1`ê Hezîranê: Di serî de Ş. Kendal, Ş. Silav û tevayî şehîdên 1’ê Hezîranê bi bîr tînim û biryara xwe ez careke din nû dikim. Belê 1’ê Hezîranê ji bo têkoşîna Azadiya gelê Kurd gavek mezin e û destkeftiyên xwe zêde ye. Bêguman girtina wan encaman hêsan nebû, bedelekî mezin hat dayîn û bi sedan heval bi qehramanî şehîd ketin. Di vê gav avêtinê de li cem me ku rola sereke leyîstin heval Kendal, Silav, Aydin û gelek hevalên ku em nikarin wan ti caran ji bîr bikin, serkêşî kirin û pêşiya me vekirin. Bêguman 1’ê Hezîranê tenê ne li hember artêşa Tirk bû, bi qasî li hember dijmin û neyerê derve, ji ewqasî zêdetir jî li hember dijmin û paşverûtiyên ku di nav me de dihate jiyîn bû…
Ev çar roj in ku em bi hevalên eyaleta Xerzan re civîn çêdikin. Hevalên eyaletê bi piranî amedebûn, ji 40 kesan zêdetir heval beşdar bûn. Pirsgirêkên ku hatine jiyîn me ji hemû hevalan guhdarkir û me gelek tişt ji hevalan re got. Weke gelek caran ku ji bo min balkêş dihat vê carê jî ez dame fikrandin û min got: Gelo çima? Ev hevalan ruxmî ku dev ji jiyana civakê û malbatên xwe berdane hatine, ji bo bi tenê bigihijin armancên ku dane pêşiya xwe hemû zor û zehmetiyan dane li ber çavan û li himber dijmin bi rihekî fedaî disekinin, lê belê çima hevdû tengav dikin! Bi rastî jî pir balkêş e û mirov wate jî nade. Axiftina Rêber APO ku ji me re digot, ez ji sedî not û pênc li himberî we têkoşîn dikim û ji sedî pênc jî li himber dijmin her di mêjiyê min de zindî dibû. Dema ku em îro li civîna me mêze dikin, em baştir fêm dikin ku dijmin çiqasî bi civaka me leyîstiye. Xuya dike ku emê hêjî bibînin, ji ber ku civîn û nîqaşên me berdewam dikin…
10`ê Hezîranê: Ev 15 roj in em bi civîn û nîqaşan derbas dikin. Piştî platformên hevalê Çiya û Rojhat û hevala Sema ku pir berfireh çêbû, di sê rojan de jî me civîna rêveberiyê bi dawî kir. Û îro jî bi hemû hevalan re me civînek çêkir. Êdî bi hevalên ku dê herin herêman re emê nîqaşek xurt bikin û dawî li civanan bînin, dest bi xebatên xwe bikin. Belê 15 roj in me bi berfirehî û kûranî pirsgirêkên eyaleta Xerzan girt dest û nîqaşek xurt meşand... Em bawer in ku ewqas nîqaş ê bandoreke baş li ser xebatên eyalatê bike.
Erê heval û xwendevanên hêja, hûnê bibêjin di nav hevaltiya PKK’ê de û li serê wan çiyayên azad çima ewqas pirsgirêk derdikeve? Rast e, lê belê Rêber APO tim ji me re ev digot: Şerê min ji sedî not û pênc li hember paşverûtî û şaşîtiyên we ye, ev gotin tê vê wateyê ku bi tenê tevlîbûn û bûna rêvebir nayê wê wateyê ku em bûne PKK’î. PKK`î bûn bi şehîd û bi nirxên PKK`ê re jiyan kirin e û li gorî wê bi serkeftî xebat meşandin e.
13`ê Hezîranê: Me duh jî bi koma herêma Sason, Motkî û Tetwanê re civîn çêkir û piştî xatir xwestinê komên herêma Tatwan û Motkî ji me cuda bûn û çûn ser karên xwe. Îro jî wê koma Sasonê ji me cuda bin û biçin ser xebatên xwe. Hevalên ku ji me cuda bûn dilgeşî û hêviyek mezin dane me ku dê xebateke serkeftî bimeşînin….
