Ma wê kî bikare êdî Cudî bi qeyd û zîncîr bike, êdî Cudî di xwe de mirovatî û heqîqata dayikê di jî, ew bê dawîbunê jiyan dike, ew Cudî ye…
Çiyayê Cudî bi sedhezaran sal malovanî ji civaka xwezayî re kiriye. Her kêliya ku ez ber bi Cudî ve diçim Cudî ji min derdikeve. Her gava ku ber bi Cudî ve diçim, Cudî bilindtir dibe. Ez li ber heybeta Cudî nizim dibim, piçuk dibim…
Cudî bilind dibe, bilind dibe. Her gavek min, min dikşîne xwe. Heybet û pîrozbûna wê bandor li ser hiş û xeyalê min dike. Muyê laşê min hemû gij dike. Ker û lal dike. Her ku min dikşîne ber bi xwe ve, mêjiyê min, dilê min, hestê min bi giştî hemû gewdê min dîl digre. Êdî xwe hîs nakim. Ez ne ezim. Ez Cudî me. Em yekin…
Ev çiyê min dikşîne xwe? Ne heqîqeta gerdûnî be? Yan jî ne bihişt bi xwe be? Dibe ku sefineya ‘nebî Nuh’ be. Yan jî xwîna bi hezaran pekrewanan be ku bûne dengê bêdengiyê bin. Yan jî dibe belav bûna mirovahiyê bi xwe be.
Cudî êdî li beramberî min, wekî jina ku li peyî ’104 ME’ yên xwe ketiye. Cih dîtiye, cidiye, cih-war e, mekan e, merdî ye, camêrî ye û heybetekî eşqa îlahî ye. Êdî Cudî ne Cudî ye ku tê bilêvkirinê. Cudî heqîqeta bi milyonan sal ya gerdûnî ye. Êdî hecmê wê, sekna wê, heybeta wê, ne heybeta Cudî ye min berê xeyal dikir. Cudî êdî dayike, yan jî landika ku mirovahiyê winda kiriye ku timî min dikşîne xwe ye…
Êdî xeyalên min ên veşartî yek bi yek derdikevin, li min dixin, min bi eşqê re rû bi rû dihêlin. Êdî dibêje evîna dayika pîroz ya bi axê re, evîna înanaya bi ‘ME’ yên wê re ye. Yan jî dibe ku Zerdeştê ku di xwe de ax, av, hewa, agir û şinkatiya xwezayê dide jiyîn be. Edula ku Dewrêşan di şer û cengan de serdixe ye. Evîna Memê Alan, Siyabend û Xecê, Mem û Zînan, Ferhat û Şîrînan e. Yan jî dibe girêdana gêrîlayek bi çeka wê re be. Bêrîtana ku bersiv dide dijminên hindir û derve, Semaya ku di kêliya de tenê Rojê dibîne, Zîlana ku destên dirêjî Rêbertî dibin, qut dike û Vîyana ku heger jiyanbike, tenê bi Rêbertî re ye.
Êdî ez, ez nînim. Ez di kêliyê de, kêlî bi kêlî Cudî dijîm, hîs dikim, xeyal dikim, bê dawî dergeh li ser dergehan vedikim. Êdî tu kes tu tişt nikare min û Cudî ji hev cûda bike. Êdî di kêliyê de li gipika herî jor bi Cudî re, bi qehremanî û destanên Egidiyê re rû bi rû me. Ez êdî wê kêliyê di stargeha mirovahiyê de dijîm. Ez êdî di xwe de ne qeyd û zîncîran, ne jî koletiyê qebul dikim. Ez êdî bi bask dibim, kêlî bi kêlî azad dibim û li hemberî neheqî, bê mafî, çewisandin û nerastiyan şer dikim. Ez êdî îfadeya Cudî ya dawî me ku wê bilêv dikim. Ma wê kî bikare êdî Cudî bi qeyd û zîncîr bike, êdî Cudî di xwe de mirovatî û heqîqata dayikê di jî, ew bê dawîbunê jiyan dike, ew Cudî ye…
Dîrok di kêliyê de jiyankirin, weke bandora pêlên baya çengên pel pelikê ye. Êdî zimanê gerdûnê ye, sê serdeman di heman kêliyê de dijî; kêlî rabirdû, niha û demê bê dijî. Di xwe de sitargeha mirovatiyê, di kêliyê de herdem azadiyê di jî.
Evîndar CUDÎ
- Ayrıntılar
Dema me destpê kir, me axaftineke wiha kiribû: Ji niha şûn ve hemû roj Newroz in. Di van bîstûpênc salan de bi rastî hemû sal rojên Newrozê ne. Soza me ev bû, me neperçiqand.
Berxwedêriya pîroz, şerê me yê vejînê Newroza xwe ya bîstûpêncemîn bi serketineke mezin hêza pêşwazîkirinê nîşan daye. Heke em ketina mezin a dîrokî bi hilweşandina Medan re bidin destpêkirin, piştî ketina 2500 salan, ev bîstûpênc salên belkî jî tam bersiva wê ye û her saleke wê sedsalekê peyda dike, bi rastî jî vejînek e û pir nêzîkê rizgariyê bûye.
Ger em fêm bikin, em ji kuderê hatine û hatine êxistin rewşeke çawa, em karibin bihizirin, divê em çawa bibin û bibiryar bikin, ka dikarin çi bikin, em ê bibînin ku ya jê re tê gotin jiyan ji mirinê xirabtir e. Ger em bigihîjin mirovahiya xwe û nasnameya xwe ya azad ku bi axê re têkil bûye; nefes danûsitandineke vê ya sînordar jî ka çiqas hêja ye, em neçar in ku teqdîr bikin. Ji vê jî wêdetir bi minetariyeke mezin di serî de pakrewan, her kesê ku di van salan de berxwedêriyeke watedar nîşan daye; pakrewaniyên me yên mezin ên Newrozê Mezlûm Doxan, Zekiye, Rahşan, Ronahî-Bêrîvan û raderbirîna dawî ya serhildanên me yên pîroz ên hema her sala di salên 90’î de li Nisêbîn, Cizîrê, Şirnex, Licê, Wan û li hemû Kurdistanê tevahî pakrewanên li bajêr û gundan ger em têxin puxteya vê Newrozê, em ê bibînin ku divê jiyan bi awayeke dîtir were fêmkirin û şer jî bi awayeke dîtir were dayîn.
Divê li ser vê sala bîstûpêncemîn tim bê sekinandin û ev jê bêne derxistin. Ger hebe îdeaya me ya mirovahiyê ji bo ku em hêzê nîşanî jiyanê bidin li ser axên dayîk, divê em van salan wek salên xwe jinûve pêkanîn û afirandinê binirxin. Dîsa em ji ramaneke pir puxtedar bigrin heya henase sitandineke azad, ev sal salên peydakirina her tiştên wenda bûne û hatine wendakirin in. Divê hûn fêm bikin ku şer jî di bingeh de hewldana vê ya herî dawî ye. PKK bûyereke vejînê, bûyera roja nû û bûyera Newrozê ye. Me vala bi vê rojê re dest bi PKK’ê nekir. Di wê serdema ku ti nîşaneyên hêviyê tinebûn jî gotina “Ez ê bi vê nasnameyê, ji bo vê sozê bijîm û heke pêwîst bike ez ê şer bikim” e.
Ew roj weke îro tê bîra min: Li paytexta dijmin di qonaxa ciwatiyê de ku bi heşifandin, bêîdeabûn û daqurtandinê re rûbirû bû, tevî hemû derfetên rakêş ên mêtingeriyê ku li ber sêlûna paşverû û tinebûnê bûn, min ev çêtir dît. Me ji jiyana mêtingeriya îmhakar re got “Na!” Me got, ma em dest bi vê hêviya azadî ku bêhêvî, bêderfet û bêîmkan xuya dike bikin dê çi bibe? Gaveke wisa bû ku ti tuwêjî pê bawer nedikir, çendî ku bi her tiştî wateyê didan jî, nekarîbûn wate bidin vê. Belkî jî di cîhan û dîrokê de hempayê wê nîn e. Me ev biryar da. Bi du peyvan be jî, li axa dayîk ger jiyaneke bi nasname pêk were, me got bila ev jiyan azad be û em ketin nava wî şerê mezin ê hêviyê.
Ma di naverastê de çi tine ye, em ji mirovên heşifandî bigrin yên herî xayîn, ji dilêrên bêhampa bigrin yên herî ketî, ji yên xweşik bigrin yên herî kirêt, yên herî tirsok bigrin yên herî dilêr, yên herî mirî bigrin yên herî zindî her tişt tê de heye. Îro hindik be jî me hêrsa xwe ya mezin daxistiye. Lê ji bo bingeha şerê mezin û rizgariyê afirandina van rojan em dizanin ku weke destpêkekê ye.
Ji bo partiyên nûjen bîstûpênc sal, salên serketinê ne.
Hema hema hemû partiyên sedsala bîstemîn ku şoreşên mezin çêkirine, ev kar di deh-panzdeh sal an jî nebe di nava bîst salan de pêk anîne. Hinek serketin e, hinek jî binkeftine. Heta yên ku dewlet ava kirine jî dewletên xwe wenda kirine. Me nedikarîbû dewletê ava bikin, ne jî em tam binkeftin e. Em di navîna herduyan de ne. A girîng ne ev e. A girîng ew e ku gotûbêj, ronahîbûn û viyanîbûna mezin, jê girîngtir derkete holê ku rastî çî ye. Ev me zêdetir eleqedar dike. Ev ji aliyekê ve ew şer e ku, li Kurdistanê li hember hêza qirêj, dagirker û îmhakar dihate dayîn bû. Di rastiya Kurd de ew rewşa kirêt, qedandî, çi armanc û wateya wî ya civakî nîne û bi qasî nirxa şerê eşqiyayan jî ku şerkariya wî/wê nemaye, li ser bingehê careka dîtir hesabpirsînê kişandina nava partiya me, ev kar bûn ku em pê re mijûl dibûn. Me li pêşiya şerên bêwate sînor kişand. Ger şer bibe di bingehê xetê de, divê ew şer bibe şerek ku wate û alîgirên wê hene. Çêkirina vê kareke bixêr bû.
Nasname û rastiyeke evqas li dîroka xwe xiyanet kiriye, di nava mirovatiya nûjen de hatiye tinekirin, çiqas şermîn e. Ji vê hesabpirsîn û partî pêwîst dikir. Van bîstûpênc salan ev yeke xweşik çarçove û çember kir. Rastîya her tiştê jinûve li vir hate gotûbêjkirin.
Tenê miroveke Kurd û Kurdistaniyek nema ku nekete nava bîstûpênc salan de, yek mêtingerek jî nema, heta emperyalîst jî hatine xistin navê. Hemû cîhan hate kişandin; “werin şerê xwe yê Kurdistanî eşkere bikin.” Hûn hemû hatin kişandin; “werin pîvana bejn û bala xwe bigrin.” Min serketin di vir de dît.
Kî/kê çi ye, bila derkeve zelaliyê. Beriya şer divê ev zelal bibe. Heke li vî welatî ev tine be, her kes ji xwesteka dijmin zêdetir sîxûr be, xayinê jiyanê be ya pêşîn ku divê bê çêkirin, zelalkirina vê ye. Ger hûn bi koletiya xwe serketinê jî qezenc bikin, bi ya min ev bi kêrî tiştekê nayê.
