ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Gulanê de artêşa dagirker a Tirk li gundên navçeya Mêrdînê Stewrêyê, yên binavê Avîna, Civirê, Dengiza, Girê Şira û Evtê operesyonek pêkanîn. Di 7’ê Gulanê de operesyon bi qismî paşde hatiye kişan, lê belê li herêmê hîn jî tevgerek ya leşkerî heye.
ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 5’ê Gulanê de navbera saet 09.30 û 11.00’an de Artêşa dagirker a Tirk li hemberî navçeya Şirnexê Qilabanê û Herêmên Parastina Medya yên sînor, li ser herêmên Deryê Dawetiya û Kilika Sînor bi obûs û hewanan êriş pêkaniye.
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Gulanê saet 20.00’an de balefirên bê mirov yên aîdê artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên Parastina Medya, li ser herêma Heftanînê re gerên keşifê pêkaniye. Ev gerên keşifê hîna jî didomin.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Artêşa Tirk bi sûdwergirtina ji mercên agirbestê re li gelek deveran qereqol-kalekolên nû çê dike. Ev helwest di heman demê de tê wateya xerabûna agirbestê. Tevî hemû nerazîbûnên gelê Kurdistanê û raya giştî ya aştîxwaz-demokratîk jî, ji vê polîtîkaya xwe venagere. Ev helwest helwesteke xetere û bi rîsk e.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbra dîrokên 28’ê Nîsan û 3’ê Gulanê de li herêma Ewtê a girêdayî navçeya Mêrdînê Stewrê de artêşa dagirker a Tirk keşif pêkaniye û kemîn daniye, di 3’ê Gulanê de jî li heman herêmê operasyon li darxistiye. Operasyon di heman şevê de bê encam paşda vegeriyaye.
Çima rexistinek xwe Kurd dihasibîne û ruxme vê roja îroyîn de rollek ewqas kiret dileyîze?
Gelek mirov ji bona siyaseta KDP a kiret yê ku îro dijberî Rojava dimeşîne matmayî dimînin. Hinek kes qalê dikin ku KDP bi bivir li linge xwe daye.
Milekî hevdîtinên ser kongra netewî tên kirin, milek din jî him tevgerên Kurdan him jî gelê Kurd her roj bahsa zaruriyeta yek bûyîna Kurdan dikin. Bi gotinek din Kurd îro ji bona mijarên netewî pirr zêde bi hêstiyarî tevdigirin. Ruxmê vê çima KDP bi israr erîşên xwe yên dij netewî didomîne?
Rêber Apo di sala 2013’da pevajoyek nû destpêkirî bû. Dixwast ku pirsgirikên heyî bi rê û rêbazên demokratik û bê çek çareser bike. Ji bona we jî gelek hewldanînên mezin hatin nişandan. Gerîla li bakûr berve başûr veguest, leşkerên Tirk yên ku dîl dest gerîla de bûn hatin berdan, agirbest hat îlan kirin. Her wiha gelek gavên ku li bizava azadî hatin xwastin bizava azadî cîh anî. Lê mixabin dewleta Tirk bi rêbertiya AKP derve gotinan, derve gîro kirin û egle kirinê ango mijûl kirine, rastî jî tiştek nakirin.
Niha hina baştirîn femdibe ku AKP ji bona ku karibe bi rehatî dijberî Sûriye şere xwe bimeşîne bi rêber Apo’re rêyên hevdîtina vekiriye. Goranî xwe li bakûre Kurdistan pişt ev şerî pirr giran yê ku di sala 2012 de milê gerila ve hatiye meşandin bide rawestandin ango bide seknandin pê leystokan geriyaye. Da ku karibe bi rehatî plansaziyên xwe ser Sûriye û Rojava bimeşîne.
Lê mixabin planên dewleta Tirk nameşîn. Beravajî dewleta Tirk siyaseta xwe ya ser Sûriye wendakir û têk çû. Dilê xwe da bi girtina Sûriye ve dewleta Tirk dixwast helmetek mezin ji bona rojhilata navîn biaveje.
Wek me got mixabin planên AKP pek nehatin cîh û AKP têk çû. Him têk çû him jî siyaseta xwe û ya DYA ket nakokiyek pirr giran. AKP û DYA ewqas ketin nav nakokiyan ku di helbijartinên herêmî de DYA piştgiriya partiyên dîtir kir.
