Ji çapemenî û raya giştî re!
Tevî daxuyakirina tevgera me ya pêvajoya bêçalakitiyê ya yek alî a di 1’ê Adara 2011’an ku heta Artêşa TC operasyona lidarnexe û êrîş neke emê êrîş nekin hatibû ragihandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Adarê de di derdora saet 07.30’ande li navçeya Sêrt Dihê li dijî navbera Gundê Serxetê û Reşînê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Li dijî hêzên dijmin ê derketibû operasyonê ji aliyê gerîla yê me ji bo tolhildana gerîla yê me yê li Gabarê şehîd ketibû çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji bo Newrozê çend roj man. Diyar e Newroza îsal ku em pêşwazî dikin ji yên salên borî dê cudatir be. Konjonktura em tê re derbas dibin û rastiyên ku di nirxandinên Rêber Apo de derdikevine holê nîşan didin ku dê Newroza îsal cuda be. Tevgerên gel ên li Afrîka Bakur û Rojhilata Navîn nîşan didin ku cîhana sedsala 21’emîn dê ne weke hêzên sermayeya global plan dikin derbas bibe. Gelan di salên dawî yên sedsala 20’emîn de pirgirêkên xwe yên heyî derbas kirin û ketin rewşeke wisa ku dê ew bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin.
Vê pêşketinê rewşeke wisa afirand ku hêzên sermayedar ên global aloziya dijîn kurtir bû û êdî gihişteke rewşeke ku nikaribin ji nav derkevin. Modernîteya kapîtalîst bi tu awayî nikare xwe ji aloziya dijî rizgar bibe, berovajî bi pirsgirhekên nû re rû bi rû dimîne. Êdî nayê zanîn ka aloziya ku di roja me de xwe li erdnîgariyên cuda dide dê sibê şêwazekî çawa bistîne. Niha cîhan vê yekê guftûgo dike. Ne mumkûn e ku modernîteya kapîtalîst karibe ji bo pirsgirêkên dijî çareseriyeke bingehîn biafirîne. Ne mumkûn e karibe vê yekê pêk bîne. Heger ev mumkûn bûna niha pirsgirêkên ku cîhan dijî dê pir cuda bûna.
Pirsgirêkên ku di roja me de li Tirkiyeyê têne jiyîn jî ne mumkûn e ji pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst dijî cuda bêne fikirîn. Bi tevahî parçeyekî wê ye. Her çiqas hikûmeta AKP’ê tabloyeke cuda nîşan dide û dixwaze rewşeke cuda nîşan bide jî ev rastî nayê guhertin. Komara tirk weke netewe-dewlet şêwaz girtiye. Netewe-dewlet jî îcadeke modernîteya kapîtalîst e. Şêwaz, rengê wê çi dibe bila bibe ya li Afrîka Bakur û dewletên Rojhilata Navîn îflas kiriye netewe-dewlet e. Li derveyî van tiştên têne jiyîn girtina komara tirk ne mumkûn e. Bijarka ku beşdarî heman pêvajoyê bibe jî heye. Ji ber ku netewe-dewletên li Afrîka Bakur û Rojhilata Navîn hatin sazkirin di dema avakirinê de ji ezmûna weke dewlet avakirina Komara Tirk sûd hate wergirtin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên di roja me de ev dewlet dijîn, di rastiyê de pirsgirêk û rewşên ku komara tirk xwediyê wê ye. Û ev pirsgirêk di nava komara tirk de berfirehtir û kûrtir têne jiyîn.
Hikûmeta AKP’ê ji bo encamên ku ev pirsgirêkên komara tirk dijî asteng bike xwe weke dewleta polîs birêxistin dike. Li Tirkiyeyê pirgirêkeke cidî ya demokratîkbûnê heye. Pirsgirêkên civakî gihiştine rewşeke ku ji nav neyê derketin. Civak li ber rewşeke ku cenetê derbas bike re rû bi rû hatiye hiştin. Gelek mijarên ku demên borî ne dihatin rojevê jî niha weke pirsgirêk xwe didin der. Di serî de jî siyaseta înkar û tasfiyeyê ya li dijî pirsgirêka Kurd tê meşandin bûye sedem ku pirsgirhekên heyî wergerin kangrenê.
Yên ku bêjin dewleteke ku ev qas pirsgirêk lê hene dê nekeve bin bandora aloziya modernîteya kapîtalîst, ketina nava bendewariyeke bi vî rengî û fikirîna ku her kes dê ji vê yekê bawer bike, bi gotina herî sivik tenê û tenê xwe xapandin e. An dereweke wisa mezin e ku her kesî dixin dewsa ehmeqan.
Tirkiye di van rojên ku ji Newrozê re çend roj mane de di vê asta bilind de pirsgirêkan dijî. Rêber Apo der barê hawîra bi biryara 13’ê Tebaxê ya ‘Bêçalakîtiya yekalî’ re gotibû „Heta serê meha Adarê ez ê bisekinim û wê demê nerînên xwe bêjim.“ Di 2’yê Adarê de jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku divê li hêviya Newrozê bisekinin. Ev di heman demê de ji bo hikûmeta AKP’ê dihate wateya şans û derfeteke nû. Gelo dê hikûmeta AKP’ê vê derfetê bikar bîne? Em vê yekê nizanin. Lê belê derfetên ku beriya niha jê re hatibûn naskirin ne nirxandibûn. Herî dawî jî heta destpêka meha Adarê gaveke bi tenê jî neavêt û pêvajoja ji 13’ê Tebaxê û heta wê rojê gelekî xirab bikar anîbû. Di vê pêvajoya derbasbû de di planên kûr û tenik ên tasfiyeyê de israr kir û lez dabû xebatên xwe yên di vê çarçoveyê de. Vê polîtîkaya ku hikûmeta AKP’ê meşand li cem derdorên ji bo çareseriya demokratîk a mayinde ya pirsgirêka Kurd de xwedî hewldan bûn de rê li ber bêbaweriyeke mezin vekir. Van derdoran jî di destpêka meha Adarê de bi daxuyaniya weşandin pêwist dikin wiha bêjin: „Êdî gotineke me ya ji PKK’ê em bêjin nemaye, çavkaniya pirsgirêkên tê jiyîn hikûmeta AKP’ê ye.“ Gelo hikûmeta AKP’ê dê dawî li van nêzîkatiyên xwe yên baweriyê nadin bîne? Ne mumkûn e em vê yekê bizanibin. Em ê bibînin. Pêwiste neyê jibîrkirin ku gelê Kurd di vê mijarê de xwedî tecrûbeyeke kûr e.
Ji bo Newrozê hefteyek ma. Ya rast gelê Kurd bi destpêkirina rojên Newrozê hinekî zû pêvajoya Newrozê da destpêkirin. Bi çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê navneteweyî ya Roja Tevkujiya Neteweyî ev yek dane destpêkirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û her cihê dijîn Kurd careke din li derdora Rêbertiya xwe bûne yek. Tevî ku ciwanên leheng ên mîna Mustafa Malçok xwe feda kirin û bi berdelên mezin jî be ev yek pêk anîn. Bi rojan li kolanan man, li hemberî êrîşên polîs bi lehengî li ber xwe dan. Tevî guleyan, îşkence û zîndanê ev yek pêk anîn.
Gelê Kurd Rojên Newrozê bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar wergerandin lehiyeke coşê ya tu hêz nikare xwe li ber bigire. Jinên Kurd careke din bi çalakiyên rastiya Jina Azad tê wateya Civaka Azad. Beriya bi rojan derketin kolanan û piştî 8’ê Adarê jî çalakiyên xwe domandin.
Salên borî jî gelê Kurd rêzeçalakiyên bênavber li dar xistibûn. Lê belê di Newroza îsal de ev xeta çalakiyê dê derkeve asta herî jor û di nava xwe de cudabûnan diparêze. Lewma divê bi yên berê re neyê tevlihevkirin: Pêvajoyeke ku konjonktura herêmî û navneteweyî derfetên nû afirandine, îcada modernîteya kapîtalîst netewe-dewlet îflasê dijî û dewleta tirk dê nikaribe xwe li derveyî vê yekê bigire dîsa di pêvajoya ku bêçalakîtiya yekalî ya 13’ê Tebaxê êdî bêwate bûye û di pêvajoya ku Tevgera Azadiya Kurd di dîroka xwe de pêvajoya Pêngava 4’emîn dijî de pêk tê. Divê ev yek neyê jibîrkirin.
