Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 26’ê Adarê de di navbera Saet 12.00 û 13.00'an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Heftenînê de, girên Partizan û Heliz ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
di 25’ê Adarê di demjimêr 12.00’an de helîkopterên Skorsky yên artêşa dagirker a Tirk hewilda bikevin herêma Geliyê Kûranîş yê di nava herêma Heftenînê de. Piştî ku hêzên gêrîla bersiv da helîkopteran neçarman paşde vegerin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji roja 21’ê Adarê de hem di saetên şev û roj de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zapê de, herêma Cîloya Piçuk û gondên Ertuş, Merganiş, Şifrêza û Erbîş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 21’ê Adarê de piştî nîvro Saet 14.00'an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Heftenînê de, herêma Deriyê Dawetîya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê Adarê de bi şev Saet 17.00'an de li derdora gundên Bozgorê û Bêzekê yên ser bi navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyonê li herêmê bi şiklê kemîn danîn berdewam dikê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Cejna berxwedan û Azadiyê Newroz destpêkê bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên şoreşê wateyek nû qezenc kirî, li Rêber Apo, hemû şehîdên Kurdistan û şoreşê, gelê Kurdistanê yê fedekar û malbatên şehîdan pîroz be.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 19’ê Adarê di demjimêr 15.00’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, herêma Çiyayê Reş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Viyan Kendal : Di serîde ez Newroz’a Serokê me, gelê me û tevahî mirovên aşîtî xwaz pîroz dikim. Newroz ji bo gelê Kurd wateya xwe yê pir girink heye. Di dîroka gelê Kurd de pêngavên pir nû avetin. Di vê pêngavê de, gel şiyar bû û çavên xwe ji rastiyê re vegirin. Kawa’yê Hêsinkar pêşengtî ji gel re kir û gelê Kurd berbi rojên azad ve birin. Pêşengtîya Newrozân her bi lehenga kir. Ji Kawayê Hesinkar heyanî kawayê hemdem Mazlum Doxan wek kevneşopekî xwe da berdewamkir. Wan pêşenga gelê Kurd bi vîn kirin, bi rexistin kirin û kirin xwedî hêz. Gelê Kurd li pey pêşengê xwe ket legera heqîqêtê û jiyanekê nûye. Ji ber ku Newroz di hundirê xwe de nûbûyîna di hewîne. Newrozâ 2013’yan jî wê misoger bibe Newroza azadiya gelê me û rebertiya me. Hemu hêvî me jî ewe ku, gelê me Newroz’a vê salê pir bi coş û bi hêztir pîroz bikin. Baweriya me ewe ku, di vê Newroz’ê de wê gelê me peyamên pir xurt bidin hemu neyarên me. Em jî wek şervanên azadiyê bi taybet jî wek jin, soz didin ku emê tu carî rê nedin ku agirê azadiyê were tefandin.
Dorşîn Garzan : Newroz roja vejînêye. Agir jî, ji bo gelê Kurd pir pîroze. Newroz roja berxwedaniya Kawa’yê Hêsinkar li hember Dehaqane. Bêguman vê berxwedaniyê xwe ji nude avkirin û xwe ji koletiyê derxistin da avakirin. Agir jî, ji bo tarîtiyê bû ronahî. Ev ronahî bû çurusk kete nava dilê mirovên azad de. Ev çurusk her çû mezin bû û bu rihê rêheval Mazlum Doxan, Rehşan, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî hwd. ev rêhevalane bûn şopdarên Kawa’yê hêsin kar. Ji bo rumeta xwe, yê gelê xwe, ji bo jiyanek nû ne helan agirê azadiyê bi tefe. Dema tê gotin Newroz xweşik bûyîn, azadî, wek hevî, hestên mirovahîyê, afirandina jiyana nû û xwe naskirin dikeve bîramin de. Ji bo wê pêwîste em hemu xwedî li vê rojê der bikevin. Wekê hêzên YJA Star emê her tim xwe dî li dîroka xwe derbikevin, emê jî bibin şopdarên van hevalên pîroz. Wek milîtanên Rêber APO jî, em soz didin ku emê van nirxên xwe yê pîroz her tim bi parêzin. Emê her tim, di xeta jiyana rast de bimeşin û serkeftina bi dest bêxin. Ji bo em xwe bigihîjînîn ronahî û azadiya agir pêwîste em xwedî li Rêberê xwe û rêhevalên xwe yê Şehîd derbikevin û azadiya Rêberê xwe misoger bikin. Em ji bîr ne kin ku Rêberê me, em ji xewa mirinê şiyar kir. Ji bo vê yêkê di serîde ez vê roja pîroz li Rêberê me û tevahî gelê me pîroz dikim.