14`ê Hezîranê: Roj baş Kurîs! Li ser bilindahiya çiyayê Kurîs Roj baş berxwedêr û şervanên azadiya Kurdistanê! Hûnê bêjin çima ev ba û bêhna xwe ji vê nivîsê tê? Belê duh êvarê ji bo naskirin û dîtina der û dora çiyayê Kûrîs em bi hevalê Erhan û hevalê Adil re hatin ser bilidiya Kurîs. Şev saet 10-11 leşkerên Tirk ji qereqola Kesrê çend top ji ser me re avêtin Dola Şêx Cuma..
Bi ronahiya rojê re em şiyar bûn. Lê ezê çawa navsera Kurîs û derdora wê ji were bêjim, an jî şopê ku bi salan gêrîlayên azadiya Kurdistanê, berxwendaniya wan bêjim! Baş tê xuya şopên ku li ber çavê me bêhn û rûkeniya ciwanên Kurd ku bi berxwedanekek bêhempa jiyan kirine tê li ber çavê me mirov. Ji parçên qazan û bomban! Ji kevirê hûrbûyîne û qalikên fîşekan bes e ku mirov berxwedanî û şerê mezin ê çêbuye fêm bike! Tenê bi hesinên qazanan û roketan, parçên firoka ku hevalan anîbûn xwarê ku parçê wê li wan zinaran belav bûye.
Erê hevalno; xuya dike ku leşkerên artêşa Tirk çiqas asteng bûne û bêçare mane ku bi tona qazan û fîşek bi ser hevalan de barandine, bi van nîşanan kifş e. Ger ku îro em bi rihetî bi ronahiya rojê re çaya xwe çêdikin, penêrê xwe daydidin li ber xwe dixwin ev bi encama berxwedaniya şehîdên nemir û gerîlayên Kurdistanê ye. Belê, bi ronahiya rojê re ji bo taştêya sibê, heval Erhan û Adil dest bi amadekariya çay û penêr sorkirinê kirin. Erê xwendevan û hevalên hêja, li aliyekî şahîd û rûkeniya me ku bi berxwedana hevalan, xwîn û xwîdana ku rijandine tê li ber çavê me.
Li rojhilatê me Geliyê Şêx Cuma û li rojavayê me Geliyê Bilîsê heta ku çavê me dibîne gund, çiya, dol û tev bi daristanên xweşik hatine xemilandin xuya dike. Erê hevalno! Bi çavê Kurîs li xweşikbûna welatê Xerzanê çiqasî mirov zindî dike we zanibana?...
17`ê Hezîranê: Roj baş Sîser, roj baş welatè Xerzanê. Doh Kurîs îro jî em mêvanê Sîser in. Ev çend roj bûn me rapor û nîşe ji bo Başur dinivîsand û me bi hevalê Zagros re rêkir. Tenè ez na hevalê Rizgar, Kendal, Zagros û hevala Şîlan jî di nivîsandina van raporan de gelekî westiyan. Duh êvarê ji bo em herin li serê Sîser, bi hevalê Erhan û Kendal re em hatin li cem hevalê Rêzan ê Torî. Hevalê Rêzan ev demek e ku bi tenê tim li ser mekîneyê ye û ji hemû hevalan re cilan didirû.
Di berbanga 4`ê sibê de, bi ronahiya rojê ya pir hindik re ji ber ava Geliyê Şêx Cuma me berê xwe da hevrazê Sîser û berbi jor hilkişiyan. Ji ber zinarên asê û bayê hişk ê dihat, heta em gihiştin navsera Sîser saet bûbû heşt. Carna me xwe bi teht û şikêran digirt, carna jî me xwe bi giha digirt û gav bi gav em gihiştin ser serê bilindahiya Sîser. Derketina wê çiqas zor û zehmet bû jî, lê belê hevalê Kendal ruxmê, vê wêneyên me û yên çiyan kişandin îxmal nekir. Belè bi gihaştina ser Sîserê re destpêkê me derdorên xwe bi dûrbûnê meyîzand. Heval Kendal jî bi kemara xwe, heta ku çavê wî didît welatê Xerzan kişand kamarê û hevalê Erhan jî çaya me çêkir. Bi penêrê koçeran ê sîrikî re danî ber me û me taştêya xwe li ber wî bayê gur ku li bilindaya Sîser li me dida xwar. Ruxmê ku çayên me yê di îskanan de ji ber bayê cemidî yê lûtkeya Sîser zû sar dibû jî, lê belê li ser Sîser çay xwevexwerin çay çiqas xweş e we zanibûya!
Bi dil û çavê Sîser çawa ezê ji we re vebêjim delaliya welatê Xerzan!..
