Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê Kanûnê de saet di navbera 05.00 û 11.00’an de qerekola Erîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê rasterast bi çekên giran qada derdora qereqolê gulebaran kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 9 Kanûn di demjimêrên şevê de hêzên meyên gêrîlla lihember biryargeha navenda Çeteyan ya li navbera Şengal – Kizilkentê de çalakiyek ya serdegirtinê hatiye encam dayîn. Ev çalakiya di mesafeyek kurt de bi bombeyên destan pêkhatî piştî demekê vegûheziye pevçûnê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 9 Kanûn di demjimêr 07:00 an de li hember girê Sor yê herêma Basya ya girêdayî navçeya Colemêrg Şemzînan artêşa dagirker a Tirk bi hevkariya cerdevanan hewildanek yê sızma encam dayîne. Hêzên me yên gêrîlla ku ev hewildana sızmê ferq dikin heman demê de bersiv didin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Roja 8 Kanûn di demjimêrên şevê 18:30 an de hêzên me yên gêrîlla li hember girê ku di destê çeteyên Daiş de li herêma Şilo a girêdayî Şengalê çalakiyek ya serdegirtinê hatiye pêkanîn. Li vî girê kû di demek kin de ketiye bin destê hêzên gêrîllayên me de heman demê de çûyîna ser 4 cenazeyên çetayan ji çêbûye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya gişî re!
1. Li herêma Cûdî a girêdayî Şirnexê di şert û mercên zivistanê de hewildanên nêçîrvaniyê yên tevgrên berfireh digre nava xwe qedexne. Tevahî hewildanên bi vî awayî yên li vê herêmê awayek sûç tê dîtîn.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Dû rojên dawî ne li herêma Şehît Rûstem û sînor ya girêdayî navçeya Colemêrg Çelê liv û tevgera berfireh ya helîkopterên artêşa dagirker a Tirk hatiye jiyankirin. Liv û tevgera hatî jiyan kirin hêj berdewame.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Hola şerê ku li Kurdistanê bi baldarî pêşvediçe êrîşên çeteyên Daiş di serîde li Kurdistana Rojava bi berxwedana Kobanê bi awayek rewneqdar berdewam dike. Ev berxwedana dîrokî li Kurdistana Başur li Şengal û Kerkûk ji aliyê hêzên me yên HPG-YJAStar ve berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Roja 4 Kanûn di navbera demjimêrên 12:00 û 14:00 an de tevgera balefirên Şer û keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya herêma Zap’ê bi navber navber hatiye jiyankirin. Ev tevger li Herêmên Parastinê Yên Medya bi zêdebuyînê berdewam kiriye. Li gorî vê;
- Ayrıntılar
Bêrîtan bi eslê xwe Hîlalî bû, gundê Hîlal bi Şirnexê ve giredayiye.Pêşî ez dixwazim behsa jiyana rasteqîn ya gund, trajediya jiyana koçberiya gundê li qontara çiyayê asê paldayî, qehremaniya ku Hîlaliyan li hember dijminê neyarê hov yê ku dixwaze bi awayeke hovane tune bike û ji holê rake bikim. Bi kurtasî ez dixwazim behsa êş, elem, dijwarî, xemgînî û bedewiya gundê Hîlalê bikim. Ez bawer im ku heta mirov rasteqîniya vê dîroka efsanewî di hestên xwe de nebine, ne pêkan e ku mirov rastiya jiyana Bêrîtan fêm bike. Çiyayê Kêla Memê, bi bilindahî û hişmetiya xwe çiyayekî asê ye. Milekî wî digihije çiyayê Tenînê, mile din jî çiyayê xankê hembêz dike. Gundê Hîlalê di sêgoşeya van çiyayan de, bi şanazî cih girtiye. Hewirdora gund bi van çiyayên asê hatiye dorpêçkirin. Xweşikî û bedewiya wî din ava van çiyayan de veşartiye. Kêla Memê, wateya xwe ji peyva “şivan” girtiye. Ji bere de şivanan, van çiyayên asê ji xwe re kirine wargeh. Di demsalên sar û germ de li vir jiyane. Bav û kalên me, rûsipiyên me her tim ji me re behsa van şivanan dikir. Ji bo wê yeke, ji wê rojê de ye ku navê vî çiyayê bi hişmet û asê li Kêla Memê maye. Çiyayê Kêla Memê ne tenê asê ye, bi xof e. Serî nadaniye li hemberê neyarên xwe. Loma van çiyayan bi xwîna zarokên azadiyê hatiye avdan. Van çiyayan din ava dilê xwe de ji van zarokên çiyê re cih vekirine, mazûbanî kirine. Ji bo wê çendê navên xwe li ser rûpela dîrokê nivîsandiye. Bûye newaya stranên gel û li her herêmên kurdistanê belav bûye. Kilam û stranên dengbêjan xemilandiye û bûye rastiya dîroka gundê Hîlalê. Di gel ewqas talan, zor û zulma dîtiye de jî, hêjî xweşikiya awirên xwe yê masumane di nava dile xwe de parastiye û bûye hevalê van çiyayên asê. Hîlalî bi rik û înad têkoşîna xwe ya li hemberî neyarê xwe yê hov peyitandiye û xweşikiya xwe jiyaye. Hîlal bi şînahiya xwe, bi dar û beren xwe, bi av û fêkiyên xwe navdar bû. Bi vî dewlemendiya xwe bala her kesî/ê dikişand li ser xwe. Ava wî ya hênik her tim ji gewriyên miçiqî û zuwa re dibû derman. Fêkiyên wî jî dibûn şifa. Ma kê nedixwest ku li vî gundî bijî! Mixabin niha bedewiya wî bi zencîrên zengarî yê neyarên me ve hatiye qeydkirin. Gund hatiye hilweşandin. Hîlala rengîn hatiye wêrankirin. Gund dinale û ketiye nava bêdengiyekê kûr.
