Nivîsa borî de me hişmendiya avakirina rizgariya demokratîk girtibû dest. Em dixwazin vê nivîsa xwe de jî di avakirina rizgariya demokratîk de li ser milê rexistinkirinê rawestin.
Çendî em li ser hişmendiya xwe bisekinin ew qasî baş e. Ji ber ku çiqas em xwe çêdikin ew qas tegiştîna me fireh dibe û em mijarên hûr û kûr baştir tedigîhin. Hişmendî di serî de xwe di mejî de girtina deste. Xwe milê raman da peşkistine. Çanda xwe ya giştî kûr kirine. Bi çavekî hîn firehtir li cîhanê û giştî dîroka mirovahiyê mêzekirine. Bi kurtasî; hişmendiya xwe çêkirin, xebateke herî sereke ê mirovên ku dixwazin tiştên çewt rastbikin e.
Dema mirov xwe di milê hişmendiya xwe de sererastkir şûnda, xebatên pir girîng yên ku werin dest girtin hene. Yek jî wan xebatên girîng di serî de xwe, piştre jî dardorên xwe rexistinkirine.
Xwe rêxistinkirin çî ye? Û xwe rêxistinkirin yê çawa bê destgirtin?
Ji bo ku em xebateke bi serkeftî derbixin pêwîste em xwedan kesayeta bi birêzkarî bibin. Birêzkarî çî ye? Birêzkarî (disiplin) tê wateya: li ku derê û kengî ezê çi û çawa bikim. Li mana ku mirov dem û wextê xwe baş dest digire. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku em ser xwe pir lê rasti jî pir hakîm bibin. Em gorê hinek lewaziyên xwe tevnegerin. Em hemû liv û libatên xwe birêzkarî ve bimeşînin. Ew bêgûman gelek tiştan ji me dixwaze. Ew bi plansazî tevgerînê dixwaze. Hesapkiriyeke pir xurt dixwaze. Dîsa kîjan kar wê berê were dest girtin de peytandin (tespit) kirinê dixwaze. Ew jî dîsa berê ku em têkevin nav liv ê libatan kûr lêhûrbûyînekî dixwaze.
Eger em bala xwe bidin gotinên jorîn emê bipeytînin(tespit bikin) ku me hîn qala rexistinkirinê nekiriye.
Rêxistinkirin di serî de hişmendiyeke pir xurt dixwaze. Dîsa birêzkariyê pir zêde dixwaze. Ger rêxistin û rêxistinkirin nebe em xwedan ramanên pir hêja jî bin, tu bergîdanka (karşılığı) xwe nabe. Ji bona vê rêxistin û rêxistinkirin pir girînge.
Rêxistinkirin xwe gîhandina mirovan e. Rêxistin yekser bi pêwendî çêkirinê ve eleqedar e. Em çiqas pêwendî çêkin tê wateya ewqas rêxistin me çekiriye. Pêvajoya nû de hemû derî ji bo ramanên tevgera azadiya demokratîk vekirîne. Em dikarin xwe bigihînin herkesî. Em him dikarin biçin her derî û him jî herkesî re pêwendî çebikin. Dem tam jî demeke weke rojnameyeke piyayî kar kirinê ye. Em kê bibînin em karibin bi wî re li ser pêvajoya nû a avakirina demokratîk biaxivin. Bidin, bistînin.
Em vekirî bêjin: Li Kurdistanê hemû derî ji bo fikir û ramanên Rêber Apo vekirîne. Li Kurdistanê em biçin ku derê ji hemû derî teqez, herzal ji me re vekirîne. Ji jer ku tekoşîna bi salan ew deriya bi xwîna hezaran şehîdan çêkiriye. Ji bo vê pêwiste em li Kurdistanê biçin hemû deran. Dema em dibêjin Kurdistan, pêwiste hemû cihê cîhanê bê fêmkirin.
Bi kurtasî dema pêvajo ya rizgariya demokratîk de em yek salîse ya xwe vala darbas nekin. Yek xulekekî li cihê xwe em nesekinin. Em şev û roj derdê xwe bigîhînin tevahî cîhanê.
Dem ne demekî asayî ye. Dem demekî pir awarte ye. Dem demekî pir lez diherike ye. Dem demekî kaotik e. Ji bona we her yek pêwendiya ku em çêbikin tenê ne pêwendiyeke. Pêvajoyen wiha de yek liv û libat teqez li yek liv û libatekî zêdetir e.
Ev nîvis we berdewam bike…
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Rêber APO di Newroza 2013’an de pêvajoyekî nû da dest pêkirin. Ev pêvajoya nû wek “RIZGARIYA DEMOKRATIK U AVAKIRINA JIYANA AZAD” bi nav kir.
Li Kurdistanê zêdeyî 30 salan, şerekî pir dijwar li hember faşîzma mêtîngerî ya tirk hat meşandin. Di vî şerî de bi hezaran ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku rojên ronahî li ser vê axê bidin jiyankirin berxwedaneke bêhempa ji aliyê ciwanên kurd, ê ku hilkêşiyan serê çiyan û bûn gerîla ve hat dayîn. Berxwedana gerîlayên ciwan mert hêlişt ku li Kurdistanê bişavtina (helandina) gelê Kurd were sekinandin. Dîsa ew siyaseta dewleta metînger a komalkujiya çandî ê ku bi sedan derewên veşartî ve dihat meşandin were deşîfre kirin û li hember vê siyaseta qirêj jî, hewceye gelê Kurd her tim şiyar be û her tim dijber derbikeve.