Zelalkirina we jî pir girîng e. Hûn kesayea çi û kî/kê ne? Hûn li pey jiyaneke çawa ne? Zelalkirina van ji rizgariyê hêjatir e ango ji bo rizgariyê pêwistiyeke pêşikî ye. Vejîn bi sanciyên vê yên êşdar pêk hatiye. Ez tam nebawer im ku zayîna we pêkhatiye ango rast hatine mezinkirin.
Newroz çi ye? Kulîlka ku dertê tava rojê ye. Sekna jiyanê ye, vebûna rengaleya xwezayê ye û dayîna xwînê ye ji hemû rayên jiyanê re. Vaye PKK jî wisa ye. Bi rastî jî PKK partiyeke Newrozê ye.
Partiya xwînê ye ku dimeşe ber bi jiyanê. Ger di xwezaya vejînê de tiştek hebe hilkeftina wê, şînbûn û vebûna kulîlkbûnê ye. Lê yek jî di van rojên Newrozê de bagerên sext hene. Carna kulîlkan jî dierçiqînin, tovên terîkeyan ku li ber tamgirtinê ne dişewitînin. Ev jî di nava me de hene. Ma em hindik dibine zemînê erçiqandina tovên vejînê?
PKK ku PKK’ya Newrozê ye çendî di cih de ye, çendî jiyanî ye û çendî ravekar e. Lê dîrok û rojaneya wê jî erçiqandin ewqas rast e.
Me tenê bi vê bawerî anî: “Çi zagon nikarin raserî zagonên jiyana azad bibine xwedî hêzekê. Hêza herî mezin, zagona jiyana azad e.” Di derketina me ya yekem de, me got: Zagona herî mezin viyana jiyana azad e. Bi hemû aliyan ve nebe jî, ya ku serketiye ev e. Ên ku dibêjin zagonên mirinê yên herî hêzdar in û van zagonan bi xwîn rijandinê her roj disepînin, bi qasî zagonên dijmin ên mirinê yên li ber çav, yek jî zagonên xayîn û nenasên azadiyê ne. Yek jî zagonên rizî, nebûne yên xwe, xwe pênase nekirine. Zagonên margîseyan (bûkalemûn).
Me li van salan ev zagon e çespand. Me dît ku ev zagon zagona herî hêzdar e. Bi taybetî KT ku digot, ev qet nikare bê gotin û yên ku bibêjin qafê wan diçe, em tenê bi qulkirina vê zagona weke zirx ve neman, em wê parçe parçe dikin, a xayînan jî. Êdî em bi van zagonan, wan kurmikên di hundirê dara azadiyê de perîşan dikin.
Erê, ev karên xweşik in. Zelalkirina zagona jiyana azad e. Ez her ku heme min bi hevokên neqişkirî bend bi bend zagon rêz nekirine. Li Mezopotamya zagonên Hamûrabî jî hene. Tê zanîn ku Asûr zagonçêkerên pêşî ne. Zagonên tirsnak in. Her wekî li ser navê serdestan, li ser navê şaristaniyê di dîrokê de zagonên pêşîn li ser van axan zan û binyada pêşîn li vir hate avêtin. Şervanên azadiyê jî hene. Dema ku li ser van axan koledar û împaratoriya Asûr a herî hişk hilweşiyan, tenê ne Kurd, gelê Asûr jî tê de azadiya hemû gelan destpê kir. Di vê wateyê de Mezopotamya welat û dîroka azadiyan e.
Ji Kawa’yê Hesinkar heya Mezlûm’an gelek şervanên azadiyê yên esîl hene. Em ji Mensûrê Helac bigrin heya Pîr Siltanan, heya Nesîmiyê ku li Sîwasê hate şewitandin, hemû şervanên azadiyê yên vê axê ne. Lê bi rastî jî di kesayeta KT’yê de serdestên ku herî dawî xwe tînin zimên xwedî zagonên sitemkar in. Ew di nava şerekî mezin de ne. Me di vî şerî de cihê xwe baş girt.
Careke dîtir bi mirovahiyê ve li vê derê jiyana azad û dîroka azad destpê kiriye. Ji vê dergûşiyê re şahidîkirin û dilsoz mayîn e, ji bo me pir balkêş bû û îro em anîne vir. Ez bextewer im, em di nava pîrozahiyeke rast de ne.
Dema me destpê kir, me axaftineke wiha kiribû: Ji niha şûn ve hemû roj Newroz in. Di van bîstûpênc salan de bi rastî hemû sal rojên Newrozê ne. Soza me ev bû, me neperçiqand. Lê ya ku zaliman diçespandin êş, îşkence û perçiqandin jî hebûn. Gelek mirov bi her cure teknîk, çek û îşkenceyê şewitandin. Va, em ê çawa li bîranîna yên ku hatine şewitandin xwedî derkevin? Hêza tolgirtina PKK’ê Zekiye, Zîlan, Ronahî weke ku bûn pakrewanên mezin ên van rojan, di bingeh de, ji bo gihîştina pirsa jiyana azad çawa ye, em li kiryar û gotina wan dizanin.
Li Mezopotamya û li quntara Zagrosan berbiçavbûna jiyanê, welatê bihûştê ku hemû pirtûkên pîroz xwestine vê vebêjin, piştî Tûfana Nûh qada jiyana nû ye. Li ser van axan mirov bi azweriya azadiyê jiyane. Belkî jî naşibe ti welatekî, belkî jî naşibe ti pirtûkên ku hatine nivîsîn, belkî jî di ti pirtûkê de nehatiye nivîsandin. Lê şereke azadiyê heye. Pirtûka wê ku nehatibe nivîsandin, ji ber tam negihîştiye azadiyê. Heke pirtûkên hatibine nivîsandin nîvco ne, ji ber ku tam rizgarî çênebûye.
PKK romanek e ku hê dawiya wê nehatiye, helbest û stranek e... Beriya were nivîsîn axaftin, dibe bersiveke ku li gor rastiya çalekî û puxteya wê ya dîrokî ye. Ne hêsan e ku derejiyaniya di dergûşa mirovayetiyê de –ez ê ji vê re nebêjim dîlbûyîna jiyana mirovahiyê ku ji goristanê xirabtir e- bipejirîne. Ev jî pir zor e. Ka li vir mirovatî hatibû ser zimên, ka li vir zagonên yekem hatibûn nivîsandin, ka li vir hêviyên yekem hatibûn ser zimên, ka li vir di her destlêdana axê de berhemek derdikete meydanê, ajalên yekem li vir hatine kedîkirin, riwekên yekem li vir bûne qût û di embaran de hatine tejîkirin? Gundê yekem, bajarên yekem li vir hatine avakirin. Dewlet cara yekem li vir zaye. Helbest û mûzîk cara yekem li vir hatine sazkirin. Hestên yekem li vir zindî bûn. Li hinek cihan bû rastiya çînê, li hinek cihan bû împaratoriyên koledar ên yekem. Bû zagona eşîrekê û hê jî bi hemû hêza xwe ve didome. Lê tişteke dîtir jî pêk hat, weke ku ev hemû pêk nehatine, bû qada heşifandinê. Niha nasnameya mirovahê tine, hêviya wê nema ye.
Ev nakokiya mezin çawa wisa dibe? Hem niştîmana hemû ‘yekem’an e û hem jî li ser wê ti berhem nemane. Divê ev nakokî were çareserkirin. Cihê ku destana Gilgamêş û hevaltiya yekem hatiye avakirin, niha hatiye halê qada ku yên herî xayîn tê de dimeşin. Divê ev di nava me de jî were çareserkirin. PKK ji bo vê bûyereke mezin e, cihê çareserî û xweşikiyê ye.
Ger jinûve dîroka vejînê çêbibe, dê çawa be? Va, jêderka coşê ev der e. Genc li ku derê hatibe wendakirin, li wir lê tê gerîn. Mirovatiyê li cihê ku lê zaye, li ser qurmê wê tê vekolîn û heke bê peydakirin, mirov dikare li wir peyda bike. Li Emerîkayê, Rûsyayê, Sibîryayê peyda nabe, navend ev der e.
Ev bîstûpênc sal in PKK li însan digere. Li însanê xwe, ev însanê yekem bû, belkî jî dê bibe yê dawî. Ger ji jiyanê re silav bê dayîn, weke Newrozê her tişt bi jiyanê re beşişe (gülümseme), divê zimanê wê bê wergirtin. Ji bo wê jî jiyan ne hêsan e.
Me her tişt da sekinandin. Bêyî ku em bikevin pêşdaraziyekê, qalibekê û xwe bigihînin darezîneke misoger, tim fêmkirin û kûrtir fêmkirin. Çi çi ye, çi divê bibe çi, çi ne çi ye, çi divê çawa be? Vaye, ew bûyera ku tê gotin ponijandin ev e. Xwe bi hêsanî pênasenekirin, îcar ev însanê azad ku digihîje hezar salan, pênaseya ku ew aniye halê nenasînê di xwe de pênasenekirin, nasnekirin, nedana jiyandin. Hemû navên ku hatine danîn weke navê xwe negirtin. Ji hemû viyanên ku hatine çespandin guman kirin û hê jî biryara jiyanê tam nedayîn û nehêle bê dayîn. A herî rast, herî xweşik divê guncavê dîroka qurmê vir û dergûşa wê be. Va di bîstûpênc salan de, di PKK’ê de, hemû Newroz dibine salên lêgerîn û hinek jî peydakirinê. Em qesda van dikin. Min ev pir balkêş dîtin û hê jî di kesaniya we tevan de dixwînim.
Di destpêkê de min xwe kilît kir. Weke xweda ango xwedawendan di perestgeha herî pîroz de be û dest lê nayê dayîn. Ger dijberiya li beramberî hemû çemkên xirab şênber bibe, min got bila giyana min a arî û paqij di qunceke min de bimîne. Va, PKK û pakrewanên wê hemû wisa ne, ya ku xweşike ev e.
Çendî ku li ser vê axê pakrewan bikevin û bêne çandin, dê ewqas ên nû bizên. PKK ev e, ya ku coşê dide ev e. Ez dixwazim vê serwer bikim. Ev min zêdetir eleqedar dike. Ev peywireke mirovatiyê ye, li ser van axan, ji bo pakrewanên mirovatiyê ku bêjimar in rêzdarî ye, li hember dîroka mirovatiyê rêzdarî ye. Pakrewanên me Mezlûm, Zekiye, Ronahî bila hebe qet nejîn. Zîlanan çi kiribûne xwelî?
Li ser navê çîna kerax, netew, zayend û her cure rastî, xweşikî û ked û yên ku dijmin di wan de dabû afirandin çi hebe, çi di xwe de pêk anîbûn? di destpêkê de hemûyan di bedena xwe de şewitandin, kirine xwelî. Pîr Siltan jî, Mensûrê Helac jî wisa bûn. Çi bextewerî ye ku me vê kevneşopî temsîl kir.
PKK’ê anîna van rojan, hemû tewanên ku li ser însanê azad tê çespandin, di bedena PKK’ê de şewitandin, tinekirin û ger gengaz be paqijkirin û jinûve xistina nav jiyanê... PKK weke ku di ti rêxistinê de peyda nabe ewqas zindî mezin dibe. Pênaseyeke dîtir a bîstûpênc salan jî ev e. Bi misogerî dema ku ev can dişewitin, hemû pakrewanên PKK’ê ku bi teknîka dawî ya di destê wan serdestan de dihatin şewitandin, di bingeh de ti demê bawer nekirin ku dimirin. Di henaseya xwe ya dawî de jî, hemûyan weke navên xwe dizanîbûn ku dê jiyanê hembêz bikin. Jandar, lê rast e. Bi awayeke dîtir hembêzkirina jiyanê nabe.