Di sala 1994’an de ji vî xweşikiya Hîlalê çavên neyarên me tarî bibûn û ji hesûdiya xwe komkûjiyeke hovane pêkanîn. Gund bi darê zorê hate valakirin. Niştecihên wî koçber bûn. Êdî Hîlal mîna baxê biheştê din ava dile niştecihan de wekî cih girtibû.
Êdî din ava lepên neyarê xwînxwar de mabû dinaliya û rizgariya xwe dixwest. Neyaran hesabên xwe şaş kiribûn. Hesabê zarokên Kurdan nekiribûn. Her zarokeke Kurd li hemberê zulma neyarê hov bibû koza agir, bibûn leheng û serî rakirinbûn. Çiyayên azad ji wan re bibû stargeh. Êdî êş û kesera salan di dilên xwe de dihewand û ji bo rizgariya gundê xwe, wekî listika xwe ya zarokatiyê ya nivçomayî li hemberî neyarê hêv wek şêran şer dikirin keç û xortan hêz dabûn hev. Ji bav û kalên xwe hîn bibûn, ji wan re digotin: “şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.”
Keç jî xort jî zarokên jiyana koçberiyê bûn. Yek ji van lehengan jî heval Bêrîtan bû. Heval Bêrîtan roj bi roj kesera gundê xwe di hundurê xwe de dikişand û êşa wî hîs dikir. Piştî valakirina gund ji bo heval Bêrîtan û malbata wê wek hemû malbatên koçber jiyaneke dijwar dest pê kiribû. Berê xwe dabûn Kurdistana Başur.
Jiyana penaberiyê êş, elem, hejarî, belengazîtî û birçîbûnê bi xwe re anî bû. Tu car jiyana kambax a hejariyê pêşî li têkoşîn û berxwedana wan negirt. Pêşî li qampa Nînowayê, paşê li wargeha Mexmûrê bi cih bûn.
Di gel dijwariya jiyana koçberiyê de jî, li qampê ji bo zarokan perwerdehiya bi zimanê Kurdî destpê dike. Heval Bêrîtan jî wek zarokên din ji bo perwerdehiya zimanê dayîkê dest bi dibistanê dike. Heval Bêrîtan roj bi roj mezin dibe. Di vê navberê de PKK’ê nas dike. Paşê ji bo tevlî refên gerîla dibe. Di demeke kin de perwerdehiya leşkeri dibine. Paşê tevlî nav hêzên leşkerî ango yekîneya ciwanan ya li herêma Xinêrê dibe.
Cara yekem min wê piştî dîlgirtina Rêber Apo dîtibû. Wê demê ew hêj zarok bû. Bi temenê xwe biçûk lê gelek jîr û bi bîryar bû. Wê bi dilxwazî û hezkirî ev jiyana leşkeri hilbijartîbû. Di destpêkê de çek jê re zehmet hatibû lê di demeke kurt de hînî jiyana leşkeri dibe. Tu carî gazina ji vê jiyana dijwar nake. Weke şoreşgerekê têdikoşe. Bi tevger û helwesta xwe ve ji hevalên xwe re dibe mînak. Piştî 1993’an û şûnde min ew nedît.
