Di nav tekoşîna azadiyê de ji nû ve xwe afirandin û bi kesayeta xwe tekoşîn pêş xistin… Rastiyek nepen, evîneke sergirtî. Nepeniyeke ku bala her kesî dikişand ser xwe. Tu kesî ferq nedikir, ew çi balkêşiye! Tenê weke hezkirinek bênav xwe dixist dilê her kesî. Cara yekê sala 2002’yan li dola Ş. Harûn min hevala Viyan dît. Cara diduyan di sala 2004 an di civîneke çapemeniyê de min ew dît. Dîtineke pir balkêşbû ji bo min. Dîtinek bû ku min nedixwest ji ber çavên min winda bibe. Her liv û lebateke wê ji bo min mijareke hezkirinê bû. Ez hingê pir fikirîm, gelo ev çi taybetmendî û bedewiye ku bala min tim dikişîne ser xwe! Lê min hingê bersiv nedît. Tenê min ew fikirandin di dilê xwe de girt. Heta pêvajoya Jinûve Avakirina PKK’ê, wê balkêşî û hezkirina xwe di dilê min de veşart. Mîna rastiya rêheval Viyan a veşartî. Li hemberî kesayetiya rêheval Viyan nêrîna destpêkê wiha bi min re pêşket. Di wateya rast de, ew kesayetek balkêşbû. Bi sekna xwe, bi axaftin û danûstandina xwe tim bala derdorê dikişand ser xwe. Pir caran hevalên ew nasnedikirin, ji hev dipirsîn “ev heval kî ye, çawaye?” Lê tu kesê ku bi qasî hevala Viyan xwe da naskirin, ew nas nekir. Tim dihat gotin; “ev hevalek cewherî ye, jidile, girêdayî ye…” Lê dîsa bêjim, ti kesî wekî wê bersiva rast neda. Ji ber ti kes pê nedihesî ku rêheval Viyan li hemberî paşverûtî û kevneperestiyê rojane çend volkanan di dil û mejiyê xwe de diteqîne, rojane çend hendafan derbas dike, rojane çend zincîran dişkîne. Tenê wê dizanî, ji ber hezkirin û dilsoziyek rast tevahî dil û mejiyê wê dorpêç kiribû. Ji bo Rêber Apo hezkirin û girêdana rêheval Viyan di dilê xwe de jiyan dikir, evîneke veşartî û sergirtî bû. Di wateya rast de nûvejîna evîna Kurd a hemdem bû.
Welatê roj û agir bi destanên mirovên xwe ji bo azadî û serbestiya hev feda dikin dagirtiye. Lewre tê gotin; dema ji bo azadiya hev, giyaneke xwe fedakirinê nebe, ew hezkirin, nabe hezkirin. Lewre hezkirin û lêgerîna ku rêheval Viyan rojane dijiya, xemlek pir bi şeml dida sekna wê. Di nav tevgera me ya azadiyê de civînên mezin ên weke kongre rastiya kesayetan bi awayeke pir vekirî derdixe holê pêk tên. Her kesayetek di wan civînan de bi helwest û seknên xwe zelal dibin û xwe didin naskirin. Piştî ez derbasî dibistana PKK’ê bûm, hem di Kongreya PKK’ê, hem jî di Civata Azadiya Jinêya KJB’ê de em bi hev re bûn. Lê bihevrebûnek bi mesafe. Wekî her hevalekê ez nikarim bêjim ku em pir nêzîkî hevbûn, a min hezkirinek sergirtî û hinekê jî şermokî bû. Şopandin û lêgerîna, naskirinê hinek bi mesafebû. Bi qasî min naskir, ew hevalek pir ji dil bû, di dilê xwe de bi giraniya pirsgirêkên me yên rêxistinî û kadroyî dihesiya, ji bo naskirinê li her kesî guhdar dikir. Di mijara netewiyetê de ji her kesî pêşdetir bû. Ji bo wê, di navbera hevalan de ti ciyawaziyek tunebû. Bi ciwanan re ciwan, bi mezinan re giranbû. Di mijara azadiya jinê de ji her kesî zêdetir xwedî lêgerîn bû. Di her liv û tevgereke xwe de berpirsiyar bû. Ji her kesî zêdetir bi giranî û cidiyeta pirsgirêkan dihesiya û li cihên pêwîst bêy ku ti dudilî û berjewendiyeke şexsî bifikire xwedî helwest bû. Belê xwedî helwestên herî aqilane û cihgirtî bû.
