Ji gelê me û rayagiştî re!
Ev bi dehan sal in ku Tevgera Azadiyê ji bona ku pêvajoya demokratîk bi pêş bikeve û aştî pêk bê her cure ked û fedekarî dike. Lê her cara ku me hewl daye ev pêvajo mayinde bibe û her cara ku me gavên yekalî avêtiye, derdorên ku ji vî şerî rantxurî dikin, pêvajoyên bi vî rengî vala derxistine.
- Ayrıntılar
Ji gele me û rayagiştî re!
Di 22’yê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Kursê Keça û Şikêrê Kera ku girêdayî Çiyayê Cudî ku bi ser Şirnexê ve girêdayî ne operasyonek hatiye li dar xistin. Digel hemû nêzîkatî û pejinkariya gerîlayên me, danê êvarî saet di 20:00’an de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa TC’ê de şer qewimiye. Di encama şer de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û di vî şerî de gerîlayekî me yî bi navê Diyar (Îlhan Tûnç) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 24’ê pûşperê de ji danê sibehî saet heta 09:00’an hetanî danê êvarî saet 19:00’an artêşa TC’ê hawan û obûsan avêtiye Çiya Reşê ku girêdayî herêma Zapê ye.
2. Di 23’yê pûşperê de danê sibehî saet di derdora 04:30’an de artêşa TC’ê li hember qadên Apê Mûsa û Şehîd Remzî êrîşeke bi firokeyên kobrayan li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 21’ê pûşperê de ji danê sibehî pê ve hetanî 23’yê pûşperê danê êvarî artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li Qadên Parastina Medya li hember qada Avaşîn ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ye li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 23’yê pûşperê de danê sibehî saet di navbera 08:30-09:00’an de artêşa TC’ê qada Çiyareşa Zapê ku li Qadên Parastina Medyayê ye daye ber hawan û obûsan.
23 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 15’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Çemçê ku girêdayî navçeya Kaxizmana Qersê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona navborî di 20’ê pûşperê de bi paş ve vekişiyaye.
22 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Rêber APO
Ger hikumet di warê siyasî de rola xwe nelîze dê biqede. Hikumeta Ecewît dixwest hindek tiştan bike, lê MHP’ê astengiyan jê re derxist, loma rola xwe nelîst. Wan axaftinên min ên wê demê vekin û lê binerin, min gotibû “eger hukumet pêngavên siyasî navêje, wê belav bibe û biçe”. Hukumeta Ecewît nekarî pêngavên siyasî bavêje, lewre belav bû û dawî lê hat. Ez niha jî heman tiştî dibêjim, eger hikumet pêngavên demokratîk navêje, Tirkiyê neke demokratîk û van pirsigirêkan çareser neke, wê di demeke kin de belav bibe û biqede.
Li holê belgeyek heye. Ji ber vê belgê bi hev ketine. Serfermandarî jî şaş bûye û nikare ji nava vê derbikeve. Ta ku çareser nekin ka ev belge ji ku derê derketiye, wê nikaribin vê pirsgirêkê jî çareser bikin. Her wisa ta ku van tiştan çareser nekin, wê nikaribin bizanin ka ev belge ji ku derê derketiye. Gelo DTP dikare viya çareser bike? Nexêr, nikare! Gelo serokwezîr û hikumet dikarin viya çareser bikin? Nexêr, nikarin! Gelo serfermandarî dikare viya çareser bike? Nexêr, nikare! Ev belge li ser serê wan digere û ez nizanim ka wê encam bigîhîje ku derê.
Pêwîst e mirov bûyera Gundê Zangirtê baş têbigihije. Misoger divê romana wî were nivîsandin. Di îdîanameyê de, ku di çapemeniyê de derket, weke du hevok derbas dibe; yek ji cerdevanê ku li wê derê di nava bûyerê de ye, li du kesên ji rêxistinê digere, ango pêwendîdar e li gel wan; her tişt hatiye eyarkirin. Piştî ku bûyer çêbibe, wê sûc bavêjin ser rêxistinê, ji rêxistinê jî du kes hatine eyarkirin û amade ne.
