Ji çapemenî û raya gistî re!
Roja 23 Mijdar (îro) di demjimêr 04:30 hêzên me yên gêrîlla û hêzên pêşmergeli Qesebeyên Celewla û Sadiyê yên girêdayî navçeya Kerkûk Xanqîn li hember çeteyên DAİŞ operasyonek hevbeş encamdayîne.
- Ayrıntılar
Gelê Kurd nûve bi xeteriyên mezin rû bi rûye. Dagirker sond xwarine ku Kurd li ser axa xwe azad jîn nekin. Dijane wê ango bilakis erîşên xwe hêna jî xûrttir dikin. Wiha jî xuyaye dike ku yê ve doza xwe ya kirkirine bi tundî bidomin. Ve kirkirinê herî zêde jî dewleta tirk dixwaze û heman demê jî pektîne.
Gelê Kurd demek direje ku bin xeteriyek mezin a komkujiya çand de dijî. Li gelek welatên dagirker de çanda Kurdan bi bişaftinek mezin ve rû bi rû ma. Gelek erîş hatin ser çanda Kurdan. Bi giştî ev sîstem ango pergala, sîstemek komkujîya çandî bû. Tevgera Azadiya Kurdistan pirr bi hestiyarîk mezin ev rewşa her anî ser ziman û dijberî vê komkujîya çand tekoşiya. Em karin bejin roja ewil de heya îro Tevgera Azadî jibo ku vê rastiye herkesî re bibe, her hewldanên mezin raberkirin. Lê mixabin serî de ew kesên ku nezî dewletên dagirker, dîsanî kesên ku em wek reformîst nav dikin, her ev rewşa veşartin, wiha femnekirin, an jî nedîtine ve hatin û gelê Kurd bê tedbîr heliştin.
Her yek kesî ku bi Kurdan an jî Kurdistan re mijûl dibe, dizani û dizanî ku Kurd bin pergalek pirr sîstematîk a kirkirine de jîn kirine û hêna jî ve rastiye dijîn. Ew qas qedexe ser ziman, ser çanda Kurdan û ew qas daxt, tepisandin û perçikandin ser gelê Kurd, hemû jibo armanca ku gelê Kurd rastî jî bişaftinek kûr de derbas bikin bû. Lê wek me li jor anî ser ziman jî, Tevgera Azadî nikari bû herkesî ji bo vê rewşa awarte qana bike û gorî vê rewşa awarte jî tevger bike. An jî tevger kirina ku derket holê ne gorî pêwîstiyên gelê Kurd yên tên xwastin bûn. Bêguman berxwedaniyên gelek mezin derketin, şahadetên mezin çebûn, gel rabû ser piyan û seknek bê hempa jî dem dem derket holê, lê mixabin carek din ber nezîk bûyînên henek kesan û derdoran encex ew qas çebû.
Niha êdî rewş pirr zelaltir ber çavane. Berxwedane Kobanê, da nîşandan; kî dost e û kî dijmin e. Kobanê wek kaxezek turnosol ristek û weynek wiha lîst. Kî nezî Kurdan ê, kî dûr î Kurdan e, hemû zelal kir. Dîsanî kîjan dewleta dagirker tam dijmine û kîjan dewletên dîtir nêz û dûrî menin, hemû zelal bûn.
Serî de me dît ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan tevde û têkde teslîm bigire, rewşa koletî ser wan ferzbike û bidomîne. Dema ev nebû ango nikarî jî, wê deme jî xwedan heşmendiyek bû ku kari Kurdan hundirî kevçiyek av de, dema derfet bikeve destî vî, bixanîqîne û bifetîsîne. Ev li Kobanê pirr zelal û bi xwerû derket holê. Ev rastiyek.
Rastiyek din jî ev e ku dewleta tirk yê hemû dostên xwe, kesên Kurd yên ku jî wî re tirşikçîtî ango hevkarî dikin, bixe nava liv û tevgerê da kû karibe Kurdan tasfîye bike. Pêwîste yek jî ev rastiya naye ji bîrakirin.