Tê bîra min, dema em di Civata Azadiya Jinê de bûn, ji bo pir mijaran hevala Viyan nêrîn û rexneyên xwe anî ziman, her wiha pir pêşniyar jî kirin. Li hemberî nêrîn, rexne û pêşniyarên hevala Viyan yek nêrîneke dijber jî derneket. Wê demê me di nav xwe de nîqaş dikir, hevalekê ji min re got; “ev heval çiqas şarezaye, heta niha yek pêşniyareke wê jî vala derneketiye. Çi dibêje, yekser tê pêjirandin.” Ez li ser vê pir hizirîm, bi rastî jî wisa bû. Jixwe piştî Civata Azadiya Jinê qediya, hevala Viyan li cem me amadekariyên xwe kir, xatirê xwe ji me xwest û derbasî qada xebatên HPG’ê bû. Di wê deme de her kesî bawerî bi wê, xwestek, îdîa û morala wê dianî û pir kesan bawer dikir wê di HPG’ê de pêngaveke mezin bavêje. Hîn ez li dibistana PKK’ê bûm, xebera çalakiya rêhevala Viyan gihişt me. Hingê ez pir li ser fikirîm, gelo ev bersiva wê balkêşiya nepen a bênav e? Ya ez lê digeriyam gelo ev bû?! Ya rast ez dikarim bêjim ku ev çalakî bersiva rast a wê balkêşiyê ye, ku di nav de hezkirin û lêgerîna azadiyê veşartîbû…
Di kesayeta Rêheval Viyan de careke din bi awayeke pir vekirî derket holê ku hezkirin û girêdana Rêber Apo mirovan bedew û balkêş dike. Mîna pir kesayetên pîroz û dilpak ên weke Zîlan, Sema û hwd. Bi rastî jî wisaye, yên ku di dil de bi Rêber Apo re rojane 24 saetan dijîn, tim mezin û bi wate dijîn. RêhevalViyan jî bi wê bedewî, bilindî, dilpakî û lehengiya kesayeta xwe, xwe bi me da naskirin. Bi çalakiya xwe, dilên bêhiş mayî hejand û qerînên jina azad careke din bilind kir. Lewma em dibêjin weke jinên lêgerînvan û şervanên azadiyê, rêheval Viyan niha rêbera me ye û sekna wê dê rêya me her tim ronahî bike. Sekna wê di gel lêxweyîderketin û jiyîna bi Rêber APO re, careke din em vexwendin bilindkirin û pêşxistina tekoşîna jina azad.
Zozan AGİRÎ
- Ayrıntılar
Ez ji te hezdikim
Jiberku tu gerîlayî
Rêhevalêminî
Bixemlînin bejna delalêmin
Çek limil,rextli pişt
Bejna delalêmin bûye avagulan
Bêhnaxwedida keç û xortan
Bûye rêhevalê hemû Kurdan
Rûbar dibe helbest li ser lêvan
Bûye çîroka Mem û Zînê
Bi Derweş re dibû heval
Sîngaxwe daber şûr û çekan
Li himberî xwînmijan
Bûye xençera li ser dilan
Ji bav û kalan re bû nîşana hezar salan
Xwe di dilêmin de kir seweyda
Belê Rûbarê delal
Ezê te binivîsînim
Bikim helbest,bilorînim
Biqêrînim,bihêsrên çavan
Li ber bayê evîna keç û xortan
Bilorînim bi bilûran
Li ser tembûran te bikim stran
Di çîrokan de têwerî ser ziman
Di çîrokan de tê werî nivîsandin
Di çîrokan de tê werî nivîsandin…
Ji bo bîranîna Şehîd Rûbar
03.02.2012
Silav û RêzênŞoreşgerî
(Şehîd) Zozan Kobanî
- Ayrıntılar
Yên ku li Parîsê hatin qetilkirin li Amedê bi heybeteke mezin hatin definkirin. Gelê Amedê da diyarkirin ku ti zilm û zorî nikare têkoşîna azadiyê û berxwedana gelê Kurd bi bin bixe. Êdî ti hêz nikare têkoşîna azadiya Kurdistanê bi paş de bixîne. Dibe ku hêzên paşdemayî pêşveçûna tevgera Kurdistanî bi derengî bixin, lê qet û qet nikare jê re bibe asteng. Ji ber ku ev gel di hest, sekn û di bîr û baweriyê de xwe gihandiye azadiyê. Ruhê civakeke wisa ku xwe gihandibe azadiyê, teqez wê di demeke kin de xwe bigihîne jiyana demokratîk û azad.
Careke din hat dîtin ku kuştina şoreşgerên mezin nepêkan e. Di pêşdexistina têkoşîna azadiya Kurdistanê de rola ku hevala Sara (Sakîne Cansiz) pêk anî, li axa welatê xwe yê pir jê hez dikir jî pêk anî. Û careke din ji hemû cîhanê re da nîşandan ku şoreşgerên mezin nemir in! Bi vî awayî dijminê Kurdayetî û azadiyê careke din hate têkbirin. Şoreşa ku li Kurdistanê pêk tê ewqasî mezin e ku, zilm û zorî ji mezinkirina vê şoreşê pêştir nikare ti rolê bileyîze. Çawa ku zilm û zora li girtîgeha Amedê PKK’ê mezin kir, êdî hemû zilm û zorî jî teqez wê encama azadiyê bide. Gelê Kurd êdî xwe gihandiye ruh û vîna azadiyê.
Di xwegihandina ruh û vîna azad a gelê Kurd de rola jinê teqez sereke ye. Çawa ku dîlbûna jinê pir kûr be, ruhê azadiya jinê jî ewqasî kûr û bilinde. Ango bilindahiya ruhê azadiya jinê dîlketina kûr a jinê diyar dike. Ji ber vê jî têkoşîna Kurd a ku bingeha xwe ji azadiya jinê digre, rûhê têkneçûyînê bidest xistiye. Ger hin beşên civakekê ku her tim di bin zilm û çewisandinê de mabin, rabûbin li ser piya, êdî têkbirina vê têkoşînê zehmet e. Li Kurdistanê pêşdeçûyîna têkoşîna azadiya jinê û di tevlîbûna jinê ya têkoşîna siyasî de rola hevala Sara pir girîng e. Di xwebaweriya jina Kurd û pêşveçûyîna azweriya azadiya jina Kurd de berxwedana Hevala Sara ya li zindanê, xwedî bandoreke mezin e.
