(Çavdêrî ji V. Konferansa HPG’ê–III)
Ku em ji belgeyên partiya xwe ragihînin; “Stratejî; di civakekê de di nava demeke diyarkirina sekna polîtîk re tê gotin. Stratejî zanistiyek e. Zanistiyeke ku têkilî û nakokiyên civakî û têkoşîna di navbera wan de dahûrîn dike. Zanistiya stratejiyê kîjan hêmanan digire nava xwe? Di demeke diyar de, berjewendiyên civakê ji xwe re dike armanc. Ji vê re bi piranî bername û proje tê gotin. Bername ew tişt e ku, di rêgeha berjewendiyên civakê de diyarkirina rêgez û hedefa ye. Stratejî ku wekî hêman û zanista polîtîkayê ye, berî her tiştî xwe dispêre bernameyekê. Bi kurtasî; em dikarin bêjin ku ji bona ku bigihîjin armanceke ku berê hatiye diyarkirinê de, riya ku tê dimeşî ye.
Teqtîk, girêdayî stratejiyê ye. Çawa ku polîtîka girêdayî felsefeye û bîrdoziyek be û ji wan rêgezan re meyl dide, teqtîk jî girêdayî stratejiyê ye. Em dikarin ji teqtîkê re, rewşa rojevîkirina stratejî û derbaskirina wê ya pratîkê bêjin. Ew hêmanên stratejiyê digire nav xwe, tabî di rewşeke zêdetir teng de, zêdetir rojevî kiryarîkirinê dihewîne. Ji vê hêlê de qada teqtîk, qada wê ya pêkanînê bi tevahî qadên pratîk e. Teqtîk, biryar û karên me yên rojane ne. Ji vê hêlê de her biryara ku di her kêliya jiyana rojane de didine, em dikarin wekî teqtîk bi nav bikin. Ku ev sekneke milîtanî be, kesayetiyeke rêxistin û çalakiyeke diyarkirî be, helbet ji ber ku jiyana wî girêdayî rêgez û armanca ye, rojane hemû biryarên ku dide, di nava xwe de armancekê dihewîne.”
Di V. Konferansa HPG’ê de belkî jî herî zêde mijara ku delegel li ser sekînin teqtîk bû. Li jor bi cewherî stratejî çi ye û pêkanîna wê ku teqtîk hate gotin tê çi wateyê, me anî ziman. Di çarçoveya ravekirinên li jor, ku em teqtîkê bi dest bigirin, destpêkê rexnedayîn hatin dayîn. Ji ber ku pêwîst e ku teqtîk çi be bi salana ye mijareke zelal e. Ji berê de hatiye çespandinê. Ku stratejî têkoşîna demokratîk a siyasî be; teqtîk jî tevahiya çalakiyên ku vê stratejiyê derbasî jiyanê bike yye. Ku em li gorî qada leşkerî bi dest bigirin, ji vê livbaziyê re; xweparastina pasîf, çalak û topyekûn dibêjin. Ji ber ku di pratîkê de di pêkanînê de hêlên kêm derdikevin û ev ji sekna fermandar bingeha xwe digire, bi taybetî gelek hevalên me yên fermandar neçar man ku xwerexneyên xwe bidine. Her çiqas cî bi cî ev rexnedayîn bi çîk bûn jî, neçar bû ku bê dayîn.
Ji pirsa ku stratejî û teqtîk zelal bin, wê demê ya ku nayê kirin çi ye(?) ye re bersiva bê dayîn; kêmasiyê pêkanînê. Ji ber ku yê ku pêk tîne yan jî pêk nayne bixwe fermandar e, wê ji fermandar re rexne werin û pêwîst dikir ku her hevalek pratîka xwe li pîvanên rêxistinê bixe û li gorî wê rexnedayîn bidana.
Helbet ne tenê rexne bi pêş ketin. Li gelek qadên me çalakiyên ku di teqtîkê de rêçek vekirine jî bi pêş ketin. Ji vanan re wekî mînak; li Gabarê çalakiya hevalê Şehîd Adil, piştre çalakiya Oramarê, di berdewamiyê de Berxwedaniya Zapê û tabî serdegirtinên qereqolên Pûlûmûr, Tezvan, Hêzan û Bêzelê, di pêkanîna teqtîkê de çalakiyên di cî de bûn. Rêxistin van çalakiyan di wext de pîroz kir û berdewamiya wê xwest.
Em baş dizanin ku ji bona pêkanîneke serkeftî, pêwîstî bi amadekarî, lêhûrbûn, disîplîn, teqtîk û biryarîbûnê heye. Her wiha biryara teqtîk; tê îfadeya biryara ku li her cî û asta jiyanê de pêwîst e çi bê kirin e. Ji ber ku em teqtîk dikin û her kêliya jiyana me teqtîk e. Dema ku rewş ev be, biryarîbûna teqtîkê diyarker dibe.