Ekin Devrim : Ez beriya her tiştê vê rojê di serîde li Serok APO û tevahî gelê me pîroz dikim. Newroz vegotina jiyana nû û xweşik bûyînê ye. Ji bo gelê Kurd bi taybet derketina tevgera PKK’ê Newroz bû nîşna berxwedanî, azadî, wek hêvî û serî rakirina li hember pergalên desthilatdarî, koletî û mêtingerî. Ji bo vê yê kê, di nava gelê Kurd de Newroz pir bi coş tê pîroz kirin. Çawa ku xweza dinava xwede li hember nû bûyîna derî vedike û di hûndirê xwe de nû bûyîna di hewîne, ji bo me jî azadiya xwe ji nûde afirandine. Çawa ku berxwedaniya Kawa’yê Hêsinkar, bû berxwedaniya Kawa’yê hemdem Mazlum Doxan, Zekiye Alkan, Rehşan vê çanda berxwedaniyê dan berdewam kirin, rêheval Sara, Ronahî û Rojbîn jî berdewamiya wê dan meşandin. Bêguman, ev berxwedanî bi birdozî û felsefeya Rêber APO li hember jiyana nû û azadî dayî pêşxistin de ji nû de şîn bû. Ya rastî jî, ji bo gelê Kurd her roj bu roja berxwedanî û Newroz’e. Em bi vê awayî wate didin Newroz’ê. Weke jin jî, ev roj ji bo jin jî ji nû de avakirina çanda xudawantiyê, cîvak bûyînê û li nirxên xwe xwedî derketine ye. Weke jin di van çiyayên azad de Newroz pîroz kirin di be sedema ji nû de zivrandina cewhera xwe. Wekê jinekê gerîlla, em di bêjin ku emê hemu rojên xwe bi rih û rengê Newrozê derbasbikin. Eme li wî rihê berxwedaniyê û çanda wê xwedî derbikevin û di xwe de jî bidin avakirin. Hêvî û baweriyên me ewe ku em dilê xwe her tim bi coşa azadiyê û renge Newrozê tijî bikin.
- Ayrıntılar
Nav û paşnav: Cûneyt AYDİNLAR
Navê kod: Hebûn
Cîh û dîroka ji dayikbunê: Amed- 1971 an
Dîroka tevlîbûna têkoşîne: 1991 an
Di dîrokê de cara yekem mirovahî li Mezopotamya di şaristaniyê de gav avêt, îro dîsa dixwazin Mezebotamiya bixeniqînin. Welatê Kurdistanê li derûdora dîrokeke weha dizîvirê. Zalimên ku birçiyê mirine ne, herdem li hemberî xwe berxwedanî, serî rakirin û leheng dîtine. Evin zarokên Mezebotamiya ne, wê di dîrokê de zarokên berxwedanî û serî rakirine werin bibîranîn.
Di her perçekî welatê me de, di gundan de, di herêman de; îxanet, serî rakirin û berxwedanî wê bibe dîrokek. Rolê Amedê jî di dîrokeke weha de heye. Partiyê kongrê xwe yê avakirin li vêderê lidarxistiye, di demekî kin de dibe xwediyê hêzekî mezin. Di derbeya 12 ê Îlonê ya faşîst û leşkerî de, ji bo hêviyên gelê me bitefînin, dîsa berê gelê Kurd dane mirine. Lê belê dîrok xwe dubare nake, ger dubare bike wê derewekî gelekî mezin be.