Bi dûrbûna xwe ya ku ji 50 mêtro tîneê 7 mêtro, li başurê me çiyayê Mava û heta Herakolê çiqas mij û dûman hebe jî dîsa jî xuya dike. Bajarê Sêrtê, belê Sêrt warê hevala Silav ku 2004, hevalê Kendal Midyat û Doxan Hesekê 2005 di pêkanîna çalakiyekê de bi qehremanî şehît ketibûn li ber çavê min e, û navça Şîrvan, Bayîqan û Kurtalan xuya dike. Çiyaya Qalanus jî bi heybeta xwe baş xuya dike.
Erê Sîser, bejn û bilindbûna zinarên te ji ya birayên te Kurîs û Kember bilndtir e û tu bala welatê Xerzan tevî dikşînî ser xwe!
Li gor mîtoolojiyê ku gundî dibêjin Sîser birayê mezin, Kurîs ê piçuk e û Kember xwuşka wan e. Emê bixwezin rojek herin mêhvandariya Kember jî.
Wek ku te bala me jî kişand ser xwe, bi sedan hevalên ku li meyîzandina te têrnedibûn li derdora te mane û ji kaniyên ber sînga te ava cemidî vexwerina, Merwan, Mizgîn, Xêrî, Xelîl, Kemal û gelek qehremanên şoreşa Kurdistanê. Wan jî tu dîtî û te jî wan dît!..
Erê Sîser ez çiye te binivîsim? Giha û kulîlkên ku li ber bayê ji navserê tê dihejin, anjî ew dengê bayê te ku wek sitrana dibêje deng jê tê û bêhnek xweş li rûye me dide... Û xweşikbûna pezkoviyên te ku ji me natirsin. Belê rastî jî me yek bizin û sê karikê wê ku bêyî ku ji ber me birevin li pêşya me dimeşîn, maka wan jî ji ber ku çêlikên wê baş nikarîbûn bimeşin hêdî hêdî bi wan re dimeşî. Makeke ku sê karikê wê heyî, ev jî dewlamendiya Sîse!
Ma ev dewlemendî bi nivîsandinê xilas dibe, pêwîstike li ser wê pirtûk were nivisîn, dibe ku dîsa jî têrê neke.
(Ji Rojnivîska hevalê Heqî Mardîn)
Dê bidome…
- Ayrıntılar
Gelek kes mejî xwe ser derketina ciwanên kurd ser çiyayên kurdistan dieşînin. Her wiha gelek kes van derketinan dixwazin fem jî bikin. Lê mixabin gelek kes sedemên derketinan serî çiyan fem nakin. Berku derketinan serî çiyan li cihên şaş de digerin.
Eger bi dil û can xwestaka fem kirinê ji bo derketina serî ciyan heye vê deme pêwîste hinek tişt werin zanîn.
Çinin ev tişt na? Ango çinin ev hincetên derketinê?
Îro li kurdistanê taybet jî li bakurê kurdistanê dewleta mêtinkar ango dewleta kolonyalîst dev ji bişaftina kurdan ber nedaye. Dev ji înkare nedaye. Dev ji şerê taybet nedaye. Û dîsa dewleta tirk proje ku bi nave “projeya yekbûyîna netewî” ber nedaye.
“Projeya yekbûyîna netewî” wateya xwe bin hemû şert û mercan de bişaftina kurdane. Kurd ne naskirine. Kurd binxistine. Kurda bi rê rêbazên kirêt helandine.
Bê ku em dirêj bikin dewleta tirk a dagirker dagirkeriya xwe ber nedaye. Dewleta tirk hem dev ji dagirkeriya xwe ber nedaye em jî komkujiyên ku li ser kurdan û gelên din meşandina îtîraf nekirine. Ji bona van komkujiyan lê borîna xwe nexastiye. Em berdin ku li kurdan lê borîne bixwazi beravajî erîşên xwe ser kurdan dom dike.
Ev e ango ev in sedemên derketina serî çiyan. Eger li kurdistanê dagirkerî dom biki derketina serî çiyan yê dom bike. Pirsgirek ne ev e ku PKK ango gerîlayên Kurdistan ciwanên kurd berve çiyan dibin. Bawer bikin ku eger îro li serî çiyayên kurdistanê gerîlayên PKK nebin dîsa ciwanên kurd yê derkevin serî çiyan. Ango ciwanên kurd yê rêyakê dijî vê faşîzmê teqez derketinê bibînin. Berku kesek ewqas bê vîn kirinê nikare rabike. Ewqas heqaret û biçûk xistinê kesek nikare tahamûl bike.
