ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10 - 11 Tebaxê de li Herêmên Parastinê yên Medya qadên me yên weke; Heftenîn, Metîna û Gare ji aliyê balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk ve xebatên keşfê bi awayek berfireh hatiye kirin. Herwiha di 12'ê Tebaxê deji piştî xebatên keşfê yên berfireh li qada Metîna, herêma Kirêşîno bi Obus û Hewanan hatiye topbaran kirin.
- Ayrıntılar
Sîyaset hûnerê çareserkirina pirsgirekane. Bişêweyekî din mirov dikar bêje rê û rêbaze ke ku ji bo çareserkirina aloyziyên ku heyîne. Ango sîyaset rêbaze ke ku nakokiyên heyî derfetek anîna ser rê ya giriftane.
Em dizanin ku sîyaset li ferhengokên eraban de objekî bi baldarî ya çavdêrî kirinê ye. Bi wateyekî din ango di dîroka eraban de em dizanin ku Walî û desthilatdarî bûyîn, gel çavderî kirin, gel rêvebirin, di saya vê de ewlehiyên pêwîst girtin, hemû bingehên xwe ji vêderê digre. Karê dewletan, hûkumetan, dîplomasî dîsan hemû li ser vî şêwazî tê rêvebirin.
Lê sîyaset bişiklên din jî tê gotûbêj kirin. Ev jî sîyaseta gelerî dibe. Ango sîyaset tê wateya gotûbêj kirinê. Pirsgirek eger hebin mirov biaxiftina çareser dike. Dîsa eger biryarên werin girtin hebin, mirov bi hevre diçe muzakereyan û diçe biryardariyê.
Hinek ji dibêjin sîyaset komînîkasyone. yanjî bi wateyek din peywendî danîne. Henik caran jî tê wateya ku ew hêviyên mirov yên ku civak li bendêne, bi pêşniyaran, xwastek li ser bingêhê zagonan bi exlaq çûyîna çareseryî ye.
Herwiha cardin sîyset nêrînên di navbera beşên cuda de, xwastekên wan yên cûda bi nîqaş, hevdîtîn û gotûbêjan hwd bi rê û rêbazên cûda bi hevre hîn bi awayek aramtir, li ser bingehê fikrê azad çareserkirina van nakokiyane.
Tê gotin li cihê ku nîqaş di qede, peyîvîn ji di qede herwiha li wir azadiya raman ji namîne. Bê guman li wîr siyaset ji di qede... Û her tişt ji wateya xwe dûr dikeve. dema ku sîyaset ji di qede xeber dayîn, pevçûn hêza çarem derdikeve ji derve. xeberdayîn ( dijên) herwiha tundî ne tenê nîşaneyên bê rûmetiyê, heman demê de nîşaneya paşdemayîn û paşketinê ye. Ewkesên ku ramanên cûda reş dikin, red dikin, hataku wek dixwazin ew nêrîn û raman ji holê werin rakirin bigotinek tenê, Prîmîtîvin.
Niha ji em werin ser derdêxwe. Li Rojava yê Kurdistan şoreşek heye. Gelê me yê Rojava biryar daye ku xwe bi xwe birêve bibe. Hêjmarek pir mezin mirovên me li Rojava li pişt şoreşa Rojava de cihgirtine. Pişta hêzên xwe yên ku heya roja îro wan diparêzin disekinin. Hate ji bona wê canê xwejî danîne holê. Gel li pişt wane. Gel bi wanreye. Dîsan gel hemû tiştê xwe bi wanre parve dike.
Lê mixabin hinek dardor hene, yek jîwan heta yê sereke PDK’ye. pir jî wê rewşê naraziyê. Dîsa ew hêz hinek baskên din yêku li Rojava giraniya xwe tuneye dixwazin bidin pêş. Çekan didin wan. Pere, mal û mûlk raber dikin ji wanre. Dakû ew derdorane dijberê şoreşa Rojava derbikevin.
Em baş dizanin ku hinek jî wan komane dijberîya wan li beramberî komên çete tune ne. Dîsan beşekî wan bi dewleta Turk re pir zêde têkildare. Dîsan di navbera rêkxistinên kurdan de ji hinek cihê xwe digrin û ji wanre kardikin.
kurtasî ew komane bi piştgiriya PDK'ê û dewleta Tirk, dîsan bi piştiriya dewletên rojavayî rolekî pir xirap dileyîzin.
lê mixabin li rexmê ku îro qala kongre ango konferasa netewî tê kirin PDK û hinek hevalbendên wan pişrtgirî bi hinek komên çeteyan re dikin. Dirav û çek didin wan. Dîsan rêyên rojavayê Kurdistanê digrin. Dakû piştgirî ji Kurdistana Rojava re neçi.
evên hinek din rasttir ji bi yek gotinê bêjin qirêjî ye, xirabî ye, dijmintiye. û ne tu tiştê dine. Ango nêzîkbunên ku ereb ji bo siyasetê raber dikine. Siyaset ji bo ereban bêhtir amûrekî ji bo çavdêrî ser herkesî kirin bu.
