Di 18’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve bi şev saet di navbera 22:00-23:00’yan de li hember gundê Kerhê ku girêdayî Nerwehê ye, Çiyayê Reş û girê Rûbar bi topên obûsan êrîşek hatiye lidarxistin.
19 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Di merasîma ku li Dewreya Şehîd Orhan Yilmazkaya li dar ket de, di axaftinan hate dest nîşandin ku, wê ev kevneşopiya berxwedaniyê ya ku bi Mahîran destpêkiriye û bi Hakiyan, Ferhadan, Necmiyan berdewam kiriye û bi Orhan Yilmazkayayan bilintir bûye. Wê ji niha û şûn ve wekî pêwîstiya bîranîna şehîdan, têkoşîn li her derî hatiye bilind kirin. Di bîranînê şehîdê enternasyonalîst Orhan Yilmazkaya jî ku navê xwe daye dewreya akademiyê hate bibîranîn û li gotinên şehîd Orhan hat gotin ku, ji bona yekîtiya têkoşîna gelên kurd û tirk wê ji niha û şûn ve têkoşîn berdewam bike û em ê girêdayî vê sozê bin.
Di merasîmê de Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê rêheval Sofî Nûredîn axaftinek kir û da zanîn ku meha gulanê meha şehîdan e û di vê wateyê de di şexsê Hakî Karer de PKK bûye partî, di bingeha azadiya gelê kurd û tirk de bûye partiyek ku bi hezaran şehîdên wê hene. Şehîd ewlekariya hebûna gelê kurd û tirk, temînata pêşerojê û azadiyê ne.
Di berdewamiya axaftina xwe de rêheval Sofî Nûredîn da diyar kirin ku, em wekî HPG mîrateya berxwedaniya xwe dispêrin Egîdan, Zîlanan, Adilan, Sîdaran û Nûdayan. Ji niha û şûn ve em ê di bingeha azadiya Rêber Apo de, ji bona azadiya gelê kurd û biratiya gelan, wekî hêzeke azadî, demokrasî û hêza parastina gel, çi peywir bikeve ser milên me bînin cî.
19 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
Di 11’ê gulana 2009’an de artêşa Îranê li bejahiya Bazirganê operasyonek daye destpêkirin û di vê operasyonê de di navbera hêzên gerîlayên me û artêşa Îranê de şer qewimiye.
Di şerê ku 8 saet berdewam kiriye de, artêşa Îranê çekên teknîk ên giran bi kar anîne û di vî şerî de bi zelalî yên ku hatiye tespîtkirin 30 pasdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Dîsa di nava yên hatine kuştin de 3 serekcahş jî hene û di vî şerî de sê hevalê me jî gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
18 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Hûn qet asîmanan dizanin? We qet berî ku razên peroşa temaşekirina bi milyonan stêrkan ku berî berbanga sibehî de di heman ciyî de dîtinê tahm kiriye? Dema ku hûn li lûtkeya çiya ne, we qet di hêşê xwe de ew tirêjên rojê ku xwe rengorengo dixemlînin di bin ewran de nîgar kiriye? Nexwe hûn dîtina vanan deyndarê ew kevalên nîgarkêşên navdar in?
We qet dersa kedê ji ew moriyên ku li pey hev rêz bûne, di vir de wê de dibezin her derî û di nava ahengekê de dixebitin girtiye? An jî hûn mîna pezkoviyan bi lez û veşartî ji nişka ve û ciyek ku qet ne li bendê ne derketin û windabûnê dikarin hîn bibin? Ma hûnê qet fêm bikin ku ew siworiyên ne roj ne şev bêyî ku ji lîstikan têr bibin û hemû dinyayê didin aliyek û nîşanî me didin ka zarokatî çawa tê jiyandin? Ma we qet xwe gihandiye ew raza dengê çûkan û wateya çavên hespekê? Nexwe hûn bihîstina vanan deyndarên fablên La Fontanine ne?
We qet serkeftina hînbûnê ya têkoşîna jiyanê ya berûyek dîtiye dema ku dikeve ser axê, wekî şitlek şîn tê û piştre kok berdide? We qet ji dengê xwezayê bihîstiye ku her zindiyek bi milyon salan xwedî rabirdûyek e? Baş e, we qet girêdan û têkiliyek di navbera peleke berûyê û ya mirovan bi nexşandinan bi herikîna jiyana xwe re daniye? Nexwe hûn vanan deyndarê waneyên biyolojoyê yên dibistanan in?
