Li welatê serhildêr ê Serhedê, şopvanên li pey rêya heqîqetê bûne destan, ne kêm e. Rêwitiya bêhempa, ne sir û seqem, ne ba û bablîlsok, ne berf û bager û ne jî rawastandin dipejirandin.”
Hevrêyê Rojê, lawê Serhedê li ser xaka pîroz, li welatê serhildêr, têkoşerê evînê û lehengê şopa heqîqetê Şehîd Fîraz xwe di oxira rêya têkoşîna gelê xwe de, di oxira rêya Ehmedê Xanê de feda kir. Weke her bedenên ku di rêya azadiyê de xaka pîroz şad kir, ew jî di vê oxirê de gihişt stêrkan.
Qêrînek, dengek li ser rûpelê dîrokê li hev pêçayîbû, ew dengê xaka dilbirîn diqelişand, Geliyê Zîlan bû. Geliyê Zîlan, di rastiya jiyana wate barkirî de veşartî bû, agir li ser her kêlekê Aratatê vêxistîbû. Bi hêrsbû, serî rakirî bû. Volqana derdida di rastî de kela dilê êş kişandî bû; ew jandarêya birînên bi êşên xwe re dergistî bûn, bi kenê hatî dizîn re rêheval bûn.
Tevî ku kenê vî welatê di pençên xwînmijan de dibû girî, hêvî di tirsa jopan de dihat çewisandin û xak ji demsalan xeyîdî bû, lê ti caran rojê ji vê welatî koçî welatê biyaniyan nekir û zarokên vê xakê ji germahiya xwe bêpar nehêlan.
Êdî bedenên di pençên guran de diperpirtî bi dawî bibûn, baskên ji firînê re bi rêzdarî berê xwe dabûn rojê, li ezmanan hêvî di bêdawîbûna gerdûnê de dibû bawerî û keser.
Hevalê Fîraz di nav herikîna van bawerî û keseran de, jiyana xwe hûnand, ew bû hevrêyê haqîqetê û di temenekî biçûk de berê xwe dide çiyayên azad.
Ew bêyî ku sînoran bizane, dikeve nava lêpirsîna jiyana ji dest çûyî û ew dikeve lêpirsîna reva ji welatê xwe.
Hevalê Fîraz li welatê Serhedê mezin dibe, ew dibe yek ji zarokên di ahenga zozanan de, li ber bayê hênik, ava jê xom xom tê xwe dibîne û bi narînî tov dide.
Şehîd Fîraz di sala 2002’an de raste rast li ser herêma Serhedê re tevlî dibe, tevahî rêwîtiya xwe ya di gerîla de bêrawestandin li herêma Serhedê derbas dike.
Têkoşîna gerîla pir bala wî dikişîne û her wiha rêwîtiya gerîlayên li Araratê, Tendûrek, Çemçê û Eledaxê wî ber bi xwe ve dikişîne.
Bi ketina gerîla ya vê herêmê û heta roja îro gelek lehengan hêlîna xwe li wir danîn û bûne destan. Şehîd Fîraz xwe di navnîşana wan lehengan de dît û di vê rêyê de ji xwe hayîl bû.
Kesayetên weke Seyfiyan, Elî Dirêjan, Sîdaran, Lehengan û gelek cangoriyên di oxira vê rêyê de canê xwe kirin sîper, li ser kesayeta hevalê Fîraz bandora xwe dike.
Hevalê Fîraz li navçeya Bazîd a girêdayî bajarê Agirî ye ji dayîk dibe û li wir mezin dibe. Ew ji aşîreta Celaliyan e. Ji malbetekî xwedî çanda welatperwer, serî rakirî û serhildêr tê. Jiyana xwe bi xwendinê derbas dike, di çûna dibistanê de rastî bêmafiyên ku dewleta Tirk li ser zarokên Kurd dike tê, ev jî ji bo wî dibin navnîşanên lêpirsînê. Ji ber ku di her kêliya jiyana wî de xuyabû kesayetekî bi awarteyan dagirtiye. Piştî tevlî nav gerîla dibe, wî rabirduya xwe bi xulase, di sohbeteke me de wiha dianî ziman; “ez li dibistanan ti caran nebûm êsîrê mamosteyan û li malê jî nebûm mirovê ji rêzê yê li peyî jiyana ketî û erzan”.
Jixwe dema mirov li jiyana wî ya gerîlatiyê mêyze dikir, mirov kesayetek awerte ya ji bo gelê xwe, dîroka xwe têkoşînê dide bi hêsanî didît.
Belê, min hevalê Fîraz di sala 2007’an de naskir. Ez hîna li ser rêwîtiya Serhedê bûm, min navê hevalê Fîraz bihîsti bû.
Ji aliyê rêhevalên wî ve di her sohbet û qada jiyanê de dihate behskirin. Ew dem meraqa min a dîtina wî mezin bû, ta ku heta roja min ew dît û naskirina min jêre çêbû.
Cara pêşî min ew li herêma Tendûrekê dît, gava min ew dît, wêneya ku di derbarê kesayeta wî de, min di xeyalê xwe de çêkiri bû ne dûrî wê bû, bejna wî dirêj û ji xwe bawer, her wiha rûkenî û laqirdiyên wî ji ber çavan nedirevîn. Yekem car, tiştê bala min kişandin ev taybetmendî bûn. Her wiha berî ku şehîd bikeve jî, jêhatîbûna wî ya di jiyanê de, ji hevalê Sîdar guhdarkirin bi serê xwe şansek bû. Şehîd Sîdar ew bi peyvên şilbûyî, bi xîtabeta ji hevokên hûnandî dianî ser ziman, min ew dem ji xwe re digot, bila hevaltî wiha were ziman.
Hevrêtiya Sîdar û Fîrazan vegotin hêjayî destana ye, hezkirin, girêdan, rêhevaltiya wan weke rê û resmekî di hişê min de bûye wêneyekî ti caran ji rengên xwe yê bedew nayê xwarê.
Bi hevalê Fîraz re, her hevalekî/ê pir lez pêwendiyên rêhevalane ava dikir, ev ji bo min jî wer bû, lê belê di warê xwendina hêza wî ya jiyanê de ev rewş berovajî bû ango qet ne hêsan bû. Di sohbetan de ne ez û ne jî tu hevalên din ji bersivên wî re amede bûn, tu caran di bin peyvan de nedima û xwe ji bersiva ti pirsan re dereng nedihêşt.
Weke Araratê serî rakirî û dil pir reng bû, weke “Kir” dijwar bûn, nêrîn û dîtinên wî, weke Tendûrek girêdayî bû ji rêhevaltiyê re, weke Çemçê û Eledaxê kesera zarokên penaber di dilê xwe de dihewand.
Min ew di pratîka 2007’an de ji nêz ve naskir, her çiqas gelek caran bi xebatên parastina cewherî re mijûl dibû jî, lê xwe ji sohbet û heyîna nava rêhevalên xwe qut nedikir, ew bi rêhevaltiyê re û rêhevaltî bi wî re hunandî bû.
Bi tena serê xwe diket her cihî û derdiket, bi taybet lêhûrbûna xwe li ser şerê bajêr û gerîlatiya bajêr gelekî kûr kiribû, xwe di derbarê şerê bajaran de diêşand û di pratîka xwe de ev raste rast dida nîşandan. Pratîk û ezmûnên xwe yên di vî warî de, di heman demê de ji bo xwe kiribû perwerdeya herî mezin.
Li kûderê, wê çawa, çima û bi çi awayî nêz bibe? Pir baş ji hev cuda dikir, tayên ziraviyên jiyanê qetandibû û bi ser jiyanê de diçû. Kesayeta xwe perwerde kiribû, di rastiya Rêbertî de xwe hûr û kûr kiribû.
Belê, em bi hev re di dawiya sala 2007’an de derbasî qada Dembatê bûn. Dembat herêmeke zozan e û gelê Mako ku bi giraniya xwe ji aşîreta Celaliyan e li vê herêmê bi cih bûne, şehîd Fîraz ji çanda vî gelî û herêmê ne dûr bû, ji ber ku tenê di navbera Bazîd û Mako de têlên zengar hatine danîn, ew jî nebû sedem ku çanda wê herêmê û şêwaza jiyana wan qut bike.
Bi me re hatina şehîd Fîraz a herêma Dembatê, cardin li ser esasê xebatên parastina cewherî bû. Salên berê, wî jî xebat li herêma Mako meşandibûn, di vê qadê de jî xwedî ezmûneke mezin bû.
Şehîd Fîraz ne tenê ji bo polîs û leşkerên Tirk bibû spêleya şevan, ji bo pastaran jî heman tirs ava kiribû, xew li wan kiribû mirin, jiyan li wan kiribû jana giran.
Jiyana wî ya gerîlatiyê nîv li çiyan, nîv li bajaran derbas bû, pira di navbera gerîla û gel de avakiribû, xwe ji hemû şert û mercên têkoşînê re razandibû.
Aramanca şehîd Fîraz ew bû, têlên dijmin li hev hûnandine ji holê rake û bi gelê xwe bide gotin; hûn tev yek in û parçekirina vê xakê weke rûpela di nav agir ango avê de dihêle û diçe ye.
Hevalê Fîraz di nav gelê Mako de dihate naskirin, bi ked, liv û lebata xwe di nava demeke kin de navê xwe di dilê wan de dike tov.
Di rêwîtiya me ya ber bi qada Dembatê de, gelek kêliyên zor û xweş di nava hev de me jiya, di meşa çar rojan de zorî û xweşiyên me jiyan kirin, bê şehîd Fîraz anîna li ser ziman weke bedena seqet e.
Di rêwîtiyê de tiştên di hişê mirov de dimîne û rêwîtiyê bi wate dike, tevî hemû zorî û zehmetiyan hembêzkirina jiyanê ye.
Di wê meşa me ya ber bi Dembatê ve du taybetmendiyên şehîd Fîraz ên ji ber çavan nedirevîn hebûn, moral dayîna derdorê xwe û alîkarî dayîna rêhevalên xwe bû.
Bazdana wî ya di meşê de, tu caran ji bîra min naçe, gavên wî weke hespê rewan bû, di demên kêliyên bi xetere de bazdana wî ez dibirim dîtinekî wiha ‘ew bi wê bazdana xwe ji mirina bi erzanî direve’.
Ji bo ku bi erzanî nekeve nav lepên guran, bazdida û xwe pir bi lez ji qereqolan dûr dixist. Min ew taybetmendiya wî di hatina pastarên Îranê ya li ser me de dît, pastar bi armanca me tevan şehîd bixin hatin ser me, lê di serî de şehîd Fîraz û em hemû rêhevalên pêre piştî pevçûneke dem kurt û şûn de me berê xwe da cihê ku heval li benda me bûn. Di hatina wan pastaran de hatibû famkirin ku wê dewleta Îranê bi rihetî dev ji şehîd Fîraz bernede.
Me xwe li ser xeta sînor ji çembera pastaran rizgar kir û em gîhîştin hevalan. Wekî ku heval Fîraz ji zû ve di nav xebatan de ye di nava demekî kin de ji me veqetiya û berê xwe da herêma Mako, di nava demekî kin de bi ser karê xwe de diçe, ew lezbûna wî ya ketina nava kar, çi mixabin dewleta Îranê pir zû jê haydar dibe. Û êdî ew ji çember avêtina guran bêagahi ye.
Di vê çûna xwe de ne bi tenê bû, êdî Fîraz bê Gever û Gever bê Fîraz wê neyên bi lêvkirin. Heval Gever Herdem, berê jî li Mako kar û xebat daye meşandin, di wan deman de hevrêtiya bi heval Fîraz re ava dike û hevdîtina cara duyem xwe ji nîşaneya sembola rêhevaltiya bi lehengî re amede dike.
Hevaltiya wan, hezkirina wan bi lêv kirin pênûsan diçemîne, rûpel bi kelegirî dibe. Hevaltî, hezkirin, bi hevdû re yekbûyîn, xebatkirin, girêdan her wekî gelek tiştên ku mirov rêz bike di kesayeta wan de di asta mînakê de bû û bi fedayîbûna wan xwe ve manîdartir kiribû.
Her du hevalan jî dixwestin di qampa zivistanê de ligel me bimînin, lê ji ber ku pêwîstî bi xebatên cuda hebû û ew xebat jî ji wan dihate xwestin, bi pêşwaziyeke dilnizm û li hember erkên rêxistinê serî çemandî çentê xwe dan pişta xwe, çekên xwe avêtin milê xwe û berê xwe dan herêma Mako. Wekî ku pêşde agahiya wan ji xebera veqetîna bêdawî hebe, nedixwestin ji gel me biçin, weke zarokên ku ji pey kirasê dayîka xwe qut nabin li wan hatibû. Berî biçin bi saetan ligel hevalên xwe rûniştin û li ser her mijarê bi rêhevalên xwe re sohbet kirin, di çavê wan de birçibûna hevaltiyê xwendin nezehmet bû.
