14’ê Tîrmehê bibîrtînin. Îro, komek berxwedêrên zîndanê di şexsê xwe de; li hemberî dijminê ku dixwest hêviyên gelekî ku heta kurtêlên dawîn jiholê rabikin, berxwedêriya PKK’ê ku di xwe de bi cî kiribûn nîşan dan. Ev rastiyeke bênîqaş e. Di demên herî zor ê destpêka sala 1980’î de, çi nirxên li piyan hebin, bi tevahî jiholê rakirin û bi zanebûn hemû tedbîran dan pişt xwe, da ku careke din şîn neyê. Li hemberî van polîtîkayên jiholêrakirinê, çi berxwedêrî pêwîst dike kirin, wekî berxwedaniya dawîn laşê xwe helandin, henasa xwe ya dawîn bi vî awayî mezaxtin û bi biryara çalakiya berxwedaniya herî bi hêz li ber xwe didin. Tam di vê xalê de, bi dirûşma “berxwedan jiyan e”, ji xwe re vê şîarê dipeyitînin û dertên holê. Ev bi tevahî dibe hêviyeke esîl a gel û banga jiyanê. Dibêjin; “Dev ji hêviyê berdan nabe, dev ji partiyê berdan nabe, emê xwe bihelînin û bizivirînin jiyanê.”
Berxwedaniya zîndana Amedê, di wateyekê de dibe berxwedaniya hebûn û tunebûnê ya Kurdistanê; lêdaneke li çarenûsa mirinê xistinê ye û berxwedaniyeke ku gengaziya qonaxeke girîng a jiyanê ye. Ji nava wê tê. Me berxwedaniya tîrmehê a rêber, bi girîngî û wateya wê danî holê. Berxwedaniyeke ku bi çarenûsa Kurdistanê re eleqedar e. Pêşengê vê berxwedaniyê hene. Teqez beşeke girîng, bi berxwedaniyeke dîrokî ya girîng de şehîd ketine.
A rast, rêhevalên wisa ne ku, dixwazin berxwedaniya herî mezin bidin. Em Xeyriyan û Kemalan baş dinasin. Hevalên ku bi azweriya têkoşînê tijî bûn. Pratîka şoreşgerî, ji bona wan jiyan bixwe ye. Xeyrî, kesayetiyeke ku xebat û propandayên rêxistinê henas bi henas dijiya, ji bilî vê yekê kesayetiyeke ku yek rojeke wî vala nîn e. Kemal, kesayetiyeke ku ji goşt heta neynûk her tiştê xwe têxistiye xizmeta partiyê, bi her tiştê xwe xeta têkoşînê ya partiyê dijiya û dîsa kesayetiyeke ku henas bi henas tarza jiyana partiya birêve dibe. Li ser vê mijarê pir tişt hatin gotin, dibe ku zêdetir jî bê gotin û ewê bê gotin jî. Ew rêhevalên me yên ku, xwe bi rastiya partiyê re, di şert û mercên herî zor û bêderfetî de, xwe bi pêş ve birine û ji bo dev jê bernedên, bi berxwedêriyeke mezin bûne bersiv. Ew kesayetiyên ku gelek caran vê yekê peyitandine. Biryarîbûneke berxwedêr a bi vî rengî, van kesayetiyan pêşengî kirine. Vê yekê, divê em baş fêm bikin.
Di berxwedaniya 14’ê Tîrmehê de, em Ferhatan jî bibîrbînin. Berxwedaniya çaran jî berxwedaniyeke mezin e, ew jî yek ji berxwedêrên dîrokê yê kêmdîtî ne. Berxwedaniya Mazlûm, Ferhat, Xeyrî û Kemalan, xala lûtkeya berxwedaniyê ye.
Vaye berxwedaniya Newrozê ya Mazlûman, vaye biryara berxwedêriya 14’ê Tîrmehê, vaye xwe kirina meşale ya Ferhatan, bi tevahî tevahiya xwe wisa ye.
Girêdayî bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê mayîn meseleyeke mezin e. Rêhevaltiya partiyê û hevaltiya dozê, ger bi her awayî rastiya herî bingeh a berxwedêran tênegihîje, wê demê li xwe xerabiya herî mezin dikin.
