Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên bin kontrola gerîla de liv û tevgera leşkerî, çêkirina çeperan û çêkirina karakonên leşkerî bi lez xistiye. Li ser vî esasî:
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Nîsanê de di navbera saet 12.00 û 13.00’an de balafirên keşfe ên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker li qadên Parastina Medya li herêma Metîn faliyetên keşfê dane meşandin û dîsa di 5’ê Nîsanê saet di 09.00’an de faliyetên keşfê hîna didome.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 3’yê Nîsanê de navbera saet 14:00 û 15:00’an de balefirên şer yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Parastina Medya, herêma me a Zapê re firiyane. Di heman dîrokê de navbera saet 13:00 û 15:00’an de balefirên şer li ser Herêmên me yên Parastina Medya re, li ser xeta sînro a Şemzînan a sînorê Bakûrê Kurdistanê re hejmarekî zêde a firînan pêkanîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 2’yê Nîsanê piştî nîvro de balefirên keşfê yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser qadên Şehîd Serxwebûn û Şehîd Kendal yên girêdayî Amedê re keşifekî zêde pêk anîne. Ev firînên keşifê heya sihara 3’ê Nîsanê hatiye domandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24'ê Adarê de saet di navbera 12:00 û 12:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Metîna Zagros û Garê yên Herêmên me yên Parastina Medyayê firiyane.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22'ê Adarê saet di navbera 05:30 û 08:00 de, balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagiker, li ser herêma me ya Zapê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re firiyane. Ev tevgera balafirên keşfê şeva 22'ê Adarê dewam kiriye û heta saet 04:00 ê sibeha 24'ê Adarê dewam kiriye.
- Ayrıntılar
Di heman demê de em tevgereke ji sifrê destpêkiriye û pêşketiye ne. Şoreşa me bi şerê berxwedanê pêşketiye, şoreşeke tekoşîna wê ya berxwedanê heye. Bi giştî şoreşeke ji bo mêtingeriya kuştinê bide sekinandin, civaka hatiye tune hesibandin û înkarkirin, ava bike û azadiya wê bi dest bixîne. Ji lewra tekoşîneke dijwar e. Tekoşîneke mirovatiyê ye. Tekoşîneke hebûn û azadiyê ye. Ji vî alî de tevgereke şoreşe ya ji sifrê destpêkiriye û bi gavên cûr be cûr pêşketiye. Weke mînak zayina ji sifrê ya Rêbertiyekê heye. Avakirina xeta polîtîk, bername ya teorîk heye. Teoriya şoreşgerî, teoriya şoreşê, afirandina bernameya şoreşê, derxistina holê ya îdeolojiya wê, felsefe ya wê heye. Cardin weke mînak partîbûyîna vê xetê, afirandina qodroyên mîlîtan ê pêşeng ku vê xetê derbasî jiyanê bikin û rêxistina pêşeng a ji van qadroyan pêk tê, avakirina rêxistina partiyê. Cardin pîvanên berxwedanê ya xeta siyasî, îdeolojîk a vê xetê heye. Ev hemû qonaxên pêşketinê yên cûda yê vê tekoşînê îfade dike. Ev tevgera berxwedanê ya Rêbertiyê, ku li dijî komkujiyê tekoşîna hebûn û azadiyê ye, qonaxên cûda yên pêşketina vê tevgerê dide me. Di pêşketina van qonaxan de bûyerên diyarker hene. Kesayetên nûneriya van qonaxan dikin hene. Kesayet û bûyerên mohra xwe li pêşketinên van qonaxên bingehîn ên şoreşgerî xistine hene. Ev taybetmendî û pîvanê van qonaxan derdixîne holê. Ji xwe em zayîna Rêbertiyê dizanin. Em tevgereke ku Rêber Apo ji sifrê destpêkiriye û pêşxisti ye ne. Diyarbûyina xeta bîrdozî û siyasî, veguherandina wê ya partiyê de roleke diyarker, ya kesayeta Heqî Qarer heye. Rêber Apo ev got, “ PKK tevgereke ji bo bîranîna Heqî Qarer hatiye rêxistin kirin”. Got, ji bo bîranîna Heqî Qarer partîbûyîn. Partî ji ber vê dibe partiya şehîdan. Dibe partîbûyina bîranînekê. Weke mînak, xeta îdeolojîk, siyasî ya vê partiyê îfade dike, xeta berxwedanê ji ku hat? Ji girtîgehan derket. Li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê tekoşîna berxwedanê ya li girtîgeha Amedê ev xeta berxwedanê dide. Kî nûneriya vê dike; Mazlûm Dogan, Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr û hevalê din ê şehît ketine. Van a nûneriya xeta berxwedanê kirin. Çi derxistin holê? Bi dil û meji yê xwe li dijî her cûre, zilm, înkar û faşîzmê li berxwedan û nîşan dan ku hêza binxistina wê heye û ev mumkun e. Xeta berxwedanê ya fedaî afirandin. Xeta berxwedanê ya girtîgehê, xeta berxwedana fedaî bû û ev derxist holê; ev xeta Rêbertiyê û tevgera partîyê ya ev derbasî pratîkê kir, tenê bi xeta berxwedanê ya fedaî mirov dikare derbasî jiyanê bike. Ev xeta berxwedanê ya fedaî bi 15’ê Tebaxa 1984’an li çiyê veguherandina gerîla heye. Anîna xeta berxwedanê ya gerîla, gihandina taktîkekê, yanî gihandina xeteke çalakiyê heye. Kî nûneriya vê dike? Kesayeta Mahsûn KORKMAZ nûneriya vê dike. Rêxistinkirina gerîla ya ji 1980 û şûn ve, ji 1983 û şûn ve jî bi gavên pratîk pêşxistina wê de, amadekirin û pêkanîna tevgera şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an û di berdewam kirina wê de li herî pêş xeta mîlîtan û fermandar Rêheval Egîd nûneriya wê kir. Ji lewra xeta gerîla afirand. Heyameke nû derxist holê. Ev heyam ku dema gerîla bûyinê, di tekoşîna gerîla de tekoşîna partîbûyinê, Rêber Apo ji bo vê got: Di rizgariya netewî de partîbûyin. Ji lewra hemû pîvan û taybetmendiya gerîla kesayeta Egît diyar kir. Gerîla jî çawa ku partî ji bo bîranîna Heqî Qarer hate rêxistin kirin, gerîla jî ji bo bîranîna Mahsûm Korkmaz hate rêxistin kirin. Rêber Apo di kongreya 3. de damezrandin û meşandina artêşa gerîla weke rêxistinkirina bîranîna Mahsûn Korkmaz bi nav kir û hate rêxistin kirin û heta roja me bu saziyeke bingehîn, rêxistineke bingehîn a tekoşîna berxwedanê dimeşîne. Veguherî artêşeke gerîla. Hemû pîvan û taybetmendiyê xeta tekoşînê ya vê artêşê kesayat a Mahsûn Korkmaz nûnerî jê re kir. Afirandina heyameke wisa, pîvan û taybetmendî dana wê, di asta yekemîn de pêşengî jêre dikir. Di şoreşa me ya berxwedanê, di şoreşa me ya azadiyê de cihê wî, rola wî ev e. Dayina taybetmendî û pîvanê ya ji bo pêvajoya berxwedaneke bi vî rengî, ji ber fermandarekî pêşeng bû.