Êdî dema kêliya veqetînê hatibû, wan bê xebera me dilê xwe emanetî me kiribûn, hêvî û baweriyên xwe di kefên destê me de pêçandibûn.
Di meha danzdehan sala 2007’an de weke gelek veqetînên bêdem ji gel me çûn û berê xwe dan bajarê Mako, ew dem em hîna derbasî cihê xwe yê zivistanê nebibûn, piştî ku em ketin cihê xwe yê zivistanê û şûn de di ser çûna wan re tam mehek derbaz nebû, me agahiya şehadeta wan bihîst.
Nivîsandina vê beşê ji bo min zor were jî, ev veqetîna bêdem ez ê bi destê lerizî bi peyvên şermok hewil bidim binivisînim.
Ez di wê bawerî de me ku qehremantiya wan, vegotina wan di vê beşê de veşarti ye, ji ber ku şehîdbûyîn bêmirinî ye, şehîdbûn jiyan e.
Di derbarê bûyera şahadeta wan de xwedî agahiyên berfirehî, ango pir zelal nînim, ji ber carekî din rûyê tarî, komploger û îxanetkaran di vê bûyerê de der dabû, dijminahiya dewleta Îranê ya ji gelê Kurd re çawa ku gelek caran di bûyeran de rû dide, vê carê jî weke her carê xwe dabû der.
Di encama şopandina her du hevalan de, cihê wan tê diyarkirin û bi destê kesên xayîn û xwefiroş de şûrê bi serî jehr li bedena wan dikeve. Çend sal di ser re derbas bûn, lê hîna jî ev bûyer weke gelek bûyerên din tam nehate zelalkirin û di quncikê tarîtiyê de bi cih bû. Lewma jî êşa vê bûyerê weke îro di dilê min de û di dilê rêhevalên wan de bibirîn e û zindi ye.
Belê, ew jî tevlî nav kerwanên şehîdan bûn û di hest û fikrên me de tovên têkoşîna jêneveger çandin. Ne ku şehîd ketin ez vê dibêjim; berovajî vê, wan di jiyana xwe ya têkoşînê de dilê me dizî bûn û hezkirin dagirtîbûn nav hinavên me, rêhevalên xwe.
Ez ê wan her tim bijîm û di her kêliya têkoşînê de soza wan bidim jiyîn.
Fîraz di dilê Gever de, Gever di dilê Fîraz de jiyan kir.
Silav û rêzên şoreşgerî
Şaristan Nûrhaq
09.12.2013
- Ayrıntılar
Gelo hemû kes weke ku tê xwestin, ango dixwaze dikare bijî? Li gorî nêrîna min divê her kes pirseke wisa ji xwe bike, yanî “ez ê çawa bijîm? “Ji ber her kes ne xwediyê hûnereke wisa ye ku bizanibe bijî. Gelek mirov jiyana erzan ji bo xwe esas digirin. Ji ber ku nizanin jiyaneke bi çi rengî ji bo xwe esas bigirin, loma di demek kurt de dikevin nava rewşên ne baş û dawî li jiyana xwe tînin. Hinek ji wan jî rojane dijîn, qet ne di xema dinyayê de ne. Gelo ma mirov ne bi fikrê xwe mirov e. Heke ez ne xwedî fikir û raman bim, lewra heke pîvanên min ên jiyanê nebin, gelo çi wateya jiyana min heye? Hemû mirov dibêjin “em dijîn,” lê ev jiyaneke çawa ye? Tenê tişta ku dixwazim bêjin ev e, ji cîhan a xwe ya xeyalan şiyar bibin, bes e. Ez dizanim ji ber ku hêza we têra têkoşînkirinê nake, ji ber vê hûn naxwazin ji nav cihana xapînok a xiyalan şiyar bibin. Lê em vê ji bîr nekin ku her tişt bi têkoşînkirinê re derbazdar e, heke hûn têkoşîn nekin, hûn dê hêza xwe jî keşif nekin. Tenê bila wêrekiya we li hember jiyankirinê hebe. Mirovê ku li beramber jiyanê wêrek nebe, nikare rast jî jiyan bike. Jiyan gelek xweş e, lê heke mirov bizanibe vê jiyanê bijî. Weke hûn jî dizanin tu ezmûn ji ezmûna jiyanê zehmetir nîn e.
Dibe ji we re weke nakokiyekê bê. Beriya ku ez qala jiyaneke nû bikim, min xwest hinek behsa jiyana mirovên ku nizanin bi çi rengî jiyan dikin jî bikim. Vaye, jiyana pîroz li vir e, li ser van çiya û zinaran e. Ma gelo jiyan ji vê jiyanê bi watetir û pîroztir heye? Min li vir wate da jiyana xwe. Min li van çiyayên bilind ên serfiraziyê wateya jiyana rast û azad naskir. Min li vir zanî ku wateya jiyanê çi ye; di van warên azad de wate da her tiştî. Tiştên ku di civakê de bê wate hatine hiştin, erzan kirine û ti qîmetê wan nehiştin e, min li vir têgeha rast a jiyanê keşif kir wate dayê. Dibe ku hûn bêjin: “ Beriya niha jî me jiyan dikir. “ Heke hûn-em wiha bifikirin, bi misoger em ê xwe bixapîn in. Rast e me di civakê de jiyan kir, dibe di nav malbatê de ti kêmahiyên me jî nebe, lê divê em bêjin dayîk û bavê me çawa jiyan kirin e, civaka em lê mezin bûn, çawa jiyan dikirin? Ma gelo ev ji we re nabe nakokî! Heke ev hemû bi mirovan re nebe pirs û bersiv, wê demê divê em li hemberî xwe bikevin nav nakokiyan.
Me temenek di nava civakê de derbaz kir û me dibistanên civakê xwendin. Lê em nikarin bêjin weke dihat xwestin me jiyan kir. Ya rastî ez xwe weke ku zarokeke nû fêrî jiyanê dibe hîs dikim. Ji ber ku hê jî hindek tişt ji min re xerîb tên. Ji ber vê dema ku ez ser jiyanê difikirim weke ku ez ji kêfan bifirim lê têm. Ji ber ku ez ji jiyana xwe şadî û dilxweşiyê digir im. Ji her demê zêdetir ez bi jiyanê ve têm girêdan û hez dikim. Ez ji fêrbûna jiyanê têr nabim. Ji ber ku ez nû wate didim jiyayê. Carinan weke mirov destek gul hemêz bike, ez wisa dixwazim jiyanê hemêz bikim. Bêguman heya ku ev jiyan gihişt vê astê jî bi hazaran mirov xwe ji bo vê jiyanê kirin stêrk û ji me veqetiyan. Ev jiyan wisa hêsan çênebû û bihesanî nehat afirandin. Ev jiyan ji aliyê kesên ku ber bi azadiyê ve firîn hat afirandin. Di wateyeke din de, ji aliyê cangoriyên vê têkoşînê ve hatiye afirandin û mîrasê wan ji me re maye. Ew bi van taybetmendiyên xwe ve ber bi azadiyê ve firiyan. Ji ber vê ev jiyan ew qas xweş û xwedî wate ye.
Em tabûreke heval in, tabura me ji sê yekîneyan pêk tê. Her hevalek ji cihekî hatiye. Tenê ne ji gelekî ji hemû gelan heval cihê xwe dinav vê tabûrê de girtine. Mîna rûbareke herikêner xwe tevlî jiyanê dikin. Mirov nikare bi ti awayî heqê kêfxweşiya jiyana van mirovan bide. Kelecana wan a jiyanê ti pênûs nikare bide vegortin. Hêzê, fikir, raman û pênûsa ti mirovan têr nake ku vê jiyanê li ser rûpelên spî binimîne. Ez niha hewldidim binivîsînim, lê biqasî misqalekê jî ez mafê nivîsandina wan nadime. Ev mirovên ciwan dest dane hev û di nav şerê herî dijwar re derbaz dibin. Di nav vî şerê dijwar de hewl didin azadiya xwe bi dest bixin. Ji xwe seknên milîtanî wiha ne, ew kesên ku armanca Denîz Gezmîş û Mahîr Çayanan didomînin. Ji bo jiyanê baş nasbikin têdikoşin, têdikoşin ji bo azadiyê bidest bixin. Belê, em li benda mamosteyê xwe yê JIYANÊ ne. Dilê wan mezin e û çavên wan dibiriqîn e. Ev mirov dizanin ku wê li van çiyayan bi mirovbûna xwe re bijîn. Ji ber vê hemû tiştên xwe hiştin û xwe ji jiyana wan çiyayên azad girtin. Ew êdî dizanin dê azadiya xwe li van çiyayan bigirin ango bi dest bixin. Werin em bi hev re temaşeyê jiyana wan bikin. Ka ev mirovên xweşik çawa dest bi jiyana xwe ya rojane dikin.
Di demjimêrên sibehê de radibin, em dirûşmeya xwe dikin û pişt re jî dest bi werzîşê dikin. Ji xwe ti caran dengê çûkan serê sibehê ji guhê me kêm nabin. Piştî werzîşê bi heman coşê ve em dest bi jiyana xwe ya rojane dikin. Bi despêkirina jiyana rojane re em rojê silav dikin. Dema ku roj nû derdikeve tîrêjên wê li ser çiyayên jora me re diyar dibe. Bi derketina tîrêjên rojê re em dest bi kare xwe dikin, hemû demjimêrên karê me diyar e. Hemû karê me di nava pergaleke diyarkiri de dimeşe. Her tişt di nav keyfxweşiyekê de ye. Ji ber vê hemû karê me di nav dildariyê de tê meşandin. Her ku roj derbaz dibin yekîneya me bi hêztir dibe. Vaye, ez ji vê jiyanê re dibêjim jiyana azad. Kesê ku ji bo mirovahiyê her tiştê xwe feda bike, ev tê wê wateyê ku wî/ê wateya jiyanê zaniye û naskiriye. Ji ber vê dibêjin: “ Divê her tim em mezin jiyan bikin.” Hemû mirov dikarin jiyan bikin, lê nikarin mezin, azad û biwate jiyan bikin. Ji ber vê jî ji jiyana erzan zêdetir, divê em hemû zehmetiyan derbas bikin û jiyana pîroz hembêz bikin. Ji ber em layîqê vê jiyanê ne, ev jiyan jî layîqê me ye. Ji ber vê divê misoger em serbixînin…
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Bêrîtan GOYÎ
02.7.2002
Qendîl
- Ayrıntılar
Ji bo gerîla mirov dikare bibêje hunermendekî/ê mezin e. Ji ber ku hunera herî mezin di çanda xwe de zêdetir pêk tîne. Gerîla bi giştî jiyana xwe, di nav çiyayên asê û bilind de dijî û xwe dike war û ji çavkaniya jiyanê re dibe wargeh. Xwe di her alî de xwedî dike û dibe jiyan ji afirandina pêşerojê re. Di warê şer de jî xwe gihandiye asta hunera jiyanê û xwe gihandiye pisportiya bîr û baweriyê.
Hunera gerîla, hunera zanebûn û jiyanê ye. Jiyana ku têde dijî, jiyana afirandina çanda Mezopotamyaya Kurdistanê ye. Huner xweşikbûyîna jiyanê ye, xweşikbûyîna mirov e. Mirov jî bi xweşikbûyîna hunerê ve xwe digihîne afirandina jiyanê. Li ser lûtkeyên Zagrosan xwe dike jiyan ji pêşerojê re.
Gerîla û huner; ev her du peyv ji hev ne cuda ye. Ji ber ku gerîla bi xwe huner e. Huner bi xwe gerîla ango jiyana gerîla ye. Huner bi tenê ne tembûr, def, zirne û ork e. Huner jiyan e, huner xweşikbûyîn û têkoşîn e. Ji ber wê yekê jî hunera gerîla hunera jiyanê ye. Çek û rexêtê li pişta wî/ê ji berdewamkirina şoreşê re dibe jiyan. Di heman demê de berpirsyariya xwe, erkên xwe weke milekî hunerê dibîne û li gorî wê jî tevdigere. Her gerîlayek jî di demê pênûsekê digre destê xwe û difikire, dikare destanek binivisîne, ji ber ku gerîla hunera xwe bi xwe diafrîne.