Sara tam jî xwe gihande rêxistineke ku bersiv bide ruhê wêyê bicoş. Tevlî Apociyan bû û piştî tevlîûna xwe, ji xwe gelek tiştan da têkoşîna azadiyê. Bi vî ruhê azadiyê, bi azadiya ruh û vîna birêz Ocalan ve xwe kir yek. PKK û Apocîtî cihekî ji boyî hemû kesayetên xwedî ruhên mezin ên azadîxwaz karibin xwe îfade bikin û tê de xwe mezin bikin e. Encama herî şênber a vê yekê jî, Sara û şoreşgerên mezin ên jin ku bi agirê azadiyê xwe avêtine hembêza têkoşîna azadiyê.
Tevgera Azadiya Kurd; wê bi şoreşgerên kurd ên jin û bi şehîdên mezin ên kurd bê bibîranîn. Êdî nasnameya PKK’ê bi van jinên şoreşger ên mezin ve bûye yek. Êdî heta ku şoreşgerên mezin ên mîna Bêrîtan, Zîlan, Şîlan, Viyan, Bêrîvan, Sema, Çîçek, Rojîn, Sorxwîn û Arjîn neyên fikirîn, PKK ne wê bê fikirîn û ne jî bê fahmkirin. Sara jî pêşenga van şoreşgerên mezin e ku ruhê azadiyê daye PKK’ê.
Ev her sê şehadet; nasname û ruhê azadiya Kurdistanê gihande kûrahiyekê. Nasnameya gel’ekî, di hin bûyerên dîrokî de xwe digihîne kesayeteke saxlem. Şehadeta her sê şoreşgeran jî bû sedem ku gelê Kurd xwe bigihîne lûtkeya ruhê azadiyê. Êdî ne Amed, ne Dêrsim û ne jî bi awayekî giştî Kurdistan ne wek beriya van şehadetan e. Rûhê azadiyê yê berê, bi van şehadetan êdî xwe gihande kesayeteke ku qet neyê têkbirin. Çawa ku berxwedana zindana Amedê, Serhildana Wedat Aydin, raperîna Amedê ya adara 2006’an, di afirandina kesayeta Amedê de merhaleyeke girîng be, rola şehadeta her sê hevalan jî li Kurdistan, Amed û Dêrsimê ev e. Sara’ya ku bi ruhekî mezin dest meşê kiribû êdî bi ruh û vîneke mezin û bi kesayeta xwe ya gelêrî vegeriya Dêrsima xwe.
Êdî Sara’yeke Dêrsimê heye. Di kesayeta Sara de pîvaneke azadiyê û kesayeta berxwedanê heye. Ev pîvan û ruhê berxwedêr wê bênasnametî û bêvîniya ji 38’an heta niha hatî afirandin têk bibe. Bi ruhê berxwedêr û ruhê azad ê hevala Sara derbeyek mezin li yên dijî şoreşê hat xistin. Êdî ti kes û ti hêz nikare meşa azadiyê ya Dêrsimê bide rawestandin.
Sara neviyeke hêja ya Seyid Riza bû. Gultan Kişanak piştî şehadeta heval Sara, gotinên Seyid Riza yên dawî anî ziman û got; ‘‘Sakîne jî li hemberî zilm û zoriyê qet paş de gav neavêt û her bi ser zilmê ve çû. Bila ev jî qetilkarên Sakîne qehir bike û ji wan re bibe derdekî bêderman.’’ Ev yek pir zelal e ku; ruhê azad ê Sakîne wê dijminê azadiyê qehir bike.
Gelê Kurd di kesayeta şehîdên xwe de, pîvanên azadiyê yên wisa bihêz bi dest xistiye ku, bi van pîvan, berxwedan û ruhî wê têkoşîna azadiyê teqez bi serkeftinê tacîdar bike. Şehadeta her sê hevalên me wê van rojan hîn nêztir bike.
HuseyînAlî
- Ayrıntılar
Jİ BO BIRANINA HEVAL SARYA
Sal 2003 bû. Ez li qada Xakurkê, di taburekê de bûm. Dora çûndina tepe hatibû yekîneyên hevalên jin, ji bo wê jî em ê bi tîmekê çûbûna tepe. Di plansaziya taburê de pir kar dihate meşandin. Lê, dixwazim rojek ji rojên çûndina me ya tepe bibîrbînim. Di hundirê sê rojan de bûyerên ku li tepe qewimiye dixwazim bi were parve bikim.
Tabur hêjmara xwe pir bû. Ji ber vê çendê dora tepe di wextekî pir dereng de dihate me. Tabura me ji dû yekîneyan pêkdihat, yekîneyek hevalên jin û yekîneyeke hevalên xort. Ji bo vê jî, hem hevalên xort diçûn wî tepî û hem jî hevalên jin.
Demsal berbi payîzê diçû. Pelçimên daran xwe li ba dikirin û bi zerbûnê re yeko yeko diweşiyan li ser şîverê yên di himêza daristanan de. Demsaleke pir reng bû. Dar, pelçim û kulîlkên wê rengo reng bûn. Ne di destê mirovan debû ku mirov evîndarê wê werzê (mevsim) nebana. Yek jê di wê werzê de ku li cihekê pel di weşiyan, lê hinek ciha jî bi mîsogerî şilî hebû. Bi taybet jî di cihên bilind de lepên berfê, yan jî gijlokên hûr yên baranê lê dikir. Ev jî rengeke cuda ye di vê werzê de. Di nava bedewiyekê bi vî rengî em ê biçûna tepe.
