Rêhevalê Amed dema ku di sala 2011’an de ji bajarê Silêmaniyê tevlî nav refên gerîla bû, piştî perwerdeya şervanên nû hat tabura me ya ş. Bêrîtan a di herêma Xakûrkê. Dema ku heval tevlî bûyî ji ber ku hevalekî soranbû, lê belê ji bona ku ji hevalên li derdora xwe û di heman demê de parêzname û perwerdên ku ji aliyên rêxistinê ve tên dayîn li ser bîrdozî û felsefa Rêber Apo fêm bike û bikaribi ku tevlîbûnekî hîn xurtir bide çêkirin di demekê pir kin de bi hemû hewldanên xwe ve û di heman demê de bi alîkariya hevalên xwe fêrî zaravê Kurmancî bû û di heman demê de bi zaravê Kurmancî diaxifî. Di nava jiyan û perwerdê de jî hewl dida bi kurmancî biaxife. Hetanî beriya ku tam fêrî zaravê Kurmancî bibe jî roxmî ku zehmetî jî dikişand, lê belê tu cara evya ji xwe re nekir hincet û negot: “ez fêm nakim.”berovajî her tim li pey zanebûnê dibeziya di xwest xwe xurt bike û xwe biafirîne. Di despêkê de zehmetî dikişand, ji ber jiyana gerîla nas nedikir û jêra zehmet dihat, wê demê roxmê ku zehmetî dişand û her çiqasî nedianî li ser ziman jî, lê belê li ber çav bû. Lê hevelê Amed ji bo di sekna xwe de, di jiyana xwe de, di xebatê xwe de xurt bibe xwe her tim diêşand û heta tu caran wî zehmetî wek astengî nedigirt dest û nedigot “ez nikarim”. Wî zehmetî wek tama jiyanê digirt dest û dema zehmetî dibohûrand jî digot “ jiyan hê xweştir e”. Tim di nava têkoşînekê de bû li dijî zehmetiyan ji bo zor û zehmetî wî li paşnexîne li himber wan di nava şer, israr û îradeyeke mezin de bû. Heta berovajî wêna di nava têkoşînkirina xwe ya jiyanê de pir serkeftî bû. Lê dema hinek fêrî jiyana gerîla bû êdî bi awayek aşiqwarî bi jiyanê, bi çiyayan û bi hevaltî ve hat girêdan. Ji ber ku dema ku mirov meşa wî ya di nava têkoşînê de meyze dikir wê demê bi jiyana xwe û bi sekna xwe ya di nava jiyanê de dida diyarkirin, şervanekî ku li ser şopa heqîqetê dimeşe, sekna wî ev pir vekirî didia xuya kirin. Roxmî ku di milê fizîkî de zorahî dikişandin, bi xwe digot “eger di mejiyê min de fam dibe laşê min çi bêje ne xem e.” Ango digot dema mirov xwe di mejî de safî dike tu asteng namînîn. Wî her tim ji xwe re fikrên Rêbertî esas digirt, her tim parêzname pêre bû û kengî li kû derê vala maba dixwed. Cihekî ku fam nekiriba yekser ji hevalên li derdora xwe dipirsî û dixwest fêmbike û xwe pêşbixe. Tu caran xwe bêperwerde nedihişt û di nava jiyanê de jî tim û tim pirs pêşdixist û nîqaş li ser parêznaman pêşdixist, ango nedixwest di jiyanê de tişek vala bixe mijara nîqaşên xwe yên jiyanê, tim ji nîqaşên vala direviya û her tim li himber tiştên wisa xwedî helwest bû.