Di vê mijarê de nîqaş û nîrxandinên girîng hate kirin. Herî zêde jî Rêber Apo kir. Pişt re jî tevgera gerîla, di dibistanê gerîla de van nîqaşên bingehîn dikin. Çima dike? Xeta fermandar a gerîla çiye, nûneriya fermandar û şervan bi pîvanê xwe çawa ye, ji bo van eşkere bike. Ji lewra li gorî vê xetê gerîla pêşxistin, hemû hêzê gerîla li gorî pêwistiyê vê xetê perwerdekirin û rêxistin kirinê ev tê kirin. Ji aliyê din ji xwe hin nêzîkatiyên şaş ê li ser vê xetê tê ferzkirin hene. Bê îddîa, bê vîn, paş de dixîne, pasîfîze dike, bi van nêzîkatiyên çetetiyê dike, ji xetê qut dike, ji lewra xetên, pîvanên fermandar û şervan ji rê derdixîne hene. Ev jî weke nêzîkatiya çeteyên çaran, nizanim weke çeteyên gelek cûda yên çeteyên hevkar derketin holê. Niha li gel van xetan ve xeta rast a gerîla, fermandariyê van xetan temsîl dikin û fermandariyê ji bo gerîla di xeta Apocîtiyê de veguherînin, û ji xwe ji bo van nêzîkatiyan ji hev cûda bikin û muqayese bikin ev nîqaş hatin kirin. Xeta fermandariyê ya Rêheval Mahsun Korkmaz nûneriya wê dikir, herdem hate nîrxandin. Rêber Apo ev got “ew kesayeta xeta îdeolojî û polîtîk ya partiya me di xeta leşkerî de temsîl dikir, yê ew derbasî pratîkê kir, yên pîvan û taybetmendiyê wê jiyandikir, dida jiyankirin, ji lewra kesayetê nûneriya pîvanên gerîla dikir û ew kesayeta pîvanên pêşeng ê gerîla temsîl dikir bû. Pîvanên fermandar, taybetmendiyê fermandar ê Rêheval Mahsun Korkmaz wisa derket holê. Bi rastî jî pîvanên mîlîtanên partiyê bê kêmasî di kesayet a xwe de temsîl dikir. Taybetmendiya wî yên pir bi nîrx hebûn. Di aliyê fîzîkî de hezekî wî ya mezin nebû. Aliyê wî yê ji herkesî hêztir, aliyê wî yê fizîkî an jî derfetên wî yê maddî ne mijara gotinê bû. Lê di wî laşê wî yê biçûk de dilekî pir mezin hebû. Cardin di mejiyê wî de vîn û baweriyeke bêhempa dihewand. Mejî û dilê xwe ji bo gelê kurd, mirovên kurd, azadiyê Kurdistanê ve girêda bû û bi wan re bibû yek, di vê wateyê de rastiyeke wî ya kesayeta xwe bi gel û welat kiribû yek. Di vê astê de bi rastî jî kesayeteke pir rêzdar, pir dilniz bû. Pir durust û dilsoz bû. Têkiliyê wî yê bi mirovan re pir bi pîvan û haydar bû. Pir perwerde dikir, rê nîşan dida. Him difikirî, him afirîner bû him jî pêk dianî. Di kesayeta Egîd de di pîvanên wî yê fermandariyê de peyvên vala nebû. Ji bo çep û rastê ferman dayîn nebû. Karekî ku wî nikarî bû bikira ji tu kesî re nedigot bike. Tiştê pêwîst be bê kirin, biryar digirt û ji bo li gorî pêwistiyê wê pêk were, berî hemû kesî li herî pêş tevlî dibû. Him bi xwe kiriye, him jî ji bo kesên din wezîfeyê xwe pêk bîne alîkarî dida, piştgirî dida. Fermandariya wî wisa bû. Egît di fermandariya xwe de him fermandarî him jî şervantî dikir. Bi qasî her şervanî şervanê çalakî û jiyana gerîla bû. Lê ji herkesî zêdetir jî ji bo herkesê di yekîneyê de kesên vî karî bike alîkarî dikir, piştgirî dida, hêz dida, rêxistin dikir, pêşengtî dikir. Di fermandariya wî de wisa kedeke mezin hebû, hewlidan hebû, pêşengtî hebû. Karê giran digirt ser xwe. Di hemû jiyana xwe de wisa bû. Him şervantî kir, him jî fermandarî. Ji lewra him bû nefer, him jî pêşeng. Him bû mîlîtanê partiyê him jî fermandarê gerîla. Vana hemû di kesayetekê de bi awayekî xurt gihand hev dû. Van hemû pîvan û taybetmendiya, di nava tekoşîna pratîk de xwe perwerde kir û bi gelek aliyan, xwe pêş xist. Li ser vê bingehê girêdana wî bi welat ve pir xurt bû, girêdana wî ya gel pir xurt bû. Baweriya wî ya azadî û demokrasiyê pir xurt bû. Girêdana wî ya van taybetmendiyan hemû temsîl dike, ji rastiya Serokatiyê re, girêdana wî ya xeta Rêbertiyê pir xurt bû. Kesayeta wî bi wan taybetmendiyan hemûyan hatibû hûnandin, xwe bi wan re kiribû yek. Ji bilî wan kesayeteke wî nemabû. Bi xeta Rêbertiyê, bi rastiya gel, bi rastiya welat, armanca azadî û demokrasiyê bi hişmendî, nêzîkatî di ruh û dilê kesayeta Egît ve bibû yek. Ji lewra her tişt bi hundirê wî dihat, ji dil dikir. Her gotinê xwe jê bawer dikir û digot, her karî jê bawer dikir û pêk dianî, bi xwestek dikir, difikirî û dikir. Ji lewra gotinê herî xweş digot. Biryara herî rast dida. Xebata herî bi bandor, herî serkeftî dikir. Her cîhê diçû serkeftin bidest dixist. Li her cîhê lê bû gotina wî dihat guhdarkirin. Dihat hezkirin. Ew wisa ne fermandarekî biraye, hatibû wezîfedar kirin. Bi ked a xwe, bi pêşengtiya xwe, bi xwezayî ji hêla yên gel wî dihat hilbijartin, fermandarekî dihat pejirandin. Rêbereke xwezayî bû, fermandarekî xwezayî bû. Mîsoger pîvanên wî yê fermandariyê wisa bû. Pîvanê vî fermandariyê li Kurdistanê afirand. Fermandarbûyîna xeta Rêbertiyê vê pêwîst dibîne. Van hemû pîvan û taybetmendiyê vê fermandariyê kesayea Mahsun Korkmaz derxist holê û danî pêşiya ciwanê kurd. Danî pêşiya gerîla yê kurd. Bû fermandarê damezrîner ê gerîla yê kurd. Heta niha hemû tevgera gerîla, di fermandariya Mahsun Korkmaz, ji bo bîranîna wî di xeta wî rêxistin dibe, dimeşe, tekoşîn dide, heta roja me ya îro di xeta nebinkeftinê de li berxwedide û bûye tevgereke gerîla ya bûye mîsogeriya serfiraziyê. Wê bi vî rengî jî berdewam bike.