Mijar dirêje, detayên vana dibe ku pêwîst nekin em li vir bînin ser ziman. Encam de AKP tengaviyek pirr giran jiya û hina jî dijî. Ji bona ku AKP karibe nav van pirsgirikan de xwe xalisbike pêwîste helmetêk ango hamleyek bike. Ev jî tê wateya ku AKP şerekî dijî Sûriye derbixe û Rojava dagirbike.
Em bala xwe bidinê eger AKP karibi Rojava bigire vê deme ê karibi ewqas tengaviyên ku dijî derbas bike. Ev mileke. Milê dîtir de yê karibi peywendiya xwe bi DYA carek din baştir bike.
Dewleta Tirk va demeke taybet peywendiyên xwe bi KDP datîne. Heta em kanin bejin ku îro aboriya başûr sedî 90 ser Tirkiye ve dimeşe. Ev jî dihêli ku KDP bi AKP were girêdan. Dîsa ewqas bazirganiya bi dewleta Tirk ve tê kirin. Dîsa bazirganiya petrola tê kirin. Û yek jî hewkariyek asta jorîn de jî heye û herkesek ve rewşê dibîne û dizani.
Dîsanî navbera KDP û AKP peymanên dîtir jî hena. Me ev peymanên heyî çuyîna Barzanî li Amed’e û çuyina Barzanî yê bûçik li Wan’e de dît. Çûyin ser esasî piştgiriya pirr zede ji bona helbijartinên herêmî bûn. Dîsa çûyîn ji bona ku karibin dijberi bizava azadî hinek rexistina derbixin holê bû. Hüda-Par wiha derket hole.
Bêguman navbera AKP û KDP tifaqa mezin ser Rojava bû. Pêwîste Rojava tecrîd bikin. Dorpêç bikin. Ambargo daynin. Em bîra nekin hina bervê 2 salan belgeyek dewleta Tirk ketibû medya civakî. Dîsa belgeyek ser televîzyona Rudaw yê çawa kar bike jî ketîbû medya civakî. Rudaw yê çawa dijî şoreşa Rojava kar bike, yê çawa dijî tevgera azadî kar bike, hemû têda hebûn. Dewleta Tirk ango MİT’a Tirkan yê çawa Rudaw fînanse biki jî ma dîti bû.
Cîrok direje; ambargo, pere dayîna çeteyan, deriyê Sêmalka girtin, çek dayina El Partiya ku yekser KDP ango Barzaniyan ve giredayî. Niha jî xendeqa hatiye kollandin.
Milek dewleta Tirk kollandinan dike milek jî KDP dike. Milek dewleta Tirk erîş dike milek din jî KDP erîş dike ser Rojava. Yek jî medya civakî de axaftinên rayedarên Tirk derketin. Û li wêdere em dibînin ku dewleta Tirk amedakariyek erîşe dij Rojava dike. Dixwazin li Rojava Kobanîi bixin. Dema Kobanî bixin ve deme şun ve Afrîn bixin û pera jî amadekariyek ji bona xistina Cîzre were kirin.
Niha çekirina xendeqan baştirîn tê femkirin. Ango KDP çima ruxme ku îro qala kongra netewî tê kirin ewqas xendeqen dikolîne û ewqas erîşe Rojava dike. Dîsa çima dibejin ku li Rojava ti şoreş nîne tenê rewşek demî heye û dema ev rewşa demî derbas bû ev rewşa jî yê dawî bibe.
Erê niha her tişt baştirîn femdibe. KDP bi dewleta Tirk ve ango hewre amadekariyek erîşek ser Rojava dikin. Ji bona ve ewqas derew. Ewqas erîş. Ewqas şilu kirin.
Em bala xwe bidin gotina vezerata peşmergeyan ev bîryar girt, piştra gotin hukumeta herêmî girt, piştra jî gotin hukumeta navendî girt. Lê her care yek ji van saziyan bersiv da û gotin tiştek wîsa nîne. Û her care ispat kirin ku KDP derewa dike.
Xuyiya ye ku dewleta Tirk ango AKP soz daya KDP ku parçeyek Rojava bidin van. Ango Rojava navbera xwe da parçe bikin.
Carek din em bejin, niha plansaziya KDP hina baştir femdibe. Plansaziya dewleta Tirk jî baştir femdibe.
