Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya biryara bêçalakîbûnê ku ji hêla tevgera me ve di 21’ê adara 2009’an de hatibû sendin, ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember hêzên me 38 caran bi armanca tunekirinê operasyon hatine li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 19’ê îlonê vir ve ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Mêrganîş, Petrot û gundê Zevê ku girêdayî Zapê ne û qadên Kinyaniş, Dola Kinyani, Hertûş û Kela Bedehê, ji qereqolên Bilîcan û Êrîş ku li girê Bilîcanê bi cî bûne, bi awayekî bi giranî hawan û obûsan avêtine.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 24’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve di navbera navçeya Hezoya Batmanê û gundê Lerdê ku girêdayî Lerdê ye de operasyonek hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
(Çavdêrî ji V. Konferansa HPG’ê – II)
Ji bona civakekê, rûmet xeteke jênaveger e. Rûmeta civakî, di warê ehlaqî de tê wateya rêzdariya li hember xwe. Di vê hêlê de civakek çiqas bi rûmeta xwe re girêdayî be, ew civak civakeke ewqas bi xwe û derdora xwe re rêzdar e.
Rûmeta civaka çi diderbirîne? Destpêkê rûmeta civakî, civaka li hember xwe rêzgirtinê destpêdike hetanî girêdayîna azadiya, ji wir jî li hember tu kesî serînetewandinê diçe. Di rastiyê de ev mirovbûn, nebe nabûna civakîbûnê ye.
Baş e, wê ev nebe nabebûn çawa pêk bê û wê kî pêk bîne?
Gelek bersiv hene ku mirov bide. Dibe ku hinek ji vê pirsê re bêje ku bi sazbûna “artêşên mezin” Bi artêşên mezin wê çawa li hember xwe rêzdar bin, ew jî mijara nîqaşê ye.
Hinek vê davêje ser zanistiyê û hewl didin vê pê bînin. Ev bi gelemperî di civakên ku wekî civakên demokratîk tên zanîn de wekî rêbazek pêk tên. Encax di roja me ya îroyîn de zanistên pozîtîvîst ku doxmatîk, dûz, berjewendîperest û di xizmeta serdestan de ne û wekî zanistiyê li hember gelan in, wê çiqas bikaribin rûmeta civakî pêk bînin. Ji wê wêdetir wê çiqas bikaribin li hember xwe rêzdar bin?
Hinek jî bi bikaranîna şîdetê re hewl didine ku baweriya li hember xwe ji nû ve saz bikin. Vanan bi gelemperî di civakên ku têne eciqandin û bindestin de mekanîzmayên parastinê ne. Lê em jî baş dizanin ku şîdet her dem dij şîdetê diafrîne û em dizanin ku di dawiya dawîn de her cure şîdet ji tu tiştî re ne çareserî ye û bi demê re vediguheze yê hemberî xwe û tewşî li hember rêzdariya ku dixwaze pêk bîne dibe.
Baş e, wê yên bindest, yên hatine pirxîn, yên li derve hatine hiştin û hatine xistin, wê kîjan riyan bişopîne û li rêzdariya li hember xwe biafrîne?
Vaye bersiva vê parastina cewherî ye.
Rêber Apo di vê xisûsê de wiha dibêje; “Parastina cewherî polîtîkaya parastina civaka ehlaqî û polîtîk e. Ya rast civakeke ku nikaribe xwe biparêze, wê wateya xwe ehlaqî û polîtîk winda bike. Ew civak ya hatiya mêtandin an jî heliyaye û riziyaye; li hember vê yekê ya li ber xwe dide yan jî dixwaze nasnava ehlaqî û polîtîk ji nû ve bi dest bixe û xebatbarî bike. Parastina cewherî navê vê pêvajoyê ye. Civakeke ku dixwaze di xwe de israr bike, her cure mêtandin û zextan red bike, encax vê yekê bi derfet û saziyên parastina cewherî pêk bîne. Parastina cehwerî tenê li hember xeteriyên derve pêk nayê. Ku hêza biryarê bi hêza parastina cewherî re zexm nebe, wisa bi hêsanî nakeve rewacê. Her dem mûmkûn e ku di sazîbûnên civakî de nakokî û tengezarî hebin. Divê neyê jibîrkirinê ku civakên dîrokî demeke dirêj in bi çîn û bi serdestî ne û wê bixwazin ku van taybetiyên xwe biparêzin. Wê van hêzan ji bona ku hebûna xwe biparên bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Lewre, wê parastina cewherî wekî daxwazeke civakî demeke dirêj di rojeva civakê de ciyekî girîng bigire.
