên xwerû, bi xîret, bi rûmeta civaka azad a ku bi xwezayê ve zikhev û bi dayîkê ve teşe girtî bûyîn bû. Ji lewra cewher, nirxên azadiyê, keda mirovahiyê xwe wisa di Cûdî de bi cih kiriye û diteyise ku, şensê bi van ve mezinbûyînê mirov digihîne raza rastiyê, rasteqînê. Ji ber vê ye mirovên vir ewqasî di ser azadiya xwe de dikelin û nêzikî navendên şaristaniyan nabin.
Wateya Cûdî ya ji bo mirovahiyê li aliyekî, ji bo Kurdan giringî û wateya wê pir cuda ye. Her serê sibê dayîkên Kurd berê xwe didin Cûdî, ji tava ku ji Cûdî hiltê re lawa dikin. Cûdî ji bo wan bavê hemû miradan e. Miradê mirov her çi be berê xwe dide Cûdî û dixwaze. Ji lewra miradê her kê/î çi hebe, ji bo ew mirad bi cih were Cûdî xwedî hêza pêwîst e. Cûdî ji kesên mirad digerin re hembêza xwe vedike, hêz dide, diparêze. Ruxmê karekterê wê yê rikdar, serhildê, asê Cûdî mekanê ji mirovan re mirad belav dike û rê nîşan dide ye. Ew kengê ku mirov ketin tengasiyê, yê ku direve hawara wan, li hember mirinê jiyan diafrîne, bi Azraîl re şer dike, bi sekna xwe ya li hember xwedayan ve erdnîgariya ku mirovan bilind dike ye. Dema mirovahî li ser rûyê cîhanê ti ciheke ku pêl bike û bijî nedît ê ku revî hawariya mirovahiyê û jê re bû cih war dayîka jin Cûdî ye. Û Cûdî çavkaniya dayîk a kevana zêrîn, a ku di dilê xwe de mirovahî afirandiye ye.
Vaye, Adil Bîlîka zarokê Cûdiya ku ji mirovahiyê re malzarok, jiyanê re çavkanî ye. Çîroka rêheval Adilê Cûdiyî çîroka temenê 35 salên xwe fedayê mirovahiyê, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê kirinê ye. Ewqasî xwe feda kirina wî, pêşkeşkirina xizmeta azadiyê, gelê xwe, ji pêwîstiya karekterê cewherê û yapiya Cûdî ye. Wî jî wekî Cûdî xwe fedayê gelê xwe, mirovahiyê, jiyana azad kiriye, di wê oxirê de jiyaye û ji mirovahiyê re bûye mal. Wekî Cûdiyîkî rêheval Adil azadvanekî rast bû. Şoreşgerekî rast ê jiyana xwe fedayê parastina nirxên azadiyê kiribû.
Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di her wateyê de Botan diyarê serhildan, girêdan, fedakarî, hêlîna îsyanê ye. Cûdî wekî navenda Botanê bi Gabarê ve tevahî kela ku agirê azadiyê pêketiye ne. Cûdî û Gabar di şoreşa vejînê de kela berxwedanê ne. Agirê ku di van kelan de pêketiye hemû Kurdistan ronî kiriye, ji xewa koletiyê şiyar kiriye, dilên ku dagirkeriyê cemidandiye germ kiriye, maratona azadiyê daye destpêkirin.
Bi pêngava 15 ê Tebaxê ve têkoşîna gerîla ya ku bilind dibe, tam di nava atmosfera şoreşa vejînê de rêheval Adil teşe digire. Pêngava 15 Tebaxê, wekî Cûdiyiyekî heya şaneyên xwe his dike, hevparê heyecana wê dibe, dil û hişmendiyê wî kamil dibe.
Bi çalakiyên 15 ê Tebaxê ve dilê Kurdistanê li Botanê dîroka koletiyê, dagirkerî, zordarî, tade, bişaftinê tarûmar bû, jinên Kurdistanê, zarok, ciwan, zilam û kalûpîr ketine nava bextewariyeke mezin a ku ji xewa mirinê şiyarbûn û ji nû ve jidayîkbûne. Dengê cekên gerilayên Apocî yên di pêşevantiya rêheval Egîd de dibeziyan azadiyê, bi tilîliyên dayîkan ve beranberî dîtiye, jinên ciwan û xort bi dengên ku azadî-rizgarî diqîriyan ve dil û mêjiyên xwe sorkirine . Rêheval Adilê ku di wan rojan de Cûdiyekî ciwan e jî, bi dengên Egîdên ku azadî diqîrin ve, bi tilîliyên dayîkan ve bîrewariya polîtîk a welatperwer, lêdanên dil pêş dixîne.
Ji bo rêheval Adilê ku di hewa û xwezaya Cûdî ya azad de, xwe gihandiye kesayet, giyan, karekter; têgihiştina pêşevantiya Egîd, berê xwe dayîna rêya wî jixwe tiştê ku hertim li bendê bû, ji bo ketina nav amade bû, bi sed salan e bêrî dikir, ti derfetekî de di rastiya wê de şik nebîne, tek hilbijareya ku weke jiyan kifş bike ye. Ji lewra ew berdevkê kalûpîrên xwe yê Cûdiyî ku viyandarê azadiyê bûn, weke wan wî jî berê xwe nedayîna şaristanî û navendên bajarên wî de bi heter e. Ji bo mêtîngerî û dagirkeriya weke xewnereşekî li ser niştîman û çiyayên wî rûniştiye ji holê rabike, tevî ziman, xweza û çand azadkirina mirovên xwe û çiyan xwe derdê wî yê bingehîn, lêgerîna wî ya bingehîn e. Ji bo rêheval Adilê digot, hemû saziyên şaristaniyê, vîtrînê wê yê şaşaî, bi xizaniya biçûk dixîne ve dewlet-şehrê we bila ya we be, em çiya, xweza, welat, gundê xwe dixwazin, di pêşevantiya Egîd de gerîlayetî û hînkeriya wî ya Apogerî, ji bo kêliyekî be jî bêyî şik û lêpirsîn bike bûye rêya ku xwe avîtiyê. Temenê 21 sal ku di vê rêyê de bihuriye, sekn û piratîka têkoşînê, îspata çi qasî bi bawer, angaştdar, di asta evînê de viyandar û girêdayî ye. Ew birastî jî evîndarê felsefeya Apoyî û gerîlayetiya wî ya ku li pêşevantiya Egîd bû. Bi vê viyanê ve bênavber 21 sal gerîlayetî kir. Bi qasî kêliyekî be jî ji çiyan qut nebû û piştî 21 salan li Gabarê bi tevlêbûna axê ve evîna xwe zîvirand bextewariya ebedî, bêmirinî û hevdû dîtina bêdawî.
Adil Bîlîka di nava tevgera Apoyî ya rêxistina gerîla de yê pir tê nasîn, tê zanîn, ewlehî lê tê hiskirin, ji performansa wî ya leşkerî de tê behs kirin, ya herî girîng jî dema Botan tê gotin ji hevalên herî zêde tê bîran bû. Ew wekî fermandarekî gerîla her di eniya pêş de û di nava pratîkê de cih girt. Li ser gerîlayên bi tevger ji Cûdî ta Gabarê, ji Besta ta Gansayê, ji Herekol ta Şaxê yê dibeziya, çalakî li ser çalakiyan ê dikir, her kêlî tevgerîna dijmin ê dişopand, tektîkên ku derbe li wî bixe yê, diafrand û fermandarê ku çalakî li pêş dixist bû. Wî di ti derfetê de fermandariya xwe bi tenê ji bo rêvebirinê, berjêrî kordîneyê nekir, milîtanekî rast ê ku di nava piratîkê de her kêlî li pêş e, hemû dijwariyên xweza û derfetên şer yên Botanê yê ku bi hevalên xwe ve parve dike ye. Ji wî re di wateya rast de çalakvan, milîtanek pêşeng gotin pênaseya herî rast ê bibe. Fermandariya gerîla ya salan dibûhire û çar demsal li hemû qadên Botanê jiyan dîtiye, jixwe Botana ku niştîmanê wî yê dayîk e bi pratîka gerîlatiyê ve bihust bi bihust naskiriye, hiskiriye, bicih mejiyê xwe kiribû. Wisa ye ku rêheval Adil li Botanê dareke ku li bin siya wê rûneniştiye, zinareke ku derneketiye ser, kaniyeke ku ji ava wê venexwariye nîn e. Ji ber vê ye bêyî Botanê rêheval Adil nikare were behs kirin. Ger dev û zimanê xwezaya erdnîgariya Botanê hebûya pir eşkere ye ku wê herî baş wan behsa rêheval Adil bikirana. Behskirina wî her çendî em rêhevalê wî jî bibin yek jî ji ber vê ye ji me re ewqasî zor tê, peyvên herî rast, nedibiriqîn, xwerû jî mirov di nava hestê ku nikare behsa wî bike de dixeniqîne. Ji lewra divê mirov wî ji çiyayên, avên, hewayên, kevirên Botanê û ya herî girîng jî ji dilê, hisên, zimanê Cûdî binivîse.
Rêheval Adil du cara çuye qada Rêbertî, bixwe gihiştiye derfetê bi Rêbertî re mayînê, pratîk, kesatî, terzê xwe bi dahurandinên Rêbertî ve gihandiye pênaseyên azadvan, Apoyî û bi hêza ku ji van digre ve sekn û nasnameyek bîrdozîk digre û dibe şoreşgerek Apoyî. Girêdana wî ji Rêbertî re bi qasî ku ji bin pêvajoyên herî dijwar de rabibe mezin û ji dil bû. Ew şagirt, milîtan, û çalakvanê hînkariya Apoyî yê bibîryar, bêyîberanberî, xwerû bû. Mîsyona ku Rêbertî dabû û nirxê didayê ji aliyê wî ve teqez bi awayek rast tevlêbûn bingeh girtin, di fedakirina xwe de dudilî nejiyandin, bûye xeta ku bi fedayî tevlê dibe bixwe. Û ew wekî milîtanekî xetê, li demeke giregir ê wekî 21 sal di hînkariya Apoyî de bihurandiye de dirustî, girêdanî, fedakarî, milîtanî bicih kiriye ye. Wisa ku di hundirê vê dema mezin a 21 salan de xetayeke micid , kêmasî, pratîk, sekneke ku wî li ber Rêbertî û gel bide şermê nebûye. Birastî jî ew bi behskirineke herî sade, xwerû xwe fedakirineke bêberanberî, girêdaneke bi bîryar, xwediyê keda ku timûtim û bi pêşdixîne û bi dilnizmî jiyaye. Ti cudabûneke ku raye, mîsyon diafirînin, luksa jiyanê, di vî warî de hêviyên wî nebûne, di eniyên pêş de tevlêbûna pratîka şer ji xwe re kiriye sinc, şoreşgerekî rast ê bi çanda Apoyî PKK ê ve bijiyaye. Bi tenê ji pêwîstiya vê sincê serdema ARGK ê a bi 15 ê Tebaxê ve destpê dike na, ji serdema heyama pêşevantiya HPG ê a bi 1 ê Pûşberê ve destpê dike re jî li herî pêş bi milîtanî tevlê dibe. Fermandarê milîtan ê dema 15 ê Tebaxê, wekî fermandarê, milîtanê pêşeng ê 1 ê Pûşberê derbasî li dîrokî bûye. Pêvajoya pêngava 1 ê Pûşberê li Zagrosê daye destpê kirin, ji pişt re li eyaleta Botanê tevlêbûna xwe ya pêşeng berdewam kiriye. Rêheval Adil fermandarê pêşeng ê pêngava 1 ê Pûşberê ye. Û dê viha derbasî dîrokê bibe. Wekî temenekî pir biçûk di çardeh saliya xwe de tevlî gerîla bûye, bi piranî di derfetên şer ên dijwar de û timûtim di nava pratîkê de bijiya bû. Ruxmê vê xwediyê ferasetek ku girîngî dida pêşketina bîrdozî-felsefî, di teoriyê de lêhûrbûn, di astek mezin de li ser pêşketin û lêhûrbûna ramanî disekinî. Wekî encama vê ferasetê asta wî ya bîrdozî-teorî û bi vê ve girêdayî guncana (kapasîte) wî ya fikir, terzê nirxandinê li gor felsefeya ronîbûn a Apoyî sitriya bû û teşe girtibû. Lewra ew xwediyê azweriya ku di her qadê de pêşketinê ferz dike, serkeftinê bingeh digre bû. Azweriya pêşketinê û serkeftinê ya di wî de, ew ji rêzê nekiriye ta ji serî da qadên ku lê dimîne ew kiriye pêşeng, heta ji hin aliyên xwe ve navûdeng kiribû. Belê ew di heman demê de fermandarekî leşkerî yê binavûdeng bû. Navûdengiya wî, ji hunerên leşkerî, ji serwariya tektîk, ji çalakiyên ku deng dianî û ji qabîliyeta lêdan a derbeyên mezin li dijmin dida dihat. Ev rastiyeke bêyî pirole ye. Ew rêhevalê fermandarên mezin ê ku di dilê gelê me û tevgera me de text daniye rêheval Cumayê Bîlîkî, Şerîf Spertî, Hamza Cîzre, Rojhat Bîlezerî, Piling Erdal, Zelal, Agirî, Nûjîn û Kurtay bû. Bi wan re jiyabû û bi wan re hevpar berpirsyarî hilda bû. Wekî berdewamiya hemûyan, rêhevalên wan ê têkoşînê û berdevkê wan, rêheval Adil di bingeha girêdana ji wan re deh salên paşê bi milîtaniyeke serkeftî ve pêşwazî kiriye û di warên wan de bi wan re bi hatina ligel hev ve bûye nemir. Di vê wateyê de dikare were gotin ku ew girêdayî rêheval, bidilsozî, hevalekî dozê yê dilsoz, rêhevalê dil bû. Di felsefeya wî de tena hiştina rêhevalan, çewt ketin hîç cih hilneda û ji pêwîstiyên rêhevaltiyê re di şêwaza herî xwerû de, bi dilsoziya herî ji dil de girêdayî ma.
Rêheval Adil xwedî vejeneke têkoşînê ya qet nawesta, hevalekî hîperaktîf bû. Vejena di wî de bi evîn û viyana şoreşê ve di her derfet de bi rengê sînerjiyê de bû. Sal,derfet, dijwarî, îxanet, û neheqiyan ew nediwastand. Ew li oxira armancên ku bawer dikir, kelûcana, viyana, kêfxweşiya û xwediyê vejena vê ya têkoşînê ku timûtim ji xeta Rêbertî ya pê ewle hêşîn dibû bû. Birastî jî westandin nizanî bû. Di felsefeya wî de têrbûn, westandin tune bû. Her çiqas bike jî heya negihêje armancê weke sincî îqna bû ku kêm e û erdema herî mezin xebata di rêya xwe gihandina armancê de didît. Ev erdema jî îfadeya kesayeta wî ya herî giştî bû. Hêrs û tola wî ya ji dijmin re bêdawî bû, dahûrandinên lez û li hember ferasetên vê diparêze her dem helwesta wî zelal bû. Çareseriyeke bi rûmet, azadîker, vîna cewherî ji bo wî çareseriyek rast bû û li gorî wî rêya vê jî ji têkoşîna parastina rewa ya xwe dispêre hêza cewherî, û ji serhildanên gelên demokratîk derbas dibû. Ew bi vê baweriyê ve di bingeha xeta parastina rewa ya pêngava 1 ê Pûşberê de ji bo têkoşîna xwe bidomîne wekî berpirsyarê Gabarê berê xwe da Botanê.
Berê derbasî Botanê bibe hêzên ku wê derbas bibin bi motîvasyon moralekî mezin ve perwerde kir. Ji ber ku wê biçûya Botanê pir bextewar bû. Bi kelûcan û angaşta weha mezin ve dîsa bi ezmûn û komasiya mezin a leşkerî ve xwe gihandina Botanê li ser navê têkoşîna me, em hemû qanî bûn ku dê rê li ber serkeftinên mezin vebike. Rêheval Adil li Botanê be wê cudabûna Botanê bibe, baweriya, hêviya dê têkoşîn bilind bibe, ji aliyê her kesî/ê ve qaniya hevpar bû û wî bi vê bîrewariya berpirsyariya dîrokî ve berê xwe da Botanê.
Piratîka heval Adil a Botanê îspat kir ku ev ewle û bendewarî tam jî bicih bû. Lewra bi rêheval Adil ve giyana Botanê yê Egîd zindî bû.
Çalakiya li Gabarê ku di dawiya 2007 an de pêkhat, pêkhatina derbeyeke, tektîkeke Egîdanî ya di rêheval Adil de bû. Hukumeta şerê taybet a Tirk, bi hildana piştgiriya , DYA, Îsraîl û NY ve konsepta îmha ya rêxistinkirî bi çalakiya Gabarê ya di pêşevantiya rêheval Adil de pêş ket derbeyeke mezin xwar. Rêheval Adil, bi tektîk û derbeya xeta Egîd ve di kêliyekî ku şerê taybet qet hêvî nedikir de li dilê wan xist û li pêşiya pêvajoya diçe Oramarê, berxwedana Zapê vekir.
Belê rêheval Adil, berêxwedayîna Botanê wekî serheva hemû meşên wî yên din bi heybet bû. Li ser navê gelê me û tevgera me te îmza avêt serkeftinên bi heybet. Em dizanin behskirina te, bi hemû rastî û bi hemû kirinên te ve behskirina te, nivîsandina te wekî nepêkan e. Ji vê re ne gencîneya peyvên me û ne jî rûpel têrê dikin. Lê ya eşkere ev e ku te birûmet jiya, serkeftî jiya, rêkûpêk jiya. Bi sedan sal bicihî 21 salê xwe kir. Te bi Botanê ve çavên xwe li cîhanê vekir û piştî 35 sal bi yekbûyîna Botanê ve ebedî bûyî. Tek îfadeya girêdana di me de ya ji te re, te bi xeyalên te ve, bi bîranîn te ve, bi keserên te ve dayîna jiyankirin û bi teqez dahatûyên azad ê gelê me û Rêberê me azad bibe afirandin e. Wekî hevalên te yê têkoşînê û berdevkên te, têkoşîna me ya di vê oxirê de bi bilindkirinê ve domandin û soza bi teqez em ê xwe bigihînin serkeftinê didin.
Çîcek Diderî, Ferîde Alkan
- Ayrıntılar
Ji gelê me yê welatparêz, raya giştî a demokratîk û ji tevahî jinên tekoşînvan re!
Me konferansa xwe ya 6. a asayî di navbera dîroka 27’ê Mijdar-4’ê Kanûnê bi tevlîbûna 134 delege û guhdarvanan re li darxist. Konferansa me ya bi dirûşmeya ‘‘em tekoşîna Sara û Rojîn’an bilind bikin, esareta li ser Rêber APO bişkînin’’ hate pêkanîn
- Ayrıntılar
Ji bo gelê me û raya giştî a demoqratîk!
36. salvegera partiya me PKK'ê, di serî de, li Rêber APO ku, bi xebatek mezin û bê hempa partiya me avakirî û roja îro ji li rexmê ku di şert û mercên bê eman, esaretî de tekoşîna azadiyê roj bi roj pêşdixe, li tevahî rêhevalên partiya me, welatparêz, gelê me û tevahî mirovahiyê pîroz be.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî ya demoqratîk re!
Di demek kû Kurdistan û tevahî herêmên me, şahîdiya pêşketinên di wesfên dîrokî diki de, di serî de li Rojava û tevahî Kurdistanê pêşketinên şoreşgerî yên hatin jiyan kirin, kariye bi serkeftî pirsgirêka Kurd bixe navenda rojeva hêzên navnetewî û hêzên herêmî.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de diyar kiribû ku hatina qada eyaleta me ya Zagrosê bi armanca nêçirvaniyê qedexe ye û eger ev hewldan dewam bikin, dê pêkanînan bikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê Mijdarê de leşkerên artêşa Tirk ya dagirker li derdora Şehîdgeha Şehîd Egîd Sûrûç ya di navbera gundên Marînê û Xirbê Mişka ya girêdayî navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê de operasyon dan destpêkirin û ber bi herêmên gerîlayan meve hatin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14 Mijdarê de di navbera saet 11.00 û 11.50’an de balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên girêdayî Parastina Medya weke Zap, Zagros bi awayek nizim firiyan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7'ê Mijdarê saet li dora 06:00'de artêşa TC a dagirker, li herêma Akdag a Amedê û derdora qadên Mişke, Xeylan û Geliyê Heydan ê Dara Hênê ya ser bi navçeya Çewlik bi helîkopterên kobra derketiye operasyonê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Qetilkirina xwezayê ya li qada me ya Botanê ji aliyê artêşa TC ya dagirker ve tê birêxistinkirin, bi taybetî bi birîna daran dewam dike. Her wiha li qadên Çiyayên Cûdî û Gabarê bi zanebûn karê nêçirvaniyê tê kirin.
- Ayrıntılar