Cemîl Bayik
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14’ê adarê de li navçeya Şirnexê li Basê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Em gihîştin agahiya şahadeta 3 hevalê me. Di derbarê bûyerê û agahiyê nasnameyên hevalê me dema ji aliyê me were zelal kirin, wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
- Ayrıntılar
Bîranîna hevalê Egîd, anîna tekoşîna wî li ser ziman, tê wateya fêmkirina destaneke qehremantiyê û bibîranîna wê, ku destaneke wisa ye ya herî pêşe di tekoşîna me ya demokrasî û azadiya civakî de. Gelo mirov dikare behsa mirin an jî mayîna kesên wisa bike, ewê ku pêşeroj û paşeroja miletê xwe û çînên wî yên bindest ya esîl di kesayeta xwe de temsîlkirine?
Belê, bê guman pêwîste mirov wî nasbike û fêmbike. Hevalê Egîd hevalekî şêrîne, hevalekî mêrxase, hevalekî fîdakare! Pêwîste mirov li hevalê weha yê bi can û ruh her gav bigere û nasbike. Ne xasim di roja me de ku ew mîrasê dîrokî yê ku mirov ji ber ve şermdike, hêjî mîna bend û zincîran di gerden û lingên gelê me de ye, gava ku mirov vî dîmenê jiyanê yê ku nayê kişandin, bîne ber çavan, mirovê bixwaze ku li hevalê mîna Egîd nasbike û di tevgera ku ew tê de ye, cih bigre, her weha mirov wê bixwaze ku pêre hevaltiyê bike û bibe mîna wî û hemî zehmetiyên jiyanê pêre hevparbike. Hevalê Egîd di serî de hiş û ruhê zincîrxeleka şehîdan kariye fêmbike. Her weha mirovekî mezine ji ber ku kariye dil û hişê miletekî di kesayeta xwe de bi cih bike. Kesekî ku bigihêjê pîvanên wî dikare mezinbûnê, qehremantiyê û esîltiyê di kesayeta xwe de pêkbîne. Mirovekî ku vê rastiyê pêkbîne, ma mirov dikare behsa mirina wî bike? Mirovekî ku gihiştî reseniya jiyanê, gelo ma ew mirov dimire?
Heger ku jiyan komkirineke bê hejmar ya çendaniyan (nîcelîk) be di hundirê demeke kurt de, navê wê piştî demeke kurt dibe mirin. Lê belê gava ku jiyan, têgihiştina gerdonê ya bê sînor be, her weha xelekên pêşketina zayenda mirov be, wê demê ew mirovê ku vê têgihiştinê di kesayeta xwe de pêkbîne, mirov nikare behsa mirina wî bike. Gelê me yê ku xwediyê kesayet û rêbertiyekî weha ye, di kesayeta wî de ev rewş bi şanazî gihiştiye vejînê û bêmirinê. Gelê me û PKK ê şanaziya xwe bi vê rewşê didin xuyakirin. Ew wê her gav di berxwedana me ya netewî de mîna sembola qehremanê tekoşîne bê bibîranîn.
Berxwedana Mezlûm ruhê partiyê yê herî mezine.
Em hinekî li ser şehîdên newrozê sekinîn, ewên ku temsîla vejînkirina rojekî nû dikin. Hinek hevalên me yên hêja bi mirineke ku jiyanê bi xwe re dafirîne bersiva vê rojê dane. Kêm zêde me wate daye şehadeta hevalê Mezlûm. Di şehadeta hevalê Mezlûm ya newrozê de, wateya ku derdikeve pêş eve: li dijî radestkirinê (teslîmiyetê) û hovîtiya ku di wê demê de ronahiya hêviyê ya herî biçûk jî di bin vê êrîşa hovane de bû, her weha hemû derfetên jiyanê gihiştibûn asta tunebûnê, li dijî vê mîna pêngavekî ku di kesayeta xwe de biberxwedanê bersiv daye, me wateyeke weha jê derxistiye. Di hundirê tarî û zulûmatê de bi darikekî yê kibrîtê afirandina ronahiyê, çêbûye. Li dijî daxwazên ku armanca wan radestkirina jiyanê ye, xwe fedakirin û ji nûve afirandin, bibiryar hebûna xwe berdewamkirin, bêguman tiştekî pir girînge ku di kesayeta heval Mezlûm de pêkhatiye. Ji ber ku rewşa ku dihat jiyankirin, ne gengaz bû ku bi wî awayî derbasbibûna. Êrîşek û hovîtiyeke wisa hebû ku, inceq bi lêvbaziyekî wisa jiyaneke azad, bi namûs û rûmet derketa holê.
Weke min got, şehadeta hevalê Mezlûm vê rastiyê temsîldike. Bê guman ev tişetekî gelekî girînge. Heval Mezlûm hevalekî me yê ku herî zêde bîrdoziya partiyê fêhimkirî û ruhê patiyê temsîlkirî her weha her gav hewl dida ku wisa bimîne, hevalekî weha bû. Ew kesayeteke bêhempa bû. Di vê wateyê de ew yekser dibû PKK e, gotina jiyana PKK e di lotkeya herî jor de temsîlkiriye. Ji ber ku wê demê zextek wisa hebû ku radestkirin serdest bibe. Ev radestkirin bêguman li dijî kesayetek weha nayê pêkanîn. Heta em dikarin bêjin ev radestkirin ne li dijî PKK ê tenê bû. Bêguman me jî li derve liberxwedida. Tiştê ku me ji derve dikirin hebûn, lê belê radestkirin bêhtir derdiket pêş. Her weha pirsgirêk ew bû, ku piştî vê radeskirina li zîndanê wê çi li pey wê bihata? Belkî ev rastî bêhtir bingeh dihate girtin. Serkeftina radestkirinê li zîndana Amedê, ew xiyaneta Şahîn – Yildirim heger biserketana, bi hezaran radestkirinên dî wê li pey hev mîna ristikekî berdewam bikirana. Ev jî wê bibûna belayekî mezin li serê gel bêguman, bi destê Kemalîzmê, ji xwe vana navê xwe kiribûn “ xortên Kemalîst” û bi vî navî ev xiyanet dikirin. Heger ku evana bi serketibana, ev serkeftin wê mîna ya 1925 an bibandorbûna.
Berxwedaniya hevalê Mezlûm, dema ku rewş giha vê xalê, li dijî vê rewşê di xaleke gelek nazik de derket holê. Ji ber ku wê demê her tişt berovajî bibû. Radestî û xiyanet bi lezgînî pêşdiket. Tiştê ku wê demê bihata kirin, inceq lêvbaziyekî weha bû. Lêvbaziyeke bi vî rengî di rojekî weha watedar de, di rojeke jiyanê de, di rojeke nû de, di rojeke vejînê de hevalê Mezlûm pêkanî. Bi rastî jî evê lêvbaziyê serdema piştî xwe bi xurtayî xiste bin bandora xwe. Tê zanîn ku li dijî radestkirinê berxwedan serdest kiriye. Evê berxwedanê berxwedana me jî xurt kir, tê zanîn ku xwe gihand serê çiyan. Em niha têdigihêjin ku ev berxwedan, berxwedaneke netewî bû.
Ya girîng, em her tiştî li şehîdekî barnakin, an jî em nabêjin di her tiştî de ya rast eve, em ne di hundirê nêzîkatiyekî xapandinê ya weha de ne. Lê belê heger ku feraseteke kûr pêwîste bike, ew ferast jî kêm- zêde bi vî awayî inceq bibandor be, em karin vê rastiyê bi hêsanî bêjin. Ji xwe ew lêvbaziyên li pey hev, piştî vê berxwedanê hatîn kirin, vê rastiyê isbatdike. Bi rastî jî newroz piştî vê dîrokê û şûnde bêhtirîn bi jiyanê ve hate girêdan. Bandora berxwedana hevalê Mezlûm, ku hiştiye rojên newrozê bibin rojên berxwedanê, tu carî kes nikarê çavekî biçûk lê binêre.
Rehşan Demîrel, pireke ji bona ku gelê me yê Metrepolê di ser wê re derbasî welêt bibe.