Dîsa rastiyek din jî ev e ku, dewletên dagirker wek dewleta Tirk, Îran û Surîye yê hewlbidin destkeftiyên Kurdan têk bibin. Hinek caran yê yekser bixwazin van armancên xwe pêk bînin. Lê hinek caran an jî bi piranî jî yê çeteyan bixin nava liv û tevgerek dijî Kurdan. Wek îro bi destên DAÎŞ, El Nusra, Hîzbullah û Alperan’an dikin.
Îro li Rojava tiştên ku çê dibin tevahî ser vê konsepte dimeşin. Em bîra nekin ku li Başûre Kurdistan de jî, tiştên ku dikirin bi vî avahî bûn. Li Bakûre Kurdistan de jî me di serhildanên navbera 6-8 cotmêh de carek din dît ku wiha yê. Li Tirkiye erîşên ser tevgera demokratîk jî wihanin. Dewleta Îran jî dijî Kurdan, ji xwe terze xebat û şerê xwe wiha yê.
Heqe rewş wiha yê, wê demê gerez em çawa tevbigerin? Tedbîrên xwe gerez em çawa bigirin? Em Kurd gerez çibikin? Ango em gerez çawa bijîn?
Pirsên wiha em gelek kanin zêde bikin û direj direj jî bi lêv bikin. Lê rastiyek heyê ku em xwe nikarin jê dûr bikin, ew jî ev e ku, em wek gel bin xeteriyek pirr mezin de ne. Ango bin xeterek kirkirine de ne. Him jî mişextkirine de; numûne Şengal, numûne Kobanê, numûne Celawle, numûne Musul û hwd...
Em nexwazin gotinên xwe dû direj bikin. Rewş rastî jî xetere û bi metirsiyan dagirtî û tijiye. Rewş . ev e. Gorî van rastiyan, pêwîste em pirsên jor bibersivînin.
Heqe em bawer dikin ku rewş xetere, wê demê pêwîste em xwe heya dawî bi rexistin bikin. Demên bere de jibo rewşên wiha yên bispor digotin, “li serî de heya naynûkê” bi xwe tanzîm kirine mirov kari xwe biparêze. Ango pêwîstî heye ku herkes hundirî rexistinek pirr kûr a komunal de bibe û bijî. Dîsanî pêwîste ku herkes rastî jî herkes, gorî parastina cewherî xwe amade bike. Xwe dema derfet heyî bi çek bike. Her yek mirovek xwe gorî rewşa şer; çêbike û amade bike. Gorî wê mala xwe tevger bike û ber çavan de derbas bike. Pêwîste her malek wek kelayek bibe.
Li dîroke de gelek mînak henin. Mînakek herî pêş mînaka Kela Dim Dim e yê. Dîsanî mînakek baş berxwedaniya Stalîngrad e yê. Berxwedaniya kolanek jî bajarê Warşau ku têde Cihû dijî Faşîzme Hîtler tekoşiyane. Berxwedaniya Îspanya jî mînakek e. Her wiha em kanin nimûneyên wiha zêde bikin. Ev e, çima em dibejin ku Şerê Gelê Cengawer pirr girînge.
Di dîroke de gelek nimûne henin ku berxwedan raberkirine û serketine jî. Dîsanî hêzên dagirker pûç kirine û qewitandine.
Em Kurd jibo ku em bi serbikefin; him pêdivêtî me zêde ne, him jî binasî ango hecetên me zêde ne. Me Kurdan zû ve haq kiriye ku em azad jîn bikin. Û rastî jî em zûve têna azadî jîn dikin. Êdî mafe me jî heya ku em jî wek gelên dîtir yên cîhanê, bin banê asîmanan de azad bijîn û çarenûse xwe bi xwe diyar bikin.
Heqe bîryarê me ev bibe, wê demê sekna me jî diyar e. Bîryare me heya dawî bibe armanca azad jiyan kirine, sekna me jî yê bi Şerê Gelê Cengawer, ber ve azadî ve bibe meşek bê hempa.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 20 Mijdar di demjimêr 20:00 an de li navçeya Agirî Bazîdê taxa Sanayî gurubek Kontra bi maske û Çekdar li nav gelê herêmê digere û ji wanre dibêjin'' Yan hûnê zarokên xwe bişînîn Kobanê Şer, yan ji peran (dirav) bidin'' bi darê zorê û zextan pere jiwan digrin. Bi rêzdarî, gele me bivî awayî tê agahdarkirin.
- Ayrıntılar
Dema ku min di serê salên 1970’î de dest avêt karên civakî û neteweyî yên Kurdan ez têra xwe di nava nakokiyan de bûm. Mîna ku kesayeteke min a gelekî ciwan û ya gelekî kalbûyî ketibûn zikhev. Ez ji rêûresmê qut bûbûm, lê ez bi modernîteyê re jî nedibûm yek. Herdu jî mîna kincên lihevçêkirî û beloq ên li min nedihatin bûn ku min ew li ser pişta xwe digirtin. Lê herdu jî ji bo xelk wan bibîne min li xwe dikirin. Ya rastî, bi vî awayî ez ji şoreşgeriyê gelekî dûr bûm. Ji vê jî ya rasttir ew bû, ez di navbera mizgeft û dêrê de mabûm, lê ez ketibûm neqebek wisa her kêlî pêkan bû ku têde bifetisim. Ji vê jî wêdetir, ji bo nefetisim, diperpitîm. Li pêşberî min du mekanîzmayên xwe weke amûrên rizgariyê pêşkêş dikirin hebûn: Milliyetgiriya Kurd û çepgiriya Tirk. Min xwe nêzî herduyan kir. Aliyên balkêş ên herduyan jî hebûn. Kurdîtiya Barzanîgir-Talabanîgir deng vedida. Min bi şagirtên wan re têkilî danîn, lê ez tatmîn nekirim. Min millîtaniya çepgir a Mahîrgir-Denîzgir-Brahîmgir zêdetir nêzî xwe his dikir, lê ez di wê rewşê de nebûm ku karibim xwe bigihînim wan. Min qîma xwe bi sempatîzaniya Mahîr anîbû.
Bi vê rewşa derûnî di zivistana sala 1975’an de min li gorî xwe dest bi propagandaya gotina fermî kir. Min teorî û pratîk bi hev re dimeşandin. Jixwe piştî Mahîr Çayan û hevalên wî di 30’ê Adara 1972’an de li Qizildereyê hatin kuştin boykota me kirî û piştî wê heft meh razana me ya li Girtîgeha Mamakê (Nîsan-Cotmeh 1972), di Newroza 1973’an de bi civîna me li keviyên Bendeva Çûbûkê kir, min wêrîbû gavê biavêjim pratîka koma herî sist û berpirsiyariya wê bigirim. Ji bo min rastiya Kurd wê êdî bi encamên pratîka komê ve girêdayî bûna. Piştre ez timûtim fikirîm: Gelo ji bo gavavêtina ber bi rastiya Kurd ve ji bilî komê amûrekî baştir hebû? Ez hê jî bawer dikim ku ji bo xwe gihandina rastiyê kom amûra herî rast bû. Ji bawerkirinê wêdetir, ji bo ez bibûma kesayeteke afirîner û şoreşger (ji bo muhafezekar û antî-şoreşger jî), komeke kolektîf amûrek bû ku bêyî wê nabe. Ez hê jî bawer dikim ku ferdê koma wî/wê yan jî rêxistina wê/wî nebe nikare bibe mirovekî civakî. Bêguman form û naveroka amûrê di warê encamgirtinê de diyarkera bingehîn e. Diviyabû ez komê, kom jî min bi pêş bixe. Kom ji roja ava bû heta bi Mijdara sala 1978’an roja xwe weke PKK îlan kir, ji komeke li heqîqetê digere û belav dike wêdetir neçû. Mirov nikare bibêje di polîtîkayê de bi çarpîkan jî dimeşiya. Lê bi giştî, em ji rewşa şîddet û polîtîkayê bi tesîr dibûn.