Dema ku min cara duwemîn ew di sala 1999’ an de ew dît, yekser min ew nas nekir. Lê nizanim ji bo çi, min ew ji xwe re pir nêzîk didît. Wekî hevalekê xwîna min lê dikeliya… Din ava hevalan de herî pir wê bala min dikişandibû ser xwe. Birastî min pir meraq dikir gelo ji ku bû? Rojekê min jê pirsî: “heval tu ji ku yî?” wê, bişanazî: “ Ez ji Hîlalê me.” Wê ez bersivand im. Min jêre got: “ Ma navê te ne Mercan e?” Got: “ Belê navê min Mercan e. Lê navê min ê niha Bêrîtan e.” Ez mat mam. Gelek guherîbû. Min xwe negirt, çend car bênavber: “ Niha tu Bêrîtanî?” ji ber ku dema ez û hevala Bêrîtan ji hev qetiyan hêj zarok bû. Bi rastî min qet texmîn nedikir ku ez wê careke din bibînim. Her çiqas di temenê xwe yê zarokatiyê de tevlî nav rêxistinê bibû û jiyana çiyê ji bo wê hêj zû bû jî, êdî bibû wesileyek ji wê jiyanê re. Bibû evîndara çiyê. Bibû kulîlka çiyê. Bibû perperoka serbixwe ya çiyê, ji wê kulîlkê difiriya kulîlka din. Ez û heval Bêrîtan demeke kurt li gel hev man. Rojek hat em dîsa jihev qetiyan. Jiyana şervaniyê wisa bû. Di her kêliyê de peywîr dihate guhertin. Piştî vê veqetandina me, êdî demeke dûr û dirêj me hev du ne dît. Herî dawî min hevala Bêrîtan di zivistana 2004-2005’an de dît. Me bi hev re di dibistana Mahsûm Korkmaz de dewreyek perwerde dît. Ev ji bo min şanseke pir mezin bû. Bi rastî moraleke mezin da min. Lewra min pir bêriya wê kiribû û min dixwest ez wê bibînim. Êdî hevala Bêrîtan mezin bibû. Bibû şervaneke ji xwe bawer û çalak. Dema diaxifî her kes bi baldarî lê guhdar dikir. Li ser xêza şoreşgeriyê û rêxistinê kûr bibû. Ev taybetmendiya wê, di hewldan û axaftinên wê de xuya dikir. Ji bo wê jî ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Her kes wê ji xwe re mînak digirt. Hevala Bêrîtan bi hesteke paqij û xwerû dijiya. Tu carî dile kesî nedihişt. Devliken û xweş sohbet bû. Deriyê dilê xwe yê şoreşger ji her hevalê re vedikir. Wek perperîka serbixwe, azad û ji xwe bawer bû. Me di dibistana Mahsûm Korkmaz de jî nêzîk ve hev du nas kir. Bi rastî jî ez gelek tişt jê hîn bûm. Di wê demê de herî pir pirtûka Rêber Apo ya “ Parastina Gelekê” bala wê dikişand. Dixwend û li ser wê kûr dibû. Lewra dixwest paraznameyê baş fêm bike û di pratîkê de pêk bîne. Bi rastî jî ji me hemûyan zêdetir hevala Bêrîtan li ser paraznameyan lêhûr dibû û hewldida ku fêm bike. Di pratika xwe de jî bikartanî. Ev kûrahî di nêzîkatiya wê ya rêhevaltiyê de, di heskirina wê ya jiyanê de, di hewldana wê ya berpirsiyariyê de û di awirên wê yên serhildêr de nişan dida.
Vesazbûna hevala Bêrîtan li herêma Zagrosan çêbibû. Lê bi rastî jî herêma Zagrosê qet ne di hişê wê de bû. Ne ku ji vê herêmî hez ne dikir, di dile hevala Bêrîtan de her tim herêma Botan hebû. pêşniyara xwe ji qada Botanê re kiribû. Lê baş dizanibû ku Zagros jî herêmeke Kurdistanê ye. Êdî tiştê ku bikir anînbû. Amadekariya xwe bi rêk û pêk kir û kete riya herêma zagrosan. Pir ji çûndina herêma Zagrosan re ne dilxwaz bû, lê tu carî wê ev hestên xwe li gel hevalan diyar nekir. Ew evîndara herêma Botan’ê tenê nebû, hezkiriya tevahiya Kurdistanê bû. Di demeke kurt de xwe ji têkoşîneke dijwar re amade kir. êdî bibû lehengeke bêhempa û ji çiyayên pîroz yên ku dergûşa mirovahiyêne hêz digirt û şer dikir. Gav bi gav ber bi lûtkeyên Cîlo ve hildikişiya. Hevala Bêrîtan pratika xwe ya yekem li Zagrosan ango Çarçêlan derbaz kir. Ji hatina xwe ya Çarçêlan de hezkirineke bêhempa çêbibû. Evîdarê xweşikî, nepenî û bedewiya Çarçêlan bû. Xwe di bihuşta Çarçêlan de digirt. Di helbestên xwe xweşikiya Çarçêlan di anî li ser ziman. Bêjeyên xwe yên herî xweşik û bi wate dixemiland û ji bo Çarçêlan bikar di anî, dinivîsî û ji heval û hogirên xwe re dixwend. Têkiliyeke germ di nava heval Bêrîtan, Çarçêlan û hevalên wê de çêbibû. Êdî, Bêrîtan jî wekî Zozanên Çarçêlayê xweşik, wekî Cîlo serhildarê û wekî Cûdî biheşmet bû. Biqasî govendê nepen û bi qasî Avaşîn zelal bû.