Lê pêwîste herkesek hesabên xwe baş bike. Da ku piştra dema mirov diçe pirinçe xalkê ji bona ku dest bixe, mirov li bulgure dest xweda nebi.
Dîsa pêwîste ku her Kurde ku xwe welatparêz dihasîbîne hember tevahî siyasetên KDP yên qirej bi hêstiyarî tevbigere.
QASIM ENGİN
- Ayrıntılar
Nasnav: Sarya Afrîn
Nav û Paşnav: Siham Hannan
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1983-Helep
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1999-Helep
Cih û Dîroka Şahadetê: 15’Gulana 2009 Li Gabarê herêma Çiravê di encama pevçûnekê de
Hertim rêhevaltî bûye çavkaniya jiyana me ya PKK’ê, bi rastî rêhevalatiya jin jî di milê jiyanê de hertim bi girêdaneke mezin xwe nîşanî hevalbendiya me dike. Weke hevalatiya Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan û Viyan. Kevneşopiya ku ji wan hevalan digirt û rêyek rast dane nîşandan, dixwest wê kevneşopiyê bide meşandin û bike jiyanake azad a jinê û civakê. Ew jî banadora xwe li derdora xwe dikir.
Heval Sarya Qamişlo kesayeteke wisa bû ku mîrateya tu hevalê/î li erdê nedihişt. Bihêz bû, hem di aliyê bîrdozî, rêxistinî û hem jî ji aliyê şerkirinê de. Di her perwerdê de jî ew hêza xwe dixwest bide hevalên xwe. Her tiştê xwe bi ezmûn û zanistî dida. Bi kesayetê ku ava kiribû jî xwedî li partîbûyinê derdiket tu caran tawîz nedida. Pîvanê xwe di wê astê de bû. Tu caran li himber pirsgirêkan moralê xwe nedixist. Dixwast di demekî kin de pirsgirêkên ku derketine çareser bike. Bi vî şeklî jî moralek mezin dida derdorê xwe. Cihê ku ew têde ba, tu caran bê moralî û pirsgirêk nedima. Bi perspektifên azadiyê re dimeşiya. Ji ber wê jî kêsên ku li derdora heval Sarya bûna, bi dilpakî û bi rêzê nêzîk dibû. Li ser pîvanan rast meşdin wek mînak bû.
Şerê ixanetê yê YNK’de jî heval Sarya xwedî bandorekî mezin bû. Xwedî li hevalên xwe yên şehîd derket û rûmeta wan li erdê nehişt. Li himber wî şerê ixanetê jî bi dilê xwe yê tolhildanê gavê xwe paş de neavêt di û nav me de jî dudiliyê qet qabûl nedikir. Di çerçoveya rêxistinê de hertim têkoşîn dida. Heta ew kesên ku dudilî dijiyan, dixwest qezenç bike û qezanç dikir jî.
2001’an heval Sarya ji yekîna me qût bû. Dema ku heval Sarya çû şûnde cihê wêna pir diyar bû û me hemûyan pir hîsdikir ku ji me dûr ketiye. Tenê ew hêza ku heval Sarya ku dayî me, me bi wê wateyê ew valatiya ku cihê heval di nava me de dihat jiyan kirî me tejî dikir. Yanî çiqas ji nav me dûr ketibû jî hertim weke ku li cem me bû. Dîsa heval Sarya di pêngava 1’ê Hazîranê de jî, li himber dijmin bi seknekê bi biryardariyekê herî xurt sekinî û serkeftin ji xwe re esas girt û têkoşînek mezin derxist holê.
Dema ku di sala 2006’an de dijmin Rêber APO îşkence kirin, heval Sarya bi pêşniyar û îsrarê xwe hate Bakûrê Kurdisatanê ji bona ku wê kîn û nefereta di dilê xwe de ku li himber dijminê xwînxwar vale bike û ji hevalên şehîd re bibe bersiv. Kelecaneke wisa avakirîbû di rûçinê xwe de, ji bona wêna jî ew kelecan û moral dida hevalan. Di despêkê de hat çiyayê Cudî û di demekî kin de jî bi xwezaya Cudî re bû yek. Ji ber ku ew xweza ew îfade dikir. Bi wêna jî rastiya dijmin tam fêmkir. Hêzêk mezin di kesayeta xwe de dida nîşandan. Piştre jî heval Sarya ji Cudî berê xwe da, cih û warên Egîdan Çiyayê Gabarê. Li wê derê jî ew taybetmendiyên xwe domand. Bi hêviyên xwe yên azad berê xwe da kerwanê şehîdan. Bêguman di şerek mezin û dijwar de laşê xwe kir sîper ji bona xaka pîroz Mezrabotamya.
