Di navbera 12 – 14’ê Gulanê de li navçeya Şirnexê Qilebanê di navbera Artêşa TC’ê ya dixwest sînor derbasbike û gerîla yê me de di encama pevçûnên hatiye jiyandin de şahadeta 7 gerîla yê me ji raya giştî re hatibû eşkerekirin. Li gorî agahiyên herî dawî 10 hevalê me di van pevçûnan de gihîştiye şahadetê. 3 hevalê ku me nasnameya wan diyar nekirine evin;
- Ayrıntılar
Ji 15’ê Gulanê re mehek ma.
Gelo em ê di 15’ê Hezîzanê de bigihêjin selametê an wê qiyamet rabe?
Diyar nîne, lê êrîşên faşîzane û harbûyî yê AKP’ê diyar dike ku wê qiyamet rabe.
Weke helbestvanekî gotiye;
“Guhdar bikin hevalno.
Gotineke pêşiyan heye.
Yek dixwe, yek lê dinere.
Qiyamet ha rabû ha wê rabe.
Lay lay lay lay lay lay.”
Weke helbesvan dibêje dibe.
Ma wê AKP’ê zilmê bike û Kurd bêdeng bimînin?
Wê AKP bi artêş û leşkerê xwe wê gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bixîne.
Ma wê gerîla bêdeng bimîne?
AKP wê bêje fersend ev fersede bi namerdî operasyonan lidarbixe.
Ma wê gerîla bêbersiv bimîne?
Wê AKP’ê desteyekê bişîne gel Rêber APO û li hev bike ku êdî operasyonên leşkerî û siyasî nake lê wê berovajî vê tevbigere.
Ma wê gerîla wê ji vê re bê bertek bimîne?
Ev ne mêrxasiye ne jî exlaqiye.
Wê çeeyên polîsan yê AKP’ê li Silopiyê li dijî gel, li Êlihê li dijî ji tekane nûnerên gel Ayla Akan guleyan bireşîne.
Ma wê HPG bêdeng bimîne?
Ji xwe wê mafê xwe yê bersivdayinê bikarbîne.
Wê artêşa AKP’ê weke wawîka êrişî wirde virde bike.
Ma wê HPG qadan ji van keriyên wawîkan re bihêle?
Ger hinkes dibêjin bila van keriyên wawîkan li Kurdistanê li gor dilê xwe bigerin.
Divê bê zanîn ku, wan kesana hemû kesî dixapîne.
Divê bê zanîn ku wan kesana zalimê AKP’ê rewa nîşandidin.
Cardin divê bê zanîn ku wê HPG Kurdistanê ji keriyên wawîkan re nehêle.
Divê bê zanîn ku ev fermana şehîdên dawî yên Bagokê yên Şehîd Kemal Ferzende û Şehîd Seydoyane ji bo me.
Em ê keriyên wawîkan ji welatê xwe yê pîroz rêşbikin.
Ji 15’ê Hezîranê re mehek maye.
Paşde hejmar destpêkiriye.
Wê selamet be an qiyamet be, hertişt girêdayî AKP’ê ye.
Selamet bibe wê ji bo hemû kesan bi xêr be.
Qiyamet bibe wê tenê ji AKP ya dewletdar an jî bi şêweyeke din bi dewleta AKP’ê bibe.
Erdnigariya Kurdistanê, Derya Reş, Derya Spî û Amonosan ku sînga xwe ji gerîla re vekirine, ku gerîla ew qas belav bûye, dema qiyamet rabe, wê ev bibe dawiya AKP’ê.
Ozgur Bîlge
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16’ê Gulanê de di navbera saet 13.00-18.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Bêtalma, Girê Nêriya û Girê Bêtalma ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Terora polîsên AKP ya li hember gelê Kurd bi nêzbûna hilbijartina Heziranê ve giredayî zêde dibê. Hikûmeta AKP van êrîşên xwey faşîst hem di milê siyasî hem jî di milê leşkerî de didê meşandin. Operasyonên leşkerî , ji bo ku civaka Kurd bê parastin bihêlê û bi operasyonên siyasî jî dixwazê hêza siyasî ya gelê Kurd tasfiye bikê ango Kurdan bê siyaset bihêlê tê meşandin. Ev operasyonên siyasî û leşkeri ku ji aliyê AKP ve te bi rêvebirin bi awayek kordinê û ji yek navendê tê meşandin. Biryara YSK ya di derbarê namzetên bloka ked, azadî û demokrasi yê jî, karê ve navenda şerê taybete. Ev biryar di esasê xwe de ceribandineka tasfiya siyasî bû. Lê berxwedana gelê Kurd ya ku bi tevahî da meşandin hesabên ku bi vê biryarê dixwestin pêk bînin hemu vala derxistin. Ji ber piştî serhildanên gelê Kurd ku di encama wê de berdêl jî hate dayîn, YSK mecbur ma biryara xwe paşde bikşînê.