Berxwedanek, li kela Izmîrê buyerek xwe şewtandinê heye. Berxwedana keçeke Kurd ya gelek ciwan bi navê Rehşan Demîrel heye. Rastiyeke Kurdistanê û Mêrdînê ku hatiye koçberkirin, li wê derê heye. Welatparêzî li wê derê ji xwe bibandore. Ev keça ciwan di nava şer û bengiyeke azadiyê de ye. Li aliyekî dîtir jî rastiyeke lawaz jiyandike. Rastiya şerê rêxistinî bandora xwe dike! Di rojên newrozê de ev rastî bi lezgînî û tundî tê jiyankirin. Diyare ku vê keça ciwan xwestiye ku bi awayekî mendehoş hebûna xwe ji bona şerê azadiyê pêşkêş bike. Her weha dixwaze ji bona vê rastiyê tiştekî bike. Lê belê hêza wê ya ramanî û derfetên wê yên bikaranînê têra vê tiştê nakin, lewre ew hê negihaye vê derfetê. Ango asta bengiya wê ya azadiyê hêza wê ya ramanî û asta wê ya rêxistinî derbas dike. Li hemberî vê jî soz û peymana wê heye ku tiştekî bike, ji ber vê yekê radibe lêvbaziyekî weha pêktîne. Şert û mercên ku mirov ji ber ve şermdike, yên ku miletê me li Metrepolê tê de jiyandike, her weha rewşa malbata wê ya zor û zehmet, şertên jiyanê yên biçûkxistinê ku bi feraseta wê ya azadiyê re dikeve dijîtiyê, ev tiştana hemî dema ku bi zindîtiya newrozê û hêza wê ya kişandinê re dibe yek, dihêle ku ev keça Kurd lêvbaziyekî weha pêkbîne û bibe pêtgehek(meşale).
Gengaze, di ruhekî weha de wêrekî û piştî wê jî lêvbaziyekî weha derkeve û dertê jî. Me got em vê lêvbaziyê watedar dibînin. Evê şehadetê cemawerê me yê Metrepolê gihand ronahiyê. Her weha bi awayekî gelekî berûçav ji bona gelê meyê Metrepolê ev lêvbazî roleke wê ya mîna pirekî û amorekî rakirinê leyîstiye. Gelê me yê wêderê bi vî awayî hinekî biser xwe ve hat û berê xwe da welêt. Peyama lêvbaziyê biqasî pêtgehekê rola xwe bi vî awayî isbatkir. Ez dibêjim mîna hêzekî pêşeng xwe isbatkiriye. Ji ber ku bi sedan kes birêxistiye, ev jî tê wateye ku rola fermandariyê leyîstiye. Bi taybetî bi jin ve girêdayî, rê li pêşiya tevlîbûneke mezin vekiriye. Mirov dikare bêje ku ji tevlîbûna mêran zêdetir bandora xwe li tevlîbûna jinan kir. Di vê wateyê de ji bona azadiya jinan karekî mezin û alîkariyeke mezin kir. Ev jî dide xuyakirin ku ji bona wan bûye hêzekî pêşeng û artêşê.
Hevala Sema Yûce û hevalê Fikrî Baygeldî
Heger ku ez li derve bim ezê milîtaniya şerê demdirêj bipejirînim, wisa dibêje hevala Sema, lê belê li wê derê jî dixwaze teqez mezinbûnekê bide xuyakirin. Li pêşiya wê du pejirandinên (seçenek) mezin hene. Lê belê ew xwe bi van her du pejirandinan ve mehkûm nake. Mezinbûnek jî di vir de derdikeve holê. Pejirandina xwe li milê ya herî zor û zehmet datîne, her weha ev mezinbûna wê bêhtir dibe. Em dikarin bêjin ku ew kesayetek wisa ye, ya ku herî zêde bersiva vê rastiyê dide. Gotinên wê yên wisa balkêş hene, ku isbatdike ew xwediyê ramaneke kûre û milîtaneke partiyê ya duriste. Gelekî bi xwe re şerkiriye, di encamê de gihiştiye hêzeke biryarbûn û xwe terbiyekirinê.
Axaftina wê ya 8 ê Adarê girîng bû. Binêrin ew encamên ku we ji vê rojê dernexistîn, ewê di wan şert û mercên zor û zehmet de derxistine. Li wê derê min gelek nirxandinên balkêş û nû kirin. Ewê ew nirxandin hemî jî pejirandine û ji xwe re esas girtine. Vegotina navenda bîrdozî – siyasî û temsîla wê ku di rêbertiyê de ye, ev nêrîna wê bi serê xwe hêzekî dahorînê û biryarek xurte. Di rêbertiyê de dîdera azadiyê, bi hemî rêgeza xwe ve û pêkanîna xwe ve mîna rojê ye. Pêwîste em tevlî bibin û tevlîbûna me jî bê guman wê bi xwe re encamê bîne. Hevala Zîlan bêhtir ji aliyê bîrdoziyê dagirtî bû û bêhtir xwedî rêgez bû, lê belê hevala Sema ev rastiya hevala Zîlan, bi piratîkê û tekoşîna li dijî pirsgirêkan sergihayî kir (temamkir).
Nêzîkatiya ku di Fikrî Baygeldî heger ku em lê binêrin, gotinên “ evîn, bengî” di wateyeke gelekî binirx de daye xebitandin. Ewî hevalên jin baş lêkolîn kiriye û rastiya wan pejirandiye. Ew ne mirovekî nezane. Di asta netewbûnê de vê meselê dibîne û pêve tê girêdan. Binêrin girêdana ku em dixwazin pêkbînin li ser vî bingehî ye. Gelo di nava refên me de ev rastî çiqas tê pêkanîn? Kesayetên mêr peywerek wan ya bi vî awayî heye. Di hevalê Fikrî de bersivên kesayeta mêrê ku wê çawa xwedî rêgez be, ji nûve gereke çawa şêwe bide xwe û kesayetek pêjindar (duyarlî) be, hene. Ji xwe ew bi xwe jî dibêje. Evane pêkanînên mezinin, ne tenê gotinên mezinin, di heman demê de lêvbaziyên mezinin.
- Ayrıntılar
Agir di civaka Kurd de xwedî cihekî pîroz e. Ji ber ku mirov bi îcada agir, ji tariyê derdikeve ronahiyê. Weke av û bayê, ew jî xwedî nirxekî mezin e. Ji ber vê yekê gelê Kurd di her pîrozbahî û şahiyên xwe de agir hildike û li dora agir dîlan û govendê digere. Ev jî nîşana kêf, şadî û bexteweriya ku gelê Kurd tê de jiyankiriye. Her weha navê Zerdeşt jî di nava civaka Kurd de xwedî cihekî pîroz e. Ji ber ku ew pêxemberê gelê Kurd û gelê Arî ye. Lewre gelek ciwanên Kurd navê wî li xwe kirine û xwestine ku bi hizr û hişmendiya wî ya mirovperwer bibin yek û bi felsefeya wî, xwe ji tariyê bigihînin ronahiyê.
Hevalê Zerdeşt jî yek ji van hewariyên wî, yên ku xwestine li ser şopa wî bimeşin û pêşengiya gel û mirovahiyê bikin. Her weha xwe ji vî gelî re bikin pir û mertal. Li gorî vê yekê, wî xwest ku vê rêwîtiya xwe ya dûr û dirêj ji serdema dayiksalarî û çanda xwedawenda ya ku li gundan û di nava xwezaya pîr û pak de despêkiriye û bi berhemên dayikan xwe xemilandiye. Ji ber vê yekê berê xwe daye çiyayên ku mirovahî ji wê derê despêkirî. Lê vê carê wî xwe bi fikr û ramanê Zerdeştê hemdemî, Rêber APO û felsefeya azadiya mirovahiyê û xwezayê amadekiriye. Rêwîtiya wî jî ji Çiyayê Qereçox berbi Zagrosan ve, ango berû welatê agir û rojê ve despêdike û xwe ji nû ve vedrêse.
Di nava refên şoreşê de tişta herî zor û zehmet ewe ku mirov ji hev qutbibe. Her çiqasî em ji vê yekê re nabêjin qutbûn, ji ber ku şehîd her tim di hizr û bîrên me de bê mirin in. Lê dema mirov li ser jiyana wan dipeyîve an jî wan bibîrtîne, ji nû ve û weke şûna birînan, xwîn jê diherike û jandide. Lê heger mirov van şehîdên ku navê xwe li ser dilê milyonan kolane û bûne stêrkên geş li asîmanê welêt bi bîrneyîne, hîn bêtir jana van birînan mazintir dibe. Ji ber ku ew mirovên her gav zindîne, bê mirinin û gereke her gav werin bi bîranîn.