Hûn qet, hîn bûn ku dema ku ew bixwe birçî ye nanê xwe bide hevalek xwe û pê re civakeke nû pêk bînin? An jî haya we ji bişirîna hevalek digel ku birîndar e bi we re hêviyek diafrîne heye? Baş e, we qet dersek ji hişmendiya mirovantiyê ji şervanek ku dema çeperek bi kêrekê dikole û pê re jî hemû mirovantiyê proje dike girtiye? Digel van hemûyan we qet wijdanek nesîp kir ji gerîlayek ku xwe deyndarê gelê xwe hîs dike? Nexwe hûn temaşekirina vanan deyndarê ew fîlmên Holywodê ku me di çîrokên lehengiyên ku di dema zarokatiyê de temaşe kiribû de ne?
Wê vanan yên ku gelek dizanin bixwînin? Zêde bawer nîn im...
Wê wanan yên ku gelek dizanin bikaribin bersiv bidine? Qet ne bawer im...
Jixwe çiya yên me ne. Ez ê bibêjim bila bajêr ên we bin, lê qisûrê nenihêrin yên gelek zane; bila ji her kesî re mizgîn be, em ê ji bona ku bajaran ji nû ve sererast bikin ji destê we qirêj in bigirin.
Bişar Andok
- Ayrıntılar
Ji destpêka sala 2009’an pê ve di encama biryara Fermandariya 22’emîn Piyadeya Mekanîze ya Mêrdînê ya artêşa dagirker a tirk, ji hêla cahşên gundên Badabe, Xirabe Ala, Xirbê Mişka, Sêderî, Merîne ve li qadên Germîka û çiyayê Bagokê li daristanan dar têne birîn. Berî vê di 15’ê çileya 2009’an de birîna daran ji daristanan ji hêla hêzên me ve hatibû qedexekirin û cahşên ku vê yekê dikirin hatibûn hişyarîkirin. Encax ji 10’ê gulana 2009’an pê ve ji hêla leşker û cahşan ve birîna daristanan hatiye destpêkirin.
Artêşa tirk qaşo di hêlekê de kampanyayên darçinandinê dike û ji hêleke din ve erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn û bi sîstematîk dişewitine û darên daristanan dibire.
Em wekî Fermandariya Eyaleta Mêrdînê ew cahşên ku beşdarî birîna daristanan dibin hişyar dikin û bang li rayagiştî dikin ku li hember vê bêdeng nemînin û pejinkar bin.
Fermandariya Eyaleta Mêrdînê ya HPG’ê
17 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
1- Di 15’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Çiravê ku girêdayî Çiyayê Gabarê ye operasyonek hatiye destpêkirin.
Digel ku hêzên gerîlayên me yên HPG’ê di rewşa bêçalakbûnê de ne operasyon hatiye li dar xistin û bi armanca tunekirinê êrîş birine ser gerîlayên me. Di encama êrîşên dijmin de hêzên gerîlayên me ji neçarî bi leşkerên dijmin re ketine şer.
Der barê şerê ku hê jî didome de agahiyên berfireh em ê piştre ji gelê xwe û rayagiştî re daxuyînin û em bang li rayagiştî dikin ku li hember van operasyon û pevçûnan pejinkar bin.
2- Di 17’ê gulana 2009’an de ji danê sibehî pê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember gundên Mûsolokê û Cenetê û qada Şehîd Bêrîtan ku girêdayî herêma Xakurkê ku bi ser bajarê Diyanayê ve ye, êrîşeke bi topên obûsan hatiye destpêkirin. Êrîşa navborî hê jî didome.
3- Di 11’ê gulana 2009’an de di encameke qezayekê de hevalên me yên bi navê Berxwedan Amed û Hogir Merwanî gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên ku di qezayê de şehîd ketine;
17 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Rêber APO
Serokomar û serokwezîr jî hinek tiştan dibînin, peyaman didin. Lê wisa hêsan nîn e. Tabî çandeke 60 sal e heye. Ez ê qasek şûnve vebêjim. Ez ê zagona bingehîn a 1921’an bi dest bigirim. Ez ê li vir rapora çareseriya demokratîk û aştiyê amade bikim û raberî dewletê bikim. A rast ez ê nexşeya rê ya çareseriya demokratîk û aştiyê amade bikim. Di vê pêvajoyê de parêzerên min dikarin ji min re pêşniyaran bînin.
