Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 2’yê pûşpera 2009’an de bi şev saet ji 22:00’an hetanî danê sibehî hetanî 08:00’an artêşa TC’ê hawan û obûsan avêtiye gundê Mûsolokê û Girê Karker ku bi ser qada Xakurkê ya Qadên Parastina Medyayê ye.
3 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 2’yê pûşpera 2009’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Sêgoşeya Axyan, Hûzê û Deryanê ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne operasyonek li dar ketiye û operasyona navborî hê jî didome.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Rojev tijî ye. Pevçûn têne jiyandin. Ma ev demokrat çi dikin, min berê ji vanan re gelek caran got. Divê ji bona aştî û çareseriyê gelek ked bê dayîn. Ji van derdorên çepgir re, ji wan dikarin bêjin ku pêwîst e ku bi awayekî rast û dirist bixebitin. Ma vanan gelek paşverû ne, çima fêm nakin? Min gotibû, bila vanan bên cem hev û eniyeke demokrasiyê ava bikin. Li Îspanyayê di dema Franco de derdorên demokrat ên ku ji xwe re “Makezagonvanên Demokratîk-Demokratîk Anayasalcılar-” digotin, hatine cem hev û têkoşîn dane. Ez ê ji nû ve vegerim, di wextekî pêş de. Min Îspanyayê lêkolîn kir. Ev li Îtalyayê qels ma. Lê li Îspanyayê eniya demokratîk xwe bi hêz kir û Îspanya bû yek ji welatên demokratîk ê Ewropayê. Ez jî dibêjim “Makezagonvanên Demokratîk” Ez wisa difirikim ku dikarin li Tirkiyeyê jî tiştek wisa bikin.
Bi gûrahî operasyon hene. Min berê gotibû ku Komîtacîbûna Îttîhatî Terrakî. Kurê Mendere tiştên der barê bavê xwe de tîne ziman. Îra jî 27’ê gulanê ye, li hev hat. Ez tiştên der barê bavê xwe de dizane, yên ji mirina wî berpirs in dizane. Vanan li Tirkiyê klîkeke ku li hember çareseriyê asteng dibin. Ev klîk xwedî rabirduyeke sed salî ye. Ev ji sala 1905’an pê ve didome. Ev klîk di rastiyê de Tirkên Spî ne. Di nav wan de jî tirkên rastîn nîn in. Tu têkiliya vanan bi tirkîtiyê re nîn e.; vanan ne tirk in, Tirkên Spî ne. Li vir du tespîtên min ên girîng hene: Vanan Siltan Abdulhemîd dorpêç kirin û ew têk birin. Piştre jî Mustafa Kemal dorpêç kirin. Vanan dikarin lêkolîn bikin û nîqaş biin. Wê bê dîtin ku ev wisa ye.
Di dema Şerê Rizgariyê de sê derdor hebûn. Derdorek çepgir-komûnîst bûn, derdorek îslamcîbûn, derdora din jî kurd bûn. Komûnîst destek dan Şerê Rizgariyê. Mustafa Sûphî, bi hevalên xwe ji bona piştgirî bide Tirkiyê hatin. Saîdî Nûrsî, Mehmed Akîf û yên din destek dan Şerê Rizgariyê. Kurd jî di Şerê Rizgariyê de bi awayekî çalak erka xwe lîstin. Mustafa Kemal çû Farqîna Amedê û demekê li wir ma. Serhildana Koçgirî zêde nebû pirsgirêk, li hev hatin. Piştre provakasyona Şêx Seîd çêbû. Van derdoran hemû bi hev re şerê rizgariyê bi rê ve birin. Mustafa Kemal jî di Şerê Rizgariyê de rêber e. Mustafa Kemal di navbera van her sê derdoran de lihevhatinek û hevsengiyek pêk anî. Di Şerê Rizgariyê de ev hemû derdor di nava lihevhatinekê de ne. Metna vê lihevahatinê jî, zagona bingehîn a sala 1921’ê ye. Ku ji min nûshayeke wê bê şandin wê baş bibe. Mustafa Kemal ne li dijî kurdan bû. Di wê fikrê de bû ku otonomî(muhtariyet) bide kurdan. Îngilîz, ji bona Mustafa Kemal û Tirkiyê bîne ser xeta xwe û ji bona di bin kontrola xwe de bigire, piştre tesfiyekirina van her sê derdoran pêk anî. Bi Saîd-î Nûrsî, Mehmet Akîf û bi yên din, bi hinek provakasyonan îslamciyan tesfiye kirin.
