Hîn jî li benda mene li wê derê! Çavênwan ji asoyên sor naqerin. Dilê wan bênefer nabin, evîna dilê wan sar nabe, germahî û xiroşiya kêleyên hevdîtinê, hestdarî û rewneqê çavên wan xamoş û sar nabe. Û hîn jî li wê derê li benda mene.
Em jî di xaknîgara bêzagon de, di navbera erd û ezman de, li rex erşa yezdanê xemsar(yê ji erd û ezman mayî) de cîhê tevger û libata me bû! Bi çend rundikên çavan, dilopên xwîdan û xwînê û bi hesreteke bêdawî, bi keser û axîn û şeydayî, ev xaknîgara bêzagon, niçik-niçik weke nexşên tevnên dayîkan me durust kirî.
Êdî kevala bê serî û bêdawî, ya bê pêşgotin û bê paşgotin, ji ferehiya bênahiyên me re xwe rêxistibû û em jî, bêyî vîn an jî arezûyê me, dikirin hêmanên vê kevala sermedîx. Bi me re ketibû nava galegal û şevbûhûrkên sîh-giran! Lê ewna jî, hîn li wê derê, li benda me bûn, çavên wan ji rê naqerîn. Di dilên mişt ji mefer, li benda diyarbûna reşikên menî.
Rêwîtiya rêya bêdawî û henasên zor û germ li ser serê wan, weke firindekî efsanewî difirîn û hêlan dikirin. Wan jî lingên xwe yên westiyayî zorî meşê dikirin “... ka gaveke din jî hindik maî hindik ma! Gaveke din jî bavêjin...” Lê ev hindik hew bi dawî nedibû, êdî hindik bûye jiyanek, çerxek û gerdûnek. Êdî avîtina her gavekê ji wan re dibû nîşana serkeftineke teqez. Êdî hest û hizrên wan ji tevahî cîhanê qut bûbûn, salname û pîvanên rojgarê û cîh-aliyan winda dibûn û bê wate mabûn.
Kevala ku tenê bi rengê spî bû, cîhan hemû jî kiribû yek pîvan, yek reng, yek alî, yek heyam û yek hêvî berê wan jî arasteyî aliyekî windayî bûn, jixwe di memleketa kevala spî de, ancax di holê de “Ne diyartî” dibe armanca hemû windayiyan! Hêvî jî bi çarenûsa nediyar ve girêdayîbû. Lê dîsa jî gav-avîtin ji wan re dibû hêmana kutahiyeke bixêr.
Bendewarên me; bûkên dest bi xene, dayîkên çav li rê, bavê di bi keder, evîndarên dil keser, zarokên rûken, dara ne avdayî, rûpela spî, pênûsa bê reng, rojnameya ku di stasûna tirênê de rawestandî, goristana bênav, navê bêxwedî... bi hezaran çavên li rê, bibûn bendewarên me....
Hîn jî li wir, li benda me bûn, li benda me ne, çave wan ji hemû aliyên spî nadiqerî, li pêş çavên wan rewrewkên xapanok dibûn reşikên rêwiyên windayî, hêviyeke dem-kurt dida wan û yekser weke xwê di avê de dihiliya û winda dibû bi xwe re jî xendeya li ser lêvên wan dîsa diçilmisand.
Di nava dojeha berfa dişewitî û bi xwe re jî laş û giyanê candêran dişewitand de, rêwiyên riya nediyar dimeşiyan. Serê wan di ber wan de bû, destên qerisî û tevizî di berîkên wan de bê libat mabûn. Her kes li şopa hevalê berî xwe dimeşiya û gave xwe davîtin. Hêz û vejena dewamkirina vê rêwîtiya bê armanc nemabû. Lê dîsa jî meşa xwe ya berve nediyariyê ve didomandin. Ewna tenê dimeşiyan... Jixwe rawestandin tê wateya mirina di nava dojeha berfa şewitî de, meş jî him hêviya gihîştina starekê didê wan.
- “Bimeş bimeş û ha bimeşî lê bi kû da bimeş? Çima bimeş? hêza min êdî nema ez dixwazim xew bikim”.