Me berê jî di nivîsên borî de nivîsandibû ku terza tevgera gerîla li gorî dijmin şêwe digire. Ev di bingeha xwe ji nû ve diberçavan derbaskirina teqtîkê ye. Konferans der barê pêvajoyê de biryara da û wiha hate diyarkirinê; “Ger ku pêvajoya bêçalakîbûnê ya ji bona ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bibe bi ser nekeve, aşkare ye ku wê pêvajo ber bi şerê parastina rewa di gûrbûna navîn de ve biqelibe. Ger ku di dawiya pêvajoyê de çareseriyek bi pêş nekeve, divê baş bê fêmkirinê ku şerê parastina çalak destpêbike. Lewre armanca şerê parastina çalak ê di asta navîn de, di esas de dijmin ji helwesta şer dûr xistin û dijmin anîna xeta çareseriya demokratîk û aştiyane. Pêvajoya pevçûnan ku bê jiyankirinê, bêguman wê di asta navîn de be. Ya bingeh ev e ji asta berê qat bi qat zêdetir şerê parastina çalak bi pêş xistin e.”
Ji ber vê yekê, ji bona ku fermandar û şervanên HPG’ê vê çalakîbûnê nîşan bidine, divê bi hûrgilî xwe amade bikin. Ev jî tê vê wateyê ku her gerîlayek ji perwerdehiyên taybet bê derbaskirinê. Helbet ku têkoşîneke berxwedaniyê bi berfirehî û bi kûrahî bê dayîn, divê çawaniya gerîla jî li gorî vê be. Lewre destpêkê di bingeha vê de wê baş amadekirî bê kirinê û wê wekî xebateke sereke bê destgirtin.
Di nivîsa min a borî de me parastina cewherî bi dest girtibû û li pêş me qebaskirina van kêmasiyan bo me peywireke sereke ye. Ku em hemûyan bigihînin hev, di asta jor de şêweyên çalakiyên zengîn, di nav hev de û di nava tevahiyek de, terz û kapasîteyek, girîng e ku derkeve holê. Ev jî tê wateya xebateke bi kordîne û berfireh û wê ev jî bi xwe re têkoşîn û berxwedaniyê bîne. Dîsa her qada ku di bin ewlehiya gerîla de ye, wê wekî sehayên parastinê bi terzeke fedayiyane bêne berfirehkirinê. Gerîlayên ku vê bike, divê di serî de li Tirkiyê, divê li her parçayên Kurdistanê behreya tevgera xwe bi terzeke fedayî bi rê ve bibe. Ku dijmin li hember serokatiya me, gel û tevgera me bikeve asûneke şerê topyekûn, xwezayiye ku wê bikeve asûna berxwedaniyeke topyekûn. Konferansa me rewşa berxwedaniya topyekûn wekî; “rewşeke ku bingeha çareseriya demokratîk û siyasî ji holê rabe” derbirî. Di vê bingehê de; ev jî tê wateya ku hemû sazî û dezgehên dijmin ên siyasî, aborî û leşkerî hedef bê girtin. Ev jî sekna teqtîk a vê demê ye. Ger ku dimin bi tevahî têkoşîna siyasî ji holê rabike....
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 30’yê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Aşûtê, Serbestê, Çeperê Jêr, Meydanê Serê Spî, Xirpatê, Zavîtê, Pisaxa, Gundê Pinyaniş û qada Gemanê ku girêdayî Colemêrgê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku di 3’yê cotmehê de qediyaye û piştî vekişînê yekîneyên veşartî bi armanca kemînavêtinan û keşfan li erazî hatine hiştin.
4 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
1. Di 2'yê cotmehê de ji hêla firokeyên kobra yên Artêşa TC'ê ve qada Geper ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye hatiye bombebarankirinê.
- Ayrıntılar
J gelê me û rayagiştî re!