Hevalekî dilnizim û tu caran hevalên xwe nediêşand. Dema rexne jî kiriba bi zimanek xweş rexne dikir, dema ser kêmasiyan de jî biçûba, ne jî bi pîvan tevdigeriya bêkû hinekan bişkîne ew kêmayî çareser dikir. Li hember hevalên xwe zimanê hişk û ziwa tu caran bikar nedianî, li himber hevaltî û jiyanê tim bi rêzdar bû. Bê ku li agahdarbe yekser nediket nav her tiştî destpêkê fêmdikir û wisa diket nav hevalan. Hevalekî rûken bû, dema bi hevalan re diaxivî piranî biken bû. Ji henekên wî jî wisa diyar dibû ku pir ji hevaltî hezdikir û nedixwest ji hevalan qût bibe, her tim ew hezkirina wî di jiyanê de diyar bû di tevgerên wî, meşa wî, rabûn û rûniştina wî de ev hezkirin dihat xuyakirin. Bi gotin zêdetir di cewher de hevaltî jiyan dikir û dida jiyankirin. Roxmî ku destpêkê zêde ji gotinên hevalan fêm jî nedikir, lê dîsa jî bi baldarî guhdar dikir û dixwest fêmbike. Bi xwe digot: “dema ez hevalan guhdar dikim ez fêm jî nakim ez dizanim ku heval rastiya jiyanê tînin li ser ziman.” Her tim dixwest civakbûyînê jiyan bike û her tim dixwest di nav komên hevalan de be, xwe bi tenê nedihişt û dîsa dixwest rihê Kurdistanê bi xwe re bide avakirin û bigihîne rastiya Kurdistanê û wê çanda Kurdistanê bi jiyana xwe re bike yek. Dixwest vê çandê hindirîn bike û bixe jiyanê. Ji bona wê wiha digot: “ eger ez nebim Kurdistanî, ez nabim milîtanê rast jî.”
Yek jî her tim wexta xwe hevalan dinirxand û taybet parêznameyên Rêber Apo dixwed, xwesteka wî ya fikrên Rêber Apo fêmkirin her zindî bû û digot: “ encex bi fêmkirina Rêber Apo em dikarin layîqê Rêber Apo bin û bibin şervanên heqîqetê.” Ji ber vê jî bi xwe re, bi hevalên xwe re di nav nîqaşan de bû hevalên ku digot: “heval, wexta pratîkê ye û dema zivistanê ye, yan jî rojên perwerdê emê nîqaş bikin ”Hevalê Amed li dijî vê digot: “na tu carna wextê perwerdê nîn e, di her kêliya jiyanê de perwerde pêwîst e”. Ji parêznameyên Rêber Apo pir bi bandor bibû û digot: “HPG wê vî fikrî her biparêze”. Ango hemû zehmetî bi saya parêznameyên Rêber Apo bihûrandin û di meşa xwe ya heqîqetê de bû tîrêjek. Di deryeya heqîqetê cihê xwe bû dilopek û bû ronahiya têkoşînê. Bi vê munasebetê ez bejna xwe li himber salvegera şahadeta ş. Amed Agir (Soran) û tevayî şehîdên şoreşê ditewînim.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
SÎNAN BAGOK
- Ayrıntılar
Dîsa Agir dibare ji ezmanan
Ewrên bêdem konê xwe vedidin.
Û dîsa teyrên penaber berê xwe didin warê dûr.
Diweşin pelê daran û tovên nû dikevin
Ser axa Kawa yê Hesinkar û warê xwedevandan
Dîsa dikele Kela Dimdimê
Dîsa dikelê Birca Belek
Dîsa tovê şehîdan diweşin li ser axa kul û kîn
Bi hezaran sal in dibine şahid
Ev teht û lat, ev kendal û zinar
Ev deşt û çiya, çem û newal dibine şahid…
Çawa xwîn herikiye wek barana baharê
Çi qehremanî hatine nivîsandin.
Bi pelê zer û sor… vaye Harûna!...
Vaye çelengên kurdan
Vaye berxwedana keç û xortan
Dîsa hûn bûne şahid ey deşt û çiya
Şerê şeran bi çeqel û roviyan re.