- “Bimeş, bimeş, raneweste, xew nekeî bimeş, li benda mene, hindik ma, hindik ma”
Piştî du-sê rojan ji meşa bêdawî û bê alî, wî bîryara xewê da. “Ku çi dibê bila bibê, êdî eze xew bikim”. Bê ku serma, sirr û westabûnê xem bike, xwe li ser piştê, di nav berfê de dirêj kir û çavê xwe girtin. Wî tucaran nizanibû ku berf evqasî germ û xweşe, wekî ku ew di cîhekî herî germ û nerm de xwe hîs dikir. Wekî ku di paşila dayîka xwe de, bi narînî û nazdarî xew dike, ji hemû cîhanê, xwe qut kir. Xeweke pir şêrîn û giran bû. Cîhê wî pir germ bû, yekser di xew ve çû. Yên li benda wî bûn serlêdana şopa wî kirin, wî wî bi rûkenî pêşwazî li rewrewkên bendewarên xwe kir: “A... vaye ez gihîştim we, ma çima heta niha ez xwe ewqasî westa dikim? Hûn niha li gel min in”
Di nava xaknîgara bi berfa şewitî rêxistî de, wî xwe avîte bextê xwedawendê berfê yê hêzdar û di dawa wî ya germ de kete xeweke bêdawî. Di nava kevala spî de, tenê ew heyameke kurt, weke şanikeke cuda ma, pişt re jî, di nava îm-pertoriya dojeha berfa şewitî de winda bû. Yên din jî, bi me fer û vîn, ji bo bervacîkirina dîroka bervacî, rêya xwe ya ne diyar, domandin û di qeliştûkên aso yên spî de ji ber çavan windabûn!
Bendewarên wî jî, hîn li wê derê çavên wan ji asoyên sor û xaknîgara qerisî de naqerinî.
Ew jî bû çîrokek û xewneke berfa şewitî. Ew jî bi Berfa Germ wê her roj, her tim vejêye. Nivîsara ku bi tiliyên xwîndar û dilopên randikên germ yên çavên melul hatî strandin û afrandin, wê di ber çav, di mejî û deryayê aşopên her kesî de cîhekî xwe yê xewê çêbikê ye û bi şêrînî û nazdarî di xewa giran ve biçê ye.
Lê hîn jî li wê derê li benda wî ne Bihar hat û derbas bû, havîn reviya û çû, payîz bi gopalê xwe rêwitiya xwe domand û berfa Germ dîsa hat, lê hîn jî wî li wir xew dikir.
Ji Lênûsa Gerîla
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 7’ê Adarê de saet 22.00’an yekîneyek gerîlayên me li hember kuluba nobedê ya qereqola 10’ê Nîsanê ya polîsan ku li navenda Êlihê ye, bi çekên roketavên ên B7 û çekên ferdî çalakiyek li dar xistin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Êrîşên şerên qirêj ê dewleta Tirk a ku her roj li Kurdistanê berdewam dike, ji bo veşartina têkçûna artêşa xwe bi awayekî dijwar êrîşên hewayî li dar dixin.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 8'ê Adarê de saet di 15:00-15:30 û 9'ê Adarê (îro) de saet di navbera 00:30-05:30 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Gever’ê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Dewleta Tirk û Erdogan, şerê xwe yê kirêt ê li Kurdistanê li ser bingeha şerê psîkolojîk bi medya şerê taybet dimeşîne. Bi veşartina kuştiyên xwe re hewl dide artêşê serketî nîşan bide û agahiyên şaş dide çapemeniyê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di sibeha 7'ê Adarê de artêşa TC xwest ji girên Seyîdan û Omeryan ên li ser sînorê herema Metîna ji nû ve dest bi çêkirina rê bike. Li ser vê yekê, saet di 10:00 de gerîlayên me yên YJA Starê hin rêze çalakiyên sûîqestê pêk anîn
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 4-5’ê Adarê de hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC a li qadên Şehîd Bager, Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremar’ê ya li sînorê navçeya Gever a Colemêrg’ê çalakiyên berfireh li dar xistin. Detayên çalakiyê wiha ne
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 2’ê Adarê li derdora gundê Xelîla, Gizrê, Hedilê û Îvan ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê operasyonek berfireh hatibu destpêkirin û di vê operasyonê de gerîlayên me yên şehîd ketine hene
- Ayrıntılar
Gava ku rêheval Ş. Berxwedan Sêrt ber bi Botanê ve dikeve rê nêrînên xwe wisa aniye ziman:
Navê min Berxwedan Sêrt e. Ji paşnavê min jî diyar dibe ku ez ji Sêrtê me. Di 2002’yan de ji Stenbolê tevlî refên azadiyê bûm. Beriya niha li qadên Xakûrkê, Xinerê, Qendîl, Heftenîn û Metînayê mam. Di vê pêvajoya nû de, di wê baweriyê de me ku li bakur ez ê bêhtir bi kêrî têkoşînê bêm. Min bi vê yekê bawer kir, pêşniyara xwe bi pêş xist û hat pejirandin.