1. Di 30’yê îlonê de saet di navbera 22:00-22:30’yan de eydî Artêşa TC’ê firokeyên kobra gundê Satê ku girêdayî Geverê ye bombebarîn kirine.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya biryara bêçalakîbûnê ku ji hêla tevgera me ve di 21’ê adara 2009’an de hatibû sendin, ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember hêzên me 38 caran bi armanca tunekirinê operasyon hatine li dar xistin. Di van operasyonan de ji ber pejinkariya gerîlayên me di 4 operasyonan de ji neçarî pevçûn hatine jiyandin û ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyek nehatiye li dar xistin. Di seranserê meha îlonê de hem li hember eyaletên me yên bakur hem jî li hember Qadên Parastina Medya bi tevahî 12 caran êrîşa bi topan û 3 caran jî êrîşên hewayî li dar ketiye. Di vê mehê de 10 gerîlayên me gihîştine şehadetê û di van pevçûnan de yek ji wan astsûbay bi tevahî 8 leşker hatine kuştin. Di meha îlonê de di encama mayînên ku Artêşa TC’ê raxistiye de 4 sivîl jiyana xwe ji dest dane û ji ber topbaranan jî eydî gundiyan gelek zevî û baxçe zirar dîtine, bi dehan sewal telef bûne û li gelek qadan erazî şewitîne.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 19’ê îlonê vir ve ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Mêrganîş, Petrot û gundê Zevê ku girêdayî Zapê ne û qadên Kinyaniş, Dola Kinyani, Hertûş û Kela Bedehê, ji qereqolên Bilîcan û Êrîş ku li girê Bilîcanê bi cî bûne, bi awayekî bi gurahî hawan û obûsan avêtine. Di encama êrîşa bi hawan û obûsan de gelek qadên daristan şewitîne û gund zirar dîtine. Êrîşên navborî hê jî didomin.
29 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 24’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve di navbera navçeya Hezoya Batmanê û gundê Lerdê ku girêdayî Lerdê ye de operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyona ku teknîkeke zêde û hejmareke zêde leşker hatiye bikkaranîn de, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de, di 24, 25, 26 û 27’ê îlonê de pevçûnên bi şid hatine jiyandin. Di van pevçûnan de hevalekî me yî bi navê Baran (Ozdal Kaplan) bi lehengî şer kiriye û gihiştiye şehadetê. Di van pevçûnan de hevalekî me yî bi navê Mazlûm ku em ê piştre der barê sicîla wê de agahî bidine jî dîl ketiye destê dijmin.
- Ayrıntılar
(Çavdêrî ji V. Konferansa HPG’ê – II)
Ji bona civakekê, rûmet xeteke jênaveger e. Rûmeta civakî, di warê ehlaqî de tê wateya rêzdariya li hember xwe. Di vê hêlê de civakek çiqas bi rûmeta xwe re girêdayî be, ew civak civakeke ewqas bi xwe û derdora xwe re rêzdar e.
Rûmeta civaka çi diderbirîne? Destpêkê rûmeta civakî, civaka li hember xwe rêzgirtinê destpêdike hetanî girêdayîna azadiya, ji wir jî li hember tu kesî serînetewandinê diçe. Di rastiyê de ev mirovbûn, nebe nabûna civakîbûnê ye.
Baş e, wê ev nebe nabebûn çawa pêk bê û wê kî pêk bîne?
Gelek bersiv hene ku mirov bide. Dibe ku hinek ji vê pirsê re bêje ku bi sazbûna “artêşên mezin” Bi artêşên mezin wê çawa li hember xwe rêzdar bin, ew jî mijara nîqaşê ye.
Hinek vê davêje ser zanistiyê û hewl didin vê pê bînin. Ev bi gelemperî di civakên ku wekî civakên demokratîk tên zanîn de wekî rêbazek pêk tên. Encax di roja me ya îroyîn de zanistên pozîtîvîst ku doxmatîk, dûz, berjewendîperest û di xizmeta serdestan de ne û wekî zanistiyê li hember gelan in, wê çiqas bikaribin rûmeta civakî pêk bînin. Ji wê wêdetir wê çiqas bikaribin li hember xwe rêzdar bin?
Hinek jî bi bikaranîna şîdetê re hewl didine ku baweriya li hember xwe ji nû ve saz bikin. Vanan bi gelemperî di civakên ku têne eciqandin û bindestin de mekanîzmayên parastinê ne. Lê em jî baş dizanin ku şîdet her dem dij şîdetê diafrîne û em dizanin ku di dawiya dawîn de her cure şîdet ji tu tiştî re ne çareserî ye û bi demê re vediguheze yê hemberî xwe û tewşî li hember rêzdariya ku dixwaze pêk bîne dibe.
Baş e, wê yên bindest, yên hatine pirxîn, yên li derve hatine hiştin û hatine xistin, wê kîjan riyan bişopîne û li rêzdariya li hember xwe biafrîne?
Vaye bersiva vê parastina cewherî ye.