Hûn îro bûne şahid rêwiyên şad
Çavên agir û pêt re
Hûn bibin şahid…
Gurzê Ristemê Zal
Ketiyê destê Cuma yê lehenk
Ne melkemot dibîne û nemir in
Her cara ku dihejê gurzê Ristem
Dibe rêz laşê dijmin û mîna çemekî
Di nava dijmin de diherike tirs û mirin
Di wan awirên mîna xençerekî tûj
Û wek çavê teyrêbaz diqetîne sinya xwînmijan
Ey dîrok! Vaye tu dibîne
Wek Şehrazan wek Besêyan
Dîsa jinên qehreman şîn dibin
Û dibine kelemên reş di nav dilê dagirkeran de
Evîna Ekîn veşartiye di nava bircên Amedê de
Hestên wê weke çemê Dîcle diherike
Û di Amedê re derbas dibe
Heya Şat ûl Arabê digihîjê Firatê
Û dibe behr digere li nava cîhanê
Lê mixabin nizane ku ev çem
Bûye mêhvanê Harûna…
Dilê heval Dûnya îro birîne
Ne ku birîna lewaztî û belegaziyê ye
Birîna Edûlê ye
Ku evîna xwe şad nebûye
Şad nebûye, têra xwe çiyayê Kurdistanê
Di nav heriya sor de veşartiye
Û dizane ku wê her bahar
Dermanê vê birînê şîn bibin
Bi navê tolhildanê…
Awazên heval Newal digihişt
Heya siltanê ker û lal.
Û diqelişand dilê dijminê bêmirad.
Ketiye nava payîzek bêwext û qîr dike.
“Ez bernadim ax û hevalên xwe
Heya dilopa xwînê heye di laşê min de.”
Û rûyê wê şad û kêyfxweş dibe
Ji ber ku li ezmanan dinêre ew çavên reş û belek
Û sitêrka xwe dibîne di nava kerwanekî ne serî heye ne binî.
Ey deşt û çiya! Erd û ezman!
Bibînin û dîsa bibin şahid
Şûrê Eliyêşêr Zûlfîkar e
Ketiye destê heval Çirav
Çekên cengê li xwe girêdide
Û Zûlfîkar dihejînê
Di vê roja sor û reş de.
Şûr badabû wek carên cara
Û xwîna sor û dirêje.
Bi dengên tivink û çekan baran dibare
Li ser sînga Çiravê şûrdar û çekdar de…
Ey mirovno! Carek din bibînin çawa şer dikin dînemêrên kurd
Mîna Derwêşê Evdî bû
Aşîkar bû…
Çavên wî bi şer sor bibûn.
Ji bilî xwîna dijmin pê ve ti der ne didît.
Li hember zirav û mêraniya wî
Ezraîl jî şaş mabû…
Mordem û Karwan bû
Mîna du pilingan
Hêvî û dildariya wan dadigirt dil û kezeb
Erd û ezman
Dihejandin deşt û çiya
Wextê ev herdû can
Ketin li ser axa sar,
Kok û demarên xwe berdan
Dibin heft tebeqên mîtanî û medya!
Belê di nava Harûna de bûne yek çeper
Û mil dane ber hev kurdên ciwanper
Wek bav û kala gotî:
“Gelek li ber xwe dan
Heya birca kelê bi xwîna xwe av dan.”
Û heşt siwarî ketin nav karwanên nemiran
Bûne ronahî di şevên reş û tarî de
Bûne volqan û teqiyan
Pêt û agirên wan belav bû li ser Mezopotamya
Qîrekî bide dayê!
Li ser wan bedenên sar û dilên weke agir bêje;
“Namirin keç û xortên min
Ew hertim şîn dibin nava axa min.
Dibe ku pel biweşin
Dibe ku payîz were
Lê tu car hişk navê dara min”
Keserekî di hinavan de bikişêne
Û dîsa qîr bike!...
“Mirin nîn e li ser axa min a bibereket
Her tovekî şîn dike bi sedan
Li ser her tovekî ez av didim
Rondikê çavan û wan mezin dikim.
Bi rengê sor û zer
Û bi hestê tolhildan û Kurdistanê.”