Bûyera Menemenê, piştre jî ji bûyerên di qonaxa duyemîn de ye. Mustafa Sûphiyan di bahrê de fetisandin. Îslamciyan tesfiye kirin. Di bûyera Şêx Seîd de jî Fethî Okyar serokwezîr e. Ji bona ku dibêje, “Ez nikarim herim ser kurdan de”, bi tavilê ew ji serokwezîrtiyê dixînin, di şûna wî de jî Înonî tînin. Bi vî awayî derdora Mustafa Kemal dorpêç dikin. Di sûîkasta Îzmîrê de Mustafa Kemal generalan berpirs digire. Mareşal Fevzî Çakmak hebû. Roja ku jê re darvekirin bê dayîn, hemû paşa bi kincên xwe yên sivîl li xwe diin û diçin dadgehê. Ev, ji Mustafa Kemal peyameke mezin bû û digotin; “Ku tu me darve bikî, em ê jî te tune bikin” Tabî di vê navberê de du alî çend darvekirin pêk hatin; Cavîd, Behîce Arîç hevalên wî yên zaroktiyê yên nêz bûn. Derdora Mustafa Kemal baş dorpeç kirin û ew di Çenqeyayê de heps kirin. Piştî Mustafa Kemal hêza wan dibîne, bi wan re li hev dike. Du ceribandinên girîng ên Mustafa Kemal hene. Di herduyan de jî bi ser nakeve. Xwest otonomiye bide kurdan, yek jî ceribandineke wî ya partiyek heye. Hûn dizanin Firkaya Komara Serbest Fethî Okyar ava kiribû, di nav de xwîşka Mustafa Kemal jî hebû. Bi bûyera Menemenê re, ceribandina wî jî bi ser neket.
Vanan bi bandora îngilîzan tevdigeriyan. Di nav de baskên almancî jî hene. Vanan laîktiyê jî şaş şîrove kirin. Kemalîzmê xistin zagona bingehîn. Mustafa li dij vanan û Kemalîzmê bû. Mîna di dema Marks de ku li dijî marksîstan bû. Vanan ji derveyî xwe, her kesî, gelek çandan, ziaman, kêmnetewan û dîrokê tune kirin. Ji bilî xwe her tiştî dijmin dîtin. Ew dem Recep Peker, qanûnên Îtalyaya Mûssolînî wergerand û anî. Mustafa Kemal vanan nedixwest, lê hêza wî têrî nekir, li hember vanan bi ser neket. Înonî çi girt bir û Înonî serokwezîr bû. Yek ji vanan kire wezîrê karê derve. Sedema ku Fevzî Çakmak ku ewqas li ser kar dimîne jî ev e. bi vî awayî kontrolê bi dest xistin.
Li vir a ku divê bê fêmkirin ev e; di navbera salên 1925-45’an bi misogerî serdestiya Îngîltereyê derbasdar e. Di ser Tirkiyeyê de jî piştî sala 1945’an, serdestiya hevbeş a emerîka û îngîltîre saz bûye. Ev hetanî 5’ê mijdara 2007’an e. Di sala 1940’î de baskek hinek paşayan alîgirên almananbûn. Piştî ku di sala 1944’an de hate fêmkirin ku Almanya şer winda dike, 16 serbaz(subay) ji bona perwerdehiyê şandin Emerîkayê. Serdestiya Emerîka bi pêş ket. Di 1952’yan de Tûrkeş ji bona perwerdehiya Şerê Taybet hate şandin. Ev hêzên taybet ku şandin Emerîkayê, mesrefa hemûyan jî ji hêla Emerîkayê ve hate dayîn. Ev hêz, bûyerên 6-7 Rezberê provake kirin. Menderes jî dixwest xwepêşandan(gösteri) li dar bikeve, lê ji kontrolê derket û hate provekirin. Menderes jî piştre hûn dizanin hate darvekirinê, lê nizanibû çima hatiye darvekirinê. Çend pirtûkên Talat Tarhan hene, der barê van hêzan de ye. Girîng in hûn jî dikarin bixwînin. Dide zanîn ku rabirdûya wan kûr e. Emerîka, li gelek welatan ev daîreyên şerê taybet ku ji bona xeteriya komûnîzma Rûsya saz kiribû, di salên 1980’yan de tesfiye kir. Ya Îtalyayê jî beşeka wê tesfiye kir. Di nav van hêzên li Îtalyayê de yên mîna Cossîga, Andronîco hebûn. Îtalya, kêmek ji vanan hate paqijkirin. He jî Berlusconî hene. Li Îspanyayê jî hatin paqijkirin.