Hevalê Hebûn, di şert û mercên 12 ê Îlonê de ji dayîkbûye. Ji wê derbeya 12 ê Îlonê yê herî kêm ji wê bandor bûye û herdem li hemberî wê xebitiye ku têkoşîn bike û bertekên xwe bi rêxistin kiriye. Hevalê Hebûn zarokê mezin yê malbatê ye. Bi roxmî ku di malbata xwe de serbest mezin bûye, lê belê ticarî ji pirsgirêkên civakê dûr nemaye. Hevalê Hebûn yê dilê wî tejî welatparêzî, rêxistin hîna di temenê wî yê biçûk de bala wî dikişîne. Wî şoreşgerên kevn jî dikişand milê xwe, di pêvajoyekî ku zanebûn ketibû astekî herî jêr de, hevalê Hebûn yê xwendevan û lêgervan vê yekê bi hevalên xwe re parvedike.
Hevalê Hebûn dibistana navîn û lîseyê li Amedê bi dawî dike, di dersan de serkeftina wî û kesayeta wî ya pijiyayî di nava hevalên xwe de tê hezkirin. Lê belê dersên wî ticarî li pêşiya hestên wî yên şoreşgerî û welatparêzî negirtine. Hestên netewî çiqasî kûr dijî, mumkine ku mirov di vê mînakê de bibîne, “ em rojhilatî nînin, em Kurd têne naskirin. Hatine wextê axaftine; kêmasî ji me ye, diviya me we livêderê nepejirandibane, lê belê ew wext jî were û ev yek wê pêkwere,” çawa mamosteyên xwe bê deng kirine, weha kerha xwe ya li hemberî desthilatdariyê tîne ziman. Di wê kêliyê de dibe dengê dilê gelek hevalên xwe, gelekî bandor dike û hestên xwe yên welatparêziyê dike dilê hevalên xwe de jî.
Dîsa, di rojên rêxistinê yê girînge de misoger ji hevalên xwe dixwest ku çalakî lidarbixînin, ji bona çalakiyê hemû hêza xwe xercdikir û gelekî hewldida. Bi vê yekê moral û bawerî dida hevalên xwe. Ji hevalên xwe re weha digot “ em tiştekî jî nekin, herî kêm em sire û camên dibistanê bişkînin, em roja xwe vala derbas nakin.”
Piştî ku hevalê Hebûn lîseyê bi dawî dike, diçe ezmûnên zanîngehê. Hedefê wî yê bingehîn ne zanîngehê bi dawî bike, bibe xwediyê karekî û ji dewleta Tirk re karmendîtiyê bike, berevajî wê armancê wî ew bû ku zanebûna zanîngehê û ronakbîriya wê ji bo têkoşîna rizgarbûna netew bikarbîne û wan tevlî xebatên têkoşîne bike. Bi vî armancî hevalê Hebûn sala 1990 î zanîngeha İstenbulê ya aborî qezencdike.
Çawa tê İstenbulê bi şagirtê şoreşger û welatparêz re dikeve nava têkiliyan de. Di demekî kin de ciyê xwe di hundirê xebatên şoreşgerî de digire, tevlî çalakiyan dibe û ji xebatên ciwanan re rêbertiyê dike. Di demekî kin de bi wan taybetmendiyên xwe yên hewldayîna cewherî û têkoşer xebat gihîştina vê astê, bala herkesî dikişîne.