Hevalê Egîd bêberjewendî, bêhesabên şexsî bi giştî ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê kurd, ji bo azadkirina Kurdistanê li ser esasê xwe dayinê tevlîbû. Bi wêrekî û fedakariyeke mezin tevlîbû. Ji destpêka tevlêbûnê û şûn ve di nava tekoşîna herî hişk û dijwar cih girt. Her dem di nava refê pêşî de cîhê xwe girt, di nava şer debû. Bi karê herî zehmet ê şoreşê ve mijûl bû. Bi karê wêrekî û fedakarî bixwest re mijûl dibû. Li Êlihê ev kir, li Sêwrekê ev kir. Li Lubnan û Fîlîstînê wisa xebitî, xwe amadekir. Cardin li herêma Êlihê ji bo amadekirina gerîla rol a xwe lîst, piştre di 82-83’ande ji bo amadekirinên pratîk ên gerîla, bi helavê Mehmet Karasungur ve pêşengtî kir. Xebatê amadekariyê meşand. Çalakiya Dihê (Erûh) ya pengava 15’ê Tebaxa 1984’ande hate li darxistin, fermandariya wê kir. Her dem di xeta gerîla de bû, di xeta berxwedanê de bû. Di xeta aktîf a xeta tekoşînê de bû. Vê gihand gerîlabûyinê, ji bo avêtina gule ya destpêkê pêşekngtî kir. Bû fermandarê gule ya destpêkê avêt. Piştre jî ji bo li dijî hemû êrîşên şerê taybet ê faşîst û paşverû ji bo gerîla berdewam bike israr kir, pêşengtî kir. Li dijî hemû lawazî û kêmasî ji bo xeta gerîla berdewam bike, were rêxistinkirin, heta dawî bi israr bû, bi rik bû, berxwedêr bû. Di 84’an, 85’an û heta Newroza 86’an wisa meşiya. Di Newroza 1986’ande pêşengtiya berxwedanê kir û cardin di pêvajoya pîrozbahiyên Newrozê de di pevçûneke ketê de di 28’ê Adara 1986’ande li Gabarê şehîd ket. Heta wê demê herdem bi lehengî tevlî tekoşînê bû, bi lehengî meşiya, bi lehengî şer kir û şehîd ket. Ji lewra tevgera me vê rojê weke qehremaniya netewî pejirand, bi nav kir. Gelê kurd jî vê wisa dipejirîne. Navbera 21’ê Adarê û 28’ê Adarê weke hefteya qehremaniya netewî pejirand. Hefteya di navbera şahadeta Mazlûm Dogan heta şahadeta Mahsûn Korkmaz de weke pêvajoya qehremaniya netewî binav kir. Rêber Apo, Hevalê Egîd weke remza (sembol) lehengiya netewî binav kir. Çima weke remza lehengiya netewî binav kir? Ji ber ku li dijî rejîma faşîst a leşkerî dema li ser bingehê berxwedana gerîla weke dema lehengiya netewî binav kir. Got ev dema lehengiya gel e. Di dîroka hemû gelan de heyamên dîrokî hene. Çine van heyamên lehengiyê? Di heyameke tarîtî herî zêdeye, ronahiya serkeftin û serfiraziyê herî kêm tê dîtin, dema zilm herî tariye, zext, tirs, xof, bêvînî, bêîddîabûn herî zêde tê jiyîn, heyameke ku mirovên civakê nikarin xwe azad temsîl bikin û bijîn, berovajî vê li dijî van hemûyan heyameke tekoşînê ya gel xwe azad, demokratîk temsîl bike, bi vîna xwe jiyan bikeye. Gel bi van hene. Ji xwe wisa dibin gel. Di demên wisa de, gelên di bin zextê de karibin pêngavên pêşketinên berxwedanê bikin pêşdikevin. Dibin gel. Lê ev ji xwe wisa bi pîvanên asayî nabe. Bi pîvanên asayî nabe. Wêrekiyeke mezin dixwaze, fedakarî dixwaze. Vaye ji van heyaman re dibêjin heyamên lehengtiyê. Weke ku van lehengan gelan diafirînin. Helbet lehengan jî gel diafirînin. Ji nav a xwe derdixînin. Vaye 12’ê îlonê di heyama di bin derbeya leşkerî ya faşîst de dema xwe ya herî tarî jiyandike. Zilma di girtîgeha Amedê tê zanîn. Zilma li derve tê zanîn. Cuntaya di pêşengtiya Kenan Evren de li Kurdistanê çiqas komkujiyên qirêj kirine bîlançoya wê hîn jî nayê eşkerekirin. Dewlet ji vê ditirse. Wê ev ruyê dewletê yê qirêj derkeve holê û dewleteke çiqas zalime, dewleteke reşkujer e wê were dîtin. Ji ber wê niha dernaxînin holê. Vaye heyameke wisa bû. Mirov di nava tirsê de bûn. Gel hatibû tepisandin. Rêxistin hatibûn belavkirin, xistibûn girtîgeha û li wir li ser wan îtirafkarî dihat ferzkirin, bi îşkenca dixwestin teslîm bigrin û dixwestin tune bikin. Li der ve zilma leşkerî, zilma polîsan di asta herî jor bû û gel xistibûn bi zexteke ku êdî hêza xwe ya berxwedanê wunda kiribû. Li ser civakê ev ferz kiribûn, dixwestin van bi wan bidin kirin. Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî vê pêşket. Destpêkê berxwedana girtîgehê ya mezin pêşket, bi vê serkeftineke mezin a îdeolojik hate bidestxistin. Lê ya serkeftina îdeolojîk ya leşkerî û siyasî temsîl dikir pêngava 15’ê Tebaxê bû. Tekoşîna li ser bingehê pêngava 15’ê Tebaxê pêşket vaye li dijî heyama herî tarî ya dîrokê, bû heyama lehengiyê ya gel. Heyama lehengiyê ya gelê kurd, heyama berxwedanê ya li dijî rejima leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê ye. Di vê berxwedanê de 15’ê Tebaxê bi pêngava xwe ya şoreşgerî tê temsîl kirin. Ev pengav, pengava lehengiya netewî ya gelê kurd e. Pêşengê, nûnerê vê pengavê jî Rêheval Mahsun Korkmaz e. Ji lewra ev dibe remza pêngava lehengiyê. Yên vê pengava lehengiyê temsîl dike, hemû şehîd li pey şopa wî dimeşin, dibin fermandariya wî de meşiyan û şehîd ketin, dibin fermandarê wê yê mezin. Rêber Apo ji vê re got, “şehîdên şehîda”. Ji lewra ev şehîdên heyama lehengiyê di kesayet a xwe de temsîl dike, ji bo vê bû lehengê netewî. Lehengiya netewî bi wêrekî û fedakariyeke mezin a tu kesî di wê astê de bi wêrekî û fedakarî, bi serfirazî nikarîbû bimeşe, di demek wisa de bi pêkanîna vê meşê afirand. Dayina navê lehengê netewî, bi berxwedanî tekoşîn kirin û heta nefesa xwe ya dawî temsîlkirina xeta berxwedaniyê lehengtiya wî ya netewî afirand. Lehengtiya netewî derxist holê, nûnertiya wê kir. Ji lewra rastiyeke derket holê, hate afirandin, destpêkê partiyê, piştre jî gel dayê pejirand. Mafê wî dayê. Bi vî awayî weke lehengê netewî yê gelê kurd di dîrokê de cîhê xwe girt.