Maye ku di roja me ya îro de civak ne tenê ji derve, ji hundir ve jî hetanî çavêkên xwe yên dawîn bi desthilatiyek re rû bi rû ye. Pêwîst e ku civak di hemû çavikên guncav de komên parastina cewherî pêk bîne û ev jiyanî ye. Civakên bê parastina cewherî, civakên ku ji tekelên sermaye û desthilatan re dîl ketine û hatine mêtandin.
Ji bona gelê Kurdistan re, sazbûna hêza parastina cewherî girîngiyeke jiyanî di nav xwe de dihewîne. Ev zirûfên bi pevçûn li Rojhilata Navîn û polîtîkayên tuneker, înkarok û şikestina civakê, kiriye ku rêxistinbûna parastina cewherî nebe nabe. Gelê kurd encax dikare hebûna xwe bi parastina cewherî berdewam bike.”
Ev tê vê wateyê: Ji bona ku civaka kurd rêzdariya li hember pêk bîne û bi vê ve girêdayî bi gelên cîran re têkiliyeke tendurist û wekhev jiyan bike, divê xwe hetanî bîrîmeke herî biçûk rêxistin bike. Wê xwe li hember êrîşên bîrdozî, felsefîk, polîtîk, rêxistinî, çandî, civakî, derûnî biparêze û li hember her cure êrîşan jî pêwîst bike xwe di warê leşkerî de rêxistin bike û xwe biparêze. Ev ji bona rûmetbûnê nebe nabe ye. Ev ne bengîtiya çekan e, berevajî vê yekê rê li ber bêrûmetiyê girtin û çalakiya vê ye.
Carekê divê ev bê zanîn ku, civaka bi rûmet civakeke birêxistin e. Civakeke bi rûmet, civakeke ji zextên kolekirinê re serî natewîne. Civakeke bi rûmet, ketiyê azadiya xwe ye. Ya herî girîng jî civakeke bi rûmet, civakeke ku hêza parastina wê heye.
Parastina cewherî ew tişte ku, bêyî ku fermanek bigire, li hember her cure êrîşên bibin an wê bibine xwe birêxistinkirin, xwe parastin û bi van re re girêdayî rêxistinkirina qada ne. Divê her kurdek teqez beşdar bibe. Tu li ku derê bî, li welêt an li derveyî welêt bî, bi sehm xwe birêxistin bikî. Li ciyek êrîşek bûye, divê li wê derê di nava çend deqeyan de bi hezaran kurdên pejinkar amade bin. Li hember demokratek, li hember saziyeke demokratîk êrîşek bû, divê bi hezaran ciwan û jin biherikin wir. Wê ev bi çi bibe? Encax ev birêxistinbûnê dibe. Ev jî bi xwe re têkilî û ragihandineke bi hêz pêwîst dike.
Vaye em ji a’yê heta z’yê bi tevahî rêxistinkirina civakê re, parastina cewherî dibêjin. Hêzên gerîla, tenê baskek vê hêzê ne. Hêzeke leşkerî ya profesyonel in.
Yek ji biryarên girîng ên V. Konferansa HPG’ê ji nû ve sazkirin û rêxistinkirina parastina cewherî bû.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya bergiriyên giştî li tevahiya sehaya me (Gabar, Cudî, Besta, Hekarî, Mêrdîn û derdorên wê) xwedîkirina mozan û nêçîrvanî û li bejahiya Stewra Mêrdînê birîna daran hatiye rawestandin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di navbera rojên 25-26’ê îlona 2009’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember girê Cehennem ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Kato Marînos û Faraşînê ku girêdayî Colemêrgê ne amadekariyên operasyonekê tê kirin. Di vê çarçoveyê de sewqiyata cebilxane û leşkerî tê kirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 25’ê îlonê de bi roj saet di navbera 12:00-16:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember gundê Hergûşê ku girêdayî qada Mîrosa Zagrosê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di encama van êrîşan de gundiyek bi giranî birîndar bûye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Ji ber ku Sehaya Botanê wekî qada ewlekariyê hatiye îlankirinê, ji hêla me ve ji niha û şûn ve li qadên bejahî nêçîrvanî, berhevkirina hungiv û xebatên dîtir hatine rawestandin. Ji ber vê yekê, divê gelê me yê li herêmê bi van armancan derneyên qadên bejahî.
- Ayrıntılar