Bi hêviya dîtina çiyayê Gabarê dijiya. Dixwest Gabarê jî dibîne û pê re hevaltî bike. Bêrîtan demeke li Zagrosê dimîne paşê derbazî çiyayê Gabarê dibe. Wekî zarokeke nû ji dayîka xwe bibe, bextewer bû. Bi coş bû. Kefxweş bû. Ji bo Bêrîtanê careke din jiyaneke nû dest pê kiribû. Her çiqas cara yekem hatibû Gabarê jî, her wekî bi salan e li herêmê jiyaye, qet xerîbî nekişand. Di demeke kurt de dest bi xebatên xwe kir. di dile Gabarê de, di mile heval û hogirên xwe de cihekî bi nirx girt. Pratika wê ya yekem li Çiravê çêbû. Êdî herêmê baş dinasî. Bi hemû kevir û kuçeyên herêmê re bû hevaleke dilsoz. Bi xaka pîroz ya Gabarê re li hev hatibû. Me wê salê zivistana xwe bi hev re ango li Gabarê derbas kir. Ji aliyekê sir û seqema zivistanê, ji aliyê din ve jî êrîşên neyaran didomiya. Tu carî serî li ber dijminê xwe dananî. Bi lehengî li ber xwe dida. Rêhevaleke serkeftî bû. Wê dizanibû ku xweşikî û dijwariya jiyanê wê her hebe. Dawiya zivistana 2007’an bû. Heyva Gulan’ê bû. Careke din ji bo peywîrekê heval Bêrîtan vegeriya qada Çiravê. Di komîna heval zekiye de cih girt. Ew û hevala hêvî koçer, dünya afrîn, nefel Gever û zekiye mêrdîn ji bo peywîrekê diçin cihekî. Di rê de rastî kemîna neyarên xwe tên. Bi berxwedaneke mezin şer dikin û şehîd dikevin. Şahadeta hevalên wê bandoreke neyînî û pir giran lê dike. Tu car ji hişê wê dernakeve. Lewra di wê tîmê de ew tenê mabû. Şev û roj fikra tolhildana hevalên wê di hişê wê de bû. Jiyan didomiya. Dizanibû ku ji bo jiyaneke xweş, rizgarbûna welêt şer û têkoşîn pêwîst e. Di warê derûniya şer de serwext bû. Di demeke kurt de xwe da hev û ji bo têkoşînkirinê di nav hevalên xwe de cih girt.
Helwesta wê gelek bandor li ser hevalan dikir. Her kes dixwest li gel wê peywîr bigire. Taybetiyên wê yên serbixwe hebûn. Evîdara azadiyê û serxwebûnê bû. Di şertên herî giran de jî, xwe perwerde dikir û pêş de dibir. Hevalên xwe jî bi xwe re perwerde dikir. Pir baweriya xwe bi perwerdahiyê dianî. Jiyana bi rêk û pêk û bi plan bi perwerdeyê ve girêdida. Taybetmendiyên wê yên herî bandorker him xwîner û hin jî nûsereke baş bû. Rojnivîsa xwe dinivisî. Helbestên wê jî bala her kesî/ê dikişand. Ew şoreşgereke pir alî bû.
Hevala Bêrîtan di 4’ê Kanûna 2007’an de li çiyayê Gabarê, li qada şehîd Erdal, di êrîşekê de şehîd dikeve. Bi vî rengî ew jî wek pakrewanekê tevlî nav koma hevalên xwe yên şehîd dibe. Di vê pêvajoyê de jardayîna Rêber Apo hatîbû rojevê. Ji aliyeke din ve jî politikayên îmha û înkarkirinê dimeşandin. Bi wê mebestê giraniya xwe dabûn ser çiyayê Gabarê. Di xwestin vê herêmê bidest bixin.
Her çiqas div ê demê de şehîd hatin dayîn jî, bi berxwedaneke mezin PKK’ê hêza neyaran carekê din şkand. Ev jî rastiyeke ruh û giyana PKK’ê îfade dike. Yek ji hevalên ku vî ruhî bi awayekî dilsoz dijiya û tevlî dibû rêheval Bêrîtan bû. Bi vê ruhê xwe berxwedaneke bêhempa nişan dabû.
