Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 12’ê pûşperê de ji danê sibehî pê ve artêşa TC’ê li hember qadên Oremar û Çarçela ku girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê ne operasyonek dane destpêkirin û ev operasyon hê jî didome.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Piştî biryara tevgera me ya bêpevçûniyê, artêşa TC’ê li sehaya me di operasyonan de bi zanebûn cahşan dide pêş. Artêşa TC’ê bi vî awayî hewl dide ku gerîlayên me yên ku di rewşa bêpevçûniyê de ne tune bikin û ji ber vê yekê ji bona vê jî cahşan çalaktir kirine. Em wekî Fermandariya Sehaya Botanê ya HPG’ê cahşan hişyar dikin da ku beşdarî operasyonan nebin. Digel vê yekê ku beşdarbûna cahşan a operasyonan pêk bê, wê ji encamên wê em ê berpirs nîn bin.
12 Pûşper 2009
Fermandariya Sehaya Botanê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Piştî ku me hevala Nûjîn dît û ew sohbeta wê ya bi bandor ku ez ê tu carî ji bîr nekim kir, ez bi hevalê Serdar re mijûl bûm. Bi gotina hevalê Serdar min ji çenteyê wê pembû û tendiryod derxistin. Bi vî awayî an bi dengê serdar ez ji nava nîgaşan derketim û vegeriyam jiyana rastîn. Di wê navberê de min ji hevalê Qendîl pirsî, ka gelo li cem wî av heye an nîn e.
Lê rewşa ku em ketibûnê û pirsa ku min kir, kir ku dilê bi me bişewite. A rast dilê me, me bixwe li xwe dianî. Li ser pirsa min, hevalê Qendîl; “ Weleh hebû, lê ez nizanim, bê li ku maye, ka deqeyek ez herim mêze bikim, ez ê zû vegerim”
Di vê navberê de ez bi dermankirina birînê mijûl bûm. Pê re jî min henekan jî dikir, da ku moralê Serdar bînim cî. Di dest me de jixwe tenê şûtika me hebû û min bi qasî çend bihostan jêkir û pê birînê girê da. Hê ez bi birînê re mijûl dibûm, hevalê Qendîl hate hawara me û bi bîdonek avê ku nîvco bû vegeriya.
Bi dîtina bîdonê re hevalê Serdar demildest xwe çengî avê kir. Lê nedibû ku di vê rewşê de ez avê bidimê. Min jî bêyî ku ew bîdonê avê bigire, bi destê xwe min avê kêm kêm dayê. Yanî hema mirov dikare bêje, kêmek qirika xwe şil kir. Ji ber di rewşên wisa de av xwînê ron dike û ev jî dike ku xwîn zêdetir biherike.
Di birîndariyande herî zêde av tê xwestin. Hebe tunebe av e. Tîbûn dertê asta herî jorîn. Lê berevajî vê ya herî ne baş jî av e. Lê israra avxwestina Serdar berdewam dikir. Jixwe tîbûna min ne hewceye ez bahs bikim. Ji duh û pê de dilopek av neketibû qirika min. Lêvên min jî hem terikîbûn hem jî qalik girtibûn. Hinavê min dişewitîn. Min jî ji ava bîdonê qurtek vexwar. Hesteke wisa xweş bû ku, mîna ku ez ji nû ve jidayîk bûbûm. Fena şîrê dayîkê bû...
Êdî em derengî diketin. Pêwîst dikir ku em bikevine tevgerê. Divê me xwe bi lezgînî avêtina piştî sirtê li hember me. Deqeyek jî deqeyek bû. Çi deqeyek, çirkek jî bo me jiyanî bû. Bi vî awayî me Serdar girt navbera xwe û em ketin rê. Piştî ku em gihîştin piştî gir, ez û hevalê Qendîl zivirîn çepera xwe ya ku hevala Nûjîn jê berpirs bû...
Seat dihate dozdehan. Roj tam bilind bûbû û yekser li ser serê me bû. Ji aliyekê ve tîna rojê û ji aliyê din ve jî tîna kevin û latan. Jixwe tîna pevçûnê ji hemûyan zêdetir sotîner bû. Di bin vê qileqijê de em gihîştin cem hevala Nûjîn û pê re jî bi lezgînî min çepera xwe girt. Hemû hevalan serê xwe bi şûtikên leşkerî pêçabûn. Li ser vê yekê min jî serê xwe bi şûtikê girê a. Min ji şûtika xwe parçeyek jêkir û min porê xwe xwe pê girê da. Ev serî girêdan û porpêçan jî xulikdariya hevala Nûjîn bû. Ji ber ku ez cara yekem bû ku li tiştek wisa rast dihatim. Sedema porgirêdana bi şûtikê jî ev bû ku, por an serî bi tevahî di nava tehtan de zêde dîmen dida an go ji hêla dijmin ve baş dihate dîtin. Ez jî tevdîreke ewlekariyê bû. Di şeran de bivê nevê her hêzek xwedî sûîkastvana ye û ji dûr ve hewl didin ku encaman bigirin. Çawa ku sûîkasçiyên me hebûn, yên dijmin jî vala nedisekinîn.