Taybetmendiyekî wî ya mezin jî ev bû; berxwedaniya wî ya li hemberî jiyana Metrepolan ya ketî û bi dawî bûye. Bi taybet li hemberî têkiliyên burjuvaya biçûk gelekî bi bertek bû û li hemberî vê yekê şerkiriye. Gelekî xweş rêxistin dikir. Ciwanên ku bi wan re têkilî daniye, bi qasî ku rabikin erk dida pêşiya wan, û weha ew dikişandin nava têkoşînê. Hevalê Hebûn li beramberî rexneyan gelekî dilnizim bû. Bi taybet wexta ku hevalên nû rexnedikirin, ger ew rexne ne rastbane jî, tenê ji bo hêz bide wan, jidil û bi rêz nêzdibû. Bi dilsozî û durûstî şopdarê gotinên xwe bû. Di têkiliyên xwe de bi pîvanên fermî nêzdibû, cidî, pijiyayî û bi pîvan bû, ev yek jî dibû sedema ku heval bi rêz nêzî wî bibin. Hevalê Hebûn tiştek nizanîbane, misoger heyanî lêgerîn nekiribane û fêmnekiribane, nedigot, di tiştên digot de xwe dida qenaet kirin û weha ji derdora xwe re digot. Wekîdîtir jî milê wî yê leşkerî û çalak gelekî bal dikişand. Bi dijmin re ketibû nava pevçûnê de, kesayetekî dilawer, wêrek û çalak bû.
Hevalê Hebûn sala 1993 an diçe saha Rêbertiyê. Bi perwerdeya ku di vê herêmê de dibîne, hêz li ser hêza xwe zêde dike û berpirsyariyên mezin digire ser milê xwe. Piştî ku perwerdê dibîne, carekî dîtir diçe xebatên siyasî li İstenbulê dide meşandin.
Piştî ku demekê li İstenbulê xebat dide meşandin, sala 1994 an ji milê dijmin ve dîl tê girtin. Bi roxmî ku wî bi hemû şêweyên işkencê re derbas dikin, heyanî dawiyê nûnertiya berxwedaniya PKK ê dike. Yek gotinê bi lêvnake û dibin wê işkencê de şehîd dikeve. Ji bo em xwedî li berxwedaniya wî derbikevin emê heyanî dawiyê rêka wî bişopînin.
Hevalê wî yê têkoşîne
- Ayrıntılar
Sal 1994 bû. Em yekîneyeke hevalê jin li Botanêbûn û li herêma Bestayê diman. Jixwe di zivistana sala 1993- 94 an de artêşa jinê yekemîn yekîniyên xwe didane avakirin. Di dawiya sala 1993’ yan de ji bona avakirina artêşa jinê fermana Sreokatiyê hat û her heremeke Botanê hêzên wê bi şiklê yekîneyan disekinîn. Ev yekîne hemû hatin komkirin û rêxistineke wisa hate çêkirin. Li Cûdî yekîniyek hebû, li Besta yekîneyek hebû û li Heftenînê jî du yekîneyên hevalên jin hebûn. Li Garisa yekîneyek, li Beytûşebabê jî yekîneyeke hevalê jin hebû. Di wê demê de hijmara yekîneyan pir zêde bûn. Hijmara yekîneya me ya herî biçûk bi qasî 80 ê kesî bûn. Di wê demê de li Besta yekîneyeke tabûra bi liv û lebat hebû. Em jî weke yekîneya bi tevger a Bestayê bûn. Di sala 1993’ yan de em taximeke hevalên jin hebûn. Di şer de tecrûbeyên me çêbibûn. Lewra taxima parestinê ya biryargeha Botanê û hevalê jin ji qadên dîtir jî hatibûn, me xwe weke yekîneyeke bi tevger birêxistin dikir. Me di zivistanê de zêdetir perwerde didît. Çi di hêla bîrdozî û jiyanî de be, çi jî di hêla rêxistinî de be. Piraniya xwe em li ser armencê avakirina artêşê disekinîn. Çima artêşa jinê hate avakirin? Armenc ji avakirina artêşê çi ye? Mirazê Serokatî ji avakirina artêşa jinê çi ye?