Belê, her tişt amade kirine, wê sûc bavêjin ser rêxistinê, ango wê bûyerê bavêjin ser rêxistinê. Ez ji serokwezîr re dibêjim, “Birêz serokwezîr, ger hûn dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, divê hûn bûyerê bi her aliyê wê ve ronî bikin”. Gelo van du kesên ji rêxistinê kî ne? Min berî niha dîsa qala bûyera ku li Gundê Peçeneka Mêrdînê hatibû jiyîn kiribû. Ne gengaz bû ku wê bûyera hovane ji aliyê feraseta PKK’ê ve hatiba kirin. Min di xewna xwe de bidîta, dîsa min bawer nedikir ku PKK’ê kiriye. Min lêkolîn kir, Hogir ku ciwanekî mûşî bû û yên din vê bûyerê kiribûn. Bêyî ferq û cewaziya kal û zarokan bikin, hemiyan kuştibûn. Ez di nava dehşetê de mam.
Roja ku serfermandar axivî, di 14’ê avrêlê de operasyona li hemberî DTP’ê çêbû, ev manîdar e. Operasyoneke wisa ye ku ji bo sabotekirina axaftina serfermandar û bêbandorkirina wî hatiye kirin. Min di destpêkê de wer dizanî ku bi agahiya wan hatiye kirin, lê paşê min fêm kir ku bûyera cuda ye. Ez nikarim bêjim ku serfermandar û serokwezîr ji operasyonê berpirsyar in. Ev karê qadroyên îtîhatgeran e ku li Tirkiyê hîn jî bibandor in. Dibe ku haya serfermandar jî jê nebe, haya serokwezîr jî ji vê operasyonê nîn e. Ez bawer nakim ku operasyoneke wisa be ku bi îmzeya serokwezîr hatibe kirin.
Gelo hûn dizanin, hûn jiyaneke çawa dixwazin? Ma hûn dizanin pêwîst e hûn ê çi bikin? Ji bo ku hûn ji vê jiyana heyî ya riziyayî rizgar bibin? Gelo hûn dizanin komkujiya çandî di dîrokê de tê çi wateyê? Ma hûn dizanin ku komkujiya çandî ji komkujiya fizîkî xetertir e? Gelo hûn dizanin mirov çawa dikare li hember komkojiya çandî têkoşînê bike? Gelo hûn dizanin dostên we kî ne û dijminên we kî ne; ma hûn wan nas dikin? Ma hûn dizanin ka destûra bingehîn û zagonên demokratîk ên pêwîst, ji bo civaka we û gelê we, çawa bin? Gelo hûn dikarin di van mijaran de xebat bikin? Gelo hûn dizanin ka destûra bingehîn a demokratîk bi kîjan rêbazan wê were amadekirin? Gelo hûn dizanin mafên we yên civakî ka bi kîjan rêbazan têne qezenckirin? Ma hûn dikarin yek zarokekî welatparêz ê dirist pêş bixin? Ma hûn dikarin yek zarokek xwe jî bi zimanê zikmakî pêş bixin? Eger hûn van hemû tiştan nizanibin û nikaribin çareseriyê biafirînin, wê demê ez ê jî bêjim ku vana nizanin û nikarin bikin û ez ê ser wan xêz bikim û wan negirim dîqatê jî.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 19’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember Qadên Parastina Medya qadên Şehîd Bêrîtan û Karker ku girêdayî Xakurkê ne êrişeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Êrîşa ku bê navber berdewam kiriye, 20’ê pûşperê hetanî danê sibehî saet 6:00’an berdewam kiriye.
- Ayrıntılar
Cigîrê Serokê Desteya Rêveber a KCK Cemîl Bayik
Tirkiyeyê hemû hêza xwe daye tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û niha jî dixwazin hêzên Başûr bixin nav plana xwe. Tevgera Azadiyê di encama têkoşîneke mezin de pirsgirêka kurd xist rojeva Tirkiyeyê. Neçar dimînin hinek tiştan qebûl dikin. A rast jî, ne ji bo ku îradeya gelê kurd û nasnameya gelê kurd qebûl dikin, ji bo ku gelê kurd û cîhanê bixapînin û karibin înkar û îmhayê çêbikin qebûl dikin. Ji bo vê dibêjin; ‘em pirsgirêka kurd qebûl dikin, em dixwazin çareseriyê çêbikin, pirsgirêk pirsgirêka şexsî ye, çandî ye û em dixwazin di vê çarçoveyê de çareser bikin. Ji bo çareseriyê jî, jixwe me gelek gav avêtin û me çareser kiriye zêde tişt nemaye û em dixwazin hinek gavên din jî bavêjin lê PKK astengiyan çêdike.’ Vê propagandayê pêş dixin. Ji bo kurdan û cîhanê bixapînin pêdiviyek wiha dibînin.
Pirsgirêka kurd pirsgirêka nasnameyê ye. Kurd ku karibin bi nasnameya xwe, xwe îfade bikin, bijîn û xwe birêxistin bikin. Bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne, bi çanda xwe bijî û bi awayekî azad û bi nasmameya xwe, xwe îfade bikê. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke wiha ye. Pirsgirêka kurd ku te di vê çarçoveyê de girte dest û di destûra bingehîn de cih dayê wê çareser bibe. Bi riya Xweseriya Demokratîk û bi pêşxistina Komareke Demokratîk çareser dibe. Wekî din çareser nabe. Bi wan gavên ku davêjin nikarin kurdan bixapînin. Hinek gavên sexte davêjin dihesibînin ku wê pirsgirêkê çareser bikin. Kurd vê baş fêm dikin. Kurd bi van naxapin û van qebûl nakin. Çawa ku kurdan têkoşîn meşand, ji bo nasname û azadiya xwe gelek bedel dan, ji vir û pêde jî wê bidin.
Dewleta Tirkiyeyê li dijî kurdan ji berê ve heta niha şerekî psîkolojîk dimeşîne, bi vî şerî nahêle ku kesek pirsgirêkê fêm bike û pirsgirêk bê çareserkirin. Siyaseta xwe ya îmha û înkarê jî bi vî awayî vedişêre û nahêle tu kes fêm bike. Li dijî kurdan komkujiyên mezin pêş dixe, sûcên mezin dike û sûcên mirovahiyê dike. Dixwaze bi vî awayî van hemûyan veşêre. Dê çawa karibin kurdan neheq derxînin, îmha bikin û ji her kesê alîkariyê bigirin. Li cîhanê tu kesî siyaseteke wiha qirêj nemeşandiye. Tiştekî aşkera heye dixwazin îradeya kurdan bişkînin û teslîm bigrin. Ji bo vê hemû qanûnên xwe û yên navneteweyî binpê dikin. Çapemeniya Tirkiyeyê jî bê sînor bi kar tînin û dikin bin xizmeta xwe û dibêjin; ‘PKK şer dike û leşkerên me dikuje’. Lê yê ku operasyonan dikin ew bi xwe ne. Eger artêşa Tirkiyeyê operosyonan neke, di cihê xwe de bimîne tu kuştin û şer çênabe. Lê li hember vê gerîla tu êrîşê nake û naçe ser qereqolan çalakiyan pêk nayînin û tevî vê yekê jî rewş berovawî tê nîşandan. Gerîla di parastina xwe de ye û di rewşeke bê çalakbûnê de ye. Serfermandarê tirk û hemû artêşa tirk, hêzên meşrû û ne meşrû hemû xistiye nav tevgerê, tang, top, helîkopter, balafir, hêzên xwe yê îstîxbaratê, hêzên xwe yên teybet, cahş, çete, hemû xistine nav tevgerê da ku çawa gerîla îmha bikin. Ji xwe serfermandar aşkera got; ‘heya kesek bimîne em ê şer dewam bikin.’ Dîsa got ‘em ê bigerin, bibînin û tine bikin’. Dîsa wiha dibêjin; ‘em bi kesekî re rûnanin, di nav saziyên dewletê de jî kesek nikare bi PKK’ê re rûnê ev xiyanet e’. Li pişt hemû operasyonan serfermandar heye. Hemû sûcên xwe davêjin ser PKK’ê. PKK çi bike sûcdar e, lê Tirkiye çi bike mafdar e. Mafê her zindiyekî yê parastina rewa heye. Ev maf ji bo kurdan jî heye.