- Ayrıntılar
Ew ji mirinê natirsin, bi îradeya xwe ya polayîn destpêka dîrokeke nû ne û di dîroka tejî rezalet û bindestiya Kurdan de rûpelekî nû vediken. Canê şirîn dibexişînin, lê radestiyê napejirînin. Ew ne heqareta hakim û generalên sitemkar û ne jî serdestiya ala sîstema serdest û şovenîst dipejirînin.
Lewra ew bi dengekî bilind qêriyan: “BERXWEDAN JIYAN E”.
Di girtîgeha Amedê de êşkenceyên giran, sivkatiya bi netewe û dîroka Kurdan, lêdan û bê edaletî tev bûn yek, lê Mazlûm û hevalên xwe li ser doza xwe berdewam û baweriya wan ya bi serkeftinê qet nehat şikandin.
Kurte Jiyana Mazlûm DOGAN
Mazlûm DOGAN di sala 1955’an de li gundê Teman yê girêdayî Depê li wilayeta Elezîzê li Bakûrê Kurdistanê di nava malbateke nîv halxweş de çavên xwe li vê cîhana tijî zilim û neheqî vekir. Ji şeş xwîşik û biran: Arife, Asiya, Nezaket, Fewzî, Mazlûm û Delîl ew zarokê malê yê pêncan e. Navê bavê wî Kazim û di nava xelkê de wek Hosata Kazim mirovekî bi disiplîn û li ser torekirina zarokên malê pir bi îsrar bû ku di civakê de kesên jêhatî bin. Dayika malê Kebîre DOGAN jineke zana û hertim li ser dîroka Kurdistan, serhildana Seyîd Rizayê Dêrsimî û zor û zordariyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rastî gelê Kurd hatine, bi wan re diaxive.
Serdema zarokatiya Mazlûm DOGAN di nava etmosferekî germ û xweş de derbas bû. Ji biçûkatiyê heya temenê ciwaniyê Mazlûm û Delîl zarokên jîr û xwedî hinek taybetmendiyên cuda bûn. Yek bêdeng û mîna navê xwe mazlûm û yê din tev liv û lebat, coş û bizav bû. Delîl rewşa jiyana gundiyan bû.
Mazlûm piştî bi dawî anîna xwendina xwe ya destpêk, navîn û amadeyî (lîsê) çû zankoya perwerda mamostatiyê ya bi navê Balikkesîr ê. Pişt re di sala 1974’an de bi pileya herî bilind li zanîngeha Hacettepeyê di beşa aboriyê de hat pejirandin. Ji sala 1976’an û pêde ku hêdî-hêdî agirê şoreşeke nû li Bakûrê Kurdistanê hildibû, bandora xwe ya şiyarkirinê li ser ciwanên Kurd jî çêkir. Ew ref bi ref diçûne nava şoreşgerên Apo’cî. Di dawiya sala 1976’an de Mazlûm DOGAN xwendin terikand û di nava koma yekê ya endamên damezrînerên PKK´ê de cih girt. Di destpêka karê xwe yê di nava partiyê de jî, Mazlûm bê rawestan dixwend û dixebitî.
Mazlûm çendî ku pir ciwan bû jî, lê bi kesayet, zanabûn û xebata xwe ya bêhempa bala hemû rêhevalên xwe dikşînê ser xwe. Mazlûm di heman demê de, ji aliyê gel ve jî pir tê hezkirin. Cihê ku Mazlûm lê kar û xebat bikirbûya, li wir aliyên dijber nediman û ji wir direviyan. Mazlûm hemû derên ku diçûyê vedikir û dost û heval qezenç dikirin.
Apociyan ji destpêka xebata xwe de bala hemû aliyan kişandin û derdorên dijber û dewleta faşîst dest bi plan û êrîşan kir. Di aliyekî de grupên çep û nîjadperest û di aliyê din de jî xayînên Kurd êrîşî ciwanên Apocî dikirin. Şehadeta rêheval Hakî jî encama vê yekê bû. Jixwe dewlet jî destgirtî ranediwestiya. Her tim dixwest ku vê tevgera ciwan ji holê rake.
Derbeya Leşkerî û Şehadet
Sîstema serdest li Bakûrê Kurdistanê sîstemeke sîtemkar û hebûna Kurd û Kurdistanê jî, di manîfestoya wan a şovînîstî de qedexe û xwedî derketina ji mafên netewî heya roja îro hê jî gunehekî mezin tê hesibandin. Ji wan re jin û mêr, keç û xort û hemû azadîxwaz dijminên komara Tirkiyê ne.
Di sala 1980’an de Kenan Evren bi derbeyeke leşkerî desthilatdariya Tirkiyê xiste destê xwe û li Kurdistanê rewşa awarte welat ber bi wêraniyê û Kurdistan jî kirin girtîgehek mezin. Bi sed hezaran şoreşgerên Tirk û Kurd ji tirkiyê derketin derve û bi sedhezaran jî ketin zindanên faşîstan, bi êşkence û hemû curên nêzikatî û kiryarên ku rûmeta mirovan dişkînê re rû bi rû man.
Êşkencekaran hemû rê û rêbazên derveyî exlaq û dûrî pîvanên mirovahiyê li hemberî şoreşgeran bi kar dianîn. Ew ji rûmeta wan dixistin, ji mirovahiyê qutdikirin û jiyan li wan dikirin dojeh.
Di aliyê din de, bi taybetî li ser şoreşgerên PKK’ê hemû cûreyên êşkenceyê bi kar dianîn û teslîmiyet li wan dihat ferzkirin. Helbet şoreşgerên PKK’ê mirovên bilind û şanaz in û bi êşkenceyan teslîm nayên girtin. Li aliyê din jî, hin kesayetên lewaz û pûç teslîmbûn, ketin rewşa xiyanetê û rêhevalên xwe firotin. Dewletê dixwest ku hemû girtiyên PKK bi êşkence û hin sozan bixapînin û teslîm bigrin û berxwedaniya wan bişkînin. Li hemberî êşkence û ferzkirina teslîmiyetê rêhevalên me yên qehreman dest bi çalakiyan kirin.
Helwesta şorşegerên PKK’ê di dadgehan û li hemberî hakiman pir bi wate bû û di tevayî cîhanê de deng vedida. Êdî li cihê ku hakimê dadgehê hevalan bidarizînê, hevalan ew dadrezandin. Parêzname û goftûgoyên di navbera heval û dadgeran de vê yekê bi eşkere radixe ber çavan.