Hevalê Zerdeşt yek ji wan hevalên herî bêtir ku ez pê bandor bûm û di tevlîbûna min ya li nav refên PKK’ê de, xwedî roleke mezine. Di despêka sala
Di despêkê de şehîd Gever bi min re axivî. Li gorî ku ez piştre ji hevalan fêrbûm, hevalê Zerdeşt dixwest ku di despêkê de hevalê Gever bide axaftin. Ji ber ku ew demekbû têkiliyê gel û gêrîla ji hev qutbûbûn û heval nema dihatin wan deveran. Lewre gelê wê heremê zû bi zû bi her tiştê heyî bawernedikir. Li gorî vê yekê hevalê Gever axivî û ji min re got: “ez birazavayê te me”. Lê min ji gotina wî bawernekir û min jê re got; heger rastbe ka navê herdû birayên xwe yên mezin û yê navê bibêje. Ji ber ku dijmin jî gelek tiştên xirab bi navê gel dikirin û ev yek dibû sedem ku di nava gel de jî bê baweriyekî wisa derkeve. Piştî ku me ji hevdû bawerkir, hevalê Gever got: “ezê kesekî rêkim cem te, ji bona ku tu pêre were gel me.” Di wê navberê de û hîn demjimêrek derbas nebibû, min hew dît ku vaye kesek hat û ji min re got: “ez hatime te bibim cihekî.” Bi vî awayî ez pêre çûm û me berê xwe da gundekî û em derbasî malekî bûn. Di despêkêde ez birim odeyekî vala, piştî wê bi demekî kin hevalê Gever bi tena xwe hate gel min. Lê dema ku hevalê Gever destê xwe berû min dirêjkir û xwest ku silavê bide, min destê xwe bi şûn de kişand. Ji ber vê yekê ew jî matmayî ma. Lê min pertekên xwe raberkirin û min jê re got: Ez çi zanim? Belkî tu reviyayî, belkî tu ji hevalan qutbûyî, wê demê ne ez destê te digrim û ne ez silavê didime te.
Dema ku min ev yek got: Wê gavê ew hîn bêtir şaşbû û hema ji hundirê odeyê derket û çû. Piştî derketina wî ji odê bi qasî du –sê xolekan, min hew dît ku sê – çar kes bi hevre derbasî odêbûn. Ew heval hemû jî niha şehîdketine, her çar hevalên ku hatîn gel min ev bûn; Hevalê Zerdeşt, Sînan, Bextiyar û hevalê Gever bû. Hevalê Sînan bi eslê xwe ji Batmanê bû û hevalê Bextiyar jî ji Wanê bû û dibû mirovê hevalê Ş. Qortayî. Ew her çar heval bi hevre derbasî gel min bûn. Naskirina me ya despêkê bi vî awayî bû.
Me li wê derê bi qasî demekî bi hevre danûstandin kir, pêwîstiyê wan yê heyî jî, me pêkanîn. Piştî wê ez û hevalê Zerdeşt û hevalê Gever ji wan hevalên din cudabûn û em çûn cihekî din û me nîqaşa xwe berdewamkir. Hevalan wê çaxê li ser pêngava 1’ê Pûşperê bi min re axivîn û hemû rexên vê pêngavê ji min re ravekirin û gotin; “pêwîst e ku em di 1’ê Pûşperê de çalakiyekê bikin.
Li ser vî bingehî min ji wan re çar cihên ku mirov dikare li ser wan çalakiyê bike destnîşankirin. Li gorî vê heger ku yek ji wan nebe, me dikarî em li ser ya dîtir bikra. Lê min ji wan hevalan re da xuyakirin ku dem dernge û em nikarin pêre bighêjin ku çalakiyê bikin. Hevalan jî got; em pêşî biçin bibînin, piştî wê heger ku rojek du rojan çalakî dereng bikeve jî ne pirsgirêke! Bi vî awayî em çûn û me keşfa çalakiyê kir. Min ji dûrve ji wan re nîşanda, lê ew hîn bêtir nêzîkî cihê çalakiyê bûn û piştî wê bi demekî, me xatirê xwe ji hev xwest û min berê xwe da malê. Lê min ji wan re got; ezê sibe hîn bêtir keşfa wê derê bikim û ji bona ku bêtir bibe qelebalix, bi vî rengî emê çalakiyeke xweş bikin. Dema ku min derdorê cihê çalakiyê keşfdikir û bi qasî demekî ez ji wî cihî derbasbûm, min hew dît ku ew der tevlîhevbû û ji her deverê dengê çekan dihat. Li nêzîkî cihê çalakiyê, dawetek jî hebû, dema çalakiyê despêkir, qîrewîrê polîsan bi ser dengê dawetê diket. Tişta di wê derê de herî zêde bala min kişandî, ew bû ku, hevalan baweriya xwe nedane yekî ji me û ji bona xwe çalakî bingeh girtin. Bi rengekî ku min wisa hîskir, wan ez jî xapandim û çalakiya xwe kirin. Ji ber ku wan bi çend kêliyan zû dest bi çalakiyê kiribana, wê guleyên çekên wan li min jî biketana.
Bi wî rengî hevalan çalakiya xwe bi serxistin û di encamê de polîsek hatibû kuştin û dudu jî birîndar bibûn. Lê narinceyên ku hevalan avêtin di hundirê panzêrê de, neteqiyabûn, dema ku ew jî teqiyabana, encamê çalakiyê wê hîn mezintirbana. Çalakiyê bi qasî çend xolekan berdewamkir. Piştî wê bêdengî li her deverî serdest bû. Di wê navberê de û bi qasî demekî, piştî wê bêdengiyê, maşîneyên leşkerî ketin nava liv û tevgerê û rêyên çûyîn û hatinê li hemû taxan girtin. Lê cihê ku heval biçinê me beriya wê eşkere kiribû, ji ber vê yekê min dizanî ku wê heval biçin ku derê. Li gorî vê çendê emê çawa hevdû peydabikin, ev xal hemî, berî ku çalakî despêbike hatibûn zelalkirin.
Bi qasî demeke kin, min xwe mijûlkir û piştî wê ez ketim rê. Dema ku çalakî bi dawîbû, çend dayîkan deriyê xaniyê xwe vekirin, her weha ji yên ku di kolanê re derbasdibûn, pirsdikirin, çibûye çi nebûye? Hevalê Zerdeşt wê çaxê ji dayîkê re dibêje: “leşker û polîs bi nava hev ketine û di encamê de çawîşekî pispor û leşkerek, mirine û hinek ji wan jî birîndar bûne. Wekî din jî tiştek nîne, hema derbasî hundir bibe û qet serê xwe bi van meseleyan nêşîne.” Piştî çalakiyê me hevdû dît û em bi qasî demeke dirêj bi hev re man û piştî wê heval ji herêmê derketin. Di despêkê de şehîd Sînan û Ş. Gever derketin û pey re jî Ş. Bextiyar û Ş. Zerdeşt çûn. Careke din şehîd Gever û Ş. Bextiyar zivirîn, dem êvarbû û hinek karê me jî hebû. Ji bona ku em keşf û amadekariya çalakiyên nû, yên ku milê wan yên teknîkî mabûn, bikin, em li benda fermana hevalan bûn. Di navberê de telefûn ji şehîd Gever re hat, yê ku pêre daxivî jî şehîd Zerdeşt bû, min ji dengê wî zanî ku ewe; ji hevalê Gever re got “pêwîste tu bi lez ji bajêr derkevî, ji ber ku ezê îşev bikevim bajêr.” Dema ku hevalê Gever xwest fêrî meselê bibe, hevalê Zerdeşt bersiva wî da û jê re got, “her tişt li ser telefûnê nayê gotin.”
Bi vî rengî hevalê Zerdeşt got: “hinek karê min bi qasî şevekî-dudiyan heye û jê wê de ezê ji bajêr derkevim.” Bi vî awayî hevalan xwe amadekirin û ji bajêr derketin. Ji ber ku hevalan mala me pir bi kar tanîn, şehîd Zerdeşt û hevalên ku pêre, ji bona cihê malê neyê naskirin nehatin mala me. Ez jî piştî wê zivirîm malê û sihara din jî ez çûme dikanê. Lê min pir mereqdikir ka mesele çawa bû, çi bû çi nebû? Di wê navberê de min hew dît yek ji wî cihê ku herdû heval, ango hevalê Zerdeşt û Heyder lê şehîdketîn hate gel me. Di wê şevê de her sê heval ketibûn bajêr, lê hevalê Zerdeşt û hevalê Heyder, hevalê Sînan li cihekî din hiştibûn û wan herdûyan berê xwe dabûne cihê çalakiyê.