Di çarçoveya dahûrandinên Serokatiyê yên li ser artêşbûna jinê, me perwerde didît. Em hemû hevalên jin bi coşeke mezin û bi heyecaneke mezin me xwest em fêhimbikin û di piratîkê de gavên saxlem bavêjin. Li ser vî esasî ji bo beharê me xwe amede kir. Li hemû qadan hevalên jin di mijara artêşbûna jinê de xwedî heyecan û kêfxweşiyekêbûn. Rexmê ku di derbarê artêşbûna jinê de fêhimkirineke zêde nebû û kêmahiyên me hebû jî lê dîsa ew heyecan dihate jiyan kirin. Ji ber ku mijar ji me re nû bû, dihate gotin: Emê çawabikin?
Di buharê de em çawa ketin piratîkê de, oparasyonên dijmin jî bi awayek pir berfereh destpêkirin. Li Gabarê oparesyonên dijmin destpêkirin. Ji ber wê jî ev yek ji bo me hevalên jin tecrûbeya yekem bû. Hêzên jin ji bo ku derbekê nexwin, me li hemû qadê hevalên jin bişiklê taximan bi cîhkirin.
Berê şêwazê tevgerkirina me manga bûn. Lê belê di wê demê de me terzê tevgerkirina xwe guhart û me kirin taxim. Di şer de tecrûbeyên hevalên jin jî hebûn. Lewra yekîneyên xwe belav nekirin. Me jî weke sê taximan bi hev re tevger dikir. Taximeke me bi tabûra bi tevger re berbi erkekî ve çûbûn. Em du taximê mabûn jî, hijmara me 57 kes bûn. Em jî li herêma Besta diman. Ji cihê me re digotin Mêrgamar. Em li wê qadê disekinîn û tu hêz jî nêzî me nebûn. Tenê hêzên biryargehê bi qasî çar demjimêran dûrî me bûn. Hêzên dîtir pir ji me dûrbûn. Lewra erkê me ew bû ku ji bo dijmin nekevê qadê de em parestina qadê bikin. Me xwe ji bo çalekiyên xweser jî amededikir. Cihê ku em lê diman hedefê dijmin ê herî nêzî me gundê cerdevananbû. Ji wan re digotin çetê Osiyan. Ew pir harbûn û erdîngariya qadê baş nasdikirin.
Di payîzê de hevalan bi giştî gundê van cerdevanan dorpêç kiribû. Ango berî ku em pilanê çêbikin û çalakî li ser wan bikin, dorpêç kirina Osiyanê pêk hatibû. Vê dorpêçê bi qasî deh rojan dewamkir. Hevalên jin jî, di vê dorpêçkirinê de cîhê xwe digirtin. Ji ber vê yekê me digot: Pêwîst e em derbekê teqez li wan çetan bixin. Van cerdevanan li hemberî gerîla û şoreşgeran gelek bi xirabî tevdigeriyan. Ji ber wisa pêwîst e em derbekê li wan bixin. Em bi vê çalakiya xwe pir bi israr û bawerbûn. Di heman demê de hedefên nêzî me ew bû. Herêma Mêrgemarê devereke xwediyê daristanên pir geşbû. Te ji daran nikarîbû tevgerê bikî. Cihê ku em lê diman pir tarîbû ji lewra te nikarî di nav de bimeşî. Lê belê cihê ku ew lê diman wisa nebû û rûtbû. Pir caran hevalê biryargeha Botanê em şiyar dikirin û digotin: Heval dibe ku ew çete carekî werin nobedarên we bidest bigrin û hûn qet bi xwe jî nehesin.
Me jî dixwest ku berî ew werin derbê li me bidin em derbekê li çetê Osiyan bixin. Em rabûn me di nava xwe de nîqaşkir, me got ka emê bi çi awayî biçin ser wan. Ji ber ku çûyîna ser wan ewqasî hêsan nebû. Di payîzê de em weke 6 tabûran çûne ser wan de û çalakî lidarxist. Niha jî em yekîniyekî hevalê jinin, lewra pêwîst dike em baş keşif bikin û xwe amedebikin. Ji ber ku ev çalekiya me ya xweser a yekem e û pêwîst e em wendahiyan nedin.