Sedemek girîng ev e.
Beguman gelek sedemên dîtir jî henin. Îro li serî çiyayên kurdistanê de jiyanek nû tê afirandin. Û ev jiyana nû hemû ciwanên kurd bandor dike. Bandor dike berku gerîlayên serî çiyan bin hemû şert û mercan de dijî faşîzme serî xwe natewînin û naçewînin. Bin hemû şert û mercan de dijî dagirkerî şer dikin. Yek ev.
Hên girîngtîr jî cara ewil dîroka Kurdistan de ciwanên kurdan dijî dagirkerî ewqas berxwedidin. Bêyî ku gavek jî paşta biavejin tekoşîna xwe didomînin. Yek jî yên ku dijî vê dagirkeriya kirêt ditekoşin bêyî ku tiştek ji bona xwe dixwazin vî şerî bedêlê xwe giran dimeşînin. Bi vînek mezin dijî dewletek xwedan gelek leşker û ewqas piştgirî bi dilekî gelek mezin tekoşînek wiha meşandin rastî jî ne tekoşînek rêzêdeye.
Sedema dudiyan ango sedemek ditîr yê pirr girîng jî ev e. Ev jî di dile her ciwanek kurd de evîndariyek pirr bilind çêdike. Ev tekoşîna bilinda teqez di dile her ciwanek de dildariyek pêş dixe.
Ji bona ve ev kesên ku dixwazin fem bikin çima ciwanên kurd derdikevin serî çiyan ewil gerez gerîlayên serî çiyan fem bikin. Bêguman yên ku dixwazin gerîlayên serî çiyan fem bikin jî pêwîstin ewil faşîzma dewleta tirk fembikin. Berku gerîlayên serî çiyan vîna xwe ya wek pola dijî vê faşîzme peşxistine.
Erê eger hinek kes dixwazin fembikin çima ciwanên kurd derdikevin serî çiyan pêwîste van rastiyan bizanin û gorî van rastiyan tevbigerin.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 4’ê Hezîranê de navbera saet 09.30 û 13.00’an de û dîsan heman rojê navbera saet 20.00 û 22.00’an de balefirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker ji Herêmên Parastinê yên Medya, li ser herêma Metîne gerên keşifê pêkanîne.
- Ayrıntılar
ji çaemenî û raya giştî re!
Tevgera gel a li Lice û derdora wê, li dijî çêkirina bendavên bi armancên leşkerî, qereqol û qeleqolan ji aliyê dewlata Tirk ve ku vana pêvajoya çareseriyê dixe xeteriyê û mercên agirbestê binpê dike, destpê kir mezin dibe. Ti pêwendiya hêzên me yên gerîla bi vê tevgera gel re nîne. Mîna her carê, ev serhildana gelê me yê Liceyê bi temamî tevgereke gel a sivîl û siyasî ye.
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4'ê Hezîranê de saet di 18:30 de, li derdora gundê Gelîşîm ê ser bi navçeya Colemêrg Şemzînanê û li xeta sînor a Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker hatiye jiyîn. Di navbera hêzên me yên Gerîla û leşekrên artêşa TC de ji bo demeke kurt pevçûn derketiye.
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3'ê Hezîrana 2014'an saet di navbera 18:00 û 19:00 de balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker, li ser herêmên Parastina yên Medyay herêma Xakurkê re firiyane. di heman rojê de saet di navbera 13:30 û 14:00 de balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma Heftanînê jî geriyane.
Meha Gulanê meha ku ax tiştên herê bi hêz şîn dike. Ax çîçekên xwe yê herê xweşik di vê mehê de pêşwaziyê rojê dike. Ji ber ku roj di vê mehê de tiştên herê xweşik xistiye hemêza axê de. Roj evîndarê axêye. Zilma ku li ser axê tê meşandin na pejirîne û sorên xwe yê herê xweşik li ser axêde di herikîne û giyan dide axê. Yek sor; hezar coşa renga, bi bereket bûyîna rehma dayîka axêde di be hezar çîçek. Di her Gulanê de di erdnîgariya me de îxanet û zilm bin dikeve û rengê eşq û azadî yê ser dikeve û xwe bi mîhrîcana çîçekan re di nuxumîne.