Bûyerên li Şirnex û Şîrvana Sêrtê HPG’ê negirtiye ser xwe. Negirtibin ser xwe, wan nekiriye. Ez dixwazim hinek li ser vê bûyera Şemrexê hinek bisekinim. Tê zanîn, yên ku vê bûyerê kirine, hewl dane bavêjin ser PKK’ê. Keyayê(muhtar) gund demek kurt berî ku bimire gotiye; “Serê kesekî neşewitînin, vê bûyerê PKK nekiriye” Di rastiyê de wê biavêtina ser PKK’ê, lê bi ser neketin. Yên ku vê bûyerê kirine, derdorek di nav dewletê de ne. Heta wezaretiya karê hundirîn daxuyanî da û gotin ku PKK’ê nekiriye. Çapemenî fêm nake, tê gotin ku kuştinên tore, kuştinên namûsê, kuştinên bo pere. Çepemenî jî fêm nake, pişperdeya vê planê nabîne. Ev bi kuştinên namûs, tore û pere nayê ravekirin. Ev ne tesadûfek e, tiştek gelek bi zanebûn hatiye kirin. Ev çanda şîdet û kuştinê, zihniyet û çanda Ergenekonê ye. Daxuyaniyeke serokwezîr der barê vê zihniyetê û ev çanda şîdetê ku li civakê belav bûye de çêbûbû. Ez zêdetir girîngiyê didim vê daxuyaniyê. Ev kuştineke gelek bi plan e. Di kurdan de çandeke wisa ya tore û çandeke wisa ya kuştinê nîn e. Kurd bi vî awayî nizanin mêr bikujin û kuştinan bikin. Ev komkujiyeke mezin e. Heta ku ferman nîn be, cahş nikarin mirîşkek jî bikujin. Di PKK’ê de çandeke wisa ya şîdet û kuştinê nîn e. Ev, tarzeke Ergenekonê ye. Teqez bi fermanê pêk hatiye.
Ku leşker operasyon bike, xwezayiye ku biçin pêl li mayînê bikin. Bi awayekî çalak pevçûn nîn in. Di rastiyê de mirina 9 leşkerên li Licê, ku operasyon nebûya wê ev bûyer nebûya. Li gorî biryara şernekirinê tevdigerin. Lê diçine ser wan, wan neçarî misîlemeyan dikin. Ez li vir bi awayekî teqez dibêjim. Operasyona KCK’ê, bi erêkirina derdorek di nava dewletê de hatiye kirin. Li hember Ergenekonê operasyona KCK’ê. Li hember dozgerên li Stenbolê, dozgerên li Amedê; dozgerên Stenbolê dij-Ergenekon in, dozgerên Amedê jî, li hember operasyonên Ergenekonê operasyona KCK’ê kirine.
Dîsa darvekirinê anîn rojevê. Li vir ez bûyereke balkêş vêbêjim, ev ne tesadûf e. Berî ku Şêx Saîd bikeve Amedê, Amedê talan dikin. Piştî vê bûyera talanê, desteka gel a ji bona Şêx Saîd birîn. Bûyerên mîna yên Şemrexê bi armanca ku gel desteka xwe ji PKK’ê bikşînin têne kirin. Gelek balkêş e girtina Şêx Saîd jî 15’ê Sibatê ye, ya min jî 15’ê Sibatê ye. Ji wî re jî di 29’ê Hezîranê de biryara darvekirinê dan, ji min re jî di 29’ê Hezîranê de biryara darvekirinê dan. Ev encama heman zihniyetê ye, berdewama wê ye.