Li Tirkiyê jî vanan, ev hêzên taybet-Eergenekon, hê jî bi hêz in. Tê gotin ku ji sedî heftê di nava artêşê û bûrokrasiyê de bi hêz in. Rast e, Hîlmî Ozkok pêşî li çar darbeyan girt. Hîlmî Ozkok di dema xwe de li hember jehrîkirinê xwarina xwe ji mala xwe dianî. Li balafir û keştiya binavê bi tena serê xwe siwar dibû, da ku wêrekiya xwe nîşan bide. Di rojenivîskên Mustafa Balbay de ji bona Hîlmî Ozkok digote; “Em nod û neh in, ew yek e, ma dikare li hember me çi bike, nikare li ber xwe bide” Li vir her kes li dijî Hîlmî Ozkok e, Hîlmî Ozkok jî bi tena serê xwe ye. Heman tiştî bi Mustafa Kemal jî kirin, ew jî bi tena serê xwe bû. Ev helwesta Hîlmî Ozkok, dihat wateya xerakirina ev kevneşopiya derbeyên ku ev 60 sal in pek tên. Hîlmî Ozkok li vir digote; “Divê siyaset erka xwe bilîze” Digote ku ez ê artêşê têkildarê siyasetê nekim. Yanî li vir Hîlmî Ozkok dibêje ku, divê hiquq û siyaset erka xwe bîne cî û cudabûna artêş-siyasetê dike. Mustafa Kemal jî siyaset û artêşê ji hev veqetandibû.
Lê siyaset erka xwe neanî cî, nikare bilîze. AKP pênc salên destpêkê ji vê helwesta Hîlmî Ozkok sûdwergirt û îstîsmar kir. Encax dema ku Ergenekon dest avête wan, beziyan Emerîkayê beziyan vir de wê de. Alîkarî xwestin, piştre jî berê xwe dan Ergenekonê. Gotinên Karadayi hene, “Min ji Mesûd Yilmaz re desthilatiyê di sêniya zêrîn de radest kir, lê nikaribû binirxîne” Bi heman şêweyî Kivrikoglu heman tiştî ji Ecewîd re kiriye. Karadayi û Kivrikoglu jî hinek tiştan dizanibûn. Ew jî kêmek be jî alîgirbûn ku gav bên avêtinê. Ew hema berî Hîlmî Ozkok bûn, ku helwesta wî nînbûya, rê venekiribana, Hîlmî Ozkok jî bi vî awayî nikaribû tevbigeriyana.
Gundê Zenqirtê, ji bona yên ku fêm bikin, bi dersên girîng tijî ne. Komkujiya gundê Zenqirtê karê yên ku çareseriya pirsgirêka asteng bikin bû, karê Ergenekonê ye. Vanan ew bixwe bi vî awayî nîşan didin.
Li Îspanyayê yên dijî dijberên demokrasiyê têkoşiyane, hûn dizanin xwe bi çi navî binav kirine? Xwe wekî “Makezagonvanên Demokratîk” binav dikirin. Li Tirkiyê jî fena vanan dikarin hewldanên “Makezagonvanên Demokratîk” bê destpêkirinê. Li Îspanyayê bi xêra vê têkoşînê, li Îspanyayê bi pêş ket. Bi Zapatero re ev kûrtir bû. Îspanya bû yek welatê demokratîk ê Îspanyayê. Min hefteya berê gotibû, li Tirkiyê sê komên demokrat hene: Yekemîn demokratên muhafazakar. Vanan di nava AKP û li derve hene. Duyemîn, demokratên lîberal. Vanan derdorên Taraf û ew rewşenbîrên bi komên fireh in. Sêyemîn, demokratên radîkal. Vanan jî kurd, DTP û sosyalîst in. Ev her sê kom dikarin bên cem hev û Eniya Demokratîk saz bikin. Fena Îspanyayê. Dikarin xwe wekî “Makezagonvanên Demokrat” bi nav bikin û hewldaneke demokrasiyê bidine destpêkirinê. Ez ên li hember wan jî wekî xeta netewparêz, netewperest û faşîst binav dikim. Temsîla vanan jî bûrokrat, leşker, CHP û MHP dike. Netewparêz, ew derdor e ku îro em ji wan re dibêjin Tirkên Spî. Xeta netewparêz, netewperest û faşîst, di qada bûrokrasî û sivîl de gelek bi hêz in. Herî zêde jî xwe di qada sivîl de birêxistin kirine. Her çiqas beşeke ji vanan hatibin girtin jî hêza xwe diparêzin. Vaye, Dalan û yên din li Emerîkayê ne. Vanan diceribînin. Ku derfet bidîtana wê desthilatiyê bixistana dest. Dema ku fêm kirin ku desthilatiyê nikarin bixin dest xwe, wê demê kaosek afirandin. Ger ku Eniya Demokratîk serkeftî be, wê eniya netewparêz, netewperest û faşîst qels bibe. Berevajî vê, ku Emerîka piçek destek bide vanan, wê bikaribin derbe jî bikin. Ez, nabêjim di artêşê de her kes wisa ye. Di artêşê yên ku vanan dizanin û kesên ku dixwazin çareseriyê bi pêş bixin hene. Vaye Hîlmî Ozkok dibêje ku bila qada siyasî bê vekirin. Ji Hêzên Deryayî Salîm Derwîşogluyê teqawid û yên din mijarê dizanin û fêm dikin. Lê vanan qels in. Bi taybet di van demên dawîn de, pêwîst e ku em ji bîr nekin ku alman li ser CHP gelek bandor in.