Pir hestiyar im ango gelekî kêfxweş im. Di wê baweriyê de me ku; dê him daxwazên Serokatî, yê gel û him jî yê pêvajoyê û her wiha ji boyî pêkanîna binetarên paradigmaya nû li bakur dê bihêztir tevlî bibim. Ji ber kelecaniya xwe ez nikarim zêdetir hestên xwe bînim ziman.
Li Botanê di pêvajoya çêkirina qampê de rêheval Ş. Berxwedan Sêrt nêrînên xwe bi van gotinan aniye ziman:
Di 2006’an de hatim Botanê û hîna saleke min neqediyaye. Bakur li gorî herêmên gerîla yên din pir cuda ye. Nêzî dijmin jiyîn û di wan şert û mercan de jiyana xwe domandin ji min re gelekî balkêş hat. Jiyana li vir pir xweş e, bi taybetî di mile rêhevaltiyê de zahf xweş e. Piranî li milê Herekolê min pratik meşand. Ji aliyê erdnîgariya xwe ve Herekol herêmeke zozanî ye. Piştî ku berf li vê herêmê dihele xebatên pratîkî jî destpê dikin. Her çiqas ji aliyê gerîlatiyê ve dijwariyên xwe hebin jî herêmeke gelekî xweş e. Mirov dikare bêje ku ew herêm bi dijwariyên xwe ve bedew e. Cara yekemîn e ku zivistanê li qampeke bakur derbas dikim. Qampên bakur ji yên başûr gelekî cuda ne. Li bakur di mijara ewlekariyê de hemû heval bêhtir hişyar in. Liv û tevger sînordar e, lê belê ewlekarî girîngtir e. Hemû heval di milê roniya mangan de zahf hişyar in. Di her siharê de şopên şiverêyan tên girtin. Tevî van hemûyan, di perwerdehiya tê dîtin de jî her hevalek xwedî lêhûrbûneke xurt e.
Di esasê xwe de hatina 2007’an ji 2006’an ve diyar e. Mirovên ku pêvajoyê dişopînin kêm zêde dizanin ku dê sala li pêş çawa derbas bibe. Dijmin hîn bêhtir wê li xezebê bigere. Ango dijmin di sala 2007’an de wê berê xwe hîn bêhtir bide li ser gele kurd û herêmên gerîla. Em jî him ji aliye bîrdozî ve û him jî ji aliye leşkeri û pratîkî ve xwe amade dikin. Dikarim bêjim ku niha bi her awayî ve xwe ji boyî şer amade dibînim. Tişta herî girîng a ji boyî me ew e ku; her heval divê bibe xwedî pratîkeke layiqî Serokatî, gel û rêhevalan. Tiştên ku karibim bêjim ev in. Ji hemû rêhevalan re serkeftinê dixwazim.
Rêhevaleke bi navê Dîcle Kardelen bi gotina ‘‘rêwîtiya nîvco mayî’’ destpê dike û ji me re behsa rêheval Berxwedan Sêrt dike. Rêheval Dîcle Kardelen, Ş. Berxwedan beriya tevlîbûna refên azadiyê nas dike û dizane ku çawa berê xwe daye çiyayên azad. Lê dema behs dike hemû hestiyariya xwe jî tevlî dike. Her wiha helbestekê jî ji boyî bîranîna rêheval Ş. Berxwedan dixwîne. Ş. Berxwedan bi helbestê re dibe yek û dîsa li gir, zozan, şiverê û çiyayên Botanê digerîne. Rêheval Berxwedan di vê gerê de dibe têkoşîn, şer û li qada cengê dadide dijminê xwe. Şerê wan ne ji wan şerê yek bi yek bû. Şerê wan li hemberî hemû hêzên dijmirovahiyê bû.
Ji boyî ji te silavekê bigrim
Her bihar ji xwezayê dipirsim
Ji Bestayê silava te digrim
Ji Botanê tê denge te
Mergumar nivîn
Besta lihêfa û
Herekol jî bûye balîfa te
Navê te li navnîşa Zarokên Botanê hat nivîsîn
Ji ber ku te li dayikê îxanet nekir, tu hatî rûmetdarkirin
Vê rûmeta te em silav dikin
Demsala Biharê, te li evîna welatê min dinivîse
Stranên azadiyê li lûtkeya Herekolê têne ziman
Dengê çekan ji Mergumarê tên
Ev deng,
Mizgîniya gihandina te ya Rojê dide me
Garisa bêriya te dike
Rêhevalên te, navê te li dil dinivîsin
Mirovahî evîna te li sedsalan
Û li rûpelên dîrokê dinivîse
Zarokên siberojê
Gul û çîçekan li rêya te direşînin
Û ez ji Cûdiyê bi kevokan
Hêviyên xwe yên hesretî
Û silavên xwe ji te re dişînim
Belê, ew ji bo rêwîtiya nîvcomayî ketibûn rê. Û rêwîtiya rêheval Berxwedan jî di nêvî de mabû. Rêheval Berxwedan hîna pir ciwan bû û ji boyî rûmeta gelê xwe dixwest têkoşînê bimeşîne û bilind bike. Heta jê hat erka milîtaniyê di têkoşîna xwe de pêk anî, lê wek me anî ziman rêwîtiya wî nîvco ma.
Di esasê xwe de ev rastiyeke PKK’ê ye. Kesayetên ku xwedî hêviyên pir mezin, gelekên ji wan di şerê rûmetê de, di nêviyê rê de dimînin û digihên şehadetê. Ev mertebeya herî bi rûmet e. Gihandina vê mertebeyê gelekî zehmet e, lê ewqasî jî ji nedî ve tê. Lê bi qasî ku ji nedî ve tê, mirovan digihîne bilindahiyê jî. Dema li dû xwe dinihêrim bi hezaran hevalên me tevlî karwana şehîdan bûne. Ji wan hindekan hîna xwe negihandin coş û kelecana van çiyayan, bûn stêrk û ber bi ezmanan ve çûn.
Rêheval Berxwedan jî wisa bû. Ez wî ji malê nas dikim. Di nav wê jiyanê de jî nêzîkatiyên ji rêzê qebûl nedikir. Jiyana wî ne ji rêzê bû. Ji ber vê yekê berê xwe dabû çiyayên bilind. PKK ji boyî wî wateya jiyanê bû. Rêheval Berxwedan hetanî hilma xwe ya dawî ji vê jiyanê tawîz neda.
Daxwaza wî ya sereke bi tenê carekê dîtina Serokatî bû. Ji bilî vê tiştekî nedixwest û her tim bi vê xwestekê jiya. Heta kêliyên xwe yên dawî bi dirûşmeya ‘‘Bijî Serok APO’’ fîşekên xwe bi ser dijmin de reşand.
Rêheval Berxwedan di sala 2007’an de tevlî gelek çalakî û pevçûnan bûbû. Herî dawî li herêma Garisa di çûyîna peywirekê de, navnîşan ji wan re şaş hatiye gotin û di encamê de dikevin kemîna dijmin. Di vê kemînê de rêheval Berxwedan Sêrt, tevî sê hevalên xwe yên bi navê Welat, Merwan (Menan Çaçan) û Egît (Serbest Oren) bi têkoşîneke bêhempa tevlî karwana şehîdan dibe.
Rêhevalên Wî Yên Têkoşînê
- Ayrıntılar
Berxwedêriya pîroz, şerê me yê vejînê Newroza xwe ya 25. bi serkeftineke mezin hêza pêşwazîkirinê nîşan daye.
- Ayrıntılar