Ez ê hetanî yek du mehan nexşeya rê ya çareseriya demokratîk û aştiyê bidime daxuyandin. Ji bona vê jî ricayek min ji parezerên min heye. Ji min re ji derve ji derdorên cur bi cur hetanî dawiya meha tîrmehê der barê vê mijarê de bi nivîskî an jî bi devkî nêrîn û pêşniyaran rabigihînin. Dikarin nêrîn û pêşniyarên xwe jî raber bikin. Parêzerên li Ewropa û Iraqê jî dixebitin, dikarin nêrîn û pêşniyarên xwe raber bikn. Heta rojnamevanek here Qendîlê û hevpeyvîn bike, tu zirareke xwe nîn e, parêzer jî dikare here li wir hevdîtin bike. Dikarin nêrîn û pêşniyarên wan jî bigirin. Li vir dikarin nêrîn û pêşniyarên KCK’yên Îran, Iraq û Sûriyê jî hîn bibin. Ji KCK’yên li Ewropa, girtîgehan, ji yên Tirkiyê nêrîn û pêşniyaran bigirin. Kongreya Civaka Demokratîk, pêk bê, bila nêrîn û pêşniyarên wan jî bê girtin. Dîsa Amed girîng e, bi Amedê re nêrîn û pêşniyarên ciyên din jî bigirin, bi nivîskî yan jî bi devkî bigihînin min. Dikarin bi Talabanî û Barzanî re hevdîtin bikin û nêrîn û pêşniyarên wan jî bigirin. Divê nêrînên çepên Tirkiyê heta yên çepgirên radîkal jî bigirin, bila nebêjin Apo bi tena serê xwe tevdigere û bi dewletê re hevdîtin dike.
Jin jî dipirsin; di Akademiyên Jinan de dikarin çi bikin? Destpêkê pêwîst e ku hûn jinê wekî fenomeneke hişmendiyê bi dest bigirin. Ku em bikaribin vê bikin, em ê bikaribin bingeha hemû olan, felsefeyan, çandan fêm bikin. Divê jinê wekî hest, xwestek, evîn û objeya azweriyê bi dest negirin. Divê jinê wekî heybereke bi hişmend, wekî çîn û wekî netew bi dest bigirin. Ku em wisa bikin, em ê baştir hevdû fêm bikin, lê belê divê despêkê jin xwe bi xwe fêm bike.
*Beşek ji hevdîtina 13’ê gulana 2009’an a Rêber Apo
- Ayrıntılar
Di 14'ê gulana 2009'an de ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk ve bi roj saet di navbera 10:00-10:30'an de li hember qada Rîskê ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ye êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
15 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Di 12’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk saet di navbera 16:00-18:00’an de obûsan avêtiye gundên Bermîze, Şapana, Bênavokê û qadên Partîzan û Geliyê Reş qada Xakurkê ku bi ser Diyanayê ne.
13 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Serokatiya me vê pêvajoyê şibande salên 93’yan û da zanîn ku firsenda ku ew dem ji dest çûn em di bihara 2009’an de nû bikin û bikin wesîleya rawestandina şer û çareseriya pirsgirêka kurd.
Tabî dema ku pirsgirêka kurd tê gotin, bila tenê li Tirkiyê neyê fêmkirin. Lê xeleka herî dijwar û qewîm li Tirkiyê ye. Çareseriyeke li bakurê Kurdistanê wê bandor li parçeyên din ê Kurdistanê bike. Dewletên mîna Îran û Sûriye, ji dewleta Tirkiyê hêz digirin û di heman astê de polîtîkayên tunekirin û înkarê bi rê ve dibin. Tabî di van polîtîkayan de divê erka hêzên emperyalîst ên mîna Emerîka, Îngîltere û Îsraîlê jî em ji bîr nakim.
Niha jî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê nîqaşên çareseriyê ev demeke têne kirin. Çapemeniya tirk û ew nivîskarên wan ên ku dirû, gotar li ser gotaran dinivîsin. Serokatiya me ji bona ku ev pêvajo dest pê bike çi ji dest hate kir û pê re jî Koma Civakên Kurdistanê hetanî 1’ê Hezîranê biryara neçalakbûnê da. Me jî wekî HPG di asta jor de ji bilî çend çalakiyên xweparastinê, ev biryar pêk anîn û em vê hê jî didomînin.
Tabî ji hêla rayedarên Tirkiyê ve gelek caran daxuyaniyên ku hêviyan seridandiye hatine kirin û di her carê de jî, ya bi ser neketine, ya hêza wan têrî nekiriye û yan jî armanca wan xapandina gelê kurd bûye. Di sala 93’yan de Ozal ceriband, bes hate kuştin, Ecewîd hewl da hinek tiştan bike, bes ew jî bi awayekî guman mir. Erbakan jî di hinek hêlan de xwest hinek gavan bavêje, lê nehiştin.