Pêre jî derdê me ew bû; yekîniyên hevalê jin yên xweser nû hatibûn avakirin. Ji ber wisa pêwîst e em bi serkeftî vê çalekiyê bikin. Çi di hêlê jiyanê de be, çi di hêlê çalekiyan de be û çi jî di hêlê taktîkî de be her tim pêşengî ji yekîniyên bi tevger tê xwestin. Ev erk û misyon ji me dihate xwestin û pêwîst e em di qadê de vî erkê xwe bi cih bînin. Erkekî mezintir ji yekîniyên me yên hevalê jin dihate xwestin. Ji ber ku artêşbûna hevalê jin nû hatibû avakirin. Me çend caran komên keşfê derxistin. Piştre me dît ku du girê wan hene. Wan cerdevanan jî mîna me ji bo parastinê gir digirtin. Pezê wan jî hebû û dema ku dihatin bêriyê û pezên xwe didotin, ji tirsa re, berya her tiştî nobedarên xwe derdixistin. Bêrî jî bi wan re dihatin. Bêrîvana li wê derê pezên xwe didotin. Hişedarê wan jî BKC û MG-3 bi xwe re datanîn li serê gir û bi wî rengî paristina xwe dikirin. Heta ku şivanê wan cesaret dikin ku werin ber sewalê xwe. Me jî pîlan kir ku em êrîşê ser wan hişedarên ku têne parestina pezdikin, bikin. Du gir digirtin, yek jê dûrbû û nêzî gundbû, lê yek jî weke bereya pêşbû û henekî ji gund dûrbû. Girê ku digirtin biçûkbû, derdorê wê vekirîbû û zozanbû. Lê belê buharbû û giya digihişte bedena mirovan.
Me keşfa xwe kir, carna hijmara wan zilamên ku dihatin ew gir digirtin deh kesbûn û carnan jî kêmtirinbû. Me ji xwe re digot ev hedefekî baş e. Me ji nêz ve keşfa wî girî kirbû û me pîlankir ku em bi şev xwe têxin hindirê gir de û em xwe di cihê saxlem de veşêrin. Dema ku cerdevan hatin serê gir û ji beriya ku bighîjin serê gir, wê demê emê li wan bixin. Me pêre parestina hevala jî amedekiribû.
Di berbanga sibehê de û di demjimêr 3’yan de me keşfa xwe temam kir. Mangekî hevalê jin ji bo çalakiyê hatibûn amade kirin. Yekîneyeke hevalên jin jî di parestina wan de bû. Me taximek danîbû parestina fereh û bi vê awayi heval ji cihê çalekiyê hetanî cihê me, di hindirê çeperan de birêzkirîbûn. Cihek hebû nêzî cihê çalakiyêbû, me jî li wir çalakî bi rê ve dibir.
Heval çûn û cihê xwe girtin. Bi rêya bêtêlê danûstendina me bi hevalan re hebû. Hevalan ji me re digotin: Me cihê xwe girtiye. Em ketibûn nava tirsa ku çete wê rojê neyên. Eger ku neyên em nikarin lêbixin. Ji ber hedefê me ne sabitbû. Piştre me dît hîç hedefê xwe şaş nekirin û di demjimêr neh û nîvan de çete ber bi cîhê xwe ve hatin. Di pêş de heyanî ku nêzîkî girbûn bi maşînê hatin. Piştre peyabûn û çûn ku herin serê gir. Piştî wê maşînê maşînekî dîtir jî hat. Ew maşîn tijî bêrîvan bûn, ji bo dotina pez hatibûn. Hîna bêrîvan peya nekiribûn, me îşaret da hevalan. Me got: Di wê maşîneya dîtir de bêrîvan û bi tevê wan jî zarok hene, bila agahiya we he be, hişyar bin hûn li medeniyan nexin. Di destpêkê de wê çete werin serê gir. Ev rabûn ber bi tepa ve çûn, ewan jî mîna me diçûn çalekiye û wekî me tevdigeriyan. Wekî du baskan tevger dikirin, çar bi çar çûn û du kesan jî parestina wan dikirin. Li ser milê wan BKC hebû.
