Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 19'ê cotmehê de di navbera saet 12.00-13.00'ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Kela Mêrganiş, Girên Hawan û Şehîd Colemerg ê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC'ê êrÎşekek havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Tişta ji bo rakirinê ji mirovan re herî zor tê, bêyî agahiya te di kêliya tu hêvî nekî de, piştî rêhevalekê xwe yê ku ji bo heman armancê tekoşînê didin, bîranînên xweş hêlana li pey xwe ye.
Lê belê hevalê Mazlum zorê bi serxist, ji hemû zorahiyan re sing vekir û bi vî rengî jî berdewam kirina tekoşîna xwe bi serxist. Pir deman bi dijmin re sing bi sing ma. Di bedena wî de bi dehan birîn vebûn. Lê belê baweriya xwe ya bi vê tekoşînê, tevî hemû birînên di bedena wî de hatîbû vekirin jî; hertimî di eniyên pêş de bi ser dijmin de çû.
Ji ber ku hevalê Mazlum her çiqasî mîna rêhevalekê gazî zorahiyan jî dikişand, hertimî di got; ‘‘dema ku tu ji dil de evîndarê vê tekoşînê be, ev ji bo te bes e ku tu xwe li ser lingan bigirî’’.
Girêdana xwe ya ji jiyanê re, girêdana xwe ya ji rêhevaltiyê re û girêdana xwe ya ji azadiyê re bi vî rengî dida îfade kirin. Hevalê Mazlum bi qasî dayîkekê ku ji zimanê zarokê xwe fêm dikir, ew qasî jî ji zimanê rêhevaltî û yê bindestiya gelê Kurdistanê fêm dikir.
Di pir deman de ji bo ku rêhevalên xwe rizgar bike, dibû pola û bi vî rengî jî xwe di avêt pêşiya guleyan. Yên li kêleka wî ji wî fêr bûn bi çi rengî mirov ji bo rêhevalên xwe canê xwe feda dike û jiyanê bi xurişiyê bi reng dike.
Ji bo rêhevalên xwe, yên hîna jî dibin bandoriya pergalê de xwe rizgar nekirî, bi tevlîbûna xwe ya partiyê re ji bo fêrî rastîya xwe bibe ji nû de gav bavêje, nakokiya derbas bike , di araziyekê tevlî hev de bi mejiyê xwe dibe şîverê ji bo wana.
Weke rehberekê di çar aliyên Kurdistanê de ji ziman û hestên lawên Kurd yên ku li hev kombûne fêm dikir. Çi kesên ku navê hevalê Mazlum dibihîstin di nava xirûşekê de diman. Hevalê Mazlum bi girêdana xwe ya ji xetê re wate dida jiyanê, nirx dida ji rêhevalên xwe re. Bi qerf, (şaka) wêrektî û ruhê xwe di hate nas kirin.
Ew bû rêhevalê ku xweşî û zorahiyê di yek kêliyê de jiyan dikir. Bi sekinandina xwe ya ku ji Kemal Pîr’an girti bû, mirovan bi bandor dikir. Di dilê her kesê de ciyekî giringi digirt. Weke a niha…
Bêyî li pişt xwe temaşe bike û bêyî bes bike, di şîverêyên bi lat yên Zagrosê de bibû lehengê bi ser xistina zoriyan. Di warê Egîd’an Botan a ku kelha berxwedaniyê ye; di pişt wî de hertimî çante û bi çek dimeşiya.
Hevalê Mazlum berê xwe dide Colemêrgê ango warê şehîdan Çiyareşkê. Ew xwezaya bi bedewiya xwe, bi xweşikbûna zozanên xwe, bi narin û nazikiya tovên ku ji nû de hewla pişkivînê didin û bi ava xwe ya sar ku hundirê mirovan diqerisîne tê nas kirin. Rêhevalê Mazlum ava sar ya Dehola vexwar û di gundê xwe yê ku cara yekemîn bû silav ji cîhanê re dida, dema ku mafê xwe diparast bi heft rêhevalên xwe re ji bo ku nekevin destê dijmin, bedena xwe de diteqînin û dawî li jiyana xwe tînin.