Çawa ku di meha Gulanê de ax bi rojê re gîyan dibe, gel jî bî hêza xwe ya ciwan, dînamîk re rengê xwe dide jiyanê. Ruhê ciwanên berxweder di vê mehê de li hember zilma ku deshilatdaran pozberê gelan dike, rûhê wan yê ku serî ji bo pergala wan re na tewîne di vê mehê de gihiştiye lûtkeyan û meha Gulanê hên zêdetir bi wate kiriye. Dema mirov dîroka gelan digre dest mirov di bîne ku gel her tim li hember zilmên deshilatdaran dinava berxwedaniyê dene. Mirov dikare bi bêje ku di her salê de û her rojên salê jî şahadet bûyîn hatiye jiyan kirin. Tişta ku meha Gulanê cûda dike jî zilma ku di demê xwe de li ser gel tê meşandin pêşengên gel vane di hese û canê xwe da tinîn holê û çirûskên tekoşînên nû dane avakirin xwe xistine meşale û ronahî dane roja me.
Deniz û rêhevalên xwe li hember zilma neyar ketine dinava berxwedaniyê de, bûne hevbiştên ku yek çûye bi hezaran hatiye û ji bo gelan bûne nîşaneya meşaleyê. Dema diçin li ber dara sêdarê jî xwîşk û biratiya gelan qîrdikin. Îbrahîman jî di zîndana Amedê de vîna ku li hember hemû îşkenceya jî canê xwe dane lê, sirên xwe ne dane raber kirin. Sînan Cemgîl jî di çiyayê Nurhaq te li hember pergala deshilatdariyê bûne guleya ye ke mîn. Rêhevalên çaran jî bi baweriyên xwe re di zîndanê de bedenên xwe kirine meşaleya azadiyê. Rêhevalê Heqî jî çûye li ser xaka ku di cewherde bûye yek û bi xwe feda kirinê re bi qadroyên milîtanên pêşeng yên ku di vê mehê de şehîd ketine, jî vê mehê bi wate dike.
Pratîkên di şexsê kadroyên qehremanên vê mehê de vê dide nişanê me. Weke Denizan xwe derbas kirin û ji derveyê gelê xwe bal kîşandina li ser pirsgirêka azadiya gelên cûda jî sekna milîtanekê ku li hember hemû hişmendiyê deshilatdariyê seknek rast dayîna raber kirin, ev ji bo me bû ye gerekçeya ku em hemû paşverûtiyê di hişmendiyê xwe de bi şewtinîn. Her wiha tê zanîn ku Îbrahîman li hember hemû pergalên çîneyatî serî rakiriye û di bêje, ger ku wê şoreşek pêk were pêwîste di bingeha gel de were pêk anîn, ev pêşdîtin ji mere dide diyar kirin ku her guhertinên tên çêkirin heya ku danekeve kesayet bi xwe û nava gel wê lingê wê hewade bi mîne. Bi vê ve girêdayî çalakiya çekdarî yê Sînan Cemgîlan yên ku li çiyayê Nurhaqan dane despêkirin ji bo tevgera me di bin rêberê ku bi qonax qonax wê kîjan gavan re derbas bibe daye diyar kirin. Di dîrokê de her tekoşîna gelan dayê diyar kirin ku tu tekoşîn ji hev qût nîne û bi rêbazan re hevdû pêşdixin. Bi vê awayî milê meha Gulanê yê tekoşervan weke tevger jî tiştên hatine jiyan kirin ji raboriya qut nagrin dest û ev bi xwere ezmûnên mezin jî anîne. Serokatiya me jî bi her awayî vane datîne holê. Her wiha sedemê şahadetê rêheval Hêqî xistina gerekçeyê partî bûyînê jî bi hemû eşên xwere dide diyar kirin ku di Kurdistanê de bê partî bûyîn pel jî na heje. Ji ber ku partî bûyîn tê wateya ku xwe bi her awayî ji pergalê gut kirin û dest xistina kesayetêkê bi rêxistin kiri. Rêheval Heqî bi jiyana xwe re bi her henase girtina mere li me daye hiskirin. Rûxmê ku rêhevalek Tirk jî bû lê, xwe derbas kiri bû û ji bo wê jî xwe fedayê azadiya gelê ku di kêleka wê de jiyan dike. Ev fedakirin ji bo tevahî gelê Kurd dide diyar kirin ku jiyanekê bê partî bûyîn mirine.