Ew kesê ku hatî, ji me re got: Me hevalê Zerdeşt bi çavan dît ku li ser maşîna leşkeran bû û ew berû baregeha leşkerî dibirin. Dema min ev yek bihîst ez pir şaşbûm û min xwest ku hîn bêtir ez meselê fêrbibim. Li gorî saloxa ku gihiştî destê me hevalan li gundê Wezîrava çalakî kirine. Di encamê de hevalê Zerdeşt û hevalekî din şehîd ketine û cenazê hevalan li maşîna leşkerî kirine û berû tabûrê birine. Piştî min ev mesele bihîst, min di cih de telefûn ji hevalan re vekir û ji wan re rewşa heyî da xuyakirin. Lê min ji wan re jî got ez rastiya vê meselê baş nizanim. Li gorî tişta min bihîstî ev e. Lê piştî demekê, hevalan bersivdan û gotin; raste, dibe ku heval li wê derê bin. Piştî wê em fêrbûn ku ew milîsê navê wî Hemze, yê ku bi me re kardikir, ewî bêbextî li hevalê Zerdeşt û hevalê Heyder kiriye.
Her çiqas ez û hevalê Zerdeşt demekî kin bi hevre man, lê li gorî vê dema kin ya ku em bi hev re mayîn jî, min di kesayeta wî hevaltî û gelek taybetmendiyên cuda dîtin. Ji ber ku ew li cihekî nedisekinî û her gav di nava liv û tevgerê de bû. Di demeke kin de cihê xwe di dilê hemû xelkên herêmê da çêkirin. Ji ber vê yekê şehadeta hevalê Zerdeşt pir bandorekî mezin li ser gel da çêkirin. Ew valabûna ji sala 1999’î despêkirî û heyanî salên 2003-2004 an berdewamkirî, hat dagirtin. Bi rastî bandoreke pir mezin li ser gel da çêkirin. Ji milekî din ve têkiliyên hevalê Zerdeşt bi gel re di asteke pir jorde bû û bandora wî pir li ser gel hebû.
Bi vî awayî ez dixwazim li ser bandora hevalê Zerdeşt ya ku li ser gel dayî çêkirin bi rêya vê bîranînê bi we re parvebikim. Li wê devera ku hevalê Zerdeşt lê şehîd ketî, dayîkek pîr hebû û ew jî pir bi hevalan ve girêdayî bû. Bi teybet bi hevalê Zerdeşt ve gelekî girêdayî bû. Ji ber vê yekê dema ku hevalê Zerdeşt diçe mala wê dayika pîr;di serî de gorên hemû hevalan bi kotekî ji lingê wan datîne û her yekî ji wan gorekî nû dide wan. Gora hevalê Zerdeşt jî li gel xwe dihêle û bi rengekî saxlem diveşêre. Di despêkê de min bi vê meselê nizanîbû, lê piştî salekî dudiyan, ango piştî şehadeta hevalê Zerdeşt, ez rojekî derbasî mala wê pîrê bûm, wê gavê ji nû ve ez bi vê meselê hisyam. Her çiqas ku ew gorê hevalê Zerdeşt yê ku wê pîrê hilanî, diryayî jî bû. Lê dema ku ez derbasî mala wê dayikê bûm, ji min re sendoqek vekir û di hundirê sendoqê de jî, girêdestekî pêçayî vekir, di hundirê wê de buxçikek tiştên wan yên taybet jî hebûn, di nava wê buxçikê de desmalek hebû, wê dayîkê goreya hevalê Zerdeşt kiribû di nava wê desmalê de.
Dema ku min ev yek dît, pir bala min kişand û min ji wê dayîkê re got: “ger ku goreyekî nû bana jî minê wate bidayê, lê te çima ev goreya qetiyayî rakiriye.” Lê dayîkê bersiva min da û got: “dibe ku ji bona te goreyek diriyayî be, lê ew li ba min xwedî wateyekî cudaye. Ji ber ku dema ez her roj vê desmalê vedikim û goreya hevalê Zerdeşt dibînim, wê gavê şehîd Zerdeşt tê ber çavê min û ez wî dibînim, mîna ku li gel min be.
Şehadeta hevalê Zerdeşt û hevalê Heyder di encama bêbextiyekî de, bandorekî mezin li ser gelê wê herêmê da çêkirin. Piştî şehadeta wan herdû hevalan, malbata hevalê Heyder hatin û cenazê hevalê Heyder birin. Lê cenazê hevalê Zerdeşt yê ku ji rojavayê Kurdistanê, bajarê Dêrika Hemko(gundê Qereçox) bû li wê derê ma û xelkê wê deverê lê xwedî derket û ew sipartin xaka pîroz.
Em bi qasî 28 kesî di merasîma definkirina cenazê şehîd Zerdeşt de amadebûn. Yek ji wan kesên amade jin bû û 27’ê din jî zilambûn. Ji me kesên ku li wê derê amade 14 kes katin dadgehkirin û 14 de jî bê dadgeh hatin berdan. Lê piştî wê eşkerbû ku dijmin li me jî digere. Ji ber vê yekê em jî piştî wê bi salekî derketin. Min wê çaxê ji xwe re digot qey bandora hevalê Zerdeşt tenê li ser gelê Geverê hebû, lê rojekî ez derbasî Bajarê Şeledizê bûm, yê ku dikeve Kurdistana Başûr û ez derbasî malekî Ertîfî bûm, ew malbat jî ji gundê Ertîf koçî wê derê bibûn, dema ku em di hundirê odê de rûniştîbûn, di wê navberê de zarokek li wan derdoran ji xwe re dileyîst, min ji wî zarokî pirsî ka were gel min, navê te çiye? Lê hew min dît bapîrê wî bersiva min da û got: Navê wî Zerdeşt e. Min got mamo xêre çima navê wî Zerdeşt e! Ji min re got bira, dev ji vê meselê berde ev meselekî dûr û dirêj e. Piştî wê ji min re got: We geveriyan îxanet li Zerdeşt kir û we nekarî ku hûn wî biparêzin û we da kuştin.
Ji ber vê yekê û piştî ku hevalê Zerdeşt şehîd ket, her çiqasî em misilmanin jî, lê ji ber ku bandorekî wî li ser me hebû, min navê wî li neviyê xwe kir. Wî kalî stranek jî li ser havalê Zerdeşt çêkiribû. Min jê birsî ma te ew nasdikir? Wî ji min re got; tenê min sê - çar caran dîtibû û me du caran bi hevre suhbet kiriye. Lê wî bandorekî mezin li ser min da çêkirin. Kalo dest bi strana xwe kir û di hundirê strana xwe de jî behsa çiyayê Cîlo û Çarçêla jî dikir. Ji milekî din ve jî behsa îxaneta di hundirê Geverê de, ya ku hatî kirin û ji ber vê yekê jî çiyayê Cîlo û Çarçêla ji Geverê dixeyidin û jêre digotin we hevalê Zerdeşt neparastiye.
Her çiqasî ez û hevalê Zerdeşt demekî ne dirêj jî bi hev re man, lê piştî şehadeta wî û bandora ku li ser gel dayî çêkirin, vê yekê li ser min bi taybet jî, bandorekî mezin da çêkirin û min rastiya kesayeta wî ji bandora ku li ser gel dayî çêkirin hîn bêtir naskir û ez dikarim bibêjim ku tevlîbûna min ji nava refên PKK’ê re jî bi bandora şehadeta hevalê Zerdeşt bû. Ji ber ku wî bi jiyan û kesayeta xwe ya berxwedêr heyanî roja ku şehîd ketî jî, bandorekî mezin li ser gelê Geverê hemûyan da çêkirin. Ji ber vê yekê gelekan li ser wî stran û helbest hûnandin. Yek ji van kesên ku helbest li ser hevalê Ş. Zerdeşt hûnandî navê wî Newzed bû. Ewî li ser hevalê Zerdeşt û bi taybet li ser gundê Wezîrava, yê ku hevalê Zerdeşt li wê derê şehîd ketî, helbestek hûnandibû û di helbesta xwe de weha dibêje:
Ey Wezîrava
Îşela tu xerabibî û tucaran nebî ava
Keçê te xêliyê xwe girênedin
Û
Xortên te nebin zava.
Reşo Gever
- Ayrıntılar
Bê guman
Parastina rewa mafekî xwezayî ye û beşek ji parastina cewherî ye. Her zindiyek di xwezayê de mekanîzma wê ya parastina cewherî heye û yek ji şertên jiyanê ye. Her zindiyek ji bo ku di gerdûnê de jiyanbike pêwîste ji xwe re derfetên jiyanê çêbike. Ev rastiyekî xwezayê û gerdûnê ye. Ev bi fikrê Markîsîzm yê nakokî û yekbûna tiştên li dijî hev, Yan jî bi mentiqê Hîgel yê doz x dijî doz(tez x dijî tez) de ku hatiye destnîşankirin, fîzîka hemdem jî isbatdike ku hemû made di xwezayê de di hundirê têkiliyekê de ne. Di hundirê danûstandinê û bandorkirin û pertekirinê (etkî û tepkî) de ne. Ji ber vê yekê tu zindî, ji xwezayê razber (soyut) nikare jiyanbike. Biqasî bandora ku çêdibe û pertek raberdike, bi vî rengî ji bo ku bikarbe aşîtiyekê avabike, pêwîste şensê xwe yê pertek dayînê hebe. Pêwîste mekanîzma xwe ya parastina cewherî hebe. Di hundirê madekê de gava hêza vekêşandinê(çekîmê) di navbera notron û piroton û dendikan de hêzeke vekêşandinê heye. Ew hêza vekêşandinê nebe, ew made wê belavbibe. Ji ber ku hêzeke wê ya vekêşandinê di navbera dendikê û pirotonan de heye. Bi qasî hêza vekêşandinê ya pirotonan, bi qasî wê hêzeka eliktronan ya pertekdayînê heye. Ev jî nasname û berxwedanê dide madê. Hejmarekî wê nasnamê dide xuyakirin. Bi qasî hêza vekêşandinê, pertek û parastina cewherî hebe, ew made xwe li hemberî madên dîtir diparêze. Cihê ku ev made lê qelsbû, madeyeke eliktronê wê ji xwe re birevîne û nasnama madeya dîtir diguherîne. Ji bo giyayekî, dewarekî û însanekî jî ev rastî wehaye. Heta di asta şaneyan (hucre) de jî ev heye. Di xwîna însan de kopê sor û sipî hene, yên sor wezîfa wan kedîkirine û yên sipî jî wezîfa wan parastine. Li hemberî her mîkrobekî û nesaxiyekî ku êrîşî ser laş bike, Jehrê dafirîne û wî mîkrobî bê bandor dike. Li hemberî wê dikevin parastinê . Li ser vî esasî her zindiyek ji bo jiyanbike pêdiviya xwe bi parastinê heye. Pîvana jiyankirina zindiyekî bi pîvana parastina wî ve girêdayî ye. Bi qasî şensê wî yê parastinê hebe ewqasî şensê wî yê jiyanê heye! Rêber APO vê rastiyê mîna ramangeriya gulê bi navdike. Striyê gulê, gulê bi rêzbûn dike û dihêle ku gul xwe biparêze. Ji bo avakirina civakeke exlaqî û siyasî, mekanîzma wê ya jiyanê ya parastinê, ango parastina cewherî heye. Ev bi rengekî felsefîk, biyolojîk û sosyolojîk jî weha ye. Ji bo gelê Kurdistanê azad bibe, pêwîste mekanîzmeke xwe ya parastina cewherî çêbike. Rêber APO dibêjê “ Ew civaka ku mekanîzma wê ya parastinê tunebe, civakeke kole ye û dîl hatiye girtin.” Civakek çiqasî hêza xwe ya parastinê hebe, ew qasî azad e. Hêceta şer û berxwedana parastina rewa û parastina cewherî di milê felsefîk û biyolojîk de weha ye. Li ser vî bingehî xwe tevger kirin pêwîste.
Parastina cewherî ya gelê Kurdistanê mirov dikare, di sê pileyan (katogeriya) de binirxîne. Ev rêxistina parastina rewa û parastina cewherî bi giraniya zora ku derdikeve pêş, bi wê ve girêdaye. Êrîşkirin li ser gelê Kurdistanê, di çi astî de be, parastina gelê Kurd jî wê di wê astê de be. Heger êrîşkirin li ser Kurdistanê bi artêşê be, wê gelê Kurd di asta artêşê de xwe biparêze. Heger êrîş di asta polîsan de be, wê gel di asta polîsan de xwe biparêze. Êrîş li ser ziman be wê bi ziman xwe biparêze. Êrîş li ser civakê be, civak wê xwe biparêze. Êrîş li ser jinê be wê jin xwe biparêze. Ji bo vê parastinê çi rêxistin pêwîst bike, bi asta êrîşan ve girêdayî ye. Rewşa Kurdistanê ya siyasî, civakî, aborî û ya leşkerî gava mirov binirxîne, pêwîstiya parastina rewa eşkere ye û zelal derdikeve holê. Parastina rewa tenê di milê leşkerî de nîne. Partî di vî alî de me rexnedike. Heval tenê hêlên wê yê leşkerî dinirxînin, hêlên wê yê siyasî, civakî û aborî ihmal dikin. Ji ber vê yekê siqetî derdikevin holê. Ji xetê derketin çêbûye. Şerekî derveyî xetê tê jiyankirin. Pêwîste parastina rewa di her milî de were fêhimkirin. Rêber APO rewşa Kurdistanê bi (dagirkirina leşkerî) bi navdike. Rêber APO navê wê dike qirkirina çandî û dagirkirina aborî. Heger qirkirina çandî tê çêkirin, pêwîste em xwedî li çanda xwe derkevin. Ev qirkirin bi rê û rêbazên şerê taybet tê meşandin. Li hemberî wê pêwîste saziyên parastina çandî di nava gelê me de werin avakirin. Saziyên ziman pêwîste werin avakirin. Bi qasî ku dijmin dibistan vekirine, gelê Kurd di bişaftin (asîmlasyon) û di qirkirina çandî re derbas dikin, pêwîste dibistanên Kurdan yên xwe perwerde kirinê hebin. Di aliyê aborî de dagirkerî heye, Kurdistan bi xêr û bereketa xwe tê talankirin, lewre mekanîzmên parastina Kurdan yên aborî pêwîste hebin. Rêber APO şûna wê (alternatîf) aboriya hevkar(koperatîv) pêşniyar dike. Li ser civaka Kurd çi êrîş heye, li hemberî wê gelê me wê xwe bi tevgerbike. Parastina xwe ya civakî wê çêbike. Wê ciwan û jinan bi tevgerbike. Lingekî parastinê ewe ku jin têkoşîna zayendî pêşbixe û ji bona nasnama xwe avabike bikeve hewildanan. Rêxistinên ji boyî parastinê pêwîst dikin, gereke avabike. Şûna çanda rizandinê û sinc xirakirinê ya nûjeniya(modernîta) kaptalîst, wê çanda komînal bide rûniştandin. Êrîşa polîsan li ser gelê me heye. Her roj mirovên me digrin û di işkencan re derbas dikin. Li hemberî vê êrîşê wê mekanîzmeke gel ya parastina cewherî hebe. Em vê di asta yekîneyên herêmî yên HPG ê de dinirxînin, ango yekîneyên HPG ê yên parastina cewherî, yên leşkerî. Heger êrêşa dijmin leşkerî be, wê parastin jî leşkerî be. Bi qasî ku êrîş bi çek be wê parastin jî bi çek be. Heger êrîş ne leşkerî (sivîl) be, wê parastin jî ne leşkerî be. Di aliyê leşkerî de, wek di despêkê de min da xuyakirin, Kurdistan ji milê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin. Rakirina vê dagirkirina leşkerî, her weha zordestiya artêşê li ser gelê Kurd û parastina gelê Kurd, pêwîst dike rêxistineke leşkerî di asta artêşê de hebe. Ew artêş jî, HPG ê ye. Li hemberî êrîşên çekdarî yên ku li ser gelê me têne kirin, bi parastineke çekdarî
Sê qonaxên şer yên esasî hene. Gelek heval van qonaxan mîna qonaxên şerê gelîrî yê demdirêj destnîşan dikin. Ev qonaxa neçalak (pasîf), çalakbûn (aktîf) bi hemî hêza xwe (topyekûn) heye. Ne weke şerê gelîrî yê demdirêj gav bi gav tu ji yekê derbasî ya dîtir dibe. Di parastina rewa de ne wisa ye. Ev bi pêşveçûnên siyasî û tundbûna zorê re, tê diyarkirin. Carna di hinek deman de tu ji parastina pasîf derbasî parastina bi hemî hêza xwe(topyekûn) dibe. Carna tu ji parastina çalak (aktîf) derbasî parastina neçalak (pasîf) dibe. Ji ber wisa parastina rewa ne tenê şerekî leşkerî ye. Di van milan de kêmasiyên me yên cidî hene. Hinek caran agirbest û pêvajoyên bêçalakiyê çêdibin, em hinegî derbasî parastina çalak (aktîf) dibin, lê belê em bi lezgînî derbas nabin, karê xwe nakin û hinek heval vê pêvajoyê napejirînin. Şer ji pêşveçûnên siyasî qutdikin.Ev biryara bê çalaktiyê ji encamê siyasî hatiye girtin, hevalên me dibêjin “Çima şer hatiye sekinandin?”Em van derbasbûnan pir giran pêktînin. Ji ber ku em dogmatîk diramin. Siyaset di vê sedsalê de di hûrdem û demjimêran de tê guhertin. Hger tu dixwaze têkoşîn bike pêwîste tu nerm be û qabiliyeta te ya menawra hebe. Tişta tu di zemanê wê de neke nirxê wê nîne. Çalakiya ku tu îro bike bi wate ye, lê belê heger tu sibe bike tu wateya wê nîne û wê zerar bide. Heval di vir de xwe iqna nakin. Ji ber ku siyasetê naşopînin û ne xema wan e. Tenê li gorî mentiqê leşkerî ev çalakî serkeftiye yan jî binkeftiye, xema hevalan eve. Çiqasî xizmeta siyasetê û şoreşê dike, ne xema hinek hevala ye. Hinek çalakiyên ku me kirîn dibe ku di milê leşkerî de bi serkeftî bin, lê belê di zemanekî şaş de hatine pêkanîn û cihê wê şaşe. Şûna ku em di milê siyasî de encam ji wan çalakiyan bigrin, hewildanên me vala derketine û zerar jî daye. Ji ber ku hevalan di hundirê xwe de nepejirandin, ji stratejiya parastina rewa re çi pêwîste pêknanîne. Em hêzeke leşkerî, navendî û hîrarşîk in, em nikarin bi rojan nûçeyan bigerînin. Partî vê weke siqetiyeka pratîk nabîne, lê belê weke hişmendiyekê dibîne.karekterê vî şerî yê siyasî heye, tenê ne leşkerî ye. Duyemîn, ev şer mecbûre bi çavdêrî (kontrolî) were meşandin. Em pêvajoyê û siyasetê dikin hêcet ji bona bê çavdêriya xwe.
Li gorî pêşveçûnên siyasî û berjewendiyên rêxistinî wê HPG ê çalakî bike. Şûna ku em bêjin ji me nayê em şer biçavdêrî bikin, em bê displînin, em li gorî pêşveçûnên siyasî ne nerm in û em rexnedayîna xwe bidin, berovajiyê wê, em rêxistinê tewanbar dikin. Taybetiyên şerê parastina rewa, yê pêngav avêtinê heye. Rêxistin dibêjê “Di vê heyîvê de çalakî bikin” Em heyanî keşfê dikin, hevalan perwerde dikin û amadekariyê xwe dikin, ew heyîv xilasdibe. Heger ji berê de amadekarî hebin, wê pêngav pir germ derbas bibe. Di sala 2004-2005 an de hevalan pêvajoyên wisa didan pêşiya me. Digotin: ji vê dîrokê heya vê dîrokê hûnê pêngavekî bikin. Rêxistinê tektîkên wisa didan meşandin. Lê belê me nikarîbû
- Ayrıntılar
Qurbanên bombeyên kîmyawî li Helebçeyê di sala 1988’an de.
Di 16'ê Adara 1988'an de balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin ser bajarê Helebçeyê. Di nava çend demjimêran (saetan) de li Helebçe û derdora wê bi hezaran Kurd mirin û bi 10 hezaran Kurd jî seqet man.
Raya Giştî ya Cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çû Helebçeyê û wêneyên ku li Helebçeyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdarkir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji desdabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helebçeyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helebçeyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.
Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar Kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kîmyawî li Helebçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê (qanserê) ji sedî 800 zêde dibû. Her weha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wendakirin. Li gorî agahiyan, hêjî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.
Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêzîk Sedam Huseyîn û Elî Hesen Ebdelmecîd bi navê kod "Eliyê Kîmyawî" li girtîgehan li benda roja darizandinê ne. Lê belê hê ne diyare wê kengî derkevin pêşberî dadgehan. Gelê Kurd û bi taybetî jî gelê Helebçeyê li bendê bû ku ji Sedam Huseyîn û Elî Hesen Ebdelmecîd hesab were pirsîn.
Deme ku mirov li dîroka Kurdan dimeyîzêne, mirov pir êşeke mezin dibîne. Emê di vir de wê êşe tevî neyînin ser ziman. Em bi serekirinên ku li hemberê Kurdan ji sadsala 20. pêde bînin ser ziman ji wir pêde çawa heta dema Helepçê emê bînin ser ziman. Ji ber ku Helepçe, qirkirineke etnîkî ya sadsala 20. weke ya Ermenî û Cihuyan, yeke herî mezine. Helepçe, ji ber ku bû sembola komkujiyên li ser wî gelê ku di Helepçê de hate kuştin. Bûye sembola ser serê Kurdan.
Yên ku ew komkujî jînkirine Kurdin. Dema ku mirov li dîrokê dimeyîzêne, dîrokeke pir bi êş mirov dibîne.
Roja Helepçe
Di wê rojê de rojê bi xweşî despêkir. Her kesek li ser kar û barê xwe bû. Lê piştî ku roj hinekî bilind bû, dinya hêdî-hêdî vebû, li asîmanan firoke çûn û hatin, mîna ku derman li hawîrdorê werbikin ji bona ku kêzik û kuliyên ku zerarê didin çandiniyê, bikujin. Ew dermanê bi rengê sipî li ser mirovan bê dilovanî dane reşandin. Ew derman li asîmana sipî bû lê belê gava ku mirov nêzîkdibû mîna tarîtiyekê xwe nîşandida.
Gava ku ew derman hate reşandin, hinek mirov di ser xwarinê de hatin girtin. Ew li ser xwarinê rûniştî bûn. Wilo di cihê xwe de rûniştî man, mîna naylonê di cihê xwe de dawerivîn. Laşê hinek ji wan jî qalikê xwe tavêt, piç û piç hişkdibûn. Dema ku dem derbasbû êdî qîr û qêjîn di nav hev de bilind bûn û li erşê xwedê sekinîn. Dengê mirovan di nav hev de dihatin. Hinekan xwe ji bajêr derxist û berbi sînorê îran ve çûn. Hinekan jî berê xwe dan herêmên derdorê bê ku tiştekî bi xwe re rakin. Gelek jê pêxwas berê xwe dan sînorê Îranê.
Di ber qirkirina Helepçê de Tirkî, Îran û Sûrî berpirsyarin
Tirk, Îran û Sûrî, li gel Sedam cihê xwe digirtin. Haya wan ji komkujiya Helepçe hebû. Piştî ku şerê duyemîn yê li Îraqê çêbû, hingî wezîrê karê derve yê Tirkî ku Îro Serokomare, Abdullah Gul gotibû ku "xeber dane me û gotin me, bi me re Kurdan bikujin, me erê nekir". Lê kirinên wan yên ku piştre derketin holê didin nîşandan, ku ew jî bi wan re bûn.
Haya Tirkî jî, jê hebû. Roja ku komkujiya Helepçê çêbû, piştî wê bi du rojan konfiransa "Konfiransa welatên Islamî" ku navê wê yê kin IKO ye çêbû. Hingî, Tirkî bi Serokomarê xwe tevlê bibû. Hingî tu welatekî Misilman ev komkujiya li hemberî Kurdan nexistin rojeva xwe. Heta Sûrî bû asteng li pêşiya alîkariya ku Kurdên di bin deshilatdariya wê de xwestîn ji bona gelê Helebçe bikin.
Li ser vî bingehî em karin bêjin ku komkujiya Helebçe ne tenê bidestê Sedam hatiye pêkanîn, her weha bi destê hêzên paşverû yên heremî û hêzên Imperyalîst yên cîhanî û siyasetên Kurdên ku xwe radestî sazumana serdest kirin, hemî di ber vê komkujiyê de berpirsyarin.
- Ayrıntılar
“Çavkana Navendî: MEZOPOTAMYA”
Piştî qeyranên di navbera olan de, wekî şaristaniyeke dema sêyem Modernîteya Kapîtalîst dikeve rojevê. Dema mirov li dîroka şaristaniya Ewropa dinêre, bi lîberalîzma xwe hema hema piranî nirxan berovajî kiriye û her tiştî bi xwe daye destpêkirinê. A rast me jî hetanî ku parêznameyên Rêber Apo derneketibûn wisa dizanibû. Bi parêznameyên Rêber Apo re em ji şaş zanînên xwe warqilîn û hejiyan. Derket holê ku nêrandina Ewropa wisa masûm an bêguneh nîn e. Aborî, Zanist û Dewletê bi xwe dide destpêkirinê û hegemonyaya xwe bi vî awayî rewa dike.
Di vê mijarê de dema ku mirov li nêrandina marksîstan binêre, şaristaniyê bi awayekî yekpare bi dest nagirin. Di çarçoveya çînî de dinêrin. Li gorî marksîstan fena ku şaristanî tiştek baş e û fenomenekeke ku divê xwezayî bibe ye. Dîsa olan jî şaristaniyê dabeş kirine. Li gorî van nêrandinan şaristaniyên wekî Çîn, Îslam, Xirîstiyan, Hînd û Ewropa yek û serbixwe têne dîtin. Ger ku em şaristaniya Ewropa, Çîn an jî Hînd bihesibînin ku bi serê xwe bi pêş ketine, ew dem em ê vê sîstema cîhanê bi vê nêrînê şîrove bikin. Lê ev teqez ne wisa ye. Vanan bi hev re di nava geşedaniyek de ne.
Ku mirov nimûne bide neolîtîk li Mezopotamyaya Jorîn yekem car destpê dike. Ji ber sedemên erdnîgarî û werzî an demsalî guncavbûnek heye. Neolîtîk li gelek deveran pêşketinek nîşan dide, bes her deverek xwedî xweseriyek e. Ferqa Mezopotamyaya Jorîn ev e ku zirûf guncav in û di yek navendekê de pêşketinek çêdike û hêleke gerdûnî bi dest dixe. Li vir bi belavbûneke Navend-Derdorê cudahiyan tevlî xwe dike û xwe bi pêş dixe. Ev rewş ji bona şaristaniyê jî wisa ye.
Belavbûna Navend-Derdorê ya neolîtîkê navend Mezopotamyaya Jorîn e, derdorên ku bandor bûne Zozanên Îranê(B.M 7000), Çîn(B.M 5000), Hînd(B.M 4000) û Ewropa(B.M 4000) ne. Wekî mînak dema ku em li şaristaniyên Hînd û Çînê binêrin, bi qasî ji çavkana navendî(mezopotamyaya jorîn) çêdibin, bi heman awayî rengê xwe jî li nav xistine û xwe domandine. Dema ku li Mezopotamyaya Jêrîn şaristanî destpê dike û bi pêş dikeve, hê li gelek deveran ya derbasî neolîtîkê nebûne yan jî detpê nekirine. Dema ku bi Çanda El-Ubeyt(B.M 5500) re li Mezopotamyaya Jêrîn bi bajarên wekî Uruk şaristanî destpê dike, li Ewropa, Hindistan û Çînê neolîtîk tê jiyandin. Di vir de çavkana navendî(ana nehir) Mezopotamya ye. Ji ber ên din ji wê xwe têr dikin. Çima Çîn nabe rûbara navendî yan jî şaristaniyeke navendî, ji ber ku bi xwe sînor dimîne, belav nabe û xwe nake gerdûnî. Lewre wekî milekî kêlekî dimîne.
Ger ku nêrandineke çavkana navendî nîn be, fena ku her tişt bi Ewropiyan destpêkiriye bê fêmkirin. Pêşketina şaristaniyê Rêber Apo di parêznameyên xwe yên dawîn de dişibîne herikîna çemek. Dema ku çem diherike riyek an xetek wê heye. Di kêlek de jî avzemêk an kaniyên biçûk xwe tevlî dikin û her diçe ev çem mezin dibe. Vaye di vir de bandora şaristaniyên Misr, Çîn, Hînd û Ewropa fena van avzemêkan e. Ev çem her dem dihereke û mezin dibe. Her ku mezin dibe jî gerdûnî dibe. Şaristanî ku bi El-Ubeytê destpê dike û dest datînê jinê û hemû nirxên jinê; bi Sûmeriyan didome, bi bajarên Uruk, bi bajarên Ur, împeratoriya Akadî, Babîl, Asûr, Med, Pers, Grek û Roma her diçe hartir dibe û xwe li peravên zeryana Atlasê re dike yek.
Di vê herikînê de her çûye navend şimitîne. Yek yekê tune kiriye, bes gelek nirxan jî ji xwe re girtiye û pêşdetir biriye. Di têkiliya Navend-Derdor de, navend her dem derdora xwe bandor kiriye û xwe bi pêş ve biriye û belav bûye. Ev rewşeke gerdûnîbûyînê ye. Di vir de diyalektîka afirandin-çêbûnê heye. Ji ber ku ji bona navendê piştbaxçeyek pêwîst dike. Tabî mirov ji bîr neke ku ev belavbûn; bi awayekî çandî, mêtîngerî, dagirkirin û bi koçberbûnê çêbûne.
Di hemû çandên cîhanê de, di çandên wan de ji dehî yek eydî wan be, ji dehî neh gerdûnî ye. Ji ber ku ew çanda ku gerdûnî nebe wê tune bibe. Wekî mînak, te malek hilberandiye. Ji bona ku ev mal bê pejirandin, divê ji derdora xwe re sûda xwe hebe. Yanî divê derdor qebûl bike. Ku çiqas derdor vê qebûl kir, wê ewqas çavkan an ciyê ku jê derketiye bibe navend.
Bo nimûne çanda cixare kişandinê. Li gorî lêkolînan destpêkê titûn li parzemîna Emerîka B.M 6000’an de hebûye û mirovên berê li ser navê derman hem cûtine, hem jî li birînên xwe dane. Encax 4500 sal şûn ve bi aweyekî zelal Mayayên ku li naveka Emerîkayê ne vê bikar anîne. Jixwe yekem car îspanyolî derman dihesibînin û bi xwe re tînin. Ev titûna ku berê ji hêla çermsoran û înkayan hatiye bikaranîn, di sala 1942’yan de Christopher Columbus yekem car li Kûbayê dibîne û ev tiştê ku dibîne nîşanî Ewropiyan dide. Ew dem jî merasîm û şahiyan de ev hatibûye kişandin. Piştre Ewropî navê wê datînin Tobacos. Tê gotin piştre dema ku mîsyonerek îngilîz diçe Emerîka, Waliyê Vîrginayê kişandina cixareyê hînî wî dike û pîpoyek diyarî dike. Piştî demekê li qesran her kes dikşîne û li gel jî belav dibe. Yekem car xwendekarek bijîşkiyê bi xwe re dibe Hollandayê. Di nava 200 salî de li hemû dinyayê belav dibe. Lê dema ku careke din tê Emerîkayê bi awayekî veguherî dizivire Emerîkayê. Portekîz wekî pûro, meksîkiyayî li kaxezek pêçandî kişandin. Her çû fena şohbekê li dinyayê belav dibe. Titûn li Hindistanê ewqas bi nirx e, di şûna pere de tê bikar anîn. Wekî mînak bûhayê çêlekek bi qasî ku pelên titûnê ew dipêçe dihate diyarkirin. Ew dem osmanî, japonî û rûs hewl didin qedexe bikin, bes ji ber ku titûn nasnameyeke GERDÛNÎ bi dest dixe nikarin pêşî lê bigirin. Vaye îro em jî dikşînin, faris û tirk jî dikşînin. Lê ev nayê vê wateyê ku em di mijara titûnê de navend in. Mirov dikare meseleya gerdûnîbûna şaristaniyan bi ya titûnê re daberhevî bike û biçe şîroveyekê.
Di vir de encama ku em digihînin û Serokatî di her dahûrînên xwe de ku wekî rêbaz bi dest digire, nirxandinên şaristaniyê de erka Navend-Derdor û çavkana navendî girîng in. Nexwe em ê xwe nikaribin ji lîberalîzma Ewropiyan rizgar bikin. Ji ber ku nêrandina dîrokî ya îroyîn, ya serdestan e û ev ji hêla îdeolojî, hegemonya û desthilatdariya wan ve hatiye diyarkirinê.
Lewre ji bona ku em bikaribin dîroka civakeke exlaqî-polîtîk, dîroka jinê, dîroka bindestan ji nû ve binivîsin, divê em berovajîkirinên serdestan jî baş bizanibin.
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Ji gel ê me û raya giştî re!
Di Adara 2004’an li Başûr-Rojavayê Kurdistanê di serî de gelê me yê Qamişlo gelek bajarê kurdan de gelê me rabûye serhildana. Bi van serhildanan gelê me bersiv daye hêzên provakator û hêzên komploger ên dixwazin gelê me tune bike. Serhildana li Qamişlo destpêkir û seranserê Başûr-Rojavayê Kurdistanê belavbû, bûye qêrîna daxwazên jiyana di nava azadî, demokrasî, wekhevî û aştiyê de.
- Ayrıntılar