Ez vê jî dihizirim: Pêşxistina viyana ku qet nayê xapandin. Ger bê veguhastin asteke wisa ya ku weke semboleke pakrewanan dianî zimên, her tiştê ku diviya bê şewitandin, lê bi teşeyeke ku careke dî nekarîbe tevlî bibe, wê şewitandin û viyana jiyana azad bi qasî ku careke dî neyê tewandin tûjkirin.
Ev Newroz bi qasî ponijandina herî dijwar ku dikare li hember her cure şerî tebat bike û bi ser bixîne tûjbûn e. Dinêre fêm dike, dimeşe çêdike, li pey serketin tê. Di PKK’ê de afirandina şervanan xebateke pir xweşik e. Van hemûkan bi ew hinek peyvên ku hun tim dubare dikin na, ji gotinê jî wêdetir, ez dadikevim puxteya wan. Ne rizgarkirina rojekê, bi qasî ku destpêk û dawiya mirov dike yek, ji karê viyan û afirandina mirov re mijûl dibim. Felsefeya vê çawa ava bûye? Ê ku dixwaze dikare ji vê felsefa wê binivîse û derxîne. Ê ku dixwaze siyaseta wê, yê ku dixwaze zanistiya leşkertiyê, yê ku dixwaze hunera wê, yê ku dixwaze estetîka wê dikare derxîne, her tişt heye. Em hemûkan dikin yek.
Li ba min rastî dijîn, li ba min xweşikî dijîn, li ba min di şer de serketin, di jiyanê de evîn dijî.
Fermana herî mezin, rêpîvana çirûska hestê ye ku di mezinahiya ramana rast de ye. Bi qasî leza roniyê lezdar e û takekesê/a ku xwe bi tev de kiriye enerjî. Em hewl didin ku vê biafirînin. Ji bo vê ez dibêjim: Hinek ji we dixwazin ku bi me re bin. Ez dibînim ku bi me re ji partîbûnê û artêşbûnê re bixwestek in. Li vir polîtîka û leşkertî di leza roniyê de kar dike û sînorê herî dawî yê çêkirina nû ye. Taybetmendiyekê roniyê jî sotîner û ronîker e. Hûnê bibêjin ku “Ev şêwaz hetanî niha nehatiye sepandin.” Lê şêwaza koletiyê ku em dijîn jî, li ti derî nehatiye sepandin. Ji vê koletiyê re tenê ev şêwaz dikare bibe bersiva bandordar. Wekî din çare tune. Min hemû pirtûkên mirovatiyê vekola û encama “derman ev e” derxist. Divê hûn fêmbar bin. Divê em di ronahiya wê ya sotîner de bijîn.
Hûn li çiyayên azadiyê ne, di nava yekîneya fedaiyên herî biewle de ne, çeka ku hûn lê bixin jî ne xirab e, çi ma? A ku maye kesayeta qezenckirinê ye... Ez ji bo jiyînê têk dibim, ji bo têkbirinê dijîm, ez bi vê felsefeyê ve erjeng hatime girêdan.
Di ramanê de qezenckirin, di her karê jiyanê de qezenckirin. Di rêxistinê de, li dijî dijmin di plana çalekiyê de qezenckirin. Hemû tiştên pêwîst dikin têne çêkirin, tê ketin nava şer û tê jiyîn. Bi qezenckirinê jiyan û şer biyekirin. Çêkirina vê yekane rê ye.
Vaye, di Newroza 85’an de bi rastî rêhevalê ku ez jê hez dikim û kesayeteke ku hevalbendiya wî tim li xweşê min diçe Egîd (Mehsûm Korkmaz) tiştek digot: Em bi hev re bûn, me wê Newrozê gotûbêj dikir. Me hewl dida ku em Newroza 85’an qezenc bikin. Piştre li welêt, wî dizekê ketî, xasûkê gundî, dilreş û neyarê hevaltiyê ku îro jî stûyê me bernade û dîsa kadroyê ku xwe perwerde nake dipeyitîne. Hûn dizanin, Egîd pakrewanê heyva Adarê ye. Egîd dibêje: “Beriya her tiştî em ê vî xasûkê gundî di nava partiyê de nedin jiyandin; a duduyan, divê ev kadro bi erjengî bêne perwerdekirin. Di halê berovajî de ev dê pêngava 15’ê Tebaxê bibin têkçûnê.”
Egîd û Zîlan...
Gerîlayê rastîn Egîd e û hestên wî yên xweşik, peyvên wî yên xweşik ji bo me ferman in. Zîlan jî wisa ye. Peyvên wan ên zêr ji bo me ferman in û jixwe baş meşiyan. A girîng ne pir biserketinbûna wan e, yek be jî biserketinbûna wan e. Em ê vê bikine serdest. Dê keç jî, xort jî û ciwan jî vê bikin serdest. Bi awayeke dîtir nakevin nav vê artêşê, sonda vê artêşê ev her du nav in. Ger hêza we hebe, hûnê pêwîsiyên sondê pêk bînin. Hûn dixwazin karên artêşê bikin, êdî hûn ê vê fêm bikin. Min ji we re karên partiyê vegot.
Mezlûm tê wateya partiyê. Kemal, Xeyrî, Heqî û bi hezaran pakrewanên din hene. Milîtan ew in. Ez berdevkê wan im. Artêşa wê jî ev e, jin jî Zîlan, zilam jî Egîd. Gavên yekem in, em ê gavên dawî ango gavên bi hev re biavêjin.
Zîlan şervaneke nipinû bû, çalekiyeke çiqas bêqisûr rêxistin kir. Egîd çewtiya peyvê jî nekir. Ji avakirina yekîneya yekem gêrîla hetanî henaseya dawî xweşik bû, watedar bû. Teoriya gêrîla û pratîka wê jî baş bi rê ve dibir. Divê fermandareke gêrîla hêsan nemire.
Soza PKK’ê ya Newroza bîstûpêncemîn, soza artêşê divê bi misogerî rast were fêmkirin. Divê fersend neyê dayîn ku kes sozê biperçiqîne. Bi van pakrewanên mezin ve xwe girêdan û gelê me bi rastî girtina riştiyê mezintir, ma mirov dikare peywireke dîtir bihizire?
Zîlan yek salî bû, çawa ponijî? Egîd, qet ne xwedî ezmûneyên şer ê panzdeh salan bû. Du salî bû, çawa ponijî? Nivîsandinên ku kirine tam rojaneya gêrîlayî ne. Kirinên wî jî di mercên herî zor de pratîka gêrîla ye. Tê wê wateyê ku zêde eleqeya vê bi ponijîn û perwerdeyê tine ye. Bi durûstiyê, biryardarî, jidilbûnê, karê ku dike bi hestên bilind û azwerî girêdanê re têkîliya xwe heye. Bi vê asta perwerdehiyê, bi van ezmûnan hûn dikarin hezar qetê Zîlan û Egîd rol bileyîzin.
Jixwe êdî ew bangawaziyek in. Hûnê ber bi bangawaziyê ve baz bidin û divê bi misogerî dilsoziya bîranîna pakrewanên PKK’ê wisa bê fêmkirin.
Şer, di heman demê de ji bo evîna mezin e. Hûnê çima vê fêm nekin, Hûnê ji kîjan evîn û hezkirinan qal bikin? Cihê ku egîdî lê heye, têkîliyên pîroz, hezkirin û evîn pêk tên. Partîbûn, ji bo artêşbûna mezin e. Artêşbûn ji bo têkneçûnê, ji bo têkbirinê ye. Ev hemû ji bo axên ku hatine strandin, evîna jiyana şervanên azadiyê yên herî mezin, ku careke din bêne binavkirin û ji bo temsîla wan e.
Wek gelekî azad di nava vî welatî de, êdî hûn ê hesabên jiyanê bikin. Hûn ê bi misogerî nava malê bixemlînin. Hûn ê xwedîti bikin li nirxên xwe. Ev der cihê vê pakrewanî, ev der cihê vê xweşikê, li vir li gor vê rêpîvanê tê jiyîn. Gava ku xayînek an jî dizek hat, mirov wisa li hember dertê. Ji giyanê heya ramana wê, ji zagonê heya siyaseta wê tevek hatine diyarkirin.
21 Adar 1998
Rêber APO
- Ayrıntılar
Tê wê wateyê, di me de malbatgerî ji malbatê zêdetir rewşeke nexweşiyê rave dike. Ev tişt him di malbatên noker, feodal de, hem malbatên bûrjuva yên xeşîm de, hem jî di malbatên gundî û bingehê xwe bûrjuvaziya biçûk in bibandor in. Ew polîtîkaya ku wateya xwe di gotina “hebûn û nebûna min ji bo malbatê ye” dibîne, ji aliyê berjewendiyên malbatê ve hatiye diyarkirin. Heta pirsgirêka jiyanê jî bi vê yekê ve girêdayî ye. li gel me berovajiya vê, ger hîn di serî de rastiya malbatê ber bi rexneyeke tund ve neyê birin û gelek bandorên wê neyên hilweşandin, baş tê zanîn ku şoreşgerî nabe û partîgerî nayê kirin. Di vê wateyê de PKK’îbûn navê şerê li hemberî bandorên malbatgeriyê ye. Ew bi qasî ku li hemberî bandorên dagirkeriyê şer dike, ew qasî jî li hemberî bandorên malbatgeriyê şer dike. Di nava me de derketina holê ya malbatê bi vî rengî ne. Hema ji bo hemû kesayetên civakê re tiştê ku weke berjewendî tê nîşandan, berjewendiyên malbatê ne. Dema ku tê gotin “bibe mirov” tê gotin bibe mirovê malbatê. “bûyîna mirovekî baş” tê wateya bûyîna layiqê malbatê. Ango hemû gotinên armanca lêgerînên têkîliyan li gor xwe avakirin, heta tiştên weke xwendinê her dem di nava sînorên malbatgeriyê de xwedî wate ye.
We malbat bi dest xist jî, çi kete destên we? We malbat rizgar kir jî çi bû? Ew malbata ku we rizgarkiriye çî ye? dema ku we malbat rizgar kir, netew xelas bû, gel xilas bû. Em li netewên din ên hemdem binêrin, hun nikarin ji kêleka sazî û dezgehên ku ew anîne asta wan a îro jî nikarin derbas bibin. Hun ji ber sazî û dezgehên ku ji bo netew pêwîstbûn jî derbas nebûn û bi qasî pênc qirûşan we rûmet neda wan. Li hemberî malbata ku we rizgar kiriye tiştên ku we wenda kirine ev in. Ev tê wateya we malbat xirab rizgarkiriye. Dîsa rewşeke wiha heye, ji aliyê xirab ve gelekî nirx hatine wendakirin. Em ji bo çi li hemberî sazî û felsefeya malbatgeriyê şer dikin? Ew kesayeta Kurd a bêrûmet ku ji bo netewbûn û civakbûnê girtiye, ji bo ku têkîliyên malbatê yên ji rêzê ne rizgar bike tiştekî ku nefiroşe nîne. Bi tenê bikaribe malbata xwe xilas bike.