Di vê tekoşînê de her heşt rêhevalên ku jiyana xwe ji dest dan, bi vî rengî gihiştin azadiya xwe. Hevalê Mazlum jî tevî hemû zorahiyên ku jiyan kiriye, bawerî û girêdana xwe ya ji felsefeya Rêber Apo re xwe li ser lingan girt heya asta semyaniyê bi xwînê wergirt.
Weke ku Rêbertî jî dibêje; ‘Heqîqet Evîn e, Evîn Jiyana Azad e’, hevalê Mazlum jî bi evîna heqîqeta Rêber Apo re dawî li henaseya xwe anî.
Hîn duh bû em bi rêhevalê Mazlum re di yek kozikê de me şer dikir, nebûna rêhevalê Mazlum ya di navbera me de hêrsa me ya li himberî dijmin zêde dike. Lê em ê vê hêrsa xwe weke ku rêhevalê Mazlum dixwest, em ê bi xirûşa xwe ya jiyanê û bi azweriya xwe jiyanê dijmin vala derbixin.
Her çiqasî dijmin bixwaze me bi awayekê fizikî jî tine bike, em ê wê xirûşa xwe ya di beden de tê jiyan kirin, şewqdana li ser deruniya xwe bikin.
Soza me ya dawiyê jî, weke gerîlayên ku evîndarên azadiyê ne, em ê di çiyayên Kurdistanê de mîna rêhevalê Mazlum vî ruhî bidin jiyan kirin.
Şafak Yekbûn
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji 15'ê mijdarê û vir ve di navbera saet 22.00-01.00'ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dolên Alaniş, Şehît Viyan, Girê Heliz û Partizan, Kaniya Kala û Kaniya Sîser ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşên obus û topan tê lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê mijdarê de di navbera saet 14.30-16.00’ânde li Herêmên Parastina Medya li dijî Bêtalma, Gundê Heftenînê û Kunîşka ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14'ê mijdarê de di navbera saet 14.00-14.45'ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Şehîd Berîtan, Şehîd Kurtay û Karker ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12’ê mijdarê de li Herêmên Parastina Medya li dijî gundên Heftenîn û Kunişka ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10’ê mijdarê de li navçeya Şirnex Silopiyê li dijî herêmên Banê Xinis, Banê Şemka, Aynika, Kêre, Girê Çolya û Girê Bişêrê ku bi ser Cûdî ne ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di 11’ê mijdarê de bê encam paşde zîviriye.
- Ayrıntılar
Gelê Kurd ji bo hebûna xwe têdikoşe lê dewlet di tunebûn û înkarê de israr dike.
Gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwê bi awayekî azad biaxife lê dewlet bi taybet jî hukumeta AKP’ê û serokê wê yê hezar rû, galgalên xwe yên xapandinê li her deverê qîr dike. ‘tu nefikire nîne’ ‘heta yek nefer jî hebe wê tekoşîna terorê berdewam bike’ û nizanim hezar û yek derewên ku zarok jî bawer nakin… Cardin ‘vaye teretaşaş heye, dikarin fêrgehan wekin û hrw. Ma kurd hîn çi dixwazin.’
Kêsê van galgala dike çavê xwe ji girtinên ji bo daxwaza zimanê dayikê, avêtina gelek xwendekaran ku dixwestin bi zimanê xwe perwerdê bibînin ji dibistanên xwe, kesên ji doza KCK’ê hatine girtin û ku dixwazin bi zimanê xwe, xwe biparêzin malkambaxê dadger dibêje: ‘zimanekî nayê zanîn… ‘ Ew qas bêrûtî nabe. Ya rastî ev daxwaz û nêrîna hukumeta AKP’ê nîşan dide. Ev nêzîkatiya wan a li pirsgirêka Kurdan nîşan dide.
Di rojên derbasbûyî de M. Ali Birand ku bi salane berdevkiya hukumet û artêşa dike, li xwe mukur hat û gote ‘ di mijara tekoşîna li dijî PKK, me derew dikirin, gel pê dixapand û pişt re jî me ji derewê xwe bawer dikir.’ Ev hemû rastiyê feraseta hukumetên tirk li pirsgirêka kurd radixe ber çavan. Rastiyeke ku bi kuştin, lêdan girtin, inkarê nayê tunekirin xwestin li ser kurdan pêk bînin.