21’ê Adara sala 1982’an Mazlûm DOGAN li girtîgeha leşkeriya Amedê bi sê darikên şixatê(kibrît) cejna netewî ya Newrozê pîroz kir û ji bo protestokirina cinayetên bê sinor û bilindkirina dengê azadîxwazên Kurd dawî li jiyana xwe anî. Pişt re jî, di 18’ê Gulana sala 1982’an de Eşref ANYÎK, Ferhat KURTAY, Necmî ONER û Mahmut ZENGÎN bi armanceke wiha canê xwe dan ber agir. Êdî ji wê û şûnda di 14’ê Tîrmeha sala 1982’an de endamên komîta navendiya PKK’ê Kemal PÎR, Xeyrî DURMUŞ, Alî ÇİÇEK û Akif YİLMAZ jî dest bi girava biçîbûnê kirin û yek bi yek tevlî karwanên şehîdên rêya azadiyê bûn.
Jiyana ku wan ji nûve li Kurdistanê afirandin, jiyaneke watedar bû. Xwîna wan vala neçû û serhildanên ku îro li Kurdistana mezin berdewam in, berhemê dilop-dilopên xwîna wan qehremanên me ne. Newroz newroza wan e, PKK, PKK’ya wa ne,
Kurdistan ya wan e, gerîla yên wan in, azadî berhema xwîna wan e.
Îro jî, bi hezaran Mazlûm li çiyayên Kurdistanê li hemberî dewleta faşîst a Tirk şer dike. Bi hezaran Mazlûm li kolanên bajarên Kurdistanê li hemberî dewleta dagirker di nava serhildanê de ne…
Hîn jî banga Mazlûm « Berxwedan Jiyan e » li tevayî Kurdistanê bilind e û gelê Kurd ji berxwedanê jiyanek hemdem û azad afirandin.
Şehîd Namirin
Berxwedan Jiyan e
- Ayrıntılar
Navê Kod: Ajîn Garzan
Nav û Paşnav: Leyla Altan
Cih û Dîroka ji Dayikbûnê: 05 06 1975/ Êlih
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 1993/ Êlih
Cihê û Dîroka Şahadetê: Di 24`ê Adara 2012`an de li Bedlîsê (li qada Şêx Cuma) di pevçûnê de
Ji jiyana nevîya Elîyê Yunus, Heval Arjîn Xerzan a wek behrekî ku dilopek jî be, ez karibim bînim ziman û binivîsim, ezê pir kefxweş bim. Bêguman ez di zanebûna wê de me ku ezê nikarbim rastiya wê fermandara leheng biqasî ku tê xwestin binivîsim. Ji ber ku mirov rast û bi besî binivîse, pêwîste ku ji zarokatiya wê heya şehadeta wê mirov baş lêkolîn bike û bizane. Ez ancaq karibim çend bîranînên ku me bi hev re jiyankirî û bandora wê ya ku li ser min çêbûyî, hinekî bînim ziman. Çend rojên ku em li welatê bav û kalê wê, cihê serhildana Eliyê Yunus bi hev re man, ji bo min pir bi nirx û balkêş derbazbû. Em bi deh salan di heman şoreşê û nav gerîla de bi hev re man û têkoşîn meşand, lê cara yekem me hev dû di sala 2007’an de li Xinêre, li Ocaxa PKK’ê dît. Min jî hevala Arjîn mîna we bihîstî bû û tevlîbûna wê ya xebatê ya serkeftî, hatibû guhê min. Jina têkoşer û serbilind hevala Arjîn, tenê ne li çiyayê Kurdistanê, li gelek qadên têkoşînê, xebat meşand. Herî zêde li eyaleta Xerzan û qada Ewrûpa tevlî xebatên têkoşîna azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê bû. Herî dawî piştî çend sal li Başûrê Kurdistanê tevlîbûna wê ya xebatê, ew sala 2010’ê biharê cardin derbasî warê kal û pîrikê xwe, eyaleta Xerzan bû. Ew cardin gihişti bû cihê serhildan û berxwedana gelê Xerzan ku di bin serkêşiya malbata wê de, mala Eliyê Yunus, hatibû pêşketin. Ew di destpêka tevlêbûna gerîlatiya xwe de li wir tevlîbû û dest bi şopdariya bapîrê xwe kiribû, li dijî dagirkeriya dewlata Tirk.
Belê, min bihara 2007’an li dibistana PKK`ê dema ku hevala Arjîn rêveber bû dît û ez mehek zêdetir li gel wan mam. Hevala Arjîn berpirsyara dibistanê bû û du dewre di vê dibistanê de perwerde dît. Hevala Arjîn biqasî xwe perwerde dikir, ewqas jî perwerde dida hevalên dibistanê. Pîvan û zanebûna xwe ya PKK’ê û girêdana Rêber APO, di asta jor de bi heval Arjîn re hebû û dida jiyankirin. Bi van dewlemendiyan tevlî nîqaşên perwerdê dibû û bi hevalan re parvedikir. Parvekirina wê ya ji dil û paqij, hêz dida mirov û nakokiyên ku di serê mirov de hebûn, derbaz dikirin. Rastî jî di warê dîrok û rastiya rojevê de, ew baş pêgihiştî bû û ji hevalan re pir zelal dianî ziman. Mehekî ku min bi hevala Arjîn re derbaskir, min ji hevaltiya wê ya paqij û danûstandinê wê yên bi pîvan, hêzek xurt girt. Hevala Arjîn bi zanebûna xwe ya rêxistinî û girêdana nirxê şehîdan û wî rûyê xwe yê biken, bi bejna xwe ya dirêj û çavê xwe yên zer, hezkirin û rêzgirtina xwe pir li ser hevalan çêkiri bû. Di warê lêhûrbûn û hişmendiya xwe de, pir kûr û fireh bû. Ji ber vê bû tevlîbûn û nirxandinên xwe kûr û dida fêmkirin. Piştî vê perwerda dibistana PKK’ê ew derbasî eyaleta Zapê dibe û di fermandariya eyaletê de cih digire. Cara duyemîn a min ew li herêma Dorşînê ya nêzî Pasûra Amedê, payîza 2010’an de dît. Ew nû ji Başûrê Kurdistanê hatibû û daxwaza wê ew bû ku xurt tevlî pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe bû. Vê carê moral û coşa hevala Arjîn bêhtir xuya bû, ji ber ku ew hatibû eyaleta Xerzanê, wê tevlî şerê azadiya Kurdistanê bûya. Jixwe ew tim bi armanca azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê, têkoşîn dida. Lê ji bo wê têkoşîn li warê bav û kalê xwe meşandin, hestekî cûda pêre çêdikir. Ji ber ku şopên berxwedana Mela Yunus hêj pir diyar bû û wek neviyê wan, eşqa şopdariya wan jiyan dikir. Ew şopdara keça Eliyê Yunus, Rindexanê bû, Rindexanê, piştî serhildan têk diçe tê girtin û dikeve destê artêşa Tirk. Lê ew li berxwe dide û nahêle ku destê qirêj ên leşkerê Tirk bigihijiyê, wiha ji leşkerê Tirk re dibêje “hûn di welatê bavê min de dest nedin min, dema ku we ez ji vê axê derxistim, hûn çi ji min bixwazin ezê bînim cih” ango dixwaze wan bixapîne heya ku derfetê xwe kuştinê bibîne. Leşkerên tirk vê daxwaza wê dipejirînin û wê bi xwe re dibin. Piştî ku ew digihin ser pira Mala Badê, helbestekî li ser girêdana xwe ya welatê xwe dixwîne û xwe ji ser pir diavêje ava çem û dawî li jiyana xwe tîne! Çîroka vê jina serhildêr ku heya dawî paqijbûna xwe û azadiya xwe parast, girêdana xwe ya bi axa xwe re da nîşandan û li ser axa xwe dawî li jiyana xwe anî. Belê, hevala Arjîn ev çîrok ji me re digot, dema digot her çend hevokan carekî navberek dida û nefesek kûr dikşand dilê xwe û keserek berdida. Di rûyê hevala Arjîn de diyar bû ku çiqas Rindexanê, di dil û hişmendiyê xwe de jiyan dike. Hevala Arjîn jî bûbû şopdarê berxwedaniya Rindexanê ya ku ji malbata wê bû, girêdayî nirxê wan jiyan dikir û têkoşîna azadiyê dida. Belê hevala Arjîn di derheqê dîroka serhildana Eliyê Yunus de xwedî agahî bû û wek zarokekê wê serhildana berxwedêr ku bi hezaran xwe dan kuştin, lê ew tu car li hember hovîtiya dewleta Tirk serî danenîn. Heval Arjîn bi vê serhildanê ser bilind bû û wek neviyê wan erkê xwe yên şopdarî û tol rakirina wan baş dizanî. Di tevayê têkoşîna xwe de, bi vê fedakarî û xwestekê tevlî xebatên azadiya Kurdistanê bû.