Her çendî hevala Bêrîtan bi bedena xwe li gel me nebe jî, lê wê her tim jiyan û giyana me de bijî. Bi rastî di debarê hevala Bêrîtan de nivisîn ne hêsan e. Peyv têr nake. Ancax bi jiyankirinê mirov dikare rastiya heval Bêrîtan fêm bike. Fêmkirina Bêrîtan di heman demê de têgihîştina PKK’ye.
Ji bo min jî, xwedî li bîranînên wan derketin, wan zêdetir fêmkirine. Ez ê kesayetiya wan ji xwe re mînak bigirim û divê riya pîroz de bimeşim. Bîranînên wan wê riya min ronî bike. Bizanim ku ji bîr kirina we, ji bo min wê îxanet be. Bi hemû hestên xwe, bi hezkirina xwe, ez we bi rêzdarî hemêz dikim û we silav dikim. Wê rojên herî dijwar b imin re parvekir. Ez bi sedema wê ser diketim. Ez ê her tim we bişopînim. Bi hêvî û daxwaza gihîştin û dîtina wê rêhevalên min…
Rêheval Bêrîtan, kulîlkeke di kûrahiya zinar û kendalan de nû gihîştî ye…
Silav û Rêzên Şoreşgerî
SÎDAR GABAR
- Ayrıntılar
Dîrokeke biêş e Botan. Navenda vejîna mirovahiyê, pîrozbûnek bêhempa dide axa wê. Erdnîgariya wê, gelek êşên mezin kevin kir. Çawa ku îro xwe bi rabirdu xwedî dike û digihîne dahatu, axa Botana qedîm jî bi berxwedan û têkoşînê xwe gihandiye roja me. Gelek şer û pevçûn, artêşên dagirker xwestin axa wê ya bihûştîn bikin dojeh. Lê axa wê ya çiyayî her çû bedew bû, her çû bi destanên lehengên egîdî xwe neqîşand. Xwezaya wê ya efsûnî, dîroka wê ya zîndî, heybeta wê ya serhildêr mîna gerîneka avên kûr mirov dikişine hinavên xwe.
Pêxember Nûh, jiyana pîroz ji bo ji lanetbûyînê biparêze, berê keştiya xwe dide ber bi çiyayê Botanê. Cûdiya Mirada hembêza xwe ji serhildana pêxember Nûh re vedike. Neolîtîka Mezopotamya çawa cara yekemîn ji mirovahiyê re dibe dergûşa civatbûyînê, çandiniyê û hwd. ji bo pîrozbahî bi ser keve careke din Cûdiya Mezopotamya xwe dighîne hewara mirov, nebat û lawirên keştiyê pêxember Nûh.
Botana Mezopotamya, gelek caran ji keremeta mirovahiyê re bûye wargeheke dîrokî. Axa wê ya kevnar û serhildêr ti carî zaliman nehewandiye. Her tim li dijî zalim û serdestan bi çiyayên xwe, bi zarokên xwe yên leheng şer kiriye. Ti carî rê nedaye seferên Îskender ê Makedon, desthilatdarî û dagirkeriya dewletên dîtir.
Egîdî, berxwedanî, pîrozbûn tim mohra xwe li rûpelên dîroka wê ya zêrîn xistiye.
Netew dewleta Tirk qirkirin, bişaftin, înkar û îmhayek pir mezin li ser gelê Kurd meşandiye. Li hember zilmê cewherê xwezaya gel e ku tevgera PKK’ê jî ji vê bandora bêsiud re weke bertekekê azadiyê derket holê. Cih û warên destpêkê Botan e. Ji bo fîşeka yekemîn; gerîlayên Kurd û gelê Mezopotamya, ji bo li hemberî zordestan xwe biparêzin berê xwe dane hêlîna teyran, çiyayên asê. Egîdên ku tim li hemberî neheqiyê şerkirine, tim xwe spartine dergûşa çiyayan. Çiya tim ji gelên bindest re bûne perestgehên pîroz.
Nexşeya Botanê bi vîn, wêrekî û xwîna egîdan hatiye xîz kirin. Fermandarê mezin Egîd li hemberî neheqiya dewleta Tirkan li ser vê xakê bû ferman, bû meşaleya agir ê ku ti carî netemire li lûtkeyên Botanê.
Yek ji şopdarên fermandar Egîd jî rêhevalê Adil Bilikî ye.
Rêheval Adil Amed, li gundê Bilîka ku li qontarê çiyayê Cûdî ye hate dinyê. Di temenê zarokatiya xwe de êşên pir mezin dijî. Du birayê wî yên mezin ku li ser sînorê Bakur û Başur qaçaxvaniyê dikin ji aliyê wampîrekî ve, ango leşkerên Seddam Huseyn ve tên kuştin.