Me li hemberî vê kesayetê şer destpêkir, kesayeta alternatîf a ku PKK dixwaze biafrîne kesayeteke gelekî radîkal û rizgarîxwazê netewî ye. Ji ber ku PKK baş dizane ev pirsgirêk bi derbaskirina malbatgeriyê ve girêdayî ye. PKK dixwaze ji bo civakbûneke azad rê vebike. Ji bo vê jî pêwîste saziya malbatê ku dijberê azadiyê ye û hetanî dawiyê girtiye were rûxandin. Di heman demê de di vê saziyê de hetanî çokê xiyanet heye. ji ber ku dijberê rizgariya netewî ye. pêwîste girêdana bi malbatê re were perçekirin. Di mercên malbatê de xerîbî, înkarkirina rastiya civakî û netewî heye. Ji ber vê yekê jî êrîşî netewbûn û civakbûnê dike. Bila têkîliya malbatê ku ji bo rastiyan girtiye têk biçe ku netewbûn û civakbûn pêş bikeve.
Ev hemû tişt zilamê ku em dixwazin di demên dawiyê de hîna zêdetir zelal bikin tîne bîra mirovan. Di demên dawiyê de me girîngî da lêpirsînkirina jin û zilam. Ew rewşa zilam a sexte û mêrbûna wî ya zilam û jinbûna zêde ya jinê me dike nava fikaran. Zilambûn di giştî de bi egîdî û zayendî ve wekhev tê dîtin. Weke “mirovê weke zilam, jina weke zilam” tê ravekirin. Ev jî weke awantajekî tê hizirandin. Tiştê ku hema di destpêkê de em bibêjin, ev e. Ger ew mirov zilam be, ji bo çi erkên xwe yên rizgarîxwaziyê nayne cih? Ger egîd be, ger zilam be wê demê bila pêwîstiyên vê yekê bike. Ji ber wê jî pêwîstî bi dahurandina zilam nîne. Hîn zêdetir em dixebitin ku zilamtiya di kesayeta Kurd de tê çi wateyê fêm bikin. zilamtiya di kesayeta Kurd de taybetmendiyeke zilamtiyê ku ji rê derketiye. Zilamê Kurd bi gihiştina hestên zilamtiyê ve weke ku hemû nakokiyên xwe çareserkirine. Bi taybetî jî di mijara têkîliyên zayendî de di zilamtiyê de hesteke ku weke dagirkeriyê bi bin xistiye û dewlet avakiriye diafrîne. Ev xerîbûn û xwe xapandineke mezin e.
Dema mirov hindek taybetmendiyên civak û dewleta tirk jî pêş çavan re derbas bike, ev rastî hindekî din baştir tê fêmkirin. Asta zilam a zayendî li hemberî jinê weke ku radeyeke qehremaniyê dide wî, ev tiştekî seyr e, lê belê rastiyek e. Ev rewş di civakên din de ne di vê astê de ne. Di vê mijarê de dema ku em zilamê Kurd ji kûr ve lêkolîn bikin emê bibîn ku di vê wateyê de tenê bi tatmînekê ve li ser piyan dimîne. Wî jina xwe kiriye pîrek, jin jî hîna zêdetir bi pîrekbûnê ve li ser vî bingehî weke zilamekî ye. wisa tê bawerkirin ku bi vî rengî hemû nakokî hatine çareserkirin. Bêguman girêdaniya vê bi nirxandinên malbatgeriyê ve hene. Çawa ku rizgarkirina malbatê ji rizgarkirina welat girîngtir be ji bo zilam têkîliyên zayendî jî ew qasî girîng e. di rastî de zilamê Kurd di mijarên din de xelas bûye. Li hemberî dewletê xilas bûye, li hemberî civakbûnê û netewbûnê xilas bûye, li hemberî nirxan û tekîliyên civakî xilas bûye. Ger bi wî rengî be, gelo têkîliyên ku dihêle di nava malê de ew aktîf be û zordest be çi ye? ev têkîlî ya li hemberî jinê ye, ew jî bi têkîliya zayendî dest pê dike û hetanî her cureyê çewisandinê ve diçe.
Dema mirov balê lê bikişîne, zilam bûyera têkîliya zayendî weke bûyereke serdestiyê bi dest digre. Her têkîliyekê zayendî ku dikeve tê de weke ku bûye yekemîn dinirxîne. Ev rewş ji rê derketina exlaqî ya cidî ye. pêwîste mirov bi vî rengî binirxîne. Ev têkîliya ku di civakên din de û di demên dîrokî yên din de gelekî xwezayî ye, ji bo çi di rastiya me ya civakî de çawaniyeke cihê bi dest dixe? Ev ji bo civaka Tirkiyê û heta gelek civakên din jî derbas dibe. Em hîn zêdetir dixwazin rastiya civaka xwe dahûrînin. Bi taybet vê gavê pêdiviyên me bi vê yekê hene. Ango gelekî ku di nava pergaleke civakî û netewî de her tiştê xwe wenda kiribe, di her tiştekî wê de xilasbûyînek hebe, pêwîste mirovên me nebêjin “ez gelekî mezin im.” Ev rewş hîn jî dibe mijarên henekan. Mînak, zilamên tirkan li hemberî Ewrûpiyan qaşo bi zilambûna xwe pesnên xwe didin, ev hemû çîrok in. Ev di civaka Kurdan de hindekî din balkêştir e. hîna zêdetir ji bo bandorên civakî û encamên xirabtir rê vedike. Li gor min mijara ku herî zêde em li hember şer bikin ev e. Hela ew kesên ku di temenekî biçûk de naskirina wan a têkîliya zayendî ya bi vî rengî ve gelo çi wenda nakin? Têkîliya zayendî li ser bingehê azadiyê an jî evînê wê çawa çêbibe? Ji bo nîqaşê vekiriye. Ger ev yek rast were nirxandin dê ji bo pêşkeftinan rê vebike. Ne ber bi xerîbiyê ve dê ber bi gihiştin û jiyaneke bi wate ve bibe. Ger di nava gulokeke kaosa civakî û têkîliyên civakî de ev tişt weke amurekê çareserkirinê ya herî bingehîn were hizirandin ev dê rê li ber karesatan vebike. Mirovên ku dema azweriyên (tutku) wan ên zayendî negihêne serkeftinê û întîhar dikin ne kêm in. Di rastiyê de ev rewşeke nexweşiyê ye. di rewşeke wisa de kesayet xwe weke tunebûyî dibîne.
- Ayrıntılar
Di despêka nameya xwe de bi bêrîkirina ji nav dilê xwe dibêjim silav û hezar silav Serokê min.
Her ku ez dibêjim Serokê min, kêyfxweşiya dilê min çi qasî mezin be, ew qasî firtoneyeke bi êş li ba dibe. Agirê dilê min dema ku pê dihese ku hîn ji min durî ew qasî geş û gur dibe. Bêrîkirina min ji bo we roj bir rojê mezin dibe û fireh dibe.
Di nav dîroka veşertî de, bilindahiya mirovatî li ser axa dayîk a pîroz pêk hat. Demarên dîrokê yê ku di nav van axa de veşartiye, xwe dirêjî cem we kir û di we de şîn û zindî bû. Ew şaxa darê û rihên darê bi hezaran sal li benda qêrînekê azad bû. Ev jîn bûyîn, ji bo zîhniyeta mirovan a hatibû kole kirin, ji holê rakirin û azad kirinê ye. Ev demar û şaxa pîroz a ku veşertî we derxist holê û ew perda reş ya koletiyê pirtî pirtî kir.
Serokê min, we bi qêrînekê mezin û dengekê bi azadiyê re hatî neqişkirin re got; “ezê li vê şaxê xwedî derkevim û tarîtiya li ser mirov û cîhanê bidim rakirin. Dilên ku hatine esîrkirin, dorpêçkirin, dest û lingên hatine girêdan, çav û mejiyên hatine tarîkirin rizgar bikim.
Qêrîna we di temenê we yê heft salî de destpê kir û heta Îmralî di nav çar dîwaran de jî berdewam kir û didome. Paraznameyên we diyarkirina vê ya herî bi awayekê zelal e. Ez ji wekê têkoşereka vê tevgerê kûrantiya hizirandina xwe di nava paraznameyê we de bidim pêkanîndin. Kêmbûyîna xwe ya rêhevaltiyê, rexnedayînekê rast û di cih de bidim derbaskirin û ji bo ku ez bibim rêhevala doz û xeta te her awayî hewl û libata min wê pêşbikeve.
Serokê min, ez vê nameya xwe ji quntarên çiyayê Zagrosê, li ber keviya Avaşîn dinivîsînim. Ji cih û warekê bi vî awayî ji were silav û hezkirinên xwe şandin, min pir kêyfxweş dike û ez bawerim hûnê jî pir kêyfxweş bibin. Ji ber ku we hêvî li van xakan û çiyayan balav kiriye û ev jî bûye çavkaniya azadiyê.
Di xeyal û hizrê min de ewe ku ez û Serokê xwe OCALAN re li quntarên çiyayê Zagrosê û li ber keviya Avaşîn bi hev re bigerîm. Wê demê ji were hest, heskirin û bêrîkirina xwe ji were vebêjim. Ev hêviya min heta roja ku pêk were wê her hebe. Vegotina hestên xwe ji bo we li ser rûpelekê û bi çend gotina têrê nake. Lê belê dîsa jî bi kinahî jî be bi vê nameyê re heskirin û girêdana xwe dayîna xuya kirin ji bo min pir bi wate û girîng e.
Di dawiyê de jî li ser navê xwe û tevayî hevalên xwe, silav û hezkirinên xwe yê bê dawî ji çiyayên her tim bûye xiyalên we yê azadiyê dişînim û we hemêz dikim Serokê min...
Silav û Rêzên Şoreşger
ji pênûsa şehîd Nergîz Cîzre
- Ayrıntılar
Ba, di nava daran de radibû. Tevahiya darûberan şa mabûn (behitî bûn). Îro çi qewimibû, li bayî? Di sibeha vê payîzê de ji bo çi wiha radibû? Halbûkî di serê her sibehê de zûka silav dida daran.
Dara gûzê belg û çiqlên xwe vekişandin. Wisa difikiri ku bayê bilez û bez, ê ji hêla din tê, bide sekinandin. Wê gavê, dê bizanibûya ku “çi qewimiye”. Ba rabû û hat, di nava belg û çiqlên daran de bilez û bez borî. Dara gûzê dîsa nikaribû bayî bigire. Hilû (aluçe), xox, hirmî bi giştî şaş mabûn. Darên çinarê yên pîr, mezin û girs lê mabûn heyirî.
Taa... ji kûrahiyan, Avaşînê bang lê kir. “Çi bûye, çi qewimiye?” Tu kesî/ê bersiv neda. Tenê û bi tenê dara çinarê lêvên xwe badan û got, “tu kes nizane.”
Ba, ji Avaşînê derbasî çemê Zê (Zap) bû. Seranserî çem, bi lez û bez hat ba. Hemû kes şaş bibû. Masiyên ava Zê jî ecêbmayî bibûn.
Çiyan ji hevdû dipirsîn: “Çi diqewime lo?”
Ba, berê, xwe hilkişiya Kurê Jahro. Kaniyên Kurê Jahro, lat û zinarên wê, dar û kulîlkên wê, hemû di nava mereqekê de bûn. Kurê Jahro, bi dengê xwe yê kal û pîr gazî lê kir.
“Heey, çi li te qewimiye serê vê sibê?”
Ba, qet li pişt xwe jî ne nihêrt.