Em sîyaseta ereban ji bona me kurdan famdikîn, lê siyaseta ku kurd li ser kurdan bi vî awayî dikin tu car na pejirînîn. Em dev ji pejirandinê berdin, ev siyaseta em wek siyaseta qirêj pênase dikin.
xûlase; pêwîste rê û rêbazên qirêj werin terk kirin dakû em behsa netew bûyînê u qala dûrûst bûyînê bikin. Ji bona vê çendê pêwîst dike SİYASETA QİRÊJ WERE TERK KİRİN.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Wê demê pêwîste dê helwestên exlaqî çibin, divê nêzîkbûn çawa werin pêşxistin, ji ber ku çareseriya şoreşgerî heye, girêdaniya vê yekê bi azadiyê ve çi ye? hezkirin û rêzdarî di nava kîjan pîvanan de ye? Girêdaniya vê yekê bi azadiyê re çiqas e? Pêwîste mirov bersiva van pirsan tevî bide. Jixwe li gel me azadî tenê bi şer tê bi destxistin. Ji ber ku em ne azadiyê koletiyê dijîn. Li gor ku di bin koletiyê de azadî nayê hizirandin, têkîliyeke azad jî nayê hizirandin. Ev jî rastiyeke û dualî ye. hunê aliyekî vê yekê jî wiha bibînin, her çiqas em xwe azad hîs dikin û bi viyaneke azad têkîliyan datînin jî, ev xwe xelitandin e. Ev tenê di qadekê de ne, di hemû qadên jiyanê de wisa ye. Hun azad nînin, ji netewbûnê derketine, ji taybetmendiyên her civakê yên bingehîn dûr in. Bi vê rewşa xwe ve hun dikarin çawa bibêjin ku em azad in? Ew qaşo demokratên ku li ser bingehê dijmin, hatine xelaskirin dibêjin em azad in. Li ser bingehê tunekirin û bişaftina dijmin dibin demokrat û xwe azad dibînin. Ev nêzîkbûneke xeter e, tu pêwendiya xwe bi azadiyê re nîne, demagojîk e. bi qasî ku bi welat û bi rastiya civakî ve pêwendiya xwe nîne, li gel dijmin têkîliyeke xwe ya li ser bingehê xayiniyê heye. Tu pêwendiyên xayinan jî bi azadiyê re nîne. Ji ber wê jî têkîliyên jin û zilam bi azadiyê ve girêdayî ye. Azadî, bi derbaskirina koletiyê ve gengaz e, ev yek jî bi şer ve gengaz e. Ji ber vê sedemê ger em dixwazin di têkîliyên jin û zilam de bigihên azadiyê hun neçarin jiyanê azad bikin.
Ev yek gelekî zelal e. Ger hun vê pirsgirêkê weke hevxapandinê û xelitandinê nabînin, ger hun dîtineke bi rengê hevpariya azad û şervantiya azad nêzîk dibin, we pê bawerî aniye, wê demê hunê vê bibêjin, hîna gelek karên ku em bi cih bînin hene. Tekoşîneke azadiyê ya ku em bi ser bixin heye. Gihiştina jinê ya zilam, gihiştina zilam a ji jinê re, di vê çerçoveyê de wateyê diderbirîne. Ger ne wiha be, dê bibe jirêderxistin, dê bibe lêyîstok, dê bibe durûtî. Gotina we ya “me hev dît em li hev hatin” û hev xistina we nayê efûkirin. Jixwe hindek hev digrin û direvin. Di vir de têkîliya şer û azadiyê ber bi xiyanetê ve tê birin. Çi pêwendiya we bi avakirina têkîliya azad ve heye? ma we kîjan arîşeyê azadiyê çareser kir ku hun vê asayî bibînin? Bêyî ku hewldanên şerê azadiyê ku gelekî pîroz e were jiyîn, bi rastiya me ve bi taybet di nava partiyê de têkîliyên di navbera zayendan de yên bi wate, bi têkîliyên erzan ve nayên pêşxistin. Pêwîste mirov ji vê yekê bawer neke. Ev tenê rêgezek nîne, di heman demê de raveya rastiyê ye. ji ber ku li gorî me, li ser têkîliyên jin û zilam pêwîste azadî serdest be. Ev rêgeza giştî em şerê azadiyê bidin jî nedin jî derbasdar e.
