Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
19'ê Kanûna 2017'an, artêşa TC a dagirker bi 10 hezar leşkerên xwe li herêma Akdagê ya Çewligê bi desteka hewayî dest bi operasyonê kir. Di vê operasyona dagirkeriyê de hêzên me yên gerîla çalakiyên bi bandor kirin û derbên giran li dijmin xistin. Di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me de şerekî ku bi saetan dewam kir qewimî. Di vî şerî de 2 leşkerên dijmin mirin, 6 leşkerên dijmin ku 4 jê cerdevan in birîndar bûn. Di şer de hevalê me Alîşer Xelîkan û sê hevalên me yên bi fermandariya wî bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Di 12’ê Çileyê saet di 13.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Koordîneyê yê Çelêya bi ser Colemêrgê çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye û li vê derê leşkerek hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Şeva 7'ê Çileyê artêşa TC a dagirker li qadên Şehîd Dîlan, Şehîd Hemze û Kela Dêrweşê yên çiyayê Gabarê yê Şirnexê, li gel helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên bê mirov dest bi operasyonê kir.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Beriya niha me ragihandibû ku di 1’ê Çileyê de saet di 16:30’an de hêzên me li dijî qereqola Girê Sînekê ya navçeya Qilebana Şirnexê çalakiyek li dar xistibû. Di vê çalakiyê de li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin 6 leşkerên dijmin hatine kuştin.
6’ê Çileyê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
14'ê Kanûnê, artêşa TC a dagirker ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ber bi qadên Girê Sîro, Geliyê Reş, Kanî Reş û gundê Bermizê yên bajarê Diyana yê Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke dagirkirinê kir. Hêzên me li dijî operasyona dagirkeriyê çalakî li dar xistin. Li gorî vê yekê;
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Kanûna 2017’an de ji Şemzînana Colemêrgê li dijî gundê Bermîzê û Kanîreş, Geliyê Reş, Tepê Sîro yên bi ser bajarê Diyanayê ya ku dikeve nava sînorê Başûrê Kurdistanê, operasyoneke berfireh a dagirkeriyê dabû destpêkirin. Li dijî vê operasyona hêzên dagirker hêzên me çalakî li dar xist.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. 29'ê Kanûnê saet 12'an li dijî qereqola Çeperê Şêxa ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek hate lidarxistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin reşandin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin derdora gundê Orê.
- Ayrıntılar