Ji wir, xwe berda Şikefta Birîndaran, Mam Reşo, Mîros, Havenda, Çarçela û dawiya dawiyê jî xwe gihande Cîlo.
Çiya hemû, niha li benda wî/wê bûn. Daran belgên xwe, ber bi wî/wê ve zivirandibûn, gul û kulîlkan berê xwe dabûn wî/wê. Heta, Avaşînê jî, ew dengê xwe yê bi hengame kêm kiribû û li benda wî/wê bû. Masiyan serê xwe ji avê derandibû û li bendê bûn, ka dê çi bibêje ba.
Bayî serê xwe rakir. Rondik diherikîn ji herdû çavan. Qet çu kesê ew nedîtibû heya niha, gava ku digirî. Ew, di nava wan ya/yê herî lezgîn bû. Li her derê digeriya û tim û tim bi dengûbehsên xweş dihat. Lê niha, niha digiriya.
Bêhna xwe da hev. Li bendê bû ku qulpikên wê bi dawî bibin. Û herdu destên xwe ber bi kêleka devê xwe ve bir û heya hêza wî /wê hebe, ji binî kir gazî û qêrin:
“Gule li Seîd ket!..”
Masiyan, zûka serê xwe xistin binê avê. Û bi temamî xwe berdan nav kûrahiya avê. Xwe gihandin kevzên li ser zinara û ew agahdar kirin. Bêdengbûn hemû. Masiyên biçûk wê rojê neleyistin. Xwe ber bi herikîna avê ve bernedan û kêf û şahî nekirin.
Avaşîn, hêdî hêdî herikî wê rojê. Deng dernexist qet. Xwe, li lat û zinaran neda. Xuşe xuşa wê, kesê nebihîst wê rojê.
Nexwe, êdî ew ciwan (Seîd) dê melevanî (ajne) nebiriya di nava ava Avaşînê ya dîn û har de. Nexwe hêdî bi masiyan re dê nebireqisa, li ser lat û zinarên bilind dê xwe nebavêja nava avê û dê bi herikîna Avaşînê re nebiketana qirika hev.
Darên fêkiyan hema zûka naskirin Seîd. Hilû axivî berê:
“Gelo, ma ev ne ew şervan (gerîla) bû ku, serê her sibehê dihat û fêkiyên me berhev dikirin û dibirin?”
Bersiv da bi lez û bez dara gûzê:
“Belê belê, rast e; ew e. Te dît, carekê çiqleke dara min şikandibû û gelek pê êşiyabû û xemgîn bibû.”
Xox kete navberê:
“Dê niha kî berhev bike fêkiyên me, kî dê bi tameke xweş bixwe, kî dê derkeve ser çiqlên dara me û bi tiqetiq bikene ?! ”
Hemû bêdeng bûn. Serê xwe çemandin ber xwe. Heya wê demê qet dengê xwe dernexistibû tirî. Devê xwe vekiribûya, dê nikaribûya xwe ji giriyê xelas bike. Dîsa jî nikarî xwe bigire, devê xwe vekir û ji nişka ve axivî:
“Herî zêde hez ji min dikir”.
Êdî nema dikarî hêsirên çavên xwe bigire. Tevahî daran ketin nava bêdengiyê. Li her çar milan, giriya tirî belavbû.
Kurê Jahro bêdengiya xwe xerab kir, destên xwe li çokên xwe da:
“Wey lo, nexwe li Seîd jî xistin ”
Kurê Jahro, ew baş û qenc nas dikir. Ma qey, ew bi rojan nedabû ber dilê xwe û hembêz nekiribû, ma ji dil û can ji guleyên topan û êrîşên hewayî neparastibû ew? Nîha, bi tenê dewsa (şop) piyên wî mabûn di şîverê (peyarê) de. Destên xwe dirêj kir û dest gerand li şopa piyên Seîd. Tu kesî/ê nedîtibû ku, heya niha Kurê Jahro giriya bû; lê niha?
Mam Reşo ji kul û xema wî, bibû dilşewat û cegerxwîn.
“Şervanekî (gerîla) mîna çiya bû. Ew mirov qet nayê kuştin.” Wisa digot ji bo wî Mam Reşo û her tim dubare dikir: “Şervanekî mîna çiya bû”
Tevahiya xweza, çiya, darûber, av û kanî, çem û rûbar, hemû ketin nava bêdengiyeke kûr û dûr.
Qêrîna bazekê hat bihîstin li şînkatiya asîmanan. Wî jî bihîstibû navûdengê Seîd. Qêrînek wisa pêket, te digot qey digirî. Ber bi asîmanan ve, hê zêdetir bilind bû, bilind bû, niha li qada herî bilind bû. Dîsa jî hê bilind bû; dixwest qul bike û bi qelişîne rûyê asîmana.
Wî jî Seîd nas dikir.
Geriya li her çar dorên navserên (lûtke) çiya. Per û baskên xwe heya dikarî vekir; pûrtê wî yê reş û zer bi şewq û ronahî dibiriqî. Bi nikulê xwe, ji per û baskên xwe pûrtek kişand û wergirt. Pûrtek reş hilbijartibû. Ji bo çi ne spî, ne sor, lê ji bo çi reş? Sedema reş hilbijartina wî hebû bêguman.
Kefiya (çarik) Seîd jî reş bû. Kefiya xwe ew qas xweşik li stûyê xwe dialand, ji tu şervana nedihat qasî ji wî dihat.
Tim, li cihê bilind, li Seîd temaşe kiribû bazê asîmanan. Car caran xwezî bi kefiya wî ya reş anîbû.
Kete nava hizr û fikaran.
“Gava Seîd hatibû kuştin kêfiya wî li stûyê wî bû gelo? ” Û ew pûrtikê reş, ê ku bi nikulê xwe girtibû, da ber bayê, ji bo bîranîna Seîd.
Pûrtê reş ê bazî, girt û bir, bayê ku digeriya.
Firand, firand, firand...
Pûrtê reş deşt û çiya qeliband. Li ser gund û bajaroka derbas bû û ji wê derê xwe gihand Êleh’ê, Besiciyê.
Di nava kuçe û kolanan, li ber malan borî û xwe li ser paceya piştê ya xaniyê dîwarê sor û xwedî berbank danî.
Keçikeke pir ciwan û pir delal, pace vekir, pûrtê reş ê baz nas nekir. “Hebe nebe ev pûrt, pûrtê çivîkeke xweş û bedew e ” got di dilê xwe de û wisa fikirî. Pûrtek bi vî rengî nedîtibû heya niha.
“Gelo, çivîkan kijan çiya bû?”
Destê xwe dirêj kir. Pûrt hê germ bû. Nêrî li asîmana, qet tiştek nedît. Kir û nekir, nikarî pûrtê reş bavêje; dilê wê pêsot (şewitî). Kete menzelê, deriyê cildankê (dolaba cilan) vekir û albûmek derxist. Bi lez û bez rûpelên albûmê qulipandin; li wêneya dawî ya di pela dawî nihêrî.
Wêneyê zilamekê bû. Ku bi salan berê niha, jê cihê bibû û ev bi salan e li bendê bû; ku jê re gotibû “rojekê...”
Pûrtê reş ê bazî, li şûna wêne bi cih kir. Û di dilê xwe de dîsa derbas kir “rojekê...”
Wê gavê dengek hat guhê wê, ku nas nedikir. Qêrin û awaza bazekê li bilindihiya asîman hat bihistin.
Şîna Seîd girêdida bazî.
Şehîd Xelîl Dax
- Ayrıntılar
Di xwezayê de çar demsal hene; payîz, zivistan, bihar û havîn. Her demsalek bi taybetmendiyên xwe xweş e. Di payîzê de pelên daran zer dibin û bi baranê ev demsal xwe dixemlîne. Gerîlla di vê demsalê de bi piranî amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê dike; çêkirina mangayan, amadekirina erzaqan û hwd. Gel jî bêguman di nava amadekariyan de ye. Zarok ji bo biçin dibistanê bi helecanek mezin li benda vekirina dibistanê ne. Ji ber ku cîhana me di rewşeke bê edeletiyê de ye, bêguman hin zarok jî neçar ji ber xizaniyê hevalbendên xwe yên ku pirtûkên xwe kirîne û kincên nû li xwe kirine temaşe dikin. Hin zarokên din jî hene ku ji vê bê edaletiyê zirarek mezin dîtine. Ev zarok jî zarokên kuçeyan e. Ên ku cihekî wan ku serê xwe têbixinê û zikê xwe têr bikin nîn e. Dema ez vê gotine dinîvisînim di sala 1997’an de li Stenbolê du zarokên ku di saetên şevê de li ser çopê xwarin kom dikirin hat hişê min. Demsala payîzê bû di destê min de hinekî fêkî hebûn û ez ber bi malê ve dimeşiyam.
Ew roj bazar bû esnafên derdorê fêkiyên di dezgehên xwe de difirotin. Ber bi êvarî jî karên xwe qedandibûn û her kes çûbûn malên xwe. Lê belê ew zarok di nava wan çopan de, li fêkiyên nerizayayî digeriyan. Ez nêzî wan bûm. Bi kurmancî diaxifîn. Ew zarokên ku gund, mal û erzaqên wan û tevî xizmên wan ji aliyê leşker û tîmên taybet ên tirkan ve hatibûn şewitandin . Di rûyê wan de xemgîniya koçberî, di çavên wan de dîmenên şer hebû. Lê belê ligel van yekan mirov di sekna wan de egîdi, mêrxwazî û biryarbûnê didît. Ew dem min li fêkiyên di destê xwe nêrt û tevahiyan teslîmî wan kirim. Cixareyek vêxistim û bi meşeke hêdî ber bi malê ve ketim rê. Belê zivistan jî bi berf, baran û dijwariya xwe xwedî taybetmendiyek e. Barîna berfê bêguman hin kesan kêfxweş dike. Wan dixe nava lêgerîneke ku dê li ku derê geştiyara zivistanê derbas bikin. Ji bo wan berfa ku xwezayê wekî çarşefeke spî dixemlîne lîstokeke û heta demsala biharê bi vê lîstoka xwe demên xwe derbas dikin. Lê dîsa jî ez xwe ji fikirandina zarokên ku kincên wan ên zivistanê tine ne, solên wan ên qetiyayî paş ve nahêlim. Ew zarokên ku jê dêvla sobê bi hilma xwe, destên xwe yen biçûk germ dikin. Li çiya jî ev demsala zivistanê pir dijwar derbas dibe. Gerîla di vê demsalê de ji ber ku bihar nêz dibe, amadekariyan dike. Tevî hemû dijwariya hewayê, berfê û sermayê… Her çiqas çiyayên Kurdistanê bi xemilandina berfê dîmeneke xweş derdixîne holê jî di hişê xwe de ew zarokên dicemidin difikire. Ger imkanên wan ên xwe gihandina wan zarokan hebûna, wê wan bi germahiya rojê hemêz bikirana û maçî bikirina. Jixwe ji bo wê keliyê, gerîla têdikoşe û bawerbikin zarokno, gerîla ew germahiya xwe ji bo wê demê diveşêre. Demsala biharê, demsaleke ku tê de dengên çûkan, xumexuma avan, şînahiya xwezayê û biriqandina Rojê.. Ev demsal di nava xwe de helecanek dihewîne… Zarok di vê demsalê de li kuçeyan bi hevalbendên xwe dilîzin, ne wekî zivistan û payîzê be jî kulîlk û bişkuvandina darên fêkî, xwezayê xweş nîşan didin. Dayîk jî di vê demsalê de, li kolanan reng vedidin, bi kincên xwe yên gelerî û dirûşmên ji bo Rêber Apo li kolanan olan didin.
Di vê demsalê de rengek tarî xwe nîşan dide; ew jî polês û tîmên taybet ku di destê wan de jop hene û li hemberî daxwazan bê tehamûl tevdigerin. Yek ji xweşikahiya vê demsalê jî Newroz e. Meha nîsan û gulanê jî, meha şehîdan e. Gerîla di vê demsalê de bi çek û rextên xwe, bi coş û helecanê, Rêber Apo silav dikin. Berê xwe didin Dêrsim, Botan, Cudî û gelek herêman. Me got ya zarokno! Gerîla ji bo wê demê têdikoşe. Ber bi demsala havînê ve êdî roj bi tevahî germahiya xwe, xwe nîşan dide. Hûn li bajaran di nava wan çar dîwaran de ji germê aciz dibin. Gerîla jî di wê germahiyê de bi roj xwe davêje bin darekê û rojên azad difikire. Di vê demsalê de zarok êdî dibistanên xwe bi dawî dikin. Bêedaletî dîsa di vê demsalê de jî, xwe nîşan dide. Ew zarokên ku ji ber şerê qirêj ên artêşa tirk ku li cih û warên wan dimeşîne û koç kirine, her çiqas zimanên wan hatibe qedexekirin jî bi zimanê xwe li kuçeyan benîşt û destmalan difiroşin, di temenê xwe yê biçûk de. Li kolanan rastî neheqiyan tên û têne qetilkirin. Belê generalên biçûk ên Rêber Apo û pêşerojên me, ew xwînxwarên ku nikarin gerîla têk bibin, li gorî rêzik û qeydeyan şer bikin, berê xwe didin we. Ji ber ku hûn pêşeroj in û naxwazin pêşeroj bijî. Loma ji wan dirûşmên we yên aştiyane ditirsin. Sebir bikin zarokno! Sebir bikin, em ji van pêkanînen çar demsalan rizgar dibin. Êdî demsaleke nû xwe nîşan dide. Demsala 5’emîn Îmralî…..Di wê demsalê de zivistan ji xwe fedî dike, ji ber ku ew bedenên we yen narîn dicemidîne, payîz hêstên çavan diherikîne ji ber barandina barana dijwar. Bihar û havîn jî ji ber di demsala wan de bêedaletî, komkujî û îşkence hê li pêş e li hemberî dîrokê bi şerm e. Êdî dor dora demsala 5’emîn e. Di vê demsalê de zarok bi xeyalên xwe yen zarokatiyê dijîn. Dayik ji koledariya 5 hezar salan rizgarkirî, bi aweyekî azad bang dike û gerîla di vê demsalê de, li kolanan bi ew destên we yên biçûk û narîn digire û govendê dilîze. Ew xeyalên xwe yên ku we hemêz bike pêk tîne. We hemêz dike û maçî dike. Zilan, Nûcan, Sema, Sezai, Mazlum, Kemal Pîr, General Ugur Kaymaz, Yıldız, Viyan û tevahî şehîd wekî stêrkan dibiriqin û Rêber Apo silav dikin.
Egîd Pîr
- Ayrıntılar
Êşa ku nedihat rakirin, weke brûskan li mejiyê min dida. Hure-hura ba û bahozên zivistanê êş û azar zêde dikirin. Te çidikir lê nikaribû êşa giran ji bîr bikira. Ne muzîk, ne stran, ne ax û wax û ne jî xeyala, êşa birîna germ kêm dikirin. Te digot qey artêşeke hov bi şûr û rimên xwe di canê min de dikirin û diqelaştin... Hure- hura bayê çiyayî û barîna berfa bêdawî, êş û azarên koma birîndaran zêde dikirin. Pir caran ji ber êşê êdî me dest bi kenê bilind dikir. Hevalê Welat jî(yê ku di stuna pişta xwe de birîndar bibû) ji ber êşa xwe ya ku çiya jî nikarin rabikin, bi dengekî bilind, strana derwîşê evdî digot: “Hey lo delal hey lo lo lo delal...” Ev hevok bi hinaseyeke dirêj berdida û axeke xemgîn ji kûrahiya dil û hinavên xwe ve dinaliya û bi kenekî bilind diqedand “Ay ay ya mirdim...”
Ji bo ku xwîn bikaribe di laşê me- yê bêxwîn- de bigere û êş kêm bibe, hindek çente û betanî xistibûn bin lingên me. Wisa jî kêmekî canê birîndaran rihet dibû... Lê vê sibê, hevala Dîlan hat û çenteyê di bin lingê min de derxist û bêyî ku deng bike derket û çû. Min li pey wê bang kir û sedema birina çente jê pirsî. Bersîva wê, ez ji kûrahiya dilê xemgîn de hejandim, brûskên biharê di mejiyê min de vedan, êş, azar û birînî êdî bi bayê rojava re çûn... Êdî cîhan li ber çavên min reş û spî bû. Hemû hîs û hestên ji cîhana derve qut bûn, zagona bîra min ser-binî hev bûn, dûr- dûr çûn... Rêdûr. Ax Rêdûr...
* * *
Di bêdengiya şeveke payîzê de, refek ji 15 kesan, bi hişyartî û muqateyî berbi cîhekî ve diçûn. Her kes di rêza xwe de dimeşiya, ne deng derdixistin, ne jî çavên xwe ji derdorê vediqerandin. Min çi kes nas nedikir, jixwe hîna rojek nebibû ku bi rewşeke awarte em vegohezî vir bibûn. Ev bû 5 saet em di meşê de ne, lê ez bi xwe jî tam nizanim cîhê em çalakiyê li ser dikin kîjane. Di rê de bi hezaran aşop û fikir serlêdana mejiyê min dikirin, bi qasî ji min dihat, bihişyartî dimeşiyam. Lê ew hevalê bejin tîtal û bilind (çendî ku min rûyê wî jî nedîtibû û navê wî nizanibû) baweriyeke mezin dida min. Arbêçiya wî di destên wî de weke demançakê bû. Ew heval pir dirêj û mil fereh bû. Ji ber ku min navê wî nas nedikir, min jê re digot “Hevalê dirêj”, wî jî bi rûkenî bersîva min dida.
Riya me 2 saet bûn, lê ji bo dijmin berî çalakiyê bi êrîşa me nehese, em di riyeke dûr re çûn, da ku em li dora dijmin bizîvirin. Jixwe di meşên wisa de, mirov heya dawiyê di deryayên xeyal û fikara de avjeniyê dike, dixwaze zêdetir nêzî hevalên xwe bike, jê germahî, aramî, hêz, bawerî û dilniyatiyê bigre. Vaye ev hevalê bejn dirêj û simbêl mezin ji min re dihat vê wateyê.
Barana payîzê, erd û gîhayê çiyayan şil û nerm kiribûn, ev yek jî dibû sedema em car- car bişemitin li ser gurzê istrî û guniyan bikevin. Heval him bi hevalê ketiye dikeniyan, him jî dest didanê û radikirin: “Heval ku te çi dîtibe, nîvê wê ya min e...” her kes bêdeng dikeniya. Lê dema hevalê bejn dirêj û simbêl mezin dişemitî, çerqe-reqa dengê guleyên Arbêçiyê (B7) bilind dibûn, hemû hevalan bi hev re digotin: “Heval! Muqate be, deng dernexe”, di heman demê de direviyan û arîkariya wî dikirin.
Em him westiyabûn, him jî birçî bibûn, ji bo wê jî me lez dikir vê çalakiyê li dar bixin; ev demeke ku em li her derê di liv û libatê de ne. Derfeta bêhnvedanê hîna bi destên me neketiye. Ev çalakî jî wê ya dawiyê be; ji ber ku zîncir bi ketina vî girî re dikeve destên me û tiştek di dest dijmin de namîne. Piştî meşeke dirêj û zor, 15 kes, di bin singerên dijmin de, ji bo dest pêkirina lîstikên agir û pola amade bûn. Dil bilez lêdida, xwîdana sar ji laşê westayî diherikî û narincoka pîm-hilkirî ji xwîdana destan zor dihat zeftkirinê... Min çavên xwe gerand bo ku kesekî li nêzî xwe bibînim, bala min kişand ku hevalê bejn dirêj û simbêl mezin li cîhekî dîtire. Nizam! Min dixwast ew di vê rewşê de li gel min be; lê ji ber ku rola me di çalakiyê de cuda bû, cîhê me jî cuda bûn... Ez weke her carê, di deryayên xeyalan de diçûm cîhên dûr û demên borî yên weke xewnan. Lê ew hestdariya biyanî ya ku her tim di rewşên wisa de êrîşî min dike, dîsa serlêdana min kir. Hestekî ji bo himbêzkirina hevalan ez dehf didam, lêgera germahiyeke di van rewşan de ez pê hîs dikim, dihîşt ez ew hevalên bi min re pir-pir nêzî xwe bibînim, germahiya dilê wan di giyana xwe de hîs bikim.... Dengekî bilind ê weke şerqîna brûskan, ez ji avjeniya bêdawî ji nişkav ve veciniqandim û lerizandim. Yekser cîhana bêdeng, tijî dengê teqinî, qîr- wira û zir-zira xwedayê şer hat. Agirê guleyan, cîhana tarî ronî dikirin.
Xwedawendên serbilind û jixwe razî “Karox”, ji ber dengê narincok û guleyan serê xwe zivîrand û li me mêze kir. Awirekî dijwar û tuj avête me, ji ber me ew ji xilmaşbûnê hişyar kir, tengezariya xwe eşkere kir û dîsa jî bibêxemiyeke sar û tevizî berê xwe zivîrand û pişta xwe da me; ji xwe xema me jî ne Karox bû, ne jî awirên Karox bûn. Çawa wî bi bêxemî nîşanî şanoya me ya agir û pola kir, me jî bala xwe neda wî, vê yekê jî di hundirê wî de kîn û kerbek çêkir.
Piştî heyamekê, dengê hevalê bejn dirêj ji pişt min ve hat, qîr dikir digot “ Heval! Xwe bitewînin” û yekser agirê çeka xwe ya volqanî bera singerekî li pêş me ase bûyî da. Qêrînî ji leşker hat û pişt re bêdengiyeke goristanî xwe li ser vîna cîhanê ferz kir, êdî şano bû şanoya lalan. Her tişt bi dawî bû, di heyameke kurt de me du-du cîhê xwe di singerên ku bêhna barud û agir jê dihat de girtibûn. Ez bi tenê di singerekî de bûm. Pêwîstbû heta sibê, em di cîhê xwe de bin, hişyar bin, ji bo hemû û tevgerên tolhildanê yên dijmin amade bin. Di rewşên wisa de, bi tenê mayîn, mirovan tengezar dike. Min dixwast bi tiştekî, yan jî hizrekê ve xwe mijul bikim, lê ev yek li hember min ase bibû... Piştî demekê min dît hevalek nêzî min bû û got:
-“Heval! Ez dikarim di singera te de bimînim?”.
Vê yekê ez pir dilşad kirim, ku min hevalek dît ez pêre hetanî sibehê mijul bibim. Min mêze kir ku hevalê bejin dirêj e. Weke her carê, sohbeta me bi gotinên normal dest pê kir, “Pir sar e”, “Em pir westa bûn”, “Baş bû dijmin zû dev ji berxwedaniyê berda”, “ Rê pir dûr bû” û weke van hevokên jiyana me... Min bi zanabûn bi navekî -hema wisa hate mejiyê min- bangî wî kir: “Hevalê Serdar! Heste li cem te heye?”
“Bibûrîn heval! Navê min ne Serdar e! Ez Rêdûr im”.
Ji xwe meqseda min jî ev bû û ez gihîştim mirazê xwe: “Serçava hevalê Rêdûr! Îro riya me gelekî dûrbû...”. keniya û bi germahî dest bi axaftina hetanî sibehê kir. Lê ez nizanim çawa mijara me çû ser helbest û romanan; ji min re got ku niha ew romanekê dinivisîne, min jî soz da ku romana wî bixwînim û nêrîna xwe li ser bidim... Serma, zikê birçî, westabûn, tirs û mijara romanan çi yê hev in?!
Sibeh bû, ez bi aliyekî ve çûm, ew jî bi aliyekî dîtir ve çû. Êdî di navbera me de gelek çiya, newal, daristan û çem hebûn. Tenê min dizanibû ew li cîhekî dûr e; lê min dixwast wî dîsa bibînim, romana wî bixwînim. Ew çend saetên ku me bi hev re di singer de derbas kirî, bibû demara pêwendiyeke hevaltiyê ya herî germ û bihêz. Ku kîjan heval bi rexê wan ve diçû, min jê re silav rêdikirin, wî jî di vê yekê de qisur nedikir, lê ne min ew dît, ne jî wî. Her diçû hevaltiya me ya giyanî germ û mezin dibû; ew mesafeya di navbera me de jî çi bandor li ser me nedikir; ez her tim li benda romana wî bûm.
Yekser li cem wan dîsa xwedayê şer daholên xwe lêdan. Yekîneyên me jî derbasî rexê wan bûn da arîkariya wan bikin, dema ez bi yekîneya xwe re berbi wan diçûm, min hêviya dîtina wî dikir. Lê min ew nedît, ew li girekî bû, ez jî li girekî dîtir bûm. Min dixwast biçim wî bibînim, lê di rê de guleyeke neyar riya min birî, bixwe re jî gelek hêvî birîn. Êdî derfeta dîtina wî û xwendina romana wî bû weke xewnek e. Hevala ez veguheztim nexwaşxaneyê, ew jî çû çalakiyeke li ser xwedawendê pozbilind û jixwe razî “Karox”, jixwe Karoxê dilbikîn jî, ji rêdûr bêzar bû, jê re dehf û xefik vedidan. Lewra jî ez li ser wî pir dihizîrîm
Da vê sibê hevala Dîlan ew bersîva da min, êdî werîsê hêviya dîtina rêdûrê -rêdûr bêveger çû, bi bayê rojava re koçkir... guleyeke neyar canê rêdûrê bejn dirêj û simbêl mezin derbaskiriye, xwîna wî ya germ û pak, di hundirê wî de diherike, diherike û çavên rêdûrê rêdûr hêdî- hêdî ji ronahiya cîhana spî û sar digere û giyana pak ji laşê wî yê kovan û xwîndar azad dibe... Lê wî soz dabû min ku romana xwe bide min da ku ez bixwînim...
Lê min ta niha nizanibû ew çenteyê di bin lingên min de ya Rêdurê bejin dirêj û simbêl mezin bû. Piştî ku hevala dîlan çû, ez pê hesiyam ku ew çenteyê rêdûr bû. Çendî min li pey hevala Dîlan bang kir, lê wê nebihîst û çente bire cîhekî dûr-dûr. Ez jî bi dilekî xembar û kovan dûrî merqeda rêdûrê xwe bûm. Ji wê rojê û vir ve, lêgera romana wî neqediyaye lê hîna jî- çendî ku ev bû evqas sal jî- ew romana wî hîna min nedîtiye. Bejna wî ya dirêj, simbêlên wî yên mezin û şemitandina wî ya li ser gîhayê şil û şemitokî her tim tê bîra min. Nedîtina wî ji min re bû hesreteke ku hetanî hinaseya min a dawiyê dê di dilê min ê xemgîn de hebe. Dîsa jî dibêjin: “Heval! Çima tu xemgîn î?”... Lê ku we jî şevekê hevaltî bi rêdûrekî bejn dirêj û rûken re kir û piştî wê êdî nema hun wî bibînin, hunê baş bizanibin ka çima ez xemgîn im, çima ez nakenim, çima lêgera romana wî ji min re bûye armancekî pîroz û dûr... Lê dîtina rêdûr êdî dê weke hesreteke biêş û xemgîn di amraza pênûsa min re jî derbikeve cîhana bêbext û sar.
EZÎZÊ MIN
Hoy heval
Tu bûyî evîna dilê xemgîn
Ka rabe jixewê
Xewa şêrîn
Xew dijmin e heval...
Serî rake heval ji ser balîfa sar.
Ka rabe ...
Li benda te ne
Hogir û ezîz
Dildarên te pir in
Li benda te ne
Li vir
Li ser kevana rê
Di bin darên pelweşiyayî
Li ser kaniya miçiqî li benda te ne
Ewrên payîza sar
Dimeşin... diçin
Welatên dûr, dûr
Tu jî bûye
Tekê refê qulingên Koçber
Diçî û venagerî
Hoy heval!
Em li benda te ne
Ka rabe ji xewa şêrîn
Riya me dûr e heval,
Rêwiyê riya dûr...
- Ayrıntılar
4 Nîsanê rojbûna Rêberê Haraketa Azadiya Kurd e û gel jî, vê rojê weke toreyekê qebûl kiriye û dibin navê Meşa Amara de diçe gundê Amara û rojbûna Ocalan pîroz dike. Nam-i deger wezîrê karên hundir yê AKPê, fermana çalekî, miting û numayişên gel li Rihayê qedexe kirine. Tenê ji bo gelê Kurd, di 4ê Nîsanê de Meşa Amara lidarnexe, neçê gundê Amara û “zêw”a rojbûna Birêz Ocalan pîroz neke. Ev ferman, di dîroka Komara Tirkiyê de yek û menendê wê nînin. Yekemîn car e, ji b bajarekî fermanek wiha tê dayin.
Neynika siyaseta dewlet û desthilatdariya AKPê ya di şexsê Ocalan de, li dijî gelê Kurd e. Gava yekemîn di pîrozbahiyên Newrozê de hate avêtin, gava duyemîn jî di Meşa Amara 4ê Nîsanê de diavêjin.
Dixwazim destnîşan bikim ku, pîrozkirina rojan, di nava gelê Kurd de toreyeke qedîm e. Di vaka-nivîsên dîrokzanan de, ev roj, bi navê “ZÊW” têne naskirin; berî zilmeta komara “hovangeh”, wêrankirin û tarûmarkirina pîrozî û xelatên kevnare, rojên taybet hebûn û di şexsê kesayetî û wargehên taybet dihaitn pîroz kirin. Wek Zêwa Hexê Bêsa, Zêwa Dêremerê, Zêwa Seyit Bilal û hwd. Ev kes û wargehên ji aliyê gel ve pîroz têne dîtin in.
Birêz Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd lîderek e, nirxek e. Gelê Kurd, bi deh caran, ji raya giştî re deklere kiriye ku Ocalan, ji bo wan “xeta sor” e. Bi vê mebestê daxwaza serbest berdana wî dike. Ji bo vê jî têkoşînê dike. Komara Tirkiyê bixwaze ne xwaze Ocalan lîderê Haraketa Azadiya Kud e û gel jî ew, weke îradeya xwe qebûl kiriye. Di her firsetê de, navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd jî destnîşan dike. Dewletê jî, desthilatdariya AKPê jî, ev rastî berî niha erê kirin, hevdîtin kirin, diyalog dane dest pê kirin. Piştre, li gorî nasnameya xwe ya qedîm, bêbextî kirin.
Komara Tirkiyê û desthilatdarên Tirk, ji roja roj, yanî di vaka-nivîsên qedîm de, em dibînin ku her dem êrîşî lîderên Kurd kirine. Dikujin û winda dikin. Piştre li dijî wan propagendeyên bê exlaqî dikin. Teva dikine sergerde, derî hemdemî û wek pêşengên “qiyamê” binav dikin. Ev xisleta gemarî ya Komara hovangeh e.
Eger werê bîra xwendevanan, heta doh bû, lîderên Başûrê Kurdistanê jî, bi serokeşîrtî bi nav dikirin û digotin, “ew muxatabê çawuşên me ne.” Di heman demê de, serokeşîrên Iraqê li Stembol û Enqerê dikirin mêvan û dixwestin li dijî Kurdên Başûr bikin nava serîhildanê.
Lê xuya dike ku sîstema kapîtalîst di bedena AKPê de faşîzmê zindî dike û ev faşîzm li dijî gelê kurd di partîkê de ye. Desthilatdariya AKPê, ji çar aliyan ve qikirina li dijî gelê Kurd kiriye pratîkê û cîhana ku qirkirin wek sucê mirovahiyê dibîne dengê xwe dernayêxe: Yek; çekên kimyewî bikar tîne... Ev sucê Mirovahiyê ye. Du: Sifilan bi komî dikuje... Ev sucê mirovahiyê ye... Sê; Qirkirina siyasî kiriye pratîkê... Ev sucê Mirovahiyê ye... Çar; asimilasyon û qirkirina kulturê bi deh salan e dikê, îro jî didomîne... Ev jî sucê mirovahiyê ye. Hîna jî Almanya xelatê dide serokwezîrê Tirk, Obama jî, Erdogan wek wezîrê milê rastê bikar tîne...
Îcar, Erdogan ji aliyekî ve fermana kuştina zarok, jin û komên xelkê dide; wezîrên wî jî, ji aliyekî ve fermanên rewşa awarte, bi navê din faşîzma reş îlan didin.
Sartre dibêje “dojeh serilhildan e”, lê xuya dike ku Komara Tirkiyê dojeh e. Lewma min gotina Komara hovangeh bi kar anî. Hovangeh, çavkaniya hovîtiyê ye. Berî di rojan, KMMa navendî bîlançoya pîrozbahiyên Newroza 2012an ragihande raya giştî. Emcama êrîşa Polîsên AKPê ya li dijî pîrozbahiyên newrozê,1.366 kes girtine binçavan. Ev tê weateya ku ev kes teva bi êşkence û lêdanê haitne girtin. Bıla gumana kesî nebe, kesên ku ji tirsa binçavkirinê neçûne nexweşxaneyan jî, biqasî vê hejmarê hene.
Di vê kêlîka ku nivîsa xwe dinivîsim dem du dîmen ji ber çavên min naçin: Yek, grevên birçîbûna li zindanên Tirkiyê û li Strasbourgê ye. Du, helwesta romî û polîsan li dijî gelê di Meşa Amara de ye...
Gelê Kurd, di Newroza 2012an de daxuyakirin ku gelê Kurd, “Drevşî Kawê/Ala Kawayê Hesinker” ji destên xwe bernade û destîniya bextreş şikandiye, zincîr û leleyên koletiyê jî parçe kirine. Dîse di grevên biçîbûnê de, çalekger “Drevşî Mazlum / Ala Kawayên hemdem” ji destên xwe bernadin û destiniya bextreş şikandine, zincîr û leleyên koletiyê parçe kirin.