Piştî paşda kişandina biryara YSK, bê sînor meşandina terora polîsê AKP jî mirov karê bi vê pêvajoya dawî ve girêbidê. Ne AKP û ne jî tu kesên derveyî tevgera azadiyê hevî nedikir ku li hember biryara YSK, di astek bi vî rengî de çalakî û serhildan werin pêşxistin. Piştî kişandina biryara YSK bi awayek hovane zêdekirina terora binçavkirin, girtin û li qadan êşkencekirina Kurdan hinekî jî bi vê yekê ve karê werê nirxandin. Dewleta AKP rêbaz guhert û dixwest tola paşdekişandina biryara YSK hilînê. Ew şîrove û nirxandinên ku ji milê hinek derdoran ve nêrinên qaşo ev biryar biryareke darizîniye, alaqa xwe bi AKP ve nîne jî wek nêrineke rastî û bingeha xwe nîne karê werê nirxandin. Ji ber Serokwezîrê Tirkiyê Tayîp Erdogan herî dawî jî li palamena Ewropa yê bi awayek eşkere daxuyakirin ku dewlet ew bixweye û hevdîtinên bi rêberê gele Kurd Ocalan jî dahil her tişt di bin kontrola wî de tê meşandin.
Zêdebûna êrîşên ku wek operasyonên siyasî û leşkerî peş dikevin rewşeke nû didê pêşiya gelê Kurd. Herî dawî hatina serokê CIA û pênc roj li ser hev li Tirkiyê mayîn wek ku rêberê gele Kurd Ocalan jî herî dawî anî ziman tesaduf nîne. Di va penc rojan de peymanek di navbera dewleta Tirkiyê û DYE(Dewletên Yekbûyî Emarîqa) de hate çêkirin. Di vê derbarê de mînaka berçav biryara dawî ya DYE ye. Ruxmê ku DYE dizanê tu mal û milkê reveberên KCK nîne jî , biryarê destserdana malên hinek rêveberên KCK distînê. Wisa xuya dikê ku li dijî tevgera gelê Kurd tifaqa ku heyî hatiye nûjenkirin. Ji bo hevkariya li dijî Suriyê û Îran DYE we ji bo tasfiyekirina PKK piştgiriya ku didê Tirkiyê zêdetir bikê. Yanî israra hêzên emperyalîst ku pirsgirê Kurd wek kartek li dijî dewleta Tirkiyê bikartînîn berdewam dikê. Naxwe hikûmeta AKP, terora bê sînor ku li dijî civaka Kurd didê meşandin bi serê xwe nikarê bikê. Jî xwe hêza AKP bi serê xwe jî, ji bo vê yekê nîne.
Eger bi giştî werê nirxandin, konsepteke tasfiyekirina tevgera azadiya civaka Kurdistan ya nû di dewrêde yê. Mirov vê konseptê karê wek konsepta tasfiya kûr bi nav bikê. AKP dixwazê ber bi hilbijartinê Hezîranê vê bi konsepta tasfiya kûr encam bigrê. Bi hezaran biçavkirin û girtina siyasetmedarê Kurd û li qadên Kurdistan ê êşkencekirina ciwan, jin û zarokên Kurd nîşana vê yekê ye. Roj nîne ku bi dehan siyasetmedar û ciwanên Kurd newin binçavkirin û girtin. AKP ya ku tehammula konên çareseriyê demokratîk yê gelê Kurd nakê û bi awayek hovanê bi bombayên gazê erîş dikê, di vê baş zanîbê ku civaka Kurd bê xwedî nîne. Ew hêz, îrade û bi rexistina civaka Kurd ku her cur êrîşên faşîst yê hikûmeta AKP vala derbixînê heye. Ew polîsên faşîst yê AKP ku bi neyariyeke mezin êrîşî gelê Kurd dikin pêwîstî heye ku li Kurdistan ê zêmînê jiyanê ji wan polîsa re newê hiştin. Ev jî ancax bi seferberiya parastina cewherî karê pêk werê. Eger polîsên AKP li Kurdistan ê cesaret dikê ku li ser zarok, dayik û ciwanên Kurd terorekê dijwar bidê meşandin, pêwistî heye ku weke endamekî netewa Kurd em xwe cidî berçavde derbasbikin. Ev jî tê wê wateyê ku di rêxistinkirina parastina cewherîde asta ku tê xwestin hê dûre.
Artim Ronî
- Ayrıntılar
Neyar destên min bernedan ku ez bi bedewbûna te hinav û cergê xwe hînik bikim. Her şeveke ku ez di himbêza te de xewdikim, meraq neke ji bîra min naçe ku ez ji xwe bipirsim min çi jiyan kiriye. Lîlika çavên min di ziraviyên jiyanê de li şên û şemalbûnê digerin. Heya şeva dawiyê jî min bi zuhreyên asmanan re li bedewbûna te dinêrî. Hoy heval li min binêrin di bin naylonekê de ez li stêrkan dinêrim. Li kêleke min hevalan xwe dirêj kirin e. Her yek ketiye nava xeyalê ku wê di piratîkê de çawa tevlî bibe. Belê me jibîr nekir ku em ji xwe re suhbet bikin. Hevalê Celal Çelê, Koçer Kurdo û Canxort Efrîn yê ku wê şevê nexweş bû, serê xwe danîbûn ber hev û ji xwe re ketibûn nava bîranînan de. Lê belê kesekî ji me bawer nedikir ku ew ê roja wan ya dawî be û pêwîst e xatirên xwe ji Rêbertî, gel û hemû heval û dostên xwe bixwazin.
Sala 2009 an li Botanê herêma Garisan yekîneyeke hevalên jin û hevalên xort li cihê şehîd Diyana dimînin. Ew cihê ku lêdimînin berê pevçûnek di navbera hevalan û dijmin de rûdabû, li wêderê jî hevala Diyana şehîd dikeve, ji ber vê yekê navê şehîd Diyana li wî cihî dikin. Cihê wan hemû daristanin û zû bi zû dijmin nikare wan bibîne. Lê belê ew çend roje ku balafira keşfê li ser cihê hevalan digere. Roja 17 ê Gulanê di berbanga sibehê de balafira keşfê dîsa gera xwe berdewam dike. Piştî ku diçe heval nizanin ku wê li dewsa wê balafira şer were. Dema ku balafira şer tê, bi yek carî cihê hevalan gulabaran dike. Piştî wê qobra tê û dijmin dest bi avêtina top û hewanan dike û bê navber cihê hevalan bumbardûmandike. Di wê demê de çar heval şehîd dikevin. Ji ber ku balafira şer di carekê de li hevalan dixe hemû heval texmîn dikin ku hevalê li wêderê hemû şehîdketin e. Lê belê her kes ji xwe re dibêje gelo hevalan xwe xilaskirin e? Kesek naxwaze bawer bike ku heval şehîdketine. Hinek heval li benda çûyîna balafirên şer namînin û ji bona bizanibin ku heval şehîdketine yan na dizivirin wî cihî. Lê belê dîmeneke ku dilê wan perçe bike derdikeve pêşiya çavên wan. Hevalê Şervan Sason û sê hevalên din şehîdikevin. Wê çawa bawer bikin ku hevalên berî çend xolekan bi wan re jiyandikirin niha şehîd ketin e.
Her çar heval hîna destê xwe neavêtibûn çeka xwe şehîd dikevin. Hevalê Şervan Sason yê ku cihê xwe di rêveberiya Botanê de digirt şehîd dikeve. Hevalê Şervan Sason ji Batmanê ye û sala 1993 an beşdarî nava refên gerîla dibe. Her rojeke ku di çiyan de jiyandike bi lênûsa xwe re parvedike. Ji ber vê yekê evîndarê jiyana gerîlayetî ye û bê çiyan nikare jiyanbike. Berî ku beşdarî gerîla bibe dizewice û zarokekî wî heye. Gerîlayetî li gelek qadên çiyan dike. Ew cara duyemîne ku di sala 2007 an de derbasî Botan dibe. Di despêkê de rojaneyên xwe bi zimanê Tirkî dinivîsîn e, lê belê piştî ku xwe fêrî zimanê Kurdî dike êdî biryar dide ku bi zimanê Kurdî rojaneyên xwe binivîsîn e. Gava ku di nava hevalan de ne amedebane cihê wî xuyabû. Coşa wî parçek ji jiyana gerîla bû. Bi hezkirina xwe ya ji xwazayê re dihate naskirin. Ji wêne kişandinê gelekî hezdike, ji ber her rojeke ku jiyandikir nirxê wê dizanîbû û wate didayê. Di şerê xwe de dilawere û di şer de herdem pêşengtiya hevalan dike. Hevalên ku pêre şehîdketine, ew jî di jiyanê de bi wêrekî têkoşîna xwe didan meşandin.
