Navê Kod: Mêrxas Dorşîn
Nav û Paşnav : Sehan Akyol
Cih û Dîroka ji dayîkbunê : 1973/ Amed(bi eslê xwe ji Mêrdînê ye)
Cih û Dîroka tevlîbunê : 1992 Amed
Cih û Dîroka Şehadetê : 6 İlon 2012 Kato Marînos. Di encama êrîşa hewayî de
Belê, me fermandarekî din jî ku wek navê xwe mêrxas bû winda kir. Ew rûkeniya wî ku tim civata mirov coş û geş dikir, ji kêleka me rabûbû û firîbû li nav sitêrkên asîmanan.
Heval Mêrxas 22 salê xwe li çiyayên Kurdistanê, li hember dagirkeriya dewleta Tirk, di nava şer de derbas kir. Li gelek eyalet û herêmên Kurdistanê erk girt û têkoşîneke pir serkeftî meşand. Bi giranî Heval Mêrxas li Botan û Amedê xebat meşand, lê li Başurê Kurdistanê jî xebat meşandibû. Ew bi şervantiya xwe di nav şer de pijiya bû û di demek kurt de erkê fermandariyê girtibû ser milê xwe. Li her herêma ku ew çûyê, bû xwedî xebatekî serkeftî. Bi şerkirina xwe, bi dilnizmî û rûkeniya xwe ya xurt ku di nav hevalan de mînak bû dihat naskirin. Fedekarî û kedkariya wî ya welatparêziyê û ya hevaltiyê li hember xwe di nav hevalan de rêzgirtinek pir zêde çêkiri bû. Şervantî dihat xwestin wî dikir, fermandartî dihat xwestin erkê xwe tim dihanî cih. Ewqas di nava şervanên xwe de rûbiken û kêfxweş bû ku şervanên wî pir jê hezdikirin û ew ji dil qebûl dikirin.
Di nava şer û piratîkê de pijiya bû û ew ezmûna xwe ya bi salan tim bi hevalên xwe re parve dikir û dibû perwerda hevalan. Ew bi dehan caran di nava zorî û tinebûnê de jiya bû û di hemûyan de jî sekneke serkeftî raber kiribû. Ti car zorî û zehmetiyan nekarîbû wî ji bilindkirina têkoşînê bêmoral û bêxwestek bixîne. Hêviya wî ya ji azadî û serxwebûnê re di her şertî de zêde dibû. Hevalê Mêrxas herêmê ku diçûyê, ew tim tirs û xofa dilê dijminê xwe bû û bi sekna xwe dijmin di xist nav tirsê. Ji ber ku di xeta Rêber APO û PKK`ê de pir kûr bû û jiyan dikir. Di tevlêbûna xebatan de şaşitiyên wî kêm û serkeftinên wî tim zêde bûn. Ev di gelek xebatên wî de diyar bû û derdiket holê.
Belê, min hevalê Mêrxas di sala 2004’an de naskir û heya ku çû şehadetê jî em nêzî hev, carna jî em bi hev re dixebitîn. Heval Mêrxas di sala 2004’an de li herêma Besta bû û di 2005'an de hat ligel me, demekî li herêma Gabarê tevlî rêveberiya me bû. Dibe ku demekî zêde ne dirêj em bi hev re man, lê hevaltî û fermandartiya wî, hêz dida me û hevalan. Rastî jî xwedî ezmûnek dewlemed bû û her gav û axiftinê xwe bi pîvan dihavît û dihanî ziman. Tevayê nirxandin û nîqaşê wî yên bi hevalan re, li ser billindkirina têkoşînê û encam girtinê bû.
Di nav heval û xebatan de hevalê Mêrxas tim zîrek, jêhatî û zindî bû. Li payîza 2010’ê jî dema ku em ji Qada Navîn diçûn Başurê Kurdistanê, em hatibûn herêma wan a çiyayê Cûdî. Hevalê Mêrxas fermandarê herêma çiyayê Cûdî bû û du salan wî fermandariye xwe li Cûdî serkeftî meşand. Em komek heval deh rojan ligel wan mêvan man. Ji bo hevalan, xizmetek û mêvandariyek pir mezin nişandan. Her rojekî ku em li cem wan bûn, hevalê Mêrxas em li erazî digerandin û ji bo ku em baş çiyayê Cûdî nas bikin, tim bi me re bû heya ku em ji Cûdî derketin. Belê, em bi hevalê Mêrxas re li navsera bilindahiya zinarên Cûdî digeriyan. Car jî rûdiniştin û li deşta Zaxo, heya Mêrdînê temeşa dikir. Rojavayê Kurdistanê jî ji Dêrikê heya Qamişlo xuya dikir. Bajar û bajarokên sê parçên Kurdistanê ji navsera Cûdî xuya dibû. Zaxo, Dêrik, Silopî, Cizîr û navenda Şirnex li pêşberî me bû, hevalê Mêrxas bi rûkeniya resenî xwe li van bajaran temaşe dikir. Her çend deqîqe berê xwe diguherend û li bajarekî din dimeyîzand. Wî bi wê meyîzandina xwe ya balkêş diket ferqa erkê xwe yên demê û gerilatiya azadiya Kurdistanê ku berpirsyariya wan çi ye diyar dikir. Dema ku mirov fermandarê Cûdî be, ev berpisyarî girantir dibe û hevalê Mêrxas di ferqa vê de bû. Li ser bilindiya Cûdî hem bi coş û moral bû û hem jî giraniya erkê xwe jiyan dikir û di axaftin, rûkeniya xwe de nîşan dida.
Herî dawî, dema ku em gihîştin qada Botanê (destpêka tîrmeha 2012`an bû) li Kato Marînos me hevdû dît. Wek tim ku dema mirov hevalên xwe yên kevin dibîne wî hestê kêfxweşiyê ya pêhempa dijî, vê carê jî em bi dîtina Wî û hevalên din pir kêfxweş bûn. Ew jî kefxweş bû ku em hatine Botanê û coş, moralê wî cardin hêz da me. Ji berê bêhtir bimoral bû û biryara xwe ya tevlîbûna Şerê Gelê Şoreşgerî dihanî ziman. Rastî jî biryar û xwesteka wî, hêviyek mezin dida mirov ku dê bi serkeve. Belê me bi hersê hevalên fermandarê eyaleta Wanê re (ku piştre bi hevre şehid ketin) civînek çêkir. Destpêkê me perspektîfên rêxistinê ku hebûn ji hevalan re parve kir û piştre jî min li wan guhdarkir, wan jî li ser rewşa eyaletê agahî dan min. Piştî van nîqaşên destpêkê, li ser pilan-nameya li pêşya wan me nîqaş û biryar girtin. Divê civînê de me biryara tevgera ser Elkê û derdora wê girt. Her sê heval jî bi xwestek nêzî vê biryarê bûn. Heval Mêrxas berê carekî çûbû keşfa wê kiribû. Ev plan-nameya ku me biryara wê girt keyfa wî xweş kir û piştî vê biryarê jî wî dest bi amadekariyan kiribû. Di vê tevgera ku di 2’ê meha Îlonê bi navê “Tevgera Şehîd Adil û Şehîd Nûda” li ser Elkê û derdora wê pêşket de, rista hevalê Mêrxas di serkeftina wê de pir zêde bû. Bi taybet di amadekarî û pêkanîna wê de jî bi biryareke xurt ve nêzbû û heya dawî jî rista xwe baş leyîst. Jixwe ew koordîna eniya rojhilatê Elkê bû û di bin fermandarî û koordîna wî de girê ku leşkerên Tirk girtibû xist û tev girt bin destê xwe. Di vî girî de hevalan gelek cebilxane û çek ji ser dijmin rakirin. Eniya wan serkeftî bû û encamek baş girtibûn. Wek tê zanîn dijminê Tirk li vir derbeyek pir mezin xwaribû û herî kêm 60 leşker û polisê dewlata Tirk hatibûn kuştin.
Dewleta Tirk, bi vê tevgera ku du hefte ajotibû de hatibû hejandin. Tirs û xofek mezin ketibû dilê wan. Hevalê Mêrxas di vê tevgera serkeftî de ristê xwe baş leyîstibû û moralekî mezin jê girtibû. Şeva çalakiyê min çend car bi hevalê Mêrxas re bi cihazê axifîm û min agahî di derheqê pêşveçûnên eniya wan de digirt. Di her axaftinê de wî agahiyên keyfa mirov xweş bike dida. Belê, piştî vê axaftina şîrîn ku me bi hev re kir û şunde bê ku ez cardin pêre biaxifim, bi çend roj ew jî bi komek hevalan re, di encama êrîşek dewlata Tirk a hewayî de şehîd ketin.
Erê, fermandarê mêrxas jî di vê êrîşa hovane ya dewlate Tirk de, tevlî Karwanê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bû û berbi stêrkên asîmanan ve li hewa ketibû. Şehîdbûna wî em pir xemgîn kirin, lê nirx û xebatên ku wî bi fedekarî ji me re hîşt, ronahiya pêşiya me ye û ti car jî wê neyê ji bîr kirin. Nirxê ku wî ev 22 salbûn afirand, tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo tevayê mirovatiyê, pir giranbiha ye û pir pîroz e. Ev fermandarê wêrek û rûken, bi salan têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê kir û ji bo mirovatiyek azad pir zorî kişand. Lê belê ti car dev ji vê doza xwe ya bi rûmet berneda. Ev têkoşîna hevalê Mêrxas a ku ji bo mirovatiyê nirxê mezin avakiriye, erkê her mirovekî/ê ye ku doza wî bişopîne û erkê xwe li hember vî şehidê mezin bicih bîne. Ji ber ku hevalê Mêrxas tenê ne ji bo xwe, ji bo azadiya mirovatiyê ev têkoşîn meşand û heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da. Em jî wek hevalên wî soz didin ku emê şopdarê rêya wî ya azadî û serxwebûnê bin û tim biranînê wî dê rêka me ronahî bike. Meşa me ya azadiyê jî dê li ber vê ronahiyê be. Heya serkeftinê emê girêdayî armanca wî ya serxwebûn û azadiyê bin. Soza me ya ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê ev e û hewldanên me dê tim ji bo layîqbûna wan be.
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar
Nasnav: Nuda BATMAN
Nav Û Paşnav: Fatma ASLAN
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1980-Êlih
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 2.5.2009-KOBANÎ
Cih û Dîroka Şahadetê:10.9.2012-Şemzînan (di pevçûnê de)
Demsal ber bi payîzê ve diçû. Di nav xwezayê de xemgîniya hatina payîzê, di nav dilê min de jî şewata te ya bi şehîd bûyîna xwe xistibû di dilê min de hebû. Belê rêhevala min a hêja Nuda Batman, te bi şahadeta xwe me pir serbilind kir, lê belê ewqasî jî, em bi şahadeta te xemgîn bûn.
Di xeta Rêbertî de, bi rihekê fedayane jiyîn, gihiştina heqîqeta herî mezin e. Ev şahadet di dîroka mirovahiyê de derveyî bîrdoziya Seroka APO û rastiya PKK’ê nabe nesîbê tu mirovî. Şahadeta we ji bo pêşroja me ya azad, ronahiya rêya me ye. Ji me şopandina rêya we û xwe gihandina asta wê nirxê herî pîroz û têkoşîna mezin dixweze.
Belê, rêhevala min gihiştina wê armancê tenê bi bîrdoziya Serok APO, rastiya PKK’ê û xeta jina azad ve bi têkoşîneke herî pîroz ve dibe.
Rêhevala min, şahadeta te li ser kesayata min hestiyariyeke herî mezin da avakirin. Vê bandorbûyîna mezin; rê li pêşiya hatina min a nav refên gerîla vekir. Hûn mirovên ewqasî pîroz û mezin in ku bi şahadata xwe jî hûn ji bo rêxistinê û Rêbertî dixebitin. Ji wan xebatên we yek jî tevlîbûna bi dehan Nudayan a nav refên şervanên azadiyê bû. Xeta ku we ji bo wê têkoşîn kir û bêtirs çûyîna we ya li ser dijmin û bûyîna xwedawend; di wê cihê ku nîv de mayee, ez jî weke rêhevalekê te ezê wê berxwedaniyê di asteke fedaî de berdewam bikim û çi erk û berpirsyarî be hildim li ser milê xwe ku ji bo bibim layîqê te û hevalan şehîd. Daku karibim bibim milîtanekê Serokatî, li ser wî esasî tevlîbûn û şerê me yê her tim xurtir be.
Rêhevala min Nuda BATMAN em li hember te û hemû şehîdên şoreşê soz didin ku emê tola we hilînin û armancên we yê ku we ji bo wan canê xwe dabû bi cîh bînin. Û ez di duyemîn salvegera şahadeta te de, te bi rêzdarî bibîr tînim.
Silav û rêzên şoreşgerî
Rênas Akîf
- Ayrıntılar
Nasnav: Çîçek Botan
Nav Û Paşnav: Guhar ÇEKİRGE
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1975-Şirnex
Cih û Dîroka Tevlîbûnê:1989-Şirnex
Cih û Dîroka Şahadetê: 29.9.2011. Xakûrkê (di encama êrîşên balafirên şer de)
Erdnîgariya Botanê ya ku bûye yek ji keleyên berxwedaniyê yên Kurdistanê, her dem bûye meskenê jinên leheng. Îro jî çiyayên Botanê yên ku bûne meskenên bi sedan jinên lêgerînvanên azadiyê û berxwedanî û qehremanî bi rengek mezin lê hatiye jiyan kirin, di nava tekoşîna me de jî cihek xwe yê girîng heye. Ji ber wê em dikarin bêjin Botan cihê ku jinên leheng lê destan afrandine ye.
Rêhevala me Çîçek Kiçî jî, weke şervaneke jin a azadiyê, ji Botanê tevlî tekoşînê bûye. Her wiha di çiyayên Kurdistanê yên bilind de bi tekoşîna xwe ve bûye wek efsane, di pêşketina artêşbûna me ya jin de jî bûye xwedî ked û hewldaneke mezin. Bihost bi bihost di çiyayên Kurdistanê de geriya. Bi wêrekbûna xwe, berxwedaniya xwe û bi kedkarbûna xwe ve, kesayeta fermandeya jin a ku ji her kesê re bûye mînak di şexsê xwe de ava kiribû. Ew ji nû ve dîtina jiyana zayînên ku vê erdnîgariyê afrandiye. Rêhevala Çîçek wek jineke çiyayî ya ku 23 salên xwe dan van çiyayan, weke jineke gerîla her kêliyeke xwe bi têkoşîna awarte ve derbas kir. Rastiya jina çiya ya ku her dem lêgerînvana azadiyê bû di şexsê xwe de ava kir. Çîroka wê, çîroka şervana jin a azadiyê ya ku vê erdnîgariyê û têkoşîna me daye afrandin e...
Di pelan de, di çîçekan de, di keviran de, di çemên bi xum xum de, di patîkayan de, di bayê paqij de, di her dilopeke baranê de bi xwezaya welatê xwe re bibû yek. Fêm kirina kesayeta fermandar Çîçek a ku tevahî rengên xwezayê di cewherê xwe de jiyan kiri ye, wê me zêdetir nêzî heqîqetê bike. Çiyayan Çîçeka xwe ya nazdar mezin dikir. Çîçeka xwe ya herî xweşik, belav dikir li her derê. Rêhevala me Çîçek weke hezar û yek çîçekên çolê, her dem asî bû. Bi porê xwe yê zer ve, bi kenê xwe yê germ ve di dilê rêhevalên xwe de cih girtibû. Bi dilnizmiya xwe ve fermandara me ya ku me mînak digirt bû. Ew biryarbûna jina Kurd a ku berbi zaferê ve dimeşe, baweriya xwe bi tevlîbûna xwe ya aktîf re tacîdar kiribû, bi derbaskirina tevahî zorahiyan gavên xwe xurtir kiribû di çiyayan de. Di jiyana wê de yek valatiyek biçûk jî nîn bû. Ji kesên ku dizanibûn jiyanê tije tije jiyan bikin bû. Kevneşopî û çanda mezopotamyaya qedîm di dilê xwe de radikir û li dijî dil û mejiyên kor jiyana wê her dem bi têkoşînê ve derbas bû. Her dem Rêber APO jiyan dikir û dida jiyan kirin.
Rêhevala Çîçek, kesayeta fermande ya ku rêhevalên xwe yên jin her dem mezin dikir, her dem xurt dikir, her dem xweşik dikir, her dem dida şer kirin, îrade dida qezenc kirin bû. Me her dem ew asî û bi coş dît, me ew wisa nas kir. Em ji kesayeta wê ya xurt fêrî gelek taybetmendiyên şoreşgertî bûn.
Gerîlatî di wê de veguherîbû azweriyekê. Hezkirina wê ya ji çiya, xweza û axê re pir balkêş bû. Pir baş dizanibû ku jin dikare di çiyan de xwe ji her awayî kevneşopiyan rizgar bike û di riya azadiyê de bimeşe. Ji ber wê gelek nirx dida van çiyayên pîroz. Meşa wê meşa jineke azad a serbilind bû. Her tim baweriya wê bi vê meşa wê ya bi heybet hebû. Ew Çîçeka me ya xweşik, di tevahî ziraviyên jiyanê de xwe bi keda xwe ve dikir hebûn.. Xwedî manewiyat û enerjiyeke gelek mezin bû. Em dikarin bêjin ku rêheval Çîçek di her kêliyê de xwe ji nûve diafirand. Tevlîbûneke wê ya pir sade û xwezayî hebû.
Helbet hevala Çîçek pênase kirin, ew bi çend hevok û peyvan ve anîna ziman ne hêsan e û wê ne mumkin be jî. Ew şoreşgereke ku bi dil û can, bi gotin û cewherê xwe ve bi tekoşînê re bûbû yek. Tevlîbûneke wê ya sade û hundurîn hebû. Her dem bi coş û kelecan bû. Ne mumkin bû ku mirov wê di ciyekî de bêtevger sabît bidîta. Lêdana dilê wê ji seransertî û ji nîvcomayînê re meydan dixwend. Bi hemû hebûna xwe ve bi têkoşînê ve bûbû yek. Li gorî pêdiviya jiyana şoreşgerî jiyan dikir, di heman demê de bi sekna xwe ya fêrker re di dilê her hevalekê de cih girtibû. Ew herdem rêhevala me û fermandara me bû.
Ew bû şervana heqîqetê, di oxira wê de jî ji bedel dayînê qet gav paşde neavêt. Bi dilê xwe yê paqij re û bi serbilindîbûna xwe ve bû yek ji rêheval û fermandarên ku dizanin ber bi zaferê ve bimeşin. Tevlîbûn û meşa rêhevala Çîçek a di nava têkoşînê de pir sade bû. Bi sekneke bêhempa, bi tarzê jiyana xwe ya dilnizm ve di dilê tevahî hevalan de cih girtibû û şopeke ku nayê ji bîr kirin ji me re hişt. Em Fermandara xwe ya mezin û rêhevala xwe ya dilnizm careke din bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li beramberî wê ditewînin. Dema em soza xwe ya girêdana bi rêheval Çîçek û şehîdên şoreşê ve nû dikin, em bawer dikin ku emê bi biryardarî têkoşîn û meşa xwe ya azadiyê bighînin serkeftinê.
Silav û Rêzên Şoregerî
Gûlistan Gulhat
- Ayrıntılar
Min hevala Sorxwîn li Botanê nas kir. Lê berê wê jî, min li ser hevala Sorxwîn gelek tişt bihîstibû. Bi hinek taybetmendiyan hertim qala hevala Sorxwîn ji min re hatibû kirin. Yek ji taybetmendiyên wê yên ku herî zêde bala min kişandibûn, hevaltî, heskirina wê ya ji mirovan re û fermandariya wê bû. Di vê yekê de jî gelek hevalan, qala hevala Sorxwîn ji min re kiribûn.
Min derfetê demekê li gel hevala Sorxwîn mayînê dît. Ez bi xwe jî gelek bextewar bûm ku çûm cem hevala Sorxwîn û min pêre jiyan kir. Min ji xwe re got ku ez pir bextewar im ku di bin venêrîna fermandarekê mîna hevala Sorxwîn de dixebitim.
Tiştên ku hevalan li ser hevala Sorxwîn ji min re gotibûn, hemû jî rast bûn. Min gelek dixwest hevala Sorxwîn nas bikim, ji bo wê jî di jiyanê de bala min hertim li ser hevala Sorxwîn bû. Min dît ku hevaleke taybet e û xwedî taybetmendiyên cuda ne. Hevaltiya xwe cuda ye. Bi hevalên Elewî re ez qet nema bûm. Min kesayetên Elewî nas nedikirin. Ez tenê bi hevala Sorxwîn re mam. Hevalan qala hevalên Elewî dikir. Di kesayeta hevala Sorxwîn de jî, min gelek mereq dikir ku bibînim.
Hevala Sorxwîn xwedî taybetmendiyeke wisa bû ku hemû hevalan dixwest cihê ku hevala Sorxwîn lê fermandar e, di bin venêrîna wê de kar bike. Ev bextewariya ku ez li gel wê bimînim min jî bi dest xist. Di bin venêrîna wê de, me zivistanek xweş derbaz kir. zivistaneke tije heskirin, tije hêvî, tije perspektîf, tije têkoşîn bi hev re dimeşiya.
Hevala Sorxwîn, heval bû. Ji ber dixwest her hevalekî/ê ji hûndir de nas bike û li gorî wê nêzîkatiyekê raber bike. Hem di warê meriyetê de, hem di warê kesayet de, fermandarê şer bû. Di her qadê de pêşeng bû. Di hemû zor û zehmetiyan de li pêş bû. Ji hemû karî re xwe dida pêş. Di hemû tevgerên wê de hêz û arîşen dida derdor.
Qala hevala Sorxwîn kirin, geleke zehmet e. Ji ber hevalên mîna wê pir kêm tên dîtin û nabe bextewariya her mirovekê bi wana re jiyan bike. Herî zêde jî, ev sekna wê bandora xwe li ser kesayetê min kir.
Li himberî jiyanê pir bi kelecan bû. Ji xwezayê re wateyekê mezin dida. Ji xwezayê pir hezdikir û dixwest di nav de bigere û bimeşe. Kesayeteke dij raber bû. Di nava perwerdê de jî tevlîbûneke xwe ya zêde û bi fêm kirin nêz dibû. Hem xwe perwerde dikir û hem jî hevalên xwe. Hem li qadên perwerdê, leşkerî, meriyet û di hemû aliyên kesayeta wê de taybetiyek di hate dîtin. Ev sekinandina wê bala her hevalekê dikişand. Her kes dixwest cem hevala Sorxwîn bimîne. Bi hevala Sorxwîn re jiyan bike.
Ji bo rêxistin û YJA Star, hevala Sorxwîn windahiyeke mezin bû. Şahadeta hevala Sorxwîn, tenê weke şahadetekê divê mirov negire dest. Ji ber bi şêwazê fedayitiyê gihişt merteba şahadetê. Di qadên herî zor de, ji bo rizgar kirina rêhevalên xwe, xwe feda kir. Li qadên têkoşînê yên Botanê de koçî cîhana nemiriyê kir.
Di pêngava 1’ê Hezîranê de li qadên weke Besta de cihê xwe girt. Yeke yek fermandariya van qadan, girt li ser xwe.
Di pir aliyan de rola xwe leyîst. Di operasyona Besta ya 2005’an de roleke mezin leyîst. Hişyariyeke mezin û pêşengtiyeke mezin kir. Dema ku hevalekî/ê di bin venêrîna hevala Sorxwîn de şehîd biketaya, ji xwe re maf nedidît. Ji bo ku tola wan hevalan hilîne, bersivekê ji şahadeta wan re bide, diket nava hewldanekê mezin. Ne bibûna bersiv di warê wijdanî de rihet nedibû. Çi qasî bi xebitiya jî têr nedît û dixwest tiştên hîn mezintir ji bo hevalên şehîd bike.
Gihiştina merteba şahadetê bûyerekê pîroz e. Lê tenê bi gotina şehîd ketin, ne bes e. Tola hevalên xwe rakirin, wana di jiyanê de dana jiyan din, li ser wan axaftin kirin û wana dayîna nas kirin, xalekê girîng e. Pêwîst dike hişyariyekê me hemû hevalan di vî warî de hebe.
Ji bo min jî gelek zehmet e ku dema li ser hevaleke şehîd diaxivim. Ev yek di hevala Sorxwîn de pir li pêş bû. Ji ber ku danasîna rêhevalên xwe, weke deynekê li ser milê xwe didît. Bi vê felsefê nêzîkatî dida çêkirin. Ji bo min yeke yek taybetmendiyekê ku her tim ji bo xwe mînak digrime. Hem hevala Sorxwîn û hem jî gruba ku pêre şehîd ketin, gelek taybet bûn. Hevalatiya wan a di jiyanê de, bedewiyên wan gelekî cuda bû.
Yek ji hevalên ku bi hevala Sorxwîn re şehîd ketin hevala Adar bû. Hevala Adar em bi hev re tevlî rêxistinê bibûn. Hevala Adar kesayeteke di warê heskirinê de, têkoşînê de, di warê sekinandina xwe de, xwestekê xwe yê ji meriyetê re mînak bû. Bi roxmê ku dema tevlî partiyê bû biçûk jî bû, lê ti carî ji berpirsyarî, ji têkoşînê nereviya û barê rêxistinê girt li ser milê xwe. Di jiyanê de gelek dihat heskirin.
Hevala Axîn jî, hevaleke ciwan bû. Hevalekê xwedî hêz bû. Bi têkoşîna xwe dihate nas kirin. Hemû hevalên din jî yên li cem hevala Sorxwîn şehîd ketin, hemû jî mînak bûn. Şahadeta wê grubê, hemû jî bandoreke xwe yê mezin li ser min da çêkirin.
Di felsefeya rêxistinê de rêhevalên şehîd dana nas kirin, erkekê pîroz e. Em jî weke rêhevalên hevala Sorxwîn, ji bo tiştên di dilê hevala Sorxwîn de nîvî maye pêkbînin û xwedî li daxwaziya wê derbikevin, têkoşîneke mezin em ê bidin. Em ê di rêya wana de bimeşin heya hemû xwestek û daxwaziya wan pêktînin. Şer were xwestin em ê şer bikin, xebat were xwestin em ê bixebitin.
Hevala Sorxwîn her tim di bîra me de ye û wê bimîne jî. Weke şexs jî ew di dilê me de jiyan dike. Di rojnivîska xwe de jî hevala Sorxwîn gelek tişt anîbûn ziman. Sadebûna hevala Sorxwîn a ji jiyanê re hêzeke mezin daye min. Hêlaye ku em bi awayekê rast berbi berpirsyariyên xwe ve rabin. Bi vê boneyê di kesayeta rêhevala Sorxwîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewînim.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Roza AFRÎN
- Ayrıntılar
Dîrokê hertim mirovên leheng afirandiye. Di dîroka gelê me de jî yê wekî Egît, Erdal, Zîlan û Berîtan û bi hezaran erdnigariya Kurdistanê gerîla afirand û dîroka qehremanên bê nav dida jiyandin. Lê dîrokê wan ne dihate nivîsandin. Serheda dilbirîn gelek xort û ciwanên xwe dan vê axê. Hinek ji wan ên vê xakê bûn. Di dilê gel de kulîlkên berfînê bûn. Şîn dibûn di binê keviyên berfê de. Serî radikirin ji bona jiyana vî gelî. Canên xwe dikirin mertal. Ciwan û zarokên heviyên Ehmedê XANÊ wek çîroka Mem û Zînê evîn didan jiyan kirin. Ax bibû Zîna ciwan, bibû Memê têkoşîn dida bi dizî. Li zozan, li kiran dibûn hevalên berfê, hevalê sermê. Dibûn bersiva evîna Ehmedê Xanê. Heval Berxwedan bibû ewrekê biharê. Li Garzanê ewrê jiyanê berê xwe da Serhedê. Di sala 1996’an de dest bi gerîlatiyê dike. Li Botanê û li Serhedê karê xwe dimeşîne. Naskirina me di sala 2006’an de li Tendûrekê çebû. Gava min wî dît, min moralekî mezin jê girt. Gerîla bû, di cihê xwe de nedisekinî, yekî pir şiyar bû. Disiplîna wî nedihişt ku mirov bikeve nav kêmasiyan. Bi xwe bawer bû. Cesaret bi her tiştî didît û serde diçû. Sekne wî bi heybet û ti carî serî neditewant. Ji her alî de rêzikên (quralên) gerîlatiyê pêkdianî. Di meş, noqte û hwd. de hertim şiyar bû. Carna mirov digot: Heval Berxwedan razaye, lê gava tu tevgerekê piçuk bikirana pêre çavê xwe vedikir. Di milê leşkerî de ti carî tawîz nedida. Li ku bûya, her tişt dixist bin venêrîna xwe, şert û mercê gerîlatiyê pêkdianî. Gava dimeşiya kes pêre nedigehişt, bi lez tevdigeriya.
Nav û Paşnav: Berxwedan Koçer
Navê kod: Orhan Gezici
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1978 Bedlîs-
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1996 İstanbûl
Cih û Dîroka şahadetê: 20. Avrêl.2008 Qaxizman-Qers (di pevçûnê de)
Rojek em li geliyê Zîlan bûn. Ş. Berxwedan, Ş. Karker, Ş. Gabar ( Koçer ), Ş. Sîpan, Ş. Brûsk û çend hevalên din ber destê sibê em gihiştin noqtê. Sarbûn şevên Tîrmehê. Eledaxa saradar ku nava noktê de keviyê berfê hebû, em lê sekinîn, lê xewa ti kesî jî nedihat. Cih zozan û derdor rût bû. Ji bo kes me nebîne pêwîst bû em ava xwe berî bibe roj bînin, me ji ber keviyê berfê digirt. Çend şaşal û reşoyekî me hebû. Lê tiştekî em bişewitînin tine bû. Ne gunî ne jî kerme, me reşo girti bû ji bo em çay çêkin. Lê em sermayê re seredar nakin. Kî derheqê sermayê de were! Tenê çay ew jî çênabe. Tama rêwîtiyê, jixwe di çay daye. Sisê anjî çar şivê me hebûn. Şûna petan her yek ji me çend torbe rakiribûn. Sibe ronî bûye lê xewa kesî nayê. Em derdora hevdu diçin û tên lê di hûndirê noktê de ji bona kes me nebîne ji nav keviran em dernediketin. Ş. Berxwedan ji me re çend bîranînên xwe got. Çawa çay çêkirine û hwd. di heman demê de got “ma tama gerîllatî çay çêkirin nîne?” hûn dizanin me ev çaydank ji Başûr heya vir me da pişta xwe anî. Niha jî em tê de çayekê venexwin qet xweş nabe. Bîranînekî dinê got: em li qada Çara bûn, nêzî Alahû Ekberan, dîsa ne gunî, ne jî kerme hebûn êja hûn dizanin me çawa çay çêkir? Hemû hevalan jê pirsî we çawa çêkir. Got, ka şivekî bînin torbekî derxin ezê nîşanî we bidim. Me şivek anî, torbeyek jî anî her kes bi heyr lê mêze dike. Kêra xwe ya bi destik qilaç derxist. Torbe li hev du pêça perçe kir. Şiv şikand kir çar perçe. Torbe li derdorê şivê gerand. Sê kevir anî çaydan danî ser, agir bi torbe xist şewitî agir daran girt. Her kesî digot ewê çawa bikele, bi vî agirî biçûk nakele. Ş. Berxwedan got: ew naylon û dar zû dikelîne. Ji ber ku min kuçik nizim çêkiriye. Hemû germahiya agir binê çaydanê dixe. Ewê zû bikele heyanî êvarê em bêçay namînin. Ji hevalan re qala çaya zozanan kir. Gerîla li ku be pêwîste ti kes cihê wî nezanibe. Qala çeperên binerd kir. Gava mirov di çeperan de be deng her mirov deşifre dike. Gava mirov di nav keviran de be, anjî hûndûrê newalekê de be dûman mirovan deşifre dike. Niha em nava keviran de ne wê çi me deşifre bike… Hertim tişta ku jiya bû wekî bîranîn dianî ser ziman. Tecrûba xwe ya jiyanî û tecrûba xwe ya gerîlatî bi hevalan re parve dikir. Gava ku digot hem dikeniya hem jî rexne dikir û him jî tecrûba xwe dixwast bide hevalan. Hertim wekî pirsekî ji mirov dikir. Ew roj bi torbeyekî û bi şivekî heyanî êvarê çar caran çay çêkir. Şev gava dimeşiya hertim çeka xwe di destê xwe de digirt. Ne di avêt milê xwe. Ji bo ger tiştek çêbibe hertim amade bû. Saat 12’ê şevê bû, em ketin cihekî xeteriyê xwe heyî. Gund û zomên çaşan bûn. Em bêdeng û pir bi dizî dimeşiyan. Ew li pêşbû ez jî li pey wî bûm. Em ketin nava newalekî biçûk. Ew beziya ez jî li pey wî beziyam. Çawa derket li ser lêva dolê dengê fîşengek hat. Hevalên din re kir qîr got xwe bavên erdê. Her kesî xwe avête erdê ez li ser lingan mam. Ji min re got çibû çima xwe naavêjî erdê, min got çima ez xwe bavêjim erdê tiştek tuneye. Min got, te qeza kir. Got, na qezaya çi? Ka çeka xwe binêre. Emniyeta çeka te vekiriye. Lê nihêrî got rast e. Min got destê xwe bide namûyê dîsa got raste germ e. Min got te bawer kir, got raste. Got, ka rabin heval em lez kin, zû xwe ji vêderê dûrbixin. Ew roj em li zozanan di hûndurê dolekê de man. Tenê derdora me majyak(qirşik) hebûn. Heyanî êvarê em di nav wê dole de man. Şivanek sibê heyanî evarê li derdora me diçû û dihat û em nedîtin. Lê şivanekî din, pezê xwe winda kiribû, berê evarê bû û li pezê xwe digeriya. Berî bibe tarî ji bo ku pezê xwe bibîne ket nav dolê û ber bi me ve hat. Me xwe baş veşart. Zilam hat serserê me. Ş. Berxwedan rabû zilam pêşwazî kir. Jê re got rûne, zilam rûnişt û şok bû, lalbibû. Wile wile wî bû, nezanîbû çi dibêje. Ş. Berxwedan ew aş kir. Zilam piçek ser hişe xwe ve hat. Lê dîsa ditirsiya. Ş. Berxwedan rûyê xwe berdabû, dirêj bibû ji ber wê jî zilam jê pir ditirsiya. Ş. Berxwedan em dane nasîn. Zilam êdî hêdî hêdî bi ser xwe ve dihat. Me zilam li cem xwe hişt heyanî tarî baş kete erdê, pişt re jî me berda. Zilam dema ji me qetiya giriya wisa çû.
Gava em di rê de dihatin cihê ku lê derbas bûbû bi me dida nasîn. Ji ber ku berê li van deran mabû, bîranînên xwe jî nûve bi bîrdianî. Wekî di şer de ber çavê xwe re derbas dikir. Em gehiştin Sînega, ji me re qala bîranîna xwe yta birîndariyê bi bîr anî û nefesekî kûr kişand.
Di sala 1998, meha Tîrmehê dikevin pevçûnê li Sînega. Digot: em noxtê bûn, berdestê sibê dijmin derdorê me girtin. Bi panzêr û tanga dihatin ser me. Şer serê sibê zû dest pêkir. Cihê me kevir, wekî qeleyekî bû. Quçekî kevir li herdere hakim bû. Me pir rihet mevziyên xwe girt. Pevçûn destpêkir. Du heval şehîd ketin, hevalê Nûman ji Amedê bû. Hevalê Akîf jî ji Rojava bû. Em sê heval jî birîndarbûn. Ez ji lingê xwe û pişta xwe birîndar bûm. Piştî tarî kete erdê min xwe ji cihê pevçûnê dûr xist. Min cihek dît û xwe xiste wir. Dijmin roja dinê cihekî pir nêzî min bû, heta êvarê li ber min çûn û hatin lê ez nedîtim. Hevalên din jî birîndarên din birin, ez ji wan qetiyabûm. Min nikaribû xwe bidim ser lingê xwe, min xwe bi erdê ve xişkand û ez du roja wisa li ser zikê xwe diçûm. Piştî du roja min xwe gihand zomekê. Li min xwedî derketin derman anîn û birîna min paqij kirin. Li dervayî zomê kunek hebû. Min birin xistin wê derê. Her roj dihatin birînên min pansûman dikirin û li min dinêhirîn. Piştî mehekî şûn de ez ser xwe ve hatim û min pir bîrya hevalan kiribû. Lê min nizanîbu ku dijmin propaganda kiriye gotine, me yek girtiye birîndar e û em her roj wî bi xwe re digerînin. Herkesî nas dike û wê navê we hemûyan bêje. Ji ber vê jî gundî ditirsiyan û ji hevalan aciz bibûn. Ew zoma ku ez lê bûm jî ditirsiyan û dixwastin ez rojek zûtir ji wir biçim. Ev gotinên ku dijmin dike jî heval jî guhdardikin, demekî bawer nakin lê piştî wext ser re derbas bû û agahiyek jî nagirin êdî ew jî bawer dikin. Lê min dîsa nikarîbû baş xwe ser pîya bigrim, ne dar ne jî gopal hebû. Min qarnasa xwe ji xwe re kiribû gopal. Min ji wê zomê xatir xwest û ez ji wir dûrketim. Ew cihê ku despêkê dema ez birîndarbûm, cihê ku ez lê mam ji malekê re dibêjin mala bavê Berxwedan. Ez ketim rê û ez li hevalan digeriyam. Ez difikiryam gelo ezê hevalan li ku bibînim. Min berê xwe da gera Sînega, ber êvar bû min xwe nezî zomekî kir. Ez çûm zomê ji min bawer nekirin. Gotin em hevalan nasnakin qet nehatine vir. Demê ku min xwest derheqê hevalan de ji wan agahî bigrim gotin hinek mirov tên. Min ji wan pirsî ew kî ne? Gotim em nas nakin. Min xwe da kêlekê, hevalbûn berbi malê ve hatin. Xwediyê malê çû pêşiya wan hîna wan fêm nekirî min qîr kir xwe ji kêyfa avête hevalan min ew hemêz kirin. Heval şaşmabûn, lê demê min ew hemêz kirin ew jî mecbûr man û ez hemêz kirim. Hevala despêkê ser çavê min kontrol kirin bi destê xwe ve mêzekirin ka guhê min rastî jî hatiye qut kirin an na. Piştî wê wan jî fêmkir ku tiştê ku dijmin belavkiribû derewbûn. Bi wê kêfxweşiyê em çûn cem hevalên din jî. Çawa hevalan got, hevalê Berxwedan hat hevalê Yaşar û hevalê Delîl jî ji çeperan derketin derve keyfa wan jî pir xweş bû. Wê carê jî me hev du sax dîtibû. Ji ber wê jî ez pir hestiyar dibim. Gava hevalê Berxwedan ew bîranîna xwe dianî ziman, te digot qey ji nû ve zindî dibe. Niha ew her sê heval jî şehîd in. Şehîd Berxwedan, Şehîd Yaşar Şehîd Delîl. Ê mane em in ew bîranîna zindî mirov dibe demên kûr û dûr. Ka were bîranînekî bibêje û pişt re koç bike û bikeve nav karwanê şehîdan. Mirov bi hevalê Berxwedan re hertim zindîbû. Mirov digirt dibir dixist nav deryaya jiyanê. Qala bûyerên ku jiyan kiribu û mirov jî pêre dibû heval û diçû diçû.
Heval, rêwîtiya bi te re rastî jî xweş bû. Heval, te me hişt û kuve diçî. Em jî bi te re bibin Hemze, Şoreş, Brusk, Sîpan em jî bibin şervanên te. Heval me jî bibe. Benda te ye heval Seyfî, hêviya herema Çara dîtina Şoreş, hesreta warê bav û kalan. Wê ax maç bikira, gundê xwe bidîtibana. Ji tolê re xwe deyîndar didît Hemze yê pehlewan. Wê xwasteka hevalê Çiya aniya cih. Wê çaxê dilê wî rihet bibûya. Kenê Sîpan bû Ava Erez bêdeng dikir. Dibû pirek ji dilê hevaltiyê re. Ma Brûsk nînbû destê xwe dihejand. Bawerkin ew cara dawiyê dîtina me ye, bi xatirê we heval. Dîsa çend cara pişt xwe mêze kir digot, ne tenê pêşî, piştî xwe jî ava bikin silav silav…
Pênç hêvî bûn, avek bi xurş xwe ji çemê evîna Sîdar berdan ser ava çemê dirêj ê Erez. Zelal bûn hêviya herema Çara, ji ber ku Hevalê Seyfî, Hevalê Mahîr û bi dehan şehîdên bê gor û nediyar. Bendê bûn, alan rakin, bînin daynin serserê Allah Ekber. Ew ê li ber bayê biheje, li ser tirba şehîdan. Bê gor digotin, lê gora me dilê gelê me ye, her çiqas cih ne diyar be jî.
Di sala 2008’an de Hevalê Berxwedan û çend hevalên xwe dê ji Çemçê derbasî herema Çara bûbûna. Heval ji bo derbasbûna ava Erez diçin cihekî nêzîkî Kaxizmanê disekinin û ew pênç heval di 20’ê meha Avrêla sala 2008’an di encama komployekê dikevin pevçûnekê. Heval Berxwedan hetanî êvarê li berxwe dide û ji ber ku hevalên dinê şehîd ketine ew jî paşta hatinê qebûl nake û şehîd dikeve. Hêviyê Heval Berxwedan, Heval Hemze, Heval Brûsk, Heval Şoreş, Heval Sîpan negihiştin cihê xwe. Ji me re ala destê xwe hiştin, bi cih anîna erkê em ê bi cih bînin.
23. Sibat 2010 ÇEMÇÊ
DEMAGIRÎ
- Ayrıntılar
Min herî dawî, beriya niha bi 2 salan ji biryargeha navendî ya HPG’ê re, di payîza sala 2004’an de dema ku filîma Bêrîtan wek xeyalekê bû, rapora xwe nivîsî. Di wan rojên ku min bi xwe jî hê bi temamî ji xwe bawer nedikir, di rapora ku min nivîsî de, min qet bi ti şêweyî bawer nekir ku bi dudilî û bigumanî nêzikatî pêş bikeve. Her min bawer kir ku edaleteke gerîla ya ku jiyan dike heye û di nava vê rêxistinê de her zindiyek zû yan jî dereng, bi xweşikbûn an jî bi kirêtiya xwe ve wê bighêje cihê ku heq kiriye. Bi vê baweriyê bi rihetiya dil re, tevlî qada ku em jêre dibêjin jiyan bûm, ango bi qadên gerîla yên ku kesayetên me tê de di pêvajoyên afrandinê re derbas dibe bûm yek. Li wê derê, wê hest û hizrên min bigihiştana tiştên ku layîqê ne...
Dixwazim rapora xwe bi nû kirina van sozên xwe ve destpê bikim...
Min çavên xwe di van axan de li cîhanê venekir û tê de mezin nebûm. Min tenê çiyayên vî welatî ku jê re dibêjin Kurdistan dît. Her wiha çirayên bajarên ku ji dûr ve xûya dikirin.... Lê ez di avên herikîn de şil bûm, li ser latên wê yên bilind re meşiyam... Min di germahiya havînê de xwêhdan da... Li van deran hevalên min çêbûn, hevalên min hatin kuştin. Min li pişt wan hêsrên çavan barand. Di hinek deman de bi mirovên ku min tenê wêneyê wan kişandiye re jiyan kir. Heman xwarin, heman betanî û heman serma bi wan re parve kir. Bûm şahidê mirina wan.
Êdî tu cihê ku tê re derbas bûme li dawiyê, ango li pişt min namîne. Her çiqa bimeşim û biçim jî êdî nikarim tu deman li pey xwe bihêlim. Di vê erdnîgariya mezin de weke ku di mala xwe de me. Dema ku çiya bi çiya digerim, di her latekê de sîmaya gerîlayekê/î ku nas dikim dibînim, dengê kenê hevaleke/î ku min pir jê hez kiriye dibihîsim. Wekî ku di xaniyên mala xwe de digerim, digerim di vê erdnîgariyê de. Tu tişt ne dûre, tu tişt ne biyaniye...
Di van rojên ku wekî herikîna avan zû derbas dibin de, di nava bangawaziyan de digerim. Her tiştê ku min dîtiye û destê xwe pê kiriye, wekî ku ji min re bangî zemanekî dike. Misoger tiştekî ku di paşerojê de hatiye jiyan kirin vedibêje. Li vê derê hemî deman di nava hev de jiyan dikim. Min berê nedizanibû ku tevahî lat û kevirên di van çiyan de xwedî demek wiha bi watedarin. Ji bo ku vê rastiyê fêm bikim, pêdivî bi salan hebû... Di dawiyê de fêrbûm ku ew ne wekî mirovan in. Her dibînim ku ew ti tiştî li pey xwe nahêlin, li kêleka wê re derbas nabin û naçin, hes kirina min a ji van latan re, ji van kevir û avan re zêdetir dibe. Carnan ez jî dixwazim wekî kevirekî tevahî deman di xwe de kom bikim, hemû rûyên ku min nas kiriye, hemî sozên ku min bihîstine dixwazim di xwe de veşêrim. Carnan dixwazim weke zinarekî tena xwe bisekinim.
Dizanim, nas dikim û hez dikim. Ev welat êdî bû welatê min...
Beriya niha bi demekê, min xwe li van deran biyanî hîs dikir. Dihizirîm ku ezê rojekê vegerim bajarê di qeraxa deryayê de, ew bajarê ku tê de hatime cîhanê û mezin bûme. Min digo qey çiya û derya pir ji hev dûr in. Lê, demê bi şêweyê herî xweşik ji min re nîşan da ku çiya û derya pir dişibin hevdû.
Wekî ku min got; ev welat bû welatê min. Min destpêka her tiştî di vir de jiyan kir. Hevalên min ên destpêkê, êşên min ên destpêkê, xemgîniyên min ên destpêkê û heskirina min a destpêkê... Min mirin cara yekê li vir dît, pir destpêkên ku nikarim pênase bikim, min li vir jiyan kir. Min di van çiyan de her tim dest bi tiştên nû kir. Her ku min çavên xwe bi zayîna her rojekê re vedikir, kelecana ku min jiyan dikir, besî min bû.
Ji xwe ez jî, ji vê hez dikim û tişta ku qet nikarim dev jê berdim jî ev e...
Ger bixwazî em hilkşên cihên herî bilind, ger bixwazî em xwe berdin cihên herî kûr... li van deran her dem tiştên nû me pêşwazî dikin. Şexs her dem ji xwe re asoyên nû vedike. Ger em hilkşên heman lûtkeyan, tu tişt, tu dem xwe dûbare nake. Her çiyayek asoya xwe ava dike. Aso di lûtkeya her çiyayekî de cûda xûya dike û roj her êvar bi rengek cûda diçe ava.
Niha di van axên ku dikarim bêjim welatê min e, êdî dema tiştên ku di van xakan de hatiye jiyan kirin malê demekê kirin. Ev gotina ku min beriya filîma Bêrîtan bi dudilî gotibû, niha bi baweriyeke mezin ve dibêjim. Dixwazim tiştên ku li vir hatine jiyan kirin, zindî bihêlim. Ango wek bîranîn... Bîranîn, tê wateya bi bîr xistin û rizgar kirin. Ji bîr kirin jî tê wateya winda kirin û li pey xwe hiştin. Ji ber wê jî wekî me hemiyan, ez jî tu tiştî ji bîr nakim, bi xwe re radikim...
Lê mejiyê kê ji me, dikare barek ji van kêliyên ku tên jiyan kirin rake. Em çiqa dikarin van kêliyên bi wate bighînin pêşerojeke nû... Ma kî ji me dikare meydanê ji hilweşînên demê re bixwîne... hest, raman û dîmenên ku di mejiyê me de qeyît bûne, malê her tiştî kirin, ji bo me erkekî ku jê nayê revandine.
Ger em tiştên di van çiyan de hatine jiyan kirin, negihînin her kesî, ango neghînin tevahî mirovahiyê, wê ev bibe gunehê me yê herî mezin. Yek ji sedemên ku wisa li pey xebatên xwe bi israr dibezim jî ev rastî bi xwe ye. Ne hêrs, ne jî xwesteka karbendî ye, tişta ku min dide bezandin. Xwesteka xwedî derketina li hevalên xwe, tiştên ku min şahidî jêre kiriye... yê ku min dide bezandin, xwesteka xwedî derketina li xwe ye.
Ji ber wê ye ku careke din di sînemayê de israr dikim. Dibêjim ku, sînema dikare van tiştên ku hatine jiyan kirin, vê jiyana ku me navê PKK lê kiriye, vebêje. Dibe ku di nava ewqa zêdebûna kar de wê pir biçûk be, lê ewê raboriya çiyayên wê, zarokên van çiyayan û gelê Kurd vebêje. Ger di nava vî şerî de tiştek kêm, ango nîvçe ma ye hebe, ew jî sînemaya gerîla bi xwe ye.
Dixwazim bi rêya sînemayê, bersiv bidim vê dema ku tevahî xiyanet û kesên xwapînok hewl didin gelekî bifroşin û hafîzeya gelê Kurd şaş bidin sepandin. Ji bo ku dîroka reş û ev ketîbûyîn bê şkandin, ez jî dixwazim tiştekî bikim.
Min tu carî ev şer wekî we jiyan nekir. Di berpirsyariya gerîlayekî de min ev şer negirte ser milê xwe. Min nekarî vî şerî di eniyên pêş de, bi hilke hilka nefesê ve jiyan bikim. Di van salên ku min di nava wan de jiyan kirî, yek ji kesên ku xemgîniya herî kûr a gavekê paşde mayînê jiyan dike jî ezim. Dibe ku ger min bikariba weke gerîlayekî herî ji rêzê jiyan bikira, kêmek jî ba, wê dilê min rihet ba.
Pir baş di ferqa vê de me...
Gerîla her tiştê me ye. Ger rojekê gerîla bin bikeve, her tişt bin dikeve. Li pey wê ne nivîs, ne wêne û ne jî fîlîm dimîne... Ji ber wê li virim. Ger sînemayekê çêkim, encex bikaribim li vir çê bikim.
Ji ber wê ye ku piştî du salan, careke din pêşniyara xwe li vir, pêşkêşî gerîla dikim. Ger ezê tiştekî bixwazim, tenê ezê ji wan bixwazim, ger ezê dest vekim, tenê ezê ji wan re vekim destên xwe û ger ezê xizmet bikim, tenê ezê ji wan re xizmet bikim. Ez pêşeroja xwe ji gerîla dixwazim. Firsenda ku wê ji min re bê dayîn, careke din ji wan bendewarî dikim.
Dibe were gotin ku, cihê van karan ne ev der e. Lê ez dixwazim li vir pêş bixim vê xebatê. Ji ber ku ez ji vî cihî û ji mirovên wê bawer dikim. Di ferqê de me ku ev kar di qadên cûda de jî dikare bê çêkirin. Pir hevalên me yên di vê idîayê de jî henin. Lê ez ji bo sînemaya gerîla heme. Di asta ku em gihiştinê de gelê me dibe şahîd ku çiqasî sînemaya gerîla ji hunermend û ronakbîrên Kurd re rê nîşan dide. Weke ku gerîla di siyasetê de heye, di hunera Kurdî de jî xwedî rolek diyarker e.
Erkên rojane yên ku hun ji min bendewarî dikin henin. Vana qet, bi ti awayî pişt guhê xwe re navêjim. Ev tiştên ku we diyar kirin bi salan e min kir û ezê berdewam bikim. Lê belê di vê astê de dixwazim tiştekî ji xwe re û ji gerîla re ava bikim. Dixwazim gaveke din pêşde biçim... bendewarî dikim ku firsenda ava kirina sînemaya gerîla ji min re bê nasîn. Dema ku min ev pêşniyara xwe beriya du salan pêş xist, nêzikatiyeke HPG’ê ya bi vî awayî nîn bû. Di ferqê de me ku ji bo niha jî tune ye. Dibe ku piştî du salan jî tune be...
Lê dema hatim vê rêxistinê di hundurê min de hestekî ku min jiyan dikir hebû. Ezê jî tiştekî nû di vê rêxistinê de pêş bixim. Salên min di heyecana vê hestê de derbas bûn. Kêm jî be her ku min tiştek pêş dixist, min zêdetir hîs kir ku ayîdê min e. Her ku pêş dixim, zêdetir hîs dikim ku ez jî ayîdê wê me.
Çîroka Egîd xwediyê guleya yekemîn û îsyana destpêkê ya zarokekî ku xiyanet li xeyalên xwe nekiriye, di nava hedefên min de ye.
Bawer dikim ku ezê vê xebatê bi ekîba xwe re bi ser bixim. Ev jî bi dilek vekirî diyar kirin wê herî rast be. Nikarim hevalên xwe yên ku bi wan re xebitîm ji bîra bikim. Nikarim di qeraxekê de wan bihêlim. Piştî xebatên ku me qehra wê bi hev re kişand, dihizirm ku ji bîr kirina wan nakeve nava exlaqa rêhevaltiyê. Rêber APO digot ku; “Dostanî beriya rêhevaltiyê tê”. Ez jî ji tevahî dilê xwe ji vê rastiyê bi bawer im...
Di van çiyan de mezin bûm û di van çiyan de pijiyam. Hem fikrên xwe, hem karbendiya xwe, hem jî hez kirina xwe, min di van çiyan de bi dest xist. Di her destpêkirinek nû de, min bawer kir ku vexwarina ava Çarçêla, bêhn kirina sosinên wê, wê ji min re oxirê bîne. Ev mesken û rêhevalên azadiyê xeyalên min dane min. Bi qasî ku ezê tu carî bawer nekim, min li vir ji xwe bawer kir û bi qasî ku ezê tu carî nikaribim biafirînim, min kar di vir de di nava gerîla de afrand. Nikarim van hemiyan ji bîra bikim...
Ezê ti carî bê rêziyê ji van nirxan re nekim...
Hezkirinên xwe yên bê dawî pêşkêşî tevahî şervan û fermandarên HPG’ê dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim...
Silav û rêzên şoreşgerî
(ji pênûsa Şehîd Xelîl Dax)
- Ayrıntılar