Pêwîst e ew bê zanîn, ew tiştên ku heval Sarya dixwest avabike di nava jiyana me de em xwedî lê derkevin û têkoşîna xwe bilind bikin ku em bibin layîqê hevalatiya heval Sarya û hevalên şehîd.
Rizgar Dilşêr
Ez dizanim çi dibêjin
Wan çavên te
Wan awirên te
Lê dîsa dîrok bêbext e…
Bila bipirsin
Çi dibejin wan çavên te
Awirên te bangên çi ne?
Kedxwar têr nabin ji xwînê
Û giyana me
Lê wê biteqin mîna genan
Ew awirên te yên zarokî û jiyanî
Dê wan biteqîne…
Ew kujerên dayikan e
Ew kujerên zarokan e
Ew kujerên ciwananan e
Ditirsin ji ramanên Rêber APO
Ditirsin ji şerwanên azadiyê
Û awirên
Awirên azadî û jiyanê
Rêber Celal
2. Şubat. 2010
Ji bo Bîranîna Şehît Sarya Afrîn
- Ayrıntılar
Dil bi girîn e û çav hêsiran dibarîne
Payîz e li çiyayê Gabarê
Pel weşîn ji gulyên darê
Bû Payîz û bi rengê zêrîn xwe xemiland
Ji bo rêkirina heft gulên Biharê
Sor gulên ku navên xwe bi neqşa zêrîn nivîsandin.
Di nav dilê Gabarê de
Sor gulên ku zeml û şemala xwe dabûn Gabarê
Bilbil dixwîne û dilorîne li ser sê awazan
Gulên nû bibûn xemla wê li Gabarê
Digrî Bilbil li ser Xwînda, Serdem û Gulbiharan
Rondik ji çav, xwîn ji birîna dil tê xwarê
De negrî hevala min negrî
De negrî û bi lêvên diricifin nepeyvîne
Peyvên dil dişewtîne û digrîne
De negrî Gabara min negrî bi çavên ku
Gelek qehremana dîtiye
De negrî bi çavên ku gelek leheng û fermandarên
Mîna Adil û Gulbiharan dîtiye
De negrî bi çavên ku gelek Egîdên
Mîna Rozerîn, Harûn û Bêrîtanan dîtiye
De negrî Gabara min negrî
De negrî Gabara min
Bi çavên ku gelek ciwanên
Mîna Xwînda û Serdema dîtiye
De negrî dilê min negrî
De negrî li ser Evîndarên azadiyê
De negrî hevalên min negrîn
Li ser veqetînên di tariyê de
Dibin stêrk.
De negrî dayê negrî
Li ser dest û sîngê ku
Gelek zarokên azad mezin kiriye
De negrî Payîza min negrî
De negrî Gabara min negrî
De negrî
Ş. Seyda Serdem
Bagok
- Ayrıntılar
Beriya her tiştî dema ku ez ber bi Gabarê ve diçûm dilê min tijî kelecan bû.
Bi sala ye ev cihên ku min mereq û xiyal dikir ez diçûmê. Bi xweş û dilşad jiyankirin, bi rastî jî hesteke pir bi wate û xweş e. Ji ber ku cih û wareke hem di aliyê dîroka partiya me de cihekê xwe yê pir girîngî heye, hem jî bi bedewbûna xwe û dewlemenidiya xaka xwe ya pîroz mirov li ber xwe ve dikişîne nava dilê xwe ku mirov wê hestên bi wate û ku zû bi zû nayê jiyankirin.
Dema em beriya ku bi rêbikevin, hevalê Sebrî ji me re civîna ku li darxistî, ji bo min û hemû hevalan pir baş bû. Ev civîn ji bo pratîka demê pêş ve biçe hîn zêdetir perspektîf û hêşyarî da me. Balkişandina ser gerîlatiyê bi rastî jî xalekê di cih de bû. Pêwistiyên rêzikên jiyana gerîla bi cih anîn pir girîng bû. Em ê niha ji Çiravê ber bi Gabrê ve bikevin rê. Ez di dilê xwe de heskirinek mezin, heyecan û coş dijîm, ji bo ku ez diçim Gabarê, da ku kîn û tolgirtina di dilê xwe de birijînim li ser dijmin.