Bi vê awayî şahadetên vê mehê di van xakan de bi hêza rojê re bilind bûna xwe danîne holê û rengê xwe dane çîçekên ku ji xwînê sor dibin. Ev bi xwere hemû cûdabûyînên meha Gulanê yê dinava salê de derxistiye holê. Ji ber ku li gor mîtolojiyê Xwedawanda berekê tê di vê mehê de hemû bereketê xwe pêşkeş kiriye, ji bo wê ev meh bi navê meha bereketê tê penase kirin. Dema mirov vê mehê pênase dike çawa ku bi xwere despêkirinên nû têne, di be demên zayîna nû jî. Çawa ku kadroyê pêşeng yê tevgera me rêheval Heqî Karer di meşa Kurdistanê de 18 Gulanê de hat şehîd xistin û Rêber APO jî girêdan bûna şehîdan biryar bûna partî bûyînê digre. Di tevgera me de her şahadet bûye israr kirina mezin kirina tekoşînê û bûye hebûnek û jiyanek nû. Pêşengên şoreşgerên Tirk yên ku li hember koletiya emperyalîzm pozber dike serî rakirine her tim jî li pişt gelên tên perciqandin sekinîne bi taybet jî alîkarî dane tekoşîna gelê Kurd jî di vê mehê de şehîd ketine. Pergal wisa di fikirî ku di şexsê wan şoreşgerên pêşengde gelan li hember hev daye biyanî kirin û gihiştiye armanca xwe. Lê, Serok APO ev berhemên tekoşînê û nirxê wan yê şoreşê bi tekoşîna mirovahiyê re kiriyê yek û pergalê vale derxistiye. Bi vê awayî şoreşgerên ku hemû ji bo dozekê tekoşîn didin bi rûmet bûyîna şahadetê wan pira wekhevî, xwişk û biratiyê pêk aniye. Her bedenên ku di tekoşîna gelê Kurd yê rawa de li ser xaka pîroz şîn bûne her wiha bûne malê tevahî gelên cîhanê. Hemû şahadetên şoreşgeran û dilên wan di hemêza gelê Kurdistanê de û erdnîgeriya wande xwe cîh kirine. Bi salane meha Gulanê çanda xwe ya bedelên mezin dayînê û bûyîna wesileyê gavên mezin berdewam dike. Ji ber ku Rêber APO ferman dide û di bêje ku; “di her şahadetekê bi xwere îdayê tevlê bûyîna jiyanê xurtkirinê tîne û di azadiyê de israr kirin pêwîst dike ji bo wê jî pêwîste hûn tekoşîna xwe bilind bikin.” Êdî wê her deskeftiyên rêhevalên şehît bibe îdayê serkeftinê û li hember pergala kapîtalîzmê rûxmê her tiştê jî bi înat strana azadiyê gotin û di jiyana azat de israr kirin be. Ango ji pergala deshilatdariyê qutbûyîn û di tekoşîna azadiyê de israr kirin.
Em di meha Gulanê dene, xweza hemû xwaşik bûyînên xwe di reşîne û di raxe… Baran pir cûda axê şil dike ji ber ku dizane ew axa ku şil dike li hember çi avise. Berfên ku li ser lutkeyên çiya hêdî hêdî di hele û ber bi axê ve tê şahîdiyê ji berfînên ku aşiqê rojêne di kin. Dinava van xweşik bûyînan de jiyan kirin, dîtin û fermana her xweşik bûyînan di bedenê xwe de his kirin! Bedelên ku her xweşik bûyîn di tekoşîna xwede didin zanîn û xwedî lê derketin… Armanca me ewe ku em di vê erdnîgariya ku ji xwîna kizil bûye sorgulî bibin xizmetkarê wê yê herê mezin. Bi zanistiya ku her deskeftiyên azadiyê di encamê ewqasî şahadetên bi nirx ve hatiye ava kirin û vê zanistiyê di her kêliya jiyanê de dayîna jiyan kirin… Armanca me ewe ku em bibin rêhevalê Rêber APO yê ku şopdarê Denîzan yê herê mezine.
AXÎN GABAR
- Ayrıntılar
Divê jin ji bo siyaseta demoqratîk xebat bikin. Di akademiyen min pêşniyar kiriye de jin dikarin perwerde bibin. Dikarin xwe perwerde bikin. Bi heman rengî li akademiyên din de jî bi hezaran kes dikarin bêne perwerde kirin. Çima hîna jî nekarîn akademiyan avabikin? Xebatên akademiyê girîng in. Ev akademî ji xebatên sporê heta siyasetê, ji huqûq heta felsefê, heta xebatên kargehan, xebatên çand huner di nav de. Her cure xebatên xwe dikarin bikin. Dîsa ev akademî di vê hemû aliyan bigire li nava xwe. Mînak divê xwendevaneke zaningehê jî, jinekê malê jî di nava xebatan de cih bigirin. Demekê enstituyê gundan hebûn. Dixwestin xebatên bi heman rengî bikin. Lê akademiyên ez pêşniyar dikim, enstituya derbas dike. Nav ne girîng e, akademî, enstîtutî jî dikare bê gotin. Malbat, li derdora jin çêdibe. Jin hilberînêr in. Bi yên hildiberînin dikarin pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin. Nimûne dikarin bi kirêkirina zeviyekê çandiniya organîk bikin. Bi vî awayî di çareserkirina pirsgirêka bêkariyê de wê bibin alîkar. Xebatên jinê heyecanê didin min, jin dikarin ji xwe bawerbin. Ku giraniya xwe bidin ser azadiyê tiştekî ku bi ser nexin tune.
Desthilatdarî, xwe bi jinê bi pere bi meqam diwazin xwe bi hêzbikin. Ji bo min a girîng azadi ye. Herkesê ku têkoşîna azadiyê dide rêza bêdawî nîşan dikim, ev zarokek biçûk jî be, ji bo min bêbandor bihêlin li vir li ser min çewisandina kargêrî, siyasî, adlî bi pêşdixin. Heta ku bixwazin dikarin imha jî bikin. Li vir li ser min pergala dewleta mîkro tê sepandin. Kargêriya girtîgehê heye, ev karên kargêriyê dişopînin. Ji bilî vê tiştek ji destê wan nayê. Yên li ser min tên sepandin encamên siyasetê ne. Siyaset çi ye? Siyasetê bi du hevoka bi şêwazekî xweşik ji we re bêjim. Siyaset ji herêmî heta gerdûnî, ji kes heta civakê, pirsgirêkên xwe yê nasnamê nîqaşkirin, nasnama xwe azad bi şêwazekî wêjeyî îfade kirin e, anîna zimên e. Siyaseta demoqratîk tiştekî wisa xweşik e.
Min ji bo jinan, akademiyên siyaseta demoqratîk û çandê pêşniyar kiribû. Ji bo ciwanan, ji bo yê dîtir min pêşniyar kiri bû. Divê ev hemû gavek berî gavekê bikevin jiyanê. Divê herdem li akademiyan bên gel hev niqaşbikin, tu tiştek çênebe jî wê hişê wan vebe. Siyasetmedar ji van deran derkevin. Perwerda akademiya naşibe perwerda li dibistanên dewletê yên asayî. Bûyera dibêjin civaka eşkere ev e.
Pêwîste ligel dewletê jî civak bê demoqratîk kirin. Riya vê jî di her mijarê de têkildarî hemû persgirêkên civakî de rêxistin bûyîn e . Rêxistinên ku ez dibêjim kom û komûn wê îfade dike. Waye bi pirsgirêka jinê re pêwendîdar, bi hindikahiyan re pêwendîdar h.w.d. diyardeyek û her bûyerek civakî ku tê aqila re pêwendîdar dibe. Bi şêwazên komin rêxistin çêbibin. Komûnên çandiniyê, komûnên gundan, komûnên taxan h.w. d. Dikarin bên zêdekirin. Dîsa dibe ku wekî mînaka hêsan bê dîtin, lê mînak komelên parastina darên mazî, zêdekirina wan daran bê kirin. Li her gundî sed darên mazî çandina wan gelekî girîng e û bi sûd e. Em dikarin hemû xwezaya xwe bikin daristan. Hemû rêxistinên sivîl dema dibin sîwana konfederasyona civakî ya sivîl an jî komînalîzma demokratîk bighêje hev wê hêzek mezintirîn a demokrasiyê derkeve holê.