Lê belê ji bo me tenê rêgez têr nake, yek jî rastiya îro heye. Ew jî koletî ye. Hunê vê koletiyê bibînin, hun nikarin koletiyê ji neditî ve werin. Bi tenê xwe spartina rêgez, û bi wî rengî têkîlî pêşxistin jî têr nake. Jixwe xala herî zêde ya ku heval xwe tê de şaş dikin ev der e. qaşo li gor rêgeza azadiyê dikarin têkîliyê avabikin, dibêjin “ez azad im” û xwe dispêrin rêgeza azadiyê têkîliyê bi pêş dixînin. Ew şêwazê kesê ku di nava xefletê de ye. Gelo ma rêgeza azadiyê di şênber de tê jiyîn an na? Bi serkeftiye yan na? Gelek kes vî tiştî nahesibînin. Di bingehê têkîliyê çelexwarî de ev yek heye. wisa bawer dikin ku bêyî ku şerê azadiyê bimeşînin, dê têkîliya azad, evîn, zewac û dostaniyê bijîn. Ev xwe şaşkirin e, him jî xwe şaşkirineke gelekî cidî ye. Xwe şaşkirineke ku gelekî hêsan dikevine navê ye. Ev jî ji hemû aliyan ve rewşeke derveyî rastiyê ye. Ji ber ku derveyî rastiyê ye, têkîliyeke bitenduristî jî nîne. Qaşo girêdaniya dil, girêdaniya hest ew qasî bi hêze ku tu şer nikare wê hilweşîne. Em li kesê ku di nava têkîliyeke wisa de ne temaşe bikin, di nava du rojan de ava wê têkîliyê derdixin. Tê wê wateyê ku hun derewkar in, hun nikarin rast binirxînin. Piştre jî her yek ji we dibin belayek.
Me ev tişt got, çawa ku malbat li pêşiya azadiyê asteng e, ger ew neyê derbaskirin em nikarin bigihên azadiyê di nava partiyê de jî, ew pergala têkîliyan a ku dualiye jî, neyê derbaskirin em nikarin di şerê azadiyê de pêş bikevin. Ger em malbatê û malbatgeriyê derbas bikin, emê bikaribin di azadiya civakî û netewbûnê de pêşketinan ava bikin. Di têkîliyên dualî de jî, ew seranseriya heye, tengbûn û sextetiya ku heye em çiqasî derbas bikin, hem dê şoreşê bi pêş bikeve û şerê azadiyê bihêz bibe, hem jî ji ber şerê azadiyê dê wateya têkîliyên di navbera zayendan de xwerû bibe, asayî bibe, dê her cure sergirtinan, derewan, dûrûtiyan û ji xapandinan were rizgarkirin. Pêwîste ev hêman baş were tê gihiştin û baş were pêkanînin. Erkeke me ya erênî jî, di vê benda çaremîn de veşartiye. Rêgeza azadiyê baş e, lê belê her tişt bi wê nayê çareserkirin. Ew bingeh e, ango di navbera zayendan de ferzkirin nîne. Hizirandina bi ferzkirinê, yan jî bi pereyan ferzkirina têkîliyan li dij rêgeza me ya azadiyee ya giştî ye. bêyî ku rewşa koletî ya ku heye were derbaskirin, bêyî ku asta milîtanekî serkeftî were bidestxistin, bêyî ku ew bi xwe bandora şer a azadkirinê pêk neyne û wê nejî, mirovek nikare vê rêgeza azadiyê bi rê ve bibe. Ger hem di rêgez de hem jî di şênber de rewş ev be, pêwîste ya kevin ferz neke. Dawiya ew kesên ku dibêjin, “ezê tiştê dizanim bikim, azwerî gelekî bihêz in, hest, rêgez û rêpîvanan nas nakim” diyar e. Li gel me gelek kes vî tiştî dikin, ew jî yan dê biçin xiyanetê yan jî bibin xirabkarên ku nayên zevtkirin. Ma bi vî rengî nabe? Li gelek cihan ên ku xwe ferz dikin hene. Ev kes ji rêgez, azadî û ji bingehê dîrokî yên têkîliyên azad bêagahî ne. Ji rewşa şênberiyê jî bêagahî ne. Çi ye, qaşo gelekî hev diecibînin û dê hev bigrin û birevînin. Ev têkîliyekê dizî ya herî hov û ketîbûnê ye. Ji ber vê sedemê yê ku ji refên me direvin jî hene. Hindek kes bûne navgînên provakasyonan jî. Heta li partiyê rexneyên neheq jî dikin. Ev dijminê azadiyê ne, mirov dikare tîpên wiha weke kujerên têkîliyên pîroz binirxîne. Wan gelekî partî jî xirabkirin, ji hêz xistin, pêşkêş kişandin, ji bo azwerî û hestyariyê nirxên herî bingehîn ber bi xiyanetê ve birin. Xebitîn ku gelek eniyan birûxînin. Ev di nava partiyê de bûn û endamê partiyê yên demekê bûn. Lê belê ji ber ku bala xwe li rêgezên azadiyê û şênberbûna wê nekişandin ketin vê rewşê. Di serî de ne sîxur bûn, li ser bingehê hestan û azweriyên ku nikaribin xwe li ber bigrin nêzîk bûn. Encam jî rewşeke ku ji xiyanetê hîn xetertir bû. Ji vî aliyii ve gelek mînakên vî tiştî hatine jiyîn. Wê demê pêwîste em vê birînê baş fêm bikin.
