Di dîroka şaristaniya demokratîk de, kurd piştî têkçûyîna medan, her dem li ser axa xwe bi êrîş, mêtandin, qirkirin û pişavtinan re rû bi rû mane. Ji ber kurd, ji naveka neolîtîkê derketine û afirînerê vê çandê ne û bi dîrok, ziman, zargotin, çîrok û klamên xwe kokdar in û orjîn in, digel her cure êrîşan xwe li ser piya hiştine û xwe gihandine roja me ya îroyîn. Belkî ji bona kurdan a herî xeter û bêsiûdî, hatina tûraniyan ji welatên asyayiyan bû. Miletê tirk ku hê berî hezar salî hatin vê axê û bi dûritiyeke mezin bi hêmêzkirina olperestiya îslama mûaviye, hovîtî û çanda dewletparêzî re li ser axa Mezopotamya bi cî bûn. Ev miletê ku tu carî serbixwe nebûye û bûye maşika miletên din, xwe li ser nîjadperestiyê li piya hiştiye û dema ku vê kiriye jî, qewmên qedîm ên wekî kurd, ermen, sûryan, asûr jî tune hesibandine û ev tunehesibandin hê jî ji hêla wan ve didome.
Di dîroka nêzîk a kurdan de, bi taybet polîtîkayên îngilîzan her dem ji kurdan re bûye malxerabî. Kurdên ku orjîna wan “KURTΔ ne û berdewama wan Hûrî, Gûtî, Naîrî, Mîtanî, Hîtîtî, Ûratûyî û Medî ne tu carî êrîş nebirine ser tu miletek, zilmê li tu kesî nekirine û her dem li hember hovîtiyan bûne çeper. Ma ne ew bûn ku, berî hezaran salan akadiyan sînor kirin, asûriyên ku ji serê mirovan kelayan çêdikirin ji rûpelên dîrokê maliştin. Belkî jî ji ber vê erka dîrokî ya kurdan, polîtîkayên îngilîzan ku di salên 1920’an de, Kurdistan kirin çar parçe.
Ji ber vê qerekterê xwe yê demokratîk û her dem konfederasyona miletan parastine, her dem bi komployan re jî rû bi rû mane. Ma têkçûyana medan ne komplo bû? Dîsa têkçûyîna Mîr Bedirxan ne ji ber vê bû. Lê digel vê jî, di dîroka kurdan de, ji ber lîstikan, qirkirin jî çêbûne. Bi dest osmanî û îngilîzan û bi lîstikên wan, bi erêkirina Mîr Bedirxan û bi fermana Mîr Ûbeydûlah bi hezaran keldanî û nastûrî hatin qetilkirin. Dîsa di serhildana Şêx Seîd û serhildana Dersimê jî heman komplo hene. Dîsa xiyanet û komploya li hember Mala Eliyê Ûnis jî, tijî ders in. Di vir de Cemîlê Çeto, mînakeke balkêş e. Piştî ku Mala Eliyê Unis li hember komara TC’ê 10 salan li çiyayên Mereto li ber xwe didin, bi desteka eşîra Cemîlê Çeto têk diçin û piştî têkçûyînê Cemîlê Çeto jî tê darvekirinê. Dema Evdirihmanê Mala Eliyê Unis ji Cemîlê Çeto re dibêje, “Ez taştê bim, tu yê firavîn bî”, di gelek qonaxên dîroka kurdan de, dîrok bi rengên têkel xwe dubare kiriye.
Di salên dawîn de ji hêla tevgera me ve tespîtek hebû; “Kurd ne kurdên berê ne”, bi rastî jî êdî kurd ne kurdên berê ne. Ew kurdên ku Ehmedî Xanî hetanî dilovaniya xwe li wê geriya, bi PKK’ê xwe ji nû ve vejande. Her hal ku îro Ehmedê Xanî jiyan bikirana, wê ew gotina xwe ya ku mifta têkbirina çarenûsa kurda bû “Ger hebûna me jî xwedanek.... wê ereb, faris, tirk ji me re bikirana xulamî...” wê Ehmedî Xanî nirxa herî mezin bidana û îro ev di şexsê Rêber Apo de ciyê xwe dibîne.
Ji ber ku ev sî û heft sal in Rêber Apo hemû lîstikên dagirkeran vala derdixîne û afirandina kurdên nû re hemû dinyayê daye hemberî xwe û ev dehan salane ye hemû dinya dijminantiya me dike jî, em bi serfirazî berxwedaniya xwe didomînin û her diçe ber bi serkeftinê ve diçin. Milekî din, di dinyayê de yekem car di warê pratîk û fikrî de, Rêber Apo hemû pergal û derewên şaristaniyên dewletparêz deşîfre kir. Ji ber vê yekê ye, hemû bi hêrseke mezin tên ser PKK’ê de. Rûpûşa keyayên tazî ket. Modernîteya kapîtalîst ku xwe yekane sazûman îlan kiriye, bi hemû qirêjiyên wê aşkere bûn. Derew û hîleyên wan ê pênc hezar salan derketin holê. Ev jî ji bona mirovantiyê gaveke gelek gelek mezin e.
Îro jî em di têkoşîna azadiyê de, hatine qonaxeke nû. Yan em ê jiyan û welatekî azad biafrînin, yan jî em ê jiyan û welatên dagirkeran li wan biherimînin. Em ê ji niha û şûn ve tu minetek ji dijminên gelê kurd nekin. Em ê sazûmana bi xwe biafrînin. Di serî de li bakurê Kurdistanê, ev pêvajo destpêkiriye. Bi sazûmana dewleta tirk re, êdî hemû pire her diçe qut dibin û heman rewş ji bona Îranê jî derbas dibe. Di vê demê de, şerê ku em li dar dixin, wê şerê mayîn û nemanê be. Yan em ê Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin, yan jî em ê ji xwe re vê jiyanê wekî jiyan qebûl nekin. Ji ber vê li bakurê Kurdistanê bi sazkirina Xweseriya Demokratîk re, wê xeleka înkar û tunekirinê ya Sûrî û Îranê jî bişkê. Ev jî tê wateya Kurdistaneke Azad û serbixwe.
Lewre di vê demê de, divê em hemû kurd bi rihekî seferberiyê rabin piya. Divê dîroka kambax careke din li jî me nezivire. Divê her ciwanek kurd çi li bakur, çi li başûr, çi li rojava wekî peywireke şerefî û namûsî ciyê xwe di nava gerîla de bigirin. Dîsa kî çi ji dest tê bike. Ev dibe di warê aborî de, ev dibe bilindkirina serhildanan be, ev dibe propaganda be, ev dibe diayek be, ev dibe dayîna rayek be, ev dibe li her derî bi zimanê kurdî axaftin be û hwd. Wê her gaveke biçûk û an mezin, me ber bi azadiyê ve bibe.
Egîd Nûcan
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê tîrmehê de saet di navbera 17.00 û 18.00’an de li Qadên Parastina Medya li dijî Tahtên Şeytan, Hevrazên Girê Qertal, Girê Şehîd Firad û gundê Kiyê û xeta Avaşîn û Basya, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Bi qasî bîst roj berê li çiyayê Kelkîtê.
Hefteyek berê li gundê Osyan û Aqiriya Berwariyê.
Niha li derdora gundê Bêdeveya Şemzîzanê.
Dîrok şahîdî li hovîtî û tûraniya wan dike.
Kurd û Kurdistan ji serhildana Şêx Seîd, Zîlan û Dêrsimê re şahîd in ji vê hovîtiya tûranan re.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê tîrmehê de saet li derdora 21.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li Wan Payîzavayê li dijî nîzamiya û kozikên Qereqola Dûkanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî ku leşkerên nîzamiye û kozikan direvin qereqolê, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de 40 xulek pevçûn tê jiyandin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Dewleta TC’ê bi awayekî rêkûpêk li Kurdistanê li dijî gelê kurd xebatên dejenerekirina çandî û exlaqî birêve dibe.
Wekî polîtîkayên şerê taybet ê qirêj, bi destê dewletê ji bona ku binyada civakî ya gelê me bê xerakirin êrîş pêş dikevin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê tîrmehê de saet li derdora 07.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li ser 2. Kîlometira riya Licê-Pasûrê ku girêdayî Amedê ye, dema ku Artêşa TC’ê hewl daye bi maşînên bi zirx operasyon li dar bixin, panzêrek hedef hatiye girtin û di encama lêdanê de panzêr hatiye tunekirin û hemû leşkerên tê de mirine.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’yê tîrmehê de saet li derdora 23.00’yan ji hêla hêzên gerîlayên me ve li navenda navçeya Bêşababê ku girêdayî Şirnexê ye, li dijî leşkerên dijmin ku li Girê Sor, Girê Bayrak, Katoyê Biçûk û Bêyolkê bicîbûne çalakî hatine lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’yê tîrmehê de saet di 20.00’an de ji hêla gerîlayên me ve li dijî xeta lûleya Botaşê li nêzî qada Qertmîneyê ku girêdayî naçveya Midyada Mêrdînê ye çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku hatiye lidarxistin de xeta lûleya petrolê şewat girtiye. Piştre dijmin di bin ewlekariya leşkeran de ji navenda Mêrdînê, Midyat û Hezexa Şirnexê maşînên şewatkûj anîne qada çalakiyê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 30’yê pûşperê de di çapemeniyê de hatibû daxuyandin ku li Perwariya Sêrtê pevçûnek hatiye jiyandin û di vê pevçûnê de 10 gerîlayên me şehîd ketibûn û li cenazeyên wan li nexweşxaneyê dihate seknandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê tîrmehê de saet di 23.00’yan de û di 2’yê tîrmehê de saet heta 01.00’ê li Qadên Parastin Medya li dijî Goristana Şehîd Bêrîtan, Goşînê, Girê Şekîf ku girêdayî Xakurkê ne û li dijî qada Kendekolê ku girêdayî Xinêrê ye, ji hêla balafirên şer ên Artêşa TC’ê ve êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