Li Tirkiyeyê her kesî got fersendek çêbûye, lê divê ‘fersendên ku ew dibêjin? Diyar bikin. Ne ku PKK û gelê kurd fedekariyeke yekalî dike ji bo ku pirsgirêk çareser bibe, ji bo wê bedelan jî dide û ku ew jî, ji vê feydê bibînin pirsgirêkê çareser bikin; lê fersendên ku ew dibêjin ev e, ‘pêdiviya Amerîka û Ewropayê di mijara Pakistan, Afganistan, Qafqasya û Rojhilata Navîn de bi me heye. Amerîka bê me nikare li van deran encamê bigire. Wê demê em dikarin tasfiyekirina PKK’ê deynin pêş wan û li ser vê bazartiyê bikin. Em ê bêjin hûn dazwazên me pêk bînin, em ê jî daxwazên we pêk bînin. Wê demê Amerîka û Ewropa neçar in ku daxwazên me qebûl bikin û em jî bi hêsanî dikarin PKK’ê tasfiye bikin.’ Niha dewleta tirkî li ser vê bingehê xebatê dimeşîne. Tiştê ku dibêjin fersend jî ev e. Di aliyekî de bi Îran û Sûriyeyê re hevgirtinan pêk tînin ji bo darbeyê li tevgera kurd bidin û bi hev re siyaseta tinekirin û înkarê bimeşînin. Ev her sê dewlet bi hev re kar dikin ji bo dewleta navendî ya Iraqê jî bikşînin vê siyasetê.
Haşimî diçe Tirkiyeyê hevdîtinan pêk tîne û serfermandarê Iraqê diçe hevdîtinan pêk tîne û dîsa di alîyekî de petrola Iraqê bi xeta Kerkûkê ve girêdidin û ew petrol diçe Skenderûnê û li ser wê peymanan çêdikin; ev hemû ji bo planekê tên pêşxistin. Plan û hedef ew e ka wê Başûr li dijî PKK’ê çawa têxin nava tevgerê. Di siyaseta înkar û tinekirinê de bikaribin encamê bigirin. Îlker Başbûg li Amerîkayê got; ‘Pêwîst e Başûr bikeve nava tevgerê.’ Li Başûr hilbijartin heye lê PÇDK li derveyî hilbijartinan dihêlin. Haşimî li Enqereyê dibêje; ‘Pêwîst e PKK, an çekan deyne bê dadkirin, an jî welatê me biterikîne.’ Başûr li dijî vê tu helwestekê nîşan nade. Tê wê wateyê ku Başûr jî dikeve nav vê planê. Lewma eger Başûr di vê planê de cih negire, pêwîst e li dijî wan bisekine. Nirxên xwe û nirxên gelê kurd divê biparêze û li dijî van bisekine. Lê bê deng in. Ev bê dengî jî tê wateya ku di vê siyasetê de cih digire. Yanî her çiqas bi fermî cih negirin jî, lê maneya bêdengiyê ev e. Hêvî û baweriyê didin wan. Ji bo vê sekna Başûr a niha ne sekneke rast e. Hem ji bo Başûr ne rast e û hem jî ji bo hemû hereketên kurd ne rast e. Dewleta tirk di israra xwe ya siyaseta înkar û îmhayê de hinekî jî, ji vir cesaretê digire. Eger Başûr baweriyê nedê nikarin di vê siyaseta xwe ya înkarê de israr bikin. Lewma tiştên pêwîst dikir bi şer çareser bibe çareser bûye. Êdî pêwîst e pirsgirêk, li vir jî derketiye holê, bi riyên siyasî û diyalogê çareser bibe.
- Ayrıntılar
Rê nêzîk nîn in.
Ew av û lehiyên delûdîn ên biharê asteng in.
Ev çiyayên bi dûman, rê nade her kesî.
Koyê Spî, Siplîs, Çotla, Kasor, Dorşîn, Berbihîv û Andok.
Ji ber ku,
Hinek ji van çiyayan re dijmin in.
Ji ber ku,
Hinek ji van çiyayan re biyanî ne.
Ji ber ku,
Di hinekan de ew vîna ku derkevin van çiyayan nîn e.
Ji ber ku,
Yek hestê wan jî jahrî ye.
Ji ber ku,
Her ramaneke wan, ji te, ji min, ji wî/wê û ji me hemûyan re dijmin e.
Em jî, zarokên egîdane û serhildêr ên gelê van çiyayan e.
Çiyayên Kurdistanê ku sînga xwe ji berxwedaniya me ya bi rûmet re vekiriye.
Ew çiyayên Amedê ku sînga xwe ji berxwedaniya me ya bi rûmet re vekiriye.
Ne av û lehiyên delûdîn ên biharê ji me re asteng in, ne ew riyên kurt ji me re asteng in, ne jî ew çiyayên ku dibêjin bi dûman in ji me re asteng in.
Hinek ji me, em li van çiyayan hatin dinê.
Hinek ji me, dema ku li van çiyayan hatin dinê, di çardehên xwe de bûn xwedî çek û rext.