Li ser hîmê çûndina me ya tepe, me hemû amedekariyên xwe kir. Ji bo komekî hevalan çi pêwîst bû, me amede kir. Em ê sê rojan li tepe bimana û pişt re daketana.
Em ber bi tepe birê ketin. Hemû hevalên tîmê yên ku bi hatana tepe, pir keyfxweş bibûn. Coşekî gelek mezin di dilê wan de hildiavêt. Ji ber roj bi çi rengî hildihat û bi çi rengî diçû ava pir xweş dihat dîtin. Lê çi dîmenekî qeşeng bû. Ew dîmenê ku derdiket holê jî, hêjayî dîtinê bû. Bi wî dîmenî, mirov wer xwe hîs dikir ku şahidiyê ji bedewiya xwezayê re dike. Xweza xwedî dîmenekê pir bedew bû.
Hinek hevalên pênûsa xwe bi hêz û ji xwezayê sirûşt digirtin, di nava tîma me de hebûn. Bi hemû bedewiya dilê xwe dixwestin ku vê bedewiyê xêz bikin di rûpelên dîrokê de. Hestên wan gelek kûr û bihêz bûn. Bê guman, ev cihên bilind jî sirûştekî mezin ji hibra pênûsê re dida. Ev jî hestên pênûsê bihêztir dikir.
Em şeş heval bûn. Yek ji wan jî hevala Sarya bû. Hevala Sarya ji cihên bilind pir hesdikir. Yek ji hevalên ku pênûsa xwe bi hêz, hevala Sarya bû. Bê navber li ser derketin û avabûna rojê dinivîsî. Rojaneyên xwe her roj digirt. Ji bo ku rengên bedew li rojaneyên xwe zêde bike, di nava xêz kirina jiyana rêheval û gerîllatiya xwe de, di hem wext de cih ji gelek bedewiyên xwezayê re jî dida. Lê hal ew e ku dema digihişt cihên bilind jî, ev sirûşt hîn mezintir û bi watetir dibû. Ji ber vê çendê, di rêde lezeke wê ya mezin hebû ku xwe bigihîne lûtkeyên bilind.
Berê wê bi demekê, hevala Sarya li nexweşxanê perwerdeya tendirustiyê dibîne û pişt re hatina wê ya taburê çêdibe. Demekê ji jiyana taburê dûrketibû. Pir dixwest di jiyana xwe ya gerîllatiyê de li cihên bilind bigere û hemû bêrî kirina xwe ji wan ciha re bîne ziman.
Mejiyê wê di nava pirsan de, te di got qey asê maye. Bêyî navber ji bo her cihekê nas bike, leza firîna perperîka ku xwe diavêje ronahiyê dida nîşandan û bi qasî ji dilê wê dihat pirs dikir. Pirsên mîna, ‘‘ev tepe çiqasî bilind e, em ê di çend saetan de bigihinê, hilkişandina wê rihete an jî zor e??...’’ dikir. Tepê ku em diçûnê, ne tepeyekî pir bilind bû. Di saetek û nîv de mirov dikarîbû xwe bigihîne tepe.
Em bi hemû westandin û coşa xwe re gihiştin tepe. Piştî ku me henaseyekê kûr ji vê bedewiya xwezayê kişand, êdî saetên êvarî jî nêz dibû. Roj wê edî xatir ji cîhanê bixwestaya dor bidana tarîtiyê. Êdî kêliyên tarîtiyê zûde ketibûn li ser rûyê cîhanê. Lê weke her car stêrk bi biriqîna xwe diçirûsîn.
Wê rojê berf pir kêm bariya. Lê, di tepe de berf hebû. Berfa li serê tepe jî, bi bayekê hênik sir û seqemê bi xwe re diherikand. Ji ber wê jî, wê şevê em di mangeyên xwe de rûniştibûn. Lê ji ber sedemê berfa yekem ya zivistana 2003’an bû me didît, em pir keyfxweş bûn. Herî zêde jî hevala Sarya keyfxweş bibû. Ji ber hevala Sarya, wê vê rojê bi wêjeya dengê bedewiya xwezayê binivîsanda.
Hevala Sarya bi vê kelecana xwe rabû û li derdora tepe gerî. Di gera xwe ya li derdora tepe de hinek pincar dibîne û kom dike. Bi vê kelecanê hevala Sarya ket hundir û got; ‘‘roja me ya yekê ye em li tepe, em bi pincar xwarinê dest bi meşa xwe ya li tepe bikin ku ez vê rojê jî li gel barîna berfê di rojnivîsa xwe de binivîsim..’’
Ji derveyî xwezayê jî hevala Sarya gelekî pirs dikirin, ‘‘dema ku dijmin were em ê li kuderê bi cih bibin, kozikên ku em têde xwe biparêzin wê kîjana bin??..’’
Qada Xakurkê di sêguşeyekê deye. Milek yê wê dikeve Iraq ê, milek dikeve Îran ê û milê din jî dikeve Tirkiyê. Em jî di vê sêguşeyê de bicih bibûn. Ji aliyê kîjan hêzan de êrîşekê pêkbihata, me yê jî li gorî wê pozîsyona xwe ya pevçûnê bigirta.