Di Meşa Amara de jî, wê gelê Kurd, Drevşî Kawê û Drevşî Mazlum, di qada herî bilind de, bibalivîne û fermanên bi zincîr û lele parçe bikin. Gelê Kurd dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de û bi hişmendî û hewngiriya Birêz Ocalan, di kelih û bircikên Tirkiyê de dever vekirine. Desthilatdariya AKPê, çi dike bila bike, Tirkiyê çiqasî bibe Komara Hovangeh jî, nema dikare gelê kurd bi zincîr û leleyan girêbide.
Gelê Kurd, wê rojbûna Ocalan 4ê Nîsanê jî pîroz bike; di rojên şehadeta zarokên xwe de jî, wê wan wek pîroziyên xwe jî bi dilsozî yad bike.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Şagirtên Dibistana Haqî Karer
Berê wî, her tim li doza ku xwe ji bo kiriyê cangorî bu. Nihêrînên wî tarîtî di hilweşant. Hêviyên pir mezin didan sterka berbanga sibê. Dilê wî bîranînên pir mezin ji asore dike diyarî. Gelo, ji bo ku mirov Fermandarê mezin Mahsum Korkmaz vegotin bike wê peyv têrê bike? Qêrîna ku ji dilde tê, ji bo bûyîna şopdarî Fermandarê mezine. Ala ku li Gabar’ê emanêtê me kiriye, bilindkirina vê alê ji bo me soza herî bi nirxe.
Rêheval Egîd fermandarê çalakiya guleya yekemîne. Yê ku vê çalakiyê plansazîdike û bi rêxistin dike jî rêheval Egîd’e. Gula yekemîn, bîrdariya şerê me yê tekoşîn û vêjinêye. Gerîllayê Kurd cewherê xwe û teşeyê xwe ji rihê heval Egid digre. Ji bo ku mirov bikaribe pêşengtî, merd bûyîn û lehenqtiya rêheval Egid bîne ser ziman pêwîste mirov bikaribe fêmbike. Di dîroka me de, Hemleya 15 Tebaxê wek zayînek tê dest girtin. Di roja me îro de jî, dibin fermandariya rêheval Egid’te ev şêwaz bi hemu germ bûna wê tê jiyan kirin. Beriya wê dema mirov meyze dike her timi xêvê mirovan da êşek hebu.
Dema mirov destana lehengtiya heval Egid meyzedike hertimî di hundirê wê de behsa nûbûyîna dike. Ev heqîqêt jî, çavkaniya xwe ji jiyana ku domdarî tê jiyan kirin digre. Pêwîste mirov, ji dilên bi hezaran gerîllayên ku şopdarên rêheval Egid’in pirsbike. Mirov ji şopdarên ku demên herê zehmet de hêvî, bawerî û evînî her timî di xêvêwan de şînin pirs bike. Em ji kesên ku, ji dervey soza wan tu tiştekê wan nîne û layîqê vê dozê derketine hevalên Şehîd pirsbikin. Ew dem, wê bersivên pir mezin were girtin.
Jiyana mezin bingeha xwe ji serkeftinê digre. Heval Egîd bi disiplîna xwe, dilnizimtiya xwe, zirektiya xwe, kedkartiya xwe û hêza xwe ya rêxistinkirinê xeta milîtan tiyê ye. Hemû jiyana xwe ji bo jiyanek bi rumet û bi şeref daye. Di riya heqîqetê de bûye hewarî. Bê hêvî bûna ku di dîroka Kurdistanê de hatî avakirin heval Egîd bu navê hêviyê. Ruxmê ku hemu jiyan û tevlê bûna wê serkeftiye, lê dîsa jî xwe kêm dibîne û xwe deyndar hisdike. Heval Egîd di zanistiya rêxistin û nirxên hevalên Şehîd de bu. Kesayeta heval Egîd da diyarkirin ku kesên Serokatî, hevalên Şehîd fêmnekin nikarin şerê ku didin meşandin jî fêm bikin û nikarin bibin xwedî rûmetek bi nirx. Her wiha nikarin bibin rihê heval Kemal, Mazlum, Heqî û Xeyrî. Gava 15 Tebaxê dibe bawerî, rêxistin û baweriya cewherî. Dibe bêaman bûna derbaskirina zehmetiyan.
Şert û zurifên Kurdistanê de gerîllatî kirin bi neyarê xwere bi her awayî şerkirinê dixwaze. Bi rastî jî erdnîgariya Botanê de gerîllatî kirin vînek pir xurt ji mirovan dixwaze. Heval Egîd li hember her zordestiyên tên meşandin tucarî xwe paşde nadit. Di kesayeta xwe de hemu taybetmendiyên gerîllatî di hewîne. Tu tiştek li pêşiya wî nabe astenk. Di Kurdistanê de, gerîllatî yêkem car tê jiyan kirin. Gavên yêkem her tim di nava xwe de nenasbartiyê di hewîne û bi xwere xeteriyan jî tîne. Çarenusa gelekî, pêşeroja tevgerê û şêwazî tekoşîna wê, di gava yêkêm de veşartîne. Ji bo vê tebatek pir mezin û ustatiyek dixwaze. Heval Egîd di be dil û mejiyê heval û gelê xwe. Heval Egîd azweriya serkeftinê ye.
Li hember hevalên xwe û gelê xwe dilnizimtiyek pir zirav di de raberkirin. Ji bo vê jî, li hember her tiştê pir bi neşmî nêzik di be û li ser her ziraviyan jî disekine. Heval Egîd fermandarek wisane ku, ji par vekirinê hesdike, wekheviyê hesdike û fermandarek dadmendiye. Lê belê, li hember şaşitiyên xwe û neyarê xwe jî pir hişk û xedare. Ji bo xwe hertimî rexne û rexnedayîne girink dibîne û tucarî li hember serkeftinên bi dest dixe xwe winda nake. Her tim di nava şerê yê baştir kirinê deye. Li hember pirsgirêkan her timî çareseriyê dibîne. Ji dîrokê encaman derdixe.
Heval Egîd di bê je rêxistin, zanabuyîn û çalakî mivta serkeftinêye. Van gotinên xwe bi vê awayê vegotin dike;”ger ku cesaret bi zanistre nebe yêk, zanist jî rêxistinre nebe yêk, rêxistin jî bi çalakîre nebe yêk, çiqasî fedekarî were kirin jî, wê her tim mehkumê bin keftinê be. Di dîroka me de ev pir vekiri li ber çavane.” Mirov pir vekirî dibîne ku heval Egîd şervanê heqîqetê ye. Em jî, wek şopdarên heval Egîd di bêjin ji bo me jî, şervantiya heqîqetê rêgêzê jiyana me ye. Ji me re di bêje, ji hemu ez ezî bûyina xilas bûyîn û xwe di nava civak bûyînê de hêlandin wê mirovan ber bi serkeftinê ve bibe. Ji bo vê di bê je;”xebatên mirovan çiqasî hevbeş be ewqas serkeftin bi xwere tîne. Kesayet çiqasî erkê xwe baş pêk bîne wê ewgasî bi karibe rêxistin bûyîn bi de avakirin. Ronahiya ku wek agirê kayê bê derewe û derbasdibe.”
Her timî di nava lêgerînê de ye. Di zana bûyîna wê de ye ku, jiyana herî rast, di xeta Serokatîde jiyankirene de derbasdibe. Heval Egîd di zane ku gerîllatî û fermandarî temsîlkirina Serokatiye. Ji bo vê yêkê pir bi hesas nêz di be û li hember rewşên derdikeve jî hesas nêz di be. Bi hevalanre jiyan dike û her timî, ji bo hevalên xwe seknek baldarî dide raberkirin. Çi dizane û lêkolîn dike parvedike û derdorê xwe perwerde dike. Her tiştê despêkê bi xwe dike, tevlî dibe û dide fêmkirin. Di derdorê xwe de vîn dide avakirin. Di erkên şoreşkertî pêk anînde ne tinê di fikirde, di kesayeta xwe de û pratikê de pêk tîne, dide pêkanîn. Li hember kesên bêbext, bê rêgez seknek pir bi rêgez û ideali dide raberkirin. Tu carî jiyanek ji rêzê na pejirîne. Di jiyana maddi de jiyanek bi maneviyet, nirx, wate û pîroz di de avakirin. Heval Egîd’re jiyan kirin bi heqîqet re jiyan kirine. Ji bo vê Serokatî di bêje;”heval Egîd şîrine, heval Egîd dilawere, heval Egîd fedekare.”
Bêguman ji bo ku mirov heval Egîd bîne ser ziman, hêzek pir mezin tê xwastin. Peyvên ku kesayeta heval Egîd tîne ser ziman pir lewaz û kêm dimîne. Wek jopdarên heval Egîd emê di rastiya heval Egîd de di dilde, mejî de û rihte emê bibin şervanên her daîmî. Heval Egîd di her kêliya jiyanê de bi mere jiyan dike û emê bidin jiyan kirin.
Heval Egîd ango Mahsum Korkmaz di sala 1956’an de girê dayî bajarê Amed’e Ferqînê tê cîhanê. Lê belê, li Êlihê mezin dibe. Di zarokatiya xwe de jî li hember neheqiyê û zilmê bê tebate. Sala 1970’yan de ramyartî nasdike. Di van salan de Kurdistan dibin tevger û kesên marjînal, oportonîst û reformîst dene. Wan salan de PKK’e wek hêviyêke rojen ronahî derdikeve. Lê lihember vê jî êriş pêk tên. Heval Egîd rihê ku di PKK’ê de şin dibe dibîne. Di sala 1977’yan de ji heval Mazlum Doxan pir bandor dibe û tevlê dibe. Bi taybetmendiyên xwe yê çalakvan û rêxistinkirî bal dikşîne ser xwe. Têkiliyên wê bi gel re di asta jor de pêşdikeve. Sala 1979’an de dest xistina şaredartiya Êlihê de erkê sereke dileyize. Cihê xwe di nava komên despêkê diçin qada Filistînê de digre. Dîsa cihê xwe komên ku di sala 1980’yan de di bin fermandariya heval Kemal û heval Delîl Doxan de tên welat de digre. Dema heval Kemal Pîr tê girtin heval Egîd jî giran birîndar di be û xwe xilas dike. Ji bo ku gerîlla di welat de pêşbikeve erkê pir mezin dileyize. Plansazî û amedekartiya gava 15 Tebaxêde kedên pir mezin dide. Dibe temsiltiya Serokatî di qadên leşkerîde û vê cewherê dide pêşxistin. Heval Egîd fermandarê çalakiya Eruhê’ye. Li hember kesên îxanetçî, oportonîst, tasfiyeci di be xeta hêvî, bawerî û rihê APOCİTÎ. Fermandarê HRK û ARGK ye. Kongreya ku di sala 1986’an de pêk tê heval Egîd nikare tevlî bibê. Lê bi çalakiyên ku pêşdixe piştgirî di de kongreyê. Pir mixabin heval Egîd di sala 1986’an de li Gabarê di herêma Meydin’de di encama kemîna neyar de Şehîd dikeve.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
di çapemeniya tirk de bîlançoya 3 mehan di der barê wendahiya gerîlayan me de hat weşandin, hijmarê tê gotin yên gerîlayên me, ti têklîya xwe bî rastiyê re nîne, me her meh bîlançoya operasyonên artêşa digirker a tirk û pevçûnan a ji meha çile û heta îro ji ber îdîayan di çapemniya Tirk de hatiye weşandin
- Ayrıntılar