Rêber Apo di vê xisûsê de wiha dibêje; “Parastina cewherî polîtîkaya parastina civaka ehlaqî û polîtîk e. Ya rast civakeke ku nikaribe xwe biparêze, wê wateya xwe ehlaqî û polîtîk winda bike. Ew civak ya hatiya mêtandin an jî heliyaye û riziyaye; li hember vê yekê ya li ber xwe dide yan jî dixwaze nasnava ehlaqî û polîtîk ji nû ve bi dest bixe û xebatbarî bike. Parastina cewherî navê vê pêvajoyê ye. Civakeke ku dixwaze di xwe de israr bike, her cure mêtandin û zextan red bike, encax vê yekê bi derfet û saziyên parastina cewherî pêk bîne. Parastina cehwerî tenê li hember xeteriyên derve pêk nayê. Ku hêza biryarê bi hêza parastina cewherî re zexm nebe, wisa bi hêsanî nakeve rewacê. Her dem mûmkûn e ku di sazîbûnên civakî de nakokî û tengezarî hebin. Divê neyê jibîrkirinê ku civakên dîrokî demeke dirêj in bi çîn û bi serdestî ne û wê bixwazin ku van taybetiyên xwe biparêzin. Wê van hêzan ji bona ku hebûna xwe biparên bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Lewre, wê parastina cewherî wekî daxwazeke civakî demeke dirêj di rojeva civakê de ciyekî girîng bigire.
Maye ku di roja me ya îro de civak ne tenê ji derve, ji hundir ve jî hetanî çavêkên xwe yên dawîn bi desthilatiyek re rû bi rû ye. Pêwîst e ku civak di hemû çavikên guncav de komên parastina cewherî pêk bîne û ev jiyanî ye. Civakên bê parastina cewherî, civakên ku ji tekelên sermaye û desthilatan re dîl ketine û hatine mêtandin.
Ji bona gelê Kurdistan re, sazbûna hêza parastina cewherî girîngiyeke jiyanî di nav xwe de dihewîne. Ev zirûfên bi pevçûn li Rojhilata Navîn û polîtîkayên tuneker, înkarok û şikestina civakê, kiriye ku rêxistinbûna parastina cewherî nebe nabe. Gelê kurd encax dikare hebûna xwe bi parastina cewherî berdewam bike.”
Ev tê vê wateyê: Ji bona ku civaka kurd rêzdariya li hember pêk bîne û bi vê ve girêdayî bi gelên cîran re têkiliyeke tendurist û wekhev jiyan bike, divê xwe hetanî bîrîmeke herî biçûk rêxistin bike. Wê xwe li hember êrîşên bîrdozî, felsefîk, polîtîk, rêxistinî, çandî, civakî, derûnî biparêze û li hember her cure êrîşan jî pêwîst bike xwe di warê leşkerî de rêxistin bike û xwe biparêze. Ev ji bona rûmetbûnê nebe nabe ye. Ev ne bengîtiya çekan e, berevajî vê yekê rê li ber bêrûmetiyê girtin û çalakiya vê ye.
Carekê divê ev bê zanîn ku, civaka bi rûmet civakeke birêxistin e. Civakeke bi rûmet, civakeke ji zextên kolekirinê re serî natewîne. Civakeke bi rûmet, ketiyê azadiya xwe ye. Ya herî girîng jî civakeke bi rûmet, civakeke ku hêza parastina wê heye.
Parastina cewherî ew tişte ku, bêyî ku fermanek bigire, li hember her cure êrîşên bibin an wê bibine xwe birêxistinkirin, xwe parastin û bi van re re girêdayî rêxistinkirina qada ne. Divê her kurdek teqez beşdar bibe. Tu li ku derê bî, li welêt an li derveyî welêt bî, bi sehm xwe birêxistin bikî. Li ciyek êrîşek bûye, divê li wê derê di nava çend deqeyan de bi hezaran kurdên pejinkar amade bin. Li hember demokratek, li hember saziyeke demokratîk êrîşek bû, divê bi hezaran ciwan û jin biherikin wir. Wê ev bi çi bibe? Encax ev birêxistinbûnê dibe. Ev jî bi xwe re têkilî û ragihandineke bi hêz pêwîst dike.
Vaye em ji a’yê heta z’yê bi tevahî rêxistinkirina civakê re, parastina cewherî dibêjin. Hêzên gerîla, tenê baskek vê hêzê ne. Hêzeke leşkerî ya profesyonel in.
Yek ji biryarên girîng ên V. Konferansa HPG’ê ji nû ve sazkirin û rêxistinkirina parastina cewherî bû.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya bergiriyên giştî li tevahiya sehaya me (Gabar, Cudî, Besta, Hekarî, Mêrdîn û derdorên wê) xwedîkirina mozan û nêçîrvanî û li bejahiya Stewra Mêrdînê birîna daran hatiye rawestandin. Di vê çarçoveyê de gelê me yê herêmê bi van armanc û yên dîtir, divê derneyên bejahiyan.
28 Îlon 2009
Fermandariya Seha ya Botan a HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di navbera rojên 25-26’ê îlona 2009’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember girê Cehennem ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
28 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar