Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 25'ê Sibatê di saetên êvarî de girêdayî Bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê, li dijî herêmên Bênavê, Xanturê, Gozgorê, Pêzekê, Serêkaniyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 22’ê sibatê de bi tevhayiya rojê de li dijî Çiyayê Cudî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi bi hewan û obusan hatiye bombekirin..
2. Di roja 22’ê sibatê bi tevhayiya rojê bi navber, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, herêma Cîloya Biçûk ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê Sibatê de di navbera saet 20.00-21.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê Medyayê di nava sînorên herêma Qendîlê de ye, li dijî Gondê Lewcê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Roja 18’ê sibatê saet 17.30 00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, li dijî herêma Çiyayê Reş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Wê şevê hinek gotinên ku min nizanîbû emê giran hesabê wê bidin, hatin guhê min. Mîna ku mirovek şeqamekê li riwê min bide û ji min re bibêje ji xew rabe, li derûdora te diniya xerab dibe û haya te jê nîne, ez matmayî mabûm. Tirseke ku ticarî min nizanîbû ez nav lê bikim, min hîskir. Xemgîniyeke ku ez ticarî nebibûm şahidê wê, dilê min dorpêçkir. Firmêsk ji çavên min dihatin xwarê, lê min wateya wan nizanîbû. Ew roja serhildanê û tolrakirine ye, roja xwe lêpirsîn kirin û li dijî xwe şerkirin e. Çima û çawa Rêber APO hatiye girtin, di serê min de diçû û dihat. Ez gelekî biyaniyê wan dîmenên ku destê Rêbertî kelepçekirîbûn û devê wî girtibûn. Herdem ez fêrbibûm ku Rêbertî serbest bibînim, di televizyonê de baxive û perspektîfan dide gelê Kurd. Nedihat texmîn kirin û bawer kirin ku rojekê mirovekî mîna Rêbertî têkeve destê dijmin de û ji me dûrbikeve. Min ji xwe re digot gelo kesek nikare Rêbertî ji destê wan zaliman rizgarbike. Mîna ku min tiştekî xwe yê herî bi nirx wendakirî, ez dîn û har bibûm. Di wî temenê biçûk de min ev hest jiyandikirin, ji ber ez fêrbibûm ku Rêbertî ticarî nabe esîrê dijminê ku her roj xwîna gelê me dirijîne.
Wê rojê ez derketim kolanê û bêhna xemgîniyekî ji rêkan dihat. Çavê mirovan melûl bibû, dilê wan tejî kîn û hêrs bibû. Herkesî xwe bi dîlgirtina Rêbertî re tewambar didît, difikirîn ku ji derveyî berê xwe dayîna çiyan, ti çare nemaye.
Ew riwên ku bi dîlgirtina Rêbertî dilşad bibûn, ticarî jibîra min naçin, dilê min wê rojê birîn kiribûn, hevoka ku “ Rêberê we jî hate girtin hûnê çibikin? mejiyê min xwaribû. Wexta min xwe li hemberî wan riwan û peyvan bê çare dît û min bersiv neda wan, gelekî li zora min çûbû. Nizanim dibe ku ew bêşermiya wan jî ji bo min dersek bû. Çima ez vê yekê dibêjim? Bi dîlgirtina Rêbertî re herkesî mafê xwe didît zimanê xwe dirêj bikin, û mîna ku ji min re bibêjin ciyê we di vê dinyayê de nîne û biçin, bi min dane hîskirin. Tişta ku destpêke hate bîra min ev bû, ger PKK ê ji holê were rakirin, wê dijmin me saxî têxe mezarê de. Wê rojê çavên ku nikarîbûn bi kîn li me binêrin, firset dîtin û kîna xwe pekandin riwê me.
Îro roja 15 ê Sibatê ye û divê dilê te qewîm be, heyanî ku tu bibêje Rêbertî îro hatiye girtin û kete sala çardemîn de li Îmralî ye. Lê ya girîng ewe ku roja 15 ê Sibatê netenê dîlgirtina Rêbertî were bîra mirov, bûyerên piştî 15 ê Sibatê yên qewimîne yek bi yek têne bîra mirov. firmêsk û janên ku gelê Kurd jiyankirine têne bîra mirov. Canên di nava agir de bi merdî şewitîne, têne berçavê te. Têhna wî agirî, dilê te jî bi xwe re dişewitîne. Kînekî mezin dilê te dorpêçdike, daxwaza pergala deshilatdar ya gelê Kurd bê pêşeng û bê Rêber hiştin, tê bîra te. Ez çiqasî bidim dûv hevdû, hestên ku mirov jiyandike bi dawî nabin.
Birastî rojekî girane û em meha Sibatê bi vê yekê tewambar nakin, destên lewitî ev meh bi rengê xwe yê qirêj boyaxkirin. Lê belê ya girîng ew bû ku dewletên destê wan di dîlgirtina Rêber APO de heye, hesab nekiribûn ku wê PKK ê ewqasî xurtbibe, gelê Kurd wê hîn zêdetir berxwedaniya xwe gurtir bike û ewqas keç û xortên Kurd berê xwe bidin çiyan. Ma qey dîlgirtina Rêberê ku bi sedan mirovan canê xwe ji boyî wî dane û dîtina wî di dilê wan de hesret ma, hesan e. Ewê rojekê giran hesabê vê yekê bidin û bi hedarî ez li benda vê rojê me.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji Gelê me û raya giştî ya Demokratîk re!
Em serokatiya xweya ku ji roja pêşî de komploya ku hêzên navnetewî li hemberî azadiya gelê kurd pêk anîn ji bo têk bibe berxwedaneke bê hempa li Îmraliyê pêk aniye, silav dikin. Em carekedin di xete Rêber Apo de şopdarên berxwedana rêber Apo ne û emê têkoşîna xwe bilind bikin û hesab bipirsin
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Me 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya ku li hember Serokatiya me hatiye pêşxistin li pişt xwe hişt. Em komploya navnetewî ya ku di dîroka azadiya gelê kurd de wek roja reş û roja qirkirina gelê kurd tê nasîn û hêzên ku ev komplo dane pêşxistin bi tundî şermezar dikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13’ê Sibatê de di navbera saet 17.00-18.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Heftenînê de, li dijî herêma Gondê Şeraniş û Keşan û Geliyê Şehîd Ayhan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 9-10’ê Sibatê de di navbera saet 23.00-01.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zapê, li dijî herêma Şikefta Birîndara û Kuro Jaro ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Sibatê de di navbera saet 16.00-17.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê Medyayê di nava sînorên herêma Qendîlê ve ye, li dijî Gondê Zergelê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. di encama îrîşa hewayî de gelek zirar gehştiye zevî û baxçeyên gondîyan, û Navenda Ciwanan ya ji aliyê gondiyan ve hatiye sazkirin hatiye hedef girtin.
- Ayrıntılar