Dema par Şehîd Serdem şehîd ketî, min soz da ku ez biçim herêma Gabarê, dema ku ez bi cih tînim, ji aliyekê ve kêfxweşî û ji aliyekê din ve jî dema ez li heval digerim û nabînim pir pê diêşim û xemgîn dibim. Tevî her tiştî ew soza ku ez didim, pêwistiyên wê heyanî dawî bi cih anîn, min pir kêfxweş dike.
Herî dawî dema ku min nivîs li vê lênûsê nivîsand, weke ku min dixwest min nikaribû ku ez binivîsim. Ji ber ku mirov çi bîne li ser ziman jî ji bona bedewbûna vê xaka pîroz dîsa mirov kêm dimîne.
Ez hêvîdar im hevalên ku bêne herêma Gabarê bikaribin hestên xwe wek dixwazin û wan hestên ku di kûrahiya dilan de jiyan dikin, li gorî dilê xwe bikaribin binivîsîn û bikin malê dîroka bi wate.
Slav û Rêzên Şoreşgerî
Azad Torî
Çirav/ Gabar
7.10.2008
- Ayrıntılar
Nasnav : Hebûn Garzan
Nav û Paşnav: Vesile Altürk
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1984-Qilaban
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 1996- Qampa Etrûş
Cih û Dîroka Şahadetê: 15’ê Gulan 2009’an li Gabar li herêma Çiravê, di pevçûnekê de şehîd dikeve.
Hevala Hebûn min di salan 1996’an de naskir. Ji malbatekî bi welatparêziya xwe tê naskirin, di temenekî biçûk de tevlî nava refên rêxistinê dibe. Ew ji bo bibe xwedî nasname û azad bijî her wiha azad bibe, ber bi çiyayên azad ê Kurdistanê ve meşiya. Meşa wê ya destpêkê hêzek mezin xistibû nav laşe wê. Hevala Hebûn di jiyana xwe de hertim weke bilbilekê bi coş bû. Ew coşbûyîna wê di aliyê gel de hezkirinek derxistibû holê û bi her awayî tunebûyîna wê jî êşeke mezin ava dikir.
Hevala Hebûn weke Hebûna wî gelî gava xwe diavêt û dixwest hertim li gorî wêna bimeşe û gavê xwe bavêje. Ji lewre bi vî awayî girêdana wê bi tevgerê re xurt bû. Ew jî weke gelê xwe zarokeke penaber bû. Di penaberiyê de nasdike vê jiyanê û her wiha çarenûsa gelê xwe, ji ber wê jî tu caran zarokatiya xwe nejiya. Hertim di nava êş û eleman de mezin bû. Ew jî hişt ku li himber dijminê xwînxwar kîn û nefreta wê kûr û dijwartir be. Ji ber wê çendê ket nava lêgerîna azadiyê û tolhildanê.
Weke jinek kurd hertim birçiyê azadiyê bû. Xwestaka wê ew bû ku hertim jiyanek azad jiyan bike û bide jiyankirin. Ji ber ku di zarokatiya xwe de jî ew azadiya zarokan jiyan nekiri bû. Rêhevala Hebûn dizanî bû ku azadî li gorî dîsîplîn, rêçik û qaîde gav avêtin dixwest, ji ber wê jî wana hertim di jiyana xwe de xurt digirt û nedixwest ku ti caran tawîz bide. Ew taybetmendiya wê ya jî moralek dida derdor û şad dikir.
Di sala 2006’an de ji bona xiyalên xwe yên bedew derbasî qadên şer, Botanê bû. Xwesteka wê ya herî mezin pêkhatibû. Gelo gihişt mirazê xwe, bêguman bipirsin. Erê rast e tiştê dixwest hemû pêk neanî. Li gor pêkanînên xwe jiyankir. Gavê xwe hertim li gor wê avêt. Ew jî bes e ez dibejim. Li gor xiyalên xwe jiyankirin jî, gihiştina xeyalên xwe ye…
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Agît Goyî
- Ayrıntılar