Ji bona ku em careke din wate bidin salên ku di vê bingehê de hatine qezenckirin û li ser navê berxwedaniya 14’ê Tîrmehê biaxivin, divê em PKK’yîbûna wê demê têbigihîjin û bikin. Di vê wateyê de, karê we zor e. Lê ew qas jî nêzîkî serkeftinê ye. Bila tu kes, li ser mîrateyên ku wê demê hatine qezenckirin, hêviya rojên xwe xelaskirinê neke. Ev ji îxaneta aşkere û xefletê xetertir e. Divê em xwe bidin qanîkirin ku, vîneke me û biryareke me û sîstemeke me ya nirxên pîroz heye. Li hemberî her tiştî derketin û bêhay dibe, lê baş bizanibin ku li hemberî van nirxan wisa nabe. Ger hêza we nîn be, bizanibin di ciyê xwe de bisekinin. Şer, ne karê her mêrxasî ye. Ez bixwe jî, xwe li vî şerî kêm liyaq dibînim. Min kir û nekir, xwe li vê serokatiyê nedam rûniştandin. Gotin di cî de be li ser daxwazê, dîsa li ser daxwaza şehîdan û pêwîstiya wesiyetan, min nedikaribû di çarçoveya hêza xwe de neanîna cî. Lewre em dibêjin, berxwedêriyek û biryareke fedakar.
Em vê yekê aşkere bêjin ku, di nava partiyê de; ne liyaqbûna bîranîna şehîdên berxwedêr ên mezin, li hemberî kêmasiyên xwe kirina perde, li ser wan bi erzanî jiyandin, pêre sekna her curê paşdemayînan, nefêmkirina biryarên vê roja mezin ku tê wateya banga şehîdên berxwedêr, bê têgihîştin jî neanîna cî, jiyana şehîdên berxwedêr tengkirin, mîna ku roj bi roj bîranînên wan jibîrkirin, xwe bi bîranînên şehîdan bi hêzkirin bidin aliyekî, li ser mîrateyên wan xwe debarkirin heye. Ger kar hatibe qonaxeke wisa, bizanibin ku ew partî û hevaltiya riyekê, bi rewşeke xeter re rû bi rû maye.
Me her dem vê yekê got; ger em hinek be jî li peywirên xwe xwedî derketibin û hêjî me dev ji berxwedaniyê bernedabe, babeta bingehîn a erka xwe diyarker e, teqez ev berxwedêr in û bi taybet girêdaniya me ya bîranîna şehîdên berxwedêr e. Bi qasî ku gengaz bû, me ew di xwe de hîs kir.
Li hemberî biryarîbûna 14’ê Tîrmehê, hûnê encameke çawa derbixînin? Pirsa herî balkêş ev e. Bi taybetî wan ji bona partiyê ji me re wesiyet kirin, me jî hinek girt. Gelo, wekî milîtanên ku dijîn, hûnê çawa bersivek bidin. Ji bona min, ev pirs pir sotîner e. Teqez divê, ciyê we di jiyaneke şoreşger û şer de hebe, serkeftineke we hebe. Ew belasebe, vê biryarê pêk neanîn û xwe şêst rojî nedan jiyandin. Bi berxwedanî, jiyankirinê wisa nîşandan. Gelo, hûnê çawa bi şer jiyankirinê nîşan bidin? Ku ew bi vî halê xwe li ber xwe dabin û şer kiribin û jiyan kiribin, hûn bi hemû derfetan lîstinê û rê li ber her curê binketinan vekirinê, çawa bêjin em jiyan dikin? Di vê bingehê de, gengaza ku hûn xwe bidin efûkirinê? Rastî li holê ye; liberxwedan, xwe helandin û “jiyan ev e” gotin. Girêdana di navbera şer û jiyanê de wisa raberî me kirin. Tiştê ku dikeve ser milên we jî, bi rêzkarî derbasî jiyankirinê ye.
Rêber Apo
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê Tîrmehê de di saetên beyanî de li Navenda Colemergê li dijî bejahiya gundê Peyanûsê, Davûla û Lewînê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di heman rojê di saetên êvarî de bêencam paş de zîviriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 23’ê Pûşperê û vir ve pevçûnên hatiye jiyandin de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin herweha gelek leşker jî birîndar bûye. Ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî gelî û palêyên Harçik, Paleyên Dereboyu, Çakirkaya û Şehîd Akîf ku bi ser Dersimê ne operasyonên hatine lidarxistin hîn jî bi kemîn û êrîşên helîkopterên kobrayan berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 9’ê Tîrmehê de di saet 21.30’an de gerîla yê mey ê îstîxbaratak nîrxandiye, ji bo yekîneya kontra ya derdiket operasyonê asteng bike çalakiyeke rêbirînê lidarxistiye. Di dema venêrîna rê ya li ser riya Amed – Lîcê ji aliyê gerîla yê me astsubayek, çawuşekî pispor û erkdarekî tenduristiyê dîl hatiye girtin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê Tîrmehê de li navçeya Colemergê li Şemzînanê li dijî Bêgûza û Salara ku bi ser Herêma Herkiyê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Basına ve Kamuoyuna!
1. 9 Temmuz günü Hakkari’nin Şemzinan ilçesine bağlı Herki bölgesinde bulunan Bêguza ve Salara mıntıkalarına yönelik olarak TC ordusu tarafından bir operasyon başlatılmıştır. Operasyon halen devam etmektedir.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re’
Di 8’ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-15.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Ertûş û Geliyê Kinyaniş ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Tîrmehê de di saetên êvarî de li Mûşê li dijî herêma Koxê ku bi ser Gimgimê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon a li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7’ê Tîrmehê de (îroj) di saet 04.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundên Stûnê, Kiyê û Şetanûs ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di van êrîşan de ji aliyê Artêşa TC’ê gazek spî ya piştî diteqe bi qasî 100 metrê ye belav dibe hatiye avêtin.
- Ayrıntılar
Her demsalek di hindirê xwe de cîhaneke nepenî dihewîne. Cîhan jî bi xweşikbûna her demsalekî re çavê xwe ji nû ve bedlike û derdorê xwe temaşedike. Mîna zarokê ji nû ve di deryaya çavê dayika xwe de wata jiyanê hîs dike. Jiyan jî hebûn û hestên xwe bi van demsalan tîne ser ziman û bi her demsalekî re jî mirovahî xwe nû dike û şerê jiyan û mirinê ji nû ve destpêdike. Xweza bi bedewbûna xwe mîna heyva çardeşevî rêwîtiya kerwanê azadiyê dike.
Havîn jî bi ked û xwîdana xwe, li deşta rojê meydana şahsiwarê gerdûnê digerîne û li pey xwe kefenê mirinê diçirîne. Qêrîna Zivistanê bi tûndî dixwaze serdestiya cîhanê bike û li ser erşê ezmanan rûne. Pelçemokê daristanan jî li ser şopa payîzê serhildan û qêrîna gelan bi rê têxe.
Lê di nava giyan û xweşikbûna van çiyayan de, jiyan xwe bi rengekî cuda tîne ser ziman. Xweza bi gerîla re rêwîtiya jiyanê dike û gerîla mîna koçerekî bi her demsalekî re govenda zayînê digerîne. Mîna baz û pez koviyan ew hêlîna xwe li navsera çiyayan dihûnîne û tîrêjin rojê hembêzdike. Li ser dêmê xaka kevana zêrîn û li ber bejna simbilên bi xêr û bereket dilan sermest dike .
Erê! Gerîla evîndarê jiyana xwezayî, deng û rengê wê yê bê mirin e. Mîna ava çem û deryayan tim jiyanê zindî dikin, ji çiyayan bilintir û ji deryayan kûrtir, mîna Buharê bi xeml û xêlin. Ew dengê xaka pîroz, keskesora Cûdî, Gabar û Zagrosan e û mîna şahdemarê giyan û jiyanê, bi hev re bûne dost û heval. Mîna pepûleyan ji çiyayekî ta çiyayekî û ji gundekî ta gundekî, bi yek dil û vîna xwe, bedena şûn waran dixemilînin. Ew in diyariya xaka bereket û hebûna gelê bindest. Ji bona wan sar û serma ne xeme, ji ber ku dilê wan her dem germe û ji bona azadiyê her tim lêdide. Çiya ji bona wan dîroka zayîna insan e, roj û şevên wan mîna şewqa stêrkan tim geşin û diçirisin. Rêwîtiya wan a jiyanê, mîna mîlê demjimêrê, tu rawestgihan ji bona xwe nasnake. Ji ber ku tama jiyanê li cem wan û di nava bedena wan çiyayan de pir cudaye. Ji ber ku mirov di nava jiyana gerîla de ji nû ve xwe nasdike û bi keda destê xwe û vîna azad jiyan dike û her hewildanê mirov ji bona efrandina jiyaneke nûjen e. Weke din mirov di eynika rastiyan de xwe ji nû ve dibîne û jiyanê mîna dayikekî bi hemû hêza xwe hembêz dike. Ev jiyan mîna xwezayê her tim zindî ye û ji mirovan re dibe guh, çav û ziman. Mirov tê de bi çavê xwe xweşikbûna jiyanê ji nû ve hîsdike, bi zimanê xwe jî ji nû ve peyvan li pey hev rêzdike û rastiya vê jiyanê li ser rûpelên dîrokê xêzdike. Mîna wêneçêkerekî bi teliyên xwe yê zêrîn li ser bedena xaka pîroz wêneyên zindî xêz dike.
Her tiştê vê jiyanê, ji bona wan hesan dibe, ji ber ku amacê wan mezinin û hêviyên wan yê jiyanê mîna çiyayan bilindin û mîna deryayan kûrin. Di şer û cengê de mîna lehengan meydanê dixwînin. Ne germahiya Havînê bi dijwariya xwe û ne jî bayê Payîzê û berfa Zivistanê bi sir û seqema xwe zora wan dibe. Ji ber ku ew di deryaya dilê xwe de hêviyên Buharê dihewînin û mîna berfînan berxwedan bûye parçek ji jiyana wan.