Hevala Sarya jî digot, ‘‘ger amedekariyên me hebe, em ji niha de li sengerekê BKC û li yekê jî çeka Qernasê daynin..’’
Em hemû hevalên tîmê nûbûn. Ji bo fêrbûna bersiva van pirsan jî, fermandarê me çi bigotaya ew bû. Em ê ji wê fêrî bersiva van pirsan bibûna. Li ser gelek mijarên bi vî rengî hevpeyvîn û sohbetên me li gel hev çêdibûn. Lê li himberî bûyerên ku ji aliyê xwezayê de derbikevin, em ê bi çi rengî bergira xwe bigrin di hişê yek ji me de jî derbaz nedibû. Ji bo wê jî, dema mirov li himberî serweriya xwezayê tê, mirov bi bûyerên xwezayî re rû bi rû dimîne, bê çare dibe, yan jî çi bêjim, mirov matmayî dimîne. Bûyera ku li wî tepî jî derket, bûyerekê ku qet di bala mirovan de derbaz nedibû û heta ku mirov jê bawer nedikir jî. Ji ber me hîn ne dizanî em xwe li himberî bûyerên xwezayî biparêzin.
Hevala Sarya got; ‘‘ez ê herim tepe û tepe di venêrînekê de derbaz bikim.’’.
Li ser hîmê vê hevokê ji fermandara tîma me re pêşniyar dike ku her tepe. Piştî ku ev pêşniyar ji aliyê fermandara me de hate pejirandin got; ‘‘temam serê sibê yek jê hevala Sarya û hevaleke din bila bi hevre biçin hem derdor kifş bikin û hem jî weke dewriye bigerin di tepe de..’’
Min jî xwe pêşniyar kir ku ez bi hevala Sarya re herim. Ez û hevala Sarya di saetên di berbanga sibehê de me dûrbîna xwe girt ûem birêketin. Yekoyek senger me di venêrînê re derbaz kir û li her cihê tepe geriyan.
Lê ji ber sedemê cara yekemîn bû em dihatin wî tepî, me zêde tepe nas nedikir û em pê şareze nebibûn. Ez û hevala Sarya, her yek ji me em çûn sengerekê cuda. Min ji hevala Sarya re got; ‘‘dema ku te derdor di venêrînê de derbaz kir deng bike, em bi hevre dakevin…’’ Wê jî bersivand ‘‘temam heval.’’
Du şîverê diçû sengerê. Ez û hevala Sarya her yek ji me di aliyek cuda de çû sengerê. Tepe hemû zinar û latên asê bû û yek jî xwezaya xwe pir hişk bû. Hevalan jî di cihekê bi vî rengî de du şîverê vekiribûn. Ji ber sedemê lêkirina berf û baranê, hemû teht şil û şemitok bibûn. Ger mirov bi baldarî li ser neçûya, ew gengaz bû ku di latê de werbibûna. Tepe xwedî zehmetiyekî wiha bû.
Pêwîst dikir ku em bi hevre gihiştibana sengerê. Lê hevala Sarya di pêşiya min de gihiştibû. Min serê xwe rakir û min xwest li hevala Sarya bimeyzînim. Lê min çiqasî hewl da min hevala Sarya di sengerê de nedidît. Ji bo wê jî min gazî kir. Hevala Sarya piştî ku bersiv da min dizanîbû ku hevala Sarya bi têkûz gihiştiye sengerê û rûniştiye.
Min jêre got, ‘‘mane diviya bû tu li benda min bisekiniya û em bi hevre çûbana sengerê.’’ Hevala Sarya jî bersiva min da û got; ‘‘ji ber min dixwest ez derketina rojê bibînim, ez li benda te nesekinîm.’’
Cîhan ewr bû, lê roj car bi caran dikarîbû di nava ewran de serê xwe rabike. Ev jî ji bo hevala Sarya îlhamekê cuda dida. Min jî jêre got; ‘‘hevala Sarya îro roj xweş derneket, lê sibe dibe ku roj xweştir derbikeve’’. Wê jî got; ‘‘ez di wê baweriyê deme ku wê baran lê bike..’’
Hîn em bi vî rengî diaxivîn, hêdî hêdî ewrên reş kombûn û baranê lêkir. Hevala Sarya jî got, ‘‘em hinekê din li derdor binêrin û pişt re herin.’’ Min jî got; ‘‘temam, berê ku lêkirina baranê zêde bibe em herin..’’ Min jî got, ‘‘cihê ku tu lêyî hemû latên asê ne, dema ku tu daketî bi baldarî dakeve.’’ Wê jî heman hişyariyê li min kir. Di navbera me latekê asê hebû. Min jî jêre got, ‘‘tu hêdî hêdî dabikeve ez ê piştî te dabikevim…’’
Dema min hewlda ku ez li hevala Sarya meyze bikim ka bê daket an na, min dît ku dengekê weke dengê guleya Qernasê hat guhê min. Laşê min hemû tevizî û ez di cihê xwe de veciniqîm. Weke ku elektirîk min bigre, ez di cihê xwe de hejiyam. Min li himberî xwe meyze kir, min dît ku hevala Sarya qulipî aliyê din yê latê.
Dibêjin ya, rewşekî ku çavê min lê zîq bû. Ji ber min nedizanî çi bûyer qewimî? Min digot, gelo Qernas teqiya? Ji derveyî vî dengî ti dengên cuda nedihate bala min. Ji ber berê wî qet dengê bruskan tine bû. Lê hal ew bû ku, ew dengê bruskê bû. Ew bruska yekê bû. Lê ji vê bûyerê ez ecêbmayî mam, çawa dibe ku bruska yekê bedena hevala Sarya îsabet bike. Min nedixwest ku tiştekê bi vî rengî ne di hişê xwe de û ne jî di ber çavên xwe re derbaz bikim. Tesadufekê bi vî rengî mirovan diêşîne, ne gengaze ku di yek carê de pêkbê.
Ku ez hîn li ser hevala Sarya difikirîm, ew ji zûde li pêş çavê min ketibû erdê. Ez di cihê xwe hişk mabûm, li himberî vê bûyerê bêçarebûm û min nedizanî bi çi rengî tevbigerim. Min pir qîr kir, lê ji ber ku heval di hundir de bûn, dengê min nedibihîstin. Min jî biryar da ku ez guleyekê biteqînim ku heval bi rewşê agahdar bibin.
Bûyerekê cara yekê li pêşiya min çêdibû, ji ber wê jî dest û lingê min li nav hevketibûn, hatibûn girêdan. Ji bo ku em xwe biparêzin me geleke bergirên xwe girtibûn û lêhûrbûnên li ser gelek plansaziyan hebûn. Lê belê, em bi qewimîna bûyerên xwezayî yên bêyî vîna me pêktên, qet nefikirîbûn.
Min gule teqand, heval derketin. Pirs kirin ka bê çibûye? Hemû heval hatin û min ji wana re got; ‘‘hevala Sarya ketiye…’’ Wana jî digot, dibe ku li ser hişê xwe çûbe.
Min jî got, ‘‘lez bikin xwe bigihînin hevala Sarya!!..’’ Hevalên tîmê pirs dikin ka bê çi li hevala Sarya hatiye, lê zimanê min nagre ku ji wana re bibêjim. Dema ku heval diçin li ser hevala Sarya, dibînin ku di aliyê din yê latê de hevala Sarya li erdê ye. Fermandara me got, em herin heval rakin û bi wî rengî agahî bidin hevalên taburê.
Hevala Sarya ji serê xwe darbeyekî giran xwaribû. Canê wê perçe perçe bibû. Hevalan hevala Sarya ji cihê latê derxistin. Lê, ji ber darbeyekê giran xwaribû, bi ruxmê hemû mudexeleyan jî nekarîn rizgar bikin. Heya ku hevalên taburê gihiştin gel me, hevala Sarya çavê xwe li xeweke giran girtibû û êdî berê xwe dabû cîhana nemiran.
Belê ew kêlî, ew kêliya ku heyam lê sekinîn, demsala payîzê di bedewiya xwe de ruxî. Belê, êdî ew kêliyên hest û giyanê me berbi kareseta bablîsokan de dibir bû. Hîn ji zûde destpê kiribû kêliya ku çav di çerçoveya zîqbûnê de eliqî mabû û dîmenên bedew di xêz kirina lênûskê de. Wê kêliya ku hemû qeyd û bendên me lê bistîn, weke ku tufaneke sar bi ser canê min de were.
Lê ev jî heye, her veqetîn nîşaneya hevdîtineke dine. Bendewar be bi vê hevdîtinê rêheval Sarya. Ji ber hun naçin û nemirin. Di rayên dilê me de hun bicih bûne. Me di dilê xwe de cih ji were daye. Ji lewra soza min wê pêkanîna xeyalên we û meş li ser hîmê doza serkeftina gelê Kurd be.
Hemrîn EFRÎN
- Ayrıntılar
Her tim demsala payizê weke demsala qutbuyînê te binavkirin. Dîsa di vê demsalê da bazek firiya ber bi bilindahiya ezmanên şîn. Lê ez nikarim ji we ra bejim qutbuyîn. Ji ber ku şehîd di kûrahiya wateya jiyanede veşartine. Û jiyan jî di kûrahiya xeyalên tekoşîna şehîdan de veşartiye.
Beli di şevekî qetran u udi xemgîniya payîzê da di vê şeva qetran da tene denge pêlên Rubarê Hezil di guhê siterkan da deng vedide. Daristan matmayî û bêdeng rondik dibarandin. Bi xemgînî û sermendeye pelên xwe di werandin. Ji ber ku nikari bu udi hembêza xweda veşêre û biparêze. Balindêyen azadiyê. Hêzil jî bi kîn diherikiya nava dile Hiryan, Gelî Tirşikê û Herekolê. Daristana Bestaye jî henaseyên kur dikişandin û pelên xwe yên kesk diwerandin. Navê Şehîd Şervan bi kulîlkan dinîvîsandin din ava dile xaka Botanê de. Eriş dikirin dijminên xwînxwar. Ji bo na vwê jî xweza din ava şîn û xembarîyê da bû. Li benda ronahî û baranê bû. Ji ber ku din ava kimya salê da mabû. Bele di wê şeve tarî de bazek firiya û ji denge balen baz hişyar bun ferîşteyên ezmana sayî. Her wiha siterk diçirisîyan û renge wan di deryayan da diyar dibû. Bele renge wan renge rangîniya bîr û baweriye rêheval Şervan bûn û ên bi sedan şehîdan bûn.