Belê, niha jî hikûmeta AKP’ê û serokomar Abdullah Gul ku ji heman ciyî hatiye, hinek tespîtên ku mirov ji wan re bêje ROJBAŞ! dikin. Serokomar tespîteke ku zarokekî heft salî jî dikare bike kir û da zanîn ku, pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin ya kurd e û wê hinek tiştên baş bêne kirin. Niha wisa dixuye ku ev bi riya çapemeniyê dikin. Yan jî bi awayekî veşartî hinek tiştan dikin, lê çi ye ne diyar e.
Lê nakokî ev e ku, hem ev daxuyanî têne kirin hem jî siyasetmedarên kurd têne girtin, zarokên kurd têne kuştin, balafirên şer êrîşên hewayî didomînin, hejmara cahşan zêde dikin û operasyonên bi armanca tunekirinê li dar dixin. Dîsa bahsa çareseriyê dikin, lê di hêlekê de hemû dagirkerên Kurdistanê piştî derketina Emerîka ya ji Iraqê hesabên bi hev re qirkirina kurdan dikin. Yanî di hesabên wan de qirkirina kurdan heye. Bi vê armancê herêmên tampon çêdikin û herêman ji kurdan xalî bikin, pê re girêdayî top avêtinên wan didomin.
Wê demê mirov dikare vê bêje ku dewlet ne homojen e. Yanî wê pêvajo ber bi ku ve biçe, zêde ne diyar e an jî mirov nikare navek lê bike. Wê pêvajo bibe ya diyalog an çareseriyê an jî wê bibe ya şerekî dijwar, pir belî nîn e.
Hikûmet bahsa perwerdehiya kurdî dike, dibêjin em ê navên gundên kurdan ji nû ve li wan bikin, li hinek zanîngehan beşên kurdolojiyê vebikin û li gorî wan “efû”yek derbixînin. Hema em vê li vir bêjin, wisa kurdî li dibistanan bibe dersa hilbijêriyê, niha de ev xapandine. Ku kurdolojiyên di pêşengiya dijminê qewmê xwe Kendal Nezan ve bê kirin, ev xapandineke. Ji TRT-6’ê cudatir tişten nîn be. Efû be, rewşeke me ya efû xwestinê nîn e û em vê heqaret dihesibînin. Divê destpêkê em wan efû bikin. Yên ku bêne efûkirin ew in. Ji bona navên kurdî jî, ku di fermîyetê de, Diyarbakir nebe AMED, Tuncelî nebe DERSÎM û ev bi navê gundan tenê bimîne, ev xapandinek e.
Ya zelal ev e ku sedema van nîqaşan, serkeftinên Tevgera Azadiyê ye û bi hêzbûna wê ye. Nexwe ew sazûman ku hebûna gelê kurd qebûl nedikir û dema ku navê kurda dibihîst cînikên wan pîj dibûn, wisa bi hêsanî gavan nediavête.
Niha em bi tevahî rewşa heyî nebînin û guhertinên çêbûne tune bihesibînin wê rast nîn be. Lê zêde hêvîdarî jî wê ne rast be. Ji ber ku hê sîstem di nava demokratîkbûn û faşîzmê de diçe û tê.
Bila gelê me baş bizanibe, wê gerîla her biçe xwe xurt bike û wê her dem xwe li gorî rewşa herî xerab tanzîm bike. Beşdarbûna ciwanên kurd her diçe zêde dibe. Pêwîst e ku em hejmara gerîla herî kêm derxînin du qatî. Dîsa meseleyên çekberdanê û filan jî çîrok in. Di dinyayê de tu gelek bê parastin nîn e, em ê jî gelê xwe tu carî bê parastin nehêlin. Çareseriyek bibe jî, wê gerîla li bajar û çiyayan dîsa vê erka xwe ya parastinê bidomîne.
Bi hêviya ku dijmin vê carê bê riya rast, nexwe ne pirsgirêk e, ev sî sal in em têdikoşin, em ê sî salekî din jî ji bona jiyaneke azad, ji bona Kurdistaneke Xweser û Demokratîk li ber xwe bidin.
Aram Masîs
- Ayrıntılar