Kurtasî li hember siyaseta dewleta metînger bi her awayî şerekî pir dijwar hat meşandin û tevahî siyaseta qirêj ya dewletê hatin eşkere kirin. Bê guman berdêla van destkeftiyan pir giran bû. Derdorê 20 hezar gerîla canê xwe ji dest dan û şehîd ketin. Dîsa derdorê 20 hezar mirovên me yên welatparêz yên bê guneh, bê tewan hatin qetilkirin. Dîsa hezaran gundên me hatin şewitandin. Sed hezaran mirovên me rastî koçkirinê hatin. Bi mîlyonan mirovên me ji bo wan sedemên şerê qirêj neçar man ku axên xwe biterikînin û bi xizantiyeke pir dijwar re rû bi rû bimînin.
Êdî berxwedaniya bi salan ber bi qonaxeke nû ve diçe. Çawa ku salên 1990’î de merhala vejînê me pişt xwe hêlişt û em ber bi pêvajoya rizgariyê ve çûn, îro jî em qonaxa rizgariyê li pişt xwe dihêlin û ber bi qonaxa avakirinê ve diçin. Rêber APO vê qonaxa nû re,“RIZGARIYA DEMOKRATÎK Û AVAKIRINA JIYANA AZAD” dibêje.
Ev qonaxa nû ji me çi dixwaze? Em ê çawa tevbigerin? Da ku em erkên demê pêkbînin. Pêwîste em çibikin? Nêzîkbûna me ya demê wê çawa be? Emê xwe ji bona dema nû çawa çê bikin? Her wiha gelek pirsen bi vî awayî em dikarin serîde ji xwe bipirsin û hewlbidin ku bersivên wan bidin. Li gor bersivên ku em ê bidin jî, em ê bikaribin jiyaneke azad ava bikin.
Erka me ya yekemîn ewe ku; em ê xwe milê hişmendî de bigrin dest. Hişmendî tê wateya ku em xwe milê zanistî de kûr bikin. Hişmendiya me bi qirêjiyên kapîtalîzma modernîst ve hatiye dagirkirin û ez ezetî hatiye pêş xistin.Cihê ku ez ezetî hebe jiyaneke wekhev û komûnal dernakeve, jiyana hevbeş nameşe û Jiyana paravekirinê pêş nakeve. Bi taybetiyên kapîtalîzmê ve mirov nikare li hember pergalê derbikeve. Ji ber ku hişmendiya me hişmendiya qirêj a kapîtalîzmê ye, cihên ku em carek din biçin wê bendergehên ku tê zanînbin. An emê cihê xwe da rawestin an jî emê di rêyên kapîtalîzmê de biçin.
Ji bo ku em wisa nebin pêwîste em paradîgmaya Rêber APO û konaxa nû baş bixwînin, lêkolîn bikin û çi bi takekesî, çi jî bi giştî hewceye em li ser nîqaş û xwe perwerde bikin . Siyaseta demokratîk tê çi wateyê, avakirin çiye, komûn çiye û çawa tên sazkirin, meclisên gel wê çawa rê ve biçin, aboriya gel wê çawa were rêxistin kirin, akademî ji bo avakirina hişmendîyeki demokratîk tên çi wateyê?
Ji bo ku em bikaribin van pirsan rast bibersivînin pêwiste em xwe ji nû ve çêbikin, da ku em karibin hişmendiya xwe çêbikin. Berovajiya wê eger em mile hişmendiya demokratik de tegihîştineke baş nekin, em nikarin erkên “rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad” pêk bînin. Yek rêgezek bingehîn ê pekanînê heye, ew jî aha ew e.
Nivîs ê berdewam bike.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 4 hezîranê de di navbera saet 17.00 û 18.00 de balefirên şer yên artêşa gagirker a Tirk girêdayî herêma Zagrosê, li ser herêma Çarçela bi awayekê nizim firiyane.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
ji 8'ê Gulanê ve di çerçoveya meşa meya Çareseriya Demokratîk de komek gerîlayên me yên ji Saha Botanê gihaştiye Herêmên Parastinê yên Medyayê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Mîna ku raya giştî pê dizane, di çarçoveya banga Rêberê me û biryara tevgera me de, hêzên me yên gerîla ji 8'ê Gulanê û vir ve bi rêk û pêk vedikişin. Em weke HPG hewl didin vê pêvajoyê bi cidiyet û biryardariyê bibin serî.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li ser bingeha biryara me ya 8'ê Gulanê, di çarçoveya meşa pêngava "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" de, di 1'ê Hezîranê de koma me ya nû ji herêma Botanê gihaştiye Herêmên Parastinê yên Medyayê.
- Ayrıntılar
Ji Gelê me û raya giştî re!
pêngava 2004’an yek ji xalên girîng yên di dîroka Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de, 2’mîn ruhê 15’ê Tebaxê derxist holê, planên îmha û înkarê yên hem li hundir û derve vala derxistiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26'ê Gulanê saet navbera 16.00 û 18.00 de, artêşa Tirk a dagirker bi Hawan û obusan êrişî girên "Şehîd Gafur û Şehîd Karker" yê li herêma Zagrosê ya bi Ser heremên Parastinê yên Medyayê kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26'ê Gulanê saet navbera 17.30 û 18.00 de, artêşa Tirk a dagirker bi Hawan û obusan êrişî girê "Şehîd Rehîme" yê li herêma Zagrosê ya bi Ser heremên Parastinê yên Medyayê kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li ser banga Serokatiya me û biryara tevgera me hêzên me yên gerîla ji Bakûrê Kurdistanê di çarçoveya meşa afirandina jiyaneke azad û rizgariya Demokratîk ya li Qadên Parastina Medya hat destpêkirin de îro koma 6’emîn gihişt Qadên Parastina Medya.
- Ayrıntılar