Ji ber vê bûyera biêş berpirsiyariya malbatê dikeve li ser milên wî yên biçuk. Lê wî di jiyana xwe de tim bi dilekî mezin têkoşîn kir. Ji bo aboriya malbatê, ji Cûdî komir dibir navçeya Sîlopiyê difirot û debara malê bi wî rengî dikir. Zîrekbûna wî, fêm û feraseta wî bala şêniyên gund dikşand. Lê di xeyalên Adil de tim xwe giyandina lûtkeyên Cudiyê Mirada hebû.
Rêhevalê Adil, hê di temenekê biçûk de bala gerîlayên ku tên gund û diçin jî dikşîne û gerîlayên têkoşîna azadiya gelê Kurd bi zagona leşkerî ve wî di sala 1987`an de tevlî nava refên gerîla dikin.
Rêhevalê Adil di destpêka tevlîbûna xwe de wê rewşê qebûl nake û dixwaze vegere malê. Lê tiştê gerîla jê dixwaze xwe tevlîkirina partiyê ye. Fermandar Adil bi bişirê ku ji rûyê wî ti carî kêm nedibû dema behsa van rojan dikir, wiha digot “ min partî nasnedikir û we ez bi zorê tevlî kiri me. Ji ber vê sedemê min vegerînîn. Ji ber eleqeya hevalan min biryara xwe da û ez tevlî bûm”. Piştî ku tevlî dibe jî rastî zor û zehmetiyên çeteyên mîna Zekî, Botan û yên din tê.
Rêheval Adil dema behsa wan rojan dikir heçko awirê wî dibû kêr û li ser sînga îxanetê diket. “Em ji bo çalakiyekê çûn ser gundeki cerdewanan, li gor talimata Zekî jin, zarok çi bihata li ber me, me yê bikuşta. Lê min ev yek ti carî hezm nekir min digot; PKK ne ji bo kuştina gelê Kurd ji bo jiyandina gelê Kurd têkoşîn dike. Dema ez çûm çalakiyê min nehişt heval destê xwe bidin zarokan û min wan parast, lê dema piştî çalakiyê em zivirîn noqtê, Zekî ez bêçek û rext kirim û fermana îdamê da min. Haya min jî ji ti agahiyan nebû, lê dewleta Tirkan qenal TRT 1 di nûçeyên xwe de gotibûn `terorîstên nebikêr, nikarin çend zarokan bikujin`. Li ser vê nûçeyê Zekî jî tehrîk bû û min bêçek û rext kir. Lê baweriya min jî tim bi edeleta partiye hebû. Ji ber ku min biryareke rast dabû û pêk anî bû”.
Fermandar Adil dema behsa bîranînên xwe dikir kûr û dûr diçû, keserên kûr dikişand û digot “heval, min pir êşên mezin kişandin. Lê tiştê ku min li ser linga dihêle, tolhildana şehîdan û gelê min e”.
Dema mirov li fermandarê efsunî hevalê Adil mêze dikir, mirov êşên ku kişandiye û vê yekê çawa kesayetek pola afirandiye didît.
Ew tim di zor û zehmetiya de li pêş bû. Digot “hezkirin çalakbûyîn e”. Fermandarê eyaletê bû, lê tim diçû keşfê, peywirên erzaq anînê, nobet digirt, ji hevalan re bo xwarin çêbike li mitfaxê, ji bo nan bipijîne li ber sêlê, di çalakiyan de tim di êrîşê de bû. Ango ji dervî çend saetên xewê hevalê Adil vala dîtin nepêkan bû. Bi vê terzê xwe, hevalên derûdora xwe perwerde dikir. Bi sekna xwe ji pêdiviyên demê re dibû bersiv. Enerjiya hevalê Adil, hezkirina wî ya ji welat, gel û têkoşîna azadiyê re bû. Enerjiya hevalê Adil, bi ked û fedekarî, bi coş û moral, bi terz-taktîk, tempo-şêwaz û dewlemendiya îradeya kesayet li ber çavan radixist.
Tiştê ku herî zêde fermandar Adil dixist tengasiyê, rewşa Rêber Apo bû, rewşa Rêber Apo êşek bêsînor dida wî. Û ev yek tim dianî ziman “heta Rêber Apo azad nebe jiyîn ji min re heram e”. Hevaltiya wî tim rast û durust bû, ji ber ku êşên hevalên kêleka xwe tim hîs dikir. Ji bo hevaltiyê biparêze bi dehan caran ligel me xwe dixist xeteriyê.
Civakbûyîn di kesayeta hevalê Adil de tim bi vê rengî dihat jiyîn. Ew gulekî ku birînên dijwar dipêça bû. Ew dilek bû ku ji bo hevaltiyê diavêt. Dema hevalek li Dêrsimê şehîd biketa ne diaxifî, ne xwarin dixwar û ne jî jiyan asayî dipejirand. Lê dema diçu li ser gir û çeperên dijmin, bi afirîneriyeke pir hostayî derbe li dijmin dixist û vedigeriya, bêhna wî derdiket û dikaribû nefes bistenda.
Dema fermandar Adil tê gotin, pêwîst e destpêkê evîna wî ya terz, qûral û pîvanên gerîlatî bê bîra şopdarên wî. Ji ber ku gerîlatî ji bo heqîqetê serhildan e, serhildêri ye. Ew fermandarekî ku welatê xwe dixwest ji zorbatiya dewleta rom rizgar bike. Ji ber ku sêhr-heybet û çavkaniya hêza gerîla, pîvan û quralên wî ne. Ji ber vê sedemê, disiplîn di cewherê xwe de tim zindî dihişt. Şer qada xeteriyê û rîskê ye, şer bi xwe duelo ye, bibiryarbûyîn bibû taybetmendiya kesayeta wî. Bi biryardayînekî pir xurt bi zeka û hestên pir mezin, di qada xeterî û rêskê de li hemberê neyarê hov, disekinî, şer dikir û hevalan dida şerkirin. Bi wêrekiyek pir mezin tevlî çalakiyan dibû û encam digirt.
Fermandar Adil bênavber 21 sal, bi taybet jî li çiyayên Botanê û li gelek deverên cuda fermandartiya gerîla bi serkeftî meşand. Dixwazim çîroka meşa wî ya azadiyê ya bi îstîkrar kurt be jî parve bikim.
Afirênerî, her tim beravajî dijmin xwe rêxistin kirin, hunerên wî yên hest-aqil û milîtanek bawermed; li hemberî zor û zehmetiyan hewldanên çavkaniya wî ya fikir, îrade, xwînsariya wî ya di nav mirinê de jî, rast fikirandin û tevgerkirin. Hestewariya wî ya lewaztiya dijmin ditîn û çûyîna ser hedef û hedef xistin, îrade dijmin şkandin. Hişyarbûn, jîrbûn û bawerîdayîna hêza xwe, ev taybetmendiyên wî di şer de tim li pêş bûn.
Fermandar Adil di van 21 salan de di gelek çalakiyan de, di êrîşê de, di parastinê de, di koordînê de, di kemînan de di sergirtinên dijmin de rol û misyon girt û bi serkeftî têkoşîn kir. Di sala 2006’an de Rêber Apo got; “milîtanên bi min ve girêdayî bila biçin Bakur”. Fermandar Adil jî di vê salê de derbasî çiyayê Gabarê, warê fermandar Egîd bû. Di vê salê de bi dehan çalakiyên serkeftî pêşxist, ji ber ku pêşengtiya Gabarê û di dîroka şerê PKK’ê de Gabar xwedî cihekî stratejik bû. Vê jî dida nimandin ku dê sala 2007’an pir dijwar derbaz bibûya.
Nîjadperestiya netew dewleta Tirk û hevparên wî yên dewletên kapîtalîst û emperyalist, Emerîka, Îngilîz û Îsraîl bi hev re qomploya navnetewî dixwestin di sala 2007’an de kûr bikin û bimeşînin. Li girava Îmraliyê jehrîkirina Rêber Apo, di giyana fermandar Adil û gerîlayên wî yên Gabarê de înfîalek afirand.
Artêşa Tirk bi hêza xwe ya deh hezaran ve operesyoneke pir berfireh li Gabarê da despêkirin. Armanca operesyonê, rola Gabarê ya pêşengtiya stratejik bişkîne bû. Li her deverê Gabarê şer-pevçûn û şewat bû. Ew rewş di adarê de destpêkir heta dawiya meha gulanê berdewam kir.
Li aliyekî êrîşên dewleta tirk û dostên wî yên kapîtalîst, li aliyê din jî komekê biçûk û di nava bêderfetiyan de di pêşengtiya hevalê Adil de gerîlayên Kurd. Di vê pêvajoyê de gerîlayên Kurd berxwedaneke dîrokî nişan dan û bi dehan caran derbeyên pir giran li dijmin xistin. Birçîbûn, tazîbûn, bêcebilxane bûyîn hebû, lê bes bawerî û îradeya wan mîna taybetmediyên xwezaya çiyayên Botanê bû.
Li hember ewqasî êrîşên firokeyên şer, kobrayan, hawan, obîsan û sîlehên ferdî yên dijmin, gerîlayên Gabarê bi vîna xwe ya tazî li ber xwe didan. Fermandar Adil di civînekê de jî ji bo dengê çekên dijmin bi henekî digot: “dengê van çekên dijmin nebe xewa me nayê” bi vî awayî hevalên ligel xwe motîveyî şer dikir.
Şer karekî kolektif e. Lê şerê ku di Gabarê hate meşandin de di asta rêveberiyê de bi tenê hevalê Gelhat ji hevalê Adil re dibû alîkar. Mirov dikare bibêje ku yek sedemek şahadeta wî jî tenê mayîna wî bû. Lê ruxmî tenê mayîna wî jî, tim bi coş, moral û dilnizim bû. Tiştê ku jiyanbikira her tim bi hevalan re parve dikir. Kêliyeke vala ti carî ji xwe re nedipejirand. Jiyana wî bi xwe perwerde bû. Derdora xwe tim perwerde dikir. Mirov dikare bibêje di kesayeta xwe de rêxistin dida jiyan kirin. Fermandar Adil bi tenê ji tiştekî re tehemûl nedikir, ew jî têkçûyîn bû. Bertekên wî yên li hember têkçûyînê, kesayeteke serkeftî di rastiya wî de ava kir.
Dîsa mirov bixwaze hevalê Adil nasbike, kîna wî ya ku ji serhildana Agirî mabû ku Îhsan Nûrî Paşa digot: “Agirî agir dibarîne” kîn û hêrsa wî, mîna volqanên çiyayê Agirî bû. Belê em werin dîsa pêvajoya Gabarê, vê pêvajoyê tenê mirov dikare bi romanekê şîrove bike. Lê kurt be jî em li ser vê pêvajoyê rawestin.
Di şahadeta hevalê Adil û hevalên din de, zanist û teknolojiya dewletên kapîtalîst rolekê sereke leyîstin. Dewleta Tirk ji dewleta Îsraîlê heron kîrî bûn. Heron wê demê nû bû û gerîlayên PKK’ê ev teknîka hîna zêde nasnedikirin. Lê çalakiyên fermandar Adil, mîna çalakiya çiyayê Bizina TRT Gabar, çalakiya kuştina serheng û serdarên tirkan hwd. dijmin felç kiribû. Vîna dijmin şkestîbû û tenê di destê wî de heronên Îsraîlê mabû.
Wext mîna rûbarekî har demsal ber bi zivistanê dibir, pirsgirêka erzaq pir cidî bû, jixwe berxwedana heyî bi zikê birçî hatîbû meşandin. Dijmin rastiya Gabarê baş dizanîbû û tim li derdora Gabarê kemîn diavêt.
Fermandar Adil li pelên darên weşiya mêze dikir û xemgîn dibû; “ax me ev zivistan jî derbas bikira, bi biharê ve em ê bikevin bajarên derdorên Gabarê û ji dijmin paqij bikin”.
Quwetên biryargeha Gabarê ji bo peywirek erzaq xwe dabûn noqteyek ne guncav. Heronan 24 saetan nêçîra gerîla dixwest bikira. Bi dehan caran serdegirtinê noqteyan ên dijmin bi teknîkê çêbibûn.
Saet 3. 30`î şevê balafirên şer li noqteya biryargeha Gabarê dan. Heval dîsa difikirin ku ew serdegirtin jî mîna ewên dîtir ê bi teknîkê were kirin. Îxtîmal nadin ku di bin êrîşa hewayî de leşker jî were, leşkerên Tirk derdora şikefta fermandar Adil wan girtîbûn. Saet neh û nîvê sibê, hevalê Adil serbazekî Tirkan dikuje û şer destpê dike.
Di vî şerî de hevalê Adil ji dilê xwe birîndar dibe. Heval bi kefiyekî rûyê wî digrin û dibêjin ji xwe şehîd ketiye, lê tam di wê kêlîkê de fermandar Adil ji nişka ve radibe û dibeze, bi dirûşmên “şehîd namirin, bijî Serok APO”, dibe mîna alekî û dibeze. Ji bo cenazê wî nekeve destê dijmin dibeze, dibeze ji ber ku ew ji hemû zor û zehmetiyên şoreşê re beziya bû. Dibeze ji ber ku ew mîna çiyayên Botanê tim serhildêr bû.
Belê, ev nivîs nabe ku kêliyeke jiyana fermandar Adil îfade bike, berî ku tevli nav karwanên nemiran bibe pişta xwe dabû darekê û awirên wî yên hişk û wêrek li ser dijmin bû, kulma wî şidayî bû.
Her kêliyeke bi te re şanaziya jiyana me ya herî mezin bû. Em ê te ti carî ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Îskan AMED
- Ayrıntılar