Em baş têbigihên ku ger kole bi hêsanî nikarin malbatan avabikin, ji bo me jî ku em koletiyeke bi caran dijîn, têkîliyeke azad ewqas bi hêsanî nayê avakirin. Ev pêwîste baş were zanîn, hun di dibistan û saziyên çandî yên Tirkiyê de fêrî “dê çawa evîndarbûn çêbibe?” bûne. Dibe ku we romanên klasîk ên cîhanî de jî xwendibe, gelek ceribandin li pêşiya çavên we ne. Ger ev tiştên ku di PKK de tê pêkanîn azadî be, ger her cure rabûnên ji nû ve di şoreşa Kurdistanê de be, wê demê hunê girêdayî vê rêgezê bin û baş bizanibin û wê pêk bînin. Ger bi wî rengî be ew têkîliyên di romanên cîhanî de çine? Ew têkîliyên ku bi zaravayên kemalîst tê pêşxistin çi ye? Ew têkîliyên ku di çarçoveya kapîtalîzma di Tirkiyê de di bin zextên saziyên çandî ku bûrjuvaziya Tirkiyê bi rê ve dibe (di bin zextên îdeolojîk, em bibêjin rêpîvanên feodalî) çi ne û ev tişt xwe di nava me de çawa didin nîşandan? Di bin bandora van de mayin, bi wan re tevgerîn û çûyîna hindek çareseriyên sexte bi qasî ku li dijî xwezaya şerê me ye di heman demê de jî zehmet e. pratîk vî tiştî didin diyarkirin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Em pênç rêhevalên xwe yên ku di pêvajoya Şerê Gel yê Şoreşgerî de bi awayek çalak, di her şert û mercan de, di her cih û demî de, bi perpirsyartiyek bihêz buyîn şopdarên xeta mîlîtantiya Apocî di salvegera şehadeta wande bi rêzdarî bi bîrtînîn.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9'ê Tebaxê de leşkerên Arteşa dagiker a Tirk li navçeya Agirî Bazîdê,herêma Kirê Celalê kemînan danîne. Ev xebatên kemîn danînê ku di 9'ê Tebaxê de destpêkirin heya 10'ê mehê piştî nîvro berdewam kiriye.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6'ê Tebaxê de artêşa dagirker a Tirk 4 rojin ku li navçeya Wanê Qerqelî , li derdora gûndên Kartal û Mele Hesen bê navber kemînan datine.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6'ê Tebaxê de artêşa dagirker a Tirk 4 rojin ku li navçeya Wanê Qerqelî , li derdora gûndên Kartal û Mele Hesen bê navber kemînan datine.
- Ayrıntılar
Çarçêla wek hemû Havînan mîna Biharek xemilandî ji şervanên heqîqetê re dayîktî dike. Di liv û tevgera hemû zindiyên vê derê de hişê azadiyê dide avakirin û bi bilindahiya xwe mirovan jî bi xwe re bilind dike. Hemû kulîlk, sosin, beybûn û berîn di nava mêrgande, li ber keviyên berfê, di nava ahengekî bedew de di dilê mirovan de hestiyarwariyek ji kevneşopiyan pergalê dûr, di nava xwîn û henaseya me de dide avakirin, wekî me berbi cewherê me ve bibe. Di rastiyê de ceneta ku di hişê mirovan de derbas dibe Çarçêla tîne bîr. Mirov pir caran dixwaze ku ji xwe re bibêje: ger ku rojek ji jiyan û mirin hebe ew jî bila li ser vê axê be. Ji berk u wê rojê wê azad be.
Belê Çarçêlaya rengîn, kesên ku ticaran haya wan ji hebûna te tinebûn, îro di xwazin di şûna zarokên têe de xwe bifiroşin te, lê bila baş bizanin k her dayîk bi bêhna zarokên xwe dizane û nayê xapandin.
Di singa her gelekî de navê Egîdek, li ber siya her zinarek xwîna lehengek av dide axa te, tu bi wan mezinbûyî û tuyê bi wan azad bibe. Ji bona wê jî tu xwedawenda xweşikbûn û jiyana azad û wateyî.
Belê çiyayê xweşevîst di himêza te de mezinbûyîn bi evîna jiyanek bi coş û azad de têkoşînkirin tu fikarên bi mirov re nade avakirin, berovajiyê vê yekê bi wê eşqê têkoşîn kirin me sermest dike, ji ber di demarên meyên jiyanê de hean hucre tevdigerin.
Dixwazim bibim têkoşerê te, di nav av û esmanê te de wêneyê xwe bibînim, di xwazim li ber bêhna sosinên te fêrî jiyanê bim.
Bi rastî jî xwezaya Çarçêla wekî ku ji bo wêneyê xweşikbûnê hatibe afirandin, hertim xwe pêşkêşî mirov dike. Hema hebûnên ku heyî rengekî bi wate ji Çarçêla dixemilînin û bi taybet hebûna Gerila li ser vê axê wekî ku zarok li cem dayîka xwe bi me dide hîskirin.
Mirov hertim dixwaze bi vê oxê re bibe yek ev girêdan rastiya PKK ê ya ku wate ji bo hemû çiyayên welatê me daye avakirine. Wêneyê rastiya civaka me di van çiyayan de veşartiye, ev rastî jî bi PKK ê gihîşte cewhera xwe.