Hevalê Celal Çelê di temenekî biçûk de beşdarî nava refê gerîla dibe. Sala 1979 an ji dayîk dibe û sala 1992 an beşdarî gerîla dibe. Hevalê Celal Çelê bi zindîbûna xwe ya di jiyanê de tê naskirin. Berî ku derbasî Botanê bibe piratîkê li gelek qadên zor û zehmet dide meşandin. Sala 2005 an bi pêşniyarê xwe derbasî Botanê dibe.
Hevalê Canxurt Efrîn sala 1978 an li Heleb ji dayîk dibe. Piştî ku têkiliyên wî bi hevalan re çêdibe û bi wan re xebatê dide meşandin biryar dide û sala 1995 an beşdarî gerîla dibe. Berî ku şehîdbikeve berpisyarê taximê ye. Bê ku dudilî jiyanbike di şert û mercên herî zor de bi taxima xwe re piratîkê dide meşandin. Bi fedakartiyeke mezin tevlî jiyanê dibe, ji ber vê yekê di nava hevalan de gelekî tê hezkirin.
Hevalê Koçer Kurdo jî sala 1984 an li İskenderonê ji dayîkdibe. Ji ber ku rewşa malbata wan ya aborî nebaşe naçe dibistanê. Lê belê hesreta xwendin û nivîsandinê di dilê xwe de nahêle û xwe fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Sala 2002 an beşdarî nava refên gerîla dibe. Bê qisûr tevlî jiyanê dibe. Di perwerdê de wergerandina parêznameyên Rêberê APO dike. Ji bona ku hemû heval parêznameyên Rêber APO fêmbikin çabayekî mezin dide.
Her çar hevalên leheng bi hezkirina xwe ya ji jiyanê re dihatin naskirin. Berî ku şehîdbikevin bi coşeke mezin xwe ji bona piratîkê amade dikin. Lê belê guleyên neyarê bêbext destûr nadin ku biçin piratîkê û di roja 17 Gulanê de şehîd dikevin. Pişt re heval li cihê şehîd Diyana gora wan li kêleka hev çêdikin. Lê belê evîndartiya wan ya welêt di dilên xwe de diveşêrin.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Gulanê de di saet 16.00’ande li Şirnex li gundê Yekmalê, Girê Sînek û Girê Elemûn ku bi ser Qilabanê ye Artêşa TC’ê dixwest ji vir sînor derbas bike, lê li vir rastî berxwedaniya gerîla yê me rast hat û pevçûnên gelek dijwar qewimiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Gulanê de di saet 16.00’ande li navçeya Şirnexê Qilabanê li derdora gundê Yekmalê, di nabera Artêşa TC’ê ya bi armanca sînorderbaskirinê hêzê xwe vediguhezt herêmê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên di tevahiya rojê berdewam kiriye û êrîşen havan, obus û kobrayan de 4 gerîla yê me şehîd ketiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12 Gulanê de li navçeya Kars Kaxizmanê di çapemeniyê de dabûn xuyakirin ku li dijî herêma Çemçê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistiye û pevçûnek di navbera Artêşa TC’ê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Lê di heman roj û demê de di navbera gerîla yê me û dijmin de tu pevçûn neqewimiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Gulanê de li Dersim li dijî herêmên Çiyayêsor, Uzuntarla, Hotmeri û Derheciyê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatibû destpêkirin. Me daxuyabû kku di 7’ê Gulanê de du leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatibû kuştin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10’ê Gulanê de di saet 20.15’ande li Bêdlîsê li bejahiya gundê Germav di navbera Artêşa TC’ê yê li herêmê derketibû operasyonê û gerîla yê me yê di parastinê de bû pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.
- Ayrıntılar