Mirov biwêre bi ser rastiya xwe de bimeşe tiştek e, û mirov zanibe çawa bi ser de bimeşe tiştekî din e. Di dema dibistana seretayî de min ji zarokan koma nimêjê pêk anîbû û bi vê bûbûm xwediyê tecrûbeyekê. Wekî din jî tecrûbeyên min ên çêkirina komên li gundan hebûn. Lê mirov biwêre bi ser rastiya kujer de biçe û gavên vê yên pêşî biavêje, ev tiştek e ku hevtayê wê nîne, gavavêtineke taybet e. Paşê gelekî hatiye guftûgokirin, gelekî rexne hatiye kirin û hatiye gotin “Çima rêxistina polêsan nedît, çima tedbîrên xwe negirtin?” Li naverastê rewşeke polîsiye tinebû. Gavavêtineke seyr a weke dînan hebû. Gavavêtineke wisa bû ku mirov hay ji xwe nebe, dibe ku hêz û heqîqet bibin jêdera bêhêzî û şaşiyê. Gelo çiqasî tevgereke bi aqil bû, yan jî çiqasî tevgereke berhema hisan bû? Bersivdana van pirsan zor e, ya rastî zêde hewce jî nîne. Li Tirkiyeya salên 1970 û 1980’î bi têgîneke siyasî ya ji du gotinan pêkhatî meş û jiyan gelekî girîng e. Ne sal, roj mîna gulleyan giran derbas dibûn. Hedefa pêkhatina wê dihat payîn ji xeyalê jî bêhtir şîlo û girravî bû. Hemin min zanîbû ku pêkanîna komekê jî karekî gelekî mezin e. Ne zehmet bû ku mirov texmîn bike, lîstika me ya komê ku me dilîst wê li ber çavên polîsekî îstîxbaratê yê herî jêhatî ciddî neyê girtin û henekê xwe pê bike. Çawa ku di tecrûbeya min a pêşî ya civakî de (tecrûbeya em dikarin bibin Kurd) ku min ragihandibû, gundiyekî gotibû “Tu ji dareke hişkbûyî re dipeyivî, tu yê dareke hişkbûyî çawa hêşîn bikî?” Diyar bû bi vê gotinê, ez bi bêbaweriyê pêşwazî dikirim. Jixwe gelek komên hemsalên me bûn, xwe nedigirtin û em weke ‘çeteya xwedê ji wan stendî’ bi nav dikirin. Tew UKOCU û APOCÎ jixwe bûbûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn. Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin.
Li ser bingehê Bernameya Partiyê ya ji bo bîranîna Hakî Karer hatibû amadekirin di 26-27 Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê bi ser Amedê ve civîna me ya ji 22 kesan a di asta kongreya damezrîner de du rojan ajot û bi vî awayî ev kongre jî qonaxeke din a girîng a riya me bû ku em ketibûnê û êdî veger jê tinebû. Weke PKK binavkirin û îlankirin, ya rastî dawiya demekê bû. Hem li gorî şert û mercên dinya û Tirkiyê, hem jî di pratîka komê de çi hewce dikir bi awayekî bingehîn hatibû kirin. Li vir şêwazê şoreşgerî girîng e. Ji ber ku bi tenê nehat gotin; bi gelek çalakiyan di zikhev de pêk hat. Ji şert û mercên berbiçav ên heyî mebest ew e, ji nava bajar, çîn û dewleta netewe li ser navê çîna ‘karker’ gav tê avêtin. Asta teorî û pratîkê li gorî vê bû. Gelek komên din bi heman rengî hebûn. Lê ti ji wan bi qasî koma me nikarîbû şoreşgertiyeke komple di kesayeta xwe de berbiçav bike. Ji ber vê, di dema darbeya eskerî de bêtevdîr hatin zevtkirin.
Ji serê salên 1979’an ve, min hewl da, ji du aliyan ve xwe bi tevdîr bikim. Ji aliyekî ve min dixwest amadekariyên têkoşîneke demdirêj li deşt û çiyan bikim, ji aliyê din ve jî min dixwest li derveyî welêt ji bo tevgerê riyekê vekim ku karibe pê bêhna xwe bide. Eger ez di vî warî de bi ser biketama bi awayekî vebirrî tevger ê mayînde bibûya. Li gorî şert û mercên demê gavavêtinên taktîkî yên di cih de, bi qasî pêşxistina stratejiyê girîng e. Em di demeke wisa de bûn. Min di mehên destpêkê yên salê de gazî Ferhat Kurtay (paşê li Zindana Amedê bû şehîd) kiribû û anîbû cem xwe. Me makîneya teksîrê li erebeya wî ya fermî kir û wî ez heta bi Qoserê birim. Di vê navberê de piştî Civîna Damezrandina PKK’ê bi qasî mehekê komkujiya Mereşê pêk hatibû. Em li Mereşê bi tesîr bûn. Ji sala 1925’an ve ji bo Kurdan biryara tesfiyekirinê hatibû dayîn û dihat meşandin. Di vê çarçoveyê de li herêma jêre Rojavayê Firatê digotin tevgereke Tirkîfîkasyonê li ser kar bû. Me li van deveran Kurdîtî hinekî zindî kiribû. Bi heman awayî bi komkujiyên li Meletî, Semsûr û Elezîzê bersiv didan vê yekê. Komkujiyên em behsa wan dikin, encama çalakiyên besît ên faşîstên sivîl nebûn; dewama qirkirinên dîrokî bûn û bi desteka NATO-Gladîo dihatin kirin. Li Amedê bi îlankirina PKK’ê me bersiva van komkujiyan dida. Di van salan de ku Desteya Wezîran a Bulent Ecevît li ber ruhdanê bû, me ev gavên dîrokî avêtibûn û komkujî pêk hatibûn. Di van salan de kontrgerîlla têra xwe bûbû xwedî însiyatîf. Ewqasî ji xwe piştrast bûn, li dijî Ecevît jî reşkujiyek ceribandin. Komkujiya Taksîmê ya berî vê bi salekê jî ji aliyê heman hêzan ve hatibû kirin.
Min di nîvê sala 1979’an de ji Ethem Akcan ê Pirsûsî re got, xwe amade bike em ê di sînor re derbas bibin. Ji bo vê li Ûrfayê çil rojî rawestiyam. Rewşa min mîna ya Brahîm Xelîl bû. Min gelek pûtên şaristanî û modernîteyê şikandibûn. Di wan rojan de ku gelek Nemrût bi xezeb li ser piyan bûn, ez li bajarê Nemrûtan bûm û ev têra xwe bûyereke balkêş bû. Ez li ser şopa derketinê ya Brahîm bûm. Di Pirtûka Pîroz de navê Pirsûsê weke Serûc derbas dibe. Hema hema piştî hemû serîrakirinan rewşa ji bo derketinê dîsa xwe dubare dikir. Di vê navberê de ez derketim ser kelha Ûrfayê. Ez li tevahiya kelheyê seranser geriyam. Ez li cem herdu stûnên Hz. Brahîm bi mencenîqê avêtibûn nava êgir demeke dirêj sekinîm û min li jêr temaşe kir. Piştî çend rojan Ethem Akcan xeber şand ku ji bo derbasbûna di sînor re her tişt amade ye. Her tiştê amade jî suwarbûna li mînîbuseke gund bû. Ez li mînîbusê suwar bûm û bi gundiyan re li gundekî ser sînor daketim. Ez hê jî difikirim, gelo çiqasî rast bû ku ez li wê wesayîta modernîteyê suwar bûm. Encama di vî warî de gihiştimê ev e: Mirov bi tevahiya amûrên zêhnî û fizîkî yên modernîteyê kar bike, ji çarenûssipartina xwe ya xwedayên serdema pêşî bi tehlûketir e. Berêvarê amadekariyên gava duyemîn ketin dewreyê. Kûryeyê bi navê Cehnî got “De rabin” û em rakirin. Eskerê nobedar têlên rêsayî rakirin û got “De hemşehriyê min bi lez biçe” û bi vî awayî em derbas kirin. Em li pey Ethem diçûn me pê li şopên wî dikir û bi meşa bizinan em ji zeviyê mayînkirî bihurîn. Ji bilî min, ev ji bo hemû kesên din rewşeke hêsan û normal bû, lê ji bo min dîrokî û cara pêşî bû. Min bi qasî Donkîşot jî xwe gurçûpêç nekiribû. Ethem alîkarê min ê bi tenê bû. Min hewl dida welatekî Nemrûtan bi hezarê salan lê agir bi erdê xistiye ji nû ve bigihînim îman û baweriyê. Li naverastê gelek hebû ku dihat înkarkirin û dixwestin koka wî biqelînin û ev gel li ber qedandinê bû. Înkar û îmhaya li ser vî gelî ewqasî giran bû, pûtên wî yên serê xwe li ber wan xwar bike jî tinebûn. Pûtên hatibûn şikandin biyanî bûn û pûtên modernîteyê bûn.
Mîna Hz. Brahîm piştî rêwîtiyeke çend rojan kudand min hew dît ez di nava Filistîniyan de me. Rojên min ên bêziman û bêtercuman dest pê kiribûn. Ji bilî girîngiya armancê tiştekî din tinebû ku min li ser piyan bigire. Eger fedekariyên Ethem nebûna, hewldanên min ber tiştekî nedigirtin, kolana avê bûn. Kesên ku bûyerên bi vî rengî bi serê wan de hatibin, girîngiya mezin a rêxistinî û têkilîdanînê ji bo civakbûneke nû dikarin ji dil fêhm bikin. Ya bi serê min de dihat û min didît heqîqetek bû ku di PKK’ê de rastî û girîngiya wê kêm hatibû fêhmkirin. Ev têkiliya me danî, belkî jî ji şerekî li meydanê girîngtir bû, lê li ser bi hev ketin. Qîmeta wê nezanîn û xirab bi kar anîn. Hevrê û hevalên durist hemûyan berdêla vê pirr bi êşên giran, zirar û ziyanên trajîk dan û hin xasûk û qurnazan jî ji bo şêweyekî qehremantiya erzan bi kar anîn. Qebîleya Brahîm di rê de gelek zor û zehmetî kişandibûn. Em jî bi awayekî qebîleyeke hemdem bûn. Zor û zehmetî li ser heman rê û belkî li heman mekanan hatin kişandin. Derketina me ya ji welêt bi awayekî jî dişibiya derketina Mûsa ya ji Misrê. Jixwe em weke heman qebîleyan bûn. Bi herhalî li ser xeta Ûrfa-Heleb-Şam-Quds-Misrê ji dema firewnên Sumer û Misrê heman çîrok bi hezar caran dubare bûye. Li gorî min, dîroka mirovatiyê ji dema komên mirovên pêşî ji Efrîkayê derketin û bi nava Asya û Ewrûpayê ve çûn heta roja me ya îro li ser vê xetê diyar bûye. Derketin û gavavêtina min û me jî xweber nîne, yek ji wan gavavêtinên dîrokî ye ku tevahiya kêliyên krîtîk pêkhatina wê neçar û ferz dike.
Mirov dema 1970’yî-1980’yî tevî nirxandinên îdeolojîk û siyasî, bi awayekî wêjeyî binirxîne û têkiliyên wê bi jiyana berbiçav re deyne wê bi roleke temamker rabe. Tevgerên îdeolojîk û siyasî di serî de wêje têkiliya wan bi hunerê re neyê danîn û heta bi nazenîniya hunermendekî neyên gurçûpêçkirin û meşandin kêmasiyeke mezin e. Heta mirov dikare bibêje wê nexweşokî bin. Mirov heqîqetê bi tenê nikare bi rêbazeke zanistî û îdeolojîk bide xuyakirin; mirov bide xuyakirin jî wê kêm bimîne. Şêweyekî bi vî rengî yê daxuyakirinê divê weke fikirsabitbûneke modernîteyê bê fêhmkirin. Ez ê di beşên pêş de bêhtir bidim xuyakirin ku modernîte kesayetê dike yekalî mîna ekonomîst, siyasetvan, îdeolog, akademîsyen, esker, karker, zanyar, rewşenbîr û wekî van, lewma mirov heta ji vê nêzîkatiye nebihure, nikare li dijî modernîteya kapîtalîst bibe xwediyê têkoşîneke yekpare û hevgirtî ango nikare bi awayekî serketî têbikoşe. Rêxistin, kesayet û gavavêtinên şoreşger heta xwe bi tevahî bi gurçûpêç nekin, bi çanda dîrokî-civakî û bi rewşa niha ya temsîla van çandan dikin têkiliyê daneynin û bi van rewşan xwe gurçûpêç nekin, bivênevê wê bikevin xefika jiyana lîberalîzmê. Modernîteya kapîtalîst bi sîlehên teorîk û îdeolojîk ên jiyana lîberal dihewînin hevber û hevrikê xwe dixînin. Wer tê bawerkirin ku ferd lîberal an jî jiyana lîberal, jiyaneke gelekî xwezayî û azad e. Lê ya rastî jiyanên bi vî rengî ji jiyana dînên herî hişk bêhtir xwedî