Jiyan bi xwe ji bona wan qada perwerdeya herî mezin e, ji bona wê hemû demjimêrên jiyana wan bi kar û xebatê dagirtî ye. Bi şev û roj û di her şert û mercan de ew xwe perwerde dikin, mîna ava ku ji bin belekiyê berfê dizenzile û li ber tava Buharê diçirise û ber bi dol û newalan ve diherike. Ew jî bi rêya perwerda ku dibînin dil û mejiyê xwe paqij dikin. Rêwîtiya wan rêwîtiya azadiyê ye û mîna pêlên deryayan tu sînoran ji bona xwe nasnakin.
Her demsala Zivistanê ji bona wan destpêkeke nû ye û vegotina hemû demsalan xwe di hindirê wê demsalê de tîne ser ziman. Ji ber ku ew jî mîna xwezayê di her Zivistanekî de xwe ji bona zayînekî nû amededikin. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, ji nû ve xwe ji bona nûrojeke bi serkeftî bi rêya perwerdê û ji nû ve avakirina kesayetê, xwe bi hêz û vîn dikin. Ji ber ku ew jî mîna her zindiyekî li ser rûyê vê xakê jiyan dike, bi hazirî û tevdîr tev digerin. Ji bona wan demsala Zivistanê demsala perwerde û amedekariyê ye. Lewra di vê demsalê de, xwe ji nû ve di ber çavan re derbasdikin, kêm û kurtiyê xwe nasdikin û mîna avzêmê xwe her tim nû dikin. Bi coş, heyecan û kesayeteke nû, rêwîtiya xwe didomînin û mîna birûskê dixwazin cîhanê bi remanê xwe ronîbikin û sînorên di nava dilan de bihelînin.
Li ser çiyayan mîna kovî û xezalan govenda zayînê digerînin. Li ser dijminê xwe de mîna şûrê Guhderz û gurzê Rustemê zar dijwar û bi hêrsin. Bi kêf, şadî û bi dilekî tijî evîn mîna gulên Buharê, cîhanê tev hembêzdikin. Her tim xwe bi rext û fîşekan dixemlînin, ji bona wan çek mîna parçeyekî ji canê wan e û weke ku ew dibêjin bê wê dijmin nayê rê. Ji bona vê yekê her tim ew dixwazin, bi rêya perwerdeya ku dibînin hîn bêtir hakimiyeta xwe hem di milê şer û hem jî di milê jiyanê de xurtbikin. Ew çeka ku li ser dijminan de her tim mîna dojeh û qebristanê ye û ji bona dost, heval û gelan roja cejn û tolhildanê ye. Ji bona wê, ew di şerê xwe yê jiyanê de, ji bona xwe tu qeyd û bendan nasnakin. Bi qêrîna xwe dîwarê zindana tarî li ser dijmin de dihilweşînin. Bi deng û agirê çek û remanê xwe neyar û dijminan dişewitînin.
Ji bona wan her demsaleke Zivistanê amedekariya Buhareke nû ye, ji bona vê yekê ew xwe ji her milî ve ji bona şer û cenga giran amede dikin. Mejî û dilê xwe bi rêya perwerdê paqijdikin û dixwazin ji bona Buhareke nû di meydanê de li beramberî dijminê xwe serkeftîbin. Mîna roja ku tariya zilm û zordariy serdestiyê tar û mar dike. Ew jî bi hatina her Buharekî re bi xwîna xwe ya dikele û hestên xwe yên ku bi asoyên azadiyê av dane serçopiya jiyanê dikşînin.
Erê ew gerîlane, mîna evîna pepûle û gulan û heskirina çeman ji deryayan re, her tim bi hêviya xwe gihandina rojên azad tevdigerin. Ji ber ku azadî di serî de ji bona xwezayê û her zindiyekî ku di nava vê xwezayê de dijî pêdiviyekî jiyanê ye û ew mîna av, nan û henaseyê, ji her mirovekî re pêwîs e. Ango her insanekî dikare bê av û nan heyanî demekî jiyanbike, lê nikare bê azadî jiyanbike, ji ber ku mirovê azad bibêje ku ez mirov im.
Dibe ku jiyana gerîla hatibe bihîstin û guhdar kirin an jê bi dîmenan hatibe temaşekirin. Lê ev tevger tevgera şehîdan e û tenê yê ku di nava van rastiyan de jiyan dikin û her roj ji bona jiyaneke azad li beramberî mirinê şer dikin û li ber xwe didin, hîn bêtir wata vê jiyanê nasdikin, hîsdikin û bi dil, can û vîna xwe ya azad hembêz dikin.
Ahmet Azad
- Ayrıntılar