Di çeperê de ez hevalekî bi navê Serhed bi hev re bûn. Serhed bixwe ji başûrê biçûk bû yan jî başûr rojava jî tê gotin. Lê her çiqas wisa be jî bi awayî bilêvkirinê zêde bi xweşiya min neçû. Ew bixwe ji Efrînê bû. Zêde kevn nîn bû. Jixwe berê ez û wî di heman yekîneyê de bûn. Digel vê yekê jî min der barê wî de zêde agahî nedizanibû. Lê ev ne pirsgirêk e, ya girîng ev bû ku, mirov di çeperekê de mil bi mil ji bona hevdu canê xwe bide...
Wê bidome...
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 7’ê pûşperê de bi şev saet di navbera 22:00-23:00’an de ji hêla balafirên artêşa TC’ê ve çêregehên ku gundî sewalên xwe lê diçêrênîn û pireyek ku gundî bikartînin hatine lêdan. Di encama êrîşa hewayî de gelek sewalên gundiyên ku li çêregehêbûne telef bûne û eydî gundiyan gelek zirareke madî pêk hatiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 7’ê pûşperê de saet di 11:00’an de li Girê Elemûnê ku girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê ye, teqînek pêk hatiye û di vê teqînê de cahşek bi navê Mûrat Olmez miriye û cahşên bi navê nebî û Zekî Olmez jî birîndar bûne. Bi vê bûyerê re tu têkiliya hêzên me nîn e.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 4’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Çekçeko, Axyan, Diryan û Kanîbotkê ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne operasyoneke ku hê jî didome hatiye li dar xistin.
8 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 5’ê pûşperê de danê sibehî ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Basya û Geliyê Herkî ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne û li hember qadên Şehîd Bêrîtan û Karker ku girêdayî Xakurkê ne êrîşeke bi obûs û hawanan li dar ketiye. Ev êrîşên ku du roj in bênavber didomin, hê jî berdewam dikin.
7 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 5’ê pûşperê de bi şev saet di navbera 21:00-22:00’an de li hember qadên Merwanîş, Şîvê, Dola Zap, Gundê Fila û Goristana Zapê ku girêdayî Zapa Qadên Parastina Medyayê ne, artêşa TC’ê êrîşeke hewayî li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Bi piştgiriya biharê re, havîn hêdî hêdî xwe dide hîskirinê. Dar bişkuvîn û şitlên salê kok berdane axê. Digel hênikahiya şevên tarî, roj tîrîjên xwe tûjtir dike. Ev jî xwezayê dikelîne û pê re jî rojevên siyasî û leşkerî jî germ dibe.
Li warên azadiyê, bi gerîlayan re, bihar û havîn jî di nav hev de rê digirin. Siya daran, bayê hinek ê şevên tarî û ava kaniyên cemedî her dem bi me re ne.
Ev dîmen û ev xweşikbûn, bang li me dike ku tola sedan salan ji dijminê xweza û mirovantiyê bigirin. Di berbanga sibehan de dengê çûkan, bilbilan û kêzikên rengorengo rojbaş ji me re dikşînin, da ku liv û tevger destpê bike.
Di van mehan de, xwezaya dayîk ji bona me dibe xêliyeke hevrîşimî, da ku me ji wan çavên hesinî û sar biparêze.
Di van mehan de, xwezaya dayîk bi dar, ber, taht û latên xwe ji me re dibe çeper, da ku em derbên giran li zebaniyan bidin û govendên azadiyê li dar bixin.
Di van mehan de, xwezaya dayîk axa xwe nerm dike û ji me re dibe dergûş, da ku em bi dilekî aram nîgaşen rojên azad li ser bircên Amedê nîgar bikin.
Dîsa careke din lêgerîna pêkanîna jiyaneke azad û rûmet a qewmên çiyayî ku zarokên wan mîna her carê li warên azadiyê ji bona gelê xwe têdikoşin, ji bona di şûna tavanên biharî de xwîna ciwanan li ser vê axê nerijê, bangên aştiyê dikin.
Her cara ku navê aştî û biratî tê bihîstin, ew zebaniyên bi apolet har dibin, cînîkên wan pîj dibin. Çavsorî dibin, zindî nezindî berê xwe didin her tiştî.