jiyaneke dogmatîk û yekalî ne. Eger PKK bi heman awayî weke mînakên sosyalîzma pêkhatî ber bi bayê neketibe û bi temamî tesfiye nebûbe, nikarîbûne wê tesfiye bikin, sedema vê ya bingehîn ew e, bi heqîqeta civakî re bûye yek, pêve girêdayî maye û karîbûye bi gavavêtinên teorîk û pratîk ên di naveroka wan de nûjenxwazî heye bigihîne hev û bike yek. Di encamê de gavavêtin û meşa bi vî rengî li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst xwedî alternatîf in, û rê li ber pêşketina hêmanên modernîteya demokratîk vekirin. Mirov eger gavavêtinên şoreşgerî bi tenê daxe asta hêzeke fizîkî yan jî aliyekî taybet û beşekî, wê ev yek zû-dereng ji aliyê yekparetî û tevahîtiya jiyanê ve li dawiyê bê hiştin. Hêmanên şaristaniya paşverû û modernîteya kapîtalîst xwediyê hêza zêde ne. Tevî ku di warê hêzê de bêtewazuniyeke mezin heye jî têkoşîna bîrewerî û giyanê azad weke rehên xwe di nava tahtan de berdin pişkivîne, kulîlk vedane û ber girtine.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 20 Mijdar di demjimêr 20:00 an de li hember hêzên gêrîllayên me yên ku di sînorê TC-Îran ê re derbaz dibun de pastarên Îranê kemîn avêtine. Gêrîllayên me yên ku kemînê zu ferq dikin, di heman demê de bersiv dayîne pastaran û pevçûnekî dem kurt hatiye jiyankirin. Di encama vê pevçûnê de 3 pastarên Îranê hatine kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. roja 18 Mijdar dema ku li ser herêmên Mêrgê û Dirîşkê a girêdayî navçeya Sêrt Dihê tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk hat jiyankirin, di roja 19 Mijdar demjimêrên beyanî de ji ev liv û tevger vegûheziye operasyonê û berdewam kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 15 Mijdar demjimêr 11:15 an de di navbera gundên Vahdê û Xalid ku li nahyeya Kerkûk Daqoqê tevgera çeteyan pêşdikeve. Li hember van çeteyên tevgerê pêşdixin hêzên me yên gêrîlla heman demê de bersiv didin. Li vê derê 2 wesayît hatine roxandin û temamî 5 çete hatine kuştin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Tevgera me li hember êrîşên li ser Şengelê ji roja 3 Tebax heya niha li Şengalê ji bo parastina gelê me û herêmê bi armanca bicihanîna erkê xwe berxwedanek pir mezin pêşxistîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Roja 14 Mijdar di demjimêrên beyanî de çeteyên Daiş yên kuli derdorê Cûdalê, Şîlo û Skeniyê heyîn li hember çiyayê Şengal di tevgerek dijwarde êrîşek dane destpêkirin. Li hember vê êrîşê bersivdayîna gêrîllayên me di heman demê de pêkhatiye û pevçûnên di demjimêr 11:00 an de destpêkirîn heya demjimêr 15:00 an berdewam kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û Raya giştî re!
1. Roja 13 Mijdar demjimêr 19:30 û roja 14 Mijdar demjimêr 02:30 an de bafirên artêşa dagirker a Tirk yên keşfê li Herêmên Parastinê Yên Medya li ser herêma Zap, roja 14 Mijdar (îro) di navbera demjimêrên 00:00 û 01:00 an de ji li ser herêma Avaşîn balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk tevgerên keşfê yên berfireh pêkanîne.
- Ayrıntılar