7.1.2011
Zagros GARZAN
- Ayrıntılar
Di Someriyan de jin,wekî xwedawenda diketin perestgeha zîgurat,wek fahîş derdiketin. Evîn ne eve kant, evînê wek pevgihandina organên zayendî yê jin û mêr pênase dike.feraseta wan ya evînê eve. Feaseta evînê a ez behs dikim wekî feraseta evanê a Nazim Hikmet ne tenê evîna ji jinê re ye. Bi awayê Nazim evîn, ne evîne. Ez behsa evîna xwedayî jî nakim. Evîn têgihîne, kûrbûyîne, xwezaye, gerdûne, mirov têgihîne. Heta ew neyên têgihîn evîn nabe. Feraseta min ya evînê têgihîne. Ji bo min jî hin tiştan dibêjin, feraseta min ya bilind kirina jinê diyar e. Ez ê vê têkoşîna xwe berdewam bikim.
Netew-dewlet, hegemoniya bîrdozî a xistina nava civakê çara şêwayên bîrdozî yên sereke di nav hev de biveser bikaranînê şerm nake,
şêwazên bingehîn yê bîrdoziya netw-dewletê neteweperwerî bi giştî bi cewhera olî hatiye nixmandin. Netew- dewlet çiqasî kapîtalist modernist be, netewperwerî jî ewqasî oleke modernîste. weke ola civaka felsefa pozitivist hatiya amadekirin. Pêwîste welatparêziyê, wekî xwezaya civakî, li dijî civaka netewê bê hezirandin. Netweperwerî di vî welatî de bîrdoziya herî antî-netewe.
Bîrdozî biveser a di rêza duwemîn ya netew-dewletê zanestiya pozitiviste. Çavkaniya herî nêzî netewperweriyê ye. Her du jî ji hev xwedî dibin. Wekî yek ji bîrdoziyên guzîde yên varvasyonên ( guheran) modernîtê yê, ê ku zanistiya civakî herî zêde berovajî dike, kor dike,dike pût, di asta bîrdoziya hegemonîk de ye. Wekî zanestiyê pozitîvizim ( zanîstî) ji felsefa diyar de herî bi gizre( çors) pozitîvizim wekî kûrbûyîna wê, herî zêde dişbe pûtperestiya ( paganizim) serdema pêşîn. Put ji bo wekî diyardeyekê dîmen keznçkiriya, benda hevpar ya di navbera paganizmê û pozîtîvizmê nîşn dike. Ji ber vê di nav netew-dewletê de hişên bi ola neteweperweriyê hatine şuştin, cîhanê ji dîmenên ( fenomen) hesan pêkhatî zenkirine wekî perestiyekê idraq dikin. Civaka mezaxê mirna wê li ser “heyberiyê” perestiyê ew bi xwe ye. Bi vî aliyê xwe de nivega netw-dewletî a civaka mezaxê wekî hilberînekê wê şekil gitin pir zêde giringe û tê têgihiştn.
Sêyemîn şêwaya giring a zayenda civakî ye. Zayendîtî, pergalên şaristanî di dirêjiya dîrokê de çeka ku herî zêde bikaraniye ( li hember civaka bi exlaq û politîk). Bi pir armanca mêtîngehkirina jin mînaka wê ya herî balkêş e. Zuriyet dizê, karkerek bê mûçye, xwediyên karên herî bi qehre, koleya herî serî nerme. Di rewşa heybera xwesteka domdar a zayendê yê. Amûra reklamê ye. Metaya herî hêjaye, qiralîçaya metaya ye. Wekî qurma tecawiza domda ya zilam dîmana karxana ku desthilatdariya xwe lê saz dike. Wekî heybera xweşikî, deng(xeml)civaka serdest a zilam di alyê manewî de domdariya wî ye. Jin di hemû aliyên xwe de di rweşa xweyî dinava civakê de pirtirîn di nava avahiya netw-dewletê de dighêje. wekî xwedavenda di nava civaka netew-dewletê de jin nîgaş (nasname hevpar a jin, sêwirana wê “tasavvuru”). Wekî xuya ye malzemeyek perestiyê ye. Li vir sifata xwedawendiyê di wateya herî binketî û kerxanê de ye. Wekî xwedawenda jin, herî zêde lê heqaretan rast hatiye nizim kirin. Di civaka netew-dewletî de zayendîtî jî aliyekî ku zilam pirtirîn desthilatdar dike( her zilamek serdest têkiliyê zayendî,bi rengekî niximandî “min karê fahişeyê qedand”, “ jê heq derketîm” di wan wateya de dixe mejiyê xwe). Di kesayeta jin de civakê veduguherîne mêtîngeha heî jêrîn. Di vê wateyê de jin di netew-dewletê de ya herî hatiya pêşxistin. Di rewşa netewa mêtîngeh ya civaka dîrokê ye.