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 1’ê pûşperê de de danê sibehî saet di navbera 04:00-06:30’an li hember qadên Petkûk, Kinyaniş, Bogaşîkar û Şehîd Ozgûr ku girêdayî qada Zagros ku li Qadên Parastina Medyayê ye, ji hêla artêşa TC’ê ve êrîşa bi hawan û obûsan li dar ketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Gelê me di pêşengiya tevgera apocî de têkoşîna xwe bi rê ve dibe û ji bona azadiya xwe bi dest bixe her roj bedel dide û bi bedeldayînê re nirxên nû diafirîne. Bi gotina serokatiya me, Pêngava 1’ê Hezîranê wekî “Duyemîn Pêngava 15’ê Tebaxê” hate bi nav kirin û ev pêngav bi biryarî dikeve sala xwe ya şeşan. Bi vê wesîleyê em di şexsê şehîdên 1’ê Hezîranê hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîrtînin û vê roja ku di riya azadiyê de bûye xala fetlonekî, em vê roja gerîlayên xwe û ya gelên xwe yên welatparêz pîroz dikin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Me wekî HPG duh der barê operasyon û pevçûnên ku li hember gerîlayên me li dar ketibûn daxuyanî dabû. Wekî tê zanîn ji hêla tevgera me ve ji bona ku pêşiya pêvajoya demokratîk vebikin û pirsgirêka kurd da ku bi riyên demokratîk çareser bibe, ji hêla me ve ji 21’ê Adarê pê ve wekî HPG me biryara bêçalakîbûnê girt û vê jî me pejinkarî û fedakariyeke mezin pêk anî. Digel vê pejinakariya me sazûmana TC’ê vê wekî fersenda êrîşa nirxandin û li her deverên Kurdistanê operasyon li ser operasyonan li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 30’yê gulana 2009’an de artêşa TC’ê êvarî saet di navbera 18:00-19:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember xeta qada Avaşîn û qada Dola Bîra ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne êrîşeke hewayî li dar xistiye.
31 Gulan 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 29’ê gulana 2009’an de bi roj saet di 10:30’an de û danê êvarî bi tevahî du car ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker ên tirk ve li hember qadên Avaşîn, Tabûra Ereba, Mervanûs û Kinyanîşê ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne, êrîşa hewayî hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji hêla tevgera me ve ji bona ku pêşiya pêvajoya demokratîk vebikin û pirsgirêka kurd da ku bi riyên demokratîk çareser bibe, ji hêla me ve ji 21’ê Adarê pê ve wekî HPG me biryara bêçalakîbûnê girt û vê jî me pejinkarî û fedakariyeke mezin pêk anî. Digel vê pejinakariya me sazûmana TC’ê vê wekî fersenda êrîşa nirxandin û li her deverên Kurdistanê operasyon li ser operasyonan li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 27’ê gulana 2009’an de bi şev saet di navbera 23:00-1:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember Girê Şehîd, Şehîd Cahîd, Girê Şehîd Çeko û Kela Ertûş ku girêdayî Geliyê Zapê ku bi ser Eyaleta Zagrosê ve girêdayî ye bi topên obûsan êrîş li dar ketiye.
- Ayrıntılar