Ew diminên xweza û mirovantiyê, ku ev bi sedan salane li hember qewmên çiyayî bi ser nakevin, niha jî bi hovîtî êrîş dibin ser xwezayê. Dar û ber, lat û zinar, kanî û rûbar, şalûl û bilbil, heyv û stêrk birîndar in û pê re ew zarokên ku di hembêza wê de mezin bûne, bi hêrs in û mîna pozitên agirî ne.
Nahêlên ku kanî û rûbar bi dilê xwe biherikin.
Nahêlin ku dar û ber bi hemdê xwe pelên xwe mezin bikin.
Nahêlin ku şalûl û bilbil bi dilê xwe hêlînên xwe çêbikin.
Nahêlin ku pezkovî bi dilekî rihet biçêrin û li ser zinar û latan lotikan bavêjin.
Nahêlin ku giya û pûş bi dilê xwe hişk bibin ji bona ku ji bi hezaran tibatî re bibin dergûş.
Nahêlin ku ew agirê pîroz di şevên tarî de bi stêrkan re şevînî bike.
Vaye ku ji bona ku careke din di şûna avên kaniyên cemidî de xwîna germ a ciwanan neherike, ji ew zebaniyên bi apolet re şalûl û bilbil, kanî û robar û ew agirê pîroz bang dikin, da ku bajar û gund, deşt û çiya bi gul û kulîlkan bixemilin.
Lê hemberî wê zebaniyên bi apolet, diqîrin û diqajin û dibêjin; “Em ê we tune bikin”
Li ser vê Roja Giravan ji banga şalûl û bilbil, kanî û rûbar û agir re re bû bersiv, tirîjên xwe li bajar û gundan û li deşt û çiyayan belav kir.
Xweza ji zarokên çiyayî re, ji hevalbendên dar û beran re, ji hevalbendên stêrkan re û ji rêhevalên Rojê re dibişire û dibê; “Hûn qet xem nekin. Ku ev zebanî nesekinin, li pey rojê şev hene, li pey biharan havîn hene, li pişt tîrmehan tebax hene û li pişt her bêdengiyekê bahoz hene.”
- Ayrıntılar
Di hemû têkoşînan de piştî berxwedanî, raperîn û şerên mezin bi awayekî aliyên ku rasterast şer dikin, bi awayekî li hev tên, hevdîtinan dikin û hewl didin xwînê bidine sekinandin. Her çiqas encam ev be jî, lê heta ku pêvajo xwe digihîne vê astê, bi deh hezaran kes di van şeran de şehîd dikevin an dimirin.
Lê mixabin qaşo nivîskar û rewşenbîrên demokrat dewletê û artêşên dewletan derdixînin asîmanan û pîroz dihesibînin û her cure hovîtî û mafên êrîşkariyê ji wan heq dibînin. Ku dor tê hêzên parastina gelan, mafê wan namîne û dema ku parastina xwe û ya gelê xwe dikin jî dibine “terorîst”.
Digel vê yekê di têkoşîna azadiya gelê kurd de ku bi dehan caran ji bona azadiya xwe li hemberî dagirkeran rabûne ser piyan û her çiqas dem bi dem gelê kurd hatibe bêdengkirin jî, tu carî dev ji têkoşînê bernedane û bindestiyê qebûl nekirine.
Niha jî em wekî tevgera azadiyê ku di şexsê PKK’ê de temsîla xwe dibîne, ji bona çar parçeyên Kurdistanê ji sî salî zêdetir têdikoşin. Ev têkoşîna ku me daye, ev bedelên ku me daye û ev gavên ji bona aştiyekê ku me avêtiye, bi kîjan dijminî re bûna, niha ji zû ve çareseriyek bi pêş biketana. Lê dema ku dijminê te tirk, faris û ereb be û ev jî ne bi serê xwe bin, bendeyên mêtînger û emperyalîstan bin, rewş gelek diguhere. Ji ber ku tirkbûn, farisbûn an erebbûn mixabin tu carî ne li ser navê xwe şer kirine ne jî li ser navê xwe wê bikarin lihevhatinan bikin. Ji ber ku wekî gel, wekî dewlet an tiştek din, tu carî bi vîna xwe tevnegeriyane. Wekî mînak li Tirkiyê, serokomarê wan ereb, serokwezîrê wan arnawûd û serfermandarê wan ê giştî jî yahûdî ye. Ku rewş ev be, ma çi xema wan e ku ciwan mirine, ma çi xema wan e welat wêran dibe, ma çi xema wan e axa welat tê firotin, ma çi xema wan e aboriya welat têk diçe an gelên ku bi sedan sala ne bi hev re jiyan kirine hevdu qir kirine.