Aşkere bi yek hevokê em bûn gerîla.
Hê di çardehên xwe de li çiyayên Amedê gerîlayek hebû.
Hê di çardehên xwe de bû, dema ku li hevrazên Ko Smaîl de ku dikete pevçûna Qere Gorê.
Di berbangê de bi dijminê qehpe re bi xencerên wan ên îxanetê re şer kiribû.
Hetanî ku şeva tarî bi xêliyeke xwe nîşan dabû.
Li wir qurbanbûna 12 canên ciwan jiyan kiribû.
Dilê wî dikeliya û tu carî kela wî daneketibû.
Hetanî nefesa xwe ya dawîn girêdayî soza xwe ma, ya ku ji bona dozdeh canên ciwan dabû.
Di şexsê wan de ji gelê xwe yê belengaz re.
Dema ku bahsa wê kêliyê dikir, lêvên wî şil, qirika wî bi girêk û di çavên de çirûskên hîsên tolgirtinê...
Her dem û hetanî bêdawînbûnê, kesayetiya xwe ku her dem ji şerkeriyê û berxwedêriyê re amade ye.
Hinek dem çêdibûn ku, fena xezalek bi lez xwe ji Koyê Spî ber çemê Muradê berdida, hildikişiya zozanên Omeryanê û ji nû ve vedigeriya Koyê Spî û pê re jî xwe li hevrazên Girê Îskender dixist.
Bi meşeke gerîla komeke gerîla dibire milê dîtir ê çemê Muradê û bi meşeke gerîla ji milê dîtir dianî milê din.
Ew hosteyê gerîlatiyê bû, ji Koyê Spî hetanî Şehîd Remzî, ji Şehîd Remzî hetanî Dorşînê, ji Dorşînê hetanî Zozanên Şên, ji Zozanên Şên hetanê Zoxa Serê, ji Zoxa Serê hetanî Giresorê, ji Giresorê hetanî Çiyayê Sisêyê, ji Çiyayê Sisêyê hetanî Zarê û ji wir jî Koyê Şeleyê ber bi Qilê Boxa, Gorton, Cimsak û Koyê Gorsê kevir bi kevir, newal bi newal, gir bi gir, gelî bi gelî û dar bi dar nas dikir.
Di meşan de her dem li pêş, di çalakî û pevçûnan de her dem rêber.
Hem jî dema ku fermandar bû, li herî pêş bû.
Hem jî fermandarê herêmê bû. Pê ve girêdayî fermandarê hemû tiştî bû.
Ew 21 sal li çiyayên Amedê meşiya û şer kir.
Bi pevçûnên xwe gelek dorpêçkirinan belav kir.
Ji nişka ve çû û li dijmin da û vegeriya baregeha xwe ya li lûtkeyên ku cîranên ezmane ne. Carnan jî bibêdengî xwe berda deşt û bajaran û li dijmin da û dîsa vegiriya lûtkeyan.
Bêxew ma, birçî ma.
Bêbextiyan dît.
Şehadetan dî.
Her dem bawermend ma, girêdayî ma, vîna xwe fena şûrekî herî tûj parast.
Çi dibe bila bibe, her dem keniya û hem jî bi dengekî bilind.
Ew kenî wî li cem min ma.
Dengê wî yî mehek berê li cem min ma.
Yek jî te dizanibû gelê kurd?
Ev 13 salbûn bi yek milê xwe şer dikir. Ew fermandarekî gazî bû. Ma heye ku li dinyayê fermandarekî gazî ji bilî PKK’ê û HPG’ê?
Ma heye ku, gerdûnek bersiv bide?
Vaye wisa lawên egîdane hene, ew lawên zêr î û elmas î.
Ey gelê kurd!
Yek jî te dizanibû?
Ne mûmkûn bû ku di şerek de şehîd biketana.
Ne hawanekbûna, ne mûmkûn bû ku şehîd biketana.
Ma gelê kurd te ev fermandarê serhildêr û ew gerîlayê di çalakbûna başokek de nas kir?
Me jê re digote Rizgarê Derxust!
Ey gelê min Rizgar nas bike û ji lawên xwe re vebêje.
Vebêje ku her lawek te bibe Rizgar.
Dema ku her lawek te bibe Rizgar, wê dijmin her biçe biçûk bibe, her ku biçûk bibe jî tu yê azad bibî.
- Ayrıntılar