Netw-dewlet, wekî kevneşopiya berî modernîtê yê olê jî bi birdoziya netewperweriyê re di nav hev de bi kar anînê xwe dûrnaxe. Sedema vê di civakê de jî hebûa bandora ola tê. bitaybet İslam di vê mejarê de hîn jî zindiye. Lê di karanîna modernîteyê de kevneşopiya olî êdî ne ola berê ye. Dixwaze radîkal dixwaze bi rewşên xweyî nerm bin, ola dikaranîn modernîtê û netw-dewletê de ji kargîna civaka rast( rista mezin ya civaka bi exlaq û politîk). Bi şêwayekî jê qutkirî tê pêşkêşkirin. Rista vê ya di civakê de, di pîvanên destûra netew-dewletê de ye. Li hemberî pêşvebirina karê wê yê erênî di nava civaka bi exaq û politîk de li hemberî wê astengiyên tund datîne. Laiqtî di vê mijarê de astengiya serekeye. Ji ber vê yekê dem dema têkoşînê ye di navbera wan yê rû didin de pêwîste bi şaşwazî neyê nêrîn. Bi temamî dev jê ne berndana ye olê (wekî kevneşopiya kevin) ya netew-dewletê. Giringiya mezin a olê li ser civakê her wiha, ji ber derfertên wê jî bi karanîn û veguherîna netewperweriye. Carna ol bi xwe rista netewperweriyê dileyîze.
Di vê mijarê de azadiya jinê de zayendîtî neyê kirin. zayenditî herî kêm wekî netewperweriyê û bi qasî hin fikrên din bi tehlûkeye. Li ser navê zayendê jin bizorê tê bindestkirin. Bi zorê xweyîtî li jinê kirine re dixwazin bibin desthilatdar. Jin heybereke desthilatdariyê tê kirin. bi bîrdoziya zayendiyê jin bi temamî dikeve bin çewisandinê.
Ne di bingeha zayendîtiyê de, di bingeha azadiyê de pir tiştên bikin hene. zayendîtî desthîlatdariye. Hemû tiştê zayendê desthilatdariye. Li her cihê têgîna zayendê hebe desthilatdarî heye. Dibêjin zayenda biyolojîke. Nexêr zayendîtî, tişta tê fêrkirine. Min ev di paraznameya xwe de bi berfirehî vekirin. kapîtal finase bi tektîp kirinê re dixwaze her tiştî têxin bin kontrola xwe. Netewê jî, jinê jî, zilam jî ! Pêşeroja te, çanda te, bawerî û cudatiyên te red dike. li cihê wê ya ku bi xwe destnîşankiriye ji bo deynê bi biryar disepîne. Baş e. li hember vê wê çawa bê rawestandin? Pêşveçûna me ya demoqratîk tê hemûl bike,emê jî tehemulî dewletê bikin. di bingeha lihevkirinê de herdu w êli nav hevbin. Bi feraseta netew-dewletê ez ê ji holê rakim, bi pelçiqînim, bi qedînim bi vî mentiqî gihiştina tu cihekî tuneye.
Li hember finans kapîtalê bi ferasetek antî-pawan (li dijî pawan) di kare bê rêxistinkirin. Jin jî dikarin di nava wê rêxistinê de cih bigrin, dibe cih bigrin. Azadiya jinê pir giringe heta jin azad nebe civak azad nabe. Divê di bingehê de xebatên xwe berdewam bikin. di xala têkoşîna azadiya Kurd e a ferî de xitimandin filan neyê jiyan kirin. pirsgirêk kesayetiya waye. Kesayet tune. Bila kesayetî hebe yek kes jî bes e, ji min re yek kes jî bes e. piştî kesayet hebe sê çar kes jî vî karî dikarin baş bi rê ve bibin, wê bigihinin cihekî baş. Piragirêk pirsgirêka kesayet û azadiyê ye. Pirsgirêk ne siftbûna li ser azadiyê ye. Ev ji bo jin jî wisa ye
Jin yeksane çavkaniya jiyanê
Ez hêza we ya li ber xwe danê ji bîr û baweriya xwe digirim. Her roj ez pêncî şorşên bîrûbawerî pêktînim. Ez bi zihniyeta xwe li ber xwe didim, bi zihiniyet li berxwedan bi zihniyt tam girtin, hez girtin çil car ji têrîkirina cinsî baştire. Tişta ku dibêjin jiyana xweş, wextê xweş derbaskirin, bi jinê re wext derbaskirin. Xwarina xweş xwarin, ev min têr nakin. Hinek Osman ew vê di ecibênin, lê ez biqasî birîskekê (zerre nirx nadim. Li derve her roj bi jina re wextê xweş derbaskirin, xwarina xweş xwarin, ji tişta ku di bêjin jiyane jiyan kirinê, ji bo azadiyê, ji bo têkoşîna azadiyê ezê li vê derê her roj jehrê vexum hîn baştire. Heza ku ez ji fîlezofan digirim, heza ku ez ji zihniyetê digirim ez hîç bi tiştekî din tercîh nakim û min kêf xweş nakê.
Heta roja îro ez xebitîm ku pirsgirêkên jin fêm bikim û bidim fêm kirin. Ezê vê bi domîmin jî. Biryarên ku jin bi xwestekên xwe didin girîngin. Ji bo min ya girîng tişta dixwazin derbasî jiyanê kirin û bi hemû aliyan xebatên xwe ber dewam kirine. Jin yeksane çavkaniya jiyanê. Ji navenda jiyanêne. Jin nebê jiyan nabe. Dagirkeriya ku li ser laşê jin tê kirin, bingeha hemû dagirkeriya çê dike. pergala qepitalîst jî xwe di sipêrê vê.