Piştî hevala Arjîn gihişt Dorşînê gel me, me civîna xwe kir û nîqaşê pêwîst meşandin. Destpêkê hevala Arjîn ji ber ku nû ji Başurê Kurdistanê hatibû, perspektîfên rêxistinê veguhazt me û erkê qada me yên demê çi ye, tiştê ku rêveberiya rêxistinê jêre gotibû, ji me re anî ziman. Me jî di derheqê qadê û eyaleta Xerzanê de agahiyên nû danê. Bi nêrînên xwe yên ku di civînê de anîn ziman, diyar bû ku lêhûrbûna xwe ya tevlîbûnê pir xurt e. Jixwe ew bi amadekariyeke baş hatibû û hêviyek mezin dida mirov ku xebatekî serkeftî bimeşîne. Ev bi coş û xwesteka xwe diyar dibû. Piştî ku civîna me xilasbû, me bi hev re berê xwe ji Dorşînê da herêma Sasonê û ber bi welatê Xerzan ketin rê. Çar şevê tijî ku ji êvarê heya sibehê, bê navber em meşîn û gihiştibûn herêma Sasonê. Di van çar şevê tarî û dirêj de, hevala Arjîn moral dida koma me û ne dihişt heval biwestin. Tim bi hevalan re rûbiken bû û çîrokên berxwedaniyên welatê Xerzan ji me re digot. Ji ber ku ew berê jî li vanderan mabû, baş nasdikir û bi hevalan dida naskirin. Bîranînên wê yên eyaleta Xerzan pir bûn û çiqas digot, xilas nedibûn. Hevala Arjîn meşa xwe xurt û zîrek bû, dibe ku jî ji eşqa welatê xwe ewqas bi coş û zîrek dimeşî. Tevayê çiya û gelê herêmê baş nasdikir û dixwest ku cihê ku heval nedigihiştinê, ew xwe bigihîne û rista xwe bileyîze. Bi xwe pir bawer bû ku xebatek serkeftî bimeşîne. Me ava çemê Gudernê û çemê Sasonê jî derbaskir û em gihiştibûn çiyayê Gomike. Gundê mela Abdurahmanê Timaqî, nêz me bû û heval Arjîn ew jî bi hevalan dida naskirin. Ji Gomike heya ava Hezo (Qozluk) nêzî gundê hevala Arjîn, koma me bû du beş û li wir cardin em gihiştin hev. Hevala Arjîn gundê xwe û derdorê wan cihê berxwedaniya serhildana mela Yunus, nîşanî me da. Kela Yunus, bi heybeta xwe ya bilind û asê li pêşberî me bû. Ev Kelanûs, bi navê din Kela Yunus ku dihat gotin, kela berxwedaniya serhildana Eliyê Yunus bû û bi asêbûna xwe dihat zanîn. Bi zinar û bilindiya xwe welatê Xerzan tev dixist bin bandora xwe û bi sed sala malovanî ji berxwedaniya gelê Xerzan re kiribû. Hevala Arjîn, çîroka berxwedaniya van çiyan û gundan jî ji me re digot û dilxweşiya ku îro ew şopa van berxwedêran dişopînê, bi serbilind û şanaz nîşandida. Belkî bi hezaran mirov li van çiyan û gundan, bi hovîtiya dewlata Tirkan hatine qirkirin û bê gor hatine winda kirin. Gelo çend car ev gund hatine xirakirin û wêrankirin? Gelo çend mirovan xwe di van zinarên bilind de avêtine û ji bo sax nekevin destê hovên Tirk xwe di van avan de xeniqandine? Dema ku mirov di vî welatî re derbas dibe û li gund û çiyayan temaşe dike, wek van pirsan gelek pirs tên bîra mirov. Jixwe PKK’ê bi xebatên xwe, bersiva van pirsan dida û bi tol rakirina van qirkirinan ketibû rê û yên wek hevala Arjîn, bi hezaran neviyên van berxwedêran tevlî xwe kiribû. Belê, hevala Arjîn rêka xwe rast dîtibû û bi coş di vê rêkê de ketibû meşê. Piştî ku em li ber ava Hezo, nêzî gundê hevala Arjîn gihiştin hevalan, hevala Arjîn ji min re got “heval Heqî duh hinek mirovên me ji min re gotin heya ku hûn neyên, li mala me kotilkan nexwin, hûn derbaz nabin, ji bo vê hûn jî werin em herin gund û piştre têkevin rêka xwe” pişti re min fêmkir ku hevala Arjîn hêj li malê, pir hej xwarina kotilkan dike û mirovê wan dema dibihîsin, jêre kotilka çêdikin û dixwazin bidinê. Ji ber hejmara me zêdebû û ji gumanê ewlehiyê, min ji Heval Arjîn re go “heval ma demkî ew li bendî we ne, hûn çend heval herin kotilkê xwe bixwin û hinekan ji me re jî bînin, emê li derveyî gund ewlehiya we bigrin”. Dema min ev got, hevala Arjîn wek her car keniya û got ”baş e heval” ew çûn, lê zêde neman hatin û ji me re jî kotilkên nava wan tijî goşt anî bû. Piştî me xwarina xwe xwar, em ketin rê. Berê min li Başûrê Kurdistanê bû û berê hevala Arjîn jî li herêma Şêx Cuma bû. Roja din emê ji hev cûda bibana. Ev meşa dirêj ku zêdeyî heftekî bi hev re em meşîn, me gelek nêzîkbûnên vê jina serbilind ku bi hevaltiya xwe ya dewlemend, danûstandinek bi pîvan û germ bi hevalan re dimeşand, me jê girtin û hezkirina wê ket dilê tevayê hevalan. Belê, mixabin ev jina serhildêr û berxwedanvan, di 24’ê Adara 2012’an de li herêma Şêx Cuma bi 15 lehengê berxwedanvan re ku Hevala Berfîn a rûken jî di nav de bû, bi qehremantî li hember êrîşên artêşa Tirk şer kirin û şehîd ketin. Ev berxwedaniyek layîqî bav û kalê wê bû, çiqas 15 jinên leheng me winda kirin û êşek di dilê me de çêkirin jî, lê berxwedana wan a bi mînak, heya serkeftinê wê hêza mirovatiya azadîxwaz be. Belê, em van 15 jinên berxwedêr ku bi sekna xwe tirs û xof xistin dilê neyaran, bibîr tînin û soza şopdariya wan ku emê li pey berxwedaniya wan bin, heya armanca wan a azadî û serxwebûnê bê cih didin. Bîranînên wan wê tim rêka me ronahî bike û wê bibin hêza me ya berxwedanê. Şewqa van her 15 sitêrkên asîmanan, wê tim roniya çavê me bin û tu car neyên ji bîrkirin. Hevala Arjîn, fermandara mezin û serbilind, wek şervanê wê emê di bin fermadariya wê de bimeşine azadî û serxwebûnê, soza me ji vê şehîda mezin re ev e.