Çawa hestî û goşt ji hev cuda nabe û hev temam dikin, mirov dikare bibêje gerîla û huner jî ji hev nikarin cuda bibin. Em dema behsa hunerê dikin û dinirxînin, nikarin gerîla cuda bigirin dest. Gerîla hunerê temam dike. Huner rastiya jiyanê ye, rastiya heqîqetê ye.
Ew kelecana gerîla û germbûyîna wî ya jiyanê nîşaneya wî/ê ye û di wê rastiya de afirandina hunerê di şexsê hevala Mizgîn, hevalê Serhed, Sefkan, Yekta Herekol, Xelîl Dag... bibin şopa heqîqetê ji çavkaniya jiyanê re. Berdewamiya hunera jiyanê û ya rast bidin jiyan kirin û bidin hîs kirin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Ji Pênûsa Gerîla
- Ayrıntılar
Hevalê Rojhat li navçeya Gimgimê ji dayik bûye. Heyanî diçe leşkeriyê jî li gund dijî. Hevalekî alevî û zimanê wî zazakî bû. Li gundan karê cotkarî û sewalkarî dikir. Li ser jiyana gund gelek bîranînên xwe dianî ser ziman. Salekî ew û hevalekî xwe zevîyekî cot dikin. Kartol diavêjin, payîzê jî diçînin. Ji ber ku dereng diçînin, kartolên wan çênabin. Ji ber vê tiştê gelek kes laqirdî û henekên xwe bi wan dikin. Tenê bersiva heval Rojhat û Hevalê wî, emê biharê bibînin şîn dibe yan şîn nabe dibe. Biharê piştî ku berf radibe diçin mêzedikin ku kartolê ku çandine hemu riziyane û wek avê li wan hatiye. Piştî vê encamê wate didin gotin û rexneyên mezinan. Her wisa bi vî karê xwe dixwestin bi keda xwe û bi serê xwe kar bikin. Bi vî awayî gotina mezinan guhdar nekirin û ev encam bi xwe re anî. Ş. Rojhat ev bûyere wisa dianî ziman, me dixwest bi vî karî hinek pere bixin bêrikê xwe lê belê neket bêrika me. Piştî ku leşkeriya tirkan dike, dikeve nav hewildana çûyîna Ewrûpayê. Piştî gelek zehmetiyan diçin Ewrûpayê. Ne çanda wan dizanin û ne jî zimanê wan dizanin. Piştî demekê perê wan xilas dibe li derva dimînin. Ji ber ku birçî dimînin, diçine kilîsê. Li kilîsê cihê ku xwarin belavdikin heye. Çen rojan wisa derbasdikin. Ji xizmekî xwe re xeber şandine ku were wan bigre. Ji ber ku xizmê wî ji wan re pere dereng dişîne wek penaberan gelek bela tên serê wan. Her wisa dema xizmê wî jê re pere dişîne û rê û rêbazên mayîna wan deran hîndibin, diçin wargeha penaberiyê û piştî demekî mafê penaberiyê digrin. Êdî xwe nêzikî saziyên kurdan dike. Li van saziyan de xwe û rsatiya gelê kurd û rastiya dijmin ji nêz ve nasdike. Di nav van xebatan de partiyê nasdike û di demekî kin de di nav xebatan de cih digre. Piştî demekî ku di nav xebatan de cih digre ji bo were welat, nav refê gerîla gelek caran pêşniyar dike. Ji ber hevalekî dirûst e û di karê xwe de jêhatî ye ev peşniyara wî ji aliyê hevalan ve nayê qebûl kirin. Dema di nava kar de ye li Elmanya tê girtin û du salan di zindana Elmanya de dimîne. Li milê birdozî de xwe gelekî li pêş dixe, piştî ji zindanê derdikeve dibêje, êdî bes e divê ez herim welat, nava refê gerîla. Êdî tu kes nikare min li vêderê bigre. Ji bo tevlî gerîla bibe, derbasî Tirkyê dibin. Demekî li Tirkiyê dimînin û piştî têkiliyên xwe çêdikin ew û hevalekî xwe tevlî refê gerîla dibin û tên Başûrê Kurdistanê. Sala 2005 tevli gerîla dibe û piştî li qada Xakurkê perwerdeya şervanê nû dibîne û xilas dike tevlî jiyana gerîla dibe. Di demekî kin de di nav hevalan de tê hezkirin. Ji ber jiyan û pratîka xwe di nav hevalan de zû tê qebûlkirin û ji ber xulukdarî û dirûstbuna xwe jî heval wî tînin karê saziya dîsîplînê. Ji ber vî karê ku dike heval jî jê gelekî dilxweş in, vê agahiyê hevalên ku di wê demê pêre mane dibêjin. Ji ber ku wê demê ez pêre nemabûm nikarim zêde tiştekî bibêjim. Piştî sê salan, ji bo biçe Bakûr pêşniyar dike. Heval despêkê pêşniyara heval Rojhat qebûlnakin. Ji ber ku heval Rojhat hem bi jiyana xwe hem jî di karê xwe de serkeftî ye, heval naxwazin ji gel wan here. Heval Rojhat ji ber zuda ye pêşniyar dike heval pêşniyara wî qebûldikin. Li ser vê pêşniyarê tê eyaleta Serhatê. Heval Rojhat bi komek hevalan re havîna 2007’an hate eyaletê û piştî wextekî ku ew û şehîd Şoreş û şehîd Cesûr vesazkirina wan ji bo qada Çemçê çêbû. Me pratîka 2007’an bi hev re derbaskir.Di pratîka 2007’an da bi xuluk-kariya xwe, dûrûstbûna xwe, wêrekbûna xwe û bi kedkariya xwe di demekî kin de ruxmê nûbû jî bi kar û xebatên ku tê meşandin re zû bû yek. Piştî zivistanekî zor û tengazar bihar xwe dida diyarkirin. Bi helandina berfê re û vebûna berfînan re dilê heval Rojhat bi coş û kêfxweşî diavêt. Bi hatina biharê ve çawa ku xweza xwe nû dike û li hember zor û sermaya zivistanê wek serhildanê xwe diyardike û dibêje va ez jî heme, komên gerîla jî bi hatina biharê û bi vekirina xwezayê re komî gel hev dibin. Wek hemû cihan, li Serhedê jî heval kom dibin. Heval Rojhat dilê wî hertim ji bo kar û xebat diavêt. Bi çundina ser kar ve, hertim kar ji xwe ditirsand. Ş. Rojhat û Ş. Şoreş ji bo qada şer hatibûn Çemçê. Ş. Cesûr jî ji bo qada Çemçê hatibû. Roja heval hatin Çemçê, ew roj baraneke pir zêde barî. Pênc xulek piştî baranê teyrok barî û bi xwe re lehiyeke mezin anî. Em çend heval di noqtê de bûn, cihê em diman ji ber barana zêde lehiyeke mezin rabibû. Noqta me di bin kevirekî mezin de bû. Ji ber lehiyê kevirê ku em di bin de diman hejiya û bi zorê me xwe avêt derve. Piştî me xwe ji wir derxist, çen xulek derbasbû-nebû lehiyê ew kevirê mezin bi xwe re bir. Newala ku em têde diman ji ber baran û lêhiyê kevir û xîz bi xwe re anîbû, ji binê ve hatibû guhertin. Ji ber şiliyê heval hemû şil bibûn. Ji ber kar û pêwîstiyên xwe em ji noxtê derketin û çûne êlê. Agahiya me ji hatina hevalan hebû. Me jî ji bo wan hevalan amadekarî kiribû. Demjimêr 12’ê şevê bû. Em dema nêzî noqtê bûn me mêzekir ji cihê noqtê deng tê. Koma heval Rojhat wan hatibûn, lê belê hevalên ku kom anîbûn û eynî ji wê noqtê ji hevdu qut bibûn. Ji ber ku ew kevirê ku em di bin de diman baranê girêle-gindor kiribû û hevalan jî noqte şaş kiribûn. Hevalê ku noqte nasdikir dibêje, divê noqte li vir bûya. Lê belê digere-nagere nabîne. Dibêje, dibe ku min rê şaşkiribe. Dema em nêzî wan bûn, ji dengê wan û xeberdana wan me fêm kir ku ew heval in. Em çûn gel hevalan û me merhaba da hev. Ji ber ku şevbû me rûyê hevdu nedidît. Me nêzî saetekê nîqaş kir. Ji ber ew jî em jî westiyabûn em razan. Roja dî me rûyê hev dît. Ji ber hevalekî bi moral û henekvanbû, wek demekî dirêj e me hevdu nasdikir ez zû pêre germ bûm. Ew jî wisa. Ew roj heyanî êvarê me nîqaş, sohbet û henek kir. Ber bi êvarê ve em ê çubûna erkekê. Me êdî amadekariyê çuyînê dikir. Heval Rojhat got, ma em jî nayên? Hevalan gotin, hûn a niha westiyane hûn çend rojan bêhna xwe vedin, piştre hûnê tevlî xebatan bibin. Heval Rojhat got, ma westandin çi ye, divê ez jî werim, lê belê hevalan nehiştin. Nû hatibû lê belê hemû tişt dipirsî; gel çawa ye, arazî çawa ye, xebat çi ye, çawa tê kirin… her wisa hemû tişt dipirsî. Her tim di nava lêgerînê de bû. Xwesteka wî ya kar û pêşketinê her diyar dibû. Roj bi roj xwe dida hîskirin. Di aliyê xuluk-kariyê de, tecrûbeya jiyanê pêre hebû. Di vî alî de di jiyanê de encamên xurt derxistibû û tecrûbeya xwe dida derdorê xwe jî. Her wiha kêmasî û şaşatiyên derdiketin qebul nedikir û li hemberî van kêmasiyan jî her tim xwedî helwest bû. Tavîz nedida. Kesayeta xwe jî hertim di guhertin-veguhertinê re derbas dikir. Birastî jî di hemû aliyan de fedaî bû. Fedakariya wî di asta herî jor de bû. Bi hirs û rihekî mezin karê xwe dikir. Kesayetekî têkoşerbû. Bi giyana hevaltiyê ve nêzî gel dibû û di rêxistinkirina gel de pir dilnizim bû. Bi gel re zehf girêyîbû. Sala despêkê di demekî kin de di nava gel de di navbera xwe û gel de gerimbûneke mezin dabû avakirin. Hertim dixwest mirovan îkna bike, li ser vê esasê kar bike. Gel jî bi sekna wî, şêwazê wî û milîtantiya wî pir hezdikir û bawerdikirin. Sala 2008 di nav gel de di asta mesûltiyê de karkir.
Em zivistanekê gel hev man. Me di heman yekîneyê de cih digirt. Zivistana ku em ligelhevbûn pir bi zahmetî derbasbû. Ji ber ku cihê me ji bo qampê çêkiribû hertim hildiweşiya û dihate xwarê. Her roj cihekî qampê hildiweşiya û carna di ser hevalan de dihat. Em mecbûrbûn heya biharê li vê derê bimînin. Derketin û çuyîna ciheke din gelek xeterbû. H. Rojhat ji dîwar çêkirinê fêmdikir. Cihe ku hildiweşiya li wê derê ji bo pêşiya hilweşandinê bigre dîwar çêdikir. Hevaltî di zorî û zehmetiyan de diyardibû. Heval Rojhat wê demê jî jiyan hertim dinirxand, rexnên xwe û pêşniyarên xwe jî dikir. Ruxmê ewqasî westandinê û zehmetiyê dîsa hertim kêfxweş û bi moralbû. Di jiyanê de hertim kêfxweş bû û henek dikir. Dixwast ji hemû hevalan re bibe alîkar. Di nêzîkbûna xwe de tu nakokî nedijiya. Di jiyana xwe de, di karê xwe de xulik-karbû. Kedkarbû. Di aliyê fikir û raman de şagirtê Haqî Karer û Mazlum Doxan bû. Di gerîlatiya xwe de şagirtê Egît û Bêrîtanan bû. Milîtanbû. Fediyê Rêber APO bû. Ez bi xwe jî çend caran bûme şahid, gelê ku ew dîtibû, pêre nîqaş kiribû, kengê heval Rojhat çûba ligel wan zar, jin, keç, kal, pîr hemû derdorê wî kom dibûn û bikêfxweşî pêre nîqaş dikirin. Bi wan re henek û sohbet dikir. Bi henekî gelek cara rexne li wan dikir û wan jî wate didanê. Ji ber ku gor wan xeber dida. Bi zarokan re zarok, bi ciwanan re ciwan, bi kalan re jî gorî asta wan nêz dibû û nîqaş dikir. Ji bo li wan bide fêmkirin xwe dixist her astî. Rojekî em çun êlê, em du heval bûn. Bi tariyê re em ketin nava êlê. Gelê êlê me nasnekiribûn. Zarok û keç pêşmeda hatin. Digotin, werin werin heval Rojhat e. Berbi me ve bazdan, nêzîme bûn û dîtin ku heval Rojhat nîn e. Paşda çûn. Em ketin nav malan ji ber me nasnekiribûn li me xwedî derneketin. Cudabûna şêwaz-hîtabet û dayîna fêmkirina wî dihişt ku mirovên di hemû astê de, emrê wan çiqas be jî xwe nêzî wî bikin. Nêzîkbûn û uslup ji bo heval Rojhat bingehîn bû. Ji ber vê yekê, wî jî gelek caran di vî mijarê de hevalan rexne dikir.
Payîza 2008’an hatibû. Dem teng bû. Êdî amadekariya zivistanê ji bo kampê dihate kirin. Sê heval hatibûn şandin. Yek ji wan jî Heval Rojhat bû.
Heval diçin cihê qampê mêze dikin, gomên ku erzaq têde veşartî hatine vekirin. Nîvê şevê bû ku me dît heval zivirîn. Heval bê moral bûn. Hevalê noqtê çun gel wan gortin çi bûye? Hûn çima hatin? Hevalan got, gom hatine vekirin. Wê şevê xewa hevalan nehat, xemgînî hebû. Rojbaş bû her heval dîtin ku Heval Rojhat wan hatine. Li derdorê wan hevalan civiyan. Herkes digot em çibikin! Civîn çêbû, biryar hate dayîn ku cihê qampê were guhertin. Ew şev me cihê noqtê xwe guhert. Em çun cihê qampa nû. Eynî şevê em çun cihê qampa berê ji bo erzaqê wê derê bînin cihê nû. Rê dûrbû, çuyîn hatina nêzî pênc saetan bû. Wext dereng bû, êdî gelek cihan berfê girtibû. Her heval pêwîstbû barê xwe giran bike. Ji bona ku zû xilas bibe. Me heyanî roja din erzaq kişand. Heval hemû ji hal ketibûn. Piştî pênc rojan, erzaq kişandin xilas bû. Cihê qampa were kolandin hate diyarkirin û me dest bi kolanê kir. Êdî rewşa hewayê jî xirab dibû û berf gihiştibû heyanî cihê me.
Ew şev heyanî siharê karê kolandinê berdewam kir. Rojbaş bû, hevalan tiştên xwe komî serhev dikir. Keşîfvanê siharê hat. Got tiştek xuyanake lê belê di cihazê de dengê dijmin tê. Piştî hatina keşîfçî nîgehvan çu cihê nîgehê. Derdorê nîv saet derbasbû nîgehvan deng kir û got: dijmin jor hemû girtiye û xwe di aliyê me de berdidin. Bi xeberdayina nîgehvan re hemû hevalan çekên xwe girtin û ji hev belav bûn û çeperên xwe girtin. Cihê em lê disekinîn zozan bû û newalekî kûr bû, tenê çend şikêrên piçuk li derdora me hebû. Axa em lêbûn av girtibû û ji hevdu diket. Di kêlekên newala giştî de çend newalên piçuk jî hebûn. Di aliyekî newalê jî, li jora noqtê H. Rojhat û H. Cesur ji bo dijmin kemîn avêtin. Di aliyê din a newalê jî çar heval û di dolê de jî du heval kemîn avêtibûn. Ev roj sarbû, berf dibariya, mijbû û ba dihat. Hewa qederek sarbû. Derveyî hevalên kemîn avêtî, hevalên din ji wir dûrbûn, derketin. Sibê zûbû û derfetê mirov hereket bike nîn bû û pêwîstbû ew keda hatibû dayîn û nirxên di destê me de bûn, vala neçe û nekeve destê dijmin. Ji ber ku PKK li ser keda-nirxan pêşketibû û mezinbibû. Yanzdehê meha yanzdemîn, serê sibê saet navbera 10 û 11’an de pevçûn destpêkir. Bi despêkirina pevçûnê re eşya û erzaxê di destê me de yên me nikaribû rakiriba hevalan agir berdayê û şewitand. Dijmin hem li ser kêrt de, hem jî di newalê de dihat. Ê ku di nav newalê de dihat, baş kete nav kemîna hevalan. Di mesafeyekî kurt de pevçûn destpêkir. Heval li ser dijmin serwerbûn. Bi lêxistina hevalan re dijmin şaşbibû. Kes nizanibû fîşek kuderê tê teqandin. Ji ber wî hinek leşkerên ku dixwastin ji cihê pevçûnê birevin bi şaşitî bi aliyê hevalan de diçun. Cihê heval mevzî girtibûn li ser hevdu hakimbûn û hevdu diparastin. Pevçûn heyanî tarî ket erdê berdewam kir. Dijmin xwe ji hevalan dûrxistibû û ji derve fîşek diavêtin. Nikaribûn leşkerên di nav hevalan de mayî xilas bikin. Ne me ne jî H. Rojhat û H. Cesur wan dikarîbûn serê xwe derxin. Berya pevçûn destpê bike ji hevalan re îşaret dike û dibêje li jora we leşker hene. Lê ew texmîn nakin di mesafeyeke kurt de li jora wan leşker heye. Dema heval ji wan re dibêjin li jora we leşker heye, heval hemû bi hev re dikeniyan. Hem hevalên gel me hem jî H. Rojhat û H.Cesur dema leşker ji hev re tarîf dikirin mîna henekî û bi rukenî tarîfdikirin. Wan dît ku em nizanin, me fêm nekiriye. Ji ber ku dijmin hemû derdorê çeperan girtibû û derfetê me yê çuyîn-hatinê nînbû. Pevçûn bê windahî bidawî bibû. Lê belê dijmin çar çember avêtibû li derdorên me. Ji ber ku destpêkê hevalên di dolê de li dijmin xistin û wan nexweşbû wa hevalan ji cihê pevçunê derketibûn. Tenê em çar hevalên di alî me de û H. Cesur û H. Rojhat mabûn. Piştî tarî ket, me xwest em xeber bidin heval Rojhat wan, ji ber ku dijmin bi tarîbûnê re xwe nêzî me kiribû, me nikaribû em herin gel wan hevalan. Em jî heval Rojhat wan jî bê windahî ji nav pevçunê derketin. Heval berya pevçûnê, dema ku çubûne cihê hevdîtinê cih ji me re gotibûn. Em çun cihê hevdîtinê, heval li wir tinebûn. Me di nav hev de digot, em bi silametî derketin, bêguman heval Rojhat wan jî wê bi silametî derkevin. Lê heval dema çubûn bi fikra ku hevalên cihê pevçunê mabûn wê hemû bi hev re werin tenê cihê hevdîtinê ji me re gotibûn. H. Rojhat wan cih nizanibûn. ji ber ku wi jî berê dabu bi cihekidinve. Roja din 20’ê mehê sibê zu hevalan radyo vekir. Demjimêra nûçeyan bû. Nûçeyên despêkê qala pevçûnê dikir. Di pevçûnêda gelek windahiyên dijmin çêbibûn lê kêmdidan. Nûçeyan qala windahiyên me nedikirin. Tenê digotin ji şeva tarî sûd girtin û reviyan. Heval hemu kêfxweş dibûn. Me hemûyan digot wê H. Rojhat û H. Cesur werin bigihêjin me. Cihê ku wisa darbe li dijmin xistin û bê wendahî dayîn û derketin serkeftinek bû. H. Rojhat wan ji bo ku nizanibun heval ji kuve çune cihekî ku texmîn dikin, bi wî alî ve dikevin rê. Berf êdî digihişt heyanî çokê û di arazî de kesek tinebû. Heval ji ber ku birçî mabûn diçin gundê Biruka ji bo ku hinek erzaq bigrin û xwe bigihêjînin hevalan. Li gundê Biruka heval diçin mala Xalis, H. Rojhat berê jî kêm jî be Xalis nas dikir. Roja 22’yê mehê heval hinek erzaq digrin û li ber bi êvarê ve wê rê bikevin. Dijmin êdî hêviyên xwe qutkiribû. Malên ku heval têdebûn, mala Xalis bû. Xalis bi dizî hevalan îxbar dike. Xayînan dîsa hêvî dabû dijmin. Roja 22’ê meha yanzdan a 2008 li Mêrgezerê gundê Biruka, îxaneta bi hezaran sala dîsa rûyê xwe yê tarî û gemarî nîşandabû. Bi navê kurdînî-welatparêzî û dostanî îxanet hat kirin, deşta Agirî li pêş Çemçê, Mêrgezerê. Dîsa kêfa gura hatibû. Devê xwe xistibûn xwîna du lehengên jiyanê û azadiyê. Hêviya evîna Sîdar û rûmeta Çemçî bûn.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
DEMAGIRÎ
BIHARA JIYANÊ
Du stêrkên asîman
Du dil, du gul
Heval Rojhat din av hevalanda
Tînek vînek nu dida
Roj bi roj ronî dida, wek navê xwe
Heval Cesur biharek nubu
Nu ciwanek, bihara jiyanê
Ji nav evîna sîdar derketin
Çömçe bihara jiayna xwe
Sprart sprart deşta mêrgezerê
Payîza dem xapîn
Bayên îxanetê
Li deştê bahozbu
Dilê çömçe lê dida
Bi demsalêra
Ji xwedayê xezebêra
Lava dikir
Nekin nekin
Qêrîna ahura Mazda dihat
Enkîdo bi pere dixapiya
Xweda bibu pere
Xayîntî bibu xweda
Li ser hev lava dikin
Xwedayê baş û xirab
Roja 22 yê bu êvarê
Îxanet bibu mij li deşta mêrgezerê
Gurê malê û gurê romiyan
Bi hevra dhatin ser karwanê
Bihara jiyana çömçe
Duayê çömçe
Xwedayê xezebê roj zu anî
Deşta mêrgezeê şevek tarî
Zurîna gur û keftarabu
Bihara jiyana çömçe
Ev3ina s3idar
Me bihara jiyana xwe neda
Dilda bun giyanek
HEVAL ROJHAT
HEVAL CESUR
HEVAL
Serhat soğuk ve sessiz
Araratiyla, Tendüreğiyle
Çemce beyazlara bürünür
Derin vadileri
Ve aşilmaz doruklariyla
Kar geleceği bilmeksizin yağiyordu
Dağlar kapilarini kapatmişti
Girdiğimizi kavga ve sonrasi
Sen olmayacaktin
Sensizliği düşünmek olmuyordu
Yarinin ihaneti seni alacakti
Kim bilebilirdi bunu!
Hava soğuk ve titriyorduk
Etrafimizda ölü ruhlar dolaşiyordu
Vadide cesetler
Kar kirmizilaşmişti
Sis araliğinda bir işik ;
Sen yoktun
Belirsiz bir kavga
Habersiz gidişler hep böyle olur
Oysaki beraber bir gidiş olacakti
Ağri utaniyordu
Gökyüzü sessizleşmişti
Ve
Masmaviydi
Doğa bizi izliyordu
Hep geleceksin umudu
Bir kavganin bilançosu okunuyordu
Sen de vardin
Yine ihanet
Beyinler patliyordu
Anlamsiz bir varlik
Bir ana yine ağliyordu
Bir gül solmuştu
Ararat a bir kuş daha konmuştu
Yalan yaşamin insanlari
Seni bizden almişti
Ama aşkin, tutkun, kin ve intikamin
Bizde kaldi HEVAL…
21 Kasim “2008 de Çemce de şehit düşen Cesur ve Rojhat arkadaşlarin anisina
Ülke sevgisi olmayanin aşki ve sevdasi olmaz
(P.Ö)
Rojhat arkadaş 1974 Muş-Varto doğumluydu. Belli bir yaştan sonra İstanbul’a gidiyor. İstanbul’da birkaç sene kaldiktan sonra kaçak yollarla Avrupa’ya gidiyor. Avrupa’da kisa bir süre kaldiktan sonra kurumlar araciliğiyla partiyle tanişiyor. Burada 2001 yilinda örgüte katiliyor. 2005 yilina kadar Avrupa’da gençlik faaliyetlerinde kaldiktan sonra 2005 yilinda gerillaya katiliyor. Ayni yil Rojhat arkadaşla Xakurkê’de karşilaşmiştim. Daha sonra 2006 yilinda onunla taniştim. 2007 yilinda Rojhat arkadaş Serhat grubuna girdiğinde yakindan tanima firsatim oldu. Daha sonra Çemçê bölgesine geldiğimde birçok çalişmada birlikte yer aldik. Rojhat arkadaş yaş olarak bizden büyük olmasina rağmen çok moralli ve espirili biriydi. Ayrica kendini eğitmiş ve yetkinleştirmişti. Zeki ve akilli biriydi. Çemçê bölgesine geleli 1 sene olmasina rağmen tim komutanliği görevi verilmişti. Ayni yil Rojhat arkadaşin takim komutani olmadiği için arkadaşlar örgüte öneride bulunmuştu. Rojhat arkadaş, yürüttüğü bütün faaliyetleri çok dikkatli ve titiz bir şekilde yapiyordu. Bu açidan bütün arkadaşlara örnek biriydi. Yoldaşlik ilişkilerinde çok samimi ve dürüsttü. Bütün çalişmalara hiçbir bireysel kaygiya girmeden gönüllü ve fedai tarzda katilirdi. Rojhat ve Cesur arkadaş daha evdeyken düşman bütün köyü çembere aliyor.
- Ayrıntılar
Di dîroka her gelî de hinek rojên pir taybet an jî wek qonaxên pir girîng tên jiyan kirin hene. Di nav van qonaxan de gelek kesayetên mezin ên ku fedakarî dikin ku karibin nasnama gelê xwe bi teşeyekî azad bidin ava kirin, rola xwe dilîzin û her tim di dilê gelê xwe de cihekî taybet digrin. Dibin remz û her tim tên bi bîr anîn. Dema mijar dibe mijara gelê Kurd, ev qonaxên girîng hin bêhtir derketine pêş. Ji ber ku di dîrokê de gelê Kurd ti caran li ser ti gelekî zilm nedaye meşandin û êrişî ti gelekî nekirye. Dagirkerî li ser axa ti gelî nedaye meşandin. Heta berovajî wê, bi gelên cîran ên bi xwe re her tim di nav yekîtiyekê de bûye ku biratiya gelan bide avakirin hewldanên alîkariyê kiriye. Li hember êrîşên ji derve de tên, bi hev re bûne yek, berxwedaniyên pir mezin jî kirine. Lê piştî encamên serkeftinên şerên di van deman de, carek din gelê Kurd derveyî pêvajoyê hatiye hiştin, bêpar hiştine û xwestine ku di bin dagirkeriya xwe de bihêlin û li ser wan desthilatdarî bidin meşandin. Bi taybet jî du sed salên dawî di Rojhilata Navîn de di şerê cîhanî yê yekemîn û duyemîn de gelê Kurd parçe parçe kirin, ji cih û warên xwe neçarî koçber kirinê man, ji qetlîaman re derbas kirin. Bi vê girêdayî xwestin ku dest daynin li ser hemû dewlemendiyên Kurdistanê. Bi taybet jî yê ku xwest bi navê Kurdbûnê serî rake, serok û rêberên van serhildanan, van raperînan kirin hedef û darvekirin. Nehiştin gelê Kurd bigihîje azadiya xwe û mafê xwe yê mirovî ew jî wek hemû gelan di dîrokê de jiyan bike. Parçekirina gelê Kurd, bandora asmîlasyon û li hev negirtinê hate wê astê ku her tim bi dijminê xwe re hevkariyê bike, bikeve nav xayîntiyên pir mezin û bi wî awayî jî Kurdê baş û yê nebaş dane avakirin. Kurdên ku wan guhdar bikin, serê xwe li hember wan bitewînin, koletiyê bipejirînin ji bo wan ev bûn Kurdên baş û yên ku azadiya xwe, vîna xwe, nasnameya xwe, çanda xwe bixwazin-biparêzin ev jî bûn Kurdên xirab û di ser wan de çûn. Ew di komkujiyan re derbas kirin. Her ji ber wê Rêber Apo di dawiya sedsala bîstan de, dema ku dixwaze wê pêvajoyê dest pê bike di zana bûna van zorî û zehmetiyên ku dê derkevin pêş de bû. Ji ber ku bi rastî jî gelê Kurd kiribûn bin axê û ser wan jî beton kiribûn. Bi taybet jî bi îsyana Agirî re hatibû gotin ku me gelê Kurd kir bin axê û ser wan beton kir. Her wisa dema ku Rêber Apo bi hindek mirovên Kurd re qise dike; wek tevgerekî şoreşger û azadîxwaziya Kurd ê serbixwe û dewletek serbixwe ya Kurd têkoşîn dikin û hwd rewşa heyî parve dike. Ev kesanan wisa hêvî û baweriyên xwe dianîn ser ziman, “em wekî texte lê hatine, wekî ku tu bi texte re qise bikî serê me hişk bûye, çawa ku tu texteyekî av bidî şîn nabe, em jî carek din nikarin bên ser xwe û hêz-vîna xwe kom bikin û têkoşîn bikin…” Lê di rastiya xwe de Rêber APO bingehê têkoşîna azadiyê li ser hin rêgezên pir girîng da ava kirin. Yek, baweriyek pir mezin da gelê Kurd û ya duyemîn, baweriya wî pir bi dîrokê hat. Ji ber wê jî wekî ku Kurd hene, Kurdistan bin dest e û pêwîst e ev jî carek din di nav pelên dîrokê de bigihîje azadiya xwe û mafê xwe yê mirovî jiyan bike, dest bi têkoşînê kir. Di bingehê felsefa Rêber Apo de şerê parastinê hebû, ji bo wê jî dijminê me bi demê re xwest tevgera azadîxwaziya gelê Kurd tesfiye bike, li ser qadro û pêşengên tevgerê komplo kirin, qetil kirin. Bi hevalê Heqî Karer dest pê kirin, girtinên zîndanan, zilm û êşkence li ser hevalên di zîndanan de ne kêm bû. Her ji ber wê jî Rêber Apo çareserî di parastina têkoşîna çekdarî de dît û wisa bi nav kir, “ji bo em hebûna xwe biparêzin û statûya gelê xwe bi dest bixin em neçarin parastina xwe bikin, ger hêza me hebe ku em hemû cîhanê tune bikin em êrîşî çi kesî/ê nakin, lê ger cîhan hemû bibe yek û li ser me de were em ê li ber xwe bidin û xwe biparêzin”. Li ser wê felsefe û stratejiyê dest bi pêngava şerê çekdarî hat kirin. Di nav wî şerî de bêguman pêşengên pir mezin derketin. Heya sala 1999`an, wekî pêngavekê şerê çekdarî di dîroka me de cihekî xwe yê taybet heye. Me di wê pêngava de bi deh hezaran heval şehîd dan, di nava 15 salan de, di serî de jî fermandarê mezin rêheval Egîd ku bi pêşengtiya Wî pêngava 15’ê Tebaxê hat avêtin û bi şehadeta Wî re wek du xetên bingehîn derketin pêş; yek xeta îxanet a tesfiyekariyê û ya din jî xeta fermandariya rêheval Egîd a serekeftinê ku li ser felsefa Rêber Apo pêş ket. Heta niha jî ev xet bi rengekî pir bi serkeftî didome. Bêguman di nava wî şerî de gelek pêngav pêş ketin. Di her pêngavê de jî hevalên ku jê re pêşengtî kirin derketin pêş, çawa ku hevalê Egîd di 15 ’ê Tebaxê de fîşengek ji bo gelê Kurd kir mîladek, paşê wî jî dem bi dem pêngavên ku şerên mezin bi xwe re anîn û bû wekî qulibandina demê û hişt ku serkeftinek çêbibe. Arestebûnên dijmin ên ji bo tasfiyekirina tevgerê vala derxistin, şehîdên me yê pêşeng pir cidî rol leystine. Bi dîlketina Serokatî re qonaxek nû ya li ser bingehê stratejiya şerê parastina rewa, dest bi şerekî nû hat kirin. Di 1`ê Hezîrana 2004’ an de hevalê Erdal di xeta fermandar Egîd de di nav têkoşîna me de pir pêş ketibû û wekî fermandarê şerê parastina rewa bû sembol. Di sala 2007’an de dema ku pêgava Êdî Bes e dest pê kir, demek bû ku hem ji derve û hem jî di hûndûr de tesfeyekarî dihat pêş xistin, Rêheval Egîd, Adil û Nûda jî wekî sembola Pêngava Êdî Bes e li Botanê rolek pir girîng lîstin û ev pêvajo pêşwazî kirin. Bûn wekî pêşengên xeta şerê li hember dijmin û Pêngava Êdî Bes e. Ji ber ku wê demê li ser Serokatî heta êşkenca fîzîkî jî dihatin kirin, şerekî taybet ê pîskolojîk dihate meşandin. Heta wekî jehr dane Serokatî hat belav kirin. Hevalê Adil û hevala Nûda, di xeta hevalê Kemal Pîr û hevala Bêrîtan, xeta hevalê Egîd û hevala Zîlan de bûn pêşengên Pêngava Êdî Bes e. Her wiha dem bi dem gelek fermandarên mezin di nav têkoşîna me de derketin, rolên xwe lîstin. Ev pêvajo 2010’an wekî pêngaveke nû, serdemeke nû ya Stratejiya Çaremîn pêwîstî pê hat dîtin ku em dest bi şerekî nû bikin. Ji ber ku hemû niyeta Rêbertiya me û ya gelê me dihate sû-îstîmal kirin û hemû fedakartiyên Rêbertiya me dixwastin vala derbixin, dixwestin bi demê re tasfiye bikin, hêdî hêdî tevgerê marjînal bikin. Wekî Tamîlan bi nav kirin ku hemûyan qetil bikin, ên ku me radest girtine bigrin ên din jî hemûyan tasfiye bikin. Ji ber wê jî Rêber Apo helwest nîşan da ku em derbasî pêvajoyekî nû dibin û navê wê pêvajoyê jî wekî Serdema Stratejîk a Çaremîn li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî em bikarbin hebûna gelê xwe biparêzin û azadiya Serokatiya xwe û gelê misoger bikin. Dest bi pêngevekê nû hate kirin, di nava wê pêngavê de fedekariyên bi her awayî çêbûn.
Bi henceta salvegera şehadeta rêheval Kerîm Şirnex û heval Reşîd Serdar ez dixwazim wan bi bîr bînim û di şexsê wan de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin, carek din soza têkoşînê ku em layiqî wan derbikevin didin. Her du heval jî di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de li qada Xakurkê pêşengtiya pêngavê kirin, fermandartî kirin. Wekî ekîbek, rûhek, hevgirtineke pir xurt di wê pêngavê de bi taybet jî ji bo dîroka me ya şerê çekdarî, wekî mînak di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî li Şemzînanê mohra xwe li serkeftinên pir mezin dan.
Hevalê Kerîm: bi sadebûn, durûstbûn, fedakartî û girêdaniya xwe ya bi partî û Serokatî re mînak bû.
Hevalê Kerîm ji gundekî Şirnexê ji dayîk dibe, di temenekî biçûk de di sala 1985’an de tevlî refên gerîla dibe. Ligel hevalê Egîd dimîne, piştî wî jî ligel hevalê Bedran û hevalê Erdal ê mezin dimîne. Her tim di Botanê de welatparêziya mezin, wek kedkarekî mezin, rêhevalê hevalan û ti caran noqteyekî herî biçûk jî di kesayata hevalê Kerîm de ku aliyê neyênî de derkeve pêş kesekî/ê nedît. Pir sade durûst, kedkar bû. Fermandarê eyaletekê bû, fermandarê qadê bû lê fermandartî ji bo Wî bi tenê hevaltî bû. Her tim karê ku bihata kirin di nav hevalan de wî dikir, biçûk an jî mezin, di demê perwerdê de yan jî di şer de, di xebatên pratîkî yên jiyanê de her tim rol lîst. Hevalê Kerîm ji sala 1985’an heta sala 1994-95’an li herêmên Botanê, wekî Colemêrg, Beytoşebab, Besta û carna jî Cûdî û di xetên Garisan de jî tev li xebatê bû. Kete çalakî û şerên pir giran. Min di payîza 1992’an de li Besta hevalê Kerîm dît. Bi rastî jî mirov dema ku hevalê Kerîm didît, mirovên xwezayî, kurdên ku paqij mane, ên ku ti caran bandora dagirkeran li ser nehatiye kirin dida nîşan dan. Hesabên biçûk û hesabên erzan, seknên pasîv nîşan nedida. Hevalekî xwendavan nebû lê bi rastî jî bi çelengiya xwe, fedakartiya xwe ji gelek kesên ku zanîngeh xilas kirine re bibû mamostayê jiyanê û ev jî wekî bûbûn şagirtên Wî û pir pêve girêdayî bûn. Her tim hez kirin û rêzdayîna wan jêre hebû. Ji ber ku hevalê Kerîm hevalekî ku di demên herî teng de dikarî hevalên xwe biparêze. Bi taybet jî ji bo parastina nirxên madî û manevî di nav me de mînak bû. Di nav hemû şervan û fermandarên rêxistinê de bi rastî jî cihê xwe yê pir taybet hebû. Di dema şerê herî zehmet de hevalê Kerîm rolekî pir girîng lîst. Helbet şehîdên me hemû hindek taybetmendiyên wan hene ku dişibin hevdû. Hevalê Kerîm jî yek ji wan hevalan bû ku zêde teorî nedikir. Lê bes dizanibû ku çi şaş e û çi rast e, li gorî wî jî her tim di cih û dema wê de helwesta xwe nîşan dida. Wek mînak: li hember tasfiyekaran helwesta Wî diyarker bû. Ez bi xwe jî şahid im, di gelek civîn û konferansan de xwedî sekneke misoger û zelal bû. Çi dudilî nedijiya. Heta ger fermandarek şaş bûya li hember wî/ê xwedî sekn bû û nedixwest di bin venêhêrîna wî/ê de peywir jî bigre. Dibe ku carna dihat gotin ku teng nêz dibe, lê bes ne wisa bû. Ji lewre tiştên digot û dikir piştre rast derdiket. Li hember kesên ku helwest diyar dikir piştre piraniya xwe tasfiyekar derketin.
Bi rastî jî pir ji dil, bi hêvî û bawerî dixebitî. Baweriya xwe bi tiştekî dianî û li ser wê tiştê dimeşiya û diparast. Bi nirxên manevî ve pir xurt girêdayî bû, pir bi pîvan û di pîvanên xwe de jî zelal bû. Ji bo tiştên xirab tavîz nedida. Ger bidîta tiştek-kesek der dorên wî xirabiyan dike helwestê xwe diyarker bû. Heta ew qas zû tawrê xwe diyar dikir ku carna mirov wate nedidayê. Ji ber ku pêşdîtinênê Wî pir xurt bûn. Dizanî ku ew qas paqij e û ew tişt diparast. Rêber APO heman tişt ji bo xwe jî digot, ger tu ked didî nehêle ku kesek keda te vala derbixîne û hevalê Kerîm jî wisa bû. Ger em dibêjin berê mîlîtan wisa bû; ger rêxistin bibêje here li ser wî kevirî bisekine dê biçe bi rojan bisekine û heta rêxistin nebêje were nayê, yek ji van jî hevalê Kerîm bû. Ti caran îtiraz ji bo ti karî li cem Wî nebû.
Di fermandartiya HPG’ê de cih girt, di biyargeha HPG’ê de kar kir, di komîteya parastinê de xebat meşand, erk girt, li ser qadan erk girt û di hemû pêngavên ku partî xwestiye pêş bixe de, di hemû civînan de hevalê Kerîm destpêkê xwe pêşniyar kir ku tevlî bibe. Di hevaltiya xwe de pir paqij û zelal bû. Ji ber wê jî Tevgera Azadiya Jin di sala 2001-2002’an de dema xwest hindek hevalên xort di bingeha biryargeha hevalên jin de perwerde bike, yek jî hevalê Kerîm hilbijartin. Ji ber ku hevaltiya ku serokatî bi jin re dikir, hevalê Kerîm ew bingeh digirt û hevalên jin jî ev yek baş dizanîn. Ji ber dema ku hevalê Kerîm li cihekî ba, li wir xeta partî dihat jiyîn. Pir bi mentiq nêz dibû, ango ne ku îdare bike yan jî denge bike. Dibe ku pir kesan bixwastan wisa şaş jî dest bigrin. Dîroka ku hevalê Kerîm di nav rêxistinê de jiyan kirî, ji 1985 heta 2012 ku dike 27 sal, di 27 salên şoreşgertiya xwe de bi îstiqrar di nav vê partiyê de meşiya. Qîma xwe bi tiştên ji rêzê nekir. Heta dema ku partî dixwest di nav hindek xebatên paş de cih bide hevalê Kerîm pir pê nerihet dibû. Digot; ev 27 sal in ligel min têkoşîn tê meşandin, şehadet tên jiyîn, Kurdistan hat vala kirin, dijminê me gund nehîştin, qetlîam çêkirin, koçbertî da dest pê kirin, hemû ji bo min bûne wekî bertekekî ji bo wê wekî hemû hevalan ez jî dixwazim di eniyên pêş de rol bilîzim. Bêguman nêzikatiya Serokatî ji hevalên wisa re pir cuda bû û dixwast biparêze û rêxistinê jî ji ber ku şervanekî hevalê Egîd bû dixwest di gelek noqtan de hevalê Kerîm biparêze. Lewre hevalên ku bi hevalê Egîd re mane zêde neman, ji ber ku di hûndûrê xwe de dîrokek dida jiyan kirin, emrek bû. Di 27 salan de temenê mirovan nîv dibe. Ji ber wê jî rêxistin dixwest hevalê Kerîm wek dîrokek zindî biparêze.
Hevalê Kerîm derbasî perwerdeya Ocaxa PKK’ê bû û piştî perwerdê derbasî herêma Xakurkê bû. Dema hevalê Rustem, Elîşêr û hevala Çîçek, û hevalên bi wan re di êrîşeke hewayî de şehîd ketin hevalê Kerîm wekî fermandarê ku di herêma Xakurkê de cih bigre li dewsa hevalê Alîşêr hat erkdar kirin û piştî wê jî ket fermandartiya giştî ya qada Xakurkê. Hevalê Kerîm, qûweta Xakurkê li zivistanê ji bo pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî amade bike, pir ked da. Di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de wek fermandarekî pêngavê di plan-name û amadekariyên pêngavê de cihekî bingehîn girt. Bi wî rengî jî xwe tevlî kir, di gel hevalê Reşîd Serdar û gelek hevalên din. Li şeva yekê mijdarê yê derbasî duduyê mijdarê dibe di êrîşeke hewayî de hevalê Kerîm û çar heval li wir ji xwe ji dest dan û şehîd ketin.
Hevalê Reşîd: Pêşengê Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 2011-2012 bû. Di tarz û taktîkê gêrîlayê nûjen de, di kûranî û ziraviyan de pir serwer bû. Fermandarekî pispor, di şer û jiyanê de xwe pir pêş xistibû. Pir cidî bû, xwedî dîsîpînek cewherî û fedakariyek mezin bû. Bi însiyatîf û xûlûqkar bû. Hevalên pêre nedigihîştin tempoya wî. Teknîk û taktîkên dijmin ên kevin û nû pir baş hesab dikir. Li gorî wê jî planê hêza xwe û yê dijmin dikir. Çalakî ne tenê wekî çalakî dest digirt. Dizanîbû kîjan çalakî çi demê xizmeta çi dike. Serweriya xwe li ser arazî zêde bû, di çalakiyan de ger bi kîlometran dûr ba jî, mêtro bi mêtro terîf dikir û hêza di bin venêhêrîna wî de bi wêrekî diçû û bi ser diket. Di konferansa HPG ya 7. de wekî Fermandarê Şerê Gel ê Şoreşgerî sembol hat nîşan dan.
Hevalê Reşîd jî di heman demê de fermandartiya pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya giştî dikir. Hevalê Reşîd li navçeya Dihê yê Sêrtê ji dayîk bibû û hin di temenekî ciwan de tevli refên gêrîla bû. Lewre bi rastî jî hemû xeyalên Wî li hember dijminê xwe şer kirin bû. Hevalê Reşîd di demên zor û zehmet de li herêma Botanê di yekîneyên bi tevger tabûran de cihê xwe girt. Di tewahiya Botanê de tevlî şer bû, ji Wanê heta Gabarê, Mêrdîn, Cûdî, Heftanîn, Qaşûra di gelek çalakiyên serkeftî de cih girt. Ji fermandartiya tîmekê heta fermandartiya Biryargeha Herêma Parastina Medya di gelek astan de peywir girt. Di nava van 21 salan de hevalê Reşîd di gelek cihên cuda bi cuda de kar kir. Ew jî wek hevalê Kerîm demekî derbasî qada Serokatî bû. Di sala 1997’an de dema diçe qada Serokatî, serokatî dixweze di qadên Tirkiyê de gerîla bi cih bike û şer derbasî qadên Tirkiyê bike. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ne tene ji bo Kurdistanê bû, ji bo gelê Tûrk jî bû. Hevalên me yên pir giran biha, wekî hevalê Heqî Karer û Kemal Pîr ên ku destpêkê di têkoşînê de cih girtibûn, azadiya gelê Tirk di azadiya gelê Kurd de didîtin. Ji ber wê jî tevli Serokatî û tevli partiyê bûn û pêşengtiya grupa bîrdozî kirin. Li ser wî bingehê Serokatî ji ber girêdaniya xwe ya bi van hevalan xwest di Tirkiyê de û ji bo gelê Tirk jî şoreşê pêş bixe. Di sala 1998’an de hevalê Reşîd derbasî qada Amanos bû. Dema diçe Amanosê Şehîd Sari Îbrahîm li wir e, wek ekîbekê ew Şehîd Dijwar bi hev re diçin. Dibe ku di dîroka me de cara yekê di 1998’an de li Amanosê pratîkek wisa pir bi çalakî û serkeftî pêş deket. Hevalê Reşîd pîştî dîlketina Serokatî derbasî qada navendî bû, hate Qendîlê. Heta demekî dirêj li qendîlê tevlî xebatên rêxistinê bû. Di sala 2000’an de dema di navbera me û YNK’ê de pêngavek dest pê kir û şer çêbû, hevalê Reşîd di eniya Rojhilat ango milê Zelê, Şehîd Ayhan rolekî pir mezin lîst. Çalakiya yekemîn wî dest pê kir. Du hemle çêbûn ku di her du hemleyan de jî heta dawiyê rolekî pir mezin lîst. Nehişt ew tesfiyekariya ku dixwestin li ser me bi pêş bixin çê bibe. Piştî dîlketina Serokatî, dijmin dixwest ku gerîla li çiyan tune bike. Bi destê nokerên Başur xwestin tevgerê tasfiye bikin. Lê gelê Başur û ciwanên Başur jî ev qebûl nekir û ti caran di ti livbaziyê de destek neda îxanetê. Her tim ligel tevgera azadiyê cihê xwe girt. Û bi wê wesîlê livbaziya nokeran a 2000’an jî vala hate derxistin.
Hevalê Reşîd di gelek perwerdeyan re derbas bû. Di sala 2001’an de tevlî perwerdeya dewreya yekemin a Şehîd Welat Çiya ya Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Piştre derbasî Behdînan bû, li Metîna ma û di asta fermandartiyê de cih girt. Heta sala 2005’an konferansa HPG a sêyemîn erkê xwe dewam kir. Duvre derbasî Xakurkê bû. Dema ku li welêt şer germ dibû hevalê Reşîd li Şemzînan û derdorê wê çalakiyên pir mezin û serkeftî pêk anîn. Piştre derbasî Ocaxa PKK’ê bû û dewreyek perwerde dît. Duv perwerdê re derbasî qada Zagrosê bû. Tê zanîn qada Zagrosê cihekî xwe yê taybet di dîroka şerê me de heye, her tim rolekî girîng lîstiye. Di kêleka Botanê de, her tim wekî navendekî şer lê hatiye. Hevalê Reşîd li eyaleta Zagrosê fermandartiya Zagrosê dike. Di pêvajoya Pêngava Êdî Bes e de û dîsa di livbaziyên ku dijmin xwest di sala 2008’an de gerîla li Zagrosê û Zapê tesfiye bike de, hevalê Reşîd ji Oremar, Bêzelê dest pê kir, heta şerê Zapê gelek rol lîst. Dibe ku ev jî di dîroka me de cara yekemîn bû ku çalakî ew qas berfireh bûn û bi ser diketin. Gelek leşker dîl girtin. Hedefê dijmin di Zagros û Zapê de gerîla derbe bikin û di bihara wê salê de jî li Bakur gerîla tesfiye bikin. Jixwe pêvajoya girtin û tasfiyekirina gel jî dest pê kiribû. Li ser Serokatî jî tadeyî hebûn. Di wê demê de hevalê Reşîd li Zagrosê pêşengtiya pêngavê ligel hevalê Adil û hevala Nûda kir. Duvre hevalê Reşîd careke din derbasî biryargeha HPG bû û ji bo cara duyemîn di payîza 2010’an de derbasî Ocaxa PKK’ê bû û perwerde dît. Di dawiya perwerdê de sozek ji bo xwe da ku “heta em Serokatî azad nekin ji me re sekin nîne, ji bo wê jî pêwîst e em hevaltiyek xurt bi Serokatî re bikin ku em bikaribin Serokatiya xwe azad bikin”. Soza azadiya Serokatî û serkeftinê da. Di konfransa şeşemîn a HPG de rewşekî pir hestyarî çêbibû. Heval şehîd ketibûn, pêwîst bû Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî dest pê bibûya û konferans jî li ser wê xetê pêş biketa. Lê bes wendahî çê bibûn. Gelek heval bi hestyarî nêz bûn. Atmosferek çêbibû ku hema hema kesek neaxivî, her kes li hevdû mêze kir, gotin em ê çawa wê pêngavê destpê bikin, xwe gunehbar didîtin, hinek hevalan jî; “jixwe em ne nav de bûn”, rihet û normal nêz dibûn. Lê hevalê Reşîd li wir derketinek kir, got ku bi wî şiklî nabe. Ango; bi nêzikatiya hestyarî ve ne pêkan e ku em bikaribin ji demê re bibin bersiv, dibe ku em gelek şehîdan jî bidin lê bes pewîst e em xwe xurt bikin û wisa pêngavê dest pê bikin. Heta hinek pêşniyariyên pir cuda jî kir. Ne tenê hember dewleta Tirkan, li hember dewletên din ên ku dixwazin tevgerê tasfiye bikin jî pêşniyar kir ku em hemle bikin. Ji ber ku hêviyeke xwe yê pir xurt hebû, li ser paradîgma nû ya Rêber APO pir cidî lêhûrbûnên xwe hebû. Li ser taktîkê şer pir cidî lêhûrbûn çêkiribû. Destpêkê ji xwe de dest pê dikir. Ger em pêngav bi pêş bixin, çalakî bikin û şerekî bikin pewîst e em bi xwe, xwe jêre amade bikin. Hevalê Reşîd her tim digot, fermandarî di şer de nîşandêrê gavên ku dê serkeftinê bidin çêkirinê ye. Ji ber wê jî hevalê Reşîd di wê konferansê de di hevalan de hêviyek xurt da ava kirin. Li gor wê jî hemû heval tek tek wer nêz bûn. Dixwest biçe Amanosê û qada navîn a Bakur-Amedê- lê hevalan guncav nedît. Ji bo di Qadên Parastina Medya de zêdetir guncac hate dîtin. Di Biryargeha Qadên Parastina Medya de wekî fermandartiya biryargehê cih girt. Xwest gava Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî destpêkê li Şemzînanê bavêje, ji ber wê jî 11’ê Îlona 2011’an çalakiyek pir mezin li Şemzînan kir. Cihekî ku li Şemzînan dijmin lê ye nema ku lê neda. Nêzî 60 hevalan xist nava Şemzînan, li her cihê ku leşker an kesên ku li ser gelê me zilm dikir û dewlet, di wê çalakiyê de bûn hedef. Hevalê Reşîd ev çalakî bi rengekî serkeftî da çêkirin. Nêzî 80 leşkerê dijmin hatibû kuştin. Bi wendahiyek pir kêm ev pêngav da dest pê kirin. Pêwîst e mirov li ser sirê serkeftinên hevalê Reşîd bisekine. Pir hesas nêzikî plan-name û keşfê dibû. Di nav siriyet û veşartîbûnê de xebatên xwe dimeşandin. Hemû keşif hem ê dûr hem ê nêz, hem ê şev hem ê roj di gelek cihan de bixwe li ser disekinî. Ango keşif, plan-name, vesazî û civîn hwd berfireh çêdikir û li ser disekinî. Gor derfetan krokî çêdikir û dida çêkirinê. Dema hevalan jî ev dîsîplîn û cidiyeta hevalê Reşîd didîtin xwe nedigirtin, dixwestin her tim tê de cih bigirin. Ev fermandar dibin an jî şervan dibin, çalakiya ku hevalê Reşîd tê de ba, her kes dixwest tê de cih bigre. Bi qasî ku xwe di ziraviyan de kûr kiribû, ew qas jî xwedî hêz, ezmûn û qabiliyeta pilan-namê bû. Dijmin ê çi bike, Wî pir zû didît. Hêza xwe û ya dijmin bi şiklekî objektîf dest digirt. Valatiyên ku hene pir zû didît û dinirxand, bi însiyatîf û xuluqkar bû. Ji ber wê jî salek berya şehîd bikeve, di pêngava ku hatiye dest pê kirin de pir xurt rola xwe lîst. Bi pey çalakiya Şemzînan re, dema hevalê Rustem wan şehîd ketin ji bo ku tola wan bigre li Çelê çalakiyek du qat mezintir pêk anî, bi 500 hevalî re hedefên dijmin ê li Çelê heyî yek nema ku lê neda. Li herêmek wek Colemêrg-Çelê hedefên leşkeriyê ji yên sîvîlan zêdetir in, hema li van hedefan hemûyan da û di encamê de serkeftinek pir mezin bi dest xist. Wendahiyên me pir kêm bûn, dijmin di şokê de hişt, ji serok-komar bigre heta serokwezîr hemû wezîrên wan û qormayên giştî hemû ketin di nav tengasiyek pir cidî. Wisa kir ku êdî dijminê me li ser xwe hakim nebe û êdî bi dijûnan bi me re kar bikin, denga xwe wenda kirin.
Bêguman ji kêmasî û şaşiyên me di her pêngavên wisa mezin ên hatin pêş xistin de tedbîr negirtin û serxweşiya zeferê ku em dikevinê, wendahiyan wisa bi me da jiyîn. Piştî çalakiya Çelê şehadetên Geliyê Tiyarê wisa çêbûn. Di plan-nameya çalakiyê û amadekariyê de şaşîtî nebû, şaşîtî nêzikatiya me ya giştî bû. Van şehadetan sîh xiste li ser gelek çalakiyan. Hevalê Reşîd ji bo tolhildana van hevalan carekî din di nav zivistanê de qereqolek a ser sînor ku jê re dibêjin Qereqola 49’an, çalakiya fedaî li ser pêk anîn ku ev çalakî jî bi serkeftî bû. Çalakî û tevlêbûnên hevalê Reşîd ku bi xwe beşdar bû pir zêde ne. Ji 1992’an heta ku şehîd ket di gelek çalakiyên Botanê (1994-95-96) de heta ku çû Amanosê cih girt. Wê demê gelek çalakiyên ku ji aliyê Serokatî ve hatin pîroz kirin hebûn, hevalê Reşîd jî di nav de pir kes hatin terfî kirin. Pêwîst bû ev pêngav hindek din di pêş de biçe, di sala 2011’an de, Şerê Gel ê Şoreşgerî wekî dihat xwestin pêş neket û encam negirt. Ji ber ku piştî her çalakiya mezin me wendahî dan. Tevgerê, (ji ber van wendahiyan) ev wekî pratîkeke derveyî xeta taktîk bi nav kir. Ji bo ku em ji xeta derveyî taktîk derbikevin û dest bi pêvajo û pêngavekê nû bikin; 2012’an wekî teqez û ger nebe nabe pêwîst e em di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de serkeftineke mezin bi dest bixin, hinek cihan bigrin û bernedin, heta ku em dijmin neçar bikin û bînin ber lingê Serokatî, çareserî û mûzakereyan dest pê bikin, pêwîst e em di pêngavê de gav di paş de nevêjin. Bi rastî jî gelek çalakiyên mezin li Dêrsim, Botan û gelek deverên Başur çêbûn. Belam pêngav li ser xeta Zagros û Xakurkê pêş ket, li Colemergê heta Şemzînanê pêş ket. Çalakiya Şitazin, Oremar, Bezelê destpêkê dest pê kirin. Sê çalakiyên pir mezin ku her sê jî fermandar Reşîd Serdar kordîne, plansazî, amadekarî û hwd. kir, ligel gelek hevalên fedakar ku rol lîstin û bi fedakarî şehîd ketin. Ji bo ku ev pêngav hindekî din berfireh bibe û bi pêş ve biçe hevalê Reşîd derbasî Şemzînan bû. Li Şemzînan jî erazî bi ziravî û kûranî bikaranîn û tevahiya Şemzînanê xistina bin venêrîna xwe, navbera Şemzînan û Gever qût kirin û sê mehan li Şemzînanê şerekî pir mezin di meşandinê de ligel hemû hevalên xwe yên fedakar, hevalê Reşîd ev pêngav da meşandin. Ger hevalê Reşîd bidîtiba li cihekî pêşketin nayê bi dest xistin, yekser ev cih dida seknandin û li cihekî din re dest pê dikir. Li Şemzînanê; ji ber hêza me nayê guhertin, hêza heyî her di nava şer de ye, em wek dijmin şerê eniyê jî nameşînin, pêwîst bû hinek cihên nû bêne bi dest xistin, li gorî vê em bikaribin pêngavê berfireh bikin û hwd. dema ev xalanan ferq kir hewcehî pê dît ku di taktîk de guherandinan çêbike. Dema ku hevalê Reşîd wê rastiyê dît derbasî qada xeteke ku li ser Avaşînê ye bû. Ango derbasî qada Xapûşkê dibe. Ji ber ku li wir dijmin dixwest hevalan parçe bike, bikeve navbera hevalan. Lê bes sedema bingehîn a çûyîna Wî ya xeta Xapûşkê ev bû, li ser Tabûra Bêsosin çalakiyeke mezin bike û wê çalakiyê jî bi çalakiyeke fedaî dest pê bike bû. Amadekariya dike ku li ser qereqola Bêsosin çalakiyekê bikin. Ji ber ku fermandarê Bêsosin zirt kiribûn û gotibû em nahêlin gerîla li vir serbikeve, em ê hemûyan bin bixin. Hevalê Reşîd jî got; pêwîst e em li ser Bêsosin çalakiyeke pir mezin pêk bînin. Bêsosin îmha bikin, xeta Gerdiya, Şemzînan û milê Geverê bi dest xwe bixin û wisa dijmin di wir de tasfiye bikin û derbixin. Plana bingehîn ev bû ku ne li derdor û kêlekê, li naverastê de em lêdin û hinek qad bigrin dest xwe. Li gor wê jî biçin li ser hedefê. Lê ya dixuya dijmin jî ev plan ferq kiribû, ji bo sabote bike li ser hev, her roj operasyon dikir. Rojekê operasyon çêdibe, hevalê Reşîd jî li Xapûşkê ligel hevalan e. Heval di seatên destpêka siherê de dikevin pevçûnan. Ya rast heval dixwazin ku hevalê Reşîd ji wir derbikeve, pir israr dikin, hemû şervan û fermandar israr dikin ku derkeve û dibêjin; ji bo me ne pirsgirêk e, em dikarin çareseriya xwe binihêrin. Lê ligel hevalê Reşîd, hevalê xwe di rewşeke wisa de bi cih hiştin û çûyîn ne pîvan bû. Ger ku ew erkê ragirtiye nebûya, çi dibû bila biba, ger ligel tîmekê jî bibûya şer biqewimiya destpêk divê Wî çek bikarbainîba. Ji ber wê jî destpêka siharê xwe dide cihekî û bi yekîneyeke dijmin re şer dike. Jixwe Siqoskiyek dixin ku di hûndûrê wê de serpelek (yûzbaşi) û gelek leşker jî dikujin. Bi wî şiklî pevçûn heta êvarê berdewam dike. Heta êvarê wendahî nadin. Şerekî pir mezin didin meşandin. Dijmin bi teknîk tê ser wan, feqet rûxmî wê jî serkeftî ne û dixwaze hêdî hêdî ber bi tarîbûnê ve hevalan ji wir derbixe. Heval jî dixwazin Wî ji wir derbixin. Di wê navberê de dema ku dixwaze cihê xwe bughere ji milê dijmin ve dibe hedefa sûîqastekê û tê şehîd xistin. Bi wî rengî hevalê Reşîd jî tevlî karwanên şehîdan dibe.
Taybetmendiyên hevalê Reşîd û hevalê Kerîm ên ku hevbeş in, girêdana nirxên partiyê, girêdana Serokatiyê, girêdana hevaltiyê, girêdana şehîdan û gel re ye. Herdû hevalan jî bi baweriyek pir mezin xwe tevlî Şerê Gel ê Şoreşgerî kirin. Di pêşengtî û fermandartiyê de mînak bûn. Digotin “pêwîst e em şoreşê çêkin, ji çêkirinê şoreşê netirsin“. Ji ber wê jî 24 seatan dixebitîn ku li ser bikevin. Digotin “pêwîst e em 24 setan bi Serokatî re jiyan bikin, heta ku em bibin mîlîtanên rast ên Serokatî“. Ji ber ku herdû heval jî dema ku te li wan mêze dikir, ne wekî fermandar dihatin dîtin, wekî mîlîtanên pir xwezahî yên di nav yekîneyên xwe de hîç ferq û cudahiya wan nîn e jiyan dikirin. Ger kesek ji der ve mêze bikiriba nedizanîbû fermandarê wê yekîneyê kî/ê ye. Ji ber ku di hemû nêzîkatiyên xwe de wek her hevalekî/ê nêz dibûn, tevlî dibûn û jiyan dikirin. Di têkoşîna me ya şerê çekdarî de, rola herdû hevalan di serkeftinan de pir mezin e. Di wî pêngavê de pir fermandarên mezin ên din jî şehîd ketin, wek şehîd Mehmed Goyî, Mêrxas, Hûseyn, Nûman, Rojîn Gewda, Rêvan... Me pir hevalên bi nirx di wê pêngavê de şehîd dan, lê bi wê pêngavê re tevahî di Kurdistanê de guherînên pir cidî çêbûn. Ger pêşiya şoreşa Rojhilata Navîn hat vekirin, rola Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 2012’an tê de pir heye. Bi taybetî jî ger îro li Kurdistanê şoreş çêdibe û niha Rojava û parçên din ji bo azadiya xwe berxwedaniyên pir mezin dikin, bandora pêngava 2012’an li ser zêde ye. Bi rihê van fermandara ye ku ev pêngav, ev şoreş çêdibe. Herdû hevalan jî ji bo kesayeta xwe qîm bi tiştekî nedikir. Ruxmî zêdetir î 20 salan e têkoşîn di nav vê rêxistinê de, di şert û mercên herî zor û zehmet de, pir caran birîndar bûn, nexweşî û seqetî bi xwe re anîbûn jî bi şev û roj nedisekinîn. Di wir de sirek heye ku ev jî rast tevlîbûn e, sira xeta fermandariyê heye ku pewîst e mirov wê rast di şexs û kesayeta xwe de bide avakirin. Jixwe daxwaz û hêviyê van hevalan ji me hemûyan ev e, em bikaribin layîqî wan derbikevin. Beriya ku şehîd bikevin her tim di serê gotinên wan de ev dihat ku “ger me rola xwe bilîsta niha me Serokatî azad kiribû ”. Mînak hevalê Reşîd wiha digot ”ger me rola xwe bilîsta û di demê bihurî de me hevaltiyeke rast bi Serokatî re bikiriba, Serokatî dîl nediket. Lê belê ger heta niha jî Serokatî di girtîgehê de ye û nayê berdan sedema wê jî kêmasiyên me ne. Ji ber wê jî pêwîst e em di sala 2012’an de di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de Serokatî azad bikin. An em ê Serokatî azad bikin an jî em ê nejîn”. Hevalê Reşîd beriya ku biharê derbasî pêngavê bibe bi van gotinan çû û ev ji bo hemû hevalên gerîla wekî rexnedayînekê ye. Ji ber ku di wê pêngavê de me hemûyan wek hevdû rol nelîst. Pir parçe bû, me hem serokatî xist di nav mercên zehmet de, hem me rolê xwe wek hev nelîst. Li ser milê hinek hevalan ma û dijmin jî aresteyê van herêman bû. Gelek wendahiyên me di van herêman de bi wî rengî çêbûn. Ev rexnedayîneke rast dixwaze. Pîvanê derbaskirina me ango rexnedayîna rast, layiqî şehîdan bûyîn e. Ev fermandarên şoreşger ku bi rastî jî ji bo azadiya gelê Kurd, nasnameya wî, hebûna wî biparêzin, di dîrokê de kesayetên nû derbikevin û li ser felsefe û xeta zanistî ya Rêber APO kesayet mezin bibin, pêwîst e bêne parastin. Bi tenê bi nêzîkbûneke wisa em ê bikaribin di pêngavên nû de şoreş ava bikin. Van hevalan bi sekn, kesayet û tevlîbûna xwe ya di nav gerîla de tenê ne di pêngava wî şerê de dibe ku di pêngava partîbûnê de jî pîvanên pir xurt derxistin pêş. Sîvîl û gerîla her kes van hevalan ji xwe re mînak digire, ji nû de avakirin jî dê li ser kesayetên van hevalan pêş bikeve. Pêwîst e bi şev û roj em van hevalan rast bi bîr bînin. Tiştekî ne xwezayî yan jî pir mezin di van hevalan de nebû, ev jî nîşan dide ku her gerîlayek dikare bibe namzetê kesayetek wisa. Ger ku rast xwe tevlî bike, ked, girêdanî û tevlîbûn dixwaze. Li ser qehremanên wisa mezin axaftin û nivîsandin karekî ne pir rihet e. Ji ber ku cara yekê ye di dîroka gelê Kurd de şexsiyetên ev qas komple ango di hemû mijaran de dixwazin bibin bersiv ji gelê xwe re û pêşî li dijminê xwe bigirin derdikevin. Ji ber wê ye jî ku hêviya gel ji gerîla pêş dikeve.
Niha em di serdemekî pir girîng re derbas dibin ku ji hemû aliyan de ji bo ku ev destkeftiyên tevgera azadiyê bidest xistine bên tunekirin, êrîşên berfireh hene û her dem jî li gor xwe berxwedanî û fedakariyên mezin hene. Niha li Kobanê û xetên Başur ev tê jiyîn, Bakur û Rojhilat ev tê jiyîn. Lê bes ê ku ev rih jî da çêkirin û da avakirin kesayeta fermandarên wisa mezin bû. Pêngava sala 2012’an bala hemû cîhanê kişand. Ji ber ku cara yekem nîqaşên pir cuda li ser tevgera me pêşketin. Dijmin digot ku êdî ne pêkan e ku gerîla wek berê şer bike, şantajan dikin, tenê daxuyanî didin, gerîla êdî wek berê nikare çalakî bike, hêza wan nemaye… Di demek wisa de bi pêşengtiya van hevalan ev pêngav bi fedaî û fedakarbûna şehîdan de pêş ket. Dijmin mat bû, neçar ma (her çi qas tê de çareseriyeke cewherî nebe jî) çû muzakereyan.
Di kesayeta hevalê Reşîd û hevalê Kerîm de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Wekî hevalekî wan jî divê em di têkoşînê de hin pirtir û xurtir bikarin rola xwe bilîzin. Em soza wê didin, ji bo me hemûyan ew ê bibin mînak û em ê wan hevalan ji bo xwe bikin rêber. Li ser tarzê wan ê fermandartiyê, li ser taktîkên wan ê şer, li ser fedakarî û wêrekiya wan, li ser girêdan û tevlîbûna wan em ê jî xwe ji nû de bigirin dest ta ku em bikarin layiqî wan bibin.
Bi vê mebestê em salvegera şehadeta hevalê Reşîd û hevalê Kerîm û hemû şehîdên Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 2012’an bi rêzdarî bi bîr tînim û soza bilindkirina têkoşînê car din didim ku heta em daxwazên wan şehîdan bi cih neynin em ê qîma xwe ti tiştekî takekesî neynin û em ê xwe tevlî bikin.
Silav û Rêzen Şoreşgerî
Rizgar ÊRSÎ
9-10-2014
- Ayrıntılar
D
îtina Rêber Apo pir giran bûha ye û ne dîtineke ji rêzê ye. Pir hevalên me yên ku bi qehremantî şehîd ketin bi hesreta ku Rêber Apo bibînin.
Di vê derheqê de Rêber Apo dibêje pir hevalên minên leheng şehîd ketin ne tenê bi hesreta min heta bi hesreta dîtina wêneyê min bûn. Lê bi hemû hezkirin û girêdan û baweriya xwe bi min xwe beşdar kirin heyanî mirinê. Ji ber vê divê ku hûn qîmet û wateyî bidin van hevdîtina û hûn sozê xwe pêkbînin. Rêber Apo kiribû biryar heyanî ku hevalên ku biçin saha şer, min nebînin bila neçin. Yanî her komek ku derbasî çiya bibûya, divê ku Rêbertî wan bidîta û li cem wan diyalog bikira. Hem jî ji bo ku wan binasiya.
Ez jî wek takekes min sê car Rêbertî dîtîbû. Ev ji bo min bûye wek deynekî ku ez divê bidim. Hevdîtina bi Rêbertî re weke perwerdeyekê ku mirov çend salan bibîne. Ji xwe cara yekem ji bo min weke xewnekê bû.
Di sala 1993’an de Rêber Apo li Şamê bû ez jî li Cizîrê bajarê Amûdê li gûndan min tev komekê xebatî gel dikir şevekê min dît rêveberiya gundan ji min re xeber şand û got bila hevala Leyla zû were ez jî hatim min got qey ezê herim çiyan ji min re gotin tuyê biçî ji bo hevdîtina Rêber Apo, ez matmayî mam û min bawer nekir min got qey ez xewn dibînim.
Min wê şevê qet xew nekir ji kelecana min ji xwe re digot gelo Rêbertî çawa ye û ezê çawa pêre bipeyvîm. Şeva min her di nava van pirsan de qediya û sibehê em bi rê ketin çûn bajarê Qamişlo. Ji wir em bi trênê çûn Şamê. Em komek bûn hemû hevalên xebatê bûn û Rêbertî kom xwestibû ji hemû herêman ji bo rewşa rêxistinî û ya gel bi zanibe. Em hemû amede bûn û Rêbetî hete ber derî em hemû rabûn ser xwe, min ji xwe re digot, ya rebî ev xewna min çiqasî dirêj bû min li Rêbertî dinêrî û li wêneyê wî yê li malê daliqandî bû dinêrî. Her min berê xwe dabû Rêbetî û min lê temaşe dikir û min dixwest ez baş binasim. Min serma xweribû û berî ku Rêbertî hat hîç deng ji min nehat. Cara dûyemîn di dîtina Rêbetiyê de em ji perwerdê derketibûn, em 40 hevalên jin bûn û ji her deverê heval hatibûn ji bo perwerdê. Rêber Apo venêhêrîna me dikir û di derheqê me de agahî digirt. Perwerdeya me di dawiya 1994 û 93`an de bû, 6 mehan berdewam kir. Dema ku em çûn cem Rêbertî serê Adarê bû. Pirtûka Rêbertî ye ya Çawa Bijîn nû hatibû çapkirin. Herî zêde gotûbêjên me li ser wê pirtûkê bû. Emê derbasî çiya bibûna me sozên xwe da, xatir xwest û em bi rêketin.
Cara dawî bû, piştî konferansa me yê jin ê eyaleta Cizirê bû. Ji ber sedemê rê em derbasî çiyan nebûn û vê carê emê derbasî çiyê bibin lê her du rêveberiya Cizîrê di nîşeya min de nivîsandibûn ku ezê li cem Rêbertiyê perwerdê bibinim. Ji ber ku keça mama min hevala Şirîn şehîd ketibû û hevala min a zarokatiyê bû. Ji ber vê dixwestin ku ez perwerdeyekê bibînim û paşê werim çiya û min jî di xwest ez kêliyekê beriya din xwe bigîhinim çiyan.
Dema ku em gihiştin cem Rêbertiyê, gava ku ez rabûm û min xwest xwe bidim nasîn. Hema Rêbetî ji min pirsî ma cara din tu dê neçûbûya çiyan? Min got belê Serokê min got çima neçûyî? min got hevalê … me derbas nekir û got rê tune ye. Rêbertî got ev zihniyeta zilam e, ji ber şerê başur gotine hevalên jin bila niha necin. Jixwe ew heval jî li kêleka Wî bû, destê xwe li nava pişta wî da û got, vê carê wê di bin venêhirîna min de biçin tu kes nikari wan rawestîne. Welê me xatir xwest û em bi rêketin. Jixwe di serî de gava ku notê me girte destê xwe got, ên ku dê li cem me perwerde bibîninin kî/ê ne bila rabin ser xwe. Min dengê xwe nekir hinek heval rabûn jixwe navê min jî hebû. Hevala ku li kêleka min got, ew dixweze biçe çiyan, min dît hema Rêbertî li min zivirî û got, çiya ma qey hinek naxwazin li cem me perwerde bibinin? Min got qey xwîna min zûhabû û ez matmayî mam paş min dît keniya û got nexwe dixwezin ji demekî zûtir xwe bigihînin çiyayên azad, bila biçin em ji wan re serkeftinê dixwezin. Paşê min dît ku xwîn bi min ve hat, me xatir xwest û ji ber ji Rêbertî xatir xwestinê ez pir xemgîn bûm.
Bi rastî sê caran dîtina Rêbertî ji bo min bû hêzeke mezin û hin jî gotin û tehlîlatên Rêbertî di hiş û guhê min de ye û heyanî ez şehîd jî bibim wê welê bimîne. Ez pir tiştan fêr bûm û ew deynekî mezin ê li ser milê min e û ez ê pêkbînim.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Leyla AMÛDÊ
25.9. 2014
- Ayrıntılar