Aborî bingeha wesifa çalekiyeke dîrokî û civakiye. Hîç yek şexis (weke efendî, mîr, kolê, serf, karker) û dewlet nabe niyarvanê (aktör) çalekiya aborî. Mînak bersiva karê dayikê ti sermiyanek, (petron) mîr, efendî, karker, gundî û şexsê bajarî nikare bide. Ji ber ku dayikî domkirina çalekî, jiyan û pêwîstiya jiyanê ên herî zehmet diyar dike. Ez naxwazim tenê behsa zarok anînê bikim. Dayiktî çanedke diyarde ya ku her tim dilê wê di halekî li ser piyane, berfereh, weke barkirina feraseta xwedî çalakî dinêrim. Çanda dayiktî, halekî ku her dem bi dilê xwe ve li ser piyane, weke diyardeyeke (olgu) xwediyê çalekiyeke tije feraset bi bêrferehiyekê ve lê dinêrim. Ya rast jî eve. Bila ji jineke ku ewqas bi neçarî û zehmetî dilê wê yê ku tije aqile û her dem di halekî li ser piyan deyenêzîkatiya karkerekî bê mûçe kirin bi kîjan ehlaqî re li hevdikê. Zanisteke aborî ya ku xwediyê van çalekiyê civakî marksîzma weke bîrdoziya herî kedkarî ne anîbû bîra xwe, ji derveyî mûçe digirê, xulamê sermiyan li cihekî sereke bi cih dike, wê çareseriya xwe ji aliyê civakî de çawa pêşkêş bike. Aboriya Marksîst bi halekî xirab aboriyeke bircuwaziye. Pêwîstî bi xwe rexnekirinekê heye.
Ya rastî aborî karê jinêye. Ez ji we re pênasa aboriyê dikim. Di yûnana kevin ya antîk de aborî karê jinêye. Jin hemû aborî radike û datanînê. Di pergala qepitalîst de zilam her tişt xistiye destê xwe. Bi wan mekînên ku çêkirine re jî weke hemburga ev kar ji destê jin girtin. Zarok xwedîkirin, xwarin, aborî li gor xwezaya xwe karê jinêye. Zilam çi fêmdikê ji vê. Zilam ev kar ji jinê girtinê çavkaniya jiyanê xistin bin venêrîna xwe. Zilam ji xwarin çêkirinê û vê parvekirinê çi fêmdikê. Aborî yeksane jin, jin yeksane çavkaniya jiyanê. Pergala qepitalîst aborî ji destê jin girtine û bi vê hemû cîhan xistin bin venêrîna xwe. Pergala niha aborî ji destê jin girtiye, jin ji behrem dur xistinê di nava malê de hepis kirine. Hal eve ku aborî karê jinêye. Zilamên heftê salî derdikev û aborî di nirxînê. Zilamekî heftê salî wê çawa aboriyê çareser bikê? Van zilaman jixwe xizmeta tekelê dikin û tekelê bi hêz dikin. Ev çi fêm dikin ji aboriyê! Ha hûn dibînin zarok marok hemû li mal birçîne. Di van amercan de mirov bi yek du Eydan re xwe di xapînin
Azadiya jin azadiya cîhanêye. Ji dêla jin ji zilam re hûrmet nîşan, bidin bila zilam ji jinê re hurmet nîşan bidin. Yanî tişta ku ez dixwazim bêjim, li ser binhegê azadiyê venêrîn nebê li ser jinê, têkiliyeke jêr û jor li ser esasê wekhevî nebê, li ser vî bingehî ji rastî û dirist bûna zilam bi bawer bin, heke li pêşiya azadiya xwe wekî asteng nebînin, wê demê dikarin bi zewicin jî, hevaltî jî bikin, hurmet, hezkirin, dilnîwaz, hezkirî, heta dikarin bi hevre jiyan jî bikin.Wê demê evê bi watebin. Nameyan di şînin. Di van nameyan de behsa bûna xwedî zarok û malbatan dikin. Ji bo şoreşeke zihniyet û ji bo azadiyê divê van derbasbikin. Wê van çawa çêbikin? Bi şoreşa zihiniyetê re çêbikin. Ewrupayî di vê mijarê de hîn di pêş dene. Ji ber ku di serê xwe de çareser kirin, gavekê li pêşin. Jin jî dikarin vê di zihiniyetê xwe de çaser bikin dikarin derbas bikin. Ez ji bo zewac û bûna xwedî zarok vana dibêjim. Ev heke ne zor bê ji dêla ku weke kuflet bibî nin, dikarin weke miliyonek car xwe zêdekirinê bibî nin û wiha lêbinêrin. Divê jin li hemû qadan rêxisrina xwe çêbikin. Heke jin bixwazin dikarin cîhanê jî bi biguherînin. Dikarin têkarî (katkı) bidin çareserkirina demoqratîk ji bo pirsgirêkan.