Heqî MARDÎN
- Ayrıntılar
Newroz ji aliyê gelê Kurd û gelên herêmê ve weke roja azadiyê, roja têkoşînê, roja serketinê û mizgîniya biharê hatiye pîrozkirin. Em vê roja giranbuha li Rêber Apo yê ku veguherandiye roja berxwedan û serketinê pîroz dikin. Newroza tevahiya gelê Kurdistanê, malbatên me yên şehîdan û hemû gelên herêmê yên ji Newrozê bawer dikin, pîroz dikin. Bi taybetî mirovên xwedî ruhê fedayî û yên di agirê Newrozê de xwe feda kirine, ev roj watedar kirine. Em şehîdên xwe yên Newrozê yên leheng û hemû şehîdên xwe yên têkoşînê di kesayeta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de bibîr tînin. Di vê roja pîroz de em soza ku me dane şehîdên xwe dûbare dikin. Agirê Newrozê wê heta azadiya gelê Kurdistanê her geş bibe û pêketî be.
Di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de Newroz her tim bûye roja pêngavên nû. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi pêxistina sê derbikên niftikê agirê Newrozê pê xist û çalakiya xwe ya pîroz pêk anî.
Newroz her tim gav û pêngavên nû ye. Ji ber vê yekê Rêber APO di Newroza 2013'an de gaveke dîrokî avêt. Bi deklarasyonekê re bangek kir. Rêber APO bi vê gavê re ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, xwest li tevahiya Rojhilata Navîn demeke nû bide destpêkirin. Xwest pirsgirêkên herêmê ne bi rêya şer, bi rêyên diyalog û siyasî werin çareserkirin. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a mêtînger bersiveke erênî neda vê bangê. Weke HPG û tevgerê me wezîfeyên diket ser milê me, bicih anîn. Ji bo pêvajo bibe pêvajoya çareseriya demokratîk, hewldanên mezin ên rêbertiya me û tevgera me çê bûn. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê jî berpirsyariyên xwe yek bi yek bicih anîn. Li pêşberî vê hikûmeta AKP'ê gavên pêwîst neavêt, nehişt ku pêvajoya çareseriya demokratîk derbasî qonaxa duyemîn bibe. Ji ber vê yekê ev pêvajoya girîng îro hatiye nuqteyeke xetimînê.
Gelê me Newroza 2014'an bi sekna ji Rêbertî û Kurdistanê re azadî pêşwazî dike û pîroz dike. Gelê me dixwaze di Newroza 2014'an de pêngava azadiyê ji Rêber Apo û Kurdistanê re bide destpêkirin. Gelê me dixwaze bi avakirina sîstemeke nû ya demokratîk xwe birêve bibe. Di Newroza îsal de dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin.
GELÊ ROJAVA BI TENÊ NÎNE
Îro li Rojavayê Kurdistanê gelê me li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Di vê roja Newrozê de, çeteyên di berdêla pereyan de şer dikin, êrîşî Kantona Kobanê kirin. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Kantona Kobanê rewşa awarte îlan kir. Gelê me dest bi berxwedanê kir. Ev berxwedan berxwedaneke lehengiyê ye. Bi vê wesîleyê em cejna gelê me yê li Kantona Kobanê û li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin, berxwedana wan silav dikin. Bila her kes zanibe; gelê me yê leheng ê Kobanê, tevahiya gelê me yê Rojava bi tenê nîne. Berxwedana wan berxwedana tevahiya Kurdistanê ye û kes nikare vê berxwedanê bişkîne.
HILBIJARTIN PÊNGAVEKE
Li pêş gelê me yê li Bakurê Kurdistanê hilbijartin heye. Pêwîste gelê me Newroza 2014'an weke pêngavekê bibîne, bi vî rengî nêzî hilbijartinan bibe û vîna xwe nîşan bide. Êdî bes e, bila kes dengê xwe nede partiya dewletê. Pêwîste di hilbijartinan de ji Mêtîngeran, zilm û pêkanîn cuda re bêjin êdî bes e û pêngava Newroza 2014'an were destpêkirin.
Em Newroza 2014’an di pêvajoyeke gelek girîn de pêşwazî dikin û baweriya me eve ku dê Newroza 2014’an zemîna azadiya Serokatiya me û Kurdistanê ava bike. em wek hêzên Parastina Gel ya Kurdistanê bi awayekî aşkera dibêjin ku; Di demeke wisa dîrokî de çi peywir bikeve ser milê me, çi ji me bê xwestin emê bersiva wê bidin. Em bo vê amade ne.Di riya Rêber Apo de, di esasa armaca şehîdên me yên leheng de, ji bo serokatiya Azsd, ji bo Kurdistana Azad çi bikeve ser milê emê bînin cih. bi vê hêvî û baweriyê em cejna hemû gelê Kurd û gerîlayên azadyê pîroz dikin. Di sala 2014’an de ji hemû gelê Kurdistan û rêhevalan re serkeftinê dixwazin.
Di nava IŞÎD’ê de ku êrîşên Kobaniyê kirin de Suriyeyî tunene. Hemû biyanîne. Fermandarê ku êrîşa li dijî Kobaniyê bi rêve biriye Çeçene. Şervanên wan ji mîlîtanên tetikêş yên ji Suudî Erebîstan, Iraq, Lîbya û welatên cuda yên Ewropayê hatine pêk tên. Ji ber vê divê em Kobaniyê bi tenê nehêlin. Divê em piştgiriyê bidin berxwedana Kobaniyê. Ger ku biyanî bên û hewl bidin Kobaniyê dagir bikin, wê demê divê ciwanên kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê biçin Kobanê û tevli berxwedanê bibin.