Tevgera azadiya kurd di pêşengiya Rêber Apo de, ji sala 93’yan vir ve ji bona ku xwîn nerijê her cure fedekarî kir û hê jî vê dike. Lê di salên 93’yan de ev pêk nehat. Di 99’an de fersend çêbû, lê nehiştin û îro jî tê nîqaşkirin. Her çiqas pêvajoya li pêş me zelal nîn e û mirov nikare nav lê bike, li gorî daxuyanî û pratîkên sazûma TC’ê, wisa dixuye ew hêzên ku di 93’yan de nehiştin, 99’an de nehiştin, îro jî hewl didin têkoşîna azadiya kurdan tune bikin û rê li ber gavên aştiyane bigirin. Her çiqas derdorên ku dixwazin li ser bingeha biratiya gelan çareseriyek bi pêş bikeve jî hebin jî, ji ber ku hêza wan nîn e û bi wêrekî tevnegarin, pê re jî hewldanên wan bêqîmet dimîne.
Dema PKK’ê ji bona azadî û serxwebûna hemû kurdên ku di nava çar dewletan de hatiye dabeşkirinê, dest bi têkoşînê kir, li ser navê kurdîtiyê tu tişt nîn bû. Ne nav, ne nasname, ne ziman, ne ax, ne rûmet... Vanan bidine aliyek, kurd mirov nedihatine hesibandin.
Êdî her kes pir hindik fêm kiriye ku kurd bi komkujiyan, bi polîtîkayên asîmîlasyonê, bi koçberkirinan naqedin. Ev hatiye selmandin. Ev yek di sala 2008’an de artêşa TC’ê bi piştgiriya Emerîka, Îran, Îsraîlê ku vanan tevahiya dinyayê temsîl dikin, hewl dan gerîlayên azadiyê li Qadên Parastina Medya ku hemû di bin kontrola me de ye, tune bikin de careke din hate selmandin. Ew artêşa TC’ê ku dibêjin me heft duvelên dinyayê aniye pê, encam girtinê bidine aliyek, heft bela xwe ji destê gerîlayên azadiyê xelas kirin.
Piştre gelê kurd li bakurê Kurdistanê vîna xwe ya siyasî diyar kir, ku em destdirêjî û çewsandinan bidin ber çav ji sedî zêdetir bajar û bajarokî reveberiyên herêmî bi dest hate xistin. Piştî ev serkeftinên leşkerî û siyasî, pirsgirêka kurd kete rojevê.
Divê em ji vê pêvajoyê çi fêm bikin û çawa nêzîk bibin.
Destpêkê, em wekî tevger ji her cure gavên aştiyane re hetanî dawîn vekirîne û girîngiyê didin. Ji bona wê pêwîst bike em ê çek bidine sekinandin, em ê çalakiyan nekin. Jixwe li ser vê bingehê ev çend meh in jî em vê dikin. Lê hember vê harbûn û hovbûna artêşa TC’ê û bi hemû saziyên ku li ser gerîla û saziyên kurdan re jî em matmayî neman. Ji ber ku qerekterê vê sîstemê ev e. Sîstem xwe li ser vê ava kiriye û bêyî vê jî nikare xwe li piya bihêle. Ya girîng ev e ku em bi parastineke zexm, bi hêzên demokrat vê sazûmanê biguherînin. Sazûman bixwe naguhere. Pêwîst e ku tu zoriyê bidê, tu carnan bi pêlên şoqî ew bihejînî. Loma di vê pêvajoyê de, divê em hinek gavan ne înkar bikin ne jî pir bi hêvî nêzîk bibin.
Em wekî gerîla hetanî ku em çar parçeyên Kurdistanê li bingeha konfederalîzma demokratîk negihînin hev û Kurdistaneke Azad pêk neynin, hetanî ku gelê xwe azad nekin, hetanî birêvebirina gel bixwe nedin destê gel, wê têkoşîna me bidome. Çawa ku gulek piştî demekê ew diriyên xwe yên bo parastina xwe navêje, çawa ku pisîkek piştî demekê naprûkên xwe navêje, ê me jî em ê tu carê dev ji ew çekên ku em pê gelê xwe diparêzin nekin. Ne îro ne jî sed sal şûn ve.
Bila dijmin ji xwe biqîre û bêje em ê wan tune bikin. Lê em ê hem ji bona aştî û biratiya gelan çi pêwîst bike bikin hem jî em ê di asta jor de parastina xwe bikin.
Pêvajoya pêş me ku me wekî tevger hetanî 15’ê Tîrmehê biryara bêçalakîbûnê dirêj kir de, dijmin hewl bide me tune bike, em ê jî dijmin tune bikin, dijmin operasyon li dar bixe, di wexte bersiv bê dayîn, dijmin êrîşî gelê me bike, wê di wexte di çarçoveya parastina rewa de mafê misîleme bê bikaranîn. Loma bila gumana gelê me nîn be, wê tu êrîş, tu şehadet bêbersiv nemîne.
- Ayrıntılar