Her roj siyasetmedarên kurdan digrin. Girtîgehên li Tirkiyê û Kurdistana bakur bi kesên ji bo azadiya gelê kurd tekoşînê dikin û xebatê dimeşînin dagirtin e. Ev ne bese her roj zarokên kurdan dikujin.
Sedemê vê hovitiyê çiye gelo?
Bê gûman tirsa ji hişyarbûna kurdan û derketina holê ya derewên wane. Ku eşkere bibe wê çawa dîrokeke qirêj ya bi kuştin, talan, dizî û dagirkeriyê ji gelê xwe re eşkere bikin.
Doh Uguran kuştin têrê nekir Ceylanan hîn di temênên zaroktiyê de kuştin. Di çavên herduyan de jî nîşaneyên êş û îşkenceya ku dagirkeran li gelê kurd kirine dihat xwendin. Bê guneh bûn. Paqij bûn û paşeroja vî gelî bûn. Neha jî Nûjiyan di bexçê qereqoleke tirkan de hate kuştin. Ma gunehê Nûjiyanan çibû?
Tenê dixwest bi awayekî azad zaroktiya xwe jiyan bike. Bêyî ku haya wê jê hebe, ji bo pêkanîna xwestekeke herî xwezayî bû qurbanê bermahiya artêşa dagirker. Ew artêş ku diçe kuderê qirêjiya xwe li şûna xwe dihêle. Hatin Dersimê Seyyid Riza qetilkirin, hatin Amedê Şêx Said qetil kirin. Li Mereşê kurd qetilkirin. Li girtîgeha Amedê hovitiya herî nedîtî li ser pêşengên kurd nîşandan. Ev 11 sale roj bi roj li ser Rêberê Gelê Kurd îşkenceya sîstematîk dimeşîne. Li Kurdistanê gundan avakirî nehiştin.
Hemû hewldanên wan êrîşên wan nepejirandina destkeftinên gelê kurde. Bêguman jî para Tevgera Rizgariya Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd di avakirina van nîrx û destkeftinan de pir mezine. Tevî hemû hewldanên wan çima Tevgera Azadiyê binnexistin?
Di rastiyê de dema mirov hinekî li nêzîkatiyan dinêre, mirov bêtir fam dike ku çima gelê kurd bi Rêberê xwe û bi Tevgera Azadiyê ve girêdayi ye.
Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şev û roj ji bo mirovatiyê û taybet jî ji bo gelê xwe tekoşîn dimeşand. Li gel vê rayedarên tirk çi dikirin?
Ji xapandina gel, ji dizî û şelandina malê gel, zext, qedexe, derew hema çi qirêjî bê bîra mirovan hemû qirêjî pêk tînin. Her roja derbas dibe jî ev qirêjiyê wan yek bi yek derdikeve holê.
Rayedarên heta doh hebûna JİTEM’ê ku di Kurdistanê de avakerê hemû reşkujî, zext, îşkence, lêdan û hwd. bi destê wan hate kirin dihate înkar kirin îroj hebûna wê û kirinên wê eşkere bûye û êdî ew jî nikarên vê derewa xwe û amûra qirêjiya xwe veşerin. Cardin Ergenekon, kirinên li girtîgeha Amedê…
Bi sedan mînakên bi vî rengî hene û bi vegotinê dawî nabin.
Her ku Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê gaveke erênî diavêje, bersiva hukumeta AKP’ê çi dibe?
Piştî hilbijartinên 28’ê Adarê bêçalakitî hate îlan kirin bersiv girtina zêdetirê hezar siyasetmedar û xebatkarên kurd. Cardin bersiva dirêjkirina bêçalakitiyê heta piştî hilbijartinan jî herroj topbarana Herêmên Parastina Medya, operasyon û şewitandina xwezaya Kurdistanê.
Erê; peyv peyvê vedike. Bi vegotina jî gotin bi dawî nabe. Lê rastiyek heye ku ew jî wê roj bê ev gel û dîrok wê hesabê van ji dagirkeran bistîne.
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê mijdarê de di navbera saet 14.00-15.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Şîşêbîrê ku bi ser Zagorsê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 6’ê mijdarê de di navbera saet 16.00-17.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Kela Bêdê ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarsxistin.
- Ayrıntılar