Niha li Rojavayê Kurdistanê pêşveçûnên pir girîng çêbûn, piştî berxwedaneke demdirêj û serkeftinên leşkerî gelê me li Rojavayê Kurdistan bi şêwazê sê kantonan sîstema xwe ya siyasî û civakî îlan kir, me guman kiribû ku li hember vê êrîşên dagirkerî hebin û komên çete bi ser kantonan biçin.
'ÇETE HÊZÊN XWE YÊN LI GELEMPERIYA SÛRIYEYÊ LI DERDORA ROJAVA CIVANDINE'
Xuya ye ku pilanek heye, di vê pilanê de destên dewletên dagirker ên herêmê hene. Wekî ku tê zanîn beriya niha kom û komikên çete li Cizîrê, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê êrîşî welatiyên sivîl kirin. Lê bi saya berxwedana welatiyan û hêzên YPG’ê û YPJ’ê ti encam negirtin. Piştî ku çeteyan ziyanên giran dîtin, niha xuya dike ku kar li ser hev parve kirine, DAIŞ çeteyên xwe yên rojavayê bajarê Heleb, Laziqiyê, Idlib û Ezazê kişandin aliyê Reqa yê û li aliyê din çeteyên xwe ji bajarê Dêra Zorê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dikşîne. Komên çete bi vê liv û tevgera xwe dixwazin wekî bersivekê li dijî Kantonan êrîşî Kantona Kobanê bikin û wir dagir bikin. Ev êrîşên çeteyan li hember îradeya gelê Kurd têne meşandin.
'ARMANCA ÊRÎŞAN TINEKIRINA TEVAHIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE'
Ev êrîşa li ser Kantona Kobanê ne êrîşeke ji rêzê ye. Di destpêkê de çeteyan êrîşî pira Qereqozaq û bajarokê Sirrîn ji bin kontrola hêzên girêdayî Artêşa Azad derxistin. Komên çete bi van hewldanên xwe dixwazin hemû herêma Kobanê dorpêç bikin û ji sê aliyan ve êrîşan pêş dixin, aliyê çaremîn jî ji xwe sînorê Bakurê Kurdistanê ye û li gor agahiyên herî dawî me girtine, ji aliyê rojavayê bajarê Til Ebyed ve êrîşek berfireh bi tankan pêk anîne û xwestine hin gundan dagir bikin. Lê di encama berxwedana YPG’ê de ev êrîş hatin şikandin û bi dehan kuştiyên çeteyan çêbûne. Li aliyê din YPG’ê jî şehîd dane. Li aliyekî din li başûr û rojavayê herêma Kobanê çete amadekariyên xwe dikin û gundan vala dikin û dixwazin Kobanê ji kurdan vala bikin. Ji ber ew dizanin ku kurd dibin desthilatiya wan qebûl nakin, ew jî dixwazin Kobanê tune bikin û piştî Kobanê herêmên Cizîr û Efrîn tune bikin. Bi vî awayî jî dixwazin Rojavayê Kurdistê têk bibin, ji ber vê yekê ev êrîşekî cidî ye. Divê ti aliyên Kurd nebêjin ev êrîş ne li dijî me ye an jî bêje kesî me li Kobanê nîne. Êrîşa li ser Kobanê li ser tevahî Rojavayê Kurdistanê ye û di bingeha xwe de li ser hemû kurdan e.
Ji ber vê yekê şervanên YPG’ê û gelê me yê Kobanê li hemberî van êrîşan berxwedaneke bê hempa dimeşînin. Ev berxwedaneke dîrokî ye, berxwedanekî pîroz û pir bi rûmet e. Lê divê her kesek piştgirtiya wê bike û divê mirov nehêle ku çeteyên DAIŞ’ê Kobanê û piştre jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bixeniqînin.
'JI BAKURÊ KURDISTANÊ Û KANTONÊN DIN ÊN ROJAVA DIVÊ PIŞTGIRIYA KOBANÊ BÊ KIRIN'
Gelê Kobanê gelekî qehreman e, heta dawiyê wê di ber xwe bide û ti carî li hember çeteyan gav bi şûnve navêje û heta dawiyê baweriyê me bi gelê Kobanê heye. Lê divê her kurdek li hemberî van êrîşan helwesta xwe nîşan bide. Me beriya niha jî bang li her kesî kir ku divê her kes li gorî derfetên xwe piştgiriya gelê me yê Kobanê bikin. Li nêzî Kobanê li bakurê Kurdistanê Pirsûs heye, Ruha heye, divê ciwanê vir biçin Kobanê û piştgiriya hêzên YPG’ê bikin. Li herêmên Efrîn û Cizîrê karin biçin Kobanê, ji bo berxwedanê rê hene.
Ez dixwazim ji gelê me yê hêja yê Kobanê re bêjim, bila ew bizanibin ew ne bi tenê ne. Pêwîste bizanibin ku berxwdana ew dikin ya şeref û rûmetê ye berxwedaneke dîrokî ye. Eger ew li wir êrîşên çeteyan bişkînin ew tê wateya şikenandina hemû dagirkerên Kurdistanê û wê pêşî li riya azadiya gelê Kurdistan bi tevahî vekin, bexwedana ew dimeşînin nirxeke wê pir bi rûmet heye. Ez disa dibêjim ku erk li ser milê me hemûyan heye û bi taybet ciwan ên ku derfetên wan ji bo piştgiriyê Kobanê hene. Divê ciwan xwe wekî berpirsyar bibînin û hevkariyê bi berxwedana gelê Kobanê bikin.
Roj roja rûmetê ye, roj roja şerefê ye. Her kes divê vê bizanibe û bi vê munasebtê ez berxwedana gelê Kobanê silav dikim û serkeftina wan li dijî komên çete ji dil û can pîroz dikim.
‘Divê ciwanê Rihayê, ciwnên Bakur berê xwe bidin Kobaniyê û tevli berxwedana Kobanê bibin’
Di serî de ciwanê Rihayê, ciwnên Bakur berê xwe bidin Kobaniyê û tevli berxwedana Kobanê bibin. Ev peywireke netewiye. Ev peywireke welatparêziyê ye. Îro çeteyên bi pereyan gelê me yê Kobanê dorpêç dikin û dixwazin komkujiyê li ser pêk bînin. Li dijî vê divê m çavên xwe negirin û teqez peywira xwe bînin cih. divê em xwedî li gelê xwe yê Kobanê derkevin û piştgiriyê bidinê. Di rojeke wisa dîrokî de peywireke bi vî rengî li ber ciwanên Rihayê ye. Di vê pêvajoyeke wisa girîng de divê ciwanên kurd peywira xwe bînin cih û tevli hêzên parastinê bibin.
Niha li Rojavayê Kurdistanê pêşveçûnên pir girîng çêbûn, piştî berxwedaneke demdirêj û serkeftinên leşkerî gelê me li Rojavayê Kurdistan bi şêwazê sê kantonan sîstema xwe ya siyasî û civakî îlan kir, me guman kiribû ku li hember vê êrîşên dagirkerî hebin û komên çete bi ser kantonan biçin.
- Ayrıntılar