Ew gava nêzî hevalan bûn, di navbera wan û hevalan de çar gav mabûn, wê kêliyê hevalan li wan xistin. Dema ku dengê çekan hat, ev çete wekî hovan, hema ketin nava tevgerê de. Heta jinên wan jî ji tiştekî neditirsiyan. Carekê dema ku heval çalekiyê li ser wan dikin, jinê van çetan jî bi çek û bi pêlavan êrîşî hevalan dikin û li pey hevala dikevin. Hevala dema ku li wan xistin du kesan parastin dikirin, van herduyan xwe teqle kirin û xwestin parestinê bikin. Pêre jî jin û zarokên wan hemû ketin nava tevgerê de. Qîreqîra wan bilindbû. Me rabû ji hevalan re got: Xwe bikşînin û neçin ser wan çekan û neyînin.
Piştre me bi rêya cihazê ew guhdar dikirin, kuştî û birîndarê wan çêbibûn. Ango zerar dîtibûn. Lê belê ev çalakiya me ya xweser bi serkeftî derbasbû. Berê jî destê wan di xwîna hevalan de hebû. Di wê demê de derbekî wisa li Osiyan xistin, ji bo me serkeftinek bû û pêwîstbû ev çalekî werê kirin. Dema ku hevala xwe paş de kişandin, ewan jî dane pey hevalan û bi rêya bêtêlê dizanîbûn hevalê jin birêve dibin û ê ku ev çalekî kirine tev de hevalên jin in. Ji ber wisa li ser bêtêlê pir gotinên xirab ji me re digotin. Van çeteyan bêtêla xwe dabûn jinên xwe û jinê wan digotin: Em werin emê xortê we bibin, behsa hevalê xort dikirin. Me jî bersiva wan ne dida.
Piştî çalakiyê me kemîn avête pêşiya wan. Me jî dixwest ku ew werin û em derbekî dîtir jî li wan bixin. Pevçûnê hetanî êvarî dewamkir, heval jî bi wan re ketibûn nava pevçûnê de. Lê belê dema ku dîtin ji bin kontrolê de derketine vegeriyan. Bê ku dijmin derbikevê heremê, roja dîtir piştî çalakiyê, hêzên dijmin jî anîn û dest bi operasyonê kirin. Lê belê ji herema xwe derneketin û nêzî qada ku em lê diman nebûn.
Ev çalakî ji bo me serkeftineke mezin bû, ji ber ev çalakiya xweser a yekem bû. Piştre ji rêveberiya qadêre tekmîl hate dayîn û hate gotin: Hevalên jin bi serê xwe li hemberî çetê Osiyan çalekî kirin e. Evî jî bandorekî mezin li ser heremê û li ser hemû hevalan kir û herkesî ji me re got: Em ditirsiyan ku ew çete derbekê li yekîneya we bixin, lê belê hûn berî wan ketin tevgerê û we çalakî kir.
Hevalên jin ev çalakî bi serê xwe kirin. Ev çalakî di buhara sala 1994 ê de hate kirin û yekîneya şehîd Mizgîn ev çalakî kir. Hinek ji wan hevalan hîna saxin û hinek ji wan hevalan jî şehîd ketine. Hevala Rewşen hebû. Ev heval ji Rihanîkê bû. Hevala Rojda jî ji Şirnexê bû. Hinek ji wan hevalan niha cihê xwe di xebatê YJA STAR de digrin. Ev çalakî arîşen (moral), coş û baweriyeke pir mezin bi jinê da qezenc kirin.
Sozdar Evesta.
- Ayrıntılar