Her wiha gerdûn delşad û bi levên zerdexên li ser singê xwe vedikir û hewiyên xwe nişan didan. Ji ber ku şehid ji bo na vejîn rastî û razên gerdunê giyanê xwe didin. Wekî hemû şehîdên azadiye rêheval Şervan jî dixwest ku bibe dost û binase hemû bedewî û siren gerdunê ku azadî di pirşengiya we de veşartiye.
Şehîd bi xwîna xwe ya zelal û pîroz ji nû ve di xemîlîne xaka Behremend ya dayika xwedavend. Dipişkivîn xunçeyên xayalên azadiyê ên ku heyanî niha hatibû qedexekirin. Lîlava li ser van kulîlkan rondikên çavên tijî heviyên dayikên şehîdanin. Bele her şehîdek hêviya hemû dayikanin. Yek ji van jî rêheval Şervan bû. Rêheval Şervan jî gelek ji dayikaxwe hezdikir. Lê hezkirina xwe kir hezkirina azadiya Kurdistanê. Erê kurdistan dayika mezin û xweştevî, îro zarokên te yên leheng ala serbestiye li lûtkeyên çiyan li bilind dikin û sirûdên wêrekî û vînê di sengerên germe en cengêda bilind dikin. Eve denge jiyanê tu hêz û tu gule wê nikaribe wê denge jiyanê bêdeng bike, ji ber ku ev deng di gûhê hezaran mirovî de zinginî dike û dile hezaran zarokan bi vî dengi û bi navê “Bijî Rêber APO” lêdixe. Bele rêhevalê dilxwazê reka azadiyê ji bona xwedî derketina we ancaxbi kîna tolhildanê we û bi ramanên felsefeya PKK’e ra jiyankirin be. Bele stêrka ezmanê welatê rojê û bazê sere çiyayên Şaho û Dalaho.
Bele heval ew rojên ku ji bo na çalakiya Oremar em ber bi Cîlo dimeşiyan di bira mindenê. Min tû li wir nasî, le herî tişta te ya balkêş ew coşa te ya ji bo çalakî pêkanîn bû. Ew coş u kelecan di hemû qurmiçikên ruyê te yê bi kên da xwe dida jiyankirin. Belê rêheval Şervan niha jî pênûsa min din ava êş û îşkenceyekî de dinalîne, ji ber ku birastî jî ez nikarim hevalbendiya te û wan bîraninê giranbûha bi çend gotinan bi lêvbikim heval. Heval Şervan li Hewreman xunceyek bû li Botanê pişkivî û bû gulek din ava baxçêyê azadiye de. Bû stêrk li ezmanê welat. Bu heviyaxeyalên zarokan. Bu asoyek di şevên tarî ên Besta de. Bû awazek li ser çiyayên Hewraman. Bû coşek din ava dile hemû rêhevalên xwe yên tekoşînê de.
Vejîn Mujde Soran
- Ayrıntılar
‘‘Ji bo deyndarî hevalê Erdal nemînim û ji boyî wesiya wî dê biçim Gabar’ê’‘
Tu ji boyî wesî, hesret, evîn û xeyalên xwe pêk bînî te dest bi vê meşa xwe ya bi wate kir. Gabar gelek şoreşgerên mîna te di hundirê xwe de hewandiye. Her wiha gelek pakrewanên mezin afirand. Wek Egîd, Adil, Erdal û bi hezaran fermandarên mezin parastiye Gabar.
Bi rastî jî, te di rojnivîska xwe de dabû hîskirin ku em ê nikaribin hevdû bibînin. Te gotibû; ‘‘ Heta ku ji destê min were ez ê li xwe miqate bibim’’. Lê te ev jî anîbû ziman; ‘‘ Tu dizanî; şer bêrehm e! Fîşeng dikare bêyî ku ji te destûrê bixwaze jî were, wesiyeta min e ji te re; ger ku tiştek bi min were tu yê tola min bigrî!’’ Belê rêhevala min te ji min re wisa nivîsandibû. Ez xwe bextewar hîs dikim ku piştî çûyîna te min derfet dît ku rojnivîska te bixwînim. Dizanim ku ez ê li gor ku tu dixwazî te nikaribim bidim der. Ji ber ku peyv bi xwe têrî te derdayînê nakin. Peyv bi xwe kêm dimînin ji boyî nasandina te. Lêhûrbûna te ez pir bandor kiribûm. Min fahm kiribû ku tu yê bibî gerîlayeke wek çiyayên Kurdistanê bi hêz û asî... Te qet û qet nedixwest ku bi guleyeke dijmin bigihî şehadetê, bereksê vê te dixwest bibî guleyek û di sînga dijmin de biteqî. Demeke dirêj bû ku tu li ser vê çalakiya xwe rawestiyayî û te biryar da ku; ji boyî tu Viyanan derbas nekî lê çalakiya wan bilindtir bikî te çalakiya xwe bi derengî xist. Di vê pêvajoya ku Serokatiya me di bin tecrîdê û li hemberî gerîla jî dijmin bi hemû derfetên xwe êrîş dikir de, pêşniyara te ya ku ji boyî çûyîna Bakurê welêt û daxwaza te ya xwe bêhtir bihêzkirinê û her wiha xwesteka te ya xwe di mejiyê dijmin de teqandin bi her awayî te tîne ziman û rave dike...
‘‘Ji boyî te bêhtir bilind bikim, dixwazim çalakiya te bi rêbazeke dinê pêk bînim. Pişt re fikirîm û min ji xwe re got ev ê bibe dubareya çalakiya te û ji ber vê jî min ew hêza ku te derbas bikim di xwe de nedît, ger min vê bikira ew ê ji boyî min bibûna xeletiyeke mezin. Ji boyî ez te bêhtir di rojevê de bihêlim dê vê fidakariyê bikim. Ji boyî tu negihaştî ew xeyalên ku te di nameya xwe di nivîsandibû pir xemgîn im. Te di nameya xwe de anîbû ziman ku te dixwest ku biçî Bakur, gelê Bakur nas bikî û di mejiyê dijmin de biteqî...
Niha rêxistin derfetek mezin da min ku biçim Bakur. Ez soz didim te ku dê biçim Bakur û ez ê şer bikim. Her fîşenga ku biavêjim dê ji dêvla te, di dilê dijmin de biteqînim. Ji boyî vê jî çi ji destê min were dê bikim.
Disa te ji rêheval Viyan Soran re wiha; .Ez ê li xeta rêxistinî ya mîna Viyan, azadiya jinê û hemû hevalan xwedî derbikevim.’‘nivîsandibû.
Te di jiyanê de Rêbertiya partiyê hîs kir û bi tu bi şehîdan re bûyî yek. Te 16 salîê têkoşîna xwe bi şehadetê tacîdar kir. Berxwedana we li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê bersiveke mezin bû. Bi salan ku tu hesreta jiyana gerîla bûyî û her wiha tu 16 salan di nav vê jiyanê de têkoşiyayî lê te xwe li hemberî Serokatî xwe kêm didît û deyndar hîs dikir. Te deynê xwe da ‘Keça asî ya Kurd’ niha tu bi Viyanan re yî. Em dizanin ku niha tu di nav asîmanên şîn de û bi rojê re yî. Lê niha Gabar bêdeng, bi xem û bê te ye! Ji ber ku dîsa yeka bi xwe ve girêdayî wenda kir. Me jî hevaleke jin a fermandar wenda kir. Min tim û daîm xeyal dikir ku rojekê li Gabarê em ê hev bibînin. Jixwe tişta ku me dikir yek ne heskirina Gabarê bû?..
Ji boyî tu xeyalên gelek rêhevalên xwe pêk bînî çûyî Gabarê. Te xewn û xeyalên min jî pêk anî hevalcan. Te jı boyî gerîlayekê/î tişta herî bi wate rojnivîska xwe ji min re şandibû. Her çiqas êdî hûn ne di nav me de bin jî, heta ku ji min were ez hewl bidim ku di rêça we de bimeşim. Ev koça te ya ji nav me pir zû bû û yek ji me jî vê çûyînê ji xwe re qebûl nekir, wek her hevalê ji nav me koç kirî...
Min tu qet nedî, me hev qet nas nekir û rû bi rû em qet neaxivîn. Lê di encamê de rêya me yek bû û hezkirinên me hevpar bûn. Tişta ku me dikir yek hezkirinên me yên hevpar bûn. Nedîtina te ji min re ne asteng bû. Nivîsên ku te dinivîsî, te didan nasîn Gulbihara dil Erdal a ku sewdaseriya Gabarê...
Lê belê tu vê dizanî? Min tu di sûretê dayika te de dît. Ew jî herî kêm qasî te bihêz e. Dayika te ji min re digot; ‘‘Ez hevjîna şehîdekî bûm û niha jî ez bûm dayika şehîdekê. Ez qet li xwe mikur nehatim û ez ê her tim li vê dozê xwedî derkevim. Hûn weke rêhevalên Gulbihara min, bawer dikim ku hûn ê xwîna wê li erdê nehêlin û tiştên ku wê di nêvî de hiştiye hûn ê bigihînin serkeftinê. Niha tu jî ji boyî min Gulbihar î’‘ ...
Her tim digot; ‘‘Ez bi Gulbihara xwe serbilind im’‘. Çiqas zehmet bû piştî çûyîna te ya ber bi stêrkan ve bi dayika te re axaftin. Ji ber ku di cara yekemîn a ku min dayika te dîtî de min ji dayika te re wêneyên te şandibûn û min gotibû Gulbihar baş e. Û dayika te ji min re gotibû; ‘‘Divş tu di derbarê Gulbihar de her tim agahiyên xweş bişînî’‘. Lê piştî şehadeta te ger ez biaxiviyama, ji ber tirsa ku wê bigotana; Ka te yê ji min re agahiyên xweş bişandana’‘ min nediwêrî ku ez bi dayika te re biaxivim. Lê dayika te ez matmayî hiştim her wiha bi ser de jî moral da min. Min jî êşa wê fêm dikir ji ber ku dema van gotinan dianî ziman ji çavên wê hêstir diherikîn. Ji ber şanaziya xwe nedixwest bilorîne. Min jî dengê dilê xwe ditepisand û dixwest jê re bibim bersiv. Belê, êdî ez ê jî di sohbetên xwe yên bi hevalan re di derbarê te de bêjim; ‘‘Min rêheval Gulbihar nas dikir û min jê pir hez dikir.’‘ Mirova bedew, heta ku ji min hat min wesiyeta te bi cih anî. Her çiqas bi qasî te dixwest nebe jî. Lê ez soz didim te ku; ez ê meşa te ya Gabarê bidomînim û vê meşê dê di têkoşîna me de her bidim jiyîn.
Di şexsê te de ez hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Bîranînên we rêya me wê her tim ronî bike.
Hêvîdar Edessa
- Ayrıntılar