Divê Kurd bêyî ku desthilatiyê armanc bigrin civaka demokratîk ava bikin. Pêşniyaza min a ji kurdan re divê rêxstinên demokratîk ên sivîl ên siyasî, civakî, aborî û çandî li her qadê çêbikin, divê van ji dewletê hêvî nekin. Divê em vana bi hêzên xwe yên cewherî bi serbixin. Komalên hawîrdor, komalên hawîrdorparêz û femînîst , rêxistinên kedê, saziyên piştgiriyê û wekî wan bi hezaran komele rêxistin divê bên avakirin. Bi avakirina komeleyên hawîrdorparêz û femînîst, ku bi pêşkevin û bigihên gel kuştinên namûsê û tûrê dikarin bêne asteng kirin. Divê di wê mijarê de civak û jin bên hişyarkirin. Tenê wê demê dikarin azad bibin. Di qada siyaseta demokratîk de kêmasiyên ezmûn perspektîvên ciwana hene. Ji ber vê sedemê ciwan dema têkoşîn dikin bêsebir tevdigerin. Ez zanim her kes ketiye rewşeke bûye dîlê kapîtalîzimê û bi taybet di ciwanan de sift e. Ji ber vê sedemê ciwan ji bo serkeftinê divê ji pere, pûl û ji derdorên kapîtalîzmê dûr bisekinin. Jiyan ji bo wan wê wisa bi wate be. Saziyên ciwan û jin hêza wan a motor e. Lê divê ku ji ciwan û jinan hinek kes û beş bikarbînin. Divê ciwan û jin li hemberî van şiyar bin. Xwe nedin bikaranîn. Divê mijarê de pir pirtûk û nivîsên min derketin dikarin ji wan sûd bigrin.
Min di parêznameya xwe de xwest pirsgirêka jinê bigrim dest. Civak jî weke jinan çawa tê pelçiqandin û mêtingehkirin min xwest vebêjim. Ango di van parêznameyên xwe de min xwest jinkirina civakê dahûrînim, em di pêvajoyekê de ne ku bi taybet di roja me de jiyan bêwate bûye, ji bo bêwatebûyînê derbas bikin, armanc kirina azadiyê girîngiya kilîtkirina azadiyê min xwest vebêjim. Bi taybet ji bo jin ku di nav de ne jiyan bêwate ye, ji bo rewşa di nav de ne derbas bikin, jiyanek bi angaşt bi armanc bigrin pêwîst e xwe kilîtî azadiyê bikin .
Berê min vegotibû ku pirtûka “jina azad kê ye, çawa bê jiyankirin” pêş bixin hûn dikarin li ser vê sift bibin. Pirtûka ku minn pêşniyaz kir wê bi pêşbixin ez vê bi wate dibînim, divê zêde li zilam bawerî nebe. Jin serxwebûna xwe wê bi xwe biparêze, bila parasitina xwe bikin. Pêwîst e ji azadiya jinê neyê tirsîn. Divê jin namûsa xwe bixwe biparêze. Jin wê bibe mirova ku xwe biparêze. Ez bi jinê re wisa rêheval im. Tişta zayenda çors çîrok e. Min bi jinê re rêhevaltiyek balkêş kir, bi jinê re hevaltiyeke min a bi hêz heye. Ev melseleyeke hêz û baweriyê ye. Zilamên wisa hebin ew jî dikarin bibine alîkar. Ez wiha bersiva keda wan a li ser xwe didim. Ez wisa rêzdariya dayîka xwe didim. Pir rêhevalên min ên jin ên ku ji bo min xwe şewitandin çêbûn. Ez wisa bersivê didim bîranînên wan. Jinên bi sîxûrvanî rawestiyan hebûn. Li hemberî yê ku dixwazin min bikarbînin ezê şerê xwe bidomînim ji bo Fûad`an min pêşniyar kir, çawa baxivin ji bo jinan jî pêşniyazî dikim. Her hefte yek derkeve baxive bi zimanên cûrbercûr bi erebî, kurdî, farisî divê axaftinên heftane dest pê bikin, bi sepandina min şîroveyên xwe jî tevlî bikin her hefte derkevin baxivin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 2'ê Hezîranê saet di navbera 08:00-10:00 de artêşa TC a dagirker xwest di navbera Girê Sinek û Girê Meymûn yên dikevin li ser xeta sînor a navçeya Şirnex Qilabanê û herêmên Parastinê yên Medya, dest bi xebata çêkirina rêya nû bike.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Nûçeya ku di çapemeniya Tirk de derketiye ku dibêje ‘PKK’ê dest û lingên karkeran girêdane û xistine di konde û li rex kon jî li leşkeran gule reşandine. Bi vî away PKK’ê xwest ku provokasyon bike’ bi temamî nûçeyekî ji rastiyê dûre û direwe
- Ayrıntılar