Kendal Cîzre BOTAN
- Ayrıntılar
Niha ji hûndurê min tê ez gelek tiştan birijinim li ser van rûpelan, lê pênûs di destê min de dilerize û li hestê min agahdar nabe, mirov li pey vê xakê rondik çiqas bibarîne têr nake. Yan ev tişt nabe ku bibe dermanê hestên qutbûna ji vê xakê, çavên min têr nebûn li meyzandina çiyayê Agirî, lingên min newestiyan meşa li ser van kiran û meşa li ser vê xakê. Min bayê vê xakê, ava vê xakê, xwarina vê xakê têr nekir, lê ez îro xatir dixwazim. Min her ferqkir ez ji vê xakê dûr dikevim, rondik ku di çavên min de sekinîbû ne dihatin xwarê û ne jî çavê min ziwa dibû. Ev xak di hundurê min de her tim hesret bû. Gelo hesreta em vedibêjin çi ne? Yan hesret çi ye? Ne ew e tu di vê xakê de bijî, hîs, raman hemû hûcreyên bedena xwe bide razandin di nava vê hesretê de, fêrbûna qutbûnan ji bona me dawîbuna jiyanê ye. Ji ber wê tu caran, emê fêrî qutbûna bi dawî nebin. Eger dibêjin ronahî heye, wê demê tarîtî jî wê hebe. Eger wê xweşikbûn hebe, wê nexweşikbûn jî hebe, ew dem eger qutbûn wê hebe, ew dem hevdîtin jî wê hebe, hevdîtin di tîrêjên rojê de veşartî ne.
Em bi gelek hevalan re bûn rêwiyê vê xakê, heman ken, coş, moral, xwestek, hêviyê di rûyan de kêm nedibû tevî me gelek êş, zorî, zehmetî û xweşî di zikhevdu jiyan kir. Lê gelek ji wan hevalan ber bi asîmanê şîn de firiyan û bûne stêrk. Ger em behsa bedewiya vê xakê dikin di vê rastiyê de veşartiye ku gelek ciwanên leheng di nava vê xakê de xwe pêçandin. Yên weke Sîdar, Dîcle, Eşref, Arjîn, Cesur, Şoreş, Rojhat, Silav, Çekdar, Leheng, Cûdî û Berxwedanê nemir, jiyan tenê bi rastiyên ken, coş ne dargirti ye. Ew nabe bedewî û dewlemendiya jiyanê, êşên me dijîn parçeke herî pîroz ê vê jiyanê ye. Yê ku jiyanê bedew dike, yê girêdana jiyanê mezin dike zehmetî ne. Hevaltî tiştekî ewqas bedew e ku ez tu car ji wê têr û bes nabînim. Ji ber her tim bedel ji te dixwaze, sînor nenasî heta jiyanê hebe wê hevaltî jî hebe, hevaltiya PKK’ê ya Rêber APO afirandî hevaltî bibedel bi destxistin e. Lê nexweşiya sîstema em di nav de dijîn di me de dibe sedema hin windahiyan, ev jî takekesî, xweperest ciger-damarên xwe dirêjî nava me dike. Ev tişt me ji hestên jiyanê yê pîroz dûr dike.
Lê ev bedel her tim riya rast bi me didin nasîn, bi me dan nasîn, didin nasîn û wê her tim bidin nasîn. Yê em bi vê xakê dan girêdan xwîna van şehîdan bû û keda wan bû. Ji ber ku bi zanebûn tercîha xwe ya bêmiriniyê kirin, tev dibe bedelê azadiyê. Ez di nîvî de dihêlim, ezê pişt re nivîsa xwe bidomînim. Min ev nivîs herî dawiyê di kire Sariq Su de girtibû dest, lê min bi dawî nekiri bû. Nivîsa min ya dawî bû, di hûndur axa pîroz de, lê dikarim bêjim; min di her alî de maf neda ku ez naskirina vê xakê bi qasî hîs dikim, bi qasî jiyan dikim îfade bikim. Ji ber her rojekê li vir jiyankirin, bedel bû ji erkên wê rojana yê biçûk heta yê herî mezin. Mirov dibe rastiyên pir kûr, bi wate û rastiyekî wiha dixweze, ne li agir temaşekirin xwe di nava agir de girtin pêwîst dike. Rastiyeke rojane bi mirin û jiyanê re di nava şerekê pir dijwar de jiyan dike. Ya rastî naxwazim ji te dûr bikevim. Çavên min bawar nakin ku êdî ez bi rojbaşê re çiyayê Ararat nebînim, ling bawar nakin ji vê axê qut bibin. Min çiqas têkoşîn kir bi xwe re ez xwe îqna bikim, ez vê xakê êdî dûr dikevim, lê hestên min ê ku bi vê xakê re xwe hunandine, tu car dest neda ku ez ji vê xakê dûr dikevim. Lê dibêjim tiştek nabe, soza min ew e ku ez ê carekî dîtir, dîtîna di nîvî de maye, eşqa di nîvî de maye lê vegerim, ev car li warê Agîdan ango Botan. Evîna dilê min .
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Şaristan Nurhaq.
13.9.2009
- Ayrıntılar
Me îro li dîmenên çalakiya Beytuşebabê meyze kir, gava heval vesazbûnê çêdikin û amedekariyên xwe dikin bi govendê bi rê dikevin.
Bi rastî mirov pir bi kelcan dibe û me li wênên çalakiya wan meyze kir. Piştre wênên hevalên Botanê meyze kir, bi rastî weke ez li wirim li min hat û ez pir bi bandor bûm û keyfxweşbûm.
Jiyana gerîla herdem her kêlî ruxmî ku em jiyan dikin jî her tim tiştên mirov jiyan nekirine hene. Ji ber wê her diçe, mirov dikişîne xwe, ev hesretekî pênc salan e di dile min de lê dide ku ji bo biçim Botanê.
Dijminê me dema gerdûna me şewitandin wê çaxê ez nehatibûn dinyayê û ne hêla ez wê xweşikbûna Botanê bibînim û di nav de jiyan bikim. Heval behsa gundê me dikin, ev ji min re hesretek e û ya duyem dijmin li ser tinebûna gelê me kêyfxweşî jiyan dikir û hêviya mirina me bû. Ez dixwazim ji wan re vê bêjim zarokên ku tu li hêviya mirina wan bû, îro hatine bi rengekî cüda, birext û biçek hatine ser erdê bav û kalên xwe û li dijî te şer dikin. Ji bo wê ji bo min xwe li Bobanê rojek jiyan kirin û li wir hevaltî kirin û heyfa bav û kalên xwe rakirin serbilindiya herî mezin e. Ez car carna pir difikrim; dema hevalek şer qordîne dike, gava çalakî bi dawî dibe ji bo heval bi saxlem ji wir derkevin pir difikre, ez jî dibêjim gelo gava ez biçim qada şer a Bakur ezê çiqasî hevaltiyek xurt bikim û hêz bidim derdora xwe. Li gorî min divê em hemû viya bifikirin. Her kêlî û her saniye hevaltiya xwe li ber çavan re derbas dikim. Ji ber ku mîrasê Rêber Apo, hevalên me yên şehîd û warên azad hevaltiya rast dixwaze. Ji ber wê ye ku hevaltiya we rast be wê jiyana we jî rast be. Jiyana we rast be wê çalakiya we jî rast be.
Gelek fermandarên me yên mezin hene ku berdevkê hevalê “EGÎD” in, weke hevalê Reşîd, Adil, Mehmet Goyî, Erdal, Nuda, Gulbihar, Çîçek Botan û bi sedan fermandarên wiha… bi rastî divê em xwe ji her alî ve ji bo berdewamkirina rêhevaltiya wan amedebikin, ev erke me yê sereke yê APOyîtî û erke hevaltiya rast û erkê şoreşgertiyê bicih anîn e. Xwedî li rêxistin û Rêber Apo derketin e.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Serdem PÎRAN
- Ayrıntılar
Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin. Hêza civakê ya pêşeng jin û ciwan in. Ji ber ku hêza bi bandor in, dijmin her jin û ciwan hedef digre û bi êrîşan bandor dike.
Ji rojê êrîşên ku li hemberî civaka exlaqî-polîtîk pêşketiye heye îro her tim jin û ciwan bûne hedefa sîstemê. Jin bi fikrê xwe, bi xwezaya xwe her berxwedaye û bûye pêşengekî xwezayî. Ji bo jin hêz û vîna xwe nasneke û nebîne, sîstema kapîtalîst bi nirxên wê lîstiye û kiriye yên xwe. Dîsa jinê wek meta bikaranîn û wisa dayîna naskirin, nirxên wê yên cewherî biçûk xistin, xwedawendîtiya jinê ji holê rakiriye û kiriye koleya efendiyan.
Di her çar parçeyên Kurdistanê de, jinên ciwan di asta bilind de rola xwe dileyîze û mirov dikare wek hêza motora civakê jî pênase bike. Weke jinên ciwan êrîşên dijmin di her aliyan de hem mile fîzîkî, hem jî di milê fikrî de her dem çêdibe. Lê tu car wek jin û ciwan dev ji hêz, kelecan û enerjiya xwe bernade. Bi van taybetmendiyan pêşengtiya gel dike û her dem riya berxwedaniyê esas digre.
Rol û mîsyonên ku dikeve li ser milê jinên ciwan ku rast were pêkanîn, hem wek jin, hem jî wek ciwan dikare hêzekî xurt derxe holê. Bi vê hêzê re dikare pêşengtiya civakekî bike û dike jî.
Jinên ciwan bi hêz, vîn û fikrê xwe tevlî rêxitinê bûne. Ne tenê jinekî, bi hezaran jin bi hatina wan a navnîşana rast bi berxwedanî û baweriya xwe keda ku serokatî daye beranberê vê di xeta Ş. Zîlan, Ş.Evrîm, Ş.Ronahî de bi hewlidanekî mezin dimeşin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Arjîn Vînda
- Ayrıntılar
Nav û Paşnav: Bêrîtan ENCU
Navê Kod: Bêrîtan ROBOSKÎ
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê:1994/ Mêrsîn
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 2/4/2009 Ji Qampa Ş.Rustem CUDÎ (Mexmûr)
Cih û Dîroka Şahadetê:15/9/2012 Şemzînan (di encama êrîşên balafirên şer de).
Dema ku mijar dibe şagirta ciwan a Rêber APO, wê demê di nava cih û warên Egîdan de ji hezkirina evîna Gulbiharan û Sorxwînan gulek ji nûve dibişkive. Di heman demê de ew jî bi vê hezkirina biwate dibe mîna çavkaniya kaniyekî ku hertim bi evîna welat, bi hesreta cih û warên bav û kalên xwe re. Ji ber ku ew jî wek hemû zarokên kurdan ên li hemberî zilma dewletên dagirker û nijadperest ti carî serî netewand, bi wan çavên xwe yên ku hêviya gelê xwe têde dihewand, berbi jiyaneke penabertiyê ya êş û elem bi rê ket.
Rêhevala Bêrîtan ji eslê xwe ji gundê Roboskî yê li ser herêma Qileban a girêdayî bajarê Şirnexê ye. Di sala 1994’an de ku li gelek deveran ji aliyê dewleta Tirk ve gundên kurdên welatparêz dihate şewitandin û talan kirin, di wê pêvajoyê de rêhevala Bêrîtan çavên xwe li cîhanê vedike. Ji ber vê rewşê malbata wê neçar dimîne ku berê xwe bidin herêma Başurê Kurdistanê. Ji wê dema ku ji dayîk dibe heta tevlî nav refên gerîla bibe her tim ji bo jiyaneke birûmet û azad bijî, lêgerîna xwe ya rasteqînê her bi têkoşîneke xurt ve didomîne. Heta vaya pir vekirî di jiyana xwe ya xwendevaniyê de jî, bi serkeftîbûna xwe ya ku di nav refê de dida xuya kirin. Bi taybetî jî ji bona dîroka xwe û ya gelê xwe baş fêr bibe, her tim bi baldariyeke mezin guhdarî waneyên mamosteyan dikir. Li ser van bingehên lêgerîn û lêpirsînên xwe di sala 2009’an de ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem tevlî nava refên gerîla bû. Ruxmî ku di temenek biçûk de tevlî nav refên gêrîla bibû jî, lê belê di demekî pir kin de perwerdeya li ser bingehê bîrdoziya Rêber APO tê dayîn bi baldariyeke mezin guhdarî û roj bi roj tiştên fêr bûye jiyanî dike. Vê yekê di tevlêbûna jiyana gerîla de bi hezkirin û moraleke pir mezin xwe tevli dike û ji hevalên xwe yên din re jî dibe mînak.
Rêhevala Bêrîtan dema ku derbazî jiyana nava yekîneyan jî dibe, lêpirsîn û lêgerîna xwe ya li şopa heqîqetê bi dilnizmbûna xwe ya ku li himberî rêhevalên xwe û bi hezkirina hevalên xwe didomîne. Di heman demê di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi sekna xwe ya radîqal a li himberî pirsgirêkên ku ji aliyê kesayetan ve tê jiyîn û di nava jiyanê de derdikevin, bi sekneke pir xurt ve helwesta xwe raber dike. Di nava rêhevalên xwe de her tim bi sekna xwe, bi zanebûn û hişmendiya xwe ve bi hevalên xwe re dibe alîkar. Heta ji ber ku dibistan bi zimanê dayîka xwe xwen dibû, her tim hewl dida ku hevalên derûdora xwe jî fêrî zimanê kurdî bike.
Rêhevala Bêrîtan ji jiyana leşkerî pir hezdikir û her tim ji bo tevlî çalakiyan û şer bibe di nava hewlidanên pir mezin de bû. Li gorî wê jî xwe fêrî hemû çekan dikir. Yek jî Rêhevala Bêrîtan ji çeka hewan û doçka pir hez dikir. Jixwe ji wê hezkirina xwe ya ji bona çekên giran, bi israra xwe û bi pêşniyara xwe ya ku ji rêxistinê re dike û di dawiya sala 2010’ an de derbazî yekîneya çekên giran dibe. Dema derbaz dibe jî ji bo ku di her çalakiyê de û di her pevçûnê de rola xwe bileyze her tim di nava hewlidanên pir mezin de bû ku zû fêrî hemû çekan bibe û li ser hemû çekan hakim bibe. Her çalakiyên ku di herêma Xakûrkê de çêdibû, hevala Bêrîtan bi wê coş û kelecana xwe ya ku biçe li ser dijmin wê kîn û nefreta xwe ya ku bi salan e pê re jiyan kirî û ji bo azadikirina Rêber APO, hevalên li girtîgehan û tevahî gelê bindest bi dest bixe di nava têkoşîneke bêhempa de bû. Her tim Rêhevala Bêrîtan digot, ji bo azadiya Rêber APO û tevahî dayîkan heyanî dilopa xwe ya dawî ezê têbikoşim. Ji ber ku yê bûye sedem ku îro em bikaribim li van warên azad jiyan bikin, ked û fedakariya Rêber APO, rêhevalaên me yên şehîd û ya dayîkên me bû.
Dema ku pêngava şerê gel ê şeroşgerî ya bi navê Ş. Rozerîn Pîran û Ş. Rûbar Mardîn li herêma Şemzînan despêkir, wê demê jixwe yekîneya çekên giran hemû tevlî wê pêngava dîrokî bûn. Rêhevala Bêrîtan jî, bi wê kîna xwe ya ku li dij dijminê xwînxwar, bi coş, kelecan û hêzekî pir xurt tevlî wê pêngava şerê gel ê şoreşgerî bû. Rêhevala Bêrîtan ji despêka pêngavê ta dawiya wê, her tim bi sekneke xwe ya rêxistin kirin, leşkerî û rêhevalatiyek pir xurt tevlî pêngavê dibe. Jixwe di nava pêngavê de her hevalên ku heval nasdikir û nasnedikir jî her tim digotin, em dixwazin biçin ligel koma hevala Bêrîtan. Ji ber ku di pêşengtî û fermandartiya xwe ya şer de rolekî pir xurt dileyîst. Ji ber vê jî di heman demê de rêhevalên li derdora xwe, ruxmî wan şert û mercên bizor û zehmet perwerde dikir. Ji milê taktik afirandin û çûna li ser dijmin bigre, heta di milê sekan leşkerî ya xwînsar bigre, bi kelecena xwe ya mezin û dilgeşiya xwe moral dida rêhevalan xwe ve her li pêş bû. Ev jêhatîbûna wê hêzek û moraleke pir xurt di hevalên wê de pêk dianî.
Bi giştî di pêvajoya Pêngavê de koma ku rêhevala Bêrîtan jêre pêşengtî dikir her li cihên stratejik ku karibe derbeya yekemîn li dijimin bide de bû. Berî çûyîna çalakiya xwe ya herî dawî, me firsenda hevdîtinekî dîtibû. Min jêre; ‘bi dîtina te bi qasî ku ez bibask bibim kêfxweş bûm. Ji ber ku dema hevalan behsa te û tevlêbûna te ya çalakiyan dikirin di vegotinê de peyv nedîtin, pir erênî behs dikirin. Birastî jî cardin dîtina te, nemaze jî di pêngaveke bi vî rengî de dîtina te moral û coşeke ku qet mirov nikare bîne li ser ziman dide mirovan…” Bersiva wê, “bi saya fikr û ramanên Rêber Apo, hevalên şehîd û havalên niha li kêleka me şer dikin em hatin vê astê. Ji ber vê jî ev pir kêm e, lewma jî heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê divê em bi hemû hêza xwe ve xwe tevli xurtkirina têkoşînê bikin. Heyanî ku em azadiya Rêber Apo, hevalên girtîgehan, tevahî gelê kurd û gelên bindest misoger nekin divê me kêliyekê jî nesekinin…” Dema ev yekanan ji min re behs dikir, rûkeniya rûyê wê ji mirov re wisa dihat ku mirov digot qey ê ji kêfan bibask bibe û bifire.
Di çalakiya xwe ya herî dawî bi pêşniyar û israra xwe tevli dibe. Dema vesazkirina çalakiyê hate xwendin, ji ber ku di navê wê di koma parastinê de bû, pir israr kir ku tevli koma êrîşê bibe. Lê hevalan ev guncav nedît û wê jî herî dawî gotina hevalan kir. Jixwe di jiyanê de jî wisa bû nêrîn û pêşniyarên xwe dikir, lê bes herî dawî gotina hevalan pêk dianî. Hezkrina wê ji rêhevaltiyê re pir xurt bû û ev yek her jiyanî dikir.
Dema diçin çalakiya li ser Şikêrê Spî, hevala Berîtan di parastinê de cih digre. Berî koma êrîşê li dijmin bide, dijmin dîmen digre û çalakî deşîfre dibe. Dijmin bersiv dide û li cihê ku dîmen girtiye gulebaran dike. Ruxmî vê heval êrîş dikin. Hîna di destpêka çalakiyê de ji koma hevala Berîtan du heval birîndar dibin. Hevala Berîtan bêyî ku dem wenda bike xwe digihîne hevalên birîndar. Bi aweyekî saxlem hevalên birîndar digihîne cihekî saxlem û dest bi êrîşkirina li ser dijmin dike. Demekî dirêj di hûndirê pevçûneke pir dijwar de li ber xwe didin. Di encama êrîşên hewayî de bi tevî heşt hevaan tevli karwanê nemirên Kurdistanê dibe.
Bi rastî jî hevalên me yên şehîd anîna li ser ziman pir zor e û di heman demê de hêzeke mezin dixwaze. Ji ber ku yên riyê azadiyê ji me re ronî dikin û ji me re dibin xeta azadiyê hevalên me yên şehîd in. Ji bo ku em jî bibin layîqê şopa wan hevalan û hevaltiya wan, heyanî dilopa xwîna xwe ya dawî divê em jî bi têkoşîneke pir xurt têbikoşin ku em ji hevaltiya wan re bibin bersiv. Hevala Bêrîtan wê her tim weke navê xwe ji me re bibe xeta berxwedan û serkeftinê. Ez jî wek Rêhevalekê wê yê têkoşînê carek din bejna xwe li hem ber bîranîna wê û tevahî rêhevalên me yên şehîd ditewînim. Carek din li himber kesayeta hevala Bêrîtan soza xwe nû dikim û dibêjim heyanî ez sax bim ezê li ser şopa te û tevahî rêhevalên me yên şehîd bimeşim, her tim ji xwe re serkeftin û berxwedanê esas bigrim.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Leyla PENABER.
11.08.2014
- Ayrıntılar