- Ayrıntılar
Regezperestiya civakî têgehek pir ne kewne. Herî zêde di salên 1970’yî virdatir tê bi karanîn. Ev têgeh tê çi wateyê? Ango dema gotina regezperestiya civakî te ser zimên, pêwîste em çi fambikin?
Civak ji bo her kesekî nava wî da dayîk dibe nêzîkbûyînekî raber dike. Wê mane dana ji bo jin û ji bo mêr, li civakê rolekî bar dike. Civak ji bo zilam û ji bo jin rolekî taybet diyar dike. Ev rol barkirin ne li ser hîma bîyolojîk tê kirin. Ev rol barkirin li ser pîvanên ku civak ji bo jin û mêr dike tê kirin. Bi gotineke dîtir, rengê civakê çawaye nêzîk bûn jî bi wî şêweyî tê kirin. Bêguman civak dema van wateyan li ser jin û zilam bardike mabesta xwe heye. Armancên xwe heye. Û dixwaze ev mêr an jî jin li gorî vê civakê tevbigere.
Dîroka mirovahiyê de newekhevî ango neyeksanî, dema şikestina zayendiya yekem de pêşketiye. Şikestina zayendiya yekem jî dema ku civak bi destwerdana desthilatdariyê re rû bi rû dibe çêdibe. Dayîksalarî bi destê rahîb, fermandarê leşkeri û bi destê zilamê xwedan ezmûn tê hilweşandin. Encamê vê hilweşandina pergala dayîksalarî cihê wê baviksalarî digire. Bi pêra jî em dizanin ku çawa ev pergala baviksalarî veguherî bajar, çîn û dewlet. Bi dewlet jî destpêkirina şikandina zayenda yekem destpêkir.
Bi kurtasî, regezperestiya civakî ji vê rojê şûndatir destpêkiriye û heta îro hatiye. Dema em tên iro jî em dibînin ku çi sîstema bavîksalarî ango desthilatdariya mêr li ser mirovatî çekiriye. Welê çekiriye kî nezîkbûna jin cûda bûye û yê mêr cûda bûye. Wisa kiriye ku dema keçek tê dinê, ev keça demeki şûndatir hemû reftarên wê tên diyarkirin. Zilam jî hemû hareketên wî tên diyarkirin.
Bi zimenekî din, “jin wekî jin ji dayîk nabe, jin tê jinî kirin. Dîsa zilam jî wekî zilam ji dayik nabe, zilam tê zilamî kirin.
Ê ku ev rewş afirandî jî zilamê desthilatdar e. Zilamê dewlet çêkirî ye. Zilamê destavetiye bermahîyên zêde yên civakê.
Taybetmendiyên civaka xwezayî bi van nêzîkbûnan hatiye berevajîkirin. Civak ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Bêgûman ev jî hêliştiyê ku mirovên nava vê pergalê da dijîn ji xwezaya xwe dûr bikevin. Ev jî tê wateya ji rê derketinê.
Vê menê de pirsgirêka herî zêde ya mêre. Ango ya zilam e. Ev desthilatdariya zilam a heyî dahûrandin ji deh carî dahurandina jina ku hatiye kole ango bendekirin girantir e.
Çima ev welê ye? Ji ber ku desthilatdariya zilam koletiya jinê bi xwera aniye û evê jî hêliştiya ku jiyan pir hejar ango xizan be.
Civaka bi pir rengî bi desthilatdariya mêr dibe yek rengî.
Çanda zilam hêliştiye ku seranserê dîroka mirovahiyê bibe şer. Ango bi vî hişmendiya zilam diroka mirovahiyê were bin pekirin.
Pêwîste em ji bîranekin ku çanda şidet ango tundî civakê de çandek çêdike. Karakterekî hundirîn dide avakirin. Û em ji biranekin ku ev çanda jî hîma xwe da milê dewlet ve te gur kirin, xwedan kirin.
Bi cewheri em mijareke din bînin ser zimên, ango bi gotina bav û kalan em bêjin: bi şêwaz diyare mirov.
Em vegerin li ser xwe û nezîkbûnên xwe li hemberî vê mijarê di ber çavan re derbasbikin. Her yek ji me di milê xwe de vê regezperesti ango cinsiyetgeriyê pêşdixin. Hele eger em yek jî zilam bin hîn zêdetir em vêya pêşdixin.
Ji ber ku pergal welê hatiye avakirin û em jî di milê xwe de vê regezperestiyê pêşdixin. Em cudabûnî ango cewaziyê dixin nav jin û mêr. Em jî wek civaka hatî dabeşkirin û çînan nav xwe de dihewînê nêzîk bûnên dabeşkiri raber dikin. Em jî parçe dikin. Em jî cudahiyê dikin nav keç û xortan. Em jî – bi zanebûn nebe jî- pergala kapitalîst modernîst hundirî xwe de didin afirandin û didin jiyandin.
Pêwîste em van rastiyan bizanin da ku em karibin li dijî derkevin û li gorî vana tevbigerin. Dîsa em bizanin ku ev tiştên hatin kirin tiştên ku bi destên mirovan hatine kirinin. Ser mabesta da ku kanibin civakê gore xwe rêvebibin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar