Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Di çapemeniyê de hat weşandin ku roja 4'ê Kanûna 2017'an saet di 16:00 de, li dijî komeke Îranî ya ji 7 kesan ku 4 jê leşker û 3 jî sivîl bûn û li ser sînorê Tirkiye-Îranê dixebitî, êrîşek hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de leşkerekî Îranî jiyana xwe ji dest dabû, leşkerek û 2 endezyar jî birîndar bûbûn. Nûçeya li ser vê bûyerê ji aliyê medya AKP'ê ve bi bayê bezê bi sernavê 'PKK'ê kir' hate weşandin. Piştî van nûçeyan me dest bi lêpirsînê kir û di encama vê lêpirsînê de derket holê ku yekîneya me ya gerîla heman rojê li dijî leşkerên TC çalakiyek kirine û leşkerên TC jî ji bo bersivê bidin, êrîşî koma Îranî kirine. Nûçeyên ku dibêjin 'êrîşa li dijî koma Îranî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kirin' bi temamî derew e. Leşkerên TC êrîş birine ser koma Îranî. Li gorî lêpirsîna me ya berfireh, bûyer bi vî rengî qewimî:
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
20'ê Mijdarê saet di 17:20 de li navçeya Qilaban a Şirnexê, hêzên me li dijî çeper, kûle û stargehên artêşa TC a dagirker ên li girê Şehîdan çalakiyek pêk anîn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, ji bo qirkirina Kurdan temam bike hemû derfetên dewletê bi kar tîne û li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn dike. Ji ber êrîşên desthilatdariya faşîst her roj şer diqewime. Hêzên me yên gerîla li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dijmin hem bi berxwedanê hem jî bi ruhê êrîşê çalakiyan dikin û dikin ku dijmin gelek kuştiyan bidin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku raya giştî ya Tirkiyeyê dixapîne, di her serdemê de ji bo qedandina gerîla dem daye. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû gotibû ku wê gerîla heta 20'ê Mijdarê biqedînin. Li dijî gotin û daxuyaniyên şerê taybet ên AKP'ê, gerîla li çiya û bajarên Kurdistanê destanên berxwedanê dinivîsînin. Gotin û êrîşên faşîst pûç kirin û hê jî pûç dikin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!1. 12'ê Mijdarê, yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker li girekî nêzî gundê Şelê yê navçeya Hênê ya Amedê bi cih bû. Hêzên me, yekîneya dijmin a li ser gir kontrol kirin û piştî kontroleke demdirêj, roja 13'ê Mijdarê saet di 17:00 de li yekîneya dijmin xistin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1 . Di 4’ê Mijdarê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li herêma Bestayê ya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me jî di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de li dijî operasyona dijmin hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. 16'ê Mijdarê saet di 11:30 de, li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me demeke dirêj leşkerên ji girê Koordîne xwe berdan herêmê, kontrol kirin. Heman rojê saet di 14:30 ji cihekî nêz derbên xurt li van leşkeran dan.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, rojên 14 û 16'ê Mijdarê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 14’ê Mijdarê saet di 13:30 de balafirên şer gundê Arisfaris yê girêdayî herêma Avaşîn bombebaran kirin.
Balafirên şer roja 16'ê Mijdarê saet di 13:30 de herêma Şehîd Şerîf a ser bi herêma Xakûrkê, saet di 15:20'an de herêma Geliyê Avaşîn a herêma Avaşînê, saet di 15:40 de herêma Sîda ya herêma Zapê bombe kirin.
17'